Li gorî daneyên SIPRIyê xercên leşkerî yên cîhanê ji sedî 2,9 zêde bûne û gihîştin 2 trilyon û 887 milyar dolarî. Welatên ku li herêmê herî zêde lêçûnên leşkerî kiriye bi 83,2 milyar dolarî Erebistana Siûdî ye û Îsraîl jî bi 48,3 milyar dolarî li pey wê tê. Yê Tirkiyeyê gîhîştiye 30 mîlyar dolarî.

Li gorî daneyên sala 2025an ên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navdewletî ya Stockholmê (SIPRI) ku bazirganiya fermî ya çekan a navneteweyî dişopîne; xercên leşkerî yên cîhanê ji sedî 2,9 zêde bûne û gihîştin 2 trilyon û 887 milyar dolarî. Ev asta herî bilind e ku SIPRIyê heta niha tomar kiriye û ev 11 sal in ku xercên leşkerî yên cîhanê li pey hev zêde dibin.
Li gorî rapora SIPRIyê ya Nîsana 2026an; xercên leşkerî yên cîhanê di 10 salên dawî de (2016-2025) ji sedî 41 zêde bûn. Rêjeya xercên leşkerî di nav dahata cîhanê de, di sala 2024an de ji sedî 2,4 bû, lê di 2025an de derket ji sedî 2,5an. Li cîhanê li serê her kesî 352 dolar xercê leşkerî dikeve.
Di raporê de hat diyarkirin ku; her çend xercên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kêm bûbin jî, ji ber bilindbûna herî zêde a li Ewropayê û zêdebûna li Asya û Okyanusyayê, xercên giştî yên cîhanî derketin jor. Heke em DYAyê hesab nekin, xercên leşkerî yên cîhanê di sala 2025an de ji sedî 9,2 zêde bûne.

Li Ewropayê ji sedî 14 zêde bûye
Li gorî SIPRIyê; di sala 2025an de xercên leşkerî li hemû herêman zêde bûne, tenê li parzemîna Amerîkayê kêm bûne. Zêdebûna herî balkêş li Ewropayê çêbû. Xerca leşkerî ya giştî ya welatên Ewropayê ji sedî 14 zêde bû û derket 864 milyar dolarî.
Ev, asta herî bilind e ku SIPRIyê heta niha ji bo Ewropayê tomar kiriye. Xercên li vê herêmê di navbera salên 2016 û 2025an de bûne du qat; rêjeya zêdebûnê wekî ji sedî 102 hat hesabkirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku sedemên sereke yên vê zêdebûnê şerê Rûsya-Ûkraynayê ye; her wiha guman û nediyariya endamên NATOyê ya li ser garantiyên ewlehiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Lêçûnên leşkerî yên 29 endamên NATOyê yên li Ewropayê, di sala 2025an de gihişt 559 milyar dolarî. Li gorî rapora SIPRIyê, ji van welatan 22an lêçûnên xwe yên leşkerî bi kêmî ve derxistin ji sedî 2ê.
Li Ewropayê di zêdekirina xerciyên leşkerî de herî zêde Almanya, Polonya, Îtalya, Îspanya û Ûkrayna derketin pêş. Lêçûnên leşkerî yên Almanyayê ji sedî 24 zêde bûn û gihiştin 114 milyar dolarî; bi vî rengî Almanya di asta cîhanê de derket rêza çaremîn. Lêçûnên Polonyayê ji sedî 23, yên Îtalyayê ji sedî 20 û yên Îspanyayê jî ji sedî 50 zêde bûn. Lêçûnên leşkerî yên Ûkraynayê bi zêdebûneke ji sedî 20î gihişt 84,1 milyar dolarî.

Pênc welatên ku herî zêde xercî kirine
Di sala 2025an de pênc welatên ku herî zêde lêçûnên leşkerî kirine; DYA, Çîn, Rûsya, Almanya û Hindistan bûn. Lêçûnên van her pênc welatan bi giştî gihişt 1 trilyon û 686 milyar dolarî; ev jî ji sedî 58ê lêçûnên giştî yên cîhanê pêk tîne. Pişka 15 welatên pêşîn jî derket ji sedî 80yî.
DYA, bi lêçûneke 954 milyar dolarî cihê xwe yê di rêza yekem de parast, lê lêçûnên wê li gorî sala 2024an ji sedî 7,5 kêm bûn. Lêçûnên leşkerî yên Çînê bi rêjeya ji sedî 7,4 zêde bûn û bi texmînî gihiştin 336 milyar dolarî. Lêçûnên Rûsyayê jî ji sedî 5,9 zêde bûn û gihiştin 190 milyar dolarî; ev jî dibe ji sedî 7,5ê Berhema Navxweyî ya Gelemperî (BNG) ya Rûsyayê.

Tirkiye di rêza 18an de ye
Tirkiye, di lîsteya SIPRIyê de bi 30 milyar dolar xercê leşkerî, di sala 2025an de di cîhanê de di rêza 18an de cih girt. Xercên Tirkiyeyê li gorî sala 2024an ji sedî 7,2; li gorî sala 2016an jî ji sedî 94 zêde bûne. Li gorî daneyên SIPRIyê, rêjeya xercên leşkerî yên Tirkiyeyê di nav dahata wê ya neteweyî (GSYH) de di sala 2025an de bû ji sedî 1,9; para wê di nav xercên leşkerî yên cîhanê de jî wekî ji sedî 1 hat hesabkirin.
Xerckirina 30 milyar dolarî ya Tirkiyeyê ji bo çekan, dema ku li ser nifûsa wê ya 86 milyon û 92 hezar kesî tê hesibandin, tê wê wateyê ku li serê her kesî nêzîkî 375 dolar (nêzîkî 16 hezar û 900 TL) xerc hatiye kirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku sedema zêdebûna lêçûnên Tirkiyeyê, ji bilî operasyonên leşkerî yên li Iraq, Somalî û Sûriyeyê, herî zêde veberhênanên ji bo pîşesaziya çekan a navxweyî ne. Li gorî SIPRIyê, çavkaniyên ku ji bo fona taybet a piştgiriya pîşesaziya çekan a Tirkiyeyê hatine veqetandin, di sala 2025an de li gorî sala berê wê ji sedî 25 zêde bûne; ev yek ji sedî 22yê lêçûnên leşkerî yên giştî yên Tirkiyeyê pêk tîne.
Di raporê de Tirkiye, di bin sernavê ‘Rojhilata Navîn’ de hat nirxandin. Li gorî SIPRIyê, lêçûnên leşkerî yên li Rojhilata Navîn di sala 2025an de bi texmînî gihiştine 218 milyar dolarî. Her çend rêjeya herêmî li gorî sala 2024an tenê ji sedî 0,1 zêde bûbe jî, di navbera salên 2016 û 2025an de ji sedî 36 bilind bûye. Welatê ku li herêmê herî zêde lêçûnên leşkerî kiriye bi 83,2 milyar dolarî Erebistana Siûdî ye û Îsraîl jî bi 48,3 milyar dolarî li pey wê tê.

“Barê leşkerî”
SIPRI, rêjeya lêçûnên leşkerî ya di nav GSYHyê de wekî “barê leşkerî” pênase dike. Di sala 2025an de ev rêje li seranserê cîhanê derket ji sedî 2,5î û ji sala 2009an û vir ve gihişt asta xwe ya herî bilind. Di asta herêmî de, barê leşkerî yê herî bilind bi rêjeya ji sedî 3,8î li Rojhilata Navîn û piştî wê jî bi rêjeya ji sedî 3,2yî li Ewropayê hat dîtin.
Sê welatên ku barê wan ê leşkerî herî giran e; Ûkrayna, Cezayîr û Îsraîl bûn. Ûkraynayê ji sedî 40, Cezayîrê ji sedî 8,8 û Îsraîlê jî ji sedî 7,8ê dahata xwe ji bo xercên leşkerî veqetandin. Di nexşeya cîhanê ya rapora SIPRIyê de; Rûsya bi rêjeya ji sedî 7,5, Erebistana Siûdî bi ji sedî 6,5, Azerbaycan bi ji sedî 6,5 û Ermenistan bi ji sedî 6,1 di nav komên ku barê wan ê leşkerî herî zêde de hatin nîşandan.



