Partî û serkirdeyên Kurdan qurbaniyên Enfalê bibîranîn

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, DEM Partî, DBP, Mesûd Barzanî, Bafil Talabanî, Nêçirvan Barzanî û Mesrûr Barzanî qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi bîranîn.

Îro 38emîn Salvegera Komkujiya Enfalê ye. 38 sal berê bi hezaran Kurd bi bi destê rejîma Baasê hatin qetilkirin û bi hezaran gund hatin şewitandin. Partî, sazî û serkirdeyên Kurd têkildarî Enfalê daxuyanî dan.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Partiya Demokrasî û Wekheviyê a Gelan(DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Serokê Giştî ê Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK)Mesûd Barzanî, Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK) Bafil Talabanî, Serokê Hukumeta Herêma Kurdistana Iraqê Nêçirvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi bîranîn.

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: “Divê helwest û zimanê yekîtiyê bê avakirin”

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk di salvegera 38emîn a komkujiya Enfalê de peyamek bealv kir û weha got:

“Sedsala 20emîn ji bo gelê Kurd bû sedsala parçebûn û komkujiyan. Lê divê sedsala 21emîn bibe sedsala desthevgirtin û piştevaniyê. Lewra yek ji sedema bingehîn a êrişên li diji gelê Kurd, bêtifaqî ye. Ji ber vê, dermanê birînên kûr ên wekî Enfalê ku dilê gelê Kurd hê jî pê diêşe, bêguman yekrêzî û yekhelwestîya neteweyî ya Kurd. Em di 14ê Nisanê Roja Biranîna Enfalê de hemû şehîdên komkujiyê cardin bi rêzdarî bi bîr tînin û kujeran bi tundî şermezar dikin. Ji bo ku cardin komkujiyên vî rengî li ser gelê Kurd neyên ferzkirin, divê helwest û zimanê yekîtiyê were avakirin. Em di 38emîn salvegera Komkujiya Enfalê de hevxemiya xwe bi malbatên wan re parve dikin. Di ser vê komkujiyê re hezar sal jî derbas bin; wekî Dêrsim, Zîlan, Qamişlo, Helepçe dê tu car neyê jibîrkirin. Îro her çend di navbera gelê Kurd de çar sînor hatibin xêzkirin jî li hemberî hemû komkujiyan dilê me yê biêş yek e.”

DEM Partî: “Sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin”

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 38emîn salvegera Komkujiya Enfalê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin:

“Komkujiya Enfalê, ku di 14ê Nîsana 1988an de dest pê kir, wekî yek ji xetên herî giran ên polîtîkaya sîstematîk a tinekirinê ya li dijî gelê Kurd di bîrê de hatiye nivîsandin. Ev pêvajoya ku tê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, gund hatin hilweşandin û nasname û hebûn hatin armancgirtin, navê tawaneke mezin a li dijî mirovahiyê ye.”

DEM Partiyê daxuyanî wiha domand: Jibîrnekirina vê êşê ne tenê bibîranîna rabirdûyê ye; rawestandina li dijî polîtîkayên înkar û tinehesibandinê ye ku îro bi awayên cûda berdewam dikin. Em biryardariya xwe ya ji bo avakirina pêşerojek ku tê de gel û bawerî wekhev, azad û bi rûmet bijîn dubare dikin; em kesên ku di Komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”

DBP: “Enfal nîşaneya feraseta dagirkeriyê ye”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi heman armancê daxuyaniyekê nivîskî weşand û qurbanî bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku komkujiyên di bin navê ‘Operasyonên Enfalê’ de ku 38 sal beriya niha pêk hatin, wek encameke pirsgirêka Kurd îro ji bi her aliyê ve di rojevê de cihê xwe digre. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Êrîşên hov ên ku ji aliyê Rejîma Baasa Iraqê, bi fermana Sedam Huseyîn pêk hatin, rast e rast îradeya azadiyê ya gelê Kurd hedef girt. Di çarçoveya Operasyonê Enfalê de bi sed hezaran Kurd bi çekên kîmyevî, bi êrîşên dijmirovî hatin qetilkirin, bi hedarna gund ji nexşerêya Rojhilata Navîn hatin paqijkirin. Helebçe jî yek ji xeleqa vê jenosîdê bû ku, li wir nirxên jiyanî hatin binpêkirin û mirovahî bê nefes hat hiştin.

“Di heman demê de nîşaneya feraseta dagirkeriyê ye ku îro jî hebûna xwe bi rê û rêbazên nû didomîne. Polîtîkayên ku wan salan bi çekên kîmyevî, bi qetlîamên dijmirovî li dijî gelê Kurd pêk hatin, îro jî wek polîtîkayên şer li seranserê Rojhilata Navîn nirxên azadiyê û jiyaneke birûmet hedef digre.”

“Ji ber vê yekê, xwedîderketina hafizeya civakî wê têkoşîna me bihêztir bike. Li ser vê esasê; ji Başûr heya Bakur, ji Rojhilat heya Rojava li gelenperiya Kurdistanê bersiva herî mezin a li dijî konsepta şer; bi rûhê Yekitiya Netewî berxwedaneke birûmet e. Li hemberî siyaset û polîtîkayên ku wekî li Enfalê û Helebçê di dil û mêjiyê me de birinin kûr vekir, çarenûsa mayînde pergaleke demokratîk û statu ye. Avakirina pergeleke bi vî rengî û bidestxistina statuya gelê Kurd wê her tim wek peywireke esasî li pêşiya me be. Bîranîna cangoriyên Enfalê jî wê di têkoşîna me ya azadiyê de her tim hêz û bawerî bide me. Bi vê mabestê, di 38emîn salvegera wê de em car din tevî cangoriyên Enfalê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.”

Mesûd Barzanî: Enfal di dilê xelkê Kurdistanê de birîneke kûr e

Serokê PDKê Mesûd Barzanî jî têkildarî Enfalê peyamek belav kir. Barzanî destnîşan kir ku di encama wê kiryara nemirovî de, 182 hezar welatiyên Kurd tenê ji ber Kurdbûna xwe hatin windakirin û weha got:

Enfal birîneke kûr e di dilê hemû xelkê Kurdistanê de. Ew yek ji mezintirîn tawanan e ku ji aliyê desthilatdarên berê yên Îraqê ve bi şêweyekî sîstematîk û armancdar li dijî gelê Kurdistanê hat pêkanîn. Di encama wê kiryara nemirovî de, 182 hezar welatiyên Kurd bêyî ku ti tawanan bikin û tenê ji ber Kurdbûna xwe hatin windakirin û şehîdkirin.

Her wiha kîmyabaran, guhertina demografiyê, derxistina bi zorê, wêrankirin bi hezaran gundan û hewldana ji bo têkdana hemû bingehên jiyanê li Kurdistanê, beşeke din a wan tawanan bû ku hikûmeta berê ya Îraqê li dijî gelê Kurdistanê encam dabû. Enfal zilmeke gelekî mezin bû, di heman demê de ji bo nifşên niha û paşerojê waneyeke girîng e ku nabe di bin tu şert û mercan de were piştguhkirin.

Pêwîst e, di asta navneteweyî de ev tawan wekî jenosîd were naskirin û di asta Îraqê de jî ew bawerî hebe ku ev tawan li beramberî gelê Kurdistanê ti carî ducare nabin. Her wiha erkê ser milê dewleta Îraqê ye ku qerebûya Enfalê û wê jenosîda ku li dijî miletê me hatiye kirin, bike. Di salvegera 38an a karesata Enfalê de, em bi hezaran silavan ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin û em hevparê xem û êşa malbat û xizmên serbilind ên Enfalkiriyan in.”

Peyama Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 38em a Enfalê de peyamek belav kir û got:

“Îro em salvegera 38an a biêş a operasyonên bi nav û deng ên Enfala 1988an bi bîr tînin. Ew tawana hovane ya ku rejîma berê ya Îraqê encam da ku tê de zêdetirî 182 hezar zarok, jin, mêr û ciwanên bêsûc ên Kurdistanê bûn qurbanî. Enfal ne tenê tawenek bû hewla pûç a ji bo tunekirina hemû gelekî aştîxwaz bû ku birînên wê heta niha jî di laşê nîştiman de mane. Di vê bîranînê de, em serê xwe li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û silavên xwe yên dilsoziyê ji bo malbat û xizmên wan ên berxwedêr dişînin.

Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê, em ducare tekez dikin ku berpirsyariya Hikûmeta Federal a Îraqê ye ku qerebûya madî û manewî ya xizmên qurbaniyan bike. Di asta navneteweyî de, em dê hewlên xwe bidomînin da ku Enfal wekî jenosîd were naskirin. Wekî erkeke mirovî û nîştimanî, em dê di pêvajoya lêgerîn û vegerandina termên pîroz ên şehîdan bo hembêza nîştiman de xemsariyê nekin û divê her tiştê ku ji destê me tê ji bo xizmeta zêdetir a xizmên Enfalkiriyan were kirin.

Di vê bîranînê de, em tekez dikin ku parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftên me, tenê bi hevahengî û xebata hevbeş a hemû aliyên siyasî û pêkhateyan pêkan e. Ev mezintirîn dilsozî ye ji bo xwîna şehîdan û garantîkirina paşerojeke baştir e, ji bo nifşên me yên ku em bi hêvî ve lê dinêrin. Silav û rûmet ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê.”

Mesrûr Barzani: Divê hikûmeta Îraqê xizmên Enfalkiriyan qerebû bike

Serokwezir Mesrûr Barzani di peyama xwe de destnîşan kir û got:
“Operasyonên bi nav û deng ên Enfalê, wekî yek ji hovtirîn operasyonên paqijiya nijadî û jenosîdê bûn ku di pêşerojê de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatin encamdan. Ev tawan bû sedema bêserûşûnkirin û şehîdkirina hezaran xelkê bêsûc ê Kurdistanê û xapûrkirina hezaran gund û dêhatên Kurdistanê.

Ev jenosîd û komkujiyên ku li beramberî xelkê Kurdistanê hatine kirin, pêwîst e her tim di bîra me de bimînin. Nifşên me divê zanibin ku destkeftên me yên niha bi hêsanî bi dest neketine. Ti kesî xêr bi me nekiriye, belkî ev destkeft berhema têkoşîn û xwîna bi hezaran şehîdên serbilind ên Kurdistanê ne. Em di vê bîranînê de tekez dikin ku divê hikûmeta Îraqê berpirsyariya xwe ya exlaqî û destûrî bi cih bîne. Bexda divê bi şêweyekî hêja qerebûya malbat û xizmên wan şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê bike. Ez di salvegera 38an a Enfalê de silavan li giyanê pak ê Enfalkiriyan û hemû şehîdên Kurdistanê dikim.”

Talebanî: Ti hêz nikare nasnameya kurdbûnê jinav bibe

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, di peyamekê de bi boneya salvegera Enfalê got ku birînên kûr ên li ser laşê gelê Kurd her gav hander in ku bi dilsozî xizmetî ax û gel bikin.

Bafil Celal Talebanî destnîşan kir ku tawan û niyetên ji holê rakirina Kurdan beşek ji dîrokeke tal in, lê di heman demê de bûne wêrekiyek ji bo man û xurtkirina îradeya neteweyî, ku tu hêz nekariye tune bike.

Serokê YNKyê tawan û trajediya Enfalê wekî jenosîda gel û birîneke mezin a dil bi nav kir. Bafil Celal Talebanî tekez kir, ev êşek e ku ew ê her gav li ber wê bisekinin û windakirina hezkiriyên gelê xwe bi rêzdarî bi bîr bînin, ku wekî birîneke kûr di dîroka Kurd de dimîne.

Di beşeke din a peyama xwe de, Bafil Celal Talebanî got ku ew fikara kûr a xizmên serbilind ên qurbaniyên Enfalê fam dike. Serokê YNKyê diyar kir hewldana YNKyê ew e ku van xemgîniyan veguherîne hêviyê û jiyaneke nû ji bo welatiyan ava bike, da ku êşên berê qerebû bike.

Serokê YNKyê tekez kir ku avakirina jiyaneke çêtir dê bi rêya biratî û yekîtiya aliyan be. Bafil Celal Talebanî tekez kir ku divê her kes bi hev re bixebite û gavên xizmetkirina gel bavêjin û di dawiyê de silav ji bo giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê şand.

Kronolojiya Enfalê

Enfal navê komkujiyeke li Herêma Kurdistanê pêk hatiye. Rejîma Baasê ev komkujî li dijî kurdan pêk anîbû. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire.

Di 8 qonaxên Enfalê de 182 hezar kurd di navbera 21ê Sibata 1988 û 6ê Îlona 1988an agno di 6 meha de hatin ennfalkirin û ji 4 hezar 665 gundên Herêma Kurdistanê 4 hezar bi erdê re kirin yek.

21ê Sibatê-18ê Adara 1988ê: Li Geliyê Cafayetiya Silêmaniyeyê bi sedan mirov hatin kuştin.

22yê Adarê-1ê Nîsana 1988ê: Gundên li herêma Qeredaxê ya Silêmaniyeyê hatin valakirin û çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

31ê Adarê-18ê Nîsana 1988ê: Qirqirinên li herêma Germiyana ser Diyalayê wek bûyerên herî mezin ên jenosîdê di qeydan da cî girtin.

20ê Nîsanê-5ê Gulana 1988ê: Esker, Şîwan û Agaçlara herêmên Kerkûkê û Koysancaxa bi ser Hewlêrê di hedefa rejima Beasê da bûn.

24ê Gulanê-31ê Tebaxa 1988ê: Navçeyên Şeqlewa û Rewandûzê yên li ser Hewlêrê ne, bûn hedefa rejima Beasê.

Qirqirina dawîn a Enfalê di navbera 25ê Tebax û 6ê Îlona 1988an da li ser Zaxo, Amediye, Şêxan û Akreya navçeyên Dûhokê hat kirin.

Di korên komî da hestiyên kesên di qirqirina Enfalê da hatine kuştin derketin

Li wîlayetên Enbar, Necef û Musennaya başûrê Iraqê dikevin, gorên komî yên hatibûn tespîtkirin hatin vekirin û ji wan goran jî hestiyên hin kesên di qirqirina Enfalê da hatine kuştin derketibûn û ew bi merasim hatibûn definkirin.

Dadgeha Federal a Bilind ya Iraqê di Hezîrana 2007an da tevgera Enfalê wek “komkujî” qebûl kir û biryar da ku wê hikûmeta Iraqê tezmînatê bide malbata kesên di komkujiyê da hatine kuştin.

Meclisa Iraqê jî wek “komkujî qebûl kir”

Di 14ê Nîsana 2008an da Meclisa Iraqê jî tevgera Enfalê wek komkujî qebûl kir û ji bo di qada navneteweyî da jî Enfal wek komkujî bê hesibandin biryar da ku bila xebat bên kirin.

Meclisa Iraqê di 14ê Nîsana 2017an da pêşnûmaya ku bila ev roj wek Roja Neteweyî ya Iraqê bê hesibandin, pesend kir.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.