Kurdên Almanyayê: Ezmûna Kurdan a bi perwerdeya Kurdî re

Amarên Almanyayê nîşan didin ku nêzîkî 3 hezar û 500 xwendekar dersên kurdî werdigirin. Koordînatora Yekmalê Günay Darıcıyê bal kişand ser mafên zimanê zikmakî, pirsgirêkên di pratîkê de û amadekariyên xwe yên ji bo vekirina dibistaneke seretayî ya duzimanî.

Zaroxaneya Yekmalê, Foto: Yekmal

Li gorî amarên nefermî li Almanyayê nêzîkî milyon û nîv kurd dijîn. Ji ber ku di sîstema Almanyayê de kesên penaber an jî koçber li gorî welatên jê hatine tên tomarkirin, hejmareke zelal a kurdan nîne. Digel vê hejmarê li Almanyayê li heft herêman dersên zimanê kurdî bi awayekî fermî tên pêşkêşkirin û nêzîkî 3 hezar û 500 xwendekar beşdarî van dersan dibin. Her weha çend sazî hene ku kursên zimanê kurdî li dar dixin û beşek ji civakê li van deran dersên kurdî dibînin. Yekmal (Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê) yek ji van saziyan e.

Koordînatora Yekmalê Günay Darıcı, rewşa zimanê kurdî ya li dîasporayê û sîstema Almanyê nirxand û zanyarî derbarê saziya xwe de dan Niha+ê.

“Em ne reşbîn in”

Günay Darıcıyê di nirxandinên xwe yên derbarê zimanê kurdî û helwesta civaka dîasporayê de bal kişand ser potansiyela heyî. Wê diyar kir ku tevî astengî û asîmîlasyona dîrokî jî, civaka kurd ji xebatên perwerdeyê re vekirî ye û piştgiriyê dide projeyên biqelîte:

“Helbet em dizanin bi taybetî li ser kurdên Bakur asîmîlasyoneke pir zêde heye ku sed sal e berdewam dike. Her wiha kêmasiya me jî heye ku me bi salan têra xwe girîngî neda ziman û nasnameya xwe. Lê ez qet ne pesîmîst im, ez optîmîst im. Gava mirov karekî baş, biqelîte û pedagojîk derxe holê, malbatên kurd ên ji her çar parçeyan eleqeyeke mezin nîşan didin.”

Günay Darici

Darıcıyê destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta Alman a li hemberî ziman û nasnameya kurdî jî ber bi başiyê ve diguhere. Wê anî ziman ku berê kurd û kurdî qet nedihatin dîtin, kurdên ji Tirkiyeyê wekî tirk, yên ji welatên din wekî ereb û fars dihatin hesibandin. Lê îro, li baxçeyên zarokan û di xebatên perwerdeyê de kurdî wekî zimanekî serbixwe rêzê dibîne.

Di dibistanan de astengiya pergalê

Tevî van pêşketinên erênî, Darıcıyê kêmasiyeke mezin a qanûnî û statîstîkî jî bi bîr xist û diyar kir ku nasnameya kurdî hê jî bi awayekî fermî li Almanyayê nayê naskirin. Li Almanyayê eger 12 malbat daxwaz bikin, dewlet neçar e ku dersa zimanê zikmakî veke. Lê Darıcıyê bal kişand ser astengiyên di pratîkê de:

“Pergalê bi salan xwe wisa ava kiriye ku qaşo ‘hemû kesên ji Tirkiyeyê hatine, tirk in’. Di formên dibistanan de tirkî û erebî hene, lê kurdî tune ye. Ji xeynî vê, carinan malbatên tirkan ên nijadperest li dijî zarokên kurd cudakariyê dikin û hin rêveberiyên dibistanan jî ji ber ku naxwazin ‘zehmetî derkeve’, zimanê kurdî paşguh dikin.”

Li hemberî van astengiyan, Darıcıyê bang li malbatan kir: “Dema ku malbatên kurd bêjin ’em li malê bi kurdî diaxivin û em perwerdeya kurdî dixwazin’, ew derfet û maf di dibistanan de heye. Dema malbat xwedî li vî mafî derkevin, destê me û yê saziyên kurdî jî xurttir dibe.”

Derbarê Yekmalê de

Sazî di 9ê Gulana 1993yan de li Berlînê hat damezrandin. Ji ber zêdebûna daxwazan, di sala 2020an de rêziknameya xwe guherand û wekî “Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal” dest bi xebatên xwe di asta tevahiya Almanyayê de kir.

Niha li çar eyaletên Almanyayê (Berlîn, Nordrhein-Westfalen, Rheinland-Pfalz û Bremen) wekî hevkareke siyaset û hikûmetê dixebite. Navenda giştî ya saziyê li Berlînê ye. Li derdora 130 xebatkarên bi mûçe û bi giştî dora 220 kes bi wan re kar dikin. Xebatên Yekmalê ji aliyê Senatoya Berlînê, şaredarî û dewleta Almanyayê ve tên fînansekirin.

Komele gelek xizmet, piştgirî û înîsiyatîfan pêşkêşî civakê dike:

Akademiya Yekmalê (Yekmal Akademie gGmbH): Ev enstîtuya ku bi Yekmalê ve girêdayî ye, li ser pirzimaniyê pispor e. Akademî xizmetên wergera profesyonel pêşkêş dike, materyalên perwerdeyê amade dike û ezmûna ziman a standardkirî ya bi navê “TESTKURD”ê pêk tîne.

Xebatên Malbat û Şêwirmendiyê: Ji bo pirsgirêkên rojane û rewşên krîzê, piştgiriyê dide zarok, ciwan û malbatan. Di vê çarçoveyê de komên dêûbav-zarok, şêwirmendiya perwerdeyê, serdanên pedagojîk ên li malan û navendên hevdîtinê yên vekirî bi rê ve dibe. Niha 4 navendên malbatan û 2 baxçeyên zarokan ên duzimanî di bin sîwana Yekmalê de kar dikin. Her wiha beşeke wan a taybet li dijî nijadperestî û cudakariyê jî çalak e.

Perwerde û Kurs: Sazî ji bo pêşxistina zimanê zikmakî, ji bo zarokan “Dibistanên Şemiyê” organîze dike û ji bo mezinan jî di astên cuda de kursên zimanê kurdî (kurmancî, zazakî, soranî) li dar dixe.

Wê dibistana seretayî vekin

Li ser bingeha vê potansiyela civakî û tecrubeya saziyê, Yekmal niha amadekariya gava herî mezin a di warê perwerdeyê de dike. Koordînatora Yekmalê destnîşan kir ku wan di salên 2014 û 2016an de du baxçeyên zarokan vekiribûn û malbatan her tim daxwaza dibistanekê dikir. Li ser vê yekê, ji sala 2021ê ve projeya vekirina dibistaneke seretayî li Berlînê dane destpêkirin.

Dibistana nû dê li gorî qanûnên Berlînê bê avakirin û rasterast bi pergala perwerdeyê ya Almanya û Berlînê ve girêdayî be. Dibistan dê duzimanî be, Hemû dersên mîna zanîna jiyanê, spor û muzîkê dê him bi kurdî him jî bi almanî bên fêrkirin. Darıcı hêvî dike ku di pêşerojê de li kêleka kurmancî, perwerdeya soranî û zazakî jî li vê sîstemê bê zêdekirin.

Xebatên Yekmalê yên ji bo zarokan, Foto: Özgür Politika

Dixwazin lîseyekê jî vekin

Darıcıyê diyar kir ku di warê dersdaran de tu pirsgirêkên wan nînin, gelek dersdêrên ku li welêt xebitîne, zimanê kurdî baş dizanin û li Almanyayê fêrî almanî bûne, ji bo dersdayînê amade ne.

Perwerdeya li dibistanê dê di sala 2027an de dest pê bike. Ji ber ku komel serbixwe ye, dê di destpêkê de bi qasî 24 zarokan dest pê bikin û lêçûnên du salên destpêkê, mûçeyê dersdaran, kirê û tiştên din dê ji aliyê Yekmalê ve bên dayîn. Piştî du salan, eger serkeftî bibin, dê Senatoya Berlînê ji sedî 95ê mesrefan bigire ser milê xwe. Darıcıyê got, ew plan dikin ku piştî rûniştina dibistana seretayî, dixwazin Gymnasium ango lîseyê jî vekin û heman projeyê bibin bajarên din ên wekî Kölnê ku hejmara kurdan lê zêde ye.

Almanyayê rê li ber 35 hezar penaberan girtiye

Li gorî daxuyaniya saziya polîsan, di nava salekê de penaban zêdetirî 47 hezar caran hewl dane ku sînorê Almanyayê derbas bikin.

Foto: BMI

Li Almanyayê di nava salekê de bi kontrolên tund ên li ser sînoran rê li ber 35 hezar penaberan hatiye girtin.

Li ser kontrolên tund ên sînoran ên ku ev salek e li Almanyayê tên kirin, amarên nû hatin belavkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt par dema dest bi kar kir biryar dabû ku kontrol zêde bibin. Ev gav li gorî biryara nû ya Yekîtiya Ewropayê ya derbarê penaberan de hate avêtin.

Armanca sereke ya vê pêngavê, kêmkirina derbasbûna koçberan an jî penaberan û têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan e.

Zêdetirî hezar û 400 qeçaxçî hatin desteserkirin

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Federal a Almanyayê, ji Gulana 2025an ve nêzîkî 35 hezar kes li ser xeta sînor an jî di dema derbasbûna qeçax de hatine sekinandin û vegerandin.

Polîsan di vê demê de zêdetirî 47 hezar hewlên derbasbûna qeçax qeyd kirine. Di dema van kontrolan de hezar û 415 qeçaxçiyên mirovan hatine desteserkirin. Her wiha 8 hezar û 842 kesên ku biryara girtina wan hebû, hatin girtin û radestî dadgehan hatin kirin.

Hêzên Polîsên Federal ên ku ewlehiya sînoran diparêzin, her wiha navên hezar û 581 kesên radîkal jî qeyd kirine. Li gorî dîtina Hikûmeta Almanyayê ev encam nîşan didin ku kontrolên wan ên li dijî torên sûcan bi bandor in.

Amarên Sînor ên Almanyayê (2025-2026)

35.000 Kesên hatine vegerandin
47.000 Hewlên derbasbûnê
1.415 Qeçaxçiyên hatine girtin
Danasîna Operasyonel û Ewlehî
  • Girtinên bi ferman: 8.842 kesên ku biryara girtina wan hebû hatin desteserkirin.
  • Şopandina Radîkalizmê: Navên 1.581 kesên radîkal hatin qeydkirin.
  • Polîtîkaya Nû: Tenê daxwazên nexweş, jinên ducanî û kesên parastina taybet hewce dikin têne qebûlkirin.
  • Dema Guhertinê: Kontrolên sînoran dê di 12ê Hezîrana 2026an de bi pergala nû ya Yekîtiya Ewropayê re bêne nirxandin.
Çavkanî: Wezareta Karên Navxwe ya Federal a Almanyayê (BMI) / Amarên Gulan 2026

Şertên daxwaza penaberiyê girantir bûne

Almanyayê niha mercên daxwaza penaberiyê jî girantir kirine. Li gorî rêzikên nû, tenê daxwazên kesên nexweş, jinên ducanî yan jî yên ku pêwîstiya wan bi parastineke taybet heye hatine qebûlkirin. Daxwazên din yekser li ser sînor hatine redkirin.

Meha Nîsanê, hejmara daxwazên penaberiyê yên li Almanyayê li gorî par cara yekem kêm bûye. Ev yek li gorî rewşa giştî ya Ewropayê jî wisa ye.

Almanya li bendê ye ku bi pergala nû ya penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê re di dema bê de kontrolên sînoran hêdî hêdî rake ku dê 12ê Hezîrana 2026an dest pê bike.

Di rewşên asayî de, li welatên herêma Schengenê kontrolên sînoran nayên kirin. Lê Almanyayê ev çend sal bûn ku ev rêbaz bi awayekî demkî sînorên xwe kontrol dike.

Li Atînayê ji bo 200 komunîstan merasîm: Naziyan ew qetil kiribûn

Partiya Komunîstan a Yewnanistanê (KKE) ji bo 200 komunîstên yewnanî yên ku di sala 1944an de Naziyan ew qetil kiribûn bernameyeke bibîranînê li dar xist. Wêneyên ku nîşan didin komunîst hatine gulebarankirin, di meha Sibatê de derketibûn holê.

Cihê ku bername lê hate lidarxistin

Piştî ku di meha Sibatê de wêneyên komkujiya 200 komunîstên Yewnanî yên di sala 1944an de li Atînayê ji aliyê Naziyan ve hatibûn gulebarankirin derketin holê, cara yekem merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.

Çalakî li Polîgona Gulebaranê ya Kesarianî ya ku komkujî lê pêk hatibû li dar ket. Partiya Komunîstan a Yewnanistanê (KKE) ev bername birêxistin kir. Ji bilî komunîstên yewnanî, kurd û tirk jî di nav de ji gelên din kes beşdar bûn.

Serenavê bernameyê “Xwendina dîroka cîhanê di ser navên piçûk re” bû û Sekreterê Giştî yê Komîteya Navendî yê KKEyê Dimitris Kutsumbas bal kişand ser weşandina fotografan ên demên dawî yên komunîstan nîşan didin. Kutsumbas destnîşan kir ku dîmen di nav civakê de bandoreke kûr çêkirine.

Kutsumbas diyar kir ku ev çalakî ne tenê însiyatîfeke partiyê ye, di heman demê de bersivek e ji bo rûmet, wêrekî û serbilindiya 200 komunîstên ber bi mirinê ve diçûn. Wî got ku yên hatine qetilkirin ne fîgurên rabirdûyê ne, ew beşek ji têkoşîna dîrokî û çînî ya ku îro jî berdewam dike ne û mafdarî di dawiyê de dê bi serkeftina gel pêk were.

Bernameya bîranînê piştî çalakiya muzîkê bi dawî bû.

Wêneyên komkujiyê bi tesadufî hatin dîtin

Di sala 1944’an de dema ku Yewnanistan di bin dagirkeriya Naziyan de bû, piştî partîzanên Artêşa Rizgariya Gel a Yewnanistanê li Nîvgirava Morayê tûmgeneralê Nazî Franz Krech kuşt, Naziyan wekî tolhildanê di 1ê Gulanê Roja Karkeran de li Atînayê 200 komunîstên yewnanî gulebaran kirin. Komkujiya ku li Polîgona Gulebaranê ya Kesarianî pêk hat, di nav giranatrin sûcên mirovahiyê de ye ku di dema dagirkeriya Almanyayê de li Yewnanistanê hatine kirin.

Foto: Greece at WWII Archives

Berevajî çalakiyên bîranînê yên her sal, çalakiya îsal hem qerebalixtir û hem jî bi xemgîntir derbas bû. Sedem ev bû ku; di meha sibata borî de, cara yekem ev komkujî di wêneyên ku ji aliyê koleksiyonerên belçîkayî yên pisporê kelûpelên bîranînê yên leşkerên alman ve hatibûn firotin de hate belgekirin. Wêneyên ku di albûmeke aîdî çawîşê Nazî Hermann Hoyer de hatibûn dîtin, li Yewnanistanê dengvedaneke mezin çêkiribû.

Tê diyarkirin ku di nava wêneyan de, kêliyên girtî di deriyekî re derbas dibin û li ber dîwar têne rêzkirin hene. qetlîama li Kaisarianî, wekî yek ji giranbihatirîn komkujiyên ku di serdema dagirkeriya Naziyan de li Yewnanistanê hatine kirin, tê qebûlkirin.

Foto: Greece at WWII Archives

Li dijî çalakiyan înfaza rehîneyan

Ev bûyera ku li Atînayê wekî “Komkujiya 200an” tê naskirin, ne tenê komkujiya Almanyaya Nazî bû. Di dema dagirkeriya almanan de ango di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, nêzî 600 girtiyên siyasî ji Akronaúpliayê sewqî kampên li Larisa, Vonitsa û Korfuyê hatin kirin. Di seranserê dagirkeriyê de ev kes wekî rehîne li dijî çalakiyên berxwedanê hatin bikaranîn. Wekî mînak, di Hezîrana 1943an de piştî sabotaja rêhesinê ya li Kournovoyê 106 girtî hatin înfazkirin.

Foto: Greece at WWII Archives

Kuştina 200an a li Kesarianî jî di 27ê Nîsana 1944an de piştî êrîşa yekîneyên Artêşa Rizgariya Gel a Yewnanistanê ya li ser tûmgeneralê Alman Franz Krech pêk hat. Piştî ku Krech hat kuştin, rêveberiya Naziyan biryara tolhildaneke tund girt û ragihand ku dê 200 girtiyên ji Kampa Komkirinê ya Haydarî werin gulebarankirin. Haydarî, kampeke ku bi îşkence û şert û mercên xwe yên giran navdar bû.

Foto: Greece at WWII Archives

Yek ji sembolên şerê navxweyî ye

Kuştina li Kaisarianî, wekî yek ji bûyerên herî krîtîk ên di dema dagirkeriya Naziyan de tê dîtin. Tê diyarkirin ku ev bûyer di hafizeya civakî ya şerê navxweyî de (yê ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di navbera hêzên hikûmetê yên bi piştgiriya Rojava û komên komunîst de heta sala 1949an berdewam kir) xwedî cihekî girîng e. Abîdeya 200an, ne tenê ya 200 girtiyên komunîst e, lê bûye sembola hemû berxwedêrên ku di dema dagirkeriyê de hatine îdamkirin û qetilkirin. Her sal di 1ê Gulanê de sendîka, partiyên çep û rêxistinên civakî yên sivîl li vir merasîmên bîranînê li dar dixin.

Borekçiyekî Kurd li Frankfurtê: “Kürt böreği” yan “Küt böreği”?

Çîroka Yusuf Dağlayanê ku li Îzmîtê ji ber peyva “Kürt böreği” hatiye dadgehkirin, li Frankfurta Almanyayê, li dikaneke borekan berdewam dike.

Foto: Ferid Demirel

Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê dikaneke borekan a bi navê Frankfurt Börekçilik heye. Dikan li ser Battonstrasse û Langestrasse, li cihê ku herdu kolan digihêjin hev e. Navê xwediyê dikanê Yusuf Dağlayan e û ew bi xwe xelkê Çewligê ye. Çîroka Yusuf Dağlayan mînakeke balkêş e ji nîqaşên derbarê Kurdan û borega Kurdan a li Tirkiyeyê.

Li Frankfurtê, rojekê ez li cihekî vekirî digeriyam ku taştêyekê lê bixwim. Li serê kolanê min dikanek dît ku li se wê Frankfurt Börekçilik dinivîsand. Min derî vekir û ketim hundir. Digel ku serê sibê bû, li dikanê kesek nebû. Mêrek li pişt dezgeh sekinî bû. Min ji xwe re got ev mêrê porê wî weşiyayî, zikê wî mezin û navsere hebe nebe wê xwediyê dikanê be. Dema dît ez ketim hundir bi Almanî bixêrhatina min kir.

Me li ser lingan li hev pirsî. Ji min re got ew ji Çewligê ye. Min ji xwe re börek xwest û ez çûm li ser maseyekê rûniştim. Yusuf Dağlayanê ku li pişt dezgehî karê xwe qedand, hate li beramberî min rûnişt. Ji min re got navê wî Yusuf e û behsa çîroka xwe kir. Wan rojan dîsa mijara Kürt Böreği û “Küt Böreği” li Tirkiyeyê di rojevê de bû. Piştî ewqas salan li Tirkiyeyê hinek derdor rabûn û gotin navê wê boregê ne Kurd e lê Kut e. Min ev tişt ji Yusuf Dağlayan re pirsî. Ka ew çi difikire. Wî ji min re behsa serpêhatiyeke xwe kir ku di sala 1987an de li Îzmîta Tirkiyeyê di ser serê wî re derbas bûye. Di wê salê de wî li Îzmîtê dikaneke borekan vekiriye û li ser jî Kürt böreği nivîsiye. Ji ber vê nivîsê doz lê vebûye.

Dema wî behsa vê serpêhatiyê kir, meraqa min zêde bû û min destûr jê xwest ku ez dengê wî qeyd bikim û paşê vê serpêhatiyê bikim nivîs. Wî destûr da û min pê li bişkoka cîhaza xwe ya dengqeydkirinê kir:

Navê min Yusuf Dağlayan e. Ez ji gundikê Baxkiyan ê me. Girêdayî gundê Bileceyê ye. Gund di navbera Gexî û Pulumurê de ye. Du nikarî bibêjî Çewlik e. Gexî bi Dêrsimê me ve girêdayî ye. Piştî 1948ê bi Çewligê ve girê didin. Pulumur û Dêrsîmê bêhtir nêzîktirî me ne. Bakioğlu kalikên me ne. Em bi Kurdî dibêjin Silê Baqî. Ez di sala 1982yan de hatim girtin. Îşkence li min kirin. Di 12ê Îlonê de. Him ez him jî bavê min. Wê gavê dawa çep û rast hebû. Beriya PKKyê. Birayê min xwendekar bû. Ji ber ew reviya ji derveyî welêt, dewletê zext li me kir. Me bir hundir. Ji ber wê ez neçar mam di sala 1984an de bêm Îzmîtê. Min kar mar peyda nekirin. Min dest pê kir û li ber febrîqeya Sekayê tebleyek danî û borek firotin.

Pereyê me nebû. Bi tenê borek hebû. Me Kürt böreği çêkir. Roja destpêkê li min dan. Gotin tu nikarî tebleya xwe li vir deynî, nikarî bifiroşî. Roja piştî wê me şerekî giran kir. Em neçar man me kêr bikar anî. Paşê ew der kete destê me. 10 hazar kes derdiketin, 10 hazar kes dikedin. Ew der mezintirîn fabrîkeya qaxizan bû. Paşê me karê xwe mezin kir, me dikanek vekir. 5 tebleyên me û cihê çêkirina börekin vekir.”

Dema sohbeta me dewam dikir, yek kete hundir. Silav li Yusuf Dağlayanî kir. Hat li ser masaya me rûnişt. Nasê hev bûn. Rûnişt û tevlî sohbeta me bû.

Yusuf devam kir.

Li Îzmîtê jê navê Kürt Yusuf lê dikin. Ew behsa sala 1987an dike. Piştî vekirina dikanê bi çendakî, dadgeh dişîne dû wî:

“Ez çûm dadgehê. Dadwer got, te çima li ser tebleyê û di menuyê de Kürt böreği nivîsiye. Min got, gundiyekî me heye navê wî Mihemed e. Çûye Stenbolê. Em Kurdên Elewî her sala nû perxeyê çêdikin. Ji bo Xizir. Ev bi don e. Didin xelkê. Misilman qurbanan serjê dikin. Em jî vê çêdikin. Ji min re got hûn cudaxwaz in. Min got, Laz böreği heye, Çerkes heye, Boşnak heye, çima Kürt böreği nebe?”

Foto: Ferid Demirel

Yusuf Dağlayan dîsa vegeriya ser çîroka Mihemedê Kurd ê borekçî ku li dadgehê jî vegotibû. Ew Mihemedê ku di van salên dawiyê de ji ber gûrbûna nîqaşa Kürt böreği, dîsa navê wî bûye rojev:

“Mihemed Kurd bû. Çûye Stenbolê. Feqîr bûye. Bi keştiyê çûye Kasımpaşayê. Li wir hemaltî kiriye. Li malê ji xwe re perxe çêkiriye da ku bixwe. Li ber Pira Galatayê. Mirov hatine li xwarina wî nêrîne. Pere dane wî kilora wî jê stendine. Yê hatiye pere daye wî û kilora wî biriye. Ew birçî maye. Neheriye ku gelek pereyên wî çêbûne. Paşê çûye dîsa perxe çêkiriye û vê carê firotiye. Sed du sed heb firotine. Dîtiye ku ji pereyên hemaltiyê zêdetir qezenc dike. Dest pê kiriye û kilor li wir firotiye. Paşê ew dikana yekî Trabzonî kirê kiriye. Ew dikana ku hîna li Karakoyê ye. Paşê li bir firneyek jê çêkiriye. Ew bi xwe ji zû de ye miriye. Navê wî Mihemedê Kurd e. Xelkê jê re digot Rengo. Beriya niha bi 250 salî.”

Dema wî behsa vê çîrokê kiriye û xwe parastiye, dadwerî 10 deqîqe navber daye. Piştî wê jî jê re gotiye, “Tu dikarî biçî” û ew serbest kiriye. Lê piştî 4-5 mehan careke din bang lê kirine:

“Ez careke din çûm. Wê carê dadwerekî din hebû. Ji min re got, tu cudaxwazî. Li ser erebeya te kesk û sor û zer heye. Ev rengên cudaxwaz in. Propagandaya PKKyê ye. Min jî got, wisa nebêje. Min got, ger ev reng cudaxwaz bin, ji Trakyayê ta Qersê, ji Trabzonê ta Antalya û Îzmîrê ma dewlet jî cudaxwaz e?” Got “Çawa?” Min got, min li her derê lembeyên trafîkê dîtin, min got ev reng gelekî xweşik in û ew reng li ser dikana xwe danîn. Ger ez cudaxwaz bim, dewlet jî cudaxwaz e. Ji min re got, tu dikarî biçî. Dosya girtin. Lê paşê em hatin girtin.”

Kürt Yusuf heta sala 1993yê karê borekcîtiyê dewam dike. Di sala 1993yê de ji ber dozên siyasî operasyonekê li dijî wî pêk tînin. Ew jî direve û pênc mehan firar dimîne.

Berê xwe dide Ewropayê. 15 hezar markan dide û diçe Bûlgaristanê. Ji wir derbasî Romanya, paşê Macaristan û Awistiryayê dibe. Her cihê ku diçeyê, li gorî gotina wî beşdarî nava xebatên siyasî dibe. Dema derbasî Almanyayê dibe, li ser otobanê tê girtin.

Foto: Ferid Demirel

Di sala 1994an de vê carê li Almanyayê li rawestgeha trênan ji xwe re dikaneke börekin vedike:

“Yekî bi navê Şükrü hebû ji Meletiyê bû. Li paş Bahnhofê restoranteke wî hebû. Li pêş wê av û ava fêkiyan û tiştên vexwarinê difirotin. Li paş wê cihekî wî yê biçûk hebû. Firneyeke wî li wir bû. Lê ew naxebitîne. Min got Şükrü, pereyê min nîne. Ez birî me. Pere bi min re nîne. Min got, wir bi kirê bide min. Sê meh bûne ku ez hatime Almanyayê. Min îltîca kiriye. Got temam. 2 hezar û 500 mark ji min west. Min çû, kelûpel kirîn. Rohn, ard û sinî. Kesekî ji Erzeromê hebû. Min borek birin li dikana wî danîn. Paşê ez ketin karê çêkirina lehmecûnan. Min cihekî mezintir kirê kir. Min di 5 mehan de 150 hezar mark derxistin. Lê ez qaçax im. Li Tirkiyeyê li min digerin. Min di mehê de 60 70 hazar mark derdixistin. Ji salekê zêdetir min milyon û 200 hazar mark kom kirin.”

Çîroka Kürt Yusuf li vir naqede. Li Almanyayê tiştên nehatine serê wî nîne. Ew niha li dikana xwe ya Frankfurtê behsa serpêhatiyên xwe dike û roja xwe dibuhirîne.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.