Cefer Şêxelîslamî: Ger ziman nebe zimanê perwerdehiyê wê têk biçe

Prof. Dr. Cefer Şêxelîslamî: “Rakirina tabela û nivîsên bi kurdî û her weha êrişên li dijî kurdî ne tenê bijardeyeke ziman ango zimanî ye. Ev meseleyeke mezintir e; meseleyeke siyasî ye, kêşeyeke civakî-siyasî ye. Kêşeyeke jeopolîtîk e ku bi rêya zimên xwe nîşan dide.”

Îro 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin.Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî.

Ji wê rojê ve 15ê Gulanê ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e. 15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” pîroz dikin.

Pratîkên asîmilasyon û zimankujiyê yên li dijî Kurdan, di çarçoveya polîtîkayên statukoparêz ên wan welatên ku Kurdî lê tê axaftin de, didomin. Li Îranê, qedexekirina Kurdî û astengkirina hiqûqî ya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, ev mesele veguherandiye pirsgirêkeke kronîk. Li Îranê aktorên ku ji bo parastin û pêşxistina ziman dixebitin, tên girtin û rastî cezayên giran tên. Ev hemû nîşan didin ku rejim, daxwazên mafên çandî wekî ‘kêşeyeke ewlehiyê’ pênase dike.

Têkildarî van mijaran û rewşa zimanê Kurdî ya li Îranê, em bi zimannas Prof. Dr. Cefer Şêxelîslamî re ku li Zanîngeha Carletonê ya Kanadayê akademîsyen e, axivîn.

“Li Îranê çi fermiyeta kurdî nîne û zimanekî devkî maye”

Prof. Dr. Cefer Şêxelîslamî destnîşan kir ku li Îranê zimanê kurdî, weke zimanekî kêmnetew tê hijmartin û weha got:

“Ji ber vê yekê li Îranê axavtina bi kurdî qedexe nîne. Mirov dikarin bi kurdî biaxivin lê zimanê kurdî ne fermî ye. Kurdî di dibistanan de nayê xwendin û di dem û dezgehên dewletê de jî çi fermiyeta kurdî nîne. Wekî zimanekî devkî maye.”

Di meha çaran a sala 2025an de, li Parlementoya Îranê ji bo Kurdî di dibistan û dezgehên dewletê de bibe fermî ji bo dengdanê hate rojevê. Lê dengê pêwîst nehat bidestxistin, kesî deng neda. Wate li Tirkiyeyê kêmanî dersa bijarte heye, li Îranê ev jî nîn e. Li Tirkiyeyê kurdî 50-60 salan bi temamî qedexe bû û niha dersên bijarte hene, lêbelê li Îranê heta niha jî tişteke bi vî rengî nîne. Li Îranê polîtîkaya “asîmîlasyona nerm” didome û dixwazin kurdî ji jiyana rojene de jî nehê bikaranîn.

“Êrişên li ser kurdî ne tenê bijardeyeke zimanî ye”

Şêxelîslamî diyar kir ku kêşeya ziman şereke ku li ser siyaset, li ser qudret û li ser desthilatdariyê ye û weha pêde çû:

“Binihêre, gava tu bala xwe didî notên Antonio Gramsci yên di girtîgehê de, ew tiştekî pir girîng dibêje. Dibêje; her gava ku behsa kêşeya ziman tê kirin, bizanibe ku li pişt wê kêşeyên din jî hene. Kêşeyên civakî hene, kêşeyên siyasî hene û kêşeyên aborî hene. Ev hemû di bin sîwana ziman de tên nîqaşkirin.

Mînak, li Hesekê û Kerkukê tabela û nivîsên kurdî jê hatin rakirin û li şûna wan erebî hatin bicikirin, ev ne tenê bijardeyeke ziman ango zimanî ye. Ev meseleyeke mezintir e; meseleyeke siyasî ye, kêşeyeke civakî-siyasî ye. Heta tu dikarî bibêjî kêşeyeke jeopolîtîk e ku bi rêya zimên xwe nîşan dide.

Çima? Ji ber ku tu nikarî ziman ji siyasetê, ji aboriyê, ji çandê û ji mijarên civakî cuda bibînî. Ziman bi her aliyekî civakê re têkel e. Ji ber wê ye, gava kêşeya ziman derdikeve holê, bi xwe re nakokiyên din jî tîne. Kêşeya ziman şereke ku li ser siyaset, li ser qudret û li ser desthilatdariyê ye. Bi kurtasî; şerê zimên, şerê desthilatdariyê ye; her dem û li her derê wusa ye.Ji ber vê yekê ye ku heta roja îro jî, gava kurdan bi ereban re, bi tirkan re an jî bi farsan re pirsgirêkek hebe, di nav wan pirsgirêkan de her tim kêşeya zimên jî heye û wê hebe.”

“Dema perwerde bi zimanê te nebe kurdiya te kurdiyeke farsî ye, erebî ye û tirkî ye”

Zimanzan Şêxelîslamî behsa girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayîkê kir û weha anî ziman:

“Tiştekî xerîbe, mesela li Mehabadê tu diçe bankê, karmendê/a wê kurd e tu wî/wê karmendî nas dike û bi kurdî pê re diaxive. Yanî ew tişt li Îranê heye, her tim hebûye; beriya Komara Îslamî jî hebûye. Ango tu diçî ji bo gelek saziyan, xelk bi Kurdî diaxive. Heta tu diçî dagehê, salona dadgehê li wir jî wisa ye dema karmend Kurd be tu dikare bi kurdî biaxive. Ger Fars ango Azerî be wê demê tu yê bi farisî biaxive.”

“Lê belê pirsgirêk ew e ku dema perwerde bi zimanê te nebe, tu li dadgehê jî li her derekî din jî dema bi kurdî biaxive, kurdiya te kurdiyeke farsî ye, erebî ye û tirkî ye. Tu termên Tirkî, Farisî û Erebî bi kar tînî. Ji ber tu perwerdeyê bi wan zimanan werdigire û hemû nêrîn û nirxandinên te li gorî wan zimanan saz dibe.”

“Yanî mesela li cem min nimûneyek heye. Şaredarê Mehabadê tiştekî dibêje, tiştekî gelek hêsan. Dibêje; “Caddeyek man tesîs kerdûwe ke obûr deka le muhîtî xaricî xiyabanî…” (Me şeqamek çêkiriye ku li bajarê derdikeve û digihêje gundekî). Qaşo bi kurdî axivî ye lê hevok temamî farsî ye. Dibe ku pêşgir, paşgir û kar (fîîl) kurdî be Nav, cênavk, term…hwd hemû farisî ne. Vîdeoyeke din li gel min heye waliyê bajarê Sineyê(Senendej) qaşo bi kurdî diaxive, lê hemû peyvên bikar tîne bi farsî ne ku dema farsek guhdar bike bi hêsanî bi rehetî dikarê jê fêm bike.”

Lê belê, bi nivîskî tiştek bi kurdî nîne hemû bi farsî ye. Derman bi farsî tê nivîsandin, karên fermî yên bankeyê bi farsî ne û her weha hemû nivîsên saziyên dewletê re divê bi farsî be.

“Naxwazin tu bi zimanê xwe bi fikire û bi afirîne”

Prof. Dr. Cefer Şêxelîslamî da zanîn ku ziman bingehê civak û mirovahiyê ye. Ji ber ku di hemû qadan de em bi ziman têkiliyan çêdikin, afirandin bi ziman çêdibe, ziman avakarê çandê ye jî û weha bi lêv kir:

“Her weha li Rojhilat yên ku bi kurdî diaxivin jî di axavtinên xwe de peyv û gotinên farsî bikar tînin. Hevokên wan li gor taybetmendiyên zimanê farsî saz dibe. Ji ber ku bi farsî perwerdehiyê dibinîn, wisa ye. Zimanê xwendin û perwerdehiyê farsî ye. Ji ber vê yekê perwerde esas e. Tu bê perwerdeyê nikare zimanekî ji holêrabûnê rizgar bike. Ger ziman nebe zimanê perwerdeyê wê têk biçe.

Ziman bingehê civak û mirovahiyê ye. Ji ber ku di hemû qadan de em bi ziman têkiliyan çêdikin, afirandin bi ziman çêdibe, ziman avakarê çandê ye jî. Hebûn û nasnameya te ye. Tu bi zimanê xwe heye. Ji ber vê yekê gava behsa ziman dikî, ditirsin. Naxwazin tu bi zimanê xwe bi fikire û bi afirîne û her weha naxwazin tu ji bo xwe bî. Ber hindê ku ziman pir girîng e.

Yanî her welatê ku dixwaze kurdî asteng bike, bi awayekî vê yekê pêk tîne. Li Îranê jî nabêjin Kurdî qedexe ye. Dibêjin, “Kurdî çavê me ye, Kurd dotmam û pismam me ne, kurdî qedexe nîn e.” Ma dema kurdî qedexe nîne çima li sazî û dezgehên dewletê nivîsîn bi kurdî nîne, li dibistanan kurdî fermî nîne?. Weke ku min li jorê jî behs kir şerê ziman, şerê desthilatê ye.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.