Zimanzan Netîce Altûn Demîrê diyar kir ku pîvana xetereya li ser zimanekî zarok in û got ku li Tirkiyeyê dewlet zimanê kurdî kir dike û kurd jî zimanê xwe dikujin.

Çalakiya Roja Zimanê Kurdî, Foto: Medyaya civakî
Li gorî amarên Platforma Çavdêrîkirin û Raporkirinê ya Mafê Zimanê Kurdî Kurdish Monitoringê di sala 2025an de, li ser hev bi kêmanî 70 caran bikaranîna kurdî hatiye qedexekirin. Di qada giştî de 25, di medyayê de 15, di qada çand-hunerê de 18 û li girtîgehan 12 bûyerên binpêkirinê pêk hatine.
Heta niha jî li Parlamentoyê dema parlamenter bi kurdî diaxivin, axavtina wan tê qutkirin, kurdî weke zimanekî “nayê zanîn” tê diyarkirin û di zabitnameyan de li şûna ew beşa bi kurdî “X” tê danîn.
Her çend ku kurd daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin, lê di bernameya hikûmetê de ji bo vê daxwazê ti tiştekî berbiçav xuya nake.

Zimanzan Netice Altun Demir
Li gorî amarên ne fermî, bikaranîna kurdî her diçe li kolanan, li deverên civakî û her diçe li nava malan kêmtir dibe.
Zimanzan Netîce Altûn Demîr rewşa ku niha kurdî li Bakur tê de ye, bi gotina “qirkirina ziman” dinirxîne. Li gorî wê peyva “asîmîlasyonê” ji bo rewşa zimanê kurdî sivik e. Her weha ew helwesta kurdan a li beramberî kurdî jî bi gotina “zimanê-xwe-kuştin” penase dike.
Altûn Demîr ji bo kirmanckî ango zazakî diyar dike ku ew li gorî kurmancî di rewşeke xirabtir diye.
Gelek kes behsa rewşa zimanê Kurdî li Bakûr dikin û dibêjin xetereyek li ser Kurdî heye. Li gor nêrîna te xetereya zimanê Kurdî li Bakûr heye?
Heye helbet. Heke tenê extiyar zimanekî biaxivin xetere pir mezin e. Heke mezin û extîyar biaxivin lê zarok neaxivin dîsa xetereyek pir mezin heye lê du nifş maye ku ew ziman bimre. Di vir de pîvana herî grîng zarok in. Ku zarok zimanî diaxivin ew ziman neketîye rêya xetereyê. Di kirmanckî/zazakî de, xetere pir mezin e. Tene têkiliya kirmanckî bi tirkî re nine di ya bi kurmancî re jî de pirsgirêk heye. Rewşa kurmancî jî nebaş e lê ji ber nufûs zêde ye, ji ber zordestîya dewletê bi her awayî berdewam e, ev zordarî bi xwe re bertekekan derdixe holê. Ji ber her du sedeman jî bi qasî zazakî pirsgirêkên kurmanciyê nîne. Kurmancî ji ber li çar aliyê Kurdistanê tê axavtin jî rewşek xwe ya taybet heye. Bi kurtasî, xetere heye. Merhaleya xetereyê muhîm e.
Ev xetereyeke çawa ye?
Li Kurdistanê herî zêde behsa asîmîlasyonê dibe. Lê belê wekî din term hene kû dikarin rewşê baştir bînin ziman. Ji ber ku asîmîlîsyon, peyveke pir nerm e. Cara ewil ev term li Emerîqayê û ji bo entegrasyoneke bi armanc hatiye îfadekirin. Sîstematîze êrîşa dewletê dikeve binê banê linguicide-ê û ev qirkirina ziman e. Xwe-kuştina zimanekî jî dema kesek bi zanahî û ji bo berjewendiya xwe biryar dide ku ev ziman êdî bikêrî wê/wî an jî zarokê wan nayê û bi hişmendî biryar dide ku dev ji zimanê xwe berde û zimanek serdest hildibijêre. Di nava kurdan de ji aliyê dewletê ve asîmîlasyon nine, qirkirina ziman heye û ji aliyê miletê ve asîmîlasyon nine zimanê-xwe-kuştin heye (versiyona nerm a vê oto-asîmîlasyon e). Niha dewlet dixwaze kurdî bikuje, Kurd jî êdî alîkariyê dikin. Kirmanckî di demeke nêztir de lê kurmancî lê di heman rêyê de ne, rêya ku em dikarin bejin nexweşîn e. Lê birîn derman nebe ber bi mirinê ve diçe.
Sedema vê çi ye?
Pir sedem hene. Çîrokek sed salî heye ku ji roja ewil heya niha bi zilm û zordarî dewam dike. Sîyaseta kurdan heye ku pişta xwe daye entegrasyonê û qaşo ji bo kurda û ser navê kurda lê bê kurdî hereket dike. Ji xwe behsa bi hev re jiyinê hebe di navbera serdest û bindestekî de ti car têkiliyeke wekheviyê çênabe. Bi serdestan re têkilî, gava ew serdestiya xwe bidomînin mumkun e. Gava hemwelatiyek bibîne ku rêber û rewşenbîrên kurdan bi sîstemê re aş in ew jî ji xwe bi hêsanî zimanê xwe yê ku prestîjek wî tune ye dev jê berdidin. Kurdan kurdbûn qebûl kirine lê hîna bi awirên dujminên xwe li xwe mêze dikin û hîna ji xwe û zimanê xwe hez nakin. Helbet behsa kesên îstîsna nine behsa kesên ji rêzê an jî girseya mezin dikim. Helbet kes û xebatên ku pir hêja ne jî hene lê qasê ku ji derd re derman bin mezin nîn in.
Ji bo zimanê kurdî ji vê xetereyê rizgar bibe, divê çi bên kirin? Û kî/ê ne berpirsiyar ku di rêya rizgariyê de divê kar bikin?
Berpirsiyar ji jor heya jêr kesên bi sîyasetê ve eleqeder dibin, ew û rewşenbîr in. Ji bo prestîja ziman hebe û ziman were parastin statû lazim e. Ji bo statû hebe divê kurd li ser axa xwe xwedî erk bin. Heke kurdên Bakûr bi tirkan re û yên Rojhilat bi farisan re û yên Rojava bi ereban re bijîn ku sîyaseta me vê diparêze, ew çax têkiliya kurdan wê bi hev re çênebe. Wê serdestîya zimanên din dewam bike. Îro ne be jî wê sibê kurdî cihê xwe bide zimanekî serdestan. Pirsgirêk tenê kurdên Bakûr nîn in. Zaravayên Rojhilat yên ku ji alîyê hejmareke kêm tên axaftin hêdî hêdî dev ji kurdîtîya xwe jî berdidin. Ku li Bakûr hereketa kurdan dixwaze entegre bibe, xelasî tune lê weke du heb milet û du heb jî dewlet bijîn ew çax zimanê kurdan yê duyemîn kirkî, yê tirkan jî wê kurdî be. Zimanê sêyemîn ji bo herdiya jî wê îngîlîzî be. Ew çareserî jî tenê bes nîn e ji ber ku em nikarin kurdên yek alîyek jî li ber bayê qedera wan tenê bihêlin. Wekhevîyek sedî sed lazim e, ku li Rojhilata Navîn mumkun be. Ku nebe hîna demek “dirêj” wê zimanê bijî me lê wê dawîya çîrokê ne baş be.



