Piştî ku walîtiyê pîrozkirina 1ê Gulanê li qada Taksîmê û derdora wê qedexe kir, polîsan bi tundî mudaxaleyî sendîka û saziyên ku dixwestin bimeşin Taksîmê kir. Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ragihand ku herî kêm 576 kes hatine desteserkirin.

Gelek rêxistinên demokratîk, sendîka û saziyên sosyalîst xwestin ku di 1ê Gulanê de ber bi Taksîmê bimeşin. Lê li dijî vê daxwazê, Walîtiya Stenbolê êvara 30ê Nîsanê biryara qedexeyê da û gelek kolan û kûçeyên Beyoglûyê ji çûnûhatinê re girtin. Polîsan ji serê sibê ve Meydana Taksîmê jî di nav de; navçeyên Beyoglû, Şîşlî û Beşîktaşê dorpêç kirin.
Bi banga Înisiyatîfa 1ê Gulanê, rêxistinên çep/sosyalîst û sendîka, ji saet 10:00an û pê ve li meydanê Mecidiyekoyê dest bi kombûnê kirin.
Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de ragihand ku di 1ê Gulanê de li Stenbolê 17 jê zarok, 8 jê parêzer û 2 jê xebatkarên çapemeniyê, bi giştî 576 kes hatine desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 336 kes li Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê û 240 kes jî li Emniyeta Gayrettepeyê têne girtin. Hat destnîşankirin ku 47 kesên ku li ser Pira Boğazîçiyê hatine desteserkirin dê sibê sewqî edliyeyê bikin û 529 kes jî piştî girtina îfadeyên wan dê werin berdan.
Derdora saet 10.30an li Mecidiyekoyê mudaxaleya destpêkê li dijî sendîka û rêxistinan pêk hat. Polîsan bi tundî mudaxaleyî komên ku li ser rêya hawirdorê ya bin Viyaduka Mecidiyekoyê kom bûbûn, kir.
Di saet 10.45an de jî hin saziyên ku di nav Înisiyatîfa 1ê Gulanê de cih digirin, li ber Astoria AVMyê kombûn û ber bi meydana Mecidiyekoyê ve meşiyan. Kesên ku beriya bigihîjin meydanê rastî mudaxaleya hêzên taybet ên emniyetê hatin, sloganên “Taksîm sor e, dê sor bimîne” û “Bijî 1 Gulan” berz kirin.
Dema xebatkara Niha+’ê Doga Tekneciyê dîmenê mudaxaleya polîsan digirt, rastî tûndkariya polîsan hat. Polîsan telefona Tekneciyê avêtin erdê.
Kesên ku ji mudaxaleya polîsan dûr ketin, careke din li ser rêya meydana Mecidiyekoyê kom bûn. Polîsan çapemenî asteng kir û nehîştin dîmenan bikişîne û tevahiya koma ku li ser rêya meydanê kom bûbûn, dorpêç kirin.
Dora saet 11:15an, komeke din a ku ji ber Astoria AVM’yê ber bi meydana Mecidiyekoyê ve dimeşiya, gihişt koma di dorpêçê de û her du kom bûn yek. Piştre polîsan bi gazê êrişî koman kir.
Komên ku polîsan nehişt derkeve Taksîmê, piştî êrişê li kolan û sikakên Mecidiyekoyê belav bûn.
Piştre gelek rêxistin û sazî careke din li meydana Mecidiyekoyê kom bûn. Polîsan ev kom jî dorpêç kir.
Rojnameger Yusuf Çelik ê ku dorpêça polîsan dişopand, hat desteserkirin. Polîsan midaxaleya li dijî xebatkarên çapemeniyê domand.
Di dorpêçê de dirûşmên wekî “Bijî 1ê Gulanê” û “Her der Taksîm, her der berxwedan” hatin berzkirin. Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş, di nava dorpêçê de axaftinek kir. Polîsan kesên di nav dorpêçê de siwarî wesayîtên desteserkirinê kirin. Polîsan careke din mudaxaleyî xebatkarên çapemeniyê kir.
Lubunyayên ku li derveyî dorpêçê man, ji bo kesên hatine desteserkirin slogana “Rûmeta lubunyayan dê îşkenceyê têk bibe” berz kirin.



