Li gorî daxuyaniya saziya polîsan, di nava salekê de penaban zêdetirî 47 hezar caran hewl dane ku sînorê Almanyayê derbas bikin.

Foto: BMI
Li Almanyayê di nava salekê de bi kontrolên tund ên li ser sînoran rê li ber 35 hezar penaberan hatiye girtin.
Li ser kontrolên tund ên sînoran ên ku ev salek e li Almanyayê tên kirin, amarên nû hatin belavkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt par dema dest bi kar kir biryar dabû ku kontrol zêde bibin. Ev gav li gorî biryara nû ya Yekîtiya Ewropayê ya derbarê penaberan de hate avêtin.
Armanca sereke ya vê pêngavê, kêmkirina derbasbûna koçberan an jî penaberan û têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan e.
Zêdetirî hezar û 400 qeçaxçî hatin desteserkirin
Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Federal a Almanyayê, ji Gulana 2025an ve nêzîkî 35 hezar kes li ser xeta sînor an jî di dema derbasbûna qeçax de hatine sekinandin û vegerandin.
Polîsan di vê demê de zêdetirî 47 hezar hewlên derbasbûna qeçax qeyd kirine. Di dema van kontrolan de hezar û 415 qeçaxçiyên mirovan hatine desteserkirin. Her wiha 8 hezar û 842 kesên ku biryara girtina wan hebû, hatin girtin û radestî dadgehan hatin kirin.
Hêzên Polîsên Federal ên ku ewlehiya sînoran diparêzin, her wiha navên hezar û 581 kesên radîkal jî qeyd kirine. Li gorî dîtina Hikûmeta Almanyayê ev encam nîşan didin ku kontrolên wan ên li dijî torên sûcan bi bandor in.
Amarên Sînor ên Almanyayê (2025-2026)
- Girtinên bi ferman: 8.842 kesên ku biryara girtina wan hebû hatin desteserkirin.
- Şopandina Radîkalizmê: Navên 1.581 kesên radîkal hatin qeydkirin.
- Polîtîkaya Nû: Tenê daxwazên nexweş, jinên ducanî û kesên parastina taybet hewce dikin têne qebûlkirin.
- Dema Guhertinê: Kontrolên sînoran dê di 12ê Hezîrana 2026an de bi pergala nû ya Yekîtiya Ewropayê re bêne nirxandin.
Şertên daxwaza penaberiyê girantir bûne
Almanyayê niha mercên daxwaza penaberiyê jî girantir kirine. Li gorî rêzikên nû, tenê daxwazên kesên nexweş, jinên ducanî yan jî yên ku pêwîstiya wan bi parastineke taybet heye hatine qebûlkirin. Daxwazên din yekser li ser sînor hatine redkirin.
Meha Nîsanê, hejmara daxwazên penaberiyê yên li Almanyayê li gorî par cara yekem kêm bûye. Ev yek li gorî rewşa giştî ya Ewropayê jî wisa ye.
Almanya li bendê ye ku bi pergala nû ya penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê re di dema bê de kontrolên sînoran hêdî hêdî rake ku dê 12ê Hezîrana 2026an dest pê bike.
Di rewşên asayî de, li welatên herêma Schengenê kontrolên sînoran nayên kirin. Lê Almanyayê ev çend sal bûn ku ev rêbaz bi awayekî demkî sînorên xwe kontrol dike.