Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke nû îmze kir. Li gorî vê biryarê, zimanê kurdî weke zimanekî niştimanî tê qebûlkirin.
Dibistaneke li Rojavayê, Foto: ANHA
Li gorî biryara Wezîrê Perwerdeyê, zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî li tevahiya Sûriyeyê tê qebûlkirin û wê di hemû qonaxên xwendinê de bibe beşek ji mufredata fermî.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi biryareke fermî xwendina zimanê kurdî li dibistanên dewletê û taybet ên li herêmên ku kurd lê dijîn qebûl kir.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke nû îmze kir. Li gorî vê biryarê, zimanê kurdî weke zimanekî niştimanî tê qebûlkirin.
Di biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku armanca vê gavê parastina mafên çandî û zimanî û xurtkirina cihêrengiya çandî ye. Li gorî xala duyê ya biryarê, xwendekar wê heftane 3 dersên zimanê kurdî bibînin.
Ev ders wê li gel zimanên erebî û ingilîzî werin dayîn û notên zimanê kurdî jî wê liser nota giştî ya dawiya salê werin hesabkirin.
Tevî vê, heftane derseke çalakiyan jî wê bi zimanê kurdî bê dayîn.
Ji bo qonaxa derbasbûnê hêsankarî
Wezareta Perwerdeyê ji bo sala yekem a xwendinê hêsankariyek jî ragihand. Xwendekar dikarin di sala yekem de dersên civaknasî, dîrok, erdnîgarî û felsefeyê li gorî dilê xwe bi erebî an jî bi kurdî bixwînin.
Lê ev mafê hilbijartinê dê tenê ji bo sala yekem a piştî derketina biryarê derbasdar be.
Navenda Niştimanî ya Bipêşxistina Mufredatê hat erkdarkirin ku mufredata zimanê kurdî ji bo hemû qonaxan amade bike.
Şertên ji bo dersdaran
Di xala sêyem a biryarê de mercên ji bo dersdarên ku wê zimanê kurdî bidin hatin eşkerekirin.
Birêvebiriya Perwerdeyê hat erkdarkirin ku kadroyên pêwîst dabîn bike.
Kesên ku zanîngeh an jî peymangehên dersdariyê qedandine û bi kurdî baş dizanin dikarin bibin dersdar.
Di rewşên pêwîst de, kesên ku lîse qedandine û bi kurdî baş dizanin jî dikarin werin erkdarkirin.
Lê belê, ji bo hemû berbijêran şert e ku di ezmûnên nivîskî û devkî yên zimanê kurdî de bi ser bikevin.
Di dema Baasê de qedexe bû
Di serdema rêveberiya Baasê de kurdî bi her awayî qedexe bû. Li dibistanan, li saziyê dewletê kes nikarîbû bi kurdî biaxive. Bi çendîn biryar û qanûnan kurdî ji kar û barên fermî hatibûn derxistin.
Bi vê biryarê re kurdî cara pêşiyê dikeve sîstema perwerdeyê ya fermî. Serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şer’ demeke beê biryarnameyek bi hejmara 13ê weşandibû û kurdî weke zimanê “netewî” binav kiribû. Ev gav yek ji gavên pêvajoya entegrasyona rêveberiya xweser û HSDyê ya bi rêveberiya Şamê re ye ku sal û nîv in berdewam dikin.
Navenda Çareseriyê ALO 153 ya ÎBBê ku beriya niha bi zimanên Tirkî, İngilîzî, Erebî xizmetê dida, zaravayê kurmancî ye kurdî jî li zimanên xizmetê zêde kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê(İBB) şêwezarê kurmancî yê kurdî jî li xizmetên xwe yên pirzimanî zêde kir.
Navenda Çareseriyê ya ALO 153 ya girêdayî Serokatiya Daîreya Têkiliyên bi Gel re ye heta niha bi zimanên Tirkî, Ingilîzî û Erebî xizmetê dida welatiyan.
Her weha ji îro û pê de Navenda Çareseriyê ALO 153 dê bi zarevayê kurmancî yê kurdî dê xizmetê bide Kurdan.
Her roj hezaran welatî û şêniyên li Stenbolê dijî bêyî ku biçin li avahiyê Şaredariyê xeta ALO 153 digerin, gilî, daxwaz û pêşniyarên xwe ji reyedaran re radigihînin. Ji îro û pêde welatiyên Kurd jî dê bikaribin ji xizmetên şaredariyê bi zimanê xwe sûdê bigirin.
Di qonaxên berê de jî ev mijar ketibû rojeva Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.
Zimanzan Netîce Altûn Demîrê diyar kir ku pîvana xetereya li ser zimanekî zarok in û got ku li Tirkiyeyê dewlet zimanê kurdî kir dike û kurd jî zimanê xwe dikujin.
Çalakiya Roja Zimanê Kurdî, Foto: Medyaya civakî
Li gorî amarên Platforma Çavdêrîkirin û Raporkirinê ya Mafê Zimanê Kurdî Kurdish Monitoringê di sala 2025an de, li ser hev bi kêmanî 70 caran bikaranîna kurdî hatiye qedexekirin. Di qada giştî de 25, di medyayê de 15, di qada çand-hunerê de 18 û li girtîgehan 12 bûyerên binpêkirinê pêk hatine.
Heta niha jî li Parlamentoyê dema parlamenter bi kurdî diaxivin, axavtina wan tê qutkirin, kurdî weke zimanekî “nayê zanîn” tê diyarkirin û di zabitnameyan de li şûna ew beşa bi kurdî “X” tê danîn.
Her çend ku kurd daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin, lê di bernameya hikûmetê de ji bo vê daxwazê ti tiştekî berbiçav xuya nake.
Zimanzan Netice Altun Demir
Li gorî amarên ne fermî, bikaranîna kurdî her diçe li kolanan, li deverên civakî û her diçe li nava malan kêmtir dibe.
Zimanzan Netîce Altûn Demîr rewşa ku niha kurdî li Bakur tê de ye, bi gotina “qirkirina ziman” dinirxîne. Li gorî wê peyva “asîmîlasyonê” ji bo rewşa zimanê kurdî sivik e. Her weha ew helwesta kurdan a li beramberî kurdî jî bi gotina “zimanê-xwe-kuştin” penase dike.
Altûn Demîr ji bo kirmanckî ango zazakî diyar dike ku ew li gorî kurmancî di rewşeke xirabtir diye.
Gelek kes behsa rewşa zimanê Kurdî li Bakûr dikin û dibêjin xetereyek li ser Kurdî heye. Li gor nêrîna te xetereya zimanê Kurdî li Bakûr heye?
Heye helbet. Heke tenê extiyar zimanekî biaxivin xetere pir mezin e. Heke mezin û extîyar biaxivin lê zarok neaxivin dîsa xetereyek pir mezin heye lê du nifş maye ku ew ziman bimre. Di vir de pîvana herî grîng zarok in. Ku zarok zimanî diaxivin ew ziman neketîye rêya xetereyê. Di kirmanckî/zazakî de, xetere pir mezin e. Tene têkiliya kirmanckî bi tirkî re nine di ya bi kurmancî re jî de pirsgirêk heye. Rewşa kurmancî jî nebaş e lê ji ber nufûs zêde ye, ji ber zordestîya dewletê bi her awayî berdewam e, ev zordarî bi xwe re bertekekan derdixe holê. Ji ber her du sedeman jî bi qasî zazakî pirsgirêkên kurmanciyê nîne. Kurmancî ji ber li çar aliyê Kurdistanê tê axavtin jî rewşek xwe ya taybet heye. Bi kurtasî, xetere heye. Merhaleya xetereyê muhîm e.
Ev xetereyeke çawa ye?
Li Kurdistanê herî zêde behsa asîmîlasyonê dibe. Lê belê wekî din term hene kû dikarin rewşê baştir bînin ziman. Ji ber ku asîmîlîsyon, peyveke pir nerm e. Cara ewil ev term li Emerîqayê û ji bo entegrasyoneke bi armanc hatiye îfadekirin. Sîstematîze êrîşa dewletê dikeve binê banê linguicide-ê û ev qirkirina ziman e. Xwe-kuştina zimanekî jî dema kesek bi zanahî û ji bo berjewendiya xwe biryar dide ku ev ziman êdî bikêrî wê/wî an jî zarokê wan nayê û bi hişmendî biryar dide ku dev ji zimanê xwe berde û zimanek serdest hildibijêre. Di nava kurdan de ji aliyê dewletê ve asîmîlasyon nine, qirkirina ziman heye û ji aliyê miletê ve asîmîlasyon nine zimanê-xwe-kuştin heye (versiyona nerm a vê oto-asîmîlasyon e). Niha dewlet dixwaze kurdî bikuje, Kurd jî êdî alîkariyê dikin. Kirmanckî di demeke nêztir de lê kurmancî lê di heman rêyê de ne, rêya ku em dikarin bejin nexweşîn e. Lê birîn derman nebe ber bi mirinê ve diçe.
Sedema vê çi ye?
Pir sedem hene. Çîrokek sed salî heye ku ji roja ewil heya niha bi zilm û zordarî dewam dike. Sîyaseta kurdan heye ku pişta xwe daye entegrasyonê û qaşo ji bo kurda û ser navê kurda lê bê kurdî hereket dike. Ji xwe behsa bi hev re jiyinê hebe di navbera serdest û bindestekî de ti car têkiliyeke wekheviyê çênabe. Bi serdestan re têkilî, gava ew serdestiya xwe bidomînin mumkun e. Gava hemwelatiyek bibîne ku rêber û rewşenbîrên kurdan bi sîstemê re aş in ew jî ji xwe bi hêsanî zimanê xwe yê ku prestîjek wî tune ye dev jê berdidin. Kurdan kurdbûn qebûl kirine lê hîna bi awirên dujminên xwe li xwe mêze dikin û hîna ji xwe û zimanê xwe hez nakin. Helbet behsa kesên îstîsna nine behsa kesên ji rêzê an jî girseya mezin dikim. Helbet kes û xebatên ku pir hêja ne jî hene lê qasê ku ji derd re derman bin mezin nîn in.
Ji bo zimanê kurdî ji vê xetereyê rizgar bibe, divê çi bên kirin? Û kî/ê ne berpirsiyar ku di rêya rizgariyê de divê kar bikin?
Berpirsiyar ji jor heya jêr kesên bi sîyasetê ve eleqeder dibin, ew û rewşenbîr in. Ji bo prestîja ziman hebe û ziman were parastin statû lazim e. Ji bo statû hebe divê kurd li ser axa xwe xwedî erk bin. Heke kurdên Bakûr bi tirkan re û yên Rojhilat bi farisan re û yên Rojava bi ereban re bijîn ku sîyaseta me vê diparêze, ew çax têkiliya kurdan wê bi hev re çênebe. Wê serdestîya zimanên din dewam bike. Îro ne be jî wê sibê kurdî cihê xwe bide zimanekî serdestan. Pirsgirêk tenê kurdên Bakûr nîn in. Zaravayên Rojhilat yên ku ji alîyê hejmareke kêm tên axaftin hêdî hêdî dev ji kurdîtîya xwe jî berdidin. Ku li Bakûr hereketa kurdan dixwaze entegre bibe, xelasî tune lê weke du heb milet û du heb jî dewlet bijîn ew çax zimanê kurdan yê duyemîn kirkî, yê tirkan jî wê kurdî be. Zimanê sêyemîn ji bo herdiya jî wê îngîlîzî be. Ew çareserî jî tenê bes nîn e ji ber ku em nikarin kurdên yek alîyek jî li ber bayê qedera wan tenê bihêlin. Wekhevîyek sedî sed lazim e, ku li Rojhilata Navîn mumkun be. Ku nebe hîna demek “dirêj” wê zimanê bijî me lê wê dawîya çîrokê ne baş be.