Kurdên Almanyayê: Ezmûna Kurdan a bi perwerdeya Kurdî re

Amarên Almanyayê nîşan didin ku nêzîkî 3 hezar û 500 xwendekar dersên kurdî werdigirin. Koordînatora Yekmalê Günay Darıcıyê bal kişand ser mafên zimanê zikmakî, pirsgirêkên di pratîkê de û amadekariyên xwe yên ji bo vekirina dibistaneke seretayî ya duzimanî.

Zaroxaneya Yekmalê, Foto: Yekmal

Li gorî amarên nefermî li Almanyayê nêzîkî milyon û nîv kurd dijîn. Ji ber ku di sîstema Almanyayê de kesên penaber an jî koçber li gorî welatên jê hatine tên tomarkirin, hejmareke zelal a kurdan nîne. Digel vê hejmarê li Almanyayê li heft herêman dersên zimanê kurdî bi awayekî fermî tên pêşkêşkirin û nêzîkî 3 hezar û 500 xwendekar beşdarî van dersan dibin. Her weha çend sazî hene ku kursên zimanê kurdî li dar dixin û beşek ji civakê li van deran dersên kurdî dibînin. Yekmal (Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê) yek ji van saziyan e.

Koordînatora Yekmalê Günay Darıcı, rewşa zimanê kurdî ya li dîasporayê û sîstema Almanyê nirxand û zanyarî derbarê saziya xwe de dan Niha+ê.

“Em ne reşbîn in”

Günay Darıcıyê di nirxandinên xwe yên derbarê zimanê kurdî û helwesta civaka dîasporayê de bal kişand ser potansiyela heyî. Wê diyar kir ku tevî astengî û asîmîlasyona dîrokî jî, civaka kurd ji xebatên perwerdeyê re vekirî ye û piştgiriyê dide projeyên biqelîte:

“Helbet em dizanin bi taybetî li ser kurdên Bakur asîmîlasyoneke pir zêde heye ku sed sal e berdewam dike. Her wiha kêmasiya me jî heye ku me bi salan têra xwe girîngî neda ziman û nasnameya xwe. Lê ez qet ne pesîmîst im, ez optîmîst im. Gava mirov karekî baş, biqelîte û pedagojîk derxe holê, malbatên kurd ên ji her çar parçeyan eleqeyeke mezin nîşan didin.”

Günay Darici

Darıcıyê destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta Alman a li hemberî ziman û nasnameya kurdî jî ber bi başiyê ve diguhere. Wê anî ziman ku berê kurd û kurdî qet nedihatin dîtin, kurdên ji Tirkiyeyê wekî tirk, yên ji welatên din wekî ereb û fars dihatin hesibandin. Lê îro, li baxçeyên zarokan û di xebatên perwerdeyê de kurdî wekî zimanekî serbixwe rêzê dibîne.

Di dibistanan de astengiya pergalê

Tevî van pêşketinên erênî, Darıcıyê kêmasiyeke mezin a qanûnî û statîstîkî jî bi bîr xist û diyar kir ku nasnameya kurdî hê jî bi awayekî fermî li Almanyayê nayê naskirin. Li Almanyayê eger 12 malbat daxwaz bikin, dewlet neçar e ku dersa zimanê zikmakî veke. Lê Darıcıyê bal kişand ser astengiyên di pratîkê de:

“Pergalê bi salan xwe wisa ava kiriye ku qaşo ‘hemû kesên ji Tirkiyeyê hatine, tirk in’. Di formên dibistanan de tirkî û erebî hene, lê kurdî tune ye. Ji xeynî vê, carinan malbatên tirkan ên nijadperest li dijî zarokên kurd cudakariyê dikin û hin rêveberiyên dibistanan jî ji ber ku naxwazin ‘zehmetî derkeve’, zimanê kurdî paşguh dikin.”

Li hemberî van astengiyan, Darıcıyê bang li malbatan kir: “Dema ku malbatên kurd bêjin ’em li malê bi kurdî diaxivin û em perwerdeya kurdî dixwazin’, ew derfet û maf di dibistanan de heye. Dema malbat xwedî li vî mafî derkevin, destê me û yê saziyên kurdî jî xurttir dibe.”

Derbarê Yekmalê de

Sazî di 9ê Gulana 1993yan de li Berlînê hat damezrandin. Ji ber zêdebûna daxwazan, di sala 2020an de rêziknameya xwe guherand û wekî “Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal” dest bi xebatên xwe di asta tevahiya Almanyayê de kir.

Niha li çar eyaletên Almanyayê (Berlîn, Nordrhein-Westfalen, Rheinland-Pfalz û Bremen) wekî hevkareke siyaset û hikûmetê dixebite. Navenda giştî ya saziyê li Berlînê ye. Li derdora 130 xebatkarên bi mûçe û bi giştî dora 220 kes bi wan re kar dikin. Xebatên Yekmalê ji aliyê Senatoya Berlînê, şaredarî û dewleta Almanyayê ve tên fînansekirin.

Komele gelek xizmet, piştgirî û înîsiyatîfan pêşkêşî civakê dike:

Akademiya Yekmalê (Yekmal Akademie gGmbH): Ev enstîtuya ku bi Yekmalê ve girêdayî ye, li ser pirzimaniyê pispor e. Akademî xizmetên wergera profesyonel pêşkêş dike, materyalên perwerdeyê amade dike û ezmûna ziman a standardkirî ya bi navê “TESTKURD”ê pêk tîne.

Xebatên Malbat û Şêwirmendiyê: Ji bo pirsgirêkên rojane û rewşên krîzê, piştgiriyê dide zarok, ciwan û malbatan. Di vê çarçoveyê de komên dêûbav-zarok, şêwirmendiya perwerdeyê, serdanên pedagojîk ên li malan û navendên hevdîtinê yên vekirî bi rê ve dibe. Niha 4 navendên malbatan û 2 baxçeyên zarokan ên duzimanî di bin sîwana Yekmalê de kar dikin. Her wiha beşeke wan a taybet li dijî nijadperestî û cudakariyê jî çalak e.

Perwerde û Kurs: Sazî ji bo pêşxistina zimanê zikmakî, ji bo zarokan “Dibistanên Şemiyê” organîze dike û ji bo mezinan jî di astên cuda de kursên zimanê kurdî (kurmancî, zazakî, soranî) li dar dixe.

Wê dibistana seretayî vekin

Li ser bingeha vê potansiyela civakî û tecrubeya saziyê, Yekmal niha amadekariya gava herî mezin a di warê perwerdeyê de dike. Koordînatora Yekmalê destnîşan kir ku wan di salên 2014 û 2016an de du baxçeyên zarokan vekiribûn û malbatan her tim daxwaza dibistanekê dikir. Li ser vê yekê, ji sala 2021ê ve projeya vekirina dibistaneke seretayî li Berlînê dane destpêkirin.

Dibistana nû dê li gorî qanûnên Berlînê bê avakirin û rasterast bi pergala perwerdeyê ya Almanya û Berlînê ve girêdayî be. Dibistan dê duzimanî be, Hemû dersên mîna zanîna jiyanê, spor û muzîkê dê him bi kurdî him jî bi almanî bên fêrkirin. Darıcı hêvî dike ku di pêşerojê de li kêleka kurmancî, perwerdeya soranî û zazakî jî li vê sîstemê bê zêdekirin.

Xebatên Yekmalê yên ji bo zarokan, Foto: Özgür Politika

Dixwazin lîseyekê jî vekin

Darıcıyê diyar kir ku di warê dersdaran de tu pirsgirêkên wan nînin, gelek dersdêrên ku li welêt xebitîne, zimanê kurdî baş dizanin û li Almanyayê fêrî almanî bûne, ji bo dersdayînê amade ne.

Perwerdeya li dibistanê dê di sala 2027an de dest pê bike. Ji ber ku komel serbixwe ye, dê di destpêkê de bi qasî 24 zarokan dest pê bikin û lêçûnên du salên destpêkê, mûçeyê dersdaran, kirê û tiştên din dê ji aliyê Yekmalê ve bên dayîn. Piştî du salan, eger serkeftî bibin, dê Senatoya Berlînê ji sedî 95ê mesrefan bigire ser milê xwe. Darıcıyê got, ew plan dikin ku piştî rûniştina dibistana seretayî, dixwazin Gymnasium ango lîseyê jî vekin û heman projeyê bibin bajarên din ên wekî Kölnê ku hejmara kurdan lê zêde ye.

Li Rojava rewşa perwerdeya bi Kurdî tê nîqaşkirin

Ev deh sal in li Rojava perwerdeya bi kurdî heye. Lê piştî peymana 29ê Kanûna Paşiyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya demkî ya Şamê, mijara perwerdeya kurdî, tê nîqaşkirin.

Çalakiya ji bo zimanê Kurdî, Qamişlo, Foto: ANHA

Piştî ku di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya demkî ya Şamê de peymana 29ê Kanûna Paşiyê hate îmzekirin, pêvajoya entegrasyonê dest pê kir. Ev pêvajo destpêkê di hêla leşkerî de paşê jî di hêla perwerde û hin hêlên din de bi rêve diçe.

Lê di mijara perwerdeyê de li gorî agahiyên ji herêmê belav bidin, pirsgirêk di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya demkî ya Şamê de heye.

Hêzên bi ser rêveberiya demkî ya Şamê ve girêdayî, di serê meha Gulanê de li Hesekê li ser avahiya dadweriyê nivîsa bi kurdî, ingilîzî û erebî daxistin û li şûna wê nivîsa bi erebî tenê hiştin. Paşê jî niştecihên Hesekê bertek nîşanî vê rewşê dan û nivîsên erebî daxistin, li şûna wê yên bi kurdî danîn. Piştî ku çend rojan ev mijar bû sedema hin aloziyan,

Di van rojan de ku vê pirsgirêkê li Hesekê rû dabû, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî di 13ê Gulanê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re got ku, ev pirsgirêk bûye sedema sekinandina pêvajoya entegrasyonê û ji bo çareser bibe, wan qebûl kiriye heta demekê erebî li ser avahiyê bimîne, lê paşê wê li Hesekê jî weke deverên din ên Rojava kurdî bê danîn.

Abdî di 14ê Gulanê de jî ji malpera Al Monitorê re diyar kir ku ji bo mijara perwerdeyê û krîza dîplomayê, ew û Şamê gihîştine lihevkirineke dawî. Li gorî vê daxuyaniyê, dewleta Sûriyeyê wê bi rengekî fermî dîplomayên xwendekarên li gorî perwerdeya Rêveberiya Xweser perwerde bûne, wê qebûl bike. Her weha bi şertê ku li herêmên kurd lê zêde ne perwerde bi kurdî be, ji bo derbasbûna müfredata netewî, wê komîsyonên hevbeş bên avakirin.

Bi dehan salan e li Rojava perwerde bi kurdî ye

Weke tê zanîn piştî ku şer li Sûriyeyê rû da û li Rojava herêmeke xweser ava bû, li vir perwerdeya bi kurdî dest pê kir. Heta wê gavê li Sûriyeyê perwerdeya bi kurdî nebû û bikaranîna kurdî dihate astengkirin.

Digel astengkirinê jî li Sûriyeyê û Rojava, ji bo zimanê kurdî gelek xebat hatine kirin ku bingeha alfabeya modern a latînî ji hêla Celadet Alî Bedirxan ve li Şamê di sala 1932yê de bi çapkirina yekem hejmara kovara Hawarê ve hatiye avêtin. Dîsa kesên mina Cegerxwîn, Kamîran Bedirxan, Seydayê Tîrêj, Osman Sebrî û gelekên din li vir ji bo zimanê kurdî kar kirine û berhem dane.

Bi avakirina rêveberiyeke xweser a li herêmên kurdan, perwerdeya bi kurdî jî bi rengekî fermî dest pê kir.

Di sala 2013an de bi awayekî fermî yekem car li Kantona Cizîrê dibistanên bi zimanê kurdî perwerdeyê didin, vebûn. Li gel zimanê kurdî, yê erebî û suryanî jî di nav zimanên fermî de qebûl bûn. Her wiha li hin cihan jî perwerdeya zimanê ermenî dest pê kir.

Piştî ku di sala 2014an de li Kantonên Cizîr, Kobanî û Efrînê Rêveberiya Xweser hat îlankirin, heman salê amadekariya mufredata nû ya perwerdeyê hat kirin. Ji ber êrîşên DAIŞê yên li ser Rojava, perwerde sekinî lê di sala 2015an de careke din dest bi kar kirin. Di sal a 2017an li Qamişloyê zanîngeha Rojava hat vekirin. Paşê di heman salê de li Kobanî Zanîngeha Kobanî hat vekirin.

Di van salan de bi deh hezaran xwendekar çûn dibistanan û bi kurdî perwerde dîtin. Lê niha ji ber rewşa heyî, metirsî heye ku ev destkeftî ji holê rabin.

Evdilfetah: Divê em destkeftiyên xwe bernedin

Zimanzan Deham Evdilfetah, ji bo rewşa heyî ya li Rojava, ji Niha+ê re got, “Van rojan tevlihev bûye” û ew “nizanin wê çi bibe”.

Evdilfetah diyar kir ku ev çendeke hemû kes ji bo parastina zimanê kurdî ketiye nava liv û tevgerê. Li gorî zanyariyên wî dane, şandeyeke ji Rêveberiya Xweser ji bo vê mijarê li Şamê ne û wê daxwaz bikin ku ji bo 15ê Gulanê ahengeke hevbeş li dar bixin.

Deham Evdilfetah destnîşan kir ku rêveberiya li Şamê ji kurdan re dibêje, ew ê dersên bijarte ji bo kurdî bipejirînin, weke yên li Tirkiyeyê: “Du saet in, sê saet in êdî çi be. Sinek caran dibêjin, ziman azad e. Weke hûn dixwazin em ê bidin. Tiştekî rasterast nayê meydanê. Em nizanin wê çawa be.”

Bi gotina Evdilfetahî, piştî pêşveçûnên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, herdu taxên kurdan ên li Helebê qewimîn zêde vebijêrk di destên wan de nemana û şikestinek di milet de çêbûye. Ji ber vê jî, rêveberiya demkî ya Şamê, tiştekî berbiçav diyar nake: “Tiştê ku tu ji wan re dibêjî, dibêjin ‘erê erê’ lê ne bawer in tiştekî têxin destûrê de. Destûr tune. hikûmeteke demkî ye. Dibêjin ‘heta hikûmet çêbibe, destûr çêbibe, parlamen çêbibe, wê çaxê em ê her tiştî bidine we.’ Bi wan jî bawer kabin.”

“Em li ber xwe didin”

Wî behsa çalakiyên li gelek deveran ên ji bo zimanê kurdî kir û got ku ew ê biçe Qamişloyê tevlî çalakiyeke ji bo zimanê kurdî bibe: “Em bixwe jî çalakiyan dikin. Em li ber xwe didin. Em semîneran çêdikin. Zimanê me hebûna me ye. Bi qasî em zimanê xwe biparêzin wê zimanê me jî me biparêze. Wekî mînak parçeyê me yê bakur gelek, heliyan. Ziman çû. Ziman vegere, wê ew jî vegere. Her kes bi zimanê xwe ye. Bi vê dirûşmeyê em kar û xebata xwe dikin. Duh pêr SZK saziya zimanê kurdî û Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNK) bi hev re civîneke geleke baş çêkirin. Tev de tekez dikin li ser ziman, divê ziman berî her tiştî be. Ziman nasname û hebûne. Bi rastî jî hebûn nebûn e. Em texsîr nakin. Gelek tişt çêbûn, di Rêveberiya Xweser de, di nêrîna min de. Li vir li wir li ê han. Paşê jî ew karesat çêbû. Lê dîsa jî tiştên baş çêbûn. Zarokên me bi zimanê kurdî li malê dixwînin. Bi hev re diaxivin.

Heseke, Foto: ANHA

Ev tiştana tiştên pîroz bûn. Ez bawer nakim, çiqasî çewisandin fişar bê ser me, ziman qedexe be jî, ev zarokana ziman ji bîra nakin. 11 12 sal in vê xwendinê dikin. Çiqasî kêmasiyên wê hebin jî bingehekek hate danîn. Şaşî hebin jî tên rastkirin. Lê ew bingeh hate danîn. Xewn û hêviya me ew e em wê biparêzin. Ezmûna ku em tê re derbas bûne, ev ezmûn dimeşe. Hinek kêmasî hebûn, gazin hebûn, rexne hebûn, em car caran radibûn hev lê dîsa jî em li xwe vedigerin. Tiştên çêbûne, eger ne ew bûna bi destê me nediketin. Ema niha çi bi destê me de maye, em nizanin. Çi ketibe destê me gereke em wê ji destê xwe bernedin. Ew zarokên ku niha zimanê kurdî dixwînin, her malek û pirtûkxaneyek biçûçik têde ye.”

Şandeyeke Rêveberiya Xweser li Şamê ye

Li gorî nûçeya ku Rûdawê belav kiriye, Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso ji bo Roja Zimanê Kurdî li Şama paytexta Sûriyeyê çûn ser gorên Mîr Bedirxan, Mir Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxanê.

Îlham Ehmedê destnîşan kir ku divê ji bo fermîbûna zimanê Kurdî têkoşîn were bilindkirin û got:

“Em dixwazin zimanê xwe li vî welatî fermî bikin. Her çi qasî hişmendî û aqilek hebe ku vê qebûl nake jî li gorî Biryarnameya 13an, di hinek dibistanan de destûra xwendina Kurdî hatiye dayîn. Fermîbûna zimanê Kurdî dê bibe sedema dewlemendbûn û xurtbûna Sûriyeyê.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.