Yasa di Rojnameya Fermî de weşiya

Erdoğan “yasaya çarçoveyê” îmze kir

Serokomar Erdoğan pişti yasa îmze kir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand. Erdoğan bibîr xist ku yase bi dengê 467 parlamenterin hatiye pejirandin û got, bila li ser xêrê be. Piştî ku Erdoğan îmze kir, li gorî yasayê divê Lijneyek were avakirin. Ev lijne wê di 24ê Tebaxê de civîna xwe ya yekem pêk bîne.

Serokomar Recep Tayyip Erdoğan, Foto: X

Serokomar Recep Tayyip Erdoğan, yasaya bi navê “Yasaya Derbarê Piştevaniya Netewî û Bihêzkirina Hevgirtina Civakî de” îmze kir ku di nava civakê de jê re “yasaya çarçoveyê” tê gotin. Piştî ku Erdoğan yasa îmze kir, yasa di Rojnameya Fermî de weşiya.

Di 2024an de Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Parlamentoyê çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê silav li wan kiribû û bi destên wan girtibû. Paşê jî di hin civînên koma partiye xwe de bang li Abdullah Ocalan kiribû û xwestibû PKKyê fesx bike û dest ji çıkan berde. Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bersiva banga Bahçelî dabû û gotibû ew PKKyê fesx dikin û dest ji çekan berdidin. Pêvajoya navborî bi vî rengî heta roja me hatibû.

Paşê bi tevlêbûn partiyên li Parlamentoyê komîsyonek bi navê Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê hatibû avakirin. Komîsyon piştî çendîn civînan, çûbû li Girtîgeha Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan kiribû û paşê jî raporeke hevbeş ji bo pêvajoyê amade kiribû.

Yasaya navborî jî di encama vê pêvajoyê de hatibû amadekirin û li Meclîsê bi dengê 467 parlamenterin hatibû pejirandin.

Ev yasa piştî ku Saziya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) “tespît û teyît bike ku PKKyê xwe fesx kiriye û çekên xwe danîne” wê bikeve meriyetê.

Li gorî hin nirxandinan, çav li rê ye ku ev pêvajo di meha Îlonê yan jî meha Çiriya Pêşiyê de pêk bê. Paşê jî siyasetmedarên kurd ji gelek deveran, gerîlayên PKKyê ji çiyayan werin û girtiyên siyasî ji girtîgehan serbest bibin.

Erdoğan spasiyên xwe pêşkêş kirin

Serokomar Erdoğan pişti yasa îmze kir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand. Erdoğan bibîr xist ku yase bi dengê 467 parlamenterin hatiye pejirandin û got, bila li ser xêrê be.

Erdoğan di peyama xwe de pejirandina yasayê ya li Meclîsê bi gotina “mînaka lihevkirineke dîrokî” binav kir û diyar kir ku ji bo dahatûyeke biaram, biewle û bihizûr a Tirkiyeyê gaveke girîng e.

Erdoğan ji bo ku beşdarî pêvajoyê bûne destpêkê spasiyeke taybet li hevkarê Rêkeftina Komarî Serokê MHPyê Devlet Bahçelê, koma MHPyê û Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş kir.

Her weha spasiyên xwe pêşkêşî parlamenterên koma AKPyê, parlamenterên di nava partiyên siyasî yên cuda de digrin jî kir.

Erdoğan di peyama xwe de diyar kir ku pêvajo wê li gorî rêya yasa jê re daniye bi rê ve bibin.

Lijne wê di 24ê Tebaxê de bicive

Li gorî yasayê, divê Lijneyeke ji Wezîrê Dadê, Wezîrê Karûbarên Navxweyî, Wezîrê Karûbarên Derve, Wezîrê Berevaniyê ya Netewî, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê, Serokê Rêxistina Istixbaratê ya Netewî û Sekreterê Giştî yê Saziya Ewlehiya Netewî pêk bê ku Serokê wê dê alîkarê Serokwezîr be. Lijne dikare komîsyonan di bin xwe de ava bike û nûnerên wezaret, sazî û yên peywendîdar wezîfedar bike.

Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û diyar kir ku piştî weşandina yasayê ya di Rojnameya Fermî de, avabûna Lijneyê jî fermî bûye û ew ê di 24ê Tebaxê de civîna xwe ya yekem li dar bixin.

Piştî ku Saziya Ewlekariya Netewî biryar da û got ku rêxistinê xwe fesx kiriye û çek berdaye û ev biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin, Sazî wê li gorî armancê rewşê binirxîne. Lijne ger pêwîst bibîne dikar di yasayan de guhertinên edlî, îdarî û yasayî pêk bên.

7 şaredar û 3 parlamenter tevlî AKPê bûn

Parlamenterê Îzmirê Mustafa Bilici, Parlamenterê Aydinê Omer Karakaş, Parlamenterê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurban û 7 serokên şaredariyan tevlî AKPê bûn.

Bernameya Salvegera 25emîn a Damezrandina AK Partiyê hat lidarxistin. Di bernameyê de hinek 3 parlamenter û 7 şaredar tevlî AKPê bûn.

Serokkomar û Serokê Gişrî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan rozêtên partiyê bi wan kesên nû ve kirin.

Parlamenterên ku tevlî AKPê bûn ev in:

Parlamenterê Îzmirê Mustafa Bilici, Parlamenterê Aydinê Omer Karakaş û Parlamenterê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurban in.

Her weha 7 serokên şaredariyan jî derbasî AK Partiyê bûn.

Şardarên ku tevlî AK Partiyê bûne ev in:

Serokê Şaredariya Golbaşiyê Yakup Odabaşi, Serokê Şaredariya Kahramankazanê Eyup Çirpanioglu, Serokê Şaredariya Tavşanliya Kutahyayê Alî Kemal Derîn û Serokê Şaredariya Domaniça Kutahyayê Engîn Uysal. Her wiha Hevseroka Şaredariya navçeya Hezexê ya Şirnexê Turkan Kayir, Serokê Şaredariya Hayraboluyê yê Tekirdagê Tuncer Başoglu û Serokê Şaredariya Eceabata Çanakkaleyê Saîm Zîleli.

Pêvajoya îxrackirina Kayirê ji DEM partiyê

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 19ê Kanûna Paşîn a 2024an de ragihandibû ku Hevşaredara Hezex a Şirnexê Turkan Kayir ji partiyê hatiye îxrackirin.

Daxuyanî bi sernavê “Îradeya xelkê Hezexê ya ku jiyana azad ava kirî bila ji gelê Hezexê re bê hiştin” parve kir. Di daxuyaniyê de hatibû bibîrxistin ku xelkê Hezexê di hilbijartinê de bi rêjeyeke ji sedî 71,27 bi ser ketiye û wiha hatibû gotin:

“Gelê me îradeya xwe bi eşkereyî nîşan da. Rêgeza me ya sereke ew bû ku texrîbata qeyûman di 8 salan de çêkirî ji holê rakin lê hin kesan hewl dan vê texrîbatê bidomînin. Hin kesên nirxên têkoşîna me ya demokratîk û rêgezên me tune hesibandin, yên xizmeta ji bo gel ji xwe re esas negirtin, yên îradeya hilbijêran tune hesibandin, li dijî zîhniyeta partiya me tevgeriyayîn û hewl dan bi rêya têkiliyên hevaltiyê şaredariyê birêve bibin, mixabin di van 8 mehan de hatin tespîtkirin. Partiya me demekî dirêj hewl da meseleyê çareser bike lê ev hewl dan tune hatin hesibandin û di van nêzikatiyên xwe de israr kirin. Lewma jî Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir sewqî Lijneya Disiplînê ya Navenda DEM Partiyê; endamê Meclisa Şaredariyê Ekrem Şîmşek jî sewqî Lijneya Disiplînê ya DEM Partiyê ya Şirnexê hate kirin. Di encama nirxandinan de biryar hate dayin ku Kayir û Şîmşek ji partiyê bên îxrackirin.

Em careke din soz didin ku dê têkoşîna me ya li dijî kesên nirxên gelê me ji bo menfaetên xwe yên şexsî bi kar tînin bidome. Tevî endamên Meclisê dê berteka me ya demokratîk û muxalefeta me ya di Meclisa Şaredariya Hezexê de bidome û em ê li gel gelê xwe tevbigerin. Qedr û qîmeta kesên pişta xwe dane gel tu caran nebûye û dê nebe jî. Tekane daxwaza xelkê Hezexê ew e ku ji meqamên xwe îstîfa bikin. Îradeya xelkê Hezexê ya ku jiyana azad ava kirî bila ji gelê Hezexê re bê hiştin.”

Pêşnûmeya “qanûna çarçoveyî” li Meclîsê hat qebûlkirin

Pêşnûmeya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” bi 467 dengên erê, 87 dengên na û 7 dengên bêalî hat qebûlkirin. Meclîs ket betlaneyê.

Pêşnûmeya bi navê “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” ya weke “qanûna çarçoveyî” tê zanîn piştî li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat nîqaşkirin. Pêşnûme bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Pêşniyaryasaya bi 467 dengên erê, 87 dengên nexêr û 7 dengên bêalî hat qebûlkirin.

Li gorî tabloya fermî ya dengdana vekirî, di nav mixalefetê de encama herî balkêş ji nav Partiya NÛ derketiye holê.

Partiyê parlamenterên xwe azad kirin, 54 parlamenterên wê dengê “na”, 35 parlamenteran jî dengê “erê” dan. Her 29 parlamenterên ÎYÎ Partiyê li dijî yasayê derketin. Ji CHPyê jî 2 parlamenteran dengê “na” û 29 parlamenteran dengê “erê” dan.

Li gorî encamên dengdana vekirî ya Parlamentoyê ya di ser asta partiyan de, 561 parlamenter beşdarî dengdanê bûne.

Ji 592 parlamenterên li Parlamentoyê, jê 31 beşdarî dengdanê nebûn.

Partiya NÛ

Partiya NÛ, ji bo Qanûna Çarçoveyê biryareke mecbûrî wernegirt û parlamenterên xwe serbest hiştin. Di encama dengdanê de 35 parlamenteran dengê “erê”, 54 parlamenteran dengê “na” dan û 2 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn.

Bi vî awayî di nav Partiya NÛ ya xwedî 91 parlamenteran de, piraniya komê li dijî rewşa heyî ya pêşnûmeyê derket.

Beriya dengdanê jî di nava partiyê de nerînên cuda deng vedabû; navên wekî Cemal Engînyurt, Mahmut Tanal, Sureyya Oneş Derîcî û Îbrahîm Arslan ragihandibû ku ew dê dengê “na” bidin.

Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel jî di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî de wiha gotibû:

“Mafê me yê herî zêde heye ku em ji vê yasayê re bêjin ‘na’ lê yên ku vî mafî naxin pêşiya mafê aştiyê yê vî gelî jî em in.”

ÎYÎ Partiyê

Li gorî girtenameya Parlamentoyê, her 29 parlamenterên ÎYÎ Partiyê dengê “na” da. Ji vê partiyê ti parlamenterî dengê “erê” yan “bêalî” neda û kesekî ku beşdar nebe jî nebû.

Gava ku 54 dengên na yên Partiya NÛ û 29 dengên na yên ÎYÎ Partiyê bi hev re bên nirxandin, tê dîtin ku ji 87 dengên na, 83 deng ji van her du partiyan hatine.

CHP

Di dengdanê de encameke din a balkêş jî li CHPyê pêk hat. Di CHPya xwedî 45 parlamenteran de, 29 parlamenteran dengê “erê” û 2 parlamenteran dengê “na” da; 14 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn.

Bi vî awayî beşa herî mezin a CHPyê piştgirî da verastkirinê lê du parlamenterên wan li dijî yasayê derketin.

Li gorî tabloya fermî, dengên “na” wiha belav bûn: Partiya NÛ 54, ÎYÎ Partî 29, CHP 2, parlamenterên serbixwe 1, Partiya Demokrat 1.

Bi vî awayî bi giştî hejmara dengên “na” gihîşt 87an.

Partiya Jinûve Refahê

Serokê Giştî yê Partiya Jinûve Refahê (Yenîden Refah) ya Fatîh Erbakan, beriya dengdanê ragihandibû ku dê partiya wî ji bo pêşniyaryasayê dengê bêalî bide.

Encamên Parlamentoyê nîşan da ku vê daxuyaniyê bi heman awayî di koma partiyê de cih girtiye. Her çar parlamenterên wan jî dengê “bêalî” da.

Di Partiya Rêya Nû de jî 3 parlamenter “bêalî” man, 16 parlamenterên partiyê dengê “erê” da û parlamenterek jî beşdarî dengdanê nebû. Bi vî awayî bi giştî hejmara dengên “bêalî” bû 7.

Dabeşkirina dengê partiyan

AK Partî: 268 erê, 9 kes beşdar nebûn

DEM Partî: 55 erê, 1 kes beşdar nebû

MHP: 44 erê, 2 kes beşdar nebûn

Ji van her sê partiyan ti parlamenterî dengê “na” yan jî “bêalî” neda.

Dengên partiyên siyasî yên biçûktir jî bi piranî ji bo erêkirinê bûn.

Ji Partiya Rêya Nû 16, ji serbixweyan 7, ji HUDA PARê 4, ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) 3, ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 2, ji Partiya Kedê (EMEP) 2, ji Partiya Çep a Demokratîk (DSP) 1 û ji Partiya Saadetê jî parlamenterekî dengê “erê” da.

Li gorî tabloya dengdana vekirî ya Parlamentoyê, bi giştî 31 parlamenter beşdarî dengdanê nebûne.

Li gorî partiyan dabeşbûna kesên ku beşdar nebûne jî wiha ye: CHP 14, AK Partî 9, Partiya NÛ 2, MHP 2, serbixwe 2, DEM Partî 1 û Rêya Nû 1.

Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Komîsyona Dadê hat pesendkirin

Hemû xalên pêşnûmeya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” li Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê hatin qebûlkirin.

Pêşnûmeya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin di Komîsyona Dadê de hat qebûlkirin.

Piştî qebûlkirina xala 10an, hemû projeyasa hat pejirandin. Di civînê de ji ber îtirazên ÎYÎ Partiyê yên li ser xalan alozî zêde bû.

Partiyên siyasî dikarin îro heta saet 11:00an îtirazên xwe yên li ser biryara Komîsyonê bi awayekî fermî pêşkêş bikin.

Civîna ku 18 demjimêran berdewam kir, piştî qebûlkirina hemû xalan bi dawî bû.

Tê pêşbînîkirin ku ev projeyasa piştî 48 demjimêran biçe Civata Giştî ya Parlamentoyê da ku deng li ser were dayîn.

Di 5ê Tebaxê de Serokê Koma AKPê Abdullah Guler aşkere kiribû ku wan bi 360 îmzayan pêşnûmeya bi navê “Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî” pêşkêşî Serokatiya Parlamemtoyê kiriye.

Pêşnûme ji 12 xalan pêk tê û qanûn, sûcên avakirin an jî birêvebirina PKK û KCKyê, endamtiya rêxistinê, alîkariya bi zanebûn û propagandaya rêxistinê li xwe digire.

Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî

Sedemên giştî

Armanc û erkên sereke yên dewletê; parastina serxwebûn û yekparçeyiya gel, dabeşnebûna welat, komarparêzî û demokrasiyê ye. Her wiha, ewlehî, aramî û bextewariya kesan û civakê misoger dike; hewldana ji bo rakirina wan astengiyên ku maf û azadiyên bingehîn ên takekesî sînordar dikin û bi prensîbên dewleta hiqûqî ya civakî û dadmendiyê re neguncayî ne; her wiha afirandina şert û mercên pêwîst ji bo bipêşketina madî û manewî ya mirov e. Ev berpirsyarî, li gel parastina nîzama giştî, xurtkirina aştiya civakî jî dike yek ji erkên esasî yên dewletê.

Di destpêka sedsala duyemîn a komara me de, welatê me bi nerîneke nû ve ber bi siberojê ve gav davêje ku prensîbên ewlehî, demokrasiyê û dewleta hiqûqê wekî hêmanên temamkerê hev dibîne. Di rastiyê de, ev sedsal ne tenê derbirîna serdemeke nû ye; di heman demê de derbirîna dîtineke wiha ye ku xwezaya demokratîk a dewleta hiqûqê xurtir dike, yekîtî û tifaqa niştimanî pêk tîne, aramiya civakî ber bi berdewamiyê ve dibe û paşeroja hevpar a gelê me misoger dike. Ev dîtin, di çarçoveya yekparçeyiya dewletê li gel welat û gelê wê, prensîba serweriya niştimanî û hişmendiya hevwelatîbûnê de teşe digire; ne tenê parastina nîzama giştî, her wiha xurtkirina hevgirtina civakî û avakirina paşerojeke hevpar li ser bingeheke bihêztir jî pêwîst dibîne.

Tirkiyeyeke ku teror tê de bi temamî bi dawî bûbe; soza paşerojeke bihêztir di warê ewlehî, demokrasî, bipêşketina aborî û dewleta hiqûqê de dide. Arastekirina wan çavkaniyên ku bo ewlehiyê hatine veqetandin ber bi perwerde, zanist, teknolojî, hilberîn, binesazî û bipêşketina civakî ve, wê beşdariyeke girîng bike di xurtkirina atmosfera aramiyê de li her quncikekî welat û piştrastkirina wê yekê ku nifşên paşerojê dûr ji bandora tundûtûjiyê û di nav ewlehiyê de bijîn.

Divê were zanîn ku di pêvajoya têkoşîna bi salan de ne tenê rêkarên ewlehiyê hatine girtin; her wiha siyasetên piralî yên aborî, civakî û demokratîk jî hatine meşandin. Lewra ev pirsgirêk ne tenê li ser bingeha ewlehiyê hatiye nirxandin, her wiha bi hemû reng û aliyên xwe ve hatiye gotûbêjkirin û helwesteke giştgîr hatiye nîşandan. Di vê çarçoveyê de, bi taybetî ji sala 2002an ve, bi mebesta xurtkirina maf û azadiyên bingehîn, xurtkirina pêwendiya navbera dewlet û gel û bilindkirina pîvanên demokratîk, çaksaziyên giştgir hatine kirin. Bi rêya wan guhertinên destûrî û rêziknameyên qanûnî yên ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê û gelê me ve hatine pesendkirin, bipêşketinên girîng di warê dewleta hiqûqê û demokratîzekirinê de hatine bidestxistin.

Di çarçoveya vê têgihiştinê de; li ser bingeha yekparçeyiya dewleta Komara Tirkiyeyê li gel welat û gelê wê, prensîba dewleta hiqûqê, sîstema siyasî ya demokratîk û li ber çav girtina ewlehiya giştî, armanc çespandina berdewamiya aramiya civakî ye. Naveroka vê dîtinê, misogerkirina hevgirtina civakî û parastina nirxên hevpar ên gelê me ye, bi rêya hilweşandina pêkhateyên çekdar û xurtkirina qada siyaseta demokratîk.

Di bin vê ronahiyê de, Komîsyona Yekrêziya Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ku di nava Parlamentoya Tirkiyeyê de hatiye damezrandin, wekî navendeke girîng a şêwirmendî û nirxandinê xizmet kiriye ku beşdarî di anîna holê ya nêrînên siyasî yên cuda, pêdiviyên civakî û nirxandinên hiqûqî li ser zemîneke hevpar de kiriye. Karên komîsyonê rê li ber nirxandina piralî ya pirsgirêkan, diyarkirina qurbaniyan, xurtkirina lihevkirina civakî û gotûbêjkirina giştgir a wan rêziknameyên qanûnî yên pêwîst vekiriye. Bi vî awayî, berpirsyariya destûrî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, ku cihê şênberbûna îradeya gel e, di çareserkirina pirsgirêkên civakî de careke din bi kiryar hat piştrastkirin.

Dewleta hiqûqê ne tenê sîstemek e ku cezakirina tawanan bike bingeha xwe. Dewleta hiqûqê derbirîna têgihiştineke piralî ye ku pêkanîna dadmendiyê, parastina ewlehiya giştî, xurtkirina aramiya civakî û ji nû ve girêdana wan kesên ku tawan kirine bi civakê re, li ber çavan digire. Di vê çarçoveyê de, sîstema dadweriya cezayê ne tenê armanca bersivdayîna tawana borî heye, her wiha xizmetê dike ji bo dabînkirina nîzam û ewlehiya giştî, rêgirtina li dûbarebûna tawanê, handana kesê cezakirî ji bo jiyaneke girêdayî qanûnan û xurtkirina aştiya civakî.

Xurtkirin û berdewamkirina wê qonaxa ku em niha gihîştinê, ji bilî domandina bi bandor a rêkarên ewlehiyê, pêwîstiya wê bi bipêşketina sîstema dadweriya cezayê jî heye bi şêwazekî ku di heyama demdirêj de piştgiriyê bide ewlehiya giştî. Di vê çarçoveyê de, bi vê pêşniyara ku hatiye amadekirin; armanc ew e ku rê li ber dubarebûna êşên wiha di paşerojê de bê girtin, parastina destkeftiyan, cîgirkirina bihêztir a ewlehiya giştî, bipêşketina sîstema dadweriya cezayê û di rewşên guncaw de, vegerandina kesên pêwendîdar bo nav civakê wekî kesên girêdayî nîzama yasayî be.

Desthilata nirxandina yasadaner di diyarkirina siyasetên ceza û bicihanîna wan de, desthilateke destûrî ye bi mebesta bidestxistina berjewendiya giştî di nav sînorên prensîbên dewleta hiqûqê de. Bi li ber çav girtina guherîna şert û mercên civakî, asta rêkarên ewlehiyê, encamên bicihanîna sîstema dadweriya cezayê û pêdiviyên nîzama giştî, encamdana rêziknameyên nû di sîstema dadweriya cezayî de, yek ji erkên siruştî û destûrî yên desthilata yasadanînê ye di dewletên hiqûqî yên pêşketî de.

Pêşniyar ne rêziknameyek e ku biryarên cezakirinê red bike, siruşta yasayî ya tawanan biguherîne yan jî berpirsyariya cezayî bi dawî bike. Pêvajoya lêkolîn û dadgehkirinê ya berdewam û biryarên qetî yên cezakirinê bi hemû şopên xwe yên yasayî tê parastin; ti guhertin derbarê sifeta tawanê, biryara cezakirinê yan berpirsyariya cezayî nehatiye pêşbînîkirin. Di vî warî de pêşniyar, di warê siruşta yasayî de, rêziknameyeke qanûnî ya sînordar û mercdar e ku têkildarî sîstema dadweriya cezayê û qanûna bicihanîna cezayî (înfaz) e.

Ji bo ku pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” li ser zemîneke saxlem, rastîn û berdewam bê danîn, ezmûnên navneteweyî jî hatine nirxandin. Bi li ber çav girtina ezmûna têkoşîna zêdetirî çil salan, “modeleke tirkî” ya resen teşe girtiye, ku li ser bingeha ezmûna welatê me, rastiya civakî û kevneşopiya dewletdariyê hatiye avakirin. Pêşniyar, ku li ser bingeha wê rapora ku ji aliyê Komîsyona Piştgiriya Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ve bi nerîna pêşîdayîna li hişê hevpar û xalên hevbeş hatiye amadekirin, çarçoveyeke bingehîn pêk tîne ku yekem gava wan rêziknameyên yasayî ye ku di pêvajoyê de hatine pêşbînîkirin.

Bi li ber çav girtina siruşta dînamîk a pêvajoyê, li gorî wan pêdiviyên ku di dema bicihanînê de derdikevin, ezmûnên bidestxistî û guherîna şert û mercan, ji bo misogerkirina bipêşketina pêvajoyê li gorî armanca wê, dibe ku di çarçoveya desthilata nirxandina yasadanînê de maytêkirin di qanûnên pêwendîdar de bê kirin an jî qanûna nû bê derxistin.

Divê were zanîn ku pêvajoyê, ne tenê li welatê me, her wiha bi armanca ji nû ve avakirina aştî û biratiyê ye li temamiya wê erdnîgariya ku welatê me tê de ye. Di vê çarçoveyê de, pêvajoya ku bi hilweşandina rêxistinê û daxistina çekan dest pê dike, bi xistina jêr bicihanîna rêziknameyên yasayî yên pêwîst, dê êdî bibe berhema gel.

Pêşniyar, bi wan sedemên li jor hatine ravekirin hatiye amadekirin.

Xal û navaroka pêşnûmeya pêşnûmeyê weha ye:

Armanc û çarçove

XALA 1 – (1) Armanca vê qanûnê ev e: Piştî ku saziyên ewlehiyê destnîşan dikin ku hebûna fiilî ya rêxistina PKK/KCK û her cure pêkhateyên bi wê ve girêdayî bi dawî hatiye û hemû çek û cebilxaneyên di bin kontrola wê de teslîm kiriye û biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya ku vê destnîşankirinê pejirandiye di Rojnameya Fermî de weşandiye, karûbarên derengxistina lêkolîn û dadgehkirinan û cîbicîkirina hukmên mehkûmiyetê û karûbarên din ên ku dê bên kirin diyar bike.

(2) Hukmên vê qanûnê, sûcên damezrandin an rêvebirina rêxistina PKK/KCK, endamtiya rêxistinê an jî bi zanebûn û bi dilxwazî alîkariya rêxistinê û propagandakirina rêxistinê û sûcên ku di çarçoveya çalakiyên vê rêxistinê de hatine kirin û sûcên ku di berjewendiya vê rêxistinê de li gorî qanûna pêşîgirtina fînansmanê ya 7/2/2013 bi hejmar 6415 hatine rêkûpêkkirin, digire nav xwe.

Pênase

XAL 2 – (1) Di vê Qanûnê de Rêxistin: Rêxistina PKK/KCK û hemû pêkhateyên wê yên girêdayî,
b) Komîte: Komîteya ku li gorî maddeya 7an a vê Qanûnê dê were damezrandin, diyar dike. Derengxistina lêkolîn û dadgehkirinan

XAL 3 – (1) Bi şerta ku saziyên ewlehiyê destnîşan bikin ku hebûna fiilî ya rêxistinê bi dawî hatiye û hemû çek û cebilxaneyên di bin kontrola wê de teslîm kiriye û biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî ya ku vê destnîşankirinê pejirandiye di Rojnameya Fermî de weşandiye, ji bilî lêkolîn û dadgehkirinên li ser sûcê kuştina bi qestî ya di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de û sûcên ku berî 1/6/2005 hatine kirin û cezayê girtîgehê ya jîyanî an jî girtîgehê ya jîyanî ya girantir hewce dikin, lêkolîn û dadgehkirinên li ser sûcên ku di navbera xala 1ê de ne û sînorê jorîn ê cezayê wan 15 sal an kêmtir e, bi 5 salan û yên ku cezayê wan ji 15 salan zêdetir e an jî cezayê girtîgehê ya jîyanî an jî girtîgehê ya jîyanî ya girantir hewce dikin, bi deh salan têne derengxistin. Di dema derengxistinê de dema parastina dadgehê naxebite. Dosyeyên van sûcan û delîlên ku ji bo îspatkirina sûcê bi kêr tên, ji dîroka biryara derengxistinê ve di dema derengxistinê de têne parastin. Li ser tişt û nirxên mal û milk ên ku mûsadereyê digirin, digel biryara derengxistinê biryara tasfiyeyê jî tê dayîn û tên tomarkirin wekî dahata Xezîneyê. Biryar ji kesên ku mafê serlêdanê li rêyên qanûnî heye re tê ragihandin. Di biryarê de mafê serlêdanê û îtîrazê, dem û mercî tê nîşandan.

(2) Kesên ku mafê serlêdanê li rêyên qanûnî heye, dikarin di nav du hefteyan de li dijî biryarên ku li gorî fıkra yekemîn ji aliyê dozgeriyên komarê ve hatine dayîn, li dadweriya ceza ya aştiyê serî lê bidin. Li dijî biryarên dadgehê yên derengxistina dadgehkirinê yên li gorî fıkra yekemîn jî dikarin di nav du hefteyan de îtîraz bikin.

(3) Lêkolînên ku dê li ser sûcên ku berî weşandina biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî di Rojnameya Fermî de hatine kirin û di navbera xala 1ê de ne û piştî vê dîrokê tên destpêkirin, bi destûra Desteya Ewlehiya Neteweyî ve girêdayî ne. Tedbîrên parastinê û dosyeyên di lêkolîna rêya qanûnî de.

XAL 4 – (1) Tedbîrên parastinê yên girtin û kontrola dadgehî yên ku li ser sûcên ku li gorî xala 3yan biryara derengxistinê dê li ser wan were dayîn, ji aliyê dadwer an dadgeha xwedî desthilatî ya qonaxa lêkolîn an dadgehkirinê û dadgeha herêmî ya dadwerî an jî daîreya ceza ya têkildar a Dadgeha Bilind ve têne nirxandin û heke şertên wê hebin, biryara rakirina van tedbîran tê dayîn.

(2) Li ser dosyeyên ku di lêkolîna îstînaf an temyîzê de ne û bi sûcên ku li gorî xala 3yan biryara derengxistinê dê li ser wan were dayîn ve girêdayî ne, biryara betalkirinê tê dayîn.Tomarkirina biryarên derengxistinê û dîsa kirina sûc.

XAL 5 – (1) Biryarên derengxistinê yên ku li gorî xala 3yan têne dayîn, di pergaleke taybet de têne tomarkirin. Ev tomar dikarin tenê dema ku bi lêkolîn an dadgehkirinekê ve girêdayî ji aliyê dozgeriyên Komarê, dadwer an dadgehê ve werin xwestin, ji bo armanca ku di fıkra duyemîn de hatiye diyarkirin, werin bikaranîn.

(2) Heke di dema derengxistinê de, ji dîroka biryara derengxistinê ve, yek ji sûcan were kirin, biryara derengxistinê tê rakirin û lêkolîn û dadgehkirin berdewam dike. Di rewşa mehkûmiyetê de, cîbicîkirina cezayê li gorî xala 6an nayê derengxistin û hemû encamên hukmên mehkûmiyetê çê dibin. Heke dema diyarkirî bê sûckirin derbas bibe, biryara ku ne hewce ye dadgehkirin were kirin an jî biryara ketina dadgehê tê dayîn. Derengxistina cîbicîkirina hukmên mehkûmiyetê.

XAL 6 – (1) Bi şerta ku saziyên ewlehiyê destnîşan bikin ku hebûna fiilî ya rêxistinê bi dawî hatiye û hemû çek û cebilxaneyên di bin kontrola wê de teslîm kiriye û biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî ya ku vê destnîşankirinê pejirandiye di Rojnameya Fermî de weşandiye, ji bilî kesên ku ji ber sûcê kuştina bi qestî ya di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de hatine mehkûmkirin û kesên ku ji ber sûcên berî 1/6/2005 hatine kirin cezayê girtîgehê ya jîyanî an jî girtîgehê ya jîyanî ya girantir li ser wan hatiye birîn, ji bo sûcên di navbera xala 1ê de:

a) Cîbicîkirina cezayên kesên ku bi tevahî 15 sal an kêmtir cezayê girtîgehê li ser wan hatiye birîn, bi 5 salan,
b) Cîbicîkirina cezayên kesên ku bi tevahî pênzdeh sal an kêmtir cezayê girtîgehê li ser wan hatiye birîn, bi pênc salan,
b) Cîbicîkirina cezayên kesên ku bi tevahî ji pênzdeh salan zêdetir cezayê girtîgehê an jî cezayê girtîgehê ya jîyanî an jî girtîgehê ya jîyanî ya girantir li ser wan hatiye birîn, bi deh salan,bi biryara dadwerê cîbicîkirinê tê derengxistin. Sepandina vê fıkrayê cîbicîkirina biryarên mûsadereyê asteng nake. Di dema derengxistinê de dema parastina cezayê naxebite.

(2) Li dijî biryarên derengxistinê yên ku li gorî fıkra yekemîn ji aliyê dadwerê cîbicîkirinê ve hatine dayîn, dikare îtiraz were kirin.
(3) Biryarên derengxistinê yên ku li gorî fıkra yekemîn têne dayîn, di pergala ku li gorî fıkra yekemîn a maddeya 5an hatiye damezrandin de têne tomar kirin. Ev tomar dikarin tenê dema ku bi lêkolîn an dadgehkirinekê ve girêdayî ji aliyê dozgerê Komarê, dadwer an dadgehê ve werin xwestin, ji bo armanca ku di fıkra çaremîn de hatiye diyar kirin, werin bikar anîn.
(4) Heke di dema derengxistinê de, ji dîroka biryara derengxistinê ve, yek ji sûcên terorê were kirin, dadwerê cîbicîkirinê biryara derengxistinê radike û biryara berdewamkirina cîbicîkirina cezayê dide. Heke dema diyarkirî bê sûckirin derbas bibe, cezayê dayî wekî hatî cîbicîkirin tê hesibandin. Şopandina biryarên derengxistinê ji aliyê serdozgeriyên Komarê ve tê kirin.Şopandin, hevkarî û sepandin.

XAL 7 – (1) Şopandin û nirxandina sepandina çalakiyên di navbera vê Qanûnê de; piştî weşandina Qanûnê di Rojnameya Fermî de, ji aliyê Desteya Ewlehiya Neteweyî ve tê kirin ku di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de, Wezîrê Dadê, Wezîrê Karûbarên Derve, Wezîrê Karûbarên Navxweyî, Wezîrê Parastinê, Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê, Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlehiya Neteweyî pêk tê. Heke hewce be, Desteya Ewlehiya Neteweyî dikare komîsyonên jêrîn damezrîne, nûnerên wezaret, sazî û damezrandinan û kesên pêwîst ji bo civînên Desteyê û komîsyonan bixwîne.
(2) Komîte dikare ji bo pêşdebirina pêvajoyê li cem rêxistinê, di komîsyonên jêrîn de wezîfedar bike.
(3) Piştî weşandina biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî ya ku di xala 1ê de hatiye diyarkirin di Rojnameya Fermî de, li gorî armanc û çarçoveya vê Qanûnê; li gorî raporta çavdêriyê ya tasfiyekirina temam a rêxistinê, dikare bi demsalî ji aliyê Desteya Ewlehiya Neteweyî ve nirxandin were kirin. Heke Komîte pêwîst bibîne, dikare li ser rêkûpêkkirinên dadgehî, îdarî û qanûnî daxwazê bike.
(4) Biryarên derengxistinê yên ku li gorî vê Qanûnê têne dayîn, piştî weşandina biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî ya ku di xala 1ê de hatiye diyarkirin di Rojnameya Fermî de, bi demsalî ji aliyê Desteyê ve têne nirxandin û heke pêwîst were dîtin;
(a) Rakirina hemû encamên bêparbûna mafan a ji ber lêkolîn û dadgehkirinan, ji dadweriya ceza ya aşitiyê an dadgehê,
b) Rakirina hemû encamên bêparbûna mafan a ji ber hukmên mehkûmiyetê, ji dadweriya cîbicîkirinê,ji aliyê Desteyê ve tê xwestin. Li ser daxwazê, merciyê têkildar biryar dide. Li dijî van biryaran dikare îtiraz were kirin. Ji bo ku li gorî benda vê fıkrayê daxwaz were kirin, ji bo biryarên derengxistinê yên pênc salî divê du sal û ji bo yên deh salî divê sê sal ji dîroka biryarê ve derbas bûbe.
(5) Komîte bi awayekî birêkûpêk Meclîs li ser xebatên xwe agahdar dike. Ji aliyê Serokatiya Meclisê ve, ji bo şopandina çalakiyên di navbera vê Qanûnê de, Komîsyona Şopandinê tê damezrandin. Komîsyona Şopandinê çalakiyên di navbera vê Qanûnê de dişopîne û dikare pêşniyaran bike.
(6) Xizmetên sekreteryayê yên Desteya Ewlehiya Neteweyî ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê ve tên pêkanîn. Teslîmkirina çek û malzemeyan.

XAL 8 – (1) Çek, cebilxane, alav, amûr, madeyên teqemenî û her cure malzemeyên ku endamên rêxistinê yên di navbera vê Qanûnê de bi xwe re anîne an jî îlan kirine, tên tomarkirin.
(2) Usûl û esasên sepandina vê xalê, bi wergirtina nêrîna saziyên ewlehiyê, ji aliyê Wezareta Karûbarên Navxweyî û Wezareta Parastin ve tên diyarkirin.

XAL 9 – (1) Hukmên vê Qanûnê, piştî weşandina biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî ya ku di xala 1ê de hatiye diyarkirin di Rojnameya Fermî de, di nav şeş mehan de yên ku bi nivîskî li serdozgeriyên Komarê yên cihê xwe an jî saziyên ku ji aliyê Desteyê ve hatine wezîfedarkirin daxwaz dikin ku ji hukmên vê Qanûnê sûd werbigirin, tên sepanandin. Wezîfe û berpirsiyarî.

XAL 10 – (1) Wezîfeyên ku di navbera vê Qanûnê de hatine dayîn, ji aliyê sazî û damezrandinên giştî yên têkildar ve bi lez tên pêkanîn.
(2) Kesên ku wezîfeyên di navbera armanc û çalakiyên vê Qanûnê de pêk tînin, ji ber van wezîfeyên xwe berpirsiyariya hiqûqî, îdarî an jî cezayî nagİrin.

XAL 11 – (1) Ev Qanûn di dîroka weşandina xwe de dikeve meriyetê.

XAL 12 – (1) Hukmên vê Qanûnê ji aliyê Serokkomar ve tên cîbicîkirin.

Îranê li Herêma Kurdistanê êrişî baregeha Komeleyê kir

Îro(8ê Tebaxê) Îranê bi dronên xwekuj êrişî baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê kir.

Fotograf: Rûdaw

Êrişên Îranê ên li ser Herêma Kurdistana Iraqê didomin. Îranê vê siba bajarê Silêmaniyê êrişî baregehên partiyên Rojhilatê kir.

Li gorî nûçeya Rûdawê du berpirsên pilebilind ên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand ku vê sibehê li nêzîkî Zirgiwêzê û li Kampa Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê bi 4 dronan êrişî wan hatiye kirin.

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî weha gotiye:

“Derdora saet 04:00ê sibehê, xaniyê endamekî ofîsa me ya siyasî ya li Banegewreyê ya nêzîkî Zirgiwêzê bi 2 dronan hat armancgirtin.”

Emced Husên Penahî diyar kir ku di êrişê de zerereke mezin a madî gihîştiye xaniyê wî lê ji ber ku xanî vala bûye ti ziyanên canî çênebûne. Penahî her wiha da zanîn ku vê sibehê bi 2 dronên din êrişî Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê jî hatiye kirin.

Li Sûrdaşê 3 partiyên Rojhilatê hene ku navê “Komele” bi kar tînin. Yek ji wan jî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Aram Muderesî jî gotiye ku ew cihê li Sûrdaşê hatiye armancgirtin li ba wan bûye. Muderesî eşkere kir ku ji bilî zerera madî ti ziyanên canî çênebûne.

Ji 28ê Sibatê ve bi hincetên cuda zêdetirî 960 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Di van êrişan de 32 kes canê xwe ji dest dane û 154 kes jî birîndar bûne. Di nav wan kesan de 19 Pêşmergeyên 5 partiyên Rojhilatê hene.

SOHR: “Leşkerên Tirk di neh mehan de 9 sivîlên Sûriyeyî kuştin”

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka sala 2026an ve leşkerên Tirkiyeyê bûne sedema mirina 9 sivîlan û birîndarbûna 41 kesan.

Sînorê Tirkiye û Sûriyeyê, Foto: Wikipedia, (William John Gauthier)

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di daxuyaniyekê de ragihand ku di meha Tîrmeha 2026an de, leşkerên Tirkiyeyê bûne sedema mirina du sivîlên sûriyeyî û birîndarbûna 27 kesan.

Li gorî daxuyaniya SOHRê sivîlên sûriyeyî hewl dane bi awayekî neqanûnî derbasî axa Tirkiyeyê bibin û leşkerên Tirkiyeyê gule bera wan dane yan jî ew îşkence kirine.

Saziyê diyar kiriye ku, li herêma Reqayê 11 kes birîndar bûn, li Hesekê yek kes hat kuştin û 16 kes birîndar bûn, li Helebê jî yek kes hat kuştin.

SOHRê diyar kiriye ku ji destpêka sala 2026an ve leşkerên parastina sînor ên Tirkiyeyê bûne sedema mirina 9 sivîlan û birîndarbûna 41 kesan.

Li gorî agahiyan, ji destpêka salê ve, li Hesekê 2 kes hatin kuştin û 16 kes birîndar bûn, li Reqayê 2 kes hatin kuştin û 24 kes birîndar bûn, li Helebê 5 kes hatin kuştin.

SOHRê di daxuyaniya xwe de bang kir ku êrişên li dijî sivîlên li ser sînor rawestin û rêz li mafên mirovî û standardên navneteweyî yên parastina sivîlan were girtin.

SOHRê her wiha bikaranîna hêza zêde li dijî sivîlên ku hewl didin sînor derbas bikin şermezar kir û daxwaz kir ku hemû kesên berpirsiyarê binpêkirinên li dijî sivîlan in, bila li gorî qanûnan werin lêpirsîn.

Sînorê Sûriye-Tirkiye: Binpêkirinên mafên mirovan (2014–2026)

Bûyerên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û çavdêrên serbixwe ve hatine belgekirin

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka sala 2026an ve leşkerên parastina sînorê Tirkiyeyê bûne sedema mirina 9 sivîlan û birîndarbûna 41 kesan.
2014
Zarokê 14 salî li Qoserê hate gulebarankirin
Dema ku malbatek sûriyeyî ji Şamê reviyabû û dixwest ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê derbasî Tirkiyeyê bibe, ji ber gulebarana li ser wan kurê wan ê 14 salî ji piştê serê xwe birîndar bû.
Çavkanî: Bianet
2014
Saada Darwich li sînorê Cizîrê hate kuştin
Di dema hewildana derbasbûna ji Derika Rojava ber bi aliyê Tirkiyeyê ve de, Saada Darwich a 28 salî di encama gulebaranê de li ber çavên zarokên xwe can da.
Çavkanî: Bianet
2016
HRW: 5 kes hatin kuştin, 14 kes birîndar bûn
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya sala 2016an de ragihand ku di mehên Adar û Nîsanê de hêzên parastina sînorê Tirkiyeyê gule bera sivîlên sûriyeyî dane.
Çavkanî: Human Rights Watch
2016
SOHR: 8 sivîl, di nav de 4 zarok, hatin kuştin
SOHRyê ragihand ku di dema revîna sivîlan ji şerên Minbicê de 8 kes, di nav de 4 zarok, li ser sînor hatin kuştin. Koalîsyona Neteweyî ya Sûriye jî hejmara miriyan 11 ragihand.
Çavkanî: SOHR
2018
HRW: Gulebaran, muameleya xirab û vegerandin
HRWyê di rapora xwe de derbarê gulebarana li dijî kesên ku dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin, muameleya xirab û vegerandina zorê de belge dan.
Çavkanî: Human Rights Watch
2023
HRW: 234 sivîl mirin, 231 birîndar
Li gorî daneyên ku HRW bikar anîn, di navbera 2015 û Nîsana 2023an de bi kêmanî 234 sivîl hatin kuştin û 231 kes birîndar bûn.
Çavkanî: Human Rights Watch
2023
SOHR: Parêzerê sûriyeyî li sînor hate kuştin
SOHR ragihand ku parêzerekî sûriyeyî ku dixwest ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bibe, ji ber gulebarana parastina sînorê Tirkiyeyê mir.
Çavkanî: SOHR
2026
Rojnamevan Nujan Mala Hassan hate gulebarankirin
Li gorî Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ), rojnamevan Nujan Mala Hassan dema ku protestoyên li ser sînor dişopand, ji ber guleya rast hate birîndarkirin.
Çavkanî: IFJ
2026
SOHR: 9 mirî, 41 birîndar
SOHR ragihand ku ji destpêka sala 2026an ve 9 sivîl hatine kuştin û 41 kes jî birîndar bûne. Rêxistinê bang kir ku bikaranîna hêza zêde li dijî sivîlan were rawestandin.
Çavkanî: SOHR
Hejmarên sereke
234
Sivîlên kuştî (HRW)
231
Birîndar (HRW)
9
Kuştî di 2026an de (SOHR)
41
Birîndar di 2026an de (SOHR)
Çavkanî: Human Rights Watch (HRW), Suriye İnsan Hakları Gözlemevi (SOHR), International Federation of Journalists (IFJ), Bianet.Ev hejmar li gorî rapor û daxuyaniyên van saziyan hatine dayîn.

Şaredariya Stenbolê kurdî jî li xizmetên ALO 153yê zêde kir

Navenda Çareseriyê ALO 153 ya ÎBBê ku beriya niha bi zimanên Tirkî, İngilîzî, Erebî xizmetê dida, zaravayê kurmancî ye kurdî jî li zimanên xizmetê zêde kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê(İBB) şêwezarê kurmancî yê kurdî jî li xizmetên xwe yên pirzimanî zêde kir.

Navenda Çareseriyê ya ALO 153 ya girêdayî Serokatiya Daîreya Têkiliyên bi Gel re ye heta niha bi zimanên Tirkî, Ingilîzî û Erebî xizmetê dida welatiyan.

Her weha ji îro û pê de Navenda Çareseriyê ALO 153 dê bi zarevayê kurmancî yê kurdî dê xizmetê bide Kurdan.

Her roj hezaran welatî û şêniyên li Stenbolê dijî bêyî ku biçin li avahiyê Şaredariyê xeta ALO 153 digerin, gilî, daxwaz û pêşniyarên xwe ji reyedaran re radigihînin. Ji îro û pêde welatiyên Kurd jî dê bikaribin ji xizmetên şaredariyê bi zimanê xwe sûdê bigirin.

Di qonaxên berê de jî ev mijar ketibû rojeva Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

PKK: “Heta Rêber Apo bi xwe pêvajoyê birêve nebe, ne mimkun e ku qanûna derdikeve were bicîanîn”

Rêveberiya Tevgerê derbarê qanûna ku derdikeve de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Weke ku me berê jî gelek caran diyar kiriye, em ê nêzîkatî û helwesta xwe ya bingehîn piştî dîtina qanûnê diyar bikin.”

Rêveberiya Tevgerê derbarê qanûna ku derdikeve û naveroka wê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêvebiriya Tevgerê diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekeve dewrê û pêvajoyê ew bi xwe bi rê ve nebe, biryarên hatine girtin û pêwîstiya qanûnan bê derxistin, nikare bi cih werin.

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê weha ye:

“Nîqaşên li ser qanûna kokê ku paşeroja gelên Tirkiyeyê eleqedar dike bi şêweyên cuda dewam dike û li nava raya giştî jî belav dibe. Dema mirov bala xwe didin ser nîqaşan û agahiyên ji çavkaniyên vekirî belav dibin, di mijara nêzîkatiya cidî ya li ser vê qanûnê de dikevin nava fikaran.

Rêber Apo di hevdîtina 20ê tîrmehê de destnîşan kiribû ku qanûna bê derxistin divê sivik, teng nebe, divê ne bi wî şêweyî be ku xizmetê ji siberojê re neke û li gorî hesasiyetên herdu aliyan bê amadekirin. Ji ber ku tê hêvîkirin ev qanûn ji bo bidawîkirina qutbûna sed salî ya navbera gelê Kurd û dewleta Tirk bibe gaveke girîng. Lewma girîng e qanûn xwedî wê taybetmendiyê be ku aştiyê ji xwe re bike armanc.

Weke ku li her devera cîhanê bû, aştî beriya her tiştî ji ziman dest pê dike. Ji bo rêxistineke ku xwe fesix kiriye û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kiriye bikaranîna têgehên ‘teror’, ‘rêxistina terorê’ ji destpêkê ve vê pêvajoya li ser siberoja gelên me dixe nava pirsgirêkan. Hîn ji destpêkê ve hesasiyet li ber çavan nayê girtin. Bi kurtasî ji bo pêvajo bi pêş ve biçe gelekî girîng e ku ziman, pênase û naverok li gorî armanca wê be.

Bêguman dema mijar çareserkirina şer be, gavên alî biavêjin divê maqûl û bicihanînê de bin. Rêber Apo û Tevgera me di vê mijarê de baldar e. Eger pêvajo wê ne mijûlkirin lê çareserî be, hingî nêzîkatî jî divê bi vî rengî be.

Weke Tevgera Azadiyê me destnîşan kir ku ji bo pêwîstiyên banga aştî û civaka demokratîk bi cih bê anîn divê Rêber Apo karibe bi rola xwe rabe. Me di her firsendê de anîn ziman ku ji bo vê jî divê statuya Rêber Apo diyar be û azadiya wî pêk were. Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê û vê pêvajoyê bi xwe bi rê ve nebe, nepêkan e ku biryarên hatine wergirtin û pêwîstiyên qanûna bê derxistin bi cih bêne anîn.

Di mijara statuya Rêber Apo de Devlet Bahçelî gotibû, divê bibe koordînatorê aştî û siyasîbûnê. Di nîqaşên li Îmraliyê de jî hatibû qebûlkirin ku Rêber Apo bibe koordînatorê aştî û siyasîbûnê, di bicihanîna qanûna bê derxistin de rola Rêber Apo hatibû diyarkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên vekirî hatin belavkirin, eger statuya Rêber Apo di qanûnê de li ber çavan neyê girtin, hîn ji destpêkê ve wê li pêşiya pratîkbûnê bibe asteng. Ji ber vê yekê girîng e ku statuya Rêber Apo zelal bibe ku muxatab û muzakerevanê sereke ye.

Li aliyê din, li gorî ruhê vê pêvajoyê nîne ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê di asta bêçekbûnê de bê nîşandan. Bilêvkirina qanûna kok an jî qanûna çarçoveyê tê wê wateyê ku piştî vê qanûnê wê qanûnên din bêne derxistin û gav bêne avêtin. Ji ber vê yekê eger bê destnîşankirin ku qanûna bê derxistin wê qanûna kokê be, pêvajo wê piştre bi qanûnên demokratîkbûnê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêvajo bê pêşvebirin, wê dilê gelên Tirkiyeyê rehet bibe û baweriya bi pêvajoyê zêde bike.

Weke ku me beriya niha gelek caran destnîşan kir, em ê nêzîkatiya xwe ya esasî piştî dîtina qanûnê diyar bikin. Bêguman eger qanûn erênî be em ê bêhtir teşwîq bikin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê di meha Sibatê ya 2025an de, bi banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kir. Her weha di Gulana 2025an de, PKKê kongreya xwe li dar xist û biryara hilweşandina rêxistinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ragihand. Di 11ê Tîrmeha 2025an de, weke temsîlî komeke endam û rêvebirên PKKê merasîmek li dar xist û çekên xwe şewitandin. Piştî vê li Meclîsê komîsyoneke taybet ji bo çavdêrîkirina pêvajoyê û derxistina qanûnan ava bû. Ev demeke lê bendê ne di çarçoveya pêvajoyê de qanûnek were derxistin.”

Lîstika “Peyv Link” li benda kurdîhezan e: 200 hezar peyvên kurdî li xwe digire

Lîstika peyvan a kurdî ‘Peyv Link’ ku zêdetirî 200 hezar peyvan li xwe digire li ser Google Playê li benda kurdîhezan e.

Lîstika peyvan a dîjîtal “Peyv Link” ku wekî versiyona kurdî ya lîstika navdar Scrabble hatiye amadekirin, di platforma Google Playê de li benda lîstikvanan e.

Lîstika ku di ferhenga wê de zêdetirî 200 hezar peyvên kurdî û wateyên wan cih digirin. Bikarhêner dikarin di lîstikê de hem li dijî hişê çêkirî (AI) hem jî bi awayekî online bibin hevrikên lîstikvanan.

Ji bo hişê kurdewar pratîkek baş

Peyv Link tenê wekî lîstikeke peyvan namîne; di heman demê de ji bo xurtkirina hişî û pêşxistina hişmendiya zimanê zikmakî wekî pratîkek zihnî ye. Girêdanên ku di navbera peyvên kurdî de tên çêkirin, ferhenga lîstikvanan bi awayekî sîstematîk fireh dike û hişê wan çalak dihêle.

Bikarhênerên ku dixwazin lîstikê li ser amûrên xwe yên mobîl bar bikin, dikarin di Google Playê de peyva “Peyv” an jî “Peyv Link” binivîsin û lîstikê daxin.

*Çavkanî: Ajansa Welat

Abdullah Ocalan: Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf

Li gorî daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye û gotiye, “Biryardariya me ya ji bo avêtina gavên li ser bingehê ruhê banga 27ê Sibatê û çareserkirina pirsgirêkê di nav hiqûqa xwişk û biratiyê de berdewam dike.”

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Pervin Buldan, Mithat Sancar û Ozgur Faik Erol, piştî hevdîtina 5 saetan a di 20ê Tîrmehê de ku li Girava Îmraliyê bi Ocalan re kiribûn, daxuyaniyek dan.

Heyetê hevdîtina xwe ya herî dawî di 24ê Gulanê de bi Abdullah Ocalan re kiribû. Di wê hevdîtinê de jî nîqaşên li ser “qanûna çarçoveyê” hatibûn kirin.

Ocalan di 27ê Sibata 2025an de ji bo PKKê banga danîna çekan kiribû.

PKKê di Gulana 2025an de ragihandibû ku wan xwe fesix kiriye û di Tîrmeha 2025an de jî merasîmeke sembolîk a şewitandina çekan li dar xistibû.

Di peyama nû ya Ocalan de hatiye gotin ku “Êdî dema wê hatiye ku li gorî hesasiyetên her du aliyan zemînekî qanûnî bê amadekirin.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye û gotiye, “Piştî demeke dirêj me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Di civînê de mijarên; bûyerên siyasî yên li herêmê, avakirina civaka demokratîk, qonaxa heyî ya pêvajoya aştiyê û rê, rêbaz û şêweyê qanûna çarçoveyê bi berfirehî hate nirxandin.”

Li gorî daxuyaniyê Ocalan ev nirxandin kiriye:

“Biryardariya me dewam dike ku li gorî ruhê banga 27’ê Sibatê gavê biavêje û pirsgirêkê di nava hiqûqa xwişk û biratiyê de çareser bike. Em li ber wê qonaxê ne ku hevgirtin û tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk derbasî ser zemîneke hiqûqî bikin ku ev tifaq li Anatoliyê heqîqeteke dîrokî ye û di hemû qonaxên krîtîk de ji hev cuda nebû. Heqîqeta ‘Eger tu Kurd ji Tirk cuda bike Kurd namîne, eger tu rabe Tirk ji Kurd cuda bike Tirk namîne’ afirandina hiqûqa wekheviyê û jiyaneke hevpar ferz dike.

Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin ku hesasiyeta aliyan li ber çavan digire. Em zanibin ku vekirina vê rêyê ya bi sebir firsendeke dîrokî ye nêzîkatiyên ji rêzê, sivik, teng û xizmetê ji paşerojê re nakin biterikînin û bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Di çarçoveya rapora ku Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li TBMM’ê hate amade kir, ji bo pêvajoyeke qanûnî û hiqûqî destpê bike, ji bo şer û çek bi temamî ji dewrê bêne derxistin, ji bo rûpeleke nipînû bê vekirin çi ji destê kê tê divê bike.

Tifaqa Kurd-Tirk kevirê esasî yê paşeroja hevpar a Anatoliyê ye. Di her gava ku bê avêtin de divê em çanda vê xakê ji xwe re bikin esas. Pêkan e ku bi sererastkirinên qanûnî ev tifaq bi garantiya hiqûqî bê mayindekirin û li komareke demokratîk bi rengekî azad û wekhev bijîn. Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf.

Dîrok firsendekê dide me ku em jiyaneke hevpar ava bikin, di nava edalet û wekheviyê de rûpelekî nipînû vekin. Baweriya min tam e ku em ê bi hev re vê firsendê bi kar bînin, binirxînin.”

Di dawî ya daxuyaniyê de heyetê weha gotiye:

“Weke heyet em vê banga dîrokî ya Birêz Ocalan dîrokî dibînin û careke din destnîşan dikin ku em bi biryar in ku di serî de Meclîs bi hemû saziyên pêwendîdar re diyaloga çêker dewam bikin, pêvajoyê ji bo wergirtina encamê bi pêş ve bibin û li ser bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê bigihêjin çareseriyeke mayinde.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.