Peyama Newrozê ya Ocalan li Amedê hate xwendin

Ocalan got, “Pêvajoya ku me di 27’ê Sibata 2025’an de da destpêkirin, armanc dike ku bingehên yekitiyekê li gorî ruhê Newrozê vejîne.”

Mezopotamya Ajansı

Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de peyama Abdullah Ocalan hate xwendin. Ocalan got, “Di destê me de ye ku em îsal ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê.”

Kurdiya peyamê Veysî Aktaşê salên dirêj li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re mabû û Tirkiya wê jî aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medya Aslanê xwend.

Ocalan di peyama xwe de wiha gotiye:

“Destana Newrozê bi hezar salan e ku ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve wekî cejna vejînê, berxwedanê û biharê tê pîrozkirin.

Newrozê ruhê berxwedan û vejînê yê gelên me vejand.

Sembol û kesayetiyên Newrozê giyanê vê herêmê nîşan didin. Dehaq temsîla pergala şaristaniya dewletîn e; marên li ser milên wî ku her roj mejiyê du ciwanan dixwin hovîtiya dewleta Asurî temsîl dikin, Kawayê Hesinkar remza berxwedanê li dijî zilmê ye.

Şerên olî, mezhebî û çandî yên ku hezar sal in li Rojhilata Navîn berdewam in, derba herî mezin e li çanda jiyana hevbeş a di navbera gelan de. Her ku her nasname û her bawerî hewl dide vekişe hundirê qalikê xwe û yê din bike dijmin û bi vî awayî hebûna xwe bidomîne, dûrketina di navbera gelên me de kûrtir dibe. Nirxên me yên hevpar û çanda me ya hevpar tên paşguhkirin, cudahiyên me wek sedema şer tên dîtin.

Bi awayekî rojane israra li ser domandina polîtîkayên kevnar li herêmê karesatek bi xwe re aniye. Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku nemaze li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal wek hincet hatine dîtin.

Her çiqas şerên olî û mezhebî yên ku sê sedsalan li welatên Ewropî dewam kirin bi Peymana Westfalya ya sala 1648’an hatibin çareserkirin jî, berdewamiya heta îro ya van pevçûnan li Rojhilata Navîn ji bo gelên me bûye sedema trajediyên kûr. Lêbelê, îro derfeta me heye ku çand û bawerî careke din bikarin bi hev re bijîn. Di destê me de ye ku em jîngeha şer û kaosê ya ku li Rojhilata Navîn tê afirandin veguherînin baxçeyê azadiyê ji bo hemû gelan. Em dikarin trajediyên ku li ser me tên ferzkirin berevajî bikin û ji bo gelan jîngeha azadiyê biafirînin.

Niha, rûpelên veşartî yên dîrokê derdikevin holê, îhtîmala aştiyê di navbera gelan de û avakirina neteweya demokratîk zêde dibe. Her ku kevneşopiyên dewletê yên Sunnî û Şîe û kevneşopiyên neteweperestî tên derbaskirin, derfeta jiyana azad a di navbera gelan de xurt dibe.

Îro rûpeleke nû vebûye. Rê ji bo gelên vê herêmê hatiye vekirin ku bi hev re bi awayekî azad bijîn.

Pêvajoya ku me di 27’ê Sibata 2025’an de da destpêkirin, armanc dike ku bingehên yekitiyekê li gorî ruhê Newrozê vejîne.

Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin. Divê em wê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hemberî her cure şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.

Newroza 2026’an bi hemû geşbûna xwe nûjenkirina vê dîrokê ye. Dîrok niha derdikeve holê, digihîje firsendeke mezin ji bo hişmendiya li ser bingeha nasnameya çandî ya rastîn.

Wate û hêza Newrozê wekî ‘niha’ derdikeve ser dika dîrokê. Newrozên îsal û yên salên pêş xwedî girîngiyeke dîrokî ya bi vî awayî ne.

Newroza 2026’an ji rehên xwe ji nû ve zindî dibe, di kêliya niha de bi gaveke mezin ber bi demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk ve dibe nûjen; rengê Newrozê werdigire.

Cejna Newrozê, wekî di dîrokê de, ji nû ve zindî dibe, bandora xwe li dilê Rojhilata Navîn piştrast dike û careke din wekî sembola yekbûna demokratîk li seranserê herêmê rola xwe dilîze. Nuhabûneke girîng diqewime û ew ê berdewam bike.

Newroz heta niha bi nirxên sembolîk dihat pîrozkirin. Niha, Newroz ne xewnekê yan jî utopyayekê temsîl dike, ew jiyaneke civakî ya pêkhatî û pêşketî temsîl dike. Newroz ew roj e ku em xwe hem ji hêla wateyî ve û hem jî ji hêla fîzîkî ve nas dikin.

Em xwe di Newrozê de ji hemû têkilî û wateyên nebes ên ku bi berdewamî me aciz dikin paqij bikin û em jiyanê bi şêwazeke têkiliyê ya jêhatî, bi kûrahiya wateyê, bi exlaqekî nû ya azadiyê û bi têgihîştineke estetîk a nû hembêz bikin.

Em felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ di hemû têkiliyên xwe de bixin pratîkê û jiyaneke azad bi dest bixin. Em fêm bikin ku Newroz êdî ne hêvî, xewn an teorî ye, ew kêliya sepandina pratîkî ye. Werin em bi hişmendiyeke jêhatî û kûrahiyeke temam a wateyê bersivê bidin vê kêliya sepandina pratîkî.

Bi boneya Cejna Newrozê, di destê me de ye ku em vê salê veguherînin saleke azadiya rasteqîn ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û kevneşopiya dostaniyê û hevgirtinê di navbera gelan de ava bikin. Em dikarin bi dawîanîna dabeşbûnên etnîkî û olî-mezhebî û pevçûnên birakujiyê û bi misogerkirina yekitiya hemû çand û baweriyên olî li ser bingeha azadî û biratiyê vê yekê pêk bînin.

Li hember hilweşîna mezin a civakî û ekolojîk a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye afirandin, me girêdayî ruhê azadiya Newrozê çareseriyeke modernîteya demokratîk li ser bingeha siyaseta demokratîk, prensîbên ekolojîk û azadiya jinan pêş xist.

Em rê nedin ku Rojhilata Navîn ku çandê diafirîne, ji aliyê hêzên hegemonîk ve bibe qada şer. Wekî di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin ku bikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rastîn entegre bibe, derbas bikin. Dema ku em nexweşiyên neteweperestî û mezhebî li dû xwe bihêlin û çanda dîrokî ya hevgirtinê ya hezar salan di navbera gelên xwe de xurt bikin, tu astengiyek namîne ku em nikaribin derbas bikin.

Mimkun e ku mirov bi ruhê yekitiyê siyaseta demokratîk diyarî bike. Heke em bixwazin têkoşîna hezar salan a bindestan tacîdar bikin, cihê vê yekê li Rojhilat jî li Rojava jî ne di hawîrdora çandî ya kapîtalîst de ye, cihê wê hawîrdora azad a Rojhilata Navîn e. Em dikarin entegrasyona demokratîk li van axan li ser bingeha hevdîtineke rasteqîne û mirovahî, yekitî, hevgirtin û dostaniyeke nû nûjen bikin.

Ez Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim û hêvî dikim ku ruhê cejnê aştî û yekitiyê geş bike.

Newroza 2026’an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi ruhê entegrasyona demokratîk, aştî û yekitiyê tê pîrozkirin. Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vê ruh û îradeyê û hêvî dikim ku Newroza îsal ku bi rastî jî heq dike ku wekî ‘Roja Nû’ were pîrozkirin, di salên pêş de bibe wesîleya meşa biheybet; ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim.

Abdullah Ocalan

Girtîgeha Îmraliyê

Qonaxeke nû li Rojhilat: Partiyên Kurd li eniyeke hevbeş in


Di atmosfera krîzê de ya ku Îran tê de derbas dibe, hêzên siyasî yên Kurdên Rojhilatê di Sibata 2026an de li hev civiyan. Ev tevgerên ku bi deh salan perçebûyî man, cûdahiyên xwe yên îdeolojîk danîn aliyekî û platformeke hevbeş ava kir. Ev partî kî ne, çi dixwazin?

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDP-Î), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komela Xebatkarên Kurdistana Îranê û Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê (Xebat) di 22ê Sibata 2026an de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê damezrandin.

Hevpeymanî armanc dike ku ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê têbikoşe, mafê çarenivîsê yê gelê Kurd bi cih bîne û li Rojhilatê avahiyeke demokratîk û neteweyî saz bike ku xwe dispêre îradeya siyasî ya netewa Kurd.

Hevpeymanî di demeke wisa de ava bû ku Îranê navendên partiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi fûze û dronan dikir armanc. Hevpeymanî, hewldana dîrokî ya yekîtiyê ya tevgera siyasî ya Rojhilatê ku bi dehsalan perçebûyî ma, xurt û berbiçav dike. Partiya Komela ya di bin serokatiya Abdullah Mohtadî de, destpêkê neket nava hevpeymaniyê. Lê di 4ê Adara 2026an de beşdarî hevpeymaniyê bû.

Partî û daxwazên wan

KDP-Î (1945)

Partiya herî kevn a Rojhilat e. KDP-Î li Mehabad hate avakirin, di heman demê de şaneya Komara Kurdistanê ya di sala 1946an de ava bû.

Partî endamê Enternasyonala Sosyalîst e. Di çarçoveya Îraneke federal û demokratîk de mafên neteweyî yên Kurd diparêze. Gelên Azerbeycanî, Belocî, Tirkmen û Ereb wek hevalbendên stratejîk dibîne. Nûnerê fermî yê Rojhilatê li UNPOyê ye.

Di sala 1989an de Sekreterê Giştî yê KDP-Îyê Ebdulrehman Qasimlo bi sûîkastekê hate kuştin. Qasimlo dema li Vîyanayê bi rêvebirên Îranê re li ser maseya aştiyê rûniştibû hat kuştin. Yê ku li şûna wî hat, Sadiq Şerefkendî jî di sala 1992an de li Berlînê di êrîşeke çekdarî de hate kuştin. Her du kuştin wek operasyonên dewleta Îranê hatin belgekirin. Sekreterê Giştî yê niha Mistefa Hicrî di sala 2016an de piştî bêdengiyeke dirêj ragihand ku rêxistin dê vegere têkoşîna çekdarî.

Komela — Partiya Komela ya Kurdistana Îranê (Mohtadî, 1969/2000)

Komela di sala 1969an de li Tehranê ji aliyê komeke xwendekarên Kurd û rewşenbîran ve hate avakirin û beriya Şoreşa Îranê rêxistinkarê xwenîşandanên girseyî yên Kurdistanê bû. Di sala 1983an de beşdarî nava Partiya Komunîst a Îranê bû. Piştî ku Abdullah Mohtadî di sala 2000an de ji Partiya Komunîst veqetiya, xeta sosyal demokrasiyê parast.

Îraneke federal û laîk a demokratîk dixwaze. Ji bo Kurd û hindikahiyên din mafên wekhev û serxwebûnê diparêze û dixwaze dawî li rejîma teokratîk were. Di destpêkê de beşdarî hevpeymaniya partiyên Kurdistanî nebû. Nezelalbûna dema derbasbûnê ya avakirina hevpeymaniyê wek hincet nîşan da. Di 4ê Adara 2026an de beşdarî nava hevpeymaniyê bû.

Komela — Rêxistina Kurdistana Partiya Komunîst a Îranê (Alizadeh, 1969/1983)

Ew rêxistine ku di sala 1983an de beşdarî nava Partiya Komunîst a Îranê (CPI) bû û piştî perçebûna 2000an wek beşa Kurdistanê ya CPI’yê ma. Bernameyeke li ser bingeha çîna karker dimeşîne. Azadiya jinan û rizgariya civakî dike navendê rojevaya siyasî ya Kurdî.

PJAK (2004)

Di çarçoveya îdeolojîk a PKKyê de, ji bo bicihkirina modela konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan li Rojhilatê hate avakirin. Paradigmaya civakeke demokratîk, ekolojîk û zayendparêz ji bo wan bingehîn e. Nêzîkî nîvê endamên wê jin in.

Dixwaze teokrasiya Îranê hilweşe û li şûna wê sîstemeke federal û demokratîk ava bibe ku ji bo hindikahiyên etnîk xweserî qebûl bike. Ji aliyê Îran û DYEyê ve wek rêxistina terorê tê naskirin.

PAK (1991)

Partiya Azadiya Kurdistanê, piştî Şerê Kendavê di valahiya wê demê li bakurê Iraqê hate avakarin. de hate avakirin, Danûstandinê bi rejîma Îranê re qebûl nake û vê daxwazê red dike. Ji bo bidawîhatina rejîmê an kêmkirina desthilatiya wê li Tehranê bi rêya serhildana gel dixwaze. Di xwenîşandanên Kanûna Paşiyê ya 2026an de ragihand ku êrîşên li dijî Pasdaran pêk anîne; Îran navendên PAKê yên Başûr bi moşekan dike armanc.

Xebat (1980)

Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê ku bi navê Xebat jî tê zanîn, di sala 1980an de hate avakirin. Avabûna sîstema demokratîk li Îranê û mafê xwediyê çarenivîsê yê Kurdan diparêze. Yek ji avakarên damezrêner ên hevpeymaniyê ye.

Armancên bingehîn ên hevpeymaniyê

Daxuyaniya hevpeymaniyê li ser şeş armancên bingehîn radiweste: Têkoşîna hevbeş ji bo hilweşandina Komara Îslamî; bicihkirina mafê çarenivîsê yê gelê Kurd; damezrandina saziyeke neteweyî û demokratîk li Rojhilatê li ser îradeya siyasî ya netewa Kurd; nas­kirina mafê xweparastina Kurd; redkirina tundiya hundirîn; damezrandina komîteya dîplomatîk a hevbeş ji bo koordînasyona têkiliyên navneteweyî. Di rojevayê de damezrandina navendeke fermandariyê ya hevbeş ji bo peşmerge û gerîlayan jî heye.

Reza Pehlevî, ku bi fiilî serokê dijberiya monarşîst e, li hemberî avakirina ittifaqê bi tundî reaksiyona xwe nîşan da; partiyên Kurd bi cûdaxwaziyê tawanbar kir û piştî hilweşandina rejîmê gefa mudaxeleya leşkerî kir. Hevpeymanî di bersivê de pabendiya xwe ya mafên Kurdan dîsa ragihand û bang li “hêzên azadîxwaz” kir ku li hemberî otorîterîzmê rabin.

Paşxane

Rêxistinbûna siyasî ya Kurdên Rojhilatê, li ser bingeha Komara Kurdistanê ya ku di sala 1946an de li Mehabadê hat ragihandin û tenê 11 mehan domî radiweste. Komara ku di bin serokatiya Qazî Muhemmed de hate avakirin, piştî vekişîna Sovyetan ji aliyê artêşa Îranê ve hat pelçiqandin; Qazî Muhemmed, Hacî Baba Şêx û Seyfî Qazî li meydana ku tê de komara hatibû ragihandin, hatin daleqandin.

Di sala 2022an de kuştina Jîna Aminî ya keça Kurd ya ji aliyê Polîsê Exlaqê Îranê ve pêk hatibû, pêleke serhildanê di bin navê Jin Jiyan Azadiyê de da destpêkirin. Û tevgera siyasî ya Kurd ji nû ve xist navenda rojeva navneteweyî. Di vê pêvajoyê de bi sedan Kurd hatin kuştin..

Di krîza Îranê ya 2025-2026an de jî pênc partî di Sibata 2026an de hevpeymaniya fermî damezrandin. Îran, piştî avakirinê, yekser navendên partiyên Kurdê li Hewlêrê bi fûze û dronan kir armanc.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.