Wezareta Çand û Turîzmê klasîkên kurdî yên ku Konsolosê Rûsyayê Aleksandre Jaba berhev kiribûn, weke15 cîldan çap kirin. Lê belê heman Wezaret, nahêle nêzî 400 berhemên bi kurdî yên destxet derbasî pergala dijîtal bibin ku di nava berhemên Saziya Berhemên Destxet de ne.

Koleksiyona Konsolosê Rûsyayê Aleksandre Jaba ku bi xebateke hevpar a Wezareta Çand û Turîzmê û Zanîngeha Mardîn Artukluyê hat çapkirin, rastî eleqeyeke mezin hat. Jaba yê ku di navbera salên 1856-1866an de li Erziromê wezîfedar bû, ev berhem bi Mela Mehmûdê Bazîdî re berhev kiribûn. Di demekê de ku ev klasîk li ser refan cihê xwe digirin, heman wezaret sansûrê datîne ser bi sedan berhemên din ên kurdî.
Li gorî daneyên malpera Portal.Yek.Gov.Tr ku bingeha daneyan a Saziya Berhemên Destxetan a Tirkiyeyê ye, di saziyê de zêdetirî 640 hezar berhem hatine qeydkirin. Lê belê berhemên kurdî yên di nav van berheman de bi salan hatine paşguhkirin û wekî erebî yan jî farisî hatine qeydkirin. Heya beriya çend salan tenê 25 berhemên kurdî di qeydan de xuya dikirin, lê di nava sala dawî de ev hejmar derketiye 79an.
Tê îdiakirin ku di bingeha daneyan a saziyê de di navbera 300 û 400î de berhemên kurdî yên kêmpeyda hene. Tê gotin ku tevî ev berhem hatine tesnîfkirin jî, derbasî pergala dîjîtal nayên kirin û pêşî li vê yekê tê girtin. Pispor balê dikşînin ku ev çavkanî ji koleksiyona Jaba ya ku wezaretê çap kiriye, pir dewlemendtir û berfirehtir in.
Hinek ji berhemên kurdî yên kêmpeyda di sîstema Saziya Berhemên Destxetan de
- #Feqiyê Teyran:“Dîwan” û “Manzûmê Feqiyê Tayra derheqê Şêxê Sen‘an”
- #Ehmedê Xanî:“Mem û Zîn”
- #Selîmiyê Hîzanî:Yûsuf û Zuleyxa
- #Melayê Cizîrî:Dîwanâ Melayê Cizîrî
- #Ehmedê Xanî:“Nûbihara Biçûkan” û Şerha wê “Çîçeka Destê Zarokan”
- #Mela Yûnisê Erketînî:Terkîba Mela Yûnis û Zurûf
- #Mela Hisênê Bateyî:Mewlûda Nebî
- #Mela Xelîlê Sêrtî:Nehcü’l-Enâm li Nef‘i’l-‘Avâm
- #Kurdîzade Ehmed Ramiz:Reşbelek
- #Mela Camî (Wergêr):Wergereke kurdî ya dîwana farisî “Vâsıtatü’l-İkd”
- #Mihemed Cewad Siyahpoş:Dîwana Siyahpoş
- #Elî Teremaxî:Tesrîfa Kurdî
- #Şêx Nûredînê Birîfkanî:“El-Qesayîd we’r-Rumûzat” û “Gezelha”
- #Zahid Zeherî:Şev û Roj
- #Şêx Mihemed Canê Aktepî:Leyla û Mecnûn
- #Mela Mihemedê Xaldewî:Tûbe’z-Zeman (Wergereke manzûm ji Gazzalî)
- #Mela Mihemedê Hizranî:Mecnûn û Leyla
- #Şêx Xalidê Zêbarî:Sîseban
- #Şêx Ebdulqadirê Hizranî:ed-Dîvân
- #Mela Nesredînê Zoqeydî:Eqîda Îmanê
- #Şêx Mihemed Kerbela:Mirsadü’l-Etfal
- #Mela Mihemed Hadiyê Licî:ed-Durrü’l-A‘lâ fî İlmi’t-Tecvîd
- #Mela Xalidê Orekî:Îcazetname
Parlamentera DEM Partiyê pirsnameyek da
Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp, di meha Sibatê de ji bo ku Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy bibersivîne, pirsnameyek pêşkêşî Serokatiya TBMMê kir. Tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî Wezîr Ersoy bersiva pirsnameyê neda.
Gokalpê di pirsnameya xwe de pirsîbû ku “Koleksiyona Şarkiyatê ku tê gotin ‘Berhemên Nadir ên Kurdî’ tê de zêde ne, ji çend cîld û berheman pêk tê? Di vê koleksiyonê de çend berhem bi kurdî ne? Tevî ku pêvajoya katalogkirinê bi dawî bûye, çima 195 berhemên destnivîs (ku 130 ji wan kurdî, 3 farisî û 62 jî erebî ne) nehatine qebûlkirin nav pergala dîjîtal a saziyê?” Gokalpê her wiha daxwaz kiribû ku di bin banê Meclîsê de lêkolînek were kirin.
Hinek pirtûkên bi Kurdî yên ku li Saziya Berhemên Destxetan a Tirkiyeyê ne, lê nehatine dijîtalîzekirin ev in:
Mem û Zîn (Ahmedi Xani), Leyla û Mecnûn, Dîwana Siyahpoş, Dîwana Seyyid Qedrî, Dîwana M. Zeynelabidin, Manzûme-î Faqiyê Teyran, Eqîda Îmanê ya Manzûm (M. Alî Nasreddîn Zokî), Mewlûda Kurmancî (M. Mûhammed Beşîr Elcezerî), Kitaba Durri'l-Ala, Zubdetu't-Tecvîd, Çîçeka Destê Zaruka, Dûmanname (M. Îzzet Cixsî).
Bayrak: “Derketina van berheman ji bo dîroka kurdan girîng e”
Dîrokzan Mehmet Bayrak destnîşan kir ku derketina çavkaniyên wê serdemê hem ji bo dîroka kurdan hem jî ji bo dîroka Tirkiyeyê girîng e. Bayrak derbarê çapkirina arşîva Jaba û veşartina berhemên di destê saziyê de wiha axivî: “Wezaretê demeke Quranek bi kurdî û Mem û Zîn çap kir; paşê Saziya Zimanê Tirk (TDK) ferhengeke kurdî weşand. Ev xebat pir sînordar in. Berî her tiştî divê çavkaniyên arşîvê werin tesnîfkirin û ev berhemên destxet ên kevn derkevin holê.”
Bayrak da zanîn ku dema ew li Pirtûkxaneya Dewletê ya Beyazitê wezîfedar bû, wî tespît kiriye ku elfebayeke kurdî xistine nav berhemên tirkî yên bi tîpên erebî:
“Min bi tesadufî di kataloga berhemên tirkî yên bi tîpên erebî de dît. Min li pergala kartoteksê nêrî û min dît ku elfebayeke kurdî ya bi tîpên erebî ye. Elfebaya kurdî jî xistine nav berhemên tirkî. Ji ber vê yekê, ger bi durustî tesnîfkirin û berhevkirina van berheman were kirin, dê xebateke pir girîng pêk bê.”
“Ev tiştekî plankirî ye”
Dîrokzan Bayrak neşandina berheman a ji bo pergala dîjîtal wekî “sansûr” bi nav kir:
“Ev sansûreke bi zanebûn e. Di dema Ataturk de belgeyên arşîva Osmanî bi vagonên trenê, bi bihayekî erzan firotin Bulgaristanê. Ew li wir wan diparêzin û niha mirovên ku dixwazin doktorayê bikin, bi pereyan ji wan çavkaniyan sûd werdigirin. Ev sansûrek e ku bi armanca qutkirina têkiliya bi rabirdûyê re tê kirin. Ev polîtîkaya ku ji dema Îttihat û Terakkiyê ve tê meşandin e; polîtîkaya tirk-îslamkirinê ye. Ji bilî vê, her tim sansûr li ser hêmanên din hebûye.”
Bayrak mînaka hevdîtineke veşartî ya li Meclîsê da û diyar kir ku di sala 1922an de li ser ‘muxtariyeta Kurdistanê’ qanûnek hatiye amadekirin, lê ew beş di zabitnameyan de nîn e: “Di Sibata 1922an de di rûniştineke veşartî de mijara muxtariyeta Kurdistanê wekî pêşnûmeqanûn tê nîqaşkirin. Di 10ê Sibata 1922an de ev pêşnûme dibe qanûn. Lê di zabitên rûniştinên veşartî de ku Meclîsê weşandine, tarîxên 10ê Sibatê û 10ê Tîrmehê vala ne.”
“Dewlet sansûrê bi kar tîne”
Bayrak diyar kir ku bi saya lêkolînên Robert Olson li arşîvên Amerîka û Îngîltereyê, lîsteya endamên Cemiyeta Azadiya Kurd derketiye holê û wiha got: “Ji ber sansûra dewletê ya li ser van mijaran, di destê me de tu tişt nîn e.”
Her wiha Bayrak anî ziman û got, agahiyên wan hene ku berhemên li herêma kurdan ji bo Pirtûkxaneya Konyayê hatine birin, lê li gorî zanyariyên wî ew berhem bi awayekî saxlem nehatine tesnîfkirin.
Saziya Berhemên Destxetan hê jî ev merhem nexistine sîstema dijîtal lê lêkolîner û raya giştî li bendê ne ku Wezaret heman zelalbûna di arşîva Jaba de, ji bo hemû berhemên saziyê jî nîşan bide.



