KCK: Gotina dibêje “avêtina gavên hiqûqî bi çekdanînê ve girêdayî ye’ ne rast e

Di yekem salvegera fesixkirina biryara PKKyê de rêveberiya KCKyê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: “Ew gotinên ku avêtina gavên hiqûqî ‘bi tespît û teyîtkirina danîna çekan ve girê didin’ rastiyê îfade nakin.”

Rêveberên KCKyê Sozdar Avesta û Mûstafa Karasû, Foto: ANFnews

Piştî ku Abdullah Ocalan di 27ê Sibaha 2025an de bang kir û xwest PKK xwe fesix bike, PKKyê di navbera 5 û 7ê Gulana 2025an de kongreyek li dar xist û biryara fesixkirinê da. PKKyê bi navê Rêveberiya Tevgera Apoyî di yekem salvegera vê kongreyê de civîneke çapemeniyê li dar list.

Rêveberên KCKyê Sozdar Avesta û Mûstafa Karasû, li nav sînorên Herêma Kurdistanê ev civîn li dar xist û ANFyê jî vîdeo û teksta vê civînê belav kir.

Di civînê de endama Desteya Rêveber a KCKyê Sozdar Avesta tekst bi kurdî, endamê Desteya Rêveber ê KCKyê Mûstafa Karasû jî bi tirkî xwend. Di tekstê de hatiye gotin ku, gotinên desthilata AKPyê û çapmeniya nêzî wê yên dibêjin “avêtina gavên hiqûqî ‘bi tespît û teyîtkirina danîna çekan ve girê didin’ rastiyê îfade nakin.”

Di daxuyaniyê de gavên ku piştî banga Ocalan a 27ê Sibatê û heta niha hatine avêtin, hatin diyarkirin û hate gotin: “Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve divê bi biryareke siyasî statuya Rêber Apo bê diyarkirin, dîsa ji bo ku siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve divê gavên qanûnî bêne avêtin. Bi temamî çek danîn û ketina nava siyaseta demokratîk bi avêtina gavên hiqûqî dibe. Ev rastî ji destpêka pêvajoyê heya niha ji hêla hemû derdoran ve tê zanîn.”

“Muzakerevanê sereke Ocalan e”

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye xwestin ku statuya Ocalan were diyarkirin: “Me, weke Tevgera Azadiya Kurd di kongreya xwe de ku PKK hate fesixkirin û li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî hate bi dawîkirin, biryar girt ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji hêla Rêber Apo ve bê meşandin. Sermuzakerevan û pêşengê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê li gorî vê rastiyê weke muxatabê esasî rewşa siyasî ya Rêber Apo diyar bibe û bikare xwe bigihîne şertên xebata azad. Ev pêvajo, tenê bi vî awayî dikare bi rengekî rast bê meşandin û encamê bi xwe re bîne. Di vê pêvajoyê de me tiştên pêwîst kirin, heya kes li bendê nebû ku em di vê astê de gavan biavêjin. Êdî ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk biçe encamê divê statuya Rêber Apo bê diyarkirin, gavên qanûnî û hiqûqî bêne avêtin. Xwestek û bendewariya gelê me jî, hêzên demokratîk û ya me jî ev e.”

Desthilatdar rexne kirin

Rêveberiya KCKyê destnîşan kiriye wan heta niha gelek gaz avêtine û desthilata AKPyê û medyaya nêzîkî wê rexne kirin: “Me her tim ji bo çareseriya siyasî-demokratîk, raya giştî ya Kurd amade kir û peyamên erênî dan gelên Tirkiyeyê, em di vê mijarê de hesas nêzîk bûn, lê hin berdevkên desthilat û çapemeniya nêzîkî desthilatê, amadekirina raya giştî li aliyekî, berevajî ji bo avakirina hest û fikrên neyînî kar kirin, helwest raber kirin. Nêzîkatiya neyînî ya li hemberî muxalefetê jî bûye sedem ku ji pêvajoyê re desteka civakî zêde nebe.”

Ji 27ê Sibata 2025an û heta niha çi qewimîn?

Rêveberiya KCKyê ji 27ê Sibata 2025an heta niha gavên ku wan avêtina niha rêz kirine:

“Rêber Apo di banga xwe ya 27’ê Sibata 2025an de şert û mercên ku PKKyê pêşxistine û sedemên wê danî holê. Rêbertî, girêdayî encama pêşketinên ku di nava 50 salan de derketine pêş ji PKKyê xwest ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bidawî bike. Tevgera me, piştî vê bangê 1’ê Adarê agirbesta yek alî ragihand.

Piştî vê bangê gelek derdor û şexsiyetan diyar kirin ku ew ê PKK li gorî vê tevnegere. PKK ya ku weke tevgera Rêbertî derketiye holê, PKK ya ku li ser xeta Rêbertî têdikoşe û bi pêş dikeve, di demeke kurt de kongreya xwe kom kir. PKKye bê teredût banga Rêbertî xiste pratîkê; di vê çarçoveyê de biryara fesixkirina PKKyê girt û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Di encamê de hate gotin ku ancax Rêber Apo dikare van biryaran têxe pratîkê û weke sermuzakerevan dikare pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne.

‘Rêber Apo bersiva erênî da banga Bahçelî’

Rêber Apo ji 1993yan heya roja me ya îro çendîn car agirbestên yek alî îlan kir, ku bikare bi awayekî demokratîk pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Ji bo vê pêşniyarên çareseriyê bi pêş xistiye, bi maqul-aqilan e nêzîk bûye ku li dinyayê heya niha nêzîkatiyek bi vî rengî nehatiye dîtin. Lê belê dewleta Tirk, ji ber ku wê demê xwediyê çareseriyeke polîtîk nebû ev hewildan bê encam man. Serokê Giştî yê MHP’ê û şirîkê desthilata heyî Devlet Bahçelî 22yê Cotmeha 2024an de bang kir. Rêber Apo jî bi îhtîmala ku ji nava dewletê îradeya çareseriyê bi pêş bikeve bersiveke erênî da vê bangê.

‘Ji bo pêşî li çareseriyê bê vekirin gavên mezin avêtin’

Tevgera me ya Azadiyê, ji ber ku ji hêza çareseriya Rêber Apo bawer dike biryarên wisa pir radîkal ên weke fesixkirina PKKyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî girt. Tenê gavên wiha mezin dikarin pêşiya çareseriyeke demokratîk vekin. Di vê mijarê de me xwest îrade û biryardariya xwe nîşan bidin. Ji ber vê Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat, 11ê Tîrmeha 2025an bi 30 hevalên me yên gerîla re çekên xwe şewitandin. Bi vî awayî hate ispatkirin ku dema şertên guncav ên siyasî bi gavên pêwîst ên hiquqî bêne avakirin, bi hezaran gerîla jî wê çekên xwe deynin. Ji xwe wê demê Devlet Bahçelî jî di vê çarçoveyê de axivî û got, diviyabû ew kesên ku çek şewitandine bi derxistina qanûnên pêwîst berê xwe bidana Tirkiyeyê. Devlet Bahçelî bi vî awayî vegera li Tirkiyeyê wê çawa bibe danîbû holê.

‘Me hêzên xwe yên çekdar vekişand’

Weke Tevgera Azadiyê, ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û ji bo bikarin îradeya xwe ya çareseriya siyasî-demokratîk deynin holê me hêzên xwe yên di nava sînorên Tirkiyeyê de derxistin derveyî sînor. Me li Herêmên Parastinê yên Medyayê hin mewziyên xwe jî ji ber şerekî gengaz vala kirin. Dîsa sala 2017an me hin rêveberên MÎTê yên dîl girtibûn, me ev kes jî teslîm kir.

Me ev gav hemû ji bo avêtina gavên siyasî û hiquqî avêt, ku bikarin xwe bigihînin çareseriya siyasî-demokratîk. Di vê pêvajoyê de li Îmraliyê bi Rêbertiya me re hin hevdîtin çêbûn û hin şehîdên me yên li Herêmên Parastina Medya hatin girtin. Derveyî van mijaran, heya niha wisa gaveke cudatir nehatiye avêtin.

‘Rapora Komisyonê neketiye pratîkê’

Komîsyona ku li meclîsê ava bû, me erênî dît. Lê belê pêvajoya amadekirina raporê pir dirêj ajot û raya giştî baş nehate amadekirin. Li gel ku muxatabê esasî Rêbertiya me ye û aliyê çareseriyê ye, di vê pêvajoyê de komîsyona meclîsê bi rêbertiya me re tenê carekê hevdîtin kiriye. Di encamê de komîsyona meclîsê raporek amade kir. Rexmî hemû kêmasiyên xwe jî ev rapor di pratîkê de dikare bandorên erênî bide çêkirin. Lê belê hîn jî feraset û pêşniyarên di raporê de pratîze nebûne. Ev jî wisa nîşan dide ku desthilat, bi awayekî rast û samîmî nêzî pêvajoya aştî û civaka demokratîk nabe.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.