Wezîrê Dadê Gurlek: Dibe ku cenazeyê Gulistan Dokûyê bi kîmyasalan ji holê hatibe rakirin

Wezîrê Dadê Akin Gurlek got, “Ji bo me yek ji mijarên herî girîng dîtina bermayiyên termê Gulistanê ye. Hevalên me bi hestyariyeke taybet li ser vê mijarê dixebitin.”

Li Dêrsimê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5ê Kanûna Paşiya 2020an ve wenda ye.

Akin Gurlek li Wezareta Dadê ya Enqereyê bi nûçegihanên edliyeyê yên ku li dadgehên Stenbolê dixebitin re civînek li dar xist. Gurlek di vê civînê de lêkolîn û dozên heyî nirxandin û bersiv da pirsên nûçegihanan.

Di çarçoveya doza Gulistan Dokuyê de Waliyê Tunceliyê yê wê demê Tuncay Sonel, hevjîna wî, kurê wî û gelek rayedarên dewletê hatibûn girtin. Wezîr Gurlek bal kişand ser girîngiya dîtina termê Gulistanê û got:

“Ji bo me yek ji mijarên herî girîng dîtina bermayiyên termê Gulistanê ye. Hevalên me bi hestyariyeke taybet li ser vê mijarê dixebitin. Hinek daxuyaniyên di dosyeya dozê de nîşan didin, dibe ku cihê term çend caran hatibe guhertin. Daxuyanî hene ku ew di dawiyê de birine cihekî li ser Rêya Pêrtagê. Her wiha îhtimala ku term bi madeyên kîmyewî bi temamî hatibe tunekirin jî tê nirxandin.”

Gurlek di axaftina xwe de qala dozên faîlên wan nediyarin û dosyeyên ku piştî gelek salan ji nû ve hatine vekirin jî kir.

“40 doz hatin çareserkirin”

Wezîr Gurlek bal kişand ser wê yekê ku dozên kujernediyar ji nû ve tên lêkolînkirin û ji bo nirxandina potansiyela di nava van dosyeyan de bi serdozgeriyên komarê re hevdîtin tên kirin û got:

“Me bi rêya xebatên vê beşa ku di nava Wezareta Dadê de hatiye avakirin (Beşa Lêkolîna Tawanên Kujernediyar), encamên hêja bi dest xistin. Çar meh di ser damezirandina vê beşê re derbas bûne û 40 dozên ku bi 46 qurbaniyan re pêwendîdar bûn, hatin çareserkirin. Eşkere ye ku tiştek heta hetayê di tariyê de namîne û dad dê zû yan dereng pêk tê. Dibe ku di wê demê de delîl bi têra xwe nehatibin komkirin an jî bûyer bi temamî nehatibin ronîkirin. Lê belê em dibînin ku gava bi biryardarî kar were kirin û hemû çavkanî werin bikaranîn, piştî salan jî encam dikarin bên bidestxistin. Ev yek baweriya bi dadê ve zêde dike.”

Gurlek behsa guherînên di doza Gulistan Dokuyê de kir û da zanîn ku bipêşveçûneke girîng çêbûye lê hîn zû ye ku mirov bibêje lêkolîn bi dawî bûye.

Gurlek ragihand ku îfadeya Umut Altaşê reviyayî di dawiyê de hatiye wergirtin û got:

“Yek ji mijarên herî girîng, dîtina bermayiyên termê Gulistanê ye. Hevalên me bi hestyariyeke taybet li ser vê mijarê dixebitin. Hinek îfadeyên di dosyeyê de nîşan didin, dibe ku cihê bermayiyên term çend caran hatibe guhertin. Îfadeyên wiha hene ku nîşan didin ew cara dawî birine cihekî li ser Rêya Pêrtagê. Her wiha em îhtimala ku bermayiyên term bi rêbazên madeyên kîmyewî ve hatibin tunekirin jî dinirxînin. Hin îfade di vî warî de derketine holê lê belê armanca me ya sereke bê guman bidestxistina bermayiyên term e. Ev yek ji bo me pir girîng e, bi kêmanî ji bo ku malbata wê karibe li ser gora zaroka xwe diayan bike.”

Gurlek bal kişand ser wê yekê ku Serdozgeriya Komarê li ser vê dosyeyê xebateke cidî dimeşîne û diyar kir ku hinek karmendên dewletê yên berê erkên xwe bi awayekî şaş bi kar anîne. Wî da zanîn ku angaşt û encamên ku nîşan didin “wan hewl daye rê li ber lêkolînê bigirin an jî delîlan tune bikin” jî tên lêkolînkirin.

Wezîr Gurlek diyar kir ku di vekolîna tawanan de nasnameya gumanbaran ne girîng e û got:

“Ne girîng e ku ew kes parêzgar be yan jî xwediyê meqamekê be. Eger derbarê tawanekê gumaneke şênber hebe, dozgeriya pêwendîdar bêyî ku li bernavkê wî kesî binêre tedbirên yasayî yên hewcedar distîne. Her ku lêpirsîn bi pêş ve diçe, dibe ku agahiyên nû derkevin holê. Pêvajo niha ji aliyê serdozgeriyên komarê yên Erzirom û Dêrsimê ve tên birêvebirin.”

Çi bûbû?

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû di 5ê Kanûna Paşiya 2020an de venagere wargeha ku lê dimîne.

Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynin serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.

Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.

Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.

Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.

Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.

Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.

Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.

Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.

Serdozger Ebru Cansu ya ku di sala 2024an de li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê hatibû erkdarkirin, dosye ji nû ve vekir.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine, di destpêka vê salê de şahidekî nepen li dijî kurê walî îfade daye û lêpirsîn li ser vê geşedanê kûr bûye. Her weha çapemeniyê nivîsîbû ku şahedê nepen gotiye, kurê walî tecawiz li Gulistan Dokuyê kiriye û piştre bi çekê kuştiye.

Li ser vê geşedanê, dozgeriyê derbarê gelek navan de biryara desteserkirinê da. Bi fermana dozgeriyê di 13ê Nîsana 2026an de li heft bajaran bi awayekî hemwext operasyon hatin kirin.

Wezîrê Dadê Akın Gurlekê ku di Sibata 2026an de dest bi wezîfeyê kir, got ku “divê heta dawiyê lêpirsîn bê kolandin.” Di dema windabûna Dokuyê de Suleyman Soylu wezîr bû. Piştî wî Ali Yerlikaya hatibû tayînkirin.

Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.

Kesên hatin desteserkirin ev in:

Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”

Her weha di çarçoveya lêpirsînê de di 21ê Tîrmehê de di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketek teknolojiyê ku tê gotin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin.

Di 27ê Tîrmehê Wezîrê Dadê Akin Gurlek daxuyanî dabû û gotibû ku “Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, bi kordînasyona Serdozgeriya me ya Komarî ya Erzîromê û ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Erzeromê ve li 15 bajaran bi awayekî hemwext li dijî 19 gumanbaran operasyon hat kirin. Li 21 navnîşanan lêgerîn hatine kirin û 18 gumanbar hatine desteserkirin.”

Di 29ê Tebaxê de di pêla 5emîn a operasyona lêpirsînê de 10 gumanbar hatibûn desteserkirin. Ji wan heta niha 4 kes hatine girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna berfireh a Serdozgeriyên Komarî yên Erzurum û Tunceliyê de hejmara kesên di lêpirsînê de hatine girtin derket 32an.

Nebî Yavûzê ku 30 sal di girtîgehê de ma ji ber nexweşiya penceşêrê mir

Nebî Yavuzê ku cezayê xwe temam kiribû diviyabû di sibata 2023an de bihata berdan ,lêbelê Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê 6 mehan cezayê wî taloq kiribû. Yavûz 30 sal û 6 meh di girtîgehê de ma û di 5ê Tîrmeha 2023an de ji Girtîgeha Tîpa M a Bafra Samsûnê hatibû berdan.

Nebî Yavuz ê ku di sala 1993an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê bi cezayê muebbetê hatibû cezakirin. Nebî Yavûz li girtîgehên Mêrdîn, Amed, Edene, Vezîkopru û Bafrayê yên Samsûnê maye.

Nebî Yavuzê cezayê xwe temam kiribû diviyabû di sibata 2023an de bihata berdan lê belê Lijneya Çavdêriya Îdarî ya Girtîgehê ve 6 mehan hatibû taloqkirin. Yavûz piştî 30 sal û 6 mehên di girtîgehê de hat ragirtin di 5ê Tîrmeha 2023an de ji Girtîgeha Tîpa M a Bafra Samsûnê hatibû berdan.

Li gorî nûçeya AWê Yavûz piştî hatibû berdan dest bi kontrolên tenduristiyê kiribû û gumana penceşêra pankreasê lê hatibû kirin. Yavuzê ku demekê li malê dihat dermankirin, rewşa wî xirab bû û ew birin Nexweşxaneya Tewqûfê ya Qoserê.

Hat zanîn ku Nebî Yavûz bi nexweşiya penceşêra pankreasê ketiye. Yavuzê ku li nexweşxaneyê lê dihat dermankirin koça dawî kir. Cenazeyê Nebî Yavûz dê piştî karûbarên olî li gundê Sitîlê yê girêdayî navçeya Nisêbînê bê veşartin.

Nebî Yavûz piştî hatibû berdan ewil çûbû cem malbata xwe ya li Îzmîrê û piştre vegeriyabû welatê xwe. Yavûz di daxuyaniya ku piştî berdana xwe dabû de wiha gotibû:

“Dîroka me ya têkoşînê ya 50 salî, bi deh hezaran kesan re dewam dike. Têkoşîna me bi ked û berxwedana gel mezin dibe. Di girtîgehan de jî ev hêvî û bawerî, me li ser piyan hişt, hêzê da me. Bi têkoşîna ku hatiye dayîn serê min bilind e û ez pê serfiraz im. Serkeftin dê ya me be.”

5EMÎN KONGREYA ASAYÎ A DEM PARTİYÊ

Bakirhan û Hatimogullari dîsa weke Hevserokên Giştî hatin hilbijartin

Di hilbijartinê de nêzî 600 delegeyan deng da û di kongreyê de endamên esil û yedek ên desteyên wekî Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Dîsîplînê ya Navendî (MDK) jî hatin hilbijartin. Di PM, desteya dîsîplînê ya navendî û desteya lihevanînê de bi giştî 45 nav guherîn.

DEM Partî 5emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalleyê ya Enqereyê li dar xist.

DEM Partiyê bi kongreya xwe ya Mezin a Asayî ya 5emîn PMya xwe ya nû jî diyar kir. Di encama hilbijartinê de 80ê endamên esil û 35 jî endamên yedek hatin hilbijartin. Di nava PMê de navên nû jî cih girtin.

Di kongreyê de bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de nêzî 600 delegeyan deng da û di encama dengdayînê de Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.

Her weha di kongreyê de endamên esil û yedek ên desteyên wekî Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Dîsîplînê ya Navendî (MDK) jî hatin hilbijartin. Di PM, desteya dîsîplînê ya navendî û desteya lihevanînê de bi giştî 45 nav guherîn.

Endamên Meclîsa Partiyê

Endamên esil yên PMyê yên di kongreyê de diyarbûn ev in:

  1. Asiye Kolçak
  2. Ayfer Fatma Çelik
  3. Aylin Hacaloğlu
  4. Berdan Gündüz
  5. Berdan Öztürk
  6. Berivan Elter
  7. Berna Çelik
  8. Besriye Tekgür
  9. Beyza Zeyno Bayramoğlu
  10. Burcugül Çubuk
  11. Bülent Uyguner
  12. Canan Çalağan
  13. Canan Kebenç Özkan
  14. Cemile Turhalli
  15. Çiğdem Köse
  16. Derya Arslan
  17. Diyadin Fırat
  18. Doğan Erbaş
  19. Ebru Günay
  20. Ekaterini Nikolaо
  21. Ekrem Baran
  22. Elif Bulut
  23. Elif Çoban
  24. Emin Orhan
  25. Emirali Türkmen
  26. Ender İmrek
  27. Evcil Türker
  28. Eylem Saruca
  29. Fatma Çelik
  30. Fatma Koçyiğit Öner
  31. Fikret Melih Çolakoğulları
  32. Hacı Erdemir
  33. Hakkı Saruhan Oluç
  34. Hasip Şan
  35. Hatice Doğan
  36. Hatice Betül Çelebi
  37. İbrahim Akın
  38. İbrahim Ateş
  39. İdil Uğurlu
  40. İlknur Birol
  41. Mahfuz Güleryüz
  42. Mehmet Saltoğlu
  43. Mehmet Resul Baykara
  44. Mehmet Rüştü Tiryaki
  45. Melis Emine Tantan
  46. Metin Kılavuz
  47. Muhsin Dalfidan
  48. Murad Mıhcı
  49. Musa Piroğlu
  50. Nayif Bulğa
  51. Nevroz Şanlı
  52. Nuray Özdoğan
  53. Ömer Kulpu
  54. Özlem Gündüz
  55. Öztürk Türkdoğan
  56. Perihan Pakize Sinemillioğlu
  57. Recep Demirci
  58. Sabuha Akdağ
  59. Sadet Fırat
  60. Sami Evren
  61. Sedat Şenoğlu
  62. Sema Koç
  63. Semra Kıratlı
  64. Serhat Eren
  65. Servin Kararkoç
  66. Sevda Çelik Özbingöl
  67. Several Ballıkaya Çelik
  68. Sevtap Akdağ Karahalı
  69. Seyfettin Aydemir
  70. Sezai Temelli
  71. Sezgin Kartal
  72. Sinem Seven
  73. Tayip Temel
  74. Turkut Çatar
  75. Umut Vedat Açar
  76. Ümit Küçükbayatlılı
  77. Ünal Yusufoğlu
  78. Vaysi Unat
  79. Yüksel Mutlu
  80. Zeyyat Ceylan

Endamên yedek jî ev in:

  1. Abdulkadir Baydur
  2. Ahmet Altünay
  3. Aziz Akın Gülhan
  4. Bayram Sarı
  5. Ceduh Batur
  6. Ceyhan Akay
  7. Ercan Sevmez
  8. Erkan Şahin
  9. Ertan Hamitoğlu
  10. Ertürk Soysal
  11. Eylem Zengin Çetiner
  12. Güliz Demiroğlu
  13. Haşim Kutluk
  14. Heval Dılbihar
  15. Jiyan Bahadır
  16. Kasım Yıldırım
  17. Mediha Yüksel
  18. Mehmed Ali Yavuz
  19. Mehmet Deniz Büyük
  20. Mehmet Sabri Gül
  21. Murat Yıldız
  22. Naciye İskender
  23. Nebahat Gever
  24. Necla Yıldırım
  25. Nesibe Akdağ
  26. Nurcan Karasu
  27. Orhan Budak
  28. Ramazan Doğru
  29. Rezan Kağanarslan
  30. Sena Ceylan
  31. Sıtkı Güngör
  32. Şevval Dicle Akay
  33. Türkan Poyraz
  34. Zeynep Yaküt
  35. Zeynep Yalçın

Endamên Desteya Dîsîplînê ya Navendî

  1. Bedia Boran Bulut
  2. Cumhur Ege
  3. Emine Akyazılı
  4. Eylem Arzu Kayaoğlu
  5. Hüseyin Gözen
  6. Metayin Demir
  7. Zeynep Nilgün Salmaner

Endamên yedek

  1. Pirozhan Karali Güler
  2. Sedat Bilgin

Endamên Desteya Lihevhatinê

  1. Ayşe Erdem
  2. Fatma Ayparçası
  3. Gonca Yangöz
  4. Mehmet Salih Yıldız
  5. Nevzat Anuk

Endamên yedek:

  1. Deniz Yalçın
  2. Naif Eroğuz

EPya nû ya Serhat Kural di 3ê Îlonê de derdikeve

Strana yekem a EPyê, Medrenge, awazeke kevneşopî ya herêma Serhedê ye. Kural ve stranê bi sazkirine nûjen digihîne guhdaran. Di vê berhemê de Nurcan Değirmenci, Meral Tekçi, Hivda Gökel û Zelal Gökçe bi dengên xwe alîkariya Kural dikin.

Hunermendê Kurd Serhat Kural, EPya xwe ya nû ku ji sê stranan pêk tê, di 3ê Îlonê de li ser hemû platformên dîjîtal diweşîne. Ev berhem ji stranên bi navê Medrenge, Zêrzewan û Bêdengî pêk tê. Di albûmê de sê vegotinên muzîkî yên cuda, ku ji bîra devkî ya muzîka Kurdî, şopên erdnîgariyê, bîra kesane û bêdengiyê xwedî ilham in, li hev dicivîne.

Strana yekem a EPyê, Medrenge, awazeke kevneşopî ya herêma Serhedê ye. Kural ve stranê bi sazkirine nûjen digihîne guhdaran. Di vê berhemê de Nurcan Değirmenci, Meral Tekçi, Hivda Gökel û Zelal Gökçe bi dengên xwe alîkariya Kural dikin.

Strana duyem, Zêrzewan, li ser gotin û muzîka Xalit Tari hatiye çêkirin. Ev berhem li dora wêneya Zêrzewanê hatiye avakirin û hestên wêranbûnê, hesretê, sûcdariyê û birîndarbûna hundirîn bi helbestîyeke xurt vedibêje.

Strana sêyem a EPyê, Bêdengî ye û Serhat Ertuna gotin jê re nivîsîne û muzîka wê çêkiriye. Ev berhem li pey bêdengiyê, derbasbûna demê, bîranînan û rewşa hebûn û tunebûnê dikeve û bi dîzayna deng û sazkirina xwe atmosfereke hundirîn ava dike.

EPya nû ya Serhat Kural, ji 3ê Îlonê û pê ve li ser hemû platformên dîjîtal dê amade be.

Stranên di EPyê de

Medrenge
  • Deng: Nurcan Değirmenci, Meral Tekçi, Hivda Gökel, Zelal Gökçe
  • Saza Dede: Doğan Saldanlı
  • Klavye: Ferhat Can Altıntaş
  • Bas: Olcay Bozkurt
  • Aranje / Rêxistin: Doğan Saldanlı
  • Mix / Mastering: Doğan Saldanlı
  • Wêne: Damla Kopuz
  • Berhevkar: Serhat Kural
  • Herêm: Herêma Serhedê
Zêrzewan
  • Hunermend: Serhat Kural
  • Gotin û muzîk: Xalit Tari
  • Sazkirin û aranje: Serhat Ertuna
  • Mix / Mastering: Orhan Kara
  • Wêne: Damla Kopuz

Bêdengî

  • Hunermend: Serhat Kural
  • Gotin û muzîk: Serhat Ertuna
  • Dîzayna deng û aranje: Serhat Ertuna
  • Deng: Serhat Ertuna
  • Mix / Mastering: Orhan Kara
  • Wêne: Damla Kopuz

Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana koça dawî kir

Nivîskar, Siyasetmedar û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, li nexweşxaneya ku lê dihat derman kirin, koça dawî kir. Nimêja cenazeyê dê îro di saet 13.00an de li Mizgefta Uluyê bê kirin û piştre dê li Goristana Yenikoyê bê definkirin.

Siyasetmedar û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana demeke dirêj bû bi nexweşiya KOAHê ketibû. Zana li nexweşaxaneya ku lê dihat dermankirin di saet 18:35an de koça dawî kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameya cenazeyê eşkere kir. Di parvekirina li ser hesabê Xê yê şaredariyê de hatiye ragihandin ku ji bo Mehdî Zanayê ku di navbera salên 1977-1980î de şaredarê Amedê bû, dê îro saet di 11.00an de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin merasîma bîranînê bê li dar xistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nimêja cenazeyê dê îro di saet 13.00an de li Mizgefta Uluyê bê kirin û piştre cenaze dê li Goristana Yenikoyê bê definkirin.

Her weha piştî definkirinê dê li Mala Şînê ya Licêyiyan tazîye bên qebûl kirin.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Em hemû gelê xwe vedixwînin merasîma bîranînê û birêkirina Mehdî Zana ya ber bi rêwîtiya wî ya dawî.”

DEM Partî: “Serê gelê Kurd sax be”

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama ser saxiyê belav kir. Di peyamê de weha hatiye gotin:

“Me bi xemgînî bihîst ku siyasetmedarê doza gelê Kurd Mehdî Zana koça dawî kiriye. Serê malbatê û gelê Kurd sax be. Wî di temamê emrê xwe de ji bo aştiyeke birûmet li ber xwe da, berdêlên giran dan. Deynê me ye, em ê aştiya birûmet ava bikin û diyarî giyanî wî bikin.”

Her weha Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullariyê jî ji bo Mehdî Zana peyamên ser saxiyê weşandin.

Peyama Bakirhan weha ye:

“Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be. Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû. Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran da, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be.”

Peyama Tulay Hatimogullariyê jî weha ye:

Em ji ber koça dawî ya Şaredarê berê yê Amedê, siyasetmedarê Kurd ê hêja û çalakvanê dilsoz Mehdî Zana pir xemgîn in. Em ê Mehdî Zana her tim bi têkoşîna wî ya ku ji bo maf û azadiya gelê xwe da û bi mîrateya hêja ya ku li pey xwe hişt, bi bîr bînin.

Ez sersaxiyê li Leyla Zana, malbata wî ya hêja, hezkiriyên wî û gelê Kurd dikim.

Peyama Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:

“Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana, sersaxiyê li xanim Leyla Zanayê û hemû malbat, kes û kar û hevalên wî dikim. Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurdan a li Tirkiyeyê bû. Wî salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê xwe derbas kirin û di vê rêyê de gelek qurbanî dan. Ez hevparê xema malbat, kes û kar û hevalên wî me. Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide wan hemûyan.”

Peyama Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê navdar ê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:

“Ez sersaxiyê ji malbata siyasetmedarê Kurd ê navdar Mehdî Zana re dixwazim. Rêz û hurmet ji bo malbata wan a birêz, bi taybetî ji bo xwişka hêja Leyla Zanayê. Mehdî Zana yek ji xebatkarên Kurd ên navdar bû ku jiyaneke dirêj di têkoşîna gelê Kurd de derbas kir. Ruhê wî şad û cihê wî bihuşt be.”

Talebanî: “Mehdî sembola wêrekiya gelê me bû”

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, bi boneya koça dawî ya “Mehdî Zana” peyameke sersaxiyê weşand. Talebanî weha got:

“Xanima rêzdar û têkoşer Leyla Zana
Malbata serbilind ê rêzdar Mehdî Zana

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya xebatkarê dêrîn, rêzdar Mehdî Zana, em ji kûrahiya dil xemgîn û dilgiran bûn.
Rêzdar Mehdî sembolekî polayîn yê berxwedêrî, wêrekî û helwesta mêrxasiyê ya gelê me bû û temenekî tijî serwerî di oxira ziman, nasname û mafên rewa yên gelê Kurd de bexşî.
Ji destdana ev zilamê mezin ji bo her Kurdekî xemeke kûr û êşeke mezine. Xebata we ya rêzdar û ya birêz Mehdî rûpelekî tijî rûmete ku tu carî ji dilê vê neteweyê dernakeve.
Em sersaxiyê ji we re dixwazin û wekî hertim em xwe hevparê xema we dibînin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê pak ê rêzdar Mehdî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide we û malbat û hevalên wî.”

Peyama Qubad Talebanî

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî bi boneya koça dawiya “Mehdî Zana” peyameke sersaxiyê arasteyî “Leyla Zana” û hemû gelê Kurd kir:

“Mehdî Zana, siyasetmedarekî naskirî û nîştimanperwerekî mezin ê Kurd bû. Bi bihîstina nûçeya koça dawî yê vî têkoşerê aştixwaz ê Kurd, em xemgîn û dilteng bûn. Bi vê boneyê, em ji kûrahiya dil hevxemiya xwe arasteyî hevjîna wî xanim Leyla Zana û hemû gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dikin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê Mehdî Zana bi bihuşta berîn şad bike û xewn û hêviyên wî ji bo gelê Kurd û çespandina aştiyê li hemû herêmê pêk bîne.”

Mehdî Zana kî ye?

Mehdî Zana di 20ê Kanûna Pêşîna 1940an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bûye.

Siyasetmedar Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de bû Şaredar û Serokatiya Şaredariya Amedê kir. Zana yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurdan bû ku weke siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.

Mehdî Zana di sala 1963an de tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bû û dest bi kariyera xwe ya siyasî kir. Zana di sala 1965an de bû serokê TÎPê yê navçeya Farqîna Amedê.

Di hilbijartinên herêmî yên sala 1977an de wekî namzedekî serbixwe bû Serokê Şaredariya Amedê. Zana ev peywira xwe heta darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî domand. Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hat girtin.

Zana di Girtîgeha Amedê ya Bi Hejmar 5an de ma ku bi îşkenceyan dihat naskirin ma. Her weha Zana bi giştî 16 salan di girtîgehan de ma.

Zana ji ber xebatên xwe yên di xeta Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK / RêyaAzadî) û DDKOyê de di dozên sereke de hat darizandin.

Piştî ku ji zindanê derket, bi salan wekî penaberekî siyasî li welatên Ewropayê yên wekî Siwêd û Almanyayê jiya. Zana sala 2004an vegeriya Tirkiyeyê.

Mehdî sala 1975an bi Leyla Zanayê re zewicî. Leyla Zana yek ji parlamenterên jin ên Kurd ên yekem ên Tirkiyeyê ye û xwediya Xelata Ramanê ya Sakharovê ya navneteweyî ye. Ji vê zewacê du zarokên wan hene.

Zana gelek pirtûk nivîsandine ku tê de qala bîranînên xwe yên zindanê û têkoşîna siyasî ya Kurdan dike.

Pirtûkên wî ev in:

Li Bendê Be Amed (1991), Rojnivîsa Hovîtiyê – Ji Zindanên Amedê) (1992), Leylaya Delal – Ew Şev Sirgûniyeke Dirêj Bû (1995), Zelal Ji Nû Ve Jidayîkbûn (1996).

Ji ber lehiya li Nepalê 2 hezar û 400 kes winda ne

Di encama karesata lehiyê de heta niha li Nepalê 579 kes û li Tîbetê jî 7 kes mirine.

Li ser sînorê Nepal û Tîbetê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo kesên ku di lehiya 26ê Tebaxê de winda bûne dewam dikin.

Tîmên Nepalî û Çînî bi hev re mil bi mil dixebitin. Li gorî zanyariyên fermî yên dawî, hejmara kesên ji ber lehiyê winda bûne gîhîştiye 2 hezar 400 kesan.

Tîmên alîkariyê ragihandine ku heta niha cenazeyên 586 kesan hatine dîtin. Her weha lehiyê hinek cenaze birine nav axa Hindistanê.

Saziya Parastina Sivîlan a Nepalê ragihandiye ku navên 933 karmendên projeyên elektrîka avê li lîsteya windayan hatine zêdekirin. Berê di vê lîsteyê de navên bi sedan geştyarên ku ji bo serdana Çiyayê Kailashê yê li Tîbetê bi rê ketibûn hebûn.

Her weha Rêxistina Xaça Sor hişyarî da ku bandora derûnî ya vê karesatê “gelekî mezin e”. Li gorî pêşbînîyan 93 hezar kesan ji karesata lehiyê zerar û ziyan dîtine.

Ji ber tirsa lehiyên nû, xebatên lêgerînê zehmet bûne. Polîsê Nepalê ji hemû tîmên alîkariyê xwest ku “yekser herêmê vala bikin” û herin cihên ewle. Agahî gihîştine wan ku bendaveke li aliyê Tîbetê ducare teqiyaye. Li aliyê Çînê jî hikûmetê li herêma Girongê ji ber metirsiya lehiyê operasyonên rizgarkirinê rawestandin.

Li Nepalê 579 kes mirin û 924 kes winda ne ku 517 ji wan geştyarên biyanî ne. Her weha li Tîbetê jî 7 kes mirin û 554 kes winda ne. Di wan rûbarên ku ji Nepalê diherikin Hindistanê de 7 cenaze hatin dîtin.

Li gorî nûçeya The Guardianê, pisporan diyar kir ku beşeke mezin a cemed, zinar û heriyê ber bi geliyan ve herikîne û di Çemê Trishuliyê ya Nepalê û deverên niştecihbûnê yên Tîbetê de bûne sedema lehiyên gelek wêranker.

Di vê karesatê de herifîna cemedan, zinar û herî binesaziya aborî û jiyana bi hezaran mirovan wêran kiriye.

Mehmet Sait Yildirimê ku dilê wî sekinîbû, dîsa ji nexweşxaneyê birin girtîgehê

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku 75 salî ye û krîza dil derbas kiribû. Înîsiyatîfê xwest ku Yildirim demildest were berdan.

Mehmet Sait Yıldırım ê 75 salî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin. Tevî ku cezayê Yildirim qedîyaye, 3 car in tehliyeya wî tê astengkirin ango taloqkirin.

Yildirim herî dawî 24ê Tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Hevdîtina bi lijneyê re bi rageşî derbas bûbû û weke hevdîtinên berê yên lijneyê, dîsa “poşmanî” li Yildirim hatibû ferzkirin. Yildirim piştî vedigere odeya xwe krîza dil derbas dike û hevalê wî yê odeyê rayedarên girtîgehê ji rewşê agahdar dike û wî dibin nexweşxaneyê.

Parêzerên Yildirim gotibûn ku dema Ocalan krîz kiriye, pêşî birine nexweşxaneyeke li Bucayê û lê ji ber ku li wê derê qawîşa girtiyan tune bûye, ji wir birine Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê.

Her weha parêzeran destnîşan kiribû ku Yildirim anjiyo bû û du stent xistin dilê wî ku yek ji damarên sereke yên ku diçin dil girtî bûye û Yildirim ji mirinê filitî.

Yildirim ji 24ê Tebaxê vir ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin û îro dîsa ji nexweşxaneyê birin girtîgehê.

Diviyabû Yildirim sal nîvek berê bişert bihata tehliyekirin, berdana wî bi biryara Desteya Çavdêriyê ya Rêvebiriya Girtîgehê du caran hat taloqkirin. Tevî ku mafê wî ê berdana bişert di 27ê Sibata 2025an de bû, berdana wî berê ji bo 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an û piştre jî bo 25ê Tebaxa 2026an hat paşde xistin. Desteyê di herdu biryarên taloqkirinê de weke hêcet gotiye ku Yildirim “qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” û “poşman nebûye”. Di 24ê Tebaxê de careke din 3 mehan hate taloqkirin.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 625emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Înîsiyatîfê li Kolana Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku çend roj berê li Girtîgeha Kiriklarê ya Îzmîrê krîza dil derbas kiribû.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta “dermankirin maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hate rakirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” hate berzkirin.

Hevseroka ÎHDa Enqereyê Sevîl Turgutê daxuyanî xwend.

“Xeterî li ser jiyana wî heye“

Sevîl Turgutê diyar kir ku nexweşiyên Mehmet Saît Yildirim girantir bûne û wiha got:

“Mehmet Saît Yildirim ev 31 sal in di girtigehê de tê ragirtin. Ev demeke dirêje nexweşiyên wek dil û demar, hîpertaniyon, KOAH, fitiqa stû û nexweşiyên din lê peyda bûne. Ev nexweşiyên wî jiyana wî ya rojane asteng dike. Rewşa tenduristiya Saît Yildirim di 24ê Tebaxa 2026an de bi derbaskirina krîza dil gihîşt asteke girantir. Di heman rojê de bi Desteya Çavderî û Îdareyê re hevdîtin kiriye û piştre dema ku vegeriyaye odeya xwe krîza dil derbas kiriye. Piştre wî rakirine nexewşxaneyê û stend lê dane. Ev rewşa wî ya dawî jî nîşan dide ku êdî rewşa tenduristiya Yildirim di bin xetereyê de ye.”

Sê car in berdana wî tê taloqkirin

Sevîl Turgutê bi bîr xist ku ev berdana Mehmet Saît Yildirim ev bû sê caran tê taloqkirin û rewşa tenduristiya wî li ber çavan nayê girtin. Sevîl Turgut diyar kir ku Mehmet Saît Yildirim 75 salî ye û li hemberî jiyana wî rûmeta mirovahî nayê girtin. Sevîl Turgut da zanîn ku divê Mehmet Saît Yildirim di Sibata 2025an de bihata berdan lê ev yek tê dirêjkirin û ev yek rewşa jiyan û tenduristiya wî dixe talûkeyê. Sevîl Turgut anî ziman ku divê Mehmet Saît Yildirim demildest were berdan û li cem malbata xwe dermankirina wî bi awayek rêk û pêk bê kirin.

Çi bûbû?

Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.

Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.

Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi “fermana Wezaretê” de di hucreya yekkesî de tê girtin.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.

Çavkanî: Ajansa Welat, MA, bianet

Li Sûriyeyê dersa Kurdî kete dibistanan

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke nû îmze kir. Li gorî vê biryarê, zimanê kurdî weke zimanekî niştimanî tê qebûlkirin.

Dibistaneke li Rojavayê, Foto: ANHA

Li gorî biryara Wezîrê Perwerdeyê, zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî li tevahiya Sûriyeyê tê qebûlkirin û wê di hemû qonaxên xwendinê de bibe beşek ji mufredata fermî.

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi biryareke fermî xwendina zimanê kurdî li dibistanên dewletê û taybet ên li herêmên ku kurd lê dijîn qebûl kir.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke nû îmze kir. Li gorî vê biryarê, zimanê kurdî weke zimanekî niştimanî tê qebûlkirin.

Di biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku armanca vê gavê parastina mafên çandî û zimanî û xurtkirina cihêrengiya çandî ye. Li gorî xala duyê ya biryarê, xwendekar wê heftane 3 dersên zimanê kurdî bibînin.

Ev ders wê li gel zimanên erebî û ingilîzî werin dayîn û notên zimanê kurdî jî wê liser nota giştî ya dawiya salê werin hesabkirin.

Tevî vê, heftane derseke çalakiyan jî wê bi zimanê kurdî bê dayîn.

Ji bo qonaxa derbasbûnê hêsankarî

Wezareta Perwerdeyê ji bo sala yekem a xwendinê hêsankariyek jî ragihand. Xwendekar dikarin di sala yekem de dersên civaknasî, dîrok, erdnîgarî û felsefeyê li gorî dilê xwe bi erebî an jî bi kurdî bixwînin.

Lê ev mafê hilbijartinê dê tenê ji bo sala yekem a piştî derketina biryarê derbasdar be.

Navenda Niştimanî ya Bipêşxistina Mufredatê hat erkdarkirin ku mufredata zimanê kurdî ji bo hemû qonaxan amade bike.

Şertên ji bo dersdaran

Di xala sêyem a biryarê de mercên ji bo dersdarên ku wê zimanê kurdî bidin hatin eşkerekirin.

Birêvebiriya Perwerdeyê hat erkdarkirin ku kadroyên pêwîst dabîn bike.

Kesên ku zanîngeh an jî peymangehên dersdariyê qedandine û bi kurdî baş dizanin dikarin bibin dersdar.

Di rewşên pêwîst de, kesên ku lîse qedandine û bi kurdî baş dizanin jî dikarin werin erkdarkirin.

Lê belê, ji bo hemû berbijêran şert e ku di ezmûnên nivîskî û devkî yên zimanê kurdî de bi ser bikevin.

Di dema Baasê de qedexe bû

Di serdema rêveberiya Baasê de kurdî bi her awayî qedexe bû. Li dibistanan, li saziyê dewletê kes nikarîbû bi kurdî biaxive. Bi çendîn biryar û qanûnan kurdî ji kar û barên fermî hatibûn derxistin.

Bi vê biryarê re kurdî cara pêşiyê dikeve sîstema perwerdeyê ya fermî. Serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şer’ demeke beê biryarnameyek bi hejmara 13ê weşandibû û kurdî weke zimanê “netewî” binav kiribû. Ev gav yek ji gavên pêvajoya entegrasyona rêveberiya xweser û HSDyê ya bi rêveberiya Şamê re ye ku sal û nîv in berdewam dikin.

Kurd ji Reqayê koç dikin

Li Reqayê Kurdan direvînin, îşkenceyê li wan dikin

Kesên nasnameyên wan nediyar, li Reqayê kurdan direvînin û ji wan pereyên pir dixwazin. Wan dibin cihên ne diyar, îşkenceyê li wan dikin. Ji ber vê rewşê gelek malbatên kurd ji Reqayê bar kirine.

Reqa, piştî ku HSDyê ji destê DAIŞê rüzgar kir, Foto: Hawarnews

Elî Mihemed* demeke berê saet di 11.00ê nîvro de dema ji mala xwe derket, li ber deriyê xwe wesayîteke reş a bê plaqe dît. Çend kes ji wê wesayitê dakevin. Ser û rûyê xwe bi rûpoşan girtibûn û çek di destên wan debûn.

Ji Mihemed xwestin bi wan re biçe. Mihemed bi wan re kete wesayitê û bi rê ketin.

Beriya bi rê bikevin telefon û alavên din ên Elî Mihemed li cih hiştin ango bi xwe re nebirin.

Di meh û nîva dawiyê de nêzîkî 10 kes bi vî rengî li Reqayê, bajarê Sûriyeyê hatin revandin.

Kesên nasnameyên wan nediyar saet di 11.00ê nîvro de diçin ber malên berê diyar kirine, ji wê malê yê mêr direvînin. Dibin bi rojan îşkenceyê li wan dikin û paşê fotografên wan ji malbatên wan re dişînin da ku ji bo wî berdin pereyan bidin.

Dema wan direvînin, ser û çavê wan digirin, wan dixin begaja erebeyê. Bi rojan li wir dihêhin. Paşê dibin cihên nepen. Dest û lingên wan girêdayî, bi rojan birçî dihêlin.

Ew kesên tên revandin, hemû jî kurd in.

Ji bajarê Reqayê du kesên ku bûne şahidên van bûyeran ji niha+ê re diyar kirin ku piştî ev bûyer dest pê kirine kurd ji Reqayê bar dikin. Li gorî herdu kesan armanca revandinê ew e ku kurd li Reqayê nemînin.

Ji ber ewlehiyê wan kesan, nexwestin em navên wan binivîsin. Her weha ji ber heman armancê me navê kesên ku hatine revandin, guherandin.

Piştî serê salê ji sedî 70yê Taxa Kurdan vala bûye

Reqqa li bakurê Sûriyeyê li ser Çemê Firatê dikeve. Bajarekî stratejîk e. 160 kîlometre dikeve rojhilatê Helebê. Dîrokeke wê ya kevn heye. Gelek şaristanî li vir bicih bûne.

Bajar di navbera salên 2014 û 2017an de bû paytexta DAIŞê. Ji ber şer û pevçûnan wêran bû. Di sala 2017an de bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya DYAyê ev der rizgar kir. Ji bo rizgarkirina wê operasyon bi mehan domand. Di encamê de bi hezaran DAIŞê teslîm bûbûn û ew li kampan bicih kiribûn.

Reqa, Foto: Google maps

Heta Kanûna Paşiyê ya 2026an jî di bin kontrola HSDyê de bû. Piştî dawaiya sala 2025an û destpêka sala 2026n hêzên rejîma demkî ya Şamê êrîşî deverên kurdan kirin, di Kanûna Paşiyê ya 2026an de ev dever radestî artêşa hikûmeta demkî hate kirin.

Li gorî serjimêriya sala 2011 û 2012an a beriya serweriya DAIŞê, li Reqqayê nêzî 60 hezar kurd bicih bûn. Piştî şerê Sûriyeyê û serdema DAIŞê, gelek kurdan ji vir bar kirin. Lê piştî HSDyê ew dever bi dest xist, beşek ji wan vegeriyan cih û warên xwe.

Piştî artêşa hikûmeta demkî di destpêka êrîşî deverên kurdan kirin, dîsa kurdan ji vir koç kirin. Bi taybet her du sê rojên destpêka vî şerî, li bajêr kurd neman. Lê paşê dîsa beşek ji wan vegeriyan.

Li gorî zanyariyan li Taqa Kurdan a Reqayê ji sedî 70yî kurdan bar kirine. Li tevahiya Reqayê, beriya niha rêjeya Kurdan ji sedî 40ê bajêr bû. Ji sedî 60 jî ereb bûn. Lê niha ji sedî 5 yan jî 10 kurd mane.

“Dibêjin kurd li vir mêvan in”

Mahmûd Derwîş* piştî hate revandin û bi dana pereyan serbest bû, weke yên din neçar ma û ji Reqayê bar kir. Lewre kesên ew revandin jê re gotin dema tu li vir bimînî em ê te bikujin.

Hinek kes bi revandin û kuştina malbatê tên tirsandin. Dema bar kir xaniyê xwe yê bihayê wî bi 60 cezar dolarî bû, neçar ma û bi 40 cezar dolarî firot.

Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe diyar bike got ku hemû kesên koç kirine mal û milkên xwe bi erzanî ji dest xwe derdixin û neçarî koçberiyê dibin.

Çavkaniyeke din diyar kir ku gel dest pê kiriye, genim û cehê xwe, mal û milkê xwe, dikanên xwe, wesayitên xwe difiroşin: “Milet dibêje li şûna canê xwe bidim, bila malê xwe bidim.”

Li gorî nirxandina çavkaniyekê, ew kesên vî karî dikin dibêjin, “Kurd li vir mêvan in” û divê ji vir bar bikin.

Wan serdema rejîma Beasê bibîr xist ku di wê demê de projeye “Kembera erebî” bi pêş ketibû û kesên ereb anîbûn û li cih û warên kurdan bicih kiribûn. Bi vê jî dixwestin demografiya cografiya kurdan biguherînin.

Çavkaniyekê bûyerên li Reqayê pêk tên dişibîne vê projeyê û dibêje ew armanc û ev armanc heman tişt in.

Di nava hefteyek 10 rojan de bi kêmanî telefonî 3 kesan kirine da ku ji Reqayê koç bikin.

Hikûmeta demkî çi dike?

Li gorî zanyariya çavkaniyekê bi tenê komeke yên mirovan direvînin. Lê li gorî çavkaniyeke din du sê kom in.

Tê îdiakirin ku dema tên, xwe weke endamên asayîşê didin nasîn. Ji ber wê jî kes nikare ji wan re tiştekî bibêje.

Her weha bi telefonên ku jimareyên wan xưa nabin an jî bi yên ji derveyî Sûriyeyê telefon dikin.

Dema wan direvînin destpêkê pereyên zêde dixwazin. Ji yek kesên ku hatiye revandin jê 250 hazar dolar xwestine. Hinek kes bi 20 hezar, 30 hazar dolarî karîne xwe rizgar bikin.

Ev pere bi rêya sîstema cereyan a bi navê Sham Cash ve tê şandin ku sîsteme resmî ya Sûriyeyê ye.

Sepana bi navê Sham Cashê, ji bo dabeşkirina mûçeyan, dayîna fatoreyan û veguhastina pereyan bûye rêbaza ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tercîh dike.

SMEX, saziya mafên dijîtal diparêze di meha Nîsana 2025an de derbarê Sham Cashê de lêkolînek kiriye. Li gorî vê lêkolînê:

Sepana Sham Cash a ku ji bo karmendên dewletê bûye neçarî, di warê ewlehiya dîjîtal de fikarên bilez derdixe holê.

Di meha Rêbendanê de, bi bêdengî ferman ji karmendên Sûriyeyê re hat dayîn ku ji bo girtina mûçeyên xwe sepaneke bi navê “Sham Cash” daxin.

Sepana Sham Cash tenê bi rêya malpera sepanê dikare were daxistin û di firoşgeha iOSê de nîn e. Ev jî tê wê wateyê ku sepan ne ewle ye, ji ber ku sepanên di firoşgehên fermî de cih digirin divê di testên pejirandina ewlehiyê yên tund re derbas bibin.

Nûçeyên medyayê yên di meha Rêbendanê de her wiha nîşan didin ku sepan bi veguhastinên “Bankaya Çam” a li Îdlibê re, ku ofîseke pevguhertina pereyan a li Tirkiyeyê qeydkirî ye û di qada navneteweyî de nayê naskirin, girêdayî ye. Fonên ku bi rêya Sham Cashê tên veguhastin, di Bankaya Navendî ya Sûriyeyê an jî sîstema bankavaniya cîhanî re derbas nabin.

Dema ku gihîşt meha Nîsanê, sepan bû mecbûrî. Lê belê sepan bi xerabûnên teknîkî, têkiliyên darayî yên gumanbar û kêmbûneke fikarbar a şefafiyetê hatiye tohmetkirin. Dema ku bêhêvîtî di nava bikarhêneran de zêde bû, Yekîneya Analîza Edlî ya SMEXê lêkolîn kir bê ka bi rastî çi diqewime.

Pêşvebirê nenas ê li pişt Sham Cashê

Nebûna ti agahiyên vekirî ji raya giştî re derbarê şîrketa li pişt Sham Cashê de, di warê zelalbûn û hesabpirsînê de rê li ber fikarên cidî vedike. Ji ber ku pêşvebirekî naskirî an qeydkirî nîne, di rewşa binpêkirina daneyan, sextekarî an jî wendakirina darayî de saziyek ku bibe berpirsyar nîne.

Di sepanê de her wiha ti nîşaneyên eşkere yên Mercên Bikaranînê, Siyaseta Nepenîtiyê an qada desthilatdariya qanûnî nînin; ev jî serîlêdana li rêyên qanûnî hema bêje nemimkun dike.

Ji ber ku têkiliya Sham Cashê bi şîrketeke rewa an jî piştrastkirî re nîne, protokolên ewlehiyê nayên nirxandin; ev jî rîska xerabkirina amûrên bikarhêneran bi nermalavên xerab (malware) an nermalavên sîxurî (spyware) bi awayekî berçav zêde dike.

Ji ber ku xwediyekî wê yê bi fermî qeydkirî nîne, bikaranîna xirab an firotina daneyên hesas ên bikarhêneran, ku agahiyên kesane, agahiyên darayî û dîroka danûstandinan jî di nav de, nayê şopandin û kontrolkirin.

Çavkaniyan ji niha+ê re diyar kirin ku ger ev rêbaz ji hêla hikûmeta demkî ve hatibe pejirandin, dema ev grup kesekî direvînin û bi rêya vê rêbazê pereyan distînin, hikûmet dikare wan peyda bike.

Komîteyek hatiye avakirin

Li gorî zanyariyan rêveberiya kurdan ji bo vê rewşê komîteyeke ji sê kesan ava kiriye. Ev komîte armanc dike ku vê rewşê bişopîne û pirsgirêkan çareser bike.

Li gorî daneyên komîteyê dane, heta niha 4 hezar malbatên kurd ji Reqayê koç kirine. Beşeke ji wan çûne Kobaniyê. Beşek jî li Hesekê bicih bûne.

Çavkaniyekê destnîşan kir ku hejmara kesên tên revandin, gef li wan tê xwarin û dixwazin koç bikin, ji van hejmarên fermî zêdetir in. Lewre hin kes hene naxwazin navên wan belav bibin û ji ber wê jî behsa revandin an jî gefxwarinê nakin.

*Navên kesên ku hatine revandin ji ber ewlehiyê, hatine guhertin. Fotograf û dîmenên wan kesên ku hatine revandin, ji ber ewlehiyê necatine belavkirin.

Foto-Nûçe

Bernameya bîranînê ji bo gerîlayên ku can dane pêk hat

Ji bo gerîlayên PKKyê yên di demên cuda de can dane, li Amedê piştî vegirtina konê şînê, bernameya bîranînê pêk hat. Çend dîmen ji roja dawiyê ya şînê û bernameya bîranînê…

Foto: Yekta Armanc Hatipoğlu / niha+

Piştî nav û nasnavên gerîlayên PKKyê yên di demên cuda û li deverên cuda can dane aşkere bûn, li Amed, Mêrdîn, Wan û Stenbolê konên şînê hatin vekirin û bernameyên bîranînê pêk hatin.

Li Amedê jî ji bo 49 gerîlayan li Parka Koşûyolûyê ya Rezanê konê şînê ji bo sê rojan hate vekirin. Piştî wê jî bernameyeke bîranînê pêk hat.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çiğdem Kılıçgün Uçarê got, “Ji ber ku we ev barok mezin kirin, bila serê we bilin be” û sersaxî xwest.

Çetîn Arkaşê ku piştî li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re ma û tehliye bû diyar kir ku “Ya dihêle ew bibin kesên emir, ne sloganên me ne. Hewceyî bi sloganên tolhildanê nînin. Em ê êdî bi hev re aştî û avakirinê, pêkvejiyanê û rizgarkirina civakî bînin li ser ziman. Em ê ziman, slogan û amûrên dema berê, li gorî serdema nû saz bikin.

Çend dîmen ji roja sêyem a şînê û bernameya bîranînê:

Fotograf: Yekta Armanc Hatipoğlu / niha+

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.