Doza Gulistan Dokuyê: Hevjîna walî Sonel jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin

Di nav kesên ku hatin desteserkirin de 3 doktor, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 karmendên berhevkirina daneyan, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, xwediyê şîrketa teknolojiyê ku tê îdiakirin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan hene.

Di lêpirsîna xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê de operasyonek nû pêk hat. Di encama operasyonê de 15 kes hatin desteserkirin.

Di nav kesên ku hatin desteserkirin de 3 doktor, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 karmendên berhevkirina daneyan, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, xwediyê şîrketa teknolojiyê ku tê îdiakirin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan hene.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê bi rê ve dibin de li Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbolê û Dêrsimê operasyonên hemwext hatin kirin.

Di serdegirtinên malan de di nav kesên hatine desteserkirin 3 doktor, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 karmendên berhevkirina daneyan, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, xwediyê şîrketa teknolojiyê ku tê îdiakirin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî hene.

Li gorî nûçeya Ajansa Welat kesên hatine desteserkirin birine rêvebiriyên emniyetan.

Çi bûbû?

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû di 5ê Kanûna Paşiya 2020an de venagere wargeha ku lê dimîne.

Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynin serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.

Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.

Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.

Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.

Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.

Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.

Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.

Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.

Serdozger Ebru Cansu ya ku di sala 2024an de li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê hatibû erkdarkirin, dosye ji nû ve vekir.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine, di destpêka vê salê de şahidekî nepen li dijî kurê walî îfade daye û lêpirsîn li ser vê geşedanê kûr bûye. Her weha çapemeniyê nivîsîbû ku şahedê nepen gotiye, kurê walî tecawiz li Gulistan Dokuyê kiriye û piştre bi çekê kuştiye.

Li ser vê geşedanê, dozgeriyê derbarê gelek navan de biryara desteserkirinê da. Bi fermana dozgeriyê di 13ê Nîsana 2026an de li heft bajaran bi awayekî hemwext operasyon hatin kirin.

Wezîrê Dadê Akın Gurlekê ku di Sibata 2026an de dest bi wezîfeyê kir, got ku “divê heta dawiyê lêpirsîn bê kolandin.” Di dema windabûna Dokuyê de Suleyman Soylu wezîr bû. Piştî wî Ali Yerlikaya hatibû tayînkirin.

Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.

Kesên hatin desteserkirin ev in:

Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li gelek bajaran hatin bibîranîn

Ji bo 33 kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de can dane, li Navenda Çandê ya Amarayê bernameya bîranînê pêk hat. Her weha li Amed, Stenbol, Enqere, Hatay, Dersim û gelek bajarên din komkujî hate bibîranîn.

Fotograf ve video: Niha+

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê di 11em salvegera xwe de li gelek bajaran hate bibîranîn.

Di 20ê Tîrmeha 2015an de li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), li bajarên cûda 300 ciwan ji bo alîkariya mirovî û pêlîstokên zarokan bibin Kobaniyê, berê xwe dan Rihayê. Dema ciwanan li Pirsûsê, li Navenda Çandê ya Amarayê civîneke çapemeniyê li dar xist, êrîşeke bombeyî pêk hat û di encama êrîşê de 33 ciwan mirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Bajarên ku îro lê bîranîna komkujiyê lê hat kirin ev in:

Riha

11em Salvegera Bîranîna Komkujiya Pirsûsê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li ber Navenda Çandê ya Amarayê ya li navçeya Pirsûsa Rihayê pêk hat. Di bîranînê de birîndarên komkujiyê, nûnerên SGDFê, ESPê, Platforma Saziyên Demokratîk, Cîgirê Serokê Koma Partiya DEMê Sezaî Temellî û gelek welatî amade bûn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî di bîranînê de axivî û bal kişand ser Şoreşa Rojava û wiha got:

“33 rêwiyên me yên xeyalan dixwestin biçin Kobanê û ji zarokan re pêlîstok û şekir bibin. Lê rasterast bûn armanca komkujiyê. Di wê demê de dayikekê gotibû ‘Xwezî li şûna wan em bimirana, em fêrî êşê bibûn lê wan êş nedîtibû.’ Ev gotin bi xwe nîşaneya biratiya gelan e. Em ê têkoşîn û xeyalên wan pêk bînin.”

Li ser navê SGDFê Aslı Demîr jî diyar kir ku beriya 11 salan ji bo avakirina Kobanê ketine rê û ev tişt anî ziman:

“Rêwîtiya wan ji bo biratiya gelên Kurd û Tirkiyeyê bû. Berpirsyarê vê komkujiyê dewlet e ku beriya teqîna bombeyan astengî çênedikir. Qatil hîn nehatine darizandin. Îro şahidên Pirsûsê salvegera komkujiyê li zindanan pêşwazî dikin. Em ê şehîdên xwe çi li zindanan çi li derve bînin ziman.”

Endamê MKYya ESPê Okan Daraci da zanîn ku ew daxwaza aştiyeke adil, wekhev û demokratîk dikin û wiha got: “Li vê baxçeyî xeyalên me veşartî ne. Daxwaza gelan a ji bo azadî û aştiyê qetil kirin. Lê em bin neketin. Aştiyeke ku li ser teslîmiyetê bê ferzkirin em qebûl nakin.”

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku Kobanê hêviya gelan bû û ev tişt vegot: “Hêzên tarî û barbar hevalên me li vir qetil kirin. Rêya wan rêya demokrasiyê, sosyalîzmê û komara demokratîk e. Ji bo pêkanîna xeyalên 33 rêwiyên xeyalan em ê têkoşîna xwe hîn bêtir bilind bikin.”

Amed

Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) cangoriyên Komkujiya Pirsûsê Veysel Ozdemir û Nazli Akyurek, li ser gorên xwe yên li Goristana Yenîkoyê û Goristana 450 Evlerê yên li Amedê hatin bibîranîn.

Parlamenter û rêveberên DEM Partiyê, rêveberên MEBYA-DERê, nûnerên rêxistinên sosyalîst, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û û malbatên cangoriyan tev li bernameyên bîranînê bûn. Di bîranînan de ji bo cangoriyan rêz hate girtin. Pêşî bernameya bîranînê li ser gora Veysel Ozdemîr a li Goristana Yenîkoyê pêk hat. Paşê jî bernameya bîranînê li ser gora Nazli Akyurek a li Goristana 450 Evlerê pêk hat. Di her du bernameyan de jî axaftin hatin kirin.

Endamê SGDFê Devrîm Altinkaynak axivî û wiha got: “Sosyalistên welatparêz ji aliyê AKPê ve bi destê DAIŞê hatin qetilkirin.” Devrîm Altinkaya qala armqanca ciwanan kir û destnîşan kir ku ev ciwanên çepgir û şoreşger di oxira ku di navbera gelê Kurd û Tirk de bibin pir canê xwe ji dest da.

Paşê Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz jî axivî û komkujiyên 5ê Hezîranê û 10ê Cotmehê ji bir xist û wiha got: “Bi êrişan pêşiya aştiyê girtin. Ji bo hestên ciwanan em bi cih bînin, ev pêvajo dema wê ye. Divê em li gorî ruhê demê xeyalên qurbaniyan bicih bînin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî diyar kir û got: “Heta ku hemû komkujiya neyên zelalkirin, ew hêzên li pişt wan komkujiyan neyên darizandin, aştiyek mayînde nayê ser vê axê. Demildest em daxwaz dikin ku hemû hêzên li pey van komkujiyan derkevin holê û kujer bên cezakirin.”

Stenbol

33 kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de canê xwe ji dest dabûn, li Kadıkoya Stenbolê hatin bibîranîn. Di bîranînê de ji malbatên Pirsûsê Bayram Boyraz û Ali Sadet, Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfin Polat û Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Kezban Konukçu axavîn. Peyamên ji girtîgehan hatibûn yên parêzera Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalet Sezin Uçar, Ugur Ok û Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan(ESP) Hatice Deniz Aktaş û Murat Çepni di bîranînê de, hatin xwendin.

Daxuyaniya bi sernavê “Ji bo Pirsûsê Adalet, Ji bo Her Kesî Adalet” ku li ser navê Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatibû amadekirin, ji aliyê Merve Nur İşleyici ve ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bûbû, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Beriya 132 mehan, bi sedan kes ku piranî xwendekarên zanîngehê bûn û ji bo avakirina bajarekî wêranbûyî keti bûn rê, li navçeya Pirsûsa Rihayê ku ji bo bêhnvedanê rawestiyan bûn, bûn armanca êrîşa bombeyî ya xwekujî ku ji aliyê DAİŞê ve hat encamdan. Di vê êrîşê de 33 rêwiyên me yên xeyalan nemir bûn û bi sedan hevalên me birîndar bûn. Di nav van 11 salên derbasbûyî de, di serî de Halitaga, bajar bi bajar, kolan bi kolan û qad bi qad me ji têkoşîna xwe ya adaletê bîhnokekê jî paşde gav neavêt. Ev 11 sal in em heman pirsan dipirsin, heman daxwazan tînin ziman û 33 rêwiyên xwe yên xeyalan bi bîr tînin. Lê tevî van hemû salan, ji bo ronîkirina Komkujiya Pirsûsê yek gava bi tenê jî nehatiye avêtin. Çawa ku kujer û berpirsiyarên rastî nehatin derxistin holê, di dirêjahiya doza komkujiyê de ti daxwazên ku me wekî malbat û parêzer anîn ziman nehatin qebûlkirin. Wekî din di dawiya 11 salan de daxwaza me ya adaletê wekî suç hat dîtin; bi hincê ‘heqaret li dadgehê hatiye kirin’ cezayên girtîgehê dan malbatên me.”

Îzmîr

Rêxistinên ciwanan û Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê yên Îzmîrê di 11emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de daxuyaniyek dan û meşek li dar xistin. Di daxuyaniya ku li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê hat dayîn de, pankarta bi nivîsa “Dê tu xewn nîvco nemîne” û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Her wiha gelek caran dirûşmên “Pîrsûsê ji bîr neke, nede bîr kirin”, “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” û “Hesabê Pîrsûsê wê bê pirsîn” hatin berzkirin. Daxuyaniya Înisiyatîfa Malbatên Pîrsûsê Onder Aktaş û daxuyaniya Rêxistinên Ciwanan jî Beliz Karapinar xwend.

Enqere

Hezên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê û Rêxistinên Ciwanan di 11emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de qurbaniyên komkujiyê bibîranîn. Bîranîna li Rêya Yukselê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê pêkhat gelek kes tevlî bûn. Girseyê, bi pankarta li ser wêneyên kesên di komkujiyê de hatine kuştin li kolana Konurê heta cihê bîranînê meşiyan. Di meşe de girsê bê navber dirûşmeyên, “Ji bo Pirsûsê edalet û ji bo hemû kesan edalet”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Kujer ÎŞÎD û hevkar jî dewletê” berzkirin.

Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Giştî yê SYKPê Mertcan Tîtîz ve hat xwendin.

Şirnex

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê cangoriyên komkujiya Pirsûsê li ser gora Hogir Ozkan a li Goristana Eslî hatin bîranîn. Malbata Hogir Ozkan, rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek welatî tev li bîranîna bûn. Destpêka bîranînê ji bo cangoriyên Pirsûsê û hemû cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê bavê Hogir Ozkan, Mehmet Ozkan ku ji ber nexweşiya xwe nekarî tev li bîranînê bibe bi rêya telefonê got ku wan 2015an Hogir Ozkan weke cejnekî şandiye Pirsûsê lê xwînxwaran nehişt zarokên wan pêlîstokan bigehînin destê zarokên Kobanê.

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Ûysal destpêka axaftina xwe de cangoriyên Pirsûsê bi bîr anîn û wiha got: “Beriya 11 salan 33 canên me xistin bin axê, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Wan ji bo aştiyê û zarokên Kobanê berê xwe dabû Pirsûsê. Ev ax êdî ji xwînê têr bûye, divê em ji çar aliyên ve ji bo aştiyê bixebitin ku êdî xwîn nerije. Divê em li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin ku em pêvajoyê bi awayek serkeftî bibin heya serî. “

Hatay

Li navçeya Antakyayê ya Hatayê, ji qurbaniyan Okan Pîrînç li ser gora xwe hate bîranîn. Malbata wî û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antakyayê beşdarî bîranînê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Hatayê Naîm Ozbek axivî û diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê dewam bikin û polîtîkayên înkar û faşîzmê ji holê bêne rakirin. Bîranîn piştî ku qurnefîl li ser gor hate danîn, bi dawî bû.

Dêrsim

Li navçeya Pulur a Dersimê, Çagdaş Aydin li ser gora xwe hate bîranîn. Bavê wî Fethî Aydin li bîranînê axivî û anî ziman ku destnîşan kir ku wê dest ji têkoşînê bernedin. Bîranîn piştî xwendina helbestên li ser Komkujiya Pirsûsê bi dawî bû.

Mêrdîn

Li navçeya Qoser a Mêrdînê Mûrat Yûrtgul û Emrûllah Akhamûr li ser gora xwe hatin bîranîn. Hevserokê Şaxê Mêrdînê yê MEBYA-DER’ê Salîh Kûday li bîranînê axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna cangoriyan dewam bikin. Dayika Mûrat Yûrtgul, Şemsa Yûrtgul jî bi bîr xist ku li gel 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûne berpirsyar hîn nehatine darizandin û anî ziman ku wê lêgerîna xwe ya li edaletê dewam bikin.

Bîranîn piştî ku qunefîl li ser gorên cangoriyan hate danîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Pirsûsê ji bîr neke, nede jibîrkirin” bi dawî bû.

*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya, Ajansa Welat

Îranê êrişî Herêma Kurdistanê kir: 9 pêşmerge mirin

Hêzên Îranê vê sibehê bi zêdetirî 5 dron û mûşekan êrişî Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistana Iraqê kir. Di encamê de 8 pêşmerge mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Her weha Îranê êrişî Kuweyt, Behreynê û Sûriyeyê jî kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê di 28ê Sibata 2026an de li dijî Îranê şer ragihandibûn û dest bi êrişan kiribûn. Li hember êrişên DYAyê û Îsraîlê, weke bersiva van êrişan Îranê jî êrişî baregehên DYAyê yên li welatên Kendavê û Herêma Kurdistana İraqê ne, kir û her weha Îran van êrişan hê jî didomîne.
Di roja yekem a êrîşan de, Rêberê Olî ê Îranê Elî Xameneyî jî di nav de gelek berpirsên payebilind ên Îranê hatibûn kuştin. Amerîkayê êrîşên xwe yên li dijî Îranê wekî “Operasyona Hêrsa Dîrokî” û Îsraîlê jî êrişên xwe wekî “Operasyona Gurandina Şêr” bi nav kir. Îranê jî di bin navê “Operasyona Soza Rastîn-4” de êrişên bersivdayînê da dest pê kirin.
Ji 28ê Sibatê ve ji destpêka şerê DYA û Îsraîlê yê bi Îranê re heta beriya agirbestê bi sedan êriş li dijî Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Di 8ê Nîsana 2026an de Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku wan bi Îranê re bi şertê ku Tengava Hurmuzê bi tevahî jinûve were vekirin, agirbesteke ji bo du hefteyan qebûl kiriye.

Her weha tevî ku agirbest hat ragihandin jî Îranê bi tu awayî êrişên xwe yên li dijî kurdan ranewestan. Ji 28ê Sibata 2026an heta 8ê Nîsanê roja agirbestê Îran û rêxistinên di bin banê wê de bi zêdetirî 700 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistana Iraqê kiribûn. Piştî agirbestê Îranê êrişên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê berdewam kirin.

Mirî û birîndar hene

Li gorî RojNewsê vê sibehê, Îranê bi zêdetirî 5 dron û mûşekan êrişî sînorê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir. Her weha êriş ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hate têkbirin.

Li gorî agahiyan, di saetên vê sibehê de dengê teqînan li sînorê bajarê Helebceyê jî hate bihîstin. Sedema wê bi fermî nehate eşkerekirin, lê tê gotin êriş bi droneyê pêk hatiye.

Her wiha li gorî nûçeya Rûdawê vê sibehê bi dronan êrişî baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê yên li sînorê Rizguwêz a Silêmaniyê ne kirin e û şewat derketiye.

Berpirsekî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand ku ji ber êrişên berê vê sibehê yên li baregeheke wan a li parêzgeha Silêmaniyê, mirî û birîndarên wan hene.

Endamekî Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li ser êrişên bi dron û mûşekan ên li ser kampên wan ji Rûdawê re axivî ye û gotiye:

“Navenda me ya sereke ya li Zirgiwêzeleya Silêmaniyê bi 6 mûşekan hat bombebarankirin û agir pê ket. Li gorî daneyên destpêkê herî kêm 9 şehîdên me hene û îhtimal heye ku ev amar zêdetir bibe. Hejmarek birîndar jî hene lê ji ber ku agir didome dane bi awayekî hûr ne diyar in.”

Îranê êrişî Kuweyt, Behreynê û Sûriyeyê jî kir

Artêşa Kuweytê têkildarî êrişên Îranê ên li ser welatê wan li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

“Parastina asmanî ya Kuweytê niha bersiva êrişên mûşekî û dronî yên dijminane dide ku ji ber destdirêjiyên Îranê derketine holê.”

Li Behreynê bangî welatiyan hat kirin

Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê ragihand ku li welêt sîrenên hişyariyê lê dane. Wezaretê ji bo parastina jiyana wan bangî welatiyan kir ku bi lez herin stargeh û cihên aram. Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku artêşa welatê wan li Behreynê baregeheke asmanî kiriye armanc ku balafir û helîkopterên Amerîkayê lê bûne.

Tehranê jî îdia kiriye ku ev êriş “wekî bersivekê ne ji bo kiryarên dijminane yên dijmin ên li binesaziya bajaran û xelkê bêguneh ê Îranê.”

Sûriye

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan di çarçoveya bersivdayîna êrişa li bajarê Bempûrê yê Sîstan û Belûçistana Îranê de, li Sûriyeyê baregeheke leşkerî ya Amerîkayê kiriye armanc.

Supaya Pasdaran a Îranê li ser êrişa li baregeha leşkerî ya Tenefê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de gelek leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan “ji nişka ve” êrişî navenda fermandariya operasyonên taybet a Amerîkayê ya li herêma Tenefê ya Sûriyeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, ev êriş wekî tolhildana êrişa Amerîkayê ya li baregeheke leşkerî ya artêşê ya li bajarê Bempûrê yê Sîstan û Belûçistanê hatiye kirin ku di wê êrişê de 7 leşker hatibûn kuştin.

Beşa Pêwendiyan a Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku di êrişê de ji bilî têkbirina pergaleke radarê û çend helîkopteran, hejmareke zêde ya leşkerên Amerîkayê jî hatine kuştin.

ÎSÎG: Di 6 mehên destpêkê ên salê de 1063 karker mirine

Meclîsa ISIGê rapora xwe ya Hezîranê weşand. Li gorî raporê di meha Hezîranê de 228 karker mirin e.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora xwe ya meha Hezîrana 2026an weşand.

Li gorî rapora İSİGê di şeş mêhên destpêkê ên sala 2026an de herî kêm hezar û 63 karker di dema karkirinê de mirine. Her weha li gorî raporê tenê di meha Hezîranê de herî kêm 228 karker di dema karkirinê de mirin e.

Di şeş mehên destpêkê yên sala 2026an hejmara karkerên mirine weha ye:

Di meha Kanûna Paşîn de 155, di Sibatê de 129, di Adarê de 149, di Nîsanê de jî 190, di meha Gulanê de 212 û di Hezîranê de 228 karker di dema karî de mirin e.

Di raporê de hatiye gotin ku mirin herî zêde di van beşan de pêk hatine:

Di sektora pîşesaziyê de 75, xizmet 43, avahîsazî 56 û di sektora çandiniyê de jî 54 karker mirine.

Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku karkerên ku di vê mehê de mirine herî kêm 12 jê endamên sendîkayê ne, 216 karker jî endamê tu sendîkayek nebûne.

Li gorî komên temenî dabeşkirina mirinên di dema karî de yên di vê mehê de pêk hatine wiha ye:

  • Di navbera 15-17 salî de 6 karker,
  • Di navbera 18-29 salî de 33 karker,
  • Di navbera 30-49 salî de 97 karker,
  • Di navbera 50-64 salî de 65 karker,
  • 65 salî û jortir 22 karker,
  • 5 karkerên ku temenê wan diyar nebûye.

Di Hezîranê de jî zarok, jin û penaber mirin

Li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎGê di meha Hezîranê de 6 karkerên zarok di dema karkirinê de mirine.

Her weha di heman mehê de herî kêm 10 karkerên jin jî di dema karkirinê de canê xwe ji dest dane.

Dîsa li gorî raporê di meha Hezîranê de 14 karkerên koçber/penaber mirine. Ji wan 5 Azerbaycanî, 3 Sûrî, 2 Misirî, 1 Çînî, 1 Îranî, 1 Ozbek û 1 jî Tirkmen bûn.

Bajarên ku karker lê mirine:

26 karker li Stenbolê; 11 li Bursayê; 9 li Kutahya, 9 li Rihayê, 7 li Antalya, 7 li Samsunê, 6 li Enqere, 6 li Manisayê, 5 li Îzmir, 5 li Kayseri, 5 li Mugla, 5 li Sakarya û 5 li Rûsyayê, 4 li Edene, 4 li Aydin, 4 li Denizli, 4 li Gumuşhane, 4 li Karaman, 4 li Kocaeli, 4 li Ordu, 4 li Rize, 4 li Zonguldak, 3 li Amasya, 3 li Balıkesir, 3 li Bilecik, 3 li Bolu, 3 li Amed, 3 li Duzce, 3 li Hatay, 3 li Kastamonu, 3 li Konya, 3 li Mersin, 3 li Nevşehir, 3 li Trabzon û li Agirî, Artvin, Erzurum, Dîlok, Isparta, Gurgum, Kırıkkale, Kırklareli, Mêrdîn, Osmaniye, Sinop, Sivas, Tekirdağ, Dersim û Yalovayê her yekeyan du karker û li Aksaray, Bartın, Bedlîs, Çanakkale, Çankırı, Çorum, Xarpêt, Eskişehir, Colemêrg, Îdir, Kırşehir, Meletî, Mûş, Niğde, Şirnex, Tokat, Wan, Cezayir, Macaristan û Sîrbistanê her yekeyan karkerek mirine.

Karkerên ku mirine ev in:

Recep Akgün, Yusuf Mert Aktepe, Mert Ali Arslantürk, Murat Demiroğlu, Haşim Özdemir, Osman Uysal, Muhammet Özkul, Nuri Özkan, Mehmet Demir, Salih Kaçan, Coşkun Çekici, Erkan Ali Ayçiçek, Derya Gündoğdu, Orhan Arslantaş, Melih Doğan, Yusuf İpek, Ayhan Uyumaz, İbrahim Baykar, Ömer Faruk Özkan, Tugay Çakmak, Irmak Ayşe Koparan, Burak Kırıkçı, Mustafa Sayın, Muhammed Casim Akar, Tufan Erdemir, Çağdaş Dursun, Ergin Yemez, Mehmet Ünal, Serdal Yıldırım, Guangyın Yuan, Şaban Kara, Ferhat Söyü, Mehmet Kahraman, Rahim Kurğa, Mertcan Çakır, Recep Tetik, Ramazan Erol, Yaşar Gönültaş, İsa Kocacık, Erdem Telli, Ertan Kavaklı, Atanazor Kazakov, Mustafa Karatepe, Harun Aslan, Murat Özdem, Eren Ketevu, Mustafa İnaç, Naci Gezer, Yunus Çekiç, İsmail Konur, Mehmet Emin Akman, Adem İpekçioğlu, İbrahim Gezici, Hüseyin Karaduman, N.Ö., Adem Bulut, Ferit Şahin, Aydın Zorlu, Ahmad Hussain, Salih Baycuman, Yasir Metin, Ramazan Çağlayan, İsmail Avcı, Ferdi Aydemir, Ali Özden, Onur Türkay, Saim Uzun, Yalçın Polat, Abdullah Kaya, Mehmet Demir, Hamit Sarı, Süleyman Türkoğlu, C.G., Yılmaz Çiller, Kemal Kaya, Ali Göçmen, Yusuf Poyraz, Sadık Koç, Murat Karakan, Ferhat Uzun, Servet Bekar, Ragab Sheba, Hüsnü Yılmaz, Hasan Sazak, Mahmud S., Musa Muslu, Abdullah Dursun, Eyüp Güngör, Faydat Avcı, Fatih Şakalar, Ferhat Çakır, Mustafa İzci, Hakan Akdoğan, Adem Pınar, Doğan Oğur, Muhammet Taş, Osman Koç, Tunahan Kaya, Ferhat Akyön, Mehmet Şükrü Akyol, Ergül Yıldız, Zülfü Uygur, Servet Eren, İhsan Uras, Sami Ayaz, Volkan Tanta, Gökhan Ilıman, Erdal Kahraman, Seçer Deveci, İbrahim Tektaş, Birkan Koraman, Nihat Kağba, İbrahim Güneş, İsmail Aktaş, Mehmet Şirin Çelik, Y.G., Erdem Kandırmış, Mehmet Olgun, Nazım Akkaya, Nadir Salmanov, Ahmet D., Ali Erol, Vedat Kaya, Hasan Şükrü Gedik, Rıfat Akalan, Bahtiyar Yıldız, Erdal Çiçek, Osman Tülü, Hüseyin Bölük, Mutlu Atalmış, Cantürk Topal, Savaş Cingözer, Hasan Çakmak, Haşim Değer, Halil İbrahim Aydın, Sercan Çelik, Tahirhan Uygar Güler, Fuad Orujov, Gismat Aliyev, Rajab Ahadov, Mahammad Aliyev, İsmail Erol, Esra Abacı Özdemir, Sinan Güleç, Yunus Kızılkaya, Turan Göl, İdris Tayyip Durmuş, Murat Bayırlı, Hasan Mermerkaya, Aykut Öztürk, Tayfun Baş, Deniz Berkay Gürakar, Aziz Aydın, Hakan Eyüpler, Fayık Yiğen, Fahrettin Ay, Mukarram Khamdamova, Güven Işık, Mustafa Kayhan, Metin (Agit) Erdoğan, Şükrü Emre Arslan, Merve Özdoğdu, Mehmet Tekeli, Zekiye Sayan, Yüksel Taşdemir, Hüseyin Atta Abdou Mohamed Assy, Köksal Çetin, Erdal Bilgiç, Satılmış Tunca, Batuhan Kara, Osman Gök, Selman Korkmaz, Ahmet Eryılmaz, Mehmet Bircan Ağrıkan, Muhammed Ali Tazegün, Mehmet Karadeniz, İbrahim Yılmaz, Beytullah Elmalı, Salim Arabacı, Mohammad El Hassan, Himmet Özkan, Hasan Doğan, Kadri Zengin, Şenay Pınarcı, Erdal Özkaya, Remzi Ömür, Veysel İnan, Turhan Keskin, Murat Kurt, Gazi Etkü, Gülseren Gezginer, Mesut Aras, Fazlı Yıldızlı, Ahmet Ahmet, Dursun Karakaş, Lokman Sönmez, Selahaddin Kaya, Mecid Kaya, Hasan Aslan, Abdullah Türk, Davut Yalçın, Halil Erdoğan, Meral Kılavuz, Hüseyin Kara, Yücel Yaman, Bayram Doğru, Okan Koç, Sabri O., Cesur Yaşar, Mehmet Türkay, Fazlı Dal, Mehmet Caymaz, Ekrem Arslan, Mahmut Doğan, Erdal Topal, Mehmet Ali Çınar, Kurban Bayır, Cüneyt Varlık, Ali Dağcı, Hüseyin Çalışkan, Samet Mercan, Fatma Çol, Zeki Burhan, Musa Tunç, Hüseyin Güder, Ali Ayhan û du karkerên ku navên wan diyar nebûne.

Keskin Bayindir: “Pêvajo bi gotinên xweş nameşe”

Beriya niha bi salekê 30 gerîlayên PKKyê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bi merasîmekê çekên xwe şewitandibûn. Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskin Bayındir ê beşdarî wê merasîmê bûbû diyar kir di vê pêvajoya salekê de aliyê kurd berpirsyariya xwe pêk aniye lê desthilatdarî û hikûmetê bersiv nedaye van gavan.

Merasîma şewitandina çekan, 11ê Tîrmeha 2025an, Foto: Rojnameya Yeni Yaşamê

Di ser merasîma şewitandina çekan a 30 gerîlayên PKKê re salek derbas bû. Beriya niha bi salekê di 11ê Tîrmeha 2025an de li Şikefta Caseneyê ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, gerîlayên PKKyê merasîmek li dar xistibûn û çekên xwe şewitandibûn.

Gerîlayên PKKyê yên ku xwe wekî Koma Aştî û Civaka Demokratîk dan nasîn, beriya şewitandina çekên xwe daxuyaniyek dabûn: “Ji bo serkeftina pratîkî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî pêngaveke niyeta baş û biryardariyê û ji bo ku em ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbaza siyaseta demokratîk û hiqûqê bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk, em li pêşiya we çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin. Em hêvî dikin ku ev pêngava me avêtiye, di serî de ji bo jin û ciwanan, ji bo hemû gelê me, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê bi xêr be û aştî û azadiyê bîne.”

Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskin Bayindir, Foto: İlke Tv

“Pêngavek bû ku pêşiya siyaseta demokratîk vekir”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir yek ji wan kesan bû ku beşdarî wê merasîmê bûbû. Bayindir şewitandina çekan a di merasîma salek berê de bi van gotinan nirxand:

“Çekên hatine veşartin tên derxistin, çekên şikestî tên temîrkirin, çekên hatine berdan dikarin dîsa werin hildan, lê çekên ku hatine şewitandin careke din nayên bikaranîn.”

Bayındir bi bîr dixe ku PKKyê di Kongreya xwe ya 12an de çek wekî amûreke têkoşîna stratejîk ji holê rakiriye û merasîma di 11ê Tîrmeha 2025an de wekî pêngaveke şênber a ku pêşiya siyaseta demokratîk vedike şîrove dike.

“Me heman samîmiyet nedît”

Bayindir dibêje ku “Birêz Ocalan û PKKlê, ji wê rojê heta niha berpirsyariyên xwe bi zêdeyî pêk anîn û nîşan dan ku di pêvajoyê de samîmî ne,” û destnîşan kir ku wan heman samîmiyet û ciddiyet ji dewlet û desthilatdariyê nedîtiye.

Hevserokê DBPyê Keskin Bayındir destnîşan kir Komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin pêngaveke girîng e û bi bîr xist ku di rapora hatiye nivîsandin de îfadeya “Pirsgirêka kurd” derbas nabe:

“Tevî vê yekê jî em di aştî û çareseriyê de bi israr bûn. Pêvajo bi mehan daxistin asta meseleya ‘şikeftan’, bi mekanîzmayên ku ji wan re digotin ‘teyîd û tesbît’ lê ji bilî hêdîkirina pêvajoyê bi kêrî tiştekî nedihatin, pêşiya pêvajoyê hat xitimandin. Bi rastî jî, dewlet û desthilatdarî di vê pêvajoya salekê de ji bicihanîna berpirsyariyên xwe dûr man. Tevî vê yekê jî, lêgerîna aştiyê ya bi israr a Birêz Ocalan hişt ku pêvajo berdewam bike.”

“Pêngava şênber tê hêvîkirin”

Pêvajo piştî vê merasîmê ji aliyê medyaya herêmî û navneteweyî û gelek rayedarên welatan ve wekî pêngaveke dîrokî hat nirxandin. Ji wê rojê heta niha, kurdan ev pêvajo ve di çarçoveya “çareseriya pirsgirêka kurd” de, desthilatdariya Tirkiyeyê jî zêdetir di çarçoveya pêkhatina bêçekbûnê de nirxand û di mehên dawî de li ser nîqaşên derdora “qanûna çarçoveyî” asê maye.

Bayindir da zanîn ku di saleke derbasbûyî de civak û siyaseta demokratîk ji desthilatdariyê li benda pêngavên şênber bûn. Li gorî Bayindir pêvajo hatiye “qonaxeke wisa ku bi gotin û hêviyên xweş nameşe”: “Pêngavên qanûnî bûne pêdiviyeke jiyanî. Lewra di warê hiqûqî de qanûna çarçoveyî wê pêşiya siyaseta demokratîk vebike.”

Bayindir derbarê qanûna ku li bendê ne ev tişt anîn ziman: “Ji ber vê yekê, divê qanûna çarçoveyî bi awayekî yekpare û berfireh were Meclîsê. Derbarê qanûnê de agahiyeke me tune ye, tiştek nehatiye ber destê me. Li ser vê qanûnê hin gotegot ketin çapemeniyê. Eger nûçeyên di çapemeniyê de derketine rast bin, wê tu tevkariya vê qanûnê li pêvajoyê nebe.

“Ev pêvajo, pêvajoya derxistina meseleyeke sedsalî ya ji nava geremola şîdetê ber bi bingeha hiqûqê ve ye. Pêşniyara qanûna çarçoveyî ya ku paşeroja wê tê nîqaşkirin, Birêz Ocalan wekî ‘Qanûna Kok’ nirxand. Qanûna kok divê qanûneke wisa be ku mîna xaneya kok bikaribe qanûnên nû ji xwe derxîne. Divê berfireh û yekpare be, di wê hêzê de be ku bikaribe bingeha şîdetê bi temamî ji holê rake. Bi pêşniyarên qanûnî yên palyatîf, bi qanûnên ku poşmaniyê ferz dikin, ev bingeh nayê avakirin.”

“Divê statuya hiqûqî ya Birêz Ocalan teqez hebe”

Keskin Bayindir diyar dike ku derbarê statuya Abdullah Ocalan de jî hêviyên wan hene. Li gorî Bayindir, ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya hiqûqî ya Ocalan teqez hebe:

“Eger Birêz Ocalan bibêje ‘Ez bi vî halî nikarim zêdetir berdewam bikim’ û dewlet bixwaze muzakereyan bimeşîne, divê vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bo me statuya hiqûqî ya Birêz Ocalan, statuya gelê kurd e. Divê nêzîkatî di vê ciddiyetê de be.

“Ev pêvajoya ku potansiyela bidawîkirina şer dihewîne û çareseriya demokratîk a meseleya kurd dike armanc, di heman demê de pêvajoya vekirina deriyê demokratîkbûna welêt e jî. Di heman demê de divê mirov vê wekî fersendeke dîrokî jî bibîne. Tevî vê rastiyê jî, dema ku ji hev cuda werin destgirtin, meşandina pêvajoyê ne pêkan e. Gerîlayê ku çek berdaye divê bikaribe siyaseta demokratîk bike, di hemû qadên civakî de bikaribe bikeve nava hilberînê. Aştî karekî ewqasî ciddî ye ku nabe bibe qurbana siyaseta rojane, ajandayên siyasî û hesabên hilbijartinê. Divê her kes bi vê hesasiyetê nêz bibe.”

Hêzên rejîma Îranê zarokekî Kurd kuşt

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku zarokekî Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Fotoğraf: Ajansa Mezopotamya

Hêzên Îranê li navçeya Sewlawa ya Sine ya Rojhilatê gule li zarokekî Kurd reşand û ew kuşt.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê têkildarî kuştina zarokekî Kurd a ji aliyê rejîma Îranê ve agahî da.

Li gorî rêxistinê li navçeya Sewlawa ya Sine ya Rojhilatê zarokê Kurd ê bi navê Sam Hesenî yê 15 salî di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de hate kuştin.

Hate ragihandin ku bavê zarok Ehsen Hesenî jî giran birîndar bûye. Ji bo dermankirinê şandine Merîwanê.

Hate ragihandin ku li gundê Derekê ya ser bi navçeya Sewlawa hêzên rejîma Îranê bê agahî gule li wesayîta malbata Hesenî barand.

Di êrişê de Sam Hesenî hat kuştin û bavê wî Ehsen Hesenî jî bi giranî birîndar bûye.

Her weha Ehsen Hesenî ji bo dermankirinê sewqî Merîwanê kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di 10ê Tîrmehê de raporeke berfireh ku binpêkirinên mafên bingehîn ên gelê Kurd li Îranê belge dike, weşand. Rapor, şeş mehên destpêkê ên sala 2026an li xwe digire.

Li gorî van daneyan, di dema xwepêşandanên meha Kanûna Paşîn de 23 zarokên Kurd û 24 jinên Kurd mirin. Herî kêm 71 zarokên Kurd ên ku temenê wan di bin 18an de ye hatine desteserkirin. 3 kesên ku di nav wan de zarokekî 13 salî jî heye, ji ber teqîna mayîna bejayî mirine.

Helbestvan Ahmet Tellî koça dawî kir

Helbestvan Ahmet Tellî ji meha Nîsanê ve li Nexweşxaneya Bîlkentê ya Enqereyê derman dibû û di 8ê Tîrmehê de hatibû entubekirin.

Helbestvan Ahmet Tellî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.

Ahmet Tellî ji meha Nîsanê ve li Nexweşxaneya Bîlkentê ya Enqereyê derman dibû û di 8ê Tîrmehê de hatibû entubekirin.

Federasyona Şoreşgerên 78an û Komeleya Zanist, Huner û Wêjeyê ragihandibûn ku Tellî hatiye entubekirin.

Di daxuyaniyeke hevpar de weha hatibû gotin:

“Mixabin di dermankirina helbestvan Ahmet Tellî derbasî pêvajoeyek din bûn. Tevî rêbazên dermankirinê yên ku heta niha hatine kirin jî îro hat entubekirin. Wekî Federasyona Şoreşgerên 78an, Komeleya Zanist, Huner û Wêjeyê û malbata wî em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”

Ahmet Tellî kî ye?

Mamoste, nivîskar û helbestvan Ahmet Tellî 2ê Kanûna Pêşîna 1946an li navçeya Eskîpazarê ya Çankiriyê ji dayîk bû.

Wî li dibistanên mamosteyan ên Hasanoglan, Qeyserî û Pinarbaşiyê perwerde dît.

Piştî dibistana mamosteyan, wî çar salan mamostetiya dibistana seretayî kir.

Paşê Enstîtuya Perwerdeyê ya Gaziyê qedand û li Kastamonu, Înebolu, Kirikkale û Lîseya Ataturkê ya Enqereyê mamostetiya zimanê Tirkî û Wêjeyê kir.

Sala 1981ê dema ku li Enstîtuya Perwerdeyê ya Gaziyê mamoste bû, ji aliyê birêvebiriya leşkerî ve hat girtin û di heman salê de hat berdan.

Ji ber nivîseke xwe ya li ser helbestên Cegerxwîn demekê hat cezakirin.

Wî di gelek weşanxaneyan de edîtor û birêvebirî kir û sala 1993yan bi biryara dadgehê vegeriya karê mamostetiyê û paşê malnişîn bû.

Helbesta wî ya yekem sala 1961ê hat weşandin. Sala 1972yan ji ber nivîseke xwe ya li ser romana “Kerkenez” a Cengîz Tuncer, Xelata Rexneyê ya Kovara Varlikê wergirt.

Ahmet Tellî piştî sala 1979an dest bi weşandina pirtûkên xwe kir.

Her wiha wî sala 2011an ji bo pirtûka xwe ya bi navê “Nîda” Xelata Helbestê ya Pirteqala Zêrîn a Deryaya Spî wergirt.

Nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural bi şertê kontrola edlî serbest bû

Dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural serbest kir.

Nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural piştî desteserkirina 4 rojan serbest bû. Vuralê ku di 5ê Tîrmehê de li Kocaeliyê li mala lê dima hatibû desteserkirin, di encama serdşegirtina polîsan de hatibû desteserkirin.

Vural piştî 4 rojan desteserkirî ma, duh li Navenda Polîsan a Kocaeliyê îfadeya xwe da. Vural vê sibê jî birin Edliyeya Kocaeliyê. Piştî ku dozger îfadeya wî wergirt, ew bi şertê kontrola edlî şans dadgehê.

Li gorî zanyariyên parêzer Elif Yetigenê da, Vural bi tohmeta “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “belavkirina nefret û kîndariyê ya di nava gel de” hate lêpirsîn.

Piştî îfadeya xwe li dadgehê da, dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve Vural serbest kir.

Vural wê 15ê rojan carekê biçe navenda polîsan û îmzeyê bide.

Çi bûbû?

Berî Lûtkeya NATOyê ya ku wê di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were; li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmir, Kocaeli, Antalya, Dêrsim, Riha, Çanakkale û Bursayê bi ser malan de girtin.

Di serdegirtinan de akademisyen, parêzer, xwendekarên hiqûqê, endamên komeleyan, nûnerên partiyên siyasî û sendîkavan jî di nav de gelek kes hatibûn desteserkirin.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ragihandibû ku Seroka Şaxa Stenbolê ya ÇHDyê parêzer Ezgi Onalan û endamê komeleyê parêzer Yunusemre Işik serê sibê bi serdegirtina polîsan a li ser malên wan hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya ÇHDyê hatî parvekirin de hat diyarkirin ku piştî operasyona li ser mala Onalanê, ew hatiye desteserkirin û di operasyonên hemwext de parêzeran agahî girtine ku gelek muwekîlên wan jî hatine desteserkirin. Komeleyê di daxuyaniya xwe de got: “Seroka Şaxa me ya Stenbolê Parêzer Ezgi Onalan serê sibê bi operasyoneke polîsan hat desteserkirin. Em hîn bûn ku bi awayekî hemwext gelek muwekîlên wê jî hatine desteserkirin.”

Serê sibê di encama operasyonên li ser malên wan de, nûçegîhanê Niha+ê Abbas Vural, edîtora T24ê Buse Sogutlu û edîtora Oda TVyê Ceren Erdogdu jî hatin desteserkirin.

DİSK Basin-İş, DFG û rêxistinên çapemeniyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî desteserkirina rojnamegeran dabûn.

Ramangerê Amerîkî Hardt ji Ocalan re nameyek şandiye

Michael Hardt: “Di vê demê de ku em bi şer, qirkirin û êrîşkariya emperyalîst re rû bi rû ne, bi dîtina min ji aliyê teorîk û pratîkî ve careke din pêwîstî bi enternasyonalîzmê çêbûye.”

Michael Hardt

Ramangerê Komunîst yê Amerîkî Michael Hardt nameyek ji Abdullah Ocalan re şantiye.

Michael Hardt di nameyê de destnîşan kir ku li gorî mercên vê demê divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin.

Nameya Michael Hardt bi vî rengî ye:

“Abdullah Ocalan ê hêja,

Di vê demê de ku em bi şer, qirkirin û êrîşkariya emperyalîst re rû bi rû ne, bi dîtina min ji aliyê teorîk û pratîkî ve careke din pêwîstî bi enternasyonalîzmê çêbûye. Lê belê eşkere xuya dike ku ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin. Ez ê minetdar bim ku hûn nêrînên xwe parve bikin ku enternasyonalîzm îro jî projeyeke girîng e divê em enerjiya xwe ji bo wê bi kar bînin, eger bi wî rengî be hingî çawa dikare bê birêkûpêkkirin û dikare roleke çawa bilîze.

Dibe ku têgîna bi kar tînim rast nîne; ji ber mebesta min ji enternasyonalîzmê ne ew feraset e ku xwe dispêre tifaqên navbera netewe-dewletan. Di salên 1970î de lîderê Partiya Panter a Reş Huey Newton weke alternatîfa vê yekê têgeha ‘navcivakî-interkomunalîzm’ (inter-communalism) pêşniyar kir û ez vê hewldanê silav dikim. Bi dîtina min, enternasyonalîzma îro (yan jî her çi nav lê bê kirin) divê projeyeke ji gelek tebeqeyan be. Hin dewletên pêşverû dikarin bi rolekê rabin û tifaqên herêmî di dema bihurî de tevkariyên girîng kirin. Lê belê li gorî agahî û tecrûbeyên xwe dikarim bibêjim ku navenda esasî ya projeyeke enternasyonalîst divê tevgerên azadiyê yên hemdem be. Li gel vê yekê rastiyeke li pêş çavan e ku tevgerên azadiyê di serdema heyî de li hemberî zextên giran û dorpêça îdeolojîk bi zor û zehmetiyên mezin têdikoşin.

Gelek tiştên bêne gotin hene. Zanim ev yek derî li nîqaşeke berfireh vedike. Lê belê ez ê vê carê li vir bisekinim.”

Michael Hardt kî ye?

Bîrmend û teorîsyenê wêjeyê yê Amerîkî ye.

Ew herî zede bi pirtûka “Empire(împaratorî)” ya ku wî bi bîrmendê Marksîst ê Italyayî Antonio Negrî re nivîsandiye, tê nasîn.

Hardt di xebatên xwe de bi giştî li ser ramana siyasî ya postmodern, globalîzm, emperyalîzm, komunîzm û tevgerên civakî disekine.

Michael Hardt li ser felsefeya siyasetê û teoriya wêjeyê xebat û lêkolînan dike. Niha li zanîngeha Duke profesorê wêjeyê ye.

Abbas Vali: Piştî şerê Îranê dîzayna Rojhilata Navîn guherî

Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ku di şerê dawî de DYA û Îsraîl di warê leşkerî de, lê Îran di warê stratejîk de bi ser ketiye. Valî her weha ji bo siyaseta kurdan got: “Sedsala 21ê nebû sedsala kurdan, serdema şerê çekdarî qediya. Divê kurd berê xwe bidin civaka sivîl.”

Foto: Niha+

Her çend di 17ê Hezîrana 2026an de DYA û Îran gihîştin rêkeftinekê ku li hev bikin, êrîş û pirsgirêkên ji ber şer rû dane, berdewam dike. Bi taybet jî ji ber rewşa Tengava Hurmuzê gelek caran şer û pevçûn rû didin û piştî vê rewşê Serokê DYAyê Donald Trump sefan li Îranê dixwe ku wan ji nav bibe.

Ev rewşa ku di 28ê Sibata 2026an de bi êrîşa Îsraîl û DYAyê ya li dijî Îranê dest pê kir, ne tenê li Îranê her weha hevsengiya li Rojhilata Navîn û welatên Kendavê jî guherand.

Di dema şer de Îsraîl û DYAyê êrîşî Îranê dikir û Îranê jî li beramberî wê êrîşî Qeter, Kuweyt, Erebistana Siûdiyê, baregehên DYAyê yên li Iraqê û çendîn welatên dikir.

Her weha hêzên kurdî yên Rojhilat ên baregehên wan li Herêma Kurdistanê bûn, di bin bombebarana Îranê de man.

Rêkeftina di navbera Îran û DYAyê de herî zêde balê dikişîne ser Tengava Hurmuzê. Li gorî şîroveyan ji ber vê rewşa Hurmuzê, DYA neçar maye ku li hev bike.

Prof. Dr. Abbas Valî jî balê dikişîne ser vê rewşê. Li gorî Valî di encama şer d e DYA û Îsraîl di warê leşkerî de bi ser ketin, lê di warê stratejîk û siyasî de Îran bi ser ket.

Abbas Valî rewşa kurdan a li Îranê jî nirxand û destnîşan kir ku “Di nava opozîsyona Îranê de, tenê hêza ku çekdar e û dikare çek bi kar bîne, opozîsyona Kurdî ye.”

Derbarê Abbas Valî de

Prof. Abbas Valî, teorîsyenekî siyasî yê kurd e ku ji Mehabada Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) ye û yek ji lêkolînerên herî pêşeng ên li ser nasname û neteweperweriya kurdî ye. Wî xwendina xwe li Tehran û Londonê kiriye û doktoraya xwe di beşa Sosyolojiya Dîrokî de ji Zanîngeha Londonê wergirtiye. Piştre li Zanîngeha Swanseayê û Zanîngeha Boğaziçiyê ya li Stenbolê ders dane. Her wiha ew serokê damezrîner ê Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê bû. Di nav berhemên wî de pirtûkên bi navê Essays on the Origins of Kurdish Nationalism (Gotarên li ser Kokên Neteweperweriya Kurdî) û Kurds and the State in Iran: The Making of Kurdish Identity (Kurd û Dewlet li Îranê: Afirandina Nasnameya Kurdî) cih digirin.

Piştî Îsraîl û DYAyê ya li ser Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû û di encama çendîn hevdîtinan roja 17ê Gulanê bi rêkeftinekê derbasî qonaxeke din bû. Dema em li naverok û dema peymanê dinêrin, gelo aliyên şer neçar bûn ku li hev bikin?

Ew ne peyman e. Bi zimanê Îngilîzî jê re dibêjin Memorandum of Understanding, ango hevtêgihiştin û lihevkirin. Wekî din ew ne peyman yan lihevkirineke fermî ye. Ew pevguhertina nameyan e. Nameyekê dinivîsin û îmze dikin, ew jî îmze dikin û dişînin, ya ku me xwend ev bû. Li vir hevtêgihiştin hebû. Li vir divê ez bibêjim ku her du alî, Amerîka û Îran, her çend di warê siyaseta derve de zexteke kêmtir li ser wan hebe jî, di warê siyaseta navxweyî de zexteke mezin li ser wan hebû.

Heke em behsa Îranê bikin, li Îranê qeyraneke sîstemî heye. Hem aborî, hem civakî, hem çandî û hem jî darayî. Lê pirsgirêka bingehîn û qeyrana sereke, qeyrana aborî û darayî ye. Pereyê wê tuneye, hikûmet hema bêje îflas kiriye û têk çûye. Loma pêwîstiya wan bi vê yekê hebû. Ji ber vê qeyrana aborî û darayî, Îranê nedikarî beşeke mezin a siyaseta ku jê re dibêjin Biopolitics ango siyaseta jiyana xelkê îdare bike. Ji ber ku pere û derfetên wê yên aborî tunebûn. Ev jî beşeke bingehîn bû, çimkî ditirsiya ku heke nikaribe di demdirêjiyê de vê yekê îdare bike, îhtîmaleke mezin hebû ku li navxwe serhildaneke din jî rû bide. Ji ber ku serhildana meha Çileyê pir mezin bû. Ev yek.

Diyar e Îran tûşî şerekî bibû, ketibû wî şerî lê beşeke mezin a bernameyên leşkerî, ewlehî û aborî yên Îranê têk çûbûn û hilweşiyabûn. Nedikarî bi vî rengî berdewam bike. Lê belê rewşa ketina Îranê ya nav vî şerî û dema sekinîna şer ji hev gelekî cuda bûn. Dema Îran ket şer merc cuda bûn, lê niha cuda ne. Sedema vê jî du tişt bûn. Yekem, Îranê karîbû berxwedanê bike. Berxwedan û parastineke mezin kir. Bêguman zirareke mezin jî dît. Gelek dever wêran bûn, pirên wan hilweşiyan, fabrîqe û kargeh têk çûn, lê berxwedana xwe kir.

Ya duyem jî ew bû ku Îranê di vî şerî de karîbû Tengava Hurmuzê bigire. Bi vê pêngavê, hesabên şer guherand. Anku ew hevtêgihiştina ku niha heye, li ser pirsgirêka bingehîn a vekirina Tengava Hurmuzê ye. Ev mesele beriya şer tunebû. Di dema şer de derket holê. Xaleke din jî ev e ku Amerîka dixwaze Îran qebûl bike û soz bide dê çeka etomî ango nukleerî çêneke. Ji xwe Îranê ji serî de wiha gotiye. Gotiye em nakin. Di serdema Obama de jî dema peymana wan hebû, Îranê qebûl kiribû ku parzûnkirina, dewlemendkirina uranyumê li dor %3.5ê be, anku ji %4ê kêmtir be. Lê dema di sala 2018an de Trump hat, ew rewş guherand, peyman xera kir û ya hikûmeta Obama têk bir. Wê demê Îranê dest bi parzûnkirina uranyumê kir. Heta ku gihand %60-65ê. Ev jî pir nêzîkî çêkirina bombeya etomî ye.

Niha Amerîka dixwaze ku ew uranyuma parzûnkirî ya nêzî 400-450 kîloyî ye, yan were jinavbirin, yan xestiya wê ango tîrbûna wê were kêmkirin. Yan jî wê bidin Rûsyayê an jî welatekî wek Fransayê daku ew vî karî bikin. Îran jî dibêje ev niha ne di destê min de ye. Ew di nav wan cihan de ye ku hatine bombekirin û heke were derxistin jî em nadin ku bibin derve, em ê bi xwe li vir çareser bikin. Ev gotina Îranê ye.

Prof. Dr. Abbas Valî, Foto: Niha+

Gotina DYAyê çi ye?

Amerîka di pileya yekem de dixwaze ku Tengava Hurmuzê were vekirin. Ji ber ku zexteke mezin li ser Amerîkayê heye. Nirxê petrolê zêde bûye, nirxê xurekê zêde bûye. Ne tenê li Amerîkayê, li Ewropa û her derê, heta li Tirkiyeyê jî nirxê benzînê û bilêtên balafiran biha bûne. Ev hemû biha bûn.

Ew dixwazin ev der were vekirin. Ya duyem jî dixwazin Îran qebûl bike ku dest ji parzûnkirina uranyumê berde, mesele ev e. Lê belê li ser Amerîkayê bi xwe jî zexteke mezin heye. Heke tê bîra we, dema Trump hat ser desthilatê, got “Ez ê bibim serokkomarekî ku şer nake”. Lê şerek da destpêkirin ku niha jî bi rengekî berdewam dike. Ji aliyekî din ve, ew şerê ku Trump kir, ji aliyê pêwîstiyên siyaseta Amerîkayê ve ne hewce bû. Lê beşeke mezin a wî şerî bi handana Îsraîlê bû, Îsraîlê ew neçar kir.

“İsrailê dixwest şer berfireh bibe

Îsraîlê çi dixwest?

Dema ew şer dest pê kir, armancên Amerîka û Îsraîlê cuda bûn. Amerîkayê dixwest derbeyekê li Îranê bide, di warê leşkerî de wê qels bike û wê neçar bike ku şert û mercên Amerîkayê qebûl bike. Amerîkayê nedixwest rejîma Îranê were guherandin. Amerîkayê nedixwest şerekî demdirêj bi Îranê re bike, yan jî Îran wêran bibe û ji nav biçe. Ji ber ku berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê ji yên Îsraîlê gelekî cuda bûn. Amerîka li Rojhilata Navîn hêzeke mezin a herêmî ye. Li wir tenê mesele Îran nîne, di heman demê de divê berjewendiyên welatên erebî jî li ber çavan bigire.

Berjewendiyên welatên Erebî wek Misir, Erebistana Siûdî, Qeter û yên din. Îranê jî ev yek dizanibû, loma siyaseta Îranê di bingeh de ew bû ku dizanibû Amerîka şerekî sînordar dixwaze lê wê jî dixwest şer berfireh bike.

Kendava Hurmuzê, Foto: Wikipedia

Encama vî şerê mezin çi dibû?

Îranê di warê leşkerî de nikaribû Amerîkayê têk bibe, lê dikaribû li wan welatan bixe yên ku pêgehên leşkerî yên Amerîkayê li wan hene. Mînak li Behreyn, Urdin, Erebistana Siûdî û heta li Mesqet û Omanê. Ji ber vê yekê, Amerîka di vî warî de gelek hesas û xisarbar bû. Trump nedikarî vê yekê tehemûl bike. Ji ber ku yek tiştekî din hebû. Welatên Erebî her tim serdestiya Amerîkayê qebûl kiribûn. Pere dabûn Amerîkayê, veberhênan li wir kiribûn û di heman demê de parastina xwe xistibûn destê Amerîkayê. Lê dema Îranê êrîşî wan kir, Amerîkayê nedikarî wan biparêze û zirareke mezin gihişt wan.

Îran niha gelekî bihêztir e

Gelo ew hevsengiya li Kendavê û Rojhilata Navîn hebû piştî şerê Îranê guherî?

Belê, ew hevsengî niha di wî warî de guheriye: Îran niha li herêmê gelekî bihêztir e. Ji ber, nîşan da ku ew tenê welatek e ku dikare li hemberî Amerîka û Îsraîlê bisekine û şer bike. Her weha herêma stratejîk a Hurmuzê jî di bin kontrola wê de ye. Lê heke hûn bala xwe bidinê, berjewendiyên stratejîk ên Îsraîlê cuda bûn. Îsraîlê dixwest heta ku ji destê wê were rejîma Îranê biguherîne. Heke ev jî nebe, dixwest Îranê bi temamî wêran bike û wek Sûriyeyê lê bike. Piştî wê jî, projeya mûşekî ya Îranê, mûşekên balîstîk û krûz ji nav bibe. Şertê çaremîn ê Îsraîlê jî ew bû ku hêzên wekîl ango Proxy powers, ên wekî Heşdî Şeibî, Hizbullah û Hemasê ji nav bibe.

Ew hêz ji nav çûn?

Nexêr. Niha desthilata Îranê ev e ku bi Amerîkayê re danûstandinan dike. Û ew qas desthilata wê heye ku Lubnanê dixe rojeva siyasî ya danûstandinan. Lubnan ne beşek ji Îranê ye lê ji ber ku ev hêza Îranê heye, dikare Lubnanê bixe rojeva muzakereyan. Ev tiştekî wisa ye ku gelekî li dijî berjewendiyên Îsraîlê ye. Heke hûn bala xwe bidinê, ji destpêkê ve berjewendiyên stratejîk ên Îsraîlê û yên Amerîkayê li hev nedikirin. Dema şer dest pê kir, rast e di warê leşkerî de Amerîka û Îsraîl bi hev re bûn, lê armancên wan ên siyasî û stratejîk cuda bûn.

Dema J.D. Vance li benda heyeta Îranê ye, Foto: Nathan Howard-Pool/Getty Images

Di encama şer de ev cudabûn ji holê rabû yan di navbera armancên herdu dewletan de cudahî zêdetir bû?

Heta niha wisa lê hatiye ku J.D. Vance gefan li Îsraîlê dixwe. Ji aliyê Îranê ve jî, niha destûrê nadin ku kesek bibêje “Bimirê Amerîka”. Ev nîşan dide ku wan li hev kiriye. Anku di nav avahiya desthilatiya Îranê de derbeyeke nerm rû da. Ew derbeya nerm bû sedem ku hêzên xwedî desthilat di nav Supaya Pasdaran û beşek ji rêveberiyê de, bi Amerîkayê re li hev bikin. Heke hûn bala xwe bidinê, niha bi Amerîkayê re li hev dikin. Mînak Qalîbaf diçe Pekînê daku ji wan re bibêje “Me bi Amerîkayê re li hev kiriye, lê ev ne li dijî berjewendiyên we ye.” Loma, heke em li helwesta Îran û Amerîkayê binêrin, em ê paradoksekê bibînin: Amerîka û Îsraîl di warê leşkerî de bi ser ketin, lê di warê stratejîk û siyasî de Îran bi ser ket.

Hêza Kurê Şah tunebû

Dihate çaverêkirin ku piştî şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê bike, li nav Îranê xwepêşandan û serhildanek çêbibe daku rejîm hilweşe, lê ev çênebû. Çima çênebû? Çi bû asteng ku ev pêk nehat?

Erê, ew serhildan serhildaneke rastîn û waqihî bû, lê belê serkirdetiya wê tunebû. Ji ber ku ew serhildan ket bin bandora hêzên rastgir, bi taybetî jî monarşîst û paşatîxwazan. Kurê Şah derket û got “Herin qadan, ez ê piştgiriya we bikim.” Trump derket û got “Herin kolanan, şerê hêzên rejîmê bikin, ez ê rejîmê hilweşînim.” Xelk çû, lê alîkarî nehat.

Hêza Kurê Şah hebû ku bikeve nava karekî bi vî rengê?

Hêza Kurê Şah jî tunebû. Li vir rejîmê dizanibû ku ev serhildan gelekî girîng e. Ji aliyekî din ve, ev serhildan berovajî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”, xwedî nasnameyeke demokratîk nebû. Zêdetir armanca wan ew bû ku rejîmê hilweşînin û qala demokrasî û tiştên wisa nedikirin. Dema rejîma Îranê zanî ku destê Amerîka, Îsraîl û Kurê Şah di vê yekê de heye, bi hemû hêza xwe êrîş kir. Di nava 48 demjimêran de nêzîkî 50 hezar kes li Îranê kuştin. Heta Komelgeha Pizîşkî ya Îranê dibêje zêdetirî 65 hezar kes hatine kuştin.

Li vir tiştek heye. Ji ber ku Trump gotibû “Hûn herin, ez ê alîkariya we bikim”, piştî şer dest pê kir, Trump ji bo ku xwe biparêze derket dereweke din kir û got “Me çek da kurdan lê kurd nehatin”. Ev derew e. Di serî de, çek nehatin dayîn ji kurdan re. Ya duyem jî, opozîsyona ku wê demê li Îranê hebû, ne organîzekirî bû û rêxistinbûyîna wê tunebû. Tu yê çek bidî kê? Çek ne tiştek e ku tu bibî li kolanan dabeş bikî. Divê tu bidî rêxistinekê. Rêxistin jî tunebû. Rastgiran rêxistinbûyîn tunebû. Dibe ku rêxistinbûyîneke kêm a demokratxwazan hebûya, lê ew jî di wan şert û mercan de nebûn ku derkevin derve û biçek bibin û şerê rejîmê bikin. Sedema ku Trump ev got ev e: Di nava opozîsyona Îranê de, tenê hêza ku çekdar e û dikare çek bi kar bîne, opozîsyona kurdî ye.

Gelo kurdan çi kir di wê demê de?

Ji xwe çek nedabûn wan. Heta generalê wî demê li dijî Trump daxuyanî da û got “Çek nehatine dayîn ji kurdan re, çek çûne Başûr û di baregehên Amerîkayê de ne.” Du hefte berê, nûnerê wan Tom Barrack jî got “Me çek nedaye kurdan.” Ev dereweke mezin bû ku Trump ji bo xwe-parastinê kir.

Hêzên kurdan ên li Îranê çi diixwestin di dema vî şerî de?

Helwesta wan ev bû; bêguman kêfa wan dihat ku rejîm hilweşe, lê wan digot “Ev ne şerê me ye, em naxwazin beşdarî vî şerî bibin.” Ji ber ku baweriya wan bi armancên Amerîka û Îsraîlê tunebû. Gotina wan rast jî derket. Binêrin, niha Îran û Amerîkayê li hev kiriye û Îsraîl hema bêje ketiye perawêzê. Rast e Îsraîl dîsa vedigere cihê xwe, lê demekê dixwaze. Kurdan di vî warî de gotin em piştevaniya bombebarankirina Îranê nakin û ev karekî baş bû ku piştevaniya wê nekirin.

Tenê bi şerê asmanî nabe

Heke piştgirî bikirana wê çi bibûya?

Na axir, ji ber ku hêza parastina asmanî ya xelkê Îranê tunebû, xelk li bin bombebaranê de bû. Ne tenê Kurdistan, li hemû Îranê xelk ji wê bombebaranê aciz bû. Her kes, heta hemû stratejîstan jî dizanin ku rejîma Îranê bi bombebaranê nakeve. Di dîrokê de tu mînakek tuneye ku rejîmek tenê bi bombebaranê hilweşiyabe. Heke Amerîka û Îsraîl bi rastî jî bixwestana rejîmê hilweşînin, diviyabû artêşek bibirina Îranê. Hemû stratejîstan digot ku birina artêşek bo Îranê wekî xwekujiyê ye. Rûberê Îranê 1 mîlyon û 648 hezar kîlometreçargoşe ye, anku bi qasî tevahiya Ewropaya Rojava ye û 95 mîlyon nifûsa wê heye. Heke tu artêşê bibî wê herêmê, dê sed carî ji Iraqê xerabtir be û şer ji kontrolê derkeve. Erdnîgariya wê pir dijwar e. Dema ku êrîşî welatekî tê kirin, hestên neteweperestiyê yên gel radibin. Wek mînak di şerê Îran û Iraqê de. Îranê 8 salan şer kir, mîlyonek û nîv kes hatin kuştin, beşeke mezin a Xuzistan û Luristanê wêran bûn. Lê rejîm neket û bi ser ket. Amerîka û wê demê Sowyet bû, digotin dest bidin rejîma Saddam da ku li ser pêya bimîne. Stratejîstên Amerîkî dizanibûn ku Îsraîl tenê dikare di demdirêjiyê de şerê asmanî bike, lê nikare şerê bejayî bike. Ji ber ku artêşeke biçûk a Îsraîlê heye û welatekî pir biçûk e. 71-72 carî ji Îranê biçûktir e.

“Lihevkirina kurdan baş e lê têrê nake

Rêkeftinek di navbera hêzên kurdî yên Rojhilat de çêbû. Çendîn partî û hêzên kurdî li hev kom bûn û ev rêkeftin îmze kirin. Bandora vê rêkeftina hêzên kurdî di dema şer de çawa bû û wê piştî şer çawa be?

Ew rêkeftin baş e, pîroz e. Ya ku dibêjin lazim e lê ne kafî ye. Ji ber ku ew rêkeftin binesazî, sazûmaneke operasyonel û pratîkî nîne. Min gelek û gelek caran gotiye ku rêkeftina wan divê binesazî û sazûmaneke operasyonel hebe. Cûreyek qonaxa operasyonel a yekgirtî ya leşkerî-siyasî hebe. Ev nîne. Heta yekgirtiya tiştekî din jî tune ye, yekgirtiya gotarê jî nîne. Nexwe lewma ew rêkeftina wan a niha wek rêxistineke gelek gelek lawaz e. Divê ew binesaziyeke leşkerî-siyasî hebe, divê berî her tiştî hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî hebe. Divê di warê fikrî û stratejîk de yekgirtî be. Divê beyannameyên ku didin, anku gotinên wan jî yekgirtî bin. Û ji hemûyan girîngtir, divê bernameyeke siyasî û stratejîk a yekgirtî jê re bê damezrandin ku hêzên siyasî li gorî wê tevbigerin. Ew vî karî nakin.

Ew şerê ku di destpêka sala 2026an de li Rojava pês hat û encamên ku li Rojava derket holê, dibe ku bandor li hêzên kurdî yên Rojhilat kiribe?

Ya ku li Rojava hat pêşiya kurdan, bi taybetî ji bo kurdên Rojhilat gelek girîng bû. Yek; Eger tu bi Amerîkayê re kar bikî, bi Amerîkayê re wekû hêzên Rojava kar bikî, tu divê bibî hevkarê Amerîkayê, ne di bin destê Amerîkayê de. Dûre li Rojava di pêwendiya bi Amerîkayê re, di karkirina bi Amerîkayê re tu cûre serbixwebûneke siyasî nebû.

Di leşkerî de jî nebû. Ji ber ku li wir jî dema ku çek dabûn wan, ew çek di bin kontrola Amerîkayê de bûn. Roja ku Amerîka ji wan re got na, çekên wan jî sekinandin.

We beriya niha behsa wê kir. Mijara çekan di pêvajoya şerê Îranê de jî ji bo kurdan hate rojevê.

Ji bo cara yekem, anku di dîroka Amerîkayê de, diyar e Amerîka gelek caran bi hêzên opozîsyonê re li cîhanê kar kiriye. Lê belê bi şêweyekî veşartî. Ew di bin kontrola CIAyê de bû, di kontrola dezgehên leşkerî yên veşartî de bû. Cara yekem bû ku li Rojava bi şêweyekî eşkere kar kir. Lê Rojava nekarî ji vê yekê sûdê werbigire. Anku ew şerê DAIŞê kir, diwanzdeh hezar kurd, gerîla di wî şerî de hatin kuştin. Lê nekarî kirdebûna xwe ya siyasî bi dest bixe. Ev yek gelekî girîng e. Li Rojhilat jî îhtîmal e Trump her ew yek dixwest. Dixwest kurdan wekî hêzeke taybet bikar bîne.

Nexşeyeke siyasî ya Amerîkayê ji bo kurdan nîne?

Na. Nexşeyeke siyasî nebû. Dema ku hat ew dem bû, Amerîka bi kurdan re kar dikir û bi ‘Heyet Tehrîr el-Şam’ê re jî kar dikir. Û ev yek ji kurdan re nedigot. Heger kurdan ew dem bizanîba, diviyabû helwesta xwe zelal bikirana. Eşkere bû Amerîka û bi taybetî Îngiltere, ji ber ev projeya Îngilîzan e, bi Tirkiyeyê re ew kar kirin. Di dawiyê de gotin fermo ev projeya me ye. Proje Amerîka û Îngiltereyê çêkirin. Ew karê Tirkiyeyê nebû. Tirkiyeyê tenê bikar dianîn. Anku proje, fikir, fikra stratejîk ya Amerîka û Îngiltereyê bû.

Piştî Şer dîzayna Rojhilata Navîn guherî

Gotineke berbelav e, tê gotin ku li Rojhilata Navîn dîzayneke nû heye. Li gor nêrîna we, dîzayneke nû heye li Rojhilata Navîn?

Ew dîzayn hebû, lê ev şerê Îranê ew dîzayn têk da. Niha her cûre dîzaynekê deynin, her cûre hevsengiyeke leşkerî û siyasî deynin, divê hesabê xwe li ser Îranê bikin. Anku wisa bû, wê demê hedef ew bû ku hegemonyaya Amerîkayê, Îsraîlê jî di nav de, ew hegemonyaya leşkerî bihêz bibe. Niha ew hesab nemaye. Anku wî şerî ev têk da. Yek tiştê ku gelek girîng e ew e ku, ew şerê ku hat kirin, sînordariya lîmîtên stratejîk ên hegemonyaya Amerîkayê li Rojhilata Navîn nîşan da. Ev dersa herî mezin e ku divê welat, bi taybetî kurd, werbigirin. Eger li Rojava kurdan di dema xwe de bi durzî û elewiyan re rêkeftin bikirana, bi wan re şer bikirana, ew enî wê neşikesta. Ew kar nekirin. Çimkî dema berevanî hebe, berxwedan hebe, dikarî hesaban biguherînî. Li Rojava hêza wan a leşkerî hebû. Gerîlayên wan hebû, gerîlayên mêr, gerîlayên jin, hemû tiştên wan hebû. Hingê hikûmeta Ahmed Şer xwe negirtibû. Lê belê wan deng nekir. Rûniştin û her tiştê ku Amerîkayê got qebûl kirin. Her tiştê ku Tom Barack ji wan re got “wisa bikin”, wan kir. Bi baweriya min kurdan li Rojava şaşiyeke stratejîk a mezin kir ku encamên wê ne tenê ji bo Rojava bû, encamên xirab ji bo Başûr jî hebûn û ji bo Rojhilat jî hebûn.

Tirkiye dixwaze Mûsilê kontrol bike

Piştî şerê li Rojava şîroveyek heye ku dibêjin dibe rewşa Başûr jî biguhere. Nêrîna we li ser vê çi ye?

Niha ew metirsî heye. Amerîka dixwaze wir jî navendî bike. Navendîkirin bi wê wateyê ye ku hikûmeta herêmê yan divê biçûk bibe, yan jî beşeke zêde ya hêzên xwe ji dest bide. Lê hikûmeta herêmê jî nikare. Ji ber ku ne yekgirtî ye. Eger hikûmeteke yekgirtî li herêmê hebûya, ew kar nedihat kirin. Ya rast ew e ku ne tenê Amerîka vî karî dike. Tirkiye jî li pişt e. Îhtîmaleke mezin, Tirkiye bi rastî bixwaze şert û mercek derkeve pêş ku wîlayeta Mûsilê û derdora wê bixe bin kontrola xwe. Amerîkaya Trump di warê stratejîk de xwedî fikreke gelek gelek qels e. Wek mînak, îraniyan di danûstandinan de kesên wisa şandibûn ku fikrên wan gelek baş bûn. Lê Amerîkayê kî şandibû? Jared Kushner şandibû bi (Steve) Witkoff re ku qet nizanin Rojhilata Navîn çi ye. Li Amerîkayê ew baskê rastgir ku Tom Barack jî wisa ye li ser kar e. Ew xwediyê nêrîneke nîjadperestane ye. Ew nîjadperestî wisa dibêje ku, demokrasî û wekhevî ji bo welatên Rojhilata Navîn nabe.

Dibêjin divê hikûmetên navendî yên otorîter li navendê ava bikin. Dixwazin vî tiştî li Sûriyeyê bikin. Heman karî dixwazin li Lubnanê bikin, heman karî dixwazin li Iraqê bikin û wisa dixwazin li Îranê jî bikin ku Îran bixwe xwedî hikûmeteke wisa otorîter e. Êdî ew projeya “Rojhilata Navîn a Nû” nema, niha divê projeyeke din deynin.

Li beramberî vê rewşê li Başûr kurd çi dikin?

Hêzên kurd li Başûr ne yekgirtî ne. Hêzên kurd li Başûr fikra wan a stratejîk nîne. Eger fikra wan a stratejîk hebûya, hêzên kurd li Başûr kontrola Kerkûkê nedidan tirkmenan. Kontrola Kerkûkê dan tirkmenan, anku qeder û kontrola Kerkûkê dan Tirkiyeyê.

Têkiliya YNK û Tirkiyeyê xirab bû.

Niha baş e.

Çima niha baş e?

Ji ber wê yekê ku Yekîtiya Nîştimanî ji ber hevrikiya bi Partî (PDK) û Hewlêrê re, çû nêzî Tirkiyeyê bû.

Lê belê berovajî têkiliya YNKyê ya PDK û Tirkiyeyê gelek baş bû.

Niha êdî ne wekî berê ye.

Çi guherî?

Ji ber ku rewşa li Iraqê derket pêş, Partî qels bû, hem di hikûmeta Bexdayê de hem jî li Kurdistanê qels bû. Niha YNK hem piştgiriya Îranê distîne hem jî piştgiriya Tirkiyeyê.

We li Başûr behsa rola Tirkiyeyê kir. Di dema şerê Îranê de Tirkiye xwediyê çi helwest û pozîsyonê bû?

Niha van rojan tiştek derket holê ku bi dîtina min mimkûn e rast be. Ew jî ew bû ku tê gotin Trump gotiye: “Heke me alîkarî neda kurdan, ji ber vê yekê bû ku Erdogan gef xwaribû, gotibû eger hûn wî karî bikin ez ê êrîşî Îsraîlê bikim.”

Bi şerê Îranê re gelek kesan êdî ev tişt bi dengekî bilind anî ziman. Li gorî kesên xwediyê vê nêrînê, wê Îsraîl û Tirkiye rojekê şerê hev bikin.

Ew îhtîmal hebû. Heta wê asta ku wan bitirsîne, Gotibû ez bi Îranê re na, bi Amerîkayê re şer nakim, lê belê êrîşî Îsraîlê dikim. Bi wê wateyê ku gava Îran ji Sûriyeyê derxînin, gava dixwazin Îranê ji Lubnanê derxînin, gava dixwazin Îranê ji Iraqê derxînin, ev hemû di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Tirkiyeyê li Sûriyeyê cihê Îranê tije kir. Eynî wî karî mimkûn e li Iraqê jî bike. Çimkî dixwazin Îranê ji Iraqê derxînin. Lê ev yek zehmet e, li Iraqê gelek zehmet e. Ji ber ku piranîya gelê Iraqê şîe ye û nifûza Îranê li wir heye. Nikarin vî karî bikin, bi zehmetiyeke mezin dikarin bikin. Wê şerekî mezin derkeve, Nexwe pirsgirêk ew e, vê carê Barzanî wekî berê nekarî bi asanî bi hêzên şîe re tifaqê bike, lê YNK kir. Ev e pirsgirêka esasî ye.

Rewşa gelê Îranê piştî şerê ji beriya şer baştir e yan xirabtivr e?

Gelek xirab bû. Vî şerî kirdebûna siyasî ya şoreşgeran û xelkê kêm kir. Berî şer, piştî Şoreşa Jîna Amînî, civaka sivîl li Îranê gelek radîkalîze bibû. Lê vî şerî ew yek gelek kêm kir. Niha xelk mijûlî pirsgirêkên ziyanên rojane ye. Anku bihabûn gelek zêde ye, xwarina nan, debara jiyanê gelek zehmet e. Di şert û mercekî wisa de, pratîka siyasî û kirdebûna siyasî ya xelkê kêm dibe. Vî şerî ev yek kêm kir.

Ji bo senaryoyên demên pêş ên li Rojhilata Navîn pêk bên, çi pêşbîniyên we hene?

Bi baweriya min li Rojhilata Navîn niha du hêzên esasî hene, yek Îsraîl e û ya din Îran e. Ez wisa difikirim ku bi van şert û mercên tê re derbas bûn û bi wê rewşa ku pêk hat û bi wê helwesta ku Tirkiyeyê, Misrê û yên din nîşan da, îhtîmala ku welatên Eerebî berê xwe bidin Îsraîlê û bibin endamê “Peymana Îbrahîm” gelekî kêm e. Gelek gelek kêm e. Ez difikirim ku welatên erebî dê hewl bidin zextê li Amerîkayê bikin û bibêjin “bi Îranê re li hev bike”, daku ewlekariyek li herêmê pêk bê û her wiha alîkariyê bikin ku guhertineke baştir li Îranê çêbibe. Da ku Îran aram bibe. Eger Îran aram bibe û neyê tehdîdkirin, wê demê ev herêm dikare bigihîje aramiyê.

Kurd niha di rewşa xwe ya herî lawaz de ne

Di vê senaryoyê de çi rol û pozîsyona kurdan heye? Çi dikeve para kurdan?

Di vê demê de, rewşa kurdan niha li Rojhilata Navîn ji her demê lawaztir û qelstir e. Di demekê de ku bîst sal berê dihat gotin ku wê “sedsala bîst û yekê bibe sedsala kurdan.” Lê sedsala bîst û yekê nebû sedsala kurdan. Wisa çêbû: Xeletiyên li Başûr gelek mezin bûn. Başûr nekarî hikûmeteke neteweyî ya yekgirtî ava bike. Li Başûr hikûmetek heye ku hikûmeteke eşîrî ye. Amerîka jî dizane, Tirkiye jî dizane, Îran jî dizane. Ew dizanin ku dijminatiya di navbera Barzanî û Talebanî de ji her tiştî zêdetir e. Başûr nekarîbû. Rojava jî, di wan şert û mercên ku derketin holê de nekarî çekan bi dest bixe. Rojhilat jî niha wisa ye. Kurd bi tenê, anku tenê kurd bixwe, nikarin karekî wisa bikin. Eger kar bikin, divê bi hêzên demokratîk ên Îranê re bikin. Lê ew jî ne amade ne hemû daxwazên kurdan qebûl bikin. Ji ber vê yekê divê kurd niha bi rastî di nêrîn û stratejiya xwe de vekolîneke stratejîk bikin.

Ew jî ev e ku niha derketiye holê, bi nêrîna min, stratejiya şerê çekdarî li Rojhilat rastî têkçûnê hat. Divê rêyeke din bigirin ber xwe, bizanibin ku dê çawa xwe kom bikin, çawa yekgirtinekê ava bikin û çawa bingeheke yekgirtinê di nav civaka sivîl a Kurdistanê de pêk bînin. Heqîqeta wê ew e ku eger guhertineke stratejîk li Kurdistana Rojhilat bê kirin, divê bêjin ku şerê çekdarî bi dawî bû. Ji ber ku şerê çekdarî stratejiyek e. Eger derfetên wê nemînin, ew stratejî nikare bidome. Niha ew derfet nemane.

Yek tiştekî din jî heye, niha teknolojiya leşkerî guheriye. Niha wek mînak li Bakur jî beşa herî zêde ya hêzên PKKyê di bin erdê de ne. Anku teknolojiya şer wisa ye. Niha Tirkiyeyê, nizanim çend hezar baregehên leşkerî hene. Gelek in. Ew baregeh hemû bi hev ve girêdayî ne. Ew şer şerê dronan e, şerê asmanî ye, ew şer ne şerê kalaşnîkovê ye. Lê şerê kurdan bi rastî şerê kalaşnîkovê ye. Ji ber wê, ji bo Rojhilat jî divê ev stratejî biguhere, anku divê tu bizanibî ku giraniya vê stratejiyê ji çiyê derbasî bajaran dibe. Anku ji çiyê diçe nav civaka sivîl. Lewma divê stratejiya kurdî fokusa xwe li ser wê yekê deyne ku çawa xwe li bajaran, li nava civaka sivîl bi cih bike. Baş e, kurd dibêjin hikûmeta Îranê hikûmeteke dîspotîk e, dikuje. Ev hemû rast in. Lê li çiyê man jî naçe ti cihî, li çiyê man nabe çareserî. Ev e. Dema ku stratejî tê guhertin, navenda kar û xebatê jî tê guhertin.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.