Wezîrê Dadê Gurlek: Dibe ku cenazeyê Gulistan Dokûyê bi kîmyasalan ji holê hatibe rakirin

Wezîrê Dadê Akin Gurlek got, “Ji bo me yek ji mijarên herî girîng dîtina bermayiyên termê Gulistanê ye. Hevalên me bi hestyariyeke taybet li ser vê mijarê dixebitin.”

Li Dêrsimê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5ê Kanûna Paşiya 2020an ve wenda ye.

Akin Gurlek li Wezareta Dadê ya Enqereyê bi nûçegihanên edliyeyê yên ku li dadgehên Stenbolê dixebitin re civînek li dar xist. Gurlek di vê civînê de lêkolîn û dozên heyî nirxandin û bersiv da pirsên nûçegihanan.

Di çarçoveya doza Gulistan Dokuyê de Waliyê Tunceliyê yê wê demê Tuncay Sonel, hevjîna wî, kurê wî û gelek rayedarên dewletê hatibûn girtin. Wezîr Gurlek bal kişand ser girîngiya dîtina termê Gulistanê û got:

“Ji bo me yek ji mijarên herî girîng dîtina bermayiyên termê Gulistanê ye. Hevalên me bi hestyariyeke taybet li ser vê mijarê dixebitin. Hinek daxuyaniyên di dosyeya dozê de nîşan didin, dibe ku cihê term çend caran hatibe guhertin. Daxuyanî hene ku ew di dawiyê de birine cihekî li ser Rêya Pêrtagê. Her wiha îhtimala ku term bi madeyên kîmyewî bi temamî hatibe tunekirin jî tê nirxandin.”

Gurlek di axaftina xwe de qala dozên faîlên wan nediyarin û dosyeyên ku piştî gelek salan ji nû ve hatine vekirin jî kir.

“40 doz hatin çareserkirin”

Wezîr Gurlek bal kişand ser wê yekê ku dozên kujernediyar ji nû ve tên lêkolînkirin û ji bo nirxandina potansiyela di nava van dosyeyan de bi serdozgeriyên komarê re hevdîtin tên kirin û got:

“Me bi rêya xebatên vê beşa ku di nava Wezareta Dadê de hatiye avakirin (Beşa Lêkolîna Tawanên Kujernediyar), encamên hêja bi dest xistin. Çar meh di ser damezirandina vê beşê re derbas bûne û 40 dozên ku bi 46 qurbaniyan re pêwendîdar bûn, hatin çareserkirin. Eşkere ye ku tiştek heta hetayê di tariyê de namîne û dad dê zû yan dereng pêk tê. Dibe ku di wê demê de delîl bi têra xwe nehatibin komkirin an jî bûyer bi temamî nehatibin ronîkirin. Lê belê em dibînin ku gava bi biryardarî kar were kirin û hemû çavkanî werin bikaranîn, piştî salan jî encam dikarin bên bidestxistin. Ev yek baweriya bi dadê ve zêde dike.”

Gurlek behsa guherînên di doza Gulistan Dokuyê de kir û da zanîn ku bipêşveçûneke girîng çêbûye lê hîn zû ye ku mirov bibêje lêkolîn bi dawî bûye.

Gurlek ragihand ku îfadeya Umut Altaşê reviyayî di dawiyê de hatiye wergirtin û got:

“Yek ji mijarên herî girîng, dîtina bermayiyên termê Gulistanê ye. Hevalên me bi hestyariyeke taybet li ser vê mijarê dixebitin. Hinek îfadeyên di dosyeyê de nîşan didin, dibe ku cihê bermayiyên term çend caran hatibe guhertin. Îfadeyên wiha hene ku nîşan didin ew cara dawî birine cihekî li ser Rêya Pêrtagê. Her wiha em îhtimala ku bermayiyên term bi rêbazên madeyên kîmyewî ve hatibin tunekirin jî dinirxînin. Hin îfade di vî warî de derketine holê lê belê armanca me ya sereke bê guman bidestxistina bermayiyên term e. Ev yek ji bo me pir girîng e, bi kêmanî ji bo ku malbata wê karibe li ser gora zaroka xwe diayan bike.”

Gurlek bal kişand ser wê yekê ku Serdozgeriya Komarê li ser vê dosyeyê xebateke cidî dimeşîne û diyar kir ku hinek karmendên dewletê yên berê erkên xwe bi awayekî şaş bi kar anîne. Wî da zanîn ku angaşt û encamên ku nîşan didin “wan hewl daye rê li ber lêkolînê bigirin an jî delîlan tune bikin” jî tên lêkolînkirin.

Wezîr Gurlek diyar kir ku di vekolîna tawanan de nasnameya gumanbaran ne girîng e û got:

“Ne girîng e ku ew kes parêzgar be yan jî xwediyê meqamekê be. Eger derbarê tawanekê gumaneke şênber hebe, dozgeriya pêwendîdar bêyî ku li bernavkê wî kesî binêre tedbirên yasayî yên hewcedar distîne. Her ku lêpirsîn bi pêş ve diçe, dibe ku agahiyên nû derkevin holê. Pêvajo niha ji aliyê serdozgeriyên komarê yên Erzirom û Dêrsimê ve tên birêvebirin.”

Çi bûbû?

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû di 5ê Kanûna Paşiya 2020an de venagere wargeha ku lê dimîne.

Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynin serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.

Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.

Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.

Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.

Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.

Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.

Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.

Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.

Serdozger Ebru Cansu ya ku di sala 2024an de li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê hatibû erkdarkirin, dosye ji nû ve vekir.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine, di destpêka vê salê de şahidekî nepen li dijî kurê walî îfade daye û lêpirsîn li ser vê geşedanê kûr bûye. Her weha çapemeniyê nivîsîbû ku şahedê nepen gotiye, kurê walî tecawiz li Gulistan Dokuyê kiriye û piştre bi çekê kuştiye.

Li ser vê geşedanê, dozgeriyê derbarê gelek navan de biryara desteserkirinê da. Bi fermana dozgeriyê di 13ê Nîsana 2026an de li heft bajaran bi awayekî hemwext operasyon hatin kirin.

Wezîrê Dadê Akın Gurlekê ku di Sibata 2026an de dest bi wezîfeyê kir, got ku “divê heta dawiyê lêpirsîn bê kolandin.” Di dema windabûna Dokuyê de Suleyman Soylu wezîr bû. Piştî wî Ali Yerlikaya hatibû tayînkirin.

Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.

Kesên hatin desteserkirin ev in:

Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”

Her weha di çarçoveya lêpirsînê de di 21ê Tîrmehê de di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketek teknolojiyê ku tê gotin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin.

Di 27ê Tîrmehê Wezîrê Dadê Akin Gurlek daxuyanî dabû û gotibû ku “Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, bi kordînasyona Serdozgeriya me ya Komarî ya Erzîromê û ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Erzeromê ve li 15 bajaran bi awayekî hemwext li dijî 19 gumanbaran operasyon hat kirin. Li 21 navnîşanan lêgerîn hatine kirin û 18 gumanbar hatine desteserkirin.”

Di 29ê Tebaxê de di pêla 5emîn a operasyona lêpirsînê de 10 gumanbar hatibûn desteserkirin. Ji wan heta niha 4 kes hatine girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna berfireh a Serdozgeriyên Komarî yên Erzurum û Tunceliyê de hejmara kesên di lêpirsînê de hatine girtin derket 32an.

Nebî Yavûzê ku 30 sal di girtîgehê de ma ji ber nexweşiya penceşêrê mir

Nebî Yavuzê ku cezayê xwe temam kiribû diviyabû di sibata 2023an de bihata berdan ,lêbelê Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê 6 mehan cezayê wî taloq kiribû. Yavûz 30 sal û 6 meh di girtîgehê de ma û di 5ê Tîrmeha 2023an de ji Girtîgeha Tîpa M a Bafra Samsûnê hatibû berdan.

Nebî Yavuz ê ku di sala 1993an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê bi cezayê muebbetê hatibû cezakirin. Nebî Yavûz li girtîgehên Mêrdîn, Amed, Edene, Vezîkopru û Bafrayê yên Samsûnê maye.

Nebî Yavuzê cezayê xwe temam kiribû diviyabû di sibata 2023an de bihata berdan lê belê Lijneya Çavdêriya Îdarî ya Girtîgehê ve 6 mehan hatibû taloqkirin. Yavûz piştî 30 sal û 6 mehên di girtîgehê de hat ragirtin di 5ê Tîrmeha 2023an de ji Girtîgeha Tîpa M a Bafra Samsûnê hatibû berdan.

Li gorî nûçeya AWê Yavûz piştî hatibû berdan dest bi kontrolên tenduristiyê kiribû û gumana penceşêra pankreasê lê hatibû kirin. Yavuzê ku demekê li malê dihat dermankirin, rewşa wî xirab bû û ew birin Nexweşxaneya Tewqûfê ya Qoserê.

Hat zanîn ku Nebî Yavûz bi nexweşiya penceşêra pankreasê ketiye. Yavuzê ku li nexweşxaneyê lê dihat dermankirin koça dawî kir. Cenazeyê Nebî Yavûz dê piştî karûbarên olî li gundê Sitîlê yê girêdayî navçeya Nisêbînê bê veşartin.

Nebî Yavûz piştî hatibû berdan ewil çûbû cem malbata xwe ya li Îzmîrê û piştre vegeriyabû welatê xwe. Yavûz di daxuyaniya ku piştî berdana xwe dabû de wiha gotibû:

“Dîroka me ya têkoşînê ya 50 salî, bi deh hezaran kesan re dewam dike. Têkoşîna me bi ked û berxwedana gel mezin dibe. Di girtîgehan de jî ev hêvî û bawerî, me li ser piyan hişt, hêzê da me. Bi têkoşîna ku hatiye dayîn serê min bilind e û ez pê serfiraz im. Serkeftin dê ya me be.”

Mehmet Sait Yildirimê ku dilê wî sekinîbû, dîsa ji nexweşxaneyê birin girtîgehê

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku 75 salî ye û krîza dil derbas kiribû. Înîsiyatîfê xwest ku Yildirim demildest were berdan.

Mehmet Sait Yıldırım ê 75 salî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin. Tevî ku cezayê Yildirim qedîyaye, 3 car in tehliyeya wî tê astengkirin ango taloqkirin.

Yildirim herî dawî 24ê Tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Hevdîtina bi lijneyê re bi rageşî derbas bûbû û weke hevdîtinên berê yên lijneyê, dîsa “poşmanî” li Yildirim hatibû ferzkirin. Yildirim piştî vedigere odeya xwe krîza dil derbas dike û hevalê wî yê odeyê rayedarên girtîgehê ji rewşê agahdar dike û wî dibin nexweşxaneyê.

Parêzerên Yildirim gotibûn ku dema Ocalan krîz kiriye, pêşî birine nexweşxaneyeke li Bucayê û lê ji ber ku li wê derê qawîşa girtiyan tune bûye, ji wir birine Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê.

Her weha parêzeran destnîşan kiribû ku Yildirim anjiyo bû û du stent xistin dilê wî ku yek ji damarên sereke yên ku diçin dil girtî bûye û Yildirim ji mirinê filitî.

Yildirim ji 24ê Tebaxê vir ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin û îro dîsa ji nexweşxaneyê birin girtîgehê.

Diviyabû Yildirim sal nîvek berê bişert bihata tehliyekirin, berdana wî bi biryara Desteya Çavdêriyê ya Rêvebiriya Girtîgehê du caran hat taloqkirin. Tevî ku mafê wî ê berdana bişert di 27ê Sibata 2025an de bû, berdana wî berê ji bo 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an û piştre jî bo 25ê Tebaxa 2026an hat paşde xistin. Desteyê di herdu biryarên taloqkirinê de weke hêcet gotiye ku Yildirim “qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” û “poşman nebûye”. Di 24ê Tebaxê de careke din 3 mehan hate taloqkirin.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 625emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Înîsiyatîfê li Kolana Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku çend roj berê li Girtîgeha Kiriklarê ya Îzmîrê krîza dil derbas kiribû.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta “dermankirin maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hate rakirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” hate berzkirin.

Hevseroka ÎHDa Enqereyê Sevîl Turgutê daxuyanî xwend.

“Xeterî li ser jiyana wî heye“

Sevîl Turgutê diyar kir ku nexweşiyên Mehmet Saît Yildirim girantir bûne û wiha got:

“Mehmet Saît Yildirim ev 31 sal in di girtigehê de tê ragirtin. Ev demeke dirêje nexweşiyên wek dil û demar, hîpertaniyon, KOAH, fitiqa stû û nexweşiyên din lê peyda bûne. Ev nexweşiyên wî jiyana wî ya rojane asteng dike. Rewşa tenduristiya Saît Yildirim di 24ê Tebaxa 2026an de bi derbaskirina krîza dil gihîşt asteke girantir. Di heman rojê de bi Desteya Çavderî û Îdareyê re hevdîtin kiriye û piştre dema ku vegeriyaye odeya xwe krîza dil derbas kiriye. Piştre wî rakirine nexewşxaneyê û stend lê dane. Ev rewşa wî ya dawî jî nîşan dide ku êdî rewşa tenduristiya Yildirim di bin xetereyê de ye.”

Sê car in berdana wî tê taloqkirin

Sevîl Turgutê bi bîr xist ku ev berdana Mehmet Saît Yildirim ev bû sê caran tê taloqkirin û rewşa tenduristiya wî li ber çavan nayê girtin. Sevîl Turgut diyar kir ku Mehmet Saît Yildirim 75 salî ye û li hemberî jiyana wî rûmeta mirovahî nayê girtin. Sevîl Turgut da zanîn ku divê Mehmet Saît Yildirim di Sibata 2025an de bihata berdan lê ev yek tê dirêjkirin û ev yek rewşa jiyan û tenduristiya wî dixe talûkeyê. Sevîl Turgut anî ziman ku divê Mehmet Saît Yildirim demildest were berdan û li cem malbata xwe dermankirina wî bi awayek rêk û pêk bê kirin.

Çi bûbû?

Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.

Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.

Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi “fermana Wezaretê” de di hucreya yekkesî de tê girtin.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.

Çavkanî: Ajansa Welat, MA, bianet

Kurd ji Reqayê koç dikin

Li Reqayê Kurdan direvînin, îşkenceyê li wan dikin

Kesên nasnameyên wan nediyar, li Reqayê kurdan direvînin û ji wan pereyên pir dixwazin. Wan dibin cihên ne diyar, îşkenceyê li wan dikin. Ji ber vê rewşê gelek malbatên kurd ji Reqayê bar kirine.

Reqa, piştî ku HSDyê ji destê DAIŞê rüzgar kir, Foto: Hawarnews

Elî Mihemed* demeke berê saet di 11.00ê nîvro de dema ji mala xwe derket, li ber deriyê xwe wesayîteke reş a bê plaqe dît. Çend kes ji wê wesayitê dakevin. Ser û rûyê xwe bi rûpoşan girtibûn û çek di destên wan debûn.

Ji Mihemed xwestin bi wan re biçe. Mihemed bi wan re kete wesayitê û bi rê ketin.

Beriya bi rê bikevin telefon û alavên din ên Elî Mihemed li cih hiştin ango bi xwe re nebirin.

Di meh û nîva dawiyê de nêzîkî 10 kes bi vî rengî li Reqayê, bajarê Sûriyeyê hatin revandin.

Kesên nasnameyên wan nediyar saet di 11.00ê nîvro de diçin ber malên berê diyar kirine, ji wê malê yê mêr direvînin. Dibin bi rojan îşkenceyê li wan dikin û paşê fotografên wan ji malbatên wan re dişînin da ku ji bo wî berdin pereyan bidin.

Dema wan direvînin, ser û çavê wan digirin, wan dixin begaja erebeyê. Bi rojan li wir dihêhin. Paşê dibin cihên nepen. Dest û lingên wan girêdayî, bi rojan birçî dihêlin.

Ew kesên tên revandin, hemû jî kurd in.

Ji bajarê Reqayê du kesên ku bûne şahidên van bûyeran ji niha+ê re diyar kirin ku piştî ev bûyer dest pê kirine kurd ji Reqayê bar dikin. Li gorî herdu kesan armanca revandinê ew e ku kurd li Reqayê nemînin.

Ji ber ewlehiyê wan kesan, nexwestin em navên wan binivîsin. Her weha ji ber heman armancê me navê kesên ku hatine revandin, guherandin.

Piştî serê salê ji sedî 70yê Taxa Kurdan vala bûye

Reqqa li bakurê Sûriyeyê li ser Çemê Firatê dikeve. Bajarekî stratejîk e. 160 kîlometre dikeve rojhilatê Helebê. Dîrokeke wê ya kevn heye. Gelek şaristanî li vir bicih bûne.

Bajar di navbera salên 2014 û 2017an de bû paytexta DAIŞê. Ji ber şer û pevçûnan wêran bû. Di sala 2017an de bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya DYAyê ev der rizgar kir. Ji bo rizgarkirina wê operasyon bi mehan domand. Di encamê de bi hezaran DAIŞê teslîm bûbûn û ew li kampan bicih kiribûn.

Reqa, Foto: Google maps

Heta Kanûna Paşiyê ya 2026an jî di bin kontrola HSDyê de bû. Piştî dawaiya sala 2025an û destpêka sala 2026n hêzên rejîma demkî ya Şamê êrîşî deverên kurdan kirin, di Kanûna Paşiyê ya 2026an de ev dever radestî artêşa hikûmeta demkî hate kirin.

Li gorî serjimêriya sala 2011 û 2012an a beriya serweriya DAIŞê, li Reqqayê nêzî 60 hezar kurd bicih bûn. Piştî şerê Sûriyeyê û serdema DAIŞê, gelek kurdan ji vir bar kirin. Lê piştî HSDyê ew dever bi dest xist, beşek ji wan vegeriyan cih û warên xwe.

Piştî artêşa hikûmeta demkî di destpêka êrîşî deverên kurdan kirin, dîsa kurdan ji vir koç kirin. Bi taybet her du sê rojên destpêka vî şerî, li bajêr kurd neman. Lê paşê dîsa beşek ji wan vegeriyan.

Li gorî zanyariyan li Taqa Kurdan a Reqayê ji sedî 70yî kurdan bar kirine. Li tevahiya Reqayê, beriya niha rêjeya Kurdan ji sedî 40ê bajêr bû. Ji sedî 60 jî ereb bûn. Lê niha ji sedî 5 yan jî 10 kurd mane.

“Dibêjin kurd li vir mêvan in”

Mahmûd Derwîş* piştî hate revandin û bi dana pereyan serbest bû, weke yên din neçar ma û ji Reqayê bar kir. Lewre kesên ew revandin jê re gotin dema tu li vir bimînî em ê te bikujin.

Hinek kes bi revandin û kuştina malbatê tên tirsandin. Dema bar kir xaniyê xwe yê bihayê wî bi 60 cezar dolarî bû, neçar ma û bi 40 cezar dolarî firot.

Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe diyar bike got ku hemû kesên koç kirine mal û milkên xwe bi erzanî ji dest xwe derdixin û neçarî koçberiyê dibin.

Çavkaniyeke din diyar kir ku gel dest pê kiriye, genim û cehê xwe, mal û milkê xwe, dikanên xwe, wesayitên xwe difiroşin: “Milet dibêje li şûna canê xwe bidim, bila malê xwe bidim.”

Li gorî nirxandina çavkaniyekê, ew kesên vî karî dikin dibêjin, “Kurd li vir mêvan in” û divê ji vir bar bikin.

Wan serdema rejîma Beasê bibîr xist ku di wê demê de projeye “Kembera erebî” bi pêş ketibû û kesên ereb anîbûn û li cih û warên kurdan bicih kiribûn. Bi vê jî dixwestin demografiya cografiya kurdan biguherînin.

Çavkaniyekê bûyerên li Reqayê pêk tên dişibîne vê projeyê û dibêje ew armanc û ev armanc heman tişt in.

Di nava hefteyek 10 rojan de bi kêmanî telefonî 3 kesan kirine da ku ji Reqayê koç bikin.

Hikûmeta demkî çi dike?

Li gorî zanyariya çavkaniyekê bi tenê komeke yên mirovan direvînin. Lê li gorî çavkaniyeke din du sê kom in.

Tê îdiakirin ku dema tên, xwe weke endamên asayîşê didin nasîn. Ji ber wê jî kes nikare ji wan re tiştekî bibêje.

Her weha bi telefonên ku jimareyên wan xưa nabin an jî bi yên ji derveyî Sûriyeyê telefon dikin.

Dema wan direvînin destpêkê pereyên zêde dixwazin. Ji yek kesên ku hatiye revandin jê 250 hazar dolar xwestine. Hinek kes bi 20 hezar, 30 hazar dolarî karîne xwe rizgar bikin.

Ev pere bi rêya sîstema cereyan a bi navê Sham Cash ve tê şandin ku sîsteme resmî ya Sûriyeyê ye.

Sepana bi navê Sham Cashê, ji bo dabeşkirina mûçeyan, dayîna fatoreyan û veguhastina pereyan bûye rêbaza ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tercîh dike.

SMEX, saziya mafên dijîtal diparêze di meha Nîsana 2025an de derbarê Sham Cashê de lêkolînek kiriye. Li gorî vê lêkolînê:

Sepana Sham Cash a ku ji bo karmendên dewletê bûye neçarî, di warê ewlehiya dîjîtal de fikarên bilez derdixe holê.

Di meha Rêbendanê de, bi bêdengî ferman ji karmendên Sûriyeyê re hat dayîn ku ji bo girtina mûçeyên xwe sepaneke bi navê “Sham Cash” daxin.

Sepana Sham Cash tenê bi rêya malpera sepanê dikare were daxistin û di firoşgeha iOSê de nîn e. Ev jî tê wê wateyê ku sepan ne ewle ye, ji ber ku sepanên di firoşgehên fermî de cih digirin divê di testên pejirandina ewlehiyê yên tund re derbas bibin.

Nûçeyên medyayê yên di meha Rêbendanê de her wiha nîşan didin ku sepan bi veguhastinên “Bankaya Çam” a li Îdlibê re, ku ofîseke pevguhertina pereyan a li Tirkiyeyê qeydkirî ye û di qada navneteweyî de nayê naskirin, girêdayî ye. Fonên ku bi rêya Sham Cashê tên veguhastin, di Bankaya Navendî ya Sûriyeyê an jî sîstema bankavaniya cîhanî re derbas nabin.

Dema ku gihîşt meha Nîsanê, sepan bû mecbûrî. Lê belê sepan bi xerabûnên teknîkî, têkiliyên darayî yên gumanbar û kêmbûneke fikarbar a şefafiyetê hatiye tohmetkirin. Dema ku bêhêvîtî di nava bikarhêneran de zêde bû, Yekîneya Analîza Edlî ya SMEXê lêkolîn kir bê ka bi rastî çi diqewime.

Pêşvebirê nenas ê li pişt Sham Cashê

Nebûna ti agahiyên vekirî ji raya giştî re derbarê şîrketa li pişt Sham Cashê de, di warê zelalbûn û hesabpirsînê de rê li ber fikarên cidî vedike. Ji ber ku pêşvebirekî naskirî an qeydkirî nîne, di rewşa binpêkirina daneyan, sextekarî an jî wendakirina darayî de saziyek ku bibe berpirsyar nîne.

Di sepanê de her wiha ti nîşaneyên eşkere yên Mercên Bikaranînê, Siyaseta Nepenîtiyê an qada desthilatdariya qanûnî nînin; ev jî serîlêdana li rêyên qanûnî hema bêje nemimkun dike.

Ji ber ku têkiliya Sham Cashê bi şîrketeke rewa an jî piştrastkirî re nîne, protokolên ewlehiyê nayên nirxandin; ev jî rîska xerabkirina amûrên bikarhêneran bi nermalavên xerab (malware) an nermalavên sîxurî (spyware) bi awayekî berçav zêde dike.

Ji ber ku xwediyekî wê yê bi fermî qeydkirî nîne, bikaranîna xirab an firotina daneyên hesas ên bikarhêneran, ku agahiyên kesane, agahiyên darayî û dîroka danûstandinan jî di nav de, nayê şopandin û kontrolkirin.

Çavkaniyan ji niha+ê re diyar kirin ku ger ev rêbaz ji hêla hikûmeta demkî ve hatibe pejirandin, dema ev grup kesekî direvînin û bi rêya vê rêbazê pereyan distînin, hikûmet dikare wan peyda bike.

Komîteyek hatiye avakirin

Li gorî zanyariyan rêveberiya kurdan ji bo vê rewşê komîteyeke ji sê kesan ava kiriye. Ev komîte armanc dike ku vê rewşê bişopîne û pirsgirêkan çareser bike.

Li gorî daneyên komîteyê dane, heta niha 4 hezar malbatên kurd ji Reqayê koç kirine. Beşeke ji wan çûne Kobaniyê. Beşek jî li Hesekê bicih bûne.

Çavkaniyekê destnîşan kir ku hejmara kesên tên revandin, gef li wan tê xwarin û dixwazin koç bikin, ji van hejmarên fermî zêdetir in. Lewre hin kes hene naxwazin navên wan belav bibin û ji ber wê jî behsa revandin an jî gefxwarinê nakin.

*Navên kesên ku hatine revandin ji ber ewlehiyê, hatine guhertin. Fotograf û dîmenên wan kesên ku hatine revandin, ji ber ewlehiyê necatine belavkirin.

Karkerek mir, 12 karker birîndar bûn

Li Enqereyê kaneke madenê hilweşiya

Li Çayirhana Ankarayê, di Nîsana 2025an de jî heman kana madenê hilweşiyabû û di encamê de 14 karker birîndar bûbûn.

Li navçeya Beypazariyê ya bajarê Enqereyê li qada xebatê ya Şirketa Enerjiyê ya Çayirhanê qezayeke madenê rû da û karkerek mir û 12 karker jî birîndar bûn. Ji wan rewşa 4 karkeran giran e.

Walitita Enqereyê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku 20 karker birîndar bûne û karkerek jî miriye.

Walîtiyê eşkere kir ku bûyer doh danê êvarê li taxa Hirkatepeyê qewimiye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li gorî tespîtên ewil, li pişt qada xebatê ban herifiye û ji ber zextê karker li derdorê belav bûne. Tîmên cendirme, ewlehî, agirvemirandin, AFAD, UMKE û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. 15 ambulansan birîndar veguhastin nexweşxaneyan. Ji bûyerê 20 welatiyên me bandor bûn û karkerekî madenê mir. Tedawiya birîndaran berdewam dike.”

Walîtiyê her wiha da zanîn ku li ser sedema qezayê dest bi lêpirsînekê hatiye kirin.

Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Beypazariyê Selahattîn Biçak li ber nexweşxaneyê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku birîndarên ku gihîştine nexweşxaneyê li serê xwe ne û rewşa wan tê şopandin.

Li Çayirhana Ankarayê, di Nîsana 2025an de jî heman kana madenê hilweşiyabû û di encamê de 14 karker birîndar bûbûn.

Lêgerîna li edaletê dewam dike

33 salên bêcezatiya Qetlîama Dîgorê

Di 14ê Tebaxa 1993an de li navçeya Dîgorê ya Qersê, li dijî ferzkirina cerdevaniyê, serdegirtinên gundan, binçavkirinan û zextên li herêmê, çalakiyeke protestoyî pêk hatibû. Tîmên taybet gule li hezaran kesên ku dimeşiyan reşandin. 17 kes hatin kuştin ku şeş ji wan zarok bûn. Li gorî daxuyaniyên fermî 63 birîndar bûn. Di doza hat vekirin de heşt polîsan beraat kirin. Tirkiyeyê jî piştî çendîn salan li pêşberî Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) ji ber bûyera li Dîgorê berpirsiyariya xwe qebûl kir.

Li cihê Qetlîama Dîgorê lê pêk hatibû, bernameyeke yadkirinê pêk hatibû, 2025, Foto:MA

Di 14ê Tebaxa 1993an de xelkê gundên girêdayî navçeya Dîgorê ya Qersê, li dijî zextên ku bi salan e berdewam dikirin, ber bi navenda navçeyê ve dest bi meşê kiribûn.

Mirovên ku ji gundên cuda hatibûn ba hev û dixwestin serdegirtinên malan, binçavkirin û ferzkirina cerdevaniyê bi dawî bibin, li dora gundê Qoçakoyê kom bûn. Koma ku ji hezaran kesan pêk dihat, nêzîkî du kîometreyan nêzî Dîgorê hate sekinandin. Piştî demekê, polîsan gule li wan reşandin. Di encamê de 17 kes hatin kuştin. Ji van şeş kes zarok bûn.

Li gorî daxuyaniya fermî 63 kes jî birîndar bûn. Lê belê şahid û hin vegotinên wê serdemê diyar dikin ku hejmara birîndaran gelekî ji vê zêdetir bû. Hin sahiden destnîşan kirin ku ji ber tirs û zextê gelek birîndaran serî li nexweşxaneyan neda bû.

33 sal di ser Qetlîama Dîgorê re derbas bûn. Lê belê lêgerîna edaletê ya ji ber vê qetlîamê hîn jî dewam dike.

“`html

Kesên di dema Komkujiya Dîgorê de hatin kuştin

Di 14ê Tebaxa 1993an de, dema meşa li Dîgorê 17 kes hatin kuştin jiyana:

17 Kes
01 Gülcan Çağdavul (8 salî)
02 Selvi Çağdavul (14 salî)
03 Yeter Kerenciler (13 salî)
04 Necla Geçener (14 salî)
05 Zarife Boylu (15 salî)
06 Erdal Buğan (17 salî)
07 Zeynep Çağdavul (19 salî)
08 Hacer Hacıoğlu (20 salî)
09 Suna Çidemal (21 salî)
10 Fatma Parlak (22 salî)
11 Faruk Aydın (27 salî)
12 Cemil Özvarış (39 salî)
13 Gıyasettin Çalışçı (41 salî)
14 Hasan Çağdavul (43 salî)
15 Süleyman Taş (47 salî)
16 Tütiye Talan (66 salî)
17 Nurettin Orun (80 salî)

Agahiyên nav û temenê kesên jiyana xwe ji dest dane li gorî qeydên fermî û belgeyên dozê yên derbarê komkujiyê de hatine rêxistinkirin.

Sê sal şûnde doz hat vekirin

Piştî qetlîamê lêpirsîn hat destpêkirin. Parlamenterê wê demê yê SHPê yê Qersê Mahmut Alınak û hevalên wî raporek amade kirin. Ev rapor pêşkêşî Serokê Meclisê Husamettîn Cindoruk kirin. Piştî ku rapor bi rêya Wezareta Dadê gihîşt Serdozgeriya Komarê ya Qersê, pêvajoya darizandinê bi pêşve çû.

Lêpirsîna amadekariyê nêzî sê salan dewam kir. Di sala 1996an de derbarê heşt polîsên li Rêveberiya Ewlehiyê ya Qersê dixebitîn de bi îdiaya “kuştina bi qesdî” û “hewldana kuştina bi qesdî” doz hat vekirin.

Polîsên tawanbar di parastinên xwe de îdia kirin ku ji nava komê gule li wan reşandine û roketatar hatiye bikaranîn.

Lê belê hate diyarkirin ku di lêkolînên cihê bûyerê de, ji bilî kovikên vala yên aîdî çekên ku polîsan bi kar anîne, ti delîlek derbarê roketatarek an çekeke din de ku van îdiayan piştrast bike nehatiye dîtin. Di raporên saziyên mafên mirovan ên wê demê de jî bal hat kişandin li ser van nakokiyên di nava dosya dozê de. Tevî vê yekê jî piştî si salan darizandin devam kir, polîsên tawanbar beraat kirin.

Bi hinceta “parastina rewa” beraat kirin

Piştî zêdetirî 40 danişînan, Dadgeha Cezayê Giran a Qersê di 24ê Sibata 2006an de derbarê heşt polîsan de bi hinceta “parastina rewa” biryara beraatê da.

Bi vî awayî di bûyera ku 17 kes lê hatibûn kuştin û bi dehan kes birîndar bûn de, xebatkarên ewlehiyê yên ku wekî tawanbar dihatin darizandin, bêyî ku bi berpirsiyariya cezayî re rû bi rû bimînin xwe rizgar kirin.

Tabloya ku di dosyaya Dîgorê de derket holê, piştî çendîn salan ji aliyê parêzeran ve jî bi awayekî tund hate rexnekirin. Yek ji parêzerên dozê Kahraman Ozçagin diyar dike ku darizandin bi navberên dirêj dewam kiriye, daxwazên wan ên ji bo guhdarkirina gelek şahidan nehatine qebûlkirin û di hiqûqa navxweyî de girtina encamekê ne mimkûn xuya dike.

Li gorî Ozçagin yek ji kêmasiyên herî girîng ên dosyayê ew bû ku kesên şahidên rasterast ên bûyerê bûn, ji aliyê dadgehê ve bi têra xwe nehatine guhdarîkirin.

Tirkiyeyê li DMMEyê berpirsiyarî girt ser xwe

Piştî ku polîsên tawanbar li Tirkiyeyê beraat kirin, hin malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) dan.

Di serlêdanan de bi taybetî binpêkirina mafê jiyanê, nekirina lêpirsîneke bibandor û û dirêjiya darizandinê hatin rojevê.

Di pêvajoya DMMEyê de Tirkiyeyê rêya çareseriya dostane hilbijart. Li gorî nûçeya bianetê ya ku di sala 2007an de hatibû weşandin û cih dabû daxuyaniyên parêzerê wê demê Tahir Elçî, Tirkiyeyê berpirsiyariya xwe ya derbarê bûyera li Dîgorê de qebûl kir, derbarê parastina mafê jiyanê û meşandina lêpirsîneke bi bandor de misogerî da.

Her çend polîsên tawanbar li Tirkiyeyê beraat kirin, Tirkiyeyê di pêvajoya Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê de berpirsiyarî girt ser xwe.

Lê belê pêvajoya DMMEyê bi cezakirina xebatkarên ewlehiyê yên ku di qetlîamê de gule reşandibûn bi dawî nebû. Tazminat dan malbatan. Ji aliyê faîlan ve bêcezatiyê dewam kir.

“Ji mirinê mezintir êş e”

Her çend dosya dozê ji bo şahidên Qetlîama Dîgorê girtî be jî, 14ê Tebaxa 1993an nehatiye girtin.

Qasim Çagdavûl, di hevpeyvîneke ku çendîn sal berê dabû de dema behsa zexta li gundan û ferzkirina cerdevaniyê dikir, got ku meş li dijî van zextan pêk hatibû.

Li gorî vegotina Çagdavûl dema bi hezaran kes ber bi Dîgorê ve diçûn tankan pêşiya rê girtin, tîmên taybet li mevziyan bûn û li ser komê gule hatin reşandin. Çagdavûl anî ziman ku wî di wê rojê de xwişka xwe û xizmên xwe winda kirine:

“Mirin nîne, ew êşê bi salan hilgirtin ji mirinê mezintir êşek e.”

“Di rojekê de vegeriya roja meşherê”

Zahir Serbest ê ku ji qetlîamê bi birîndarî xelas bûbû jî, çendîn sal bi şûnde tiştên ku jiyabû vegot.

Serbest got ku di dema meşê de gule li lingê wî ketiyê, piştî wê jî hatiye desteserkirin û 17 rojan li yekîneyeke leşkerî hatiye ragirtin.

Li gorî vegotina Serbest di dema qetlîamê de li qada ku birîndar lê bûn jî dengê çekan dewam kiriye.

33 sal şûnde heman bîr

Suna Karataş a ku di dema qetlîamê de 15 salî bû, di sala 2026an de behsa şahidiya xwe kiriye û ew rojê wekî “cihê qiyametê” bi bîr aniye.

Karataş anî ziman ku di dema meşê de li ser mirovan gule hatin reşandin, mirov reviyan û behsa tiştên ku li cihê birîndaran lê bûn kir.

Karataşê gotiye ku serdegirtinên li ser gundan dewam kirin, mirov hatin binçavkirin û gelek kes neçar ma ku cihên ku lê dijîn biterikînin.

Qetlîama Dîgorê wê ji nû ve bê vekirin?

Wezîrê Dadê Akın Gürlek di 25ê Nîsana 2026an de gotibû ku di nava Rêveberiya Giştî ya Karên Cezayî de Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Failên wan Nediyar hatiye avakirin û li 75 bajaran bi 638 dosyayî û derbarê 693 mexdûran de lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Wezîr di daxuyaniyên xwe yên din de ragihand ku di encama lêkolîna ji nû ve ya hin dosyayên kuştinên failên wan nediyar de kuştin hatine ronîkirin.

Lê belê derbarê wê yekê de ku hîn agahiyeke Celal a li ber çavê raya giştî nîne ku ka wê Qetlîama Dîgorê bikeve nava vê çarçoveya lêkolînê de an na.

Parêzerê dosyayê Kahraman Ozçagin jî ji ber vê yekê diyar dike ku dixwaze bi serlêdana li Wezaretê fêr bibe ka Dîgor di nava wê lîsteyê de heye an na.

Ozçagin wiha gotiye:

Li gorî parêzer ji bo rûbirûbûneke rasteqîn ne bes e ku tenê mekanîzmayên darizandina heyî bêne xebitandin, divê arşîvên dewletê bêne vekirin û Komîsyoneke Rastiyê ya serbixwe bê avakirin.

Rojnameger Sema Bîngol jî di nav de ji bo 25 kesan lêpirsîn hate dest pê kirin

Rojnameger Sema Bîngol jî di nav de derbarê 25 kesên ku beşdarî bîranîna Ethem Sarisuluk bûne de lêpirsîn hate destpêkirin.

Nûçegihana Ajansa Mezopotmayayê (MA) Sema Bîngol jî di nav de derbarê 25 kesên ku di 1ê Hezîrana 2026an de beşdarî 13emîn bîranîna Ethem Sarisuluk bûne de lêpirsîn hate destpêkirin.

Nûçegihana MAyê Sema bingol ku ji ber şopandina bîranînê bi ledanê hatibû desteserkirin, piştî îfadeyên li emniyetê hatibû berdan.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, Sema Bîngol jî di nav de derbarê 25 kesên hatibûn desteserkirin de bi hinceta, “Muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandanan a bi hejmar 2911an” lêpirsîn da destpêkirin.

Ethem Sarisuluk, 14ê Hezîrana 2013an di nav çalakî û xwepêşandana ji bo Parka Geziyê de li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.

Li Îranê di pênc mehan de herî kêm 22 kes hatin darvekirin

Darvekirina Sepahi Badjani û Safari Hosseinabadi, yekemîn bûyerên tê zanîn ku tê de kesên di xwepêşandanên Kanûna Paşiyê de hatine desteserkirin, li pêşberî gel hatine darvekirin.

Foto: Hengaw

Rayedarên Îranê aşkere kirine ku wan serê sibeha roja Sêşemê Abolfazl Sepahi Badjaniyê 23 salî û Amirhossein Safari Hosseinabadiyê 29 salî yên di dema xwepêşandanên Kanûna Paşiyê ya 2026an de hatibûn girtin, li Qada Alîxanî ya Îsfehanê li pêşberî gel darve kirin. Darvekirin girêdayî bûyera ku wekî “Doza Qada Alîxanî” tê binavkirin, hatin pêkanîn. Cih û rewşa bersûcê sêyemîn, Alireza Sepahi, nayê zanîn.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, derbarê bûyerê de hin vîdeo li ser medyaya civakî belav bûne. Di vîdeyoyan de tê dîtin ku bi şev gelek hêzên ewlehiyê li qada darvekirinê hatine bicihkirin. Hêzên ewlehiyê, kesên ku ji bo şermezarkirina darvekirinan li cihê bûyerê kom bibûn, belav kirine. Ev rewş bûye sedema birîndarbûn û girtina çend kesan.

Her du kes jî rastî îşkenceyên giran hatin

Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li gorî zanyariyên çavkaniyên agahdar ên derbarê bûyerê de, Sepahi Badjani û Safari Hosseinabadi piştî girtina wan, ji bo bi zorê îtîraf ji wan bê wergirtin, rastî îşkenceya giran a fîzîkî û derûnî hatine. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Ew ji xizmeta parêzeriya serbixwe û darizandineke dadperwerane bêpar hatin hiştin” û hat diyarkirin ku “cezayên mirinê tenê li ser bingeha îtîrafên ku di bin îşkenceyê de hatibûn wergirtin, bûn.”

Dadgeha Îranê ragihandiye ku her du kes bi girêdayî pevçûnên di dema xwepêşandanên Qada Alîxanî de derketine, bi sûcên hilgirtina çekên birrînê û beşdarbûna di kuştina endamekî hêzên ewlehiyê yên hikûmetê de hatine cezakirin. Dadgehê, derbarê hûrgiliyên pêvajoya darizandinê de an jî delîlên serbixwe yên ku van îdiayan piştrast bikin, ti agahî pêşkêş nekirin.

Hengawê, derbarê çarenûsa Alireza Sepahi de ku bersûcekî din ê heman dozê ye, fikarên xwe anîn ziman. Ji bo serdaneke dawî gazî malbata wî kirine lê cihê ku ew lê ye nayê zanîn û ev yek jî tirsa ku dibe darvekirina wî nêzîk be, zêde dike.

Di 5 mehan de herî kêm 22 kes hatin darvekirin

Li gorî daneyên ku Navenda Îstatîstîk û Belgekirinê ya Hengawê kom kirine, herî kêm 22 kesên di dema xwepêşandanên Kanûna Paşiyê ya 2026an de hatibûn girtin, di nava pênc mehên dawî de li Îranê hatin darvekirin. Darvekirina Sepahi Badjani û Safari Hosseinabadi, yekemîn bûyerên tê zanîn ku tê de kesên di xwepêşandanên Kanûna Paşiyê de hatine desteserkirin, li pêşberî gel hatine darvekirin.

Hengawê beriya niha ragihandibû ku di doza Qada Alîxanî de herî kêm 12 bersûc bi cezayê kuştinê hatine cezakirin. Bi darvekirina Sepahi Badjani û Safari Hosseinabadi re, hejmara darvekiriyan di vê dozê de derket çaran. Li aliyê din metirsiya darvekirina heşt girtiyên din jî berdewam dike.

Rapora OHDê: Lijneya Çavdêriyê ya girtîgehê weke dadgeh tê bikaranîn

Endama Komîsyona Girtîgehan Berfîn Babaoglu: Mafê tenduristiyê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Girtiyên nexweş bi rêkûpêk nayên dermankirin. Di girtigehan de pêkanînên wek îşkence û miemeleyên xirap berdewam dikin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê rapora xwe ya 6 mehan(Kanûna Paşîn – Hezîrana 2026an) ya derbarê binpêkirinên mafan ên girtîgehên herêma Anatolyaya Navîn de li avahiya xwe bi daxuyaniyekê aşkere kir.

Endamên komaleye tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê endama Komîsyona Girtîgehan Berfîn Babaogluyê xwend.

Berfîn Babaogluyê diyar kir ku wan derbarê girtîgehên, Afyon, Bolvadîn, Çorum, Sungurlu, Eskîşehîr, Karabuk, Kirikkale, Kirşehîr, Sîncan û Yozgatê rapor amadekirine.

Berfîn Babaoglu diyar kir ku di girtîgehan de binpêkirinên mafan zêdebûnê û wiha got:

“Berdanên bişert bi awayekî kêfî tên astengkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê wek dadgeheke 2emîn bi kar tînin. Mafê tenduristiyê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Girtiyên nexweş bi rêkûpêk nayên dermankirin. Di girtigehan de pêkanînên wek îşkence û muameleyên bêrûmetî berdewam dikin. Li ser girtiyan lêgerînên nav dev û bi kelemçeyê ve dermankirin tê ferzkirin. Ew yek jî ji bo gihiştina dermankirinê astengî derdixe pêşiya girtiyan. Di girtîgehan de sepanên tecrîdê û astengkirina mafên civakî didomin. Di girtigehan de girtiyên 4 sal in di bin tecrîde de ne hene. Girtiyên li Girtîgehên Girtî yên Ewlehiyên Bilind û Tîpa S dimînin, ji aliyê derûniyê ve pirsgirêkên giran dijîn. Mafê zimanê dayikê yê girtiyan tên astengkirin.”

Berfîn Babaogluyê anî ziman ku ew di serî de bang li Wezareta Dadê û hemû nûnerên îdarî û darazê dikin ku van gavan li xwarê hatine rêzkirin, biavêjin:

  • Girtiyên ku di bin şert û mercên girtigehê de nikarin bigihêjin tedawiyê divê ji bo van çareseriyên din bên dîtin. Divê li ber nexweşiyên wan cezayên wan bêne paş ve xistin.
  • Divê sepanên weke lêgerîna nava dev û lêgerinê tazî bi dawî bibin û sewqkirinên girtiyên nexweş neyê dereng xistin û girtiyên nexweş divê di girtigehên nêzî malbatên xwe de werin girtin.
  • Divê gihiştina girtiyan ava paqij û xwerinên rêkûpêk neyê astengkirin û xwe gihiştina malzemeyên hijyen û paqijiyê pêkan bibe.
  • Divê girtiyên nexweş di şert û mercên paqij de bigihêjin saziyên tenduristiyê û sepanên muaneyên bi kelempçeyê dawî bibe.
  • Divê ji bo êrişên di serê sibe û şev dibin de kiryarên wek zirarê didin tiştên girtiyan û tundî li wan tê kirin lêpirsînên rêkûpêk werin kirin.
  • Divê astengiyên bi keyfî yên li pêşiya axaftin, werzîş û atolyayan bi dawî bibin.
  • Divê girtigehên wek Ewlehiyên Bilind a Girtî (YGC) û Tîpa S ê ku ji bo tecrîde hatiye avakirin an gav bi gav werin girtin an jî şert û mercên wan werin sereraskirin.
  • Divê mafê parastina bi zimanê dayikê bi zagonan were bikeve bin ewlehiyê û nivîsandinên bi Kurdî divê neyê astengkirin.
  • Divê kotayên pirtûkan û qedexekirinên xwe gihandina rojname, kovar û televîzyonê bi dawî bibin.
  • Divê kiryarên Lijneya Çavderî û Îdareyê yên wek nirxandina ‘rewşa baş’ bi dawî bibe.
  • Divê daxwaza girtiyên nexweş ên dixwazin girtigehên nêzî malbatên xwe bin, pêk were, divê sepanên surgunê dawî bibe.
  • Divê derbarê daxwaznameyên ku girtî dişînin û aqûbêta wan de agahî ji girtiyan re bê dayîn.
  • Divê zagon li gor rûmeta mirovahiyeyê bên çêkirin.
  • Divê biryarên Navendên Îdareya Çavderiyê ku dibe sedemên şewitandina înfazê ji holê rabe.”

“Di 2 salên dawî de 3888 kes hatin darvekirin”

Kampanyaya “Na ji darvekirinê re ya roja Sêşemê” aşkere kir ku di 129emîn hefteyê de li 58 girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê didomin.

Kampanya “Na ji darvekirinê re ya roja Sêşemê” di hefteya 129emîn a çalakiyan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ji dema destpêkirina wezîfeya Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan û vir ve di nava 2 salan de herî kêm 3 hezar û 888 kes hatine darvekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku rejîma Îranê ji bo astengkirina çalakiyên şermezarkirinê yên civakî darvekirinê weke cezayekî bi kar tîne û hat bibîrxistin ku hefteya derbasbûyî li Girtîgeha Adilabad a li Şîrazê jineke 52 salî hatiye darvekirin.

Her wiha diyar bû ku di çarçoveya doza Qada Alihani ya li Îsfahanê de têkildarî 12 girtiyên siyasî biryara darvekirinê hatiye dayîn.

Kampanyayê diyar kir ku 10ê Tîrmehê li qawişa jinan a li Girtîgeha Evînê hêzên ewlekariyê êrîş birine ser girtiyên siyasî û bang li raya giştî kir ku ji bo girtiyên ku cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn dengê xwe bilind bike.

Îranê di 2025an de herî kêm 1639 kes bi darve kiriye

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (Iran Human Rights- IHR) û platforma Li Dijî Cezayên Darvekirinê Em Tev bi Hevre ne (Ensemble contre la peine de mort) têkildarî darvekirinên li Îranê raporeke hevpar weşandin. Li gorî raporê di sala 2025an de hejmara darvekirinan li gorî sala berê wî ji sedî 68 zêde bûye û gihîştiye 1639 kesan.

Li gorî vê hejmarê rojane herî kêm 4 kes hatine darvekirin. Ji sala 1989an û vir ve cara yekem ewqas kes tên darvekirin.

48 jin hatin darvekirin

Li gorî raporê di sala 2025an de 48 jin hatine darvekirin ku ev hejmar di 20 salên dawî de hejmara herî zêde ye.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku darvekirin ji bo zextên siyasî û kontrola civakî têne bikaranîn. Rêveberê IHRê diyar kir ku rayedar hewl didin bi avakirina atmosfera tirsê xwepêşandanan bitepisînin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, jî diyar dike ku Îran li gorî nifûsa xwe yek ji wan welatan e ku hejmara herî zêde ya darvekirinan lê tê sepandin.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.