Keskin Bayindir: “Pêvajo bi gotinên xweş nameşe”

Beriya niha bi salekê 30 gerîlayên PKKyê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bi merasîmekê çekên xwe şewitandibûn. Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskin Bayındir ê beşdarî wê merasîmê bûbû diyar kir di vê pêvajoya salekê de aliyê kurd berpirsyariya xwe pêk aniye lê desthilatdarî û hikûmetê bersiv nedaye van gavan.

Merasîma şewitandina çekan, 11ê Tîrmeha 2025an, Foto: Rojnameya Yeni Yaşamê

Di ser merasîma şewitandina çekan a 30 gerîlayên PKKê re salek derbas bû. Beriya niha bi salekê di 11ê Tîrmeha 2025an de li Şikefta Caseneyê ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, gerîlayên PKKyê merasîmek li dar xistibûn û çekên xwe şewitandibûn.

Gerîlayên PKKyê yên ku xwe wekî Koma Aştî û Civaka Demokratîk dan nasîn, beriya şewitandina çekên xwe daxuyaniyek dabûn: “Ji bo serkeftina pratîkî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî pêngaveke niyeta baş û biryardariyê û ji bo ku em ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbaza siyaseta demokratîk û hiqûqê bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk, em li pêşiya we çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin. Em hêvî dikin ku ev pêngava me avêtiye, di serî de ji bo jin û ciwanan, ji bo hemû gelê me, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê bi xêr be û aştî û azadiyê bîne.”

Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskin Bayindir, Foto: İlke Tv

“Pêngavek bû ku pêşiya siyaseta demokratîk vekir”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir yek ji wan kesan bû ku beşdarî wê merasîmê bûbû. Bayindir şewitandina çekan a di merasîma salek berê de bi van gotinan nirxand:

“Çekên hatine veşartin tên derxistin, çekên şikestî tên temîrkirin, çekên hatine berdan dikarin dîsa werin hildan, lê çekên ku hatine şewitandin careke din nayên bikaranîn.”

Bayındir bi bîr dixe ku PKKyê di Kongreya xwe ya 12an de çek wekî amûreke têkoşîna stratejîk ji holê rakiriye û merasîma di 11ê Tîrmeha 2025an de wekî pêngaveke şênber a ku pêşiya siyaseta demokratîk vedike şîrove dike.

“Me heman samîmiyet nedît”

Bayindir dibêje ku “Birêz Ocalan û PKKlê, ji wê rojê heta niha berpirsyariyên xwe bi zêdeyî pêk anîn û nîşan dan ku di pêvajoyê de samîmî ne,” û destnîşan kir ku wan heman samîmiyet û ciddiyet ji dewlet û desthilatdariyê nedîtiye.

Hevserokê DBPyê Keskin Bayındir destnîşan kir Komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin pêngaveke girîng e û bi bîr xist ku di rapora hatiye nivîsandin de îfadeya “Pirsgirêka kurd” derbas nabe:

“Tevî vê yekê jî em di aştî û çareseriyê de bi israr bûn. Pêvajo bi mehan daxistin asta meseleya ‘şikeftan’, bi mekanîzmayên ku ji wan re digotin ‘teyîd û tesbît’ lê ji bilî hêdîkirina pêvajoyê bi kêrî tiştekî nedihatin, pêşiya pêvajoyê hat xitimandin. Bi rastî jî, dewlet û desthilatdarî di vê pêvajoya salekê de ji bicihanîna berpirsyariyên xwe dûr man. Tevî vê yekê jî, lêgerîna aştiyê ya bi israr a Birêz Ocalan hişt ku pêvajo berdewam bike.”

“Pêngava şênber tê hêvîkirin”

Pêvajo piştî vê merasîmê ji aliyê medyaya herêmî û navneteweyî û gelek rayedarên welatan ve wekî pêngaveke dîrokî hat nirxandin. Ji wê rojê heta niha, kurdan ev pêvajo ve di çarçoveya “çareseriya pirsgirêka kurd” de, desthilatdariya Tirkiyeyê jî zêdetir di çarçoveya pêkhatina bêçekbûnê de nirxand û di mehên dawî de li ser nîqaşên derdora “qanûna çarçoveyî” asê maye.

Bayindir da zanîn ku di saleke derbasbûyî de civak û siyaseta demokratîk ji desthilatdariyê li benda pêngavên şênber bûn. Li gorî Bayindir pêvajo hatiye “qonaxeke wisa ku bi gotin û hêviyên xweş nameşe”: “Pêngavên qanûnî bûne pêdiviyeke jiyanî. Lewra di warê hiqûqî de qanûna çarçoveyî wê pêşiya siyaseta demokratîk vebike.”

Bayindir derbarê qanûna ku li bendê ne ev tişt anîn ziman: “Ji ber vê yekê, divê qanûna çarçoveyî bi awayekî yekpare û berfireh were Meclîsê. Derbarê qanûnê de agahiyeke me tune ye, tiştek nehatiye ber destê me. Li ser vê qanûnê hin gotegot ketin çapemeniyê. Eger nûçeyên di çapemeniyê de derketine rast bin, wê tu tevkariya vê qanûnê li pêvajoyê nebe.

“Ev pêvajo, pêvajoya derxistina meseleyeke sedsalî ya ji nava geremola şîdetê ber bi bingeha hiqûqê ve ye. Pêşniyara qanûna çarçoveyî ya ku paşeroja wê tê nîqaşkirin, Birêz Ocalan wekî ‘Qanûna Kok’ nirxand. Qanûna kok divê qanûneke wisa be ku mîna xaneya kok bikaribe qanûnên nû ji xwe derxîne. Divê berfireh û yekpare be, di wê hêzê de be ku bikaribe bingeha şîdetê bi temamî ji holê rake. Bi pêşniyarên qanûnî yên palyatîf, bi qanûnên ku poşmaniyê ferz dikin, ev bingeh nayê avakirin.”

“Divê statuya hiqûqî ya Birêz Ocalan teqez hebe”

Keskin Bayindir diyar dike ku derbarê statuya Abdullah Ocalan de jî hêviyên wan hene. Li gorî Bayindir, ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya hiqûqî ya Ocalan teqez hebe:

“Eger Birêz Ocalan bibêje ‘Ez bi vî halî nikarim zêdetir berdewam bikim’ û dewlet bixwaze muzakereyan bimeşîne, divê vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bo me statuya hiqûqî ya Birêz Ocalan, statuya gelê kurd e. Divê nêzîkatî di vê ciddiyetê de be.

“Ev pêvajoya ku potansiyela bidawîkirina şer dihewîne û çareseriya demokratîk a meseleya kurd dike armanc, di heman demê de pêvajoya vekirina deriyê demokratîkbûna welêt e jî. Di heman demê de divê mirov vê wekî fersendeke dîrokî jî bibîne. Tevî vê rastiyê jî, dema ku ji hev cuda werin destgirtin, meşandina pêvajoyê ne pêkan e. Gerîlayê ku çek berdaye divê bikaribe siyaseta demokratîk bike, di hemû qadên civakî de bikaribe bikeve nava hilberînê. Aştî karekî ewqasî ciddî ye ku nabe bibe qurbana siyaseta rojane, ajandayên siyasî û hesabên hilbijartinê. Divê her kes bi vê hesasiyetê nêz bibe.”

Hêzên rejîma Îranê zarokekî Kurd kuşt

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku zarokekî Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Fotoğraf: Ajansa Mezopotamya

Hêzên Îranê li navçeya Sewlawa ya Sine ya Rojhilatê gule li zarokekî Kurd reşand û ew kuşt.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê têkildarî kuştina zarokekî Kurd a ji aliyê rejîma Îranê ve agahî da.

Li gorî rêxistinê li navçeya Sewlawa ya Sine ya Rojhilatê zarokê Kurd ê bi navê Sam Hesenî yê 15 salî di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de hate kuştin.

Hate ragihandin ku bavê zarok Ehsen Hesenî jî giran birîndar bûye. Ji bo dermankirinê şandine Merîwanê.

Hate ragihandin ku li gundê Derekê ya ser bi navçeya Sewlawa hêzên rejîma Îranê bê agahî gule li wesayîta malbata Hesenî barand.

Di êrişê de Sam Hesenî hat kuştin û bavê wî Ehsen Hesenî jî bi giranî birîndar bûye.

Her weha Ehsen Hesenî ji bo dermankirinê sewqî Merîwanê kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di 10ê Tîrmehê de raporeke berfireh ku binpêkirinên mafên bingehîn ên gelê Kurd li Îranê belge dike, weşand. Rapor, şeş mehên destpêkê ên sala 2026an li xwe digire.

Li gorî van daneyan, di dema xwepêşandanên meha Kanûna Paşîn de 23 zarokên Kurd û 24 jinên Kurd mirin. Herî kêm 71 zarokên Kurd ên ku temenê wan di bin 18an de ye hatine desteserkirin. 3 kesên ku di nav wan de zarokekî 13 salî jî heye, ji ber teqîna mayîna bejayî mirine.

Helbestvan Ahmet Tellî koça dawî kir

Helbestvan Ahmet Tellî ji meha Nîsanê ve li Nexweşxaneya Bîlkentê ya Enqereyê derman dibû û di 8ê Tîrmehê de hatibû entubekirin.

Helbestvan Ahmet Tellî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.

Ahmet Tellî ji meha Nîsanê ve li Nexweşxaneya Bîlkentê ya Enqereyê derman dibû û di 8ê Tîrmehê de hatibû entubekirin.

Federasyona Şoreşgerên 78an û Komeleya Zanist, Huner û Wêjeyê ragihandibûn ku Tellî hatiye entubekirin.

Di daxuyaniyeke hevpar de weha hatibû gotin:

“Mixabin di dermankirina helbestvan Ahmet Tellî derbasî pêvajoeyek din bûn. Tevî rêbazên dermankirinê yên ku heta niha hatine kirin jî îro hat entubekirin. Wekî Federasyona Şoreşgerên 78an, Komeleya Zanist, Huner û Wêjeyê û malbata wî em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”

Ahmet Tellî kî ye?

Mamoste, nivîskar û helbestvan Ahmet Tellî 2ê Kanûna Pêşîna 1946an li navçeya Eskîpazarê ya Çankiriyê ji dayîk bû.

Wî li dibistanên mamosteyan ên Hasanoglan, Qeyserî û Pinarbaşiyê perwerde dît.

Piştî dibistana mamosteyan, wî çar salan mamostetiya dibistana seretayî kir.

Paşê Enstîtuya Perwerdeyê ya Gaziyê qedand û li Kastamonu, Înebolu, Kirikkale û Lîseya Ataturkê ya Enqereyê mamostetiya zimanê Tirkî û Wêjeyê kir.

Sala 1981ê dema ku li Enstîtuya Perwerdeyê ya Gaziyê mamoste bû, ji aliyê birêvebiriya leşkerî ve hat girtin û di heman salê de hat berdan.

Ji ber nivîseke xwe ya li ser helbestên Cegerxwîn demekê hat cezakirin.

Wî di gelek weşanxaneyan de edîtor û birêvebirî kir û sala 1993yan bi biryara dadgehê vegeriya karê mamostetiyê û paşê malnişîn bû.

Helbesta wî ya yekem sala 1961ê hat weşandin. Sala 1972yan ji ber nivîseke xwe ya li ser romana “Kerkenez” a Cengîz Tuncer, Xelata Rexneyê ya Kovara Varlikê wergirt.

Ahmet Tellî piştî sala 1979an dest bi weşandina pirtûkên xwe kir.

Her wiha wî sala 2011an ji bo pirtûka xwe ya bi navê “Nîda” Xelata Helbestê ya Pirteqala Zêrîn a Deryaya Spî wergirt.

Nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural bi şertê kontrola edlî serbest bû

Dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural serbest kir.

Nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural piştî desteserkirina 4 rojan serbest bû. Vuralê ku di 5ê Tîrmehê de li Kocaeliyê li mala lê dima hatibû desteserkirin, di encama serdşegirtina polîsan de hatibû desteserkirin.

Vural piştî 4 rojan desteserkirî ma, duh li Navenda Polîsan a Kocaeliyê îfadeya xwe da. Vural vê sibê jî birin Edliyeya Kocaeliyê. Piştî ku dozger îfadeya wî wergirt, ew bi şertê kontrola edlî şans dadgehê.

Li gorî zanyariyên parêzer Elif Yetigenê da, Vural bi tohmeta “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “belavkirina nefret û kîndariyê ya di nava gel de” hate lêpirsîn.

Piştî îfadeya xwe li dadgehê da, dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve Vural serbest kir.

Vural wê 15ê rojan carekê biçe navenda polîsan û îmzeyê bide.

Çi bûbû?

Berî Lûtkeya NATOyê ya ku wê di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were; li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmir, Kocaeli, Antalya, Dêrsim, Riha, Çanakkale û Bursayê bi ser malan de girtin.

Di serdegirtinan de akademisyen, parêzer, xwendekarên hiqûqê, endamên komeleyan, nûnerên partiyên siyasî û sendîkavan jî di nav de gelek kes hatibûn desteserkirin.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ragihandibû ku Seroka Şaxa Stenbolê ya ÇHDyê parêzer Ezgi Onalan û endamê komeleyê parêzer Yunusemre Işik serê sibê bi serdegirtina polîsan a li ser malên wan hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya ÇHDyê hatî parvekirin de hat diyarkirin ku piştî operasyona li ser mala Onalanê, ew hatiye desteserkirin û di operasyonên hemwext de parêzeran agahî girtine ku gelek muwekîlên wan jî hatine desteserkirin. Komeleyê di daxuyaniya xwe de got: “Seroka Şaxa me ya Stenbolê Parêzer Ezgi Onalan serê sibê bi operasyoneke polîsan hat desteserkirin. Em hîn bûn ku bi awayekî hemwext gelek muwekîlên wê jî hatine desteserkirin.”

Serê sibê di encama operasyonên li ser malên wan de, nûçegîhanê Niha+ê Abbas Vural, edîtora T24ê Buse Sogutlu û edîtora Oda TVyê Ceren Erdogdu jî hatin desteserkirin.

DİSK Basin-İş, DFG û rêxistinên çapemeniyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî desteserkirina rojnamegeran dabûn.

Ramangerê Amerîkî Hardt ji Ocalan re nameyek şandiye

Michael Hardt: “Di vê demê de ku em bi şer, qirkirin û êrîşkariya emperyalîst re rû bi rû ne, bi dîtina min ji aliyê teorîk û pratîkî ve careke din pêwîstî bi enternasyonalîzmê çêbûye.”

Michael Hardt

Ramangerê Komunîst yê Amerîkî Michael Hardt nameyek ji Abdullah Ocalan re şantiye.

Michael Hardt di nameyê de destnîşan kir ku li gorî mercên vê demê divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin.

Nameya Michael Hardt bi vî rengî ye:

“Abdullah Ocalan ê hêja,

Di vê demê de ku em bi şer, qirkirin û êrîşkariya emperyalîst re rû bi rû ne, bi dîtina min ji aliyê teorîk û pratîkî ve careke din pêwîstî bi enternasyonalîzmê çêbûye. Lê belê eşkere xuya dike ku ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin. Ez ê minetdar bim ku hûn nêrînên xwe parve bikin ku enternasyonalîzm îro jî projeyeke girîng e divê em enerjiya xwe ji bo wê bi kar bînin, eger bi wî rengî be hingî çawa dikare bê birêkûpêkkirin û dikare roleke çawa bilîze.

Dibe ku têgîna bi kar tînim rast nîne; ji ber mebesta min ji enternasyonalîzmê ne ew feraset e ku xwe dispêre tifaqên navbera netewe-dewletan. Di salên 1970î de lîderê Partiya Panter a Reş Huey Newton weke alternatîfa vê yekê têgeha ‘navcivakî-interkomunalîzm’ (inter-communalism) pêşniyar kir û ez vê hewldanê silav dikim. Bi dîtina min, enternasyonalîzma îro (yan jî her çi nav lê bê kirin) divê projeyeke ji gelek tebeqeyan be. Hin dewletên pêşverû dikarin bi rolekê rabin û tifaqên herêmî di dema bihurî de tevkariyên girîng kirin. Lê belê li gorî agahî û tecrûbeyên xwe dikarim bibêjim ku navenda esasî ya projeyeke enternasyonalîst divê tevgerên azadiyê yên hemdem be. Li gel vê yekê rastiyeke li pêş çavan e ku tevgerên azadiyê di serdema heyî de li hemberî zextên giran û dorpêça îdeolojîk bi zor û zehmetiyên mezin têdikoşin.

Gelek tiştên bêne gotin hene. Zanim ev yek derî li nîqaşeke berfireh vedike. Lê belê ez ê vê carê li vir bisekinim.”

Michael Hardt kî ye?

Bîrmend û teorîsyenê wêjeyê yê Amerîkî ye.

Ew herî zede bi pirtûka “Empire(împaratorî)” ya ku wî bi bîrmendê Marksîst ê Italyayî Antonio Negrî re nivîsandiye, tê nasîn.

Hardt di xebatên xwe de bi giştî li ser ramana siyasî ya postmodern, globalîzm, emperyalîzm, komunîzm û tevgerên civakî disekine.

Michael Hardt li ser felsefeya siyasetê û teoriya wêjeyê xebat û lêkolînan dike. Niha li zanîngeha Duke profesorê wêjeyê ye.

Biryarên Komxebata Sînemaya Kurdî aşkere bû

Di encamnameya Komxebata Sînameya Kurdî de weha hat gotin “Ji bo domdarî û xurtkirina kar û xebatên sînemayê rêxistineka xurt a ku wekhevîya zayendî, ji hêla bi rêvebirin û biryardayinê demokratîkbûnê diparêze pêwîst e.”

Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî ya ku di 4 û 5ê Tirmeha de li Amedê hat lidarxistin, aşkere bû.

Komxebata Sînemaya Kurd a ku bi mazûvaniya Akademiyayê Sînemayê ya Rojhilata Navîn hatibû lidarxistin, di 5ê Tîrmehê de bi dawî bû.

Gelek sînemager, derhêner, nivîskar û lîstikvan beşdarî komxebata ku li Hola Konferansê ya Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê pêk hat, bûn.

Di komxebatê de rewşa heyî û pirsgirêkên li pêş sînemaya Kurd hatin nirxandin û di roja duyem de jî li ser pêşniyarên çareseriyê gotûbêj hatin kirin.

Di çarçoveya komxebatê de gelek pêşniyarên wekî; avakirina arşîveke ji bo sînemaya Kurd, berfirehkirina perwerdeyên senaryoyan ên bi zimanê kurdî, geşkirina xebatên akademîk û perwerdehiyê û avakirina platformên dîjîtal ên ku dê gihîştina fîlmên Kurdî hêsantir bikin, hatin nîqaşkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yek ji biryarên herî girîng ên civînê, avakirina Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd bû. Di bin sîwana vê înîsiyatîfê de, bi armanca piştgirîkirina geşedana sînemaya Kurd, dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkan û meşandina xebatên saziyarbûnê komisyonek hat avakirin.

Encamname komxebatê wiha ye:

“Komxebata Sînemaya Kurdî bi mebesta dahûrîna rewşa sînemaya Kurdî di 4 û 5ê Tirmeha 2026’an de hat lidarxistin. Şert û mercên sînemaya Kurdî ji gelek aliyan ve hate nirxandin. Pirsgrêkên heyî bi berfirehî hatin niqaşkirin. Pirsgrêkên heyî bi berfirehî hatin niqaşkirin. Komxebat du rojan, bi niqaşên pirsgrêkên hevpar û bi pêşnîyarên çareseriya pirsgirêkan berdewam kir.

Bi rêya nîqaşên ku di komxebatê de hatin kirin, hat destnîşankirin ku sînemaya Kurdî bi tenê wek bi çêkirina filman sinordar nîn e. Sînemaya Kurdî, qadeka pir alî ye ku divê li gel ziman, bîr, estetîk, sazîbûn, perwerdehî, piştgirî dîtin, hilberîn, belavkarî, wekheviya zayenda civakî û rêgezên etîk bê nirxandin.

Bi niqaşên beşdaran derket holê ku sînemaya Kurd xwedî potansîyeleke xurt a afirînerîyê ye. Lêbelê, nebûna rêxistina hevpar, qûtbûna têkiliya nav sînemageran, têrnebûna mekanîzmayên hilberîna domdar, derfetên perwerdehiyê yên sînordar, pirsgirêkên fînansmanê, torên belavkirinê yên lawaz û nebûna arşîveke hevpar û binesaziya ragihandinê wekî sedemên sereke yên ku pêşketina vê potansiyelê asteng dikin hatin destnîşankirin.

Xebatên pir girîng ên wek çêkirina fîlman, festîval, akademî, hilberînên kolektîf û takekesî pêk hatine. Lê tu carî bi awayekî domdar, mekanîzmayên bi rêk û pêk ên hilberînê, piştevaniyê bi pêş neketîne. Ji ber vê yekê, niqaşên komxebatê wek pirsgrêka sereke nebûna hevgirtin û sazîbûnê hate diyar kirin û wek pêdiviya herî lezgîn bi hev girtin, xwe bi rêxistinakirina sînemagerên kurd hate destnîşankirin. Bi şêweyeka kolektîf, demokratîk xwe bi rêxistinkirin wek xaleka sereke a komxebatê hate diyarkirin.”

Mijarên sereke yên ku di komxebatê de hatin destnîşankirin ev in:

* Pênase, ziman, çarçove û rewşa estetîk a sînemaya Kurdî

* Pêdiviya bi sazîbûn û pêkhateya kolektîf

* Pêvajoyên hilberîn, fînansekirin û fîlmçêkirinê

* Derfetên perwerdehî û pêşketina pîşeyî

* Belavkirin, nîşandan û tevlîbûna temaşevanan

* Komîsyonên arşîvkirin û avakirina bîra sînemaya Kurdî

* Teknolojiyên dîjîtal û amûrên nû yên hilberînê

* Wekheviya zayendî û rêgezên etîkî

Piştî nîqaşan, lihevkirinek çêbû ku pêşeroja sînemaya Kurdî bi hewldanên takekesî heta derekê diçe, lê ji bo domdarî û xurtkirina kar û xebatên sînemayê rêxistineka xurt a ku wekhevîya zayendî, ji hêla bi rêvebirin û biryardayinê demokratîkbûnê diparêze pêwîst e. Li gorî vê yekê, biryara ku komîsyonên ji bo bi rêvebirina karên wek perwerdehî, dîtina fonan, belavkirin, arşîvkirin, mafê telîfê, polîtîkayên etîkî û teknolojiyên nû de werin avakirin hat dayîn.

Armancên sereke yên Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd ev in: xurtkirina bîra kolektîf a sînemaya Kurdî; piştgirîkirina pêvajoyên hilberînê; pêşxistina hevkariyên neteweyî û navneteweyî; bi rêkxistina karên perwedehîyê; pêşxistina projeyan; di hilberînê bi cîhkirina hişmendiya wekheviya zayendî, xwezaparêz û bi hev re avakirina pêşeroja sazûmanî ya sînemaya Kurdî.

DYAyê êrişî Îranê kir: Agirbest bi dawî bû, bihayê petrolê dîsa bilind bû

Serokê DYAyê Donald Trump li Beştepeyê aşkere kir ku agirbesta bi Îranê re bi dawî bûye û ew êdî naxwaze bi Îranê re dan û standinan bike.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wekî bersiva êrişên dawî yên li ser keştiyên bazirganiyê yên ku êvara Sêşema 7ê Tîrmeha 2026an di Tengava Hurmizê re derbas dibin, wan zêdetirî 80 pêgehên leşkerî yên Îranê kirine armanc.

Fermandariya Navendî ya Hêzên DYAyê (CENTCOM) aşkere kir ku wan ev operasyon bi armanca “berdêla hedefgirtina keştiyên bazirganiyê” li dar xistiye.

Di vê operasyonê de, li gorî bersivdayînê berê 8 qat zêdetir li hedefan dane. Di êrişê de pergalên parastina asmanî, torên kontrola fermandariyê û xalên radarên peravê yên Îranê hatine bombebarankirin. Ev êrîş di heman roja ku DYAyê lîsansa firotina petrola Îranê betal kir de pêk hat. Piştî van geşedanan, bihayê petrolê ji sedî 5an zêdetir bilind bû.

Ji ber vê yekê, danûstandinên DYA û Îranê yên ku di dawiya meha Hezîranê de dest pê kiribûn û bernameya aştiyê ya 60 rojî ketin bin metirsiyeke mezin.

Îran: Amerîkayê peyman binpê kiriye

Tehranê him betalkirina lîsansê him jî êrîşên nû wekî binpêkirina peymana demkî pênase kir. Li gorî nûçeya Rûdawê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Erakçî diyar kir ku li gorî memoranduma agirbesta demkî, heta ku “gef xwarin berdewam bikin” danûstandinên ji bo peymana dawî dest pê nakin û destnîşan kir ku êrîşên DYAyê peyman binpê kiriye.

DYA: Îranê bi van êrişan agirbest binpê kiriye

Her weha Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

“Hêzên CENTCOMê di cih de bersiv da êrişên dawî yên Îranê yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê.Hêzên CENTCOMê bi cebilxaneyên xwedî arasteyên hesas pêleke nû ya êrişan pêk anî û li Îranê zêdetirî 80 pêgeh kirin armanc.”

Trump: Agirbesta bi Îranê re ji bo min bi dawî bû

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trump li Enqereyê aşkere kir ku agirbesta bi Îranê re bi dawî bûye û ew naxwaze bi Îranê re dan û standinan bike.

Donald Trump li Enqereyê di civîna li gel Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte de bersiv da pirsên rojnamegeran.

Rojnamegerekî ji Trump pirsî: “Birêz Serok, gelo agirbesta li gel Îranê bi dawî bû? Belgeya lihevkirinê ya bi Îranê re bi dawî bû?” Trump piçekî rawestiya û anî zimên: “Ji bo min, belê bi dawî bû.”

Trumpê ku ji bo beşdarbûna Lûtkeya NATOyê li Enqereyê ye, diyar kir ku Îranî “nexweş” in û li pey çû: “Dan û standina bi wan re tenê windakirina demê ye.”

Trump destnîşan kir ku ew dê ti carî rê nedin ku Îran bigihe çekên nukleer û anî zimên:

“Wan berê de bi hezaran leşkerên me kuştin. Qasim Silêmanî bi bombeyên li kêlekên rêyan gelek kes kuştin. Min di dema xwe ya yekem de ew ji holê rakir. Ew dahiyekî şeytanî bû.

Trump diyar kir ku ew qet ji Îranê hez nake û weha got:

“Me gelek wext bi wan re xerc kir, ez bawer dikim me wextê xwe vala xerc kir. Ez bawer nakim ew zanibin çi dikin. Ew hem mirovên xerab in û hem jî neşareza ne. Eger ew bi kêr bihata, wan dê yekser peyman îmze bikira. Me serkirdeyên koma yekem û ya duyem ji holê rakirin. Wan hewl da ku min jî ji holê rakin.”

“Ji NATOyê ne razî me”

Donald Trump spasiya Mark Rutte kir lê diyar kir ku ew ji NATOyê ne razî ye. Trump sedema vê yekê wiha rave kir:

“Ji NATOyê ne razî me çimkî wan nexwest di mijara piştgirê yekem ê terorê yê cîhanê de piştgiriya me bikin. Pêdiviya me bi alîkariya wan jî nîne. Min bi Almanya, Fransa û Brîtanyayê re xeber da.”

Trump herî zêde rexne li Spanyayê girtin û got: “Ez bi Spanyayê re neaxivîm. Spanya wextwindakirin e. Ew bûye hevalbendeke gelekî xerab. Erkê ku dikeve ser milê wan bi cih neanî. Bila em hemû pêwendiyên bi wan re bibirin, em neçin serdana wan jî. Bi taybetî Spanya wekî dijminekî tevdigere. Piştre dema bibêjin ‘Em dixwazin bi we re bazirganiyê bikin’ em dê bibînin. Ez naxwazim bi wan re ti bazirganiyê bikim.”

Piştî êrişan bihayê petrole bilind bû

Piştî êrişa DYAyê a li ser Îranê bihayê petrolê îro nêzîkî ji sedî 2an bilind bû.

Bihayê petrola brent 1,38 dolaran anku ji sedî 1,9 bilind bû û gihîşt 75,54 dolaran. Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî bi rêjeya 1,37 dolaran yanî ji sedî 1,9 bilind bû û gihîşt 71,81 dolaran. Petrola brent û ya Teksasê doh jî nêzîkî ji sedî 3yan biha bûbûn.

Nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural dê îro îfadeyê bide

Nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural beriya Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê di serdegirtina malê de hatibû desteserkirin û herî dawî dema desteserkirinê 4 roj hatibû dirêjkirin û biryara nepenîtiyê li ser dosyeyê hebû. Her weha di dema desteserkirinê de Vûral hatibû derpkirin.

Nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural beriya Lûtkeya NATOyê ya di 7-8ê Tîrmehê de, di 5ê Tîrmehê de bi serdegirtina malê de hatibû desteserkirin.

Parêzer Elif Yetiginê diyar kir ku Vûral û kesên ku pê re hatibûn desteserkirin wê îro li Emniyetê îfadeyê bide.

Derê malê şikandibûn û ketibûn hundir

Di vê navberê de, agahiyên derbarê desteserkirina Abbas Vûral de jî zelal bûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsên tevgera taybet û yên Şaxa Têkoşîna Dije Terorê (TEM), di 5ê Tîrmehê de serê sibê bi hev re deriyê xaniyê ku Vural lê dima şikandibûn û ketibûn hundir.

Polîsan kesên di malê de bi lêdanê ji xew şiyar kirin û desten Vural û kesên pê re ji pişte ve kelemçekirin, avêtin erdê û dirêj kirin. Polîsan dest danîn ser telefon û kompîtiran û piştî ku şifreyên amûrên elektronîk girtin, tespîta nasnameya kesên di malê de kirin; paşê destûr dan ku cilên xwe biguherînin. Her weha piştre birin emniyete.

Parêzer Yetigînê ev pêkanîn pişrast kir û diyar kir ku ew kesên hatine desteserkirin ku nûçegihanê me Vural jî di nav wan de ye di dema kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê tûndkariya ku rûbirû mane li wir daye tomarkirin.

Çi bûbû?

Berî Lûtkeya NATOyê ya ku wê di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were; li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmir, Kocaeli, Antalya, Dêrsim, Riha, Çanakkale û Bursayê bi ser malan de girtin.

Di serdegirtinan de akademisyen, parêzer, xwendekarên hiqûqê, endamên komeleyan, nûnerên partiyên siyasî û sendîkavan jî di nav de gelek kes hatibûn desteserkirin.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ragihandibû ku Seroka Şaxa Stenbolê ya ÇHDyê parêzer Ezgi Onalan û endamê komeleyê parêzer Yunusemre Işik serê sibê bi serdegirtina polîsan a li ser malên wan hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya ÇHDyê hatî parvekirin de hat diyarkirin ku piştî operasyona li ser mala Onalanê, ew hatiye desteserkirin û di operasyonên hemwext de parêzeran agahî girtine ku gelek muwekîlên wan jî hatine desteserkirin. Komeleyê di daxuyaniya xwe de got: “Seroka Şaxa me ya Stenbolê Parêzer Ezgi Onalan serê sibê bi operasyoneke polîsan hat desteserkirin. Em hîn bûn ku bi awayekî hemwext gelek muwekîlên wê jî hatine desteserkirin.”

Serê sibê di encama operasyonên li ser malên wan de, nûçegîhanê Niha+ê Abbas Vural, edîtora T24ê Buse Sogutlu û edîtora Oda TVyê Ceren Erdogdu jî hatin desteserkirin.

DİSK Basin-İş, DFG û rêxistinên çapemeniyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî desteserkirina rojnamegeran dabûn.

Abbas Vali: Piştî şerê Îranê dîzayna Rojhilata Navîn guherî

Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ku di şerê dawî de DYA û Îsraîl di warê leşkerî de, lê Îran di warê stratejîk de bi ser ketiye. Valî her weha ji bo siyaseta kurdan got: “Sedsala 21ê nebû sedsala kurdan, serdema şerê çekdarî qediya. Divê kurd berê xwe bidin civaka sivîl.”

Foto: Niha+

Her çend di 17ê Hezîrana 2026an de DYA û Îran gihîştin rêkeftinekê ku li hev bikin, êrîş û pirsgirêkên ji ber şer rû dane, berdewam dike. Bi taybet jî ji ber rewşa Tengava Hurmuzê gelek caran şer û pevçûn rû didin û piştî vê rewşê Serokê DYAyê Donald Trump sefan li Îranê dixwe ku wan ji nav bibe.

Ev rewşa ku di 28ê Sibata 2026an de bi êrîşa Îsraîl û DYAyê ya li dijî Îranê dest pê kir, ne tenê li Îranê her weha hevsengiya li Rojhilata Navîn û welatên Kendavê jî guherand.

Di dema şer de Îsraîl û DYAyê êrîşî Îranê dikir û Îranê jî li beramberî wê êrîşî Qeter, Kuweyt, Erebistana Siûdiyê, baregehên DYAyê yên li Iraqê û çendîn welatên dikir.

Her weha hêzên kurdî yên Rojhilat ên baregehên wan li Herêma Kurdistanê bûn, di bin bombebarana Îranê de man.

Rêkeftina di navbera Îran û DYAyê de herî zêde balê dikişîne ser Tengava Hurmuzê. Li gorî şîroveyan ji ber vê rewşa Hurmuzê, DYA neçar maye ku li hev bike.

Prof. Dr. Abbas Valî jî balê dikişîne ser vê rewşê. Li gorî Valî di encama şer d e DYA û Îsraîl di warê leşkerî de bi ser ketin, lê di warê stratejîk û siyasî de Îran bi ser ket.

Abbas Valî rewşa kurdan a li Îranê jî nirxand û destnîşan kir ku “Di nava opozîsyona Îranê de, tenê hêza ku çekdar e û dikare çek bi kar bîne, opozîsyona Kurdî ye.”

Derbarê Abbas Valî de

Prof. Abbas Valî, teorîsyenekî siyasî yê kurd e ku ji Mehabada Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) ye û yek ji lêkolînerên herî pêşeng ên li ser nasname û neteweperweriya kurdî ye. Wî xwendina xwe li Tehran û Londonê kiriye û doktoraya xwe di beşa Sosyolojiya Dîrokî de ji Zanîngeha Londonê wergirtiye. Piştre li Zanîngeha Swanseayê û Zanîngeha Boğaziçiyê ya li Stenbolê ders dane. Her wiha ew serokê damezrîner ê Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê bû. Di nav berhemên wî de pirtûkên bi navê Essays on the Origins of Kurdish Nationalism (Gotarên li ser Kokên Neteweperweriya Kurdî) û Kurds and the State in Iran: The Making of Kurdish Identity (Kurd û Dewlet li Îranê: Afirandina Nasnameya Kurdî) cih digirin.

Piştî Îsraîl û DYAyê ya li ser Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû û di encama çendîn hevdîtinan roja 17ê Gulanê bi rêkeftinekê derbasî qonaxeke din bû. Dema em li naverok û dema peymanê dinêrin, gelo aliyên şer neçar bûn ku li hev bikin?

Ew ne peyman e. Bi zimanê Îngilîzî jê re dibêjin Memorandum of Understanding, ango hevtêgihiştin û lihevkirin. Wekî din ew ne peyman yan lihevkirineke fermî ye. Ew pevguhertina nameyan e. Nameyekê dinivîsin û îmze dikin, ew jî îmze dikin û dişînin, ya ku me xwend ev bû. Li vir hevtêgihiştin hebû. Li vir divê ez bibêjim ku her du alî, Amerîka û Îran, her çend di warê siyaseta derve de zexteke kêmtir li ser wan hebe jî, di warê siyaseta navxweyî de zexteke mezin li ser wan hebû.

Heke em behsa Îranê bikin, li Îranê qeyraneke sîstemî heye. Hem aborî, hem civakî, hem çandî û hem jî darayî. Lê pirsgirêka bingehîn û qeyrana sereke, qeyrana aborî û darayî ye. Pereyê wê tuneye, hikûmet hema bêje îflas kiriye û têk çûye. Loma pêwîstiya wan bi vê yekê hebû. Ji ber vê qeyrana aborî û darayî, Îranê nedikarî beşeke mezin a siyaseta ku jê re dibêjin Biopolitics ango siyaseta jiyana xelkê îdare bike. Ji ber ku pere û derfetên wê yên aborî tunebûn. Ev jî beşeke bingehîn bû, çimkî ditirsiya ku heke nikaribe di demdirêjiyê de vê yekê îdare bike, îhtîmaleke mezin hebû ku li navxwe serhildaneke din jî rû bide. Ji ber ku serhildana meha Çileyê pir mezin bû. Ev yek.

Diyar e Îran tûşî şerekî bibû, ketibû wî şerî lê beşeke mezin a bernameyên leşkerî, ewlehî û aborî yên Îranê têk çûbûn û hilweşiyabûn. Nedikarî bi vî rengî berdewam bike. Lê belê rewşa ketina Îranê ya nav vî şerî û dema sekinîna şer ji hev gelekî cuda bûn. Dema Îran ket şer merc cuda bûn, lê niha cuda ne. Sedema vê jî du tişt bûn. Yekem, Îranê karîbû berxwedanê bike. Berxwedan û parastineke mezin kir. Bêguman zirareke mezin jî dît. Gelek dever wêran bûn, pirên wan hilweşiyan, fabrîqe û kargeh têk çûn, lê berxwedana xwe kir.

Ya duyem jî ew bû ku Îranê di vî şerî de karîbû Tengava Hurmuzê bigire. Bi vê pêngavê, hesabên şer guherand. Anku ew hevtêgihiştina ku niha heye, li ser pirsgirêka bingehîn a vekirina Tengava Hurmuzê ye. Ev mesele beriya şer tunebû. Di dema şer de derket holê. Xaleke din jî ev e ku Amerîka dixwaze Îran qebûl bike û soz bide dê çeka etomî ango nukleerî çêneke. Ji xwe Îranê ji serî de wiha gotiye. Gotiye em nakin. Di serdema Obama de jî dema peymana wan hebû, Îranê qebûl kiribû ku parzûnkirina, dewlemendkirina uranyumê li dor %3.5ê be, anku ji %4ê kêmtir be. Lê dema di sala 2018an de Trump hat, ew rewş guherand, peyman xera kir û ya hikûmeta Obama têk bir. Wê demê Îranê dest bi parzûnkirina uranyumê kir. Heta ku gihand %60-65ê. Ev jî pir nêzîkî çêkirina bombeya etomî ye.

Niha Amerîka dixwaze ku ew uranyuma parzûnkirî ya nêzî 400-450 kîloyî ye, yan were jinavbirin, yan xestiya wê ango tîrbûna wê were kêmkirin. Yan jî wê bidin Rûsyayê an jî welatekî wek Fransayê daku ew vî karî bikin. Îran jî dibêje ev niha ne di destê min de ye. Ew di nav wan cihan de ye ku hatine bombekirin û heke were derxistin jî em nadin ku bibin derve, em ê bi xwe li vir çareser bikin. Ev gotina Îranê ye.

Prof. Dr. Abbas Valî, Foto: Niha+

Gotina DYAyê çi ye?

Amerîka di pileya yekem de dixwaze ku Tengava Hurmuzê were vekirin. Ji ber ku zexteke mezin li ser Amerîkayê heye. Nirxê petrolê zêde bûye, nirxê xurekê zêde bûye. Ne tenê li Amerîkayê, li Ewropa û her derê, heta li Tirkiyeyê jî nirxê benzînê û bilêtên balafiran biha bûne. Ev hemû biha bûn.

Ew dixwazin ev der were vekirin. Ya duyem jî dixwazin Îran qebûl bike ku dest ji parzûnkirina uranyumê berde, mesele ev e. Lê belê li ser Amerîkayê bi xwe jî zexteke mezin heye. Heke tê bîra we, dema Trump hat ser desthilatê, got “Ez ê bibim serokkomarekî ku şer nake”. Lê şerek da destpêkirin ku niha jî bi rengekî berdewam dike. Ji aliyekî din ve, ew şerê ku Trump kir, ji aliyê pêwîstiyên siyaseta Amerîkayê ve ne hewce bû. Lê beşeke mezin a wî şerî bi handana Îsraîlê bû, Îsraîlê ew neçar kir.

“İsrailê dixwest şer berfireh bibe“

Îsraîlê çi dixwest?

Dema ew şer dest pê kir, armancên Amerîka û Îsraîlê cuda bûn. Amerîkayê dixwest derbeyekê li Îranê bide, di warê leşkerî de wê qels bike û wê neçar bike ku şert û mercên Amerîkayê qebûl bike. Amerîkayê nedixwest rejîma Îranê were guherandin. Amerîkayê nedixwest şerekî demdirêj bi Îranê re bike, yan jî Îran wêran bibe û ji nav biçe. Ji ber ku berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê ji yên Îsraîlê gelekî cuda bûn. Amerîka li Rojhilata Navîn hêzeke mezin a herêmî ye. Li wir tenê mesele Îran nîne, di heman demê de divê berjewendiyên welatên erebî jî li ber çavan bigire.

Berjewendiyên welatên Erebî wek Misir, Erebistana Siûdî, Qeter û yên din. Îranê jî ev yek dizanibû, loma siyaseta Îranê di bingeh de ew bû ku dizanibû Amerîka şerekî sînordar dixwaze lê wê jî dixwest şer berfireh bike.

Kendava Hurmuzê, Foto: Wikipedia

Encama vî şerê mezin çi dibû?

Îranê di warê leşkerî de nikaribû Amerîkayê têk bibe, lê dikaribû li wan welatan bixe yên ku pêgehên leşkerî yên Amerîkayê li wan hene. Mînak li Behreyn, Urdin, Erebistana Siûdî û heta li Mesqet û Omanê. Ji ber vê yekê, Amerîka di vî warî de gelek hesas û xisarbar bû. Trump nedikarî vê yekê tehemûl bike. Ji ber ku yek tiştekî din hebû. Welatên Erebî her tim serdestiya Amerîkayê qebûl kiribûn. Pere dabûn Amerîkayê, veberhênan li wir kiribûn û di heman demê de parastina xwe xistibûn destê Amerîkayê. Lê dema Îranê êrîşî wan kir, Amerîkayê nedikarî wan biparêze û zirareke mezin gihişt wan.

“Îran niha gelekî bihêztir e“

Gelo ew hevsengiya li Kendavê û Rojhilata Navîn hebû piştî şerê Îranê guherî?

Belê, ew hevsengî niha di wî warî de guheriye: Îran niha li herêmê gelekî bihêztir e. Ji ber, nîşan da ku ew tenê welatek e ku dikare li hemberî Amerîka û Îsraîlê bisekine û şer bike. Her weha herêma stratejîk a Hurmuzê jî di bin kontrola wê de ye. Lê heke hûn bala xwe bidinê, berjewendiyên stratejîk ên Îsraîlê cuda bûn. Îsraîlê dixwest heta ku ji destê wê were rejîma Îranê biguherîne. Heke ev jî nebe, dixwest Îranê bi temamî wêran bike û wek Sûriyeyê lê bike. Piştî wê jî, projeya mûşekî ya Îranê, mûşekên balîstîk û krûz ji nav bibe. Şertê çaremîn ê Îsraîlê jî ew bû ku hêzên wekîl ango Proxy powers, ên wekî Heşdî Şeibî, Hizbullah û Hemasê ji nav bibe.

Ew hêz ji nav çûn?

Nexêr. Niha desthilata Îranê ev e ku bi Amerîkayê re danûstandinan dike. Û ew qas desthilata wê heye ku Lubnanê dixe rojeva siyasî ya danûstandinan. Lubnan ne beşek ji Îranê ye lê ji ber ku ev hêza Îranê heye, dikare Lubnanê bixe rojeva muzakereyan. Ev tiştekî wisa ye ku gelekî li dijî berjewendiyên Îsraîlê ye. Heke hûn bala xwe bidinê, ji destpêkê ve berjewendiyên stratejîk ên Îsraîlê û yên Amerîkayê li hev nedikirin. Dema şer dest pê kir, rast e di warê leşkerî de Amerîka û Îsraîl bi hev re bûn, lê armancên wan ên siyasî û stratejîk cuda bûn.

Dema J.D. Vance li benda heyeta Îranê ye, Foto: Nathan Howard-Pool/Getty Images

Di encama şer de ev cudabûn ji holê rabû yan di navbera armancên herdu dewletan de cudahî zêdetir bû?

Heta niha wisa lê hatiye ku J.D. Vance gefan li Îsraîlê dixwe. Ji aliyê Îranê ve jî, niha destûrê nadin ku kesek bibêje “Bimirê Amerîka”. Ev nîşan dide ku wan li hev kiriye. Anku di nav avahiya desthilatiya Îranê de derbeyeke nerm rû da. Ew derbeya nerm bû sedem ku hêzên xwedî desthilat di nav Supaya Pasdaran û beşek ji rêveberiyê de, bi Amerîkayê re li hev bikin. Heke hûn bala xwe bidinê, niha bi Amerîkayê re li hev dikin. Mînak Qalîbaf diçe Pekînê daku ji wan re bibêje “Me bi Amerîkayê re li hev kiriye, lê ev ne li dijî berjewendiyên we ye.” Loma, heke em li helwesta Îran û Amerîkayê binêrin, em ê paradoksekê bibînin: Amerîka û Îsraîl di warê leşkerî de bi ser ketin, lê di warê stratejîk û siyasî de Îran bi ser ket.

“Hêza Kurê Şah tunebû“

Dihate çaverêkirin ku piştî şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê bike, li nav Îranê xwepêşandan û serhildanek çêbibe daku rejîm hilweşe, lê ev çênebû. Çima çênebû? Çi bû asteng ku ev pêk nehat?

Erê, ew serhildan serhildaneke rastîn û waqihî bû, lê belê serkirdetiya wê tunebû. Ji ber ku ew serhildan ket bin bandora hêzên rastgir, bi taybetî jî monarşîst û paşatîxwazan. Kurê Şah derket û got “Herin qadan, ez ê piştgiriya we bikim.” Trump derket û got “Herin kolanan, şerê hêzên rejîmê bikin, ez ê rejîmê hilweşînim.” Xelk çû, lê alîkarî nehat.

Hêza Kurê Şah hebû ku bikeve nava karekî bi vî rengê?

Hêza Kurê Şah jî tunebû. Li vir rejîmê dizanibû ku ev serhildan gelekî girîng e. Ji aliyekî din ve, ev serhildan berovajî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”, xwedî nasnameyeke demokratîk nebû. Zêdetir armanca wan ew bû ku rejîmê hilweşînin û qala demokrasî û tiştên wisa nedikirin. Dema rejîma Îranê zanî ku destê Amerîka, Îsraîl û Kurê Şah di vê yekê de heye, bi hemû hêza xwe êrîş kir. Di nava 48 demjimêran de nêzîkî 50 hezar kes li Îranê kuştin. Heta Komelgeha Pizîşkî ya Îranê dibêje zêdetirî 65 hezar kes hatine kuştin.

Li vir tiştek heye. Ji ber ku Trump gotibû “Hûn herin, ez ê alîkariya we bikim”, piştî şer dest pê kir, Trump ji bo ku xwe biparêze derket dereweke din kir û got “Me çek da kurdan lê kurd nehatin”. Ev derew e. Di serî de, çek nehatin dayîn ji kurdan re. Ya duyem jî, opozîsyona ku wê demê li Îranê hebû, ne organîzekirî bû û rêxistinbûyîna wê tunebû. Tu yê çek bidî kê? Çek ne tiştek e ku tu bibî li kolanan dabeş bikî. Divê tu bidî rêxistinekê. Rêxistin jî tunebû. Rastgiran rêxistinbûyîn tunebû. Dibe ku rêxistinbûyîneke kêm a demokratxwazan hebûya, lê ew jî di wan şert û mercan de nebûn ku derkevin derve û biçek bibin û şerê rejîmê bikin. Sedema ku Trump ev got ev e: Di nava opozîsyona Îranê de, tenê hêza ku çekdar e û dikare çek bi kar bîne, opozîsyona kurdî ye.

Gelo kurdan çi kir di wê demê de?

Ji xwe çek nedabûn wan. Heta generalê wî demê li dijî Trump daxuyanî da û got “Çek nehatine dayîn ji kurdan re, çek çûne Başûr û di baregehên Amerîkayê de ne.” Du hefte berê, nûnerê wan Tom Barrack jî got “Me çek nedaye kurdan.” Ev dereweke mezin bû ku Trump ji bo xwe-parastinê kir.

Hêzên kurdan ên li Îranê çi diixwestin di dema vî şerî de?

Helwesta wan ev bû; bêguman kêfa wan dihat ku rejîm hilweşe, lê wan digot “Ev ne şerê me ye, em naxwazin beşdarî vî şerî bibin.” Ji ber ku baweriya wan bi armancên Amerîka û Îsraîlê tunebû. Gotina wan rast jî derket. Binêrin, niha Îran û Amerîkayê li hev kiriye û Îsraîl hema bêje ketiye perawêzê. Rast e Îsraîl dîsa vedigere cihê xwe, lê demekê dixwaze. Kurdan di vî warî de gotin em piştevaniya bombebarankirina Îranê nakin û ev karekî baş bû ku piştevaniya wê nekirin.

“Tenê bi şerê asmanî nabe“

Heke piştgirî bikirana wê çi bibûya?

Na axir, ji ber ku hêza parastina asmanî ya xelkê Îranê tunebû, xelk li bin bombebaranê de bû. Ne tenê Kurdistan, li hemû Îranê xelk ji wê bombebaranê aciz bû. Her kes, heta hemû stratejîstan jî dizanin ku rejîma Îranê bi bombebaranê nakeve. Di dîrokê de tu mînakek tuneye ku rejîmek tenê bi bombebaranê hilweşiyabe. Heke Amerîka û Îsraîl bi rastî jî bixwestana rejîmê hilweşînin, diviyabû artêşek bibirina Îranê. Hemû stratejîstan digot ku birina artêşek bo Îranê wekî xwekujiyê ye. Rûberê Îranê 1 mîlyon û 648 hezar kîlometreçargoşe ye, anku bi qasî tevahiya Ewropaya Rojava ye û 95 mîlyon nifûsa wê heye. Heke tu artêşê bibî wê herêmê, dê sed carî ji Iraqê xerabtir be û şer ji kontrolê derkeve. Erdnîgariya wê pir dijwar e. Dema ku êrîşî welatekî tê kirin, hestên neteweperestiyê yên gel radibin. Wek mînak di şerê Îran û Iraqê de. Îranê 8 salan şer kir, mîlyonek û nîv kes hatin kuştin, beşeke mezin a Xuzistan û Luristanê wêran bûn. Lê rejîm neket û bi ser ket. Amerîka û wê demê Sowyet bû, digotin dest bidin rejîma Saddam da ku li ser pêya bimîne. Stratejîstên Amerîkî dizanibûn ku Îsraîl tenê dikare di demdirêjiyê de şerê asmanî bike, lê nikare şerê bejayî bike. Ji ber ku artêşeke biçûk a Îsraîlê heye û welatekî pir biçûk e. 71-72 carî ji Îranê biçûktir e.

“Lihevkirina kurdan baş e lê têrê nake“

Rêkeftinek di navbera hêzên kurdî yên Rojhilat de çêbû. Çendîn partî û hêzên kurdî li hev kom bûn û ev rêkeftin îmze kirin. Bandora vê rêkeftina hêzên kurdî di dema şer de çawa bû û wê piştî şer çawa be?

Ew rêkeftin baş e, pîroz e. Ya ku dibêjin lazim e lê ne kafî ye. Ji ber ku ew rêkeftin binesazî, sazûmaneke operasyonel û pratîkî nîne. Min gelek û gelek caran gotiye ku rêkeftina wan divê binesazî û sazûmaneke operasyonel hebe. Cûreyek qonaxa operasyonel a yekgirtî ya leşkerî-siyasî hebe. Ev nîne. Heta yekgirtiya tiştekî din jî tune ye, yekgirtiya gotarê jî nîne. Nexwe lewma ew rêkeftina wan a niha wek rêxistineke gelek gelek lawaz e. Divê ew binesaziyeke leşkerî-siyasî hebe, divê berî her tiştî hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî hebe. Divê di warê fikrî û stratejîk de yekgirtî be. Divê beyannameyên ku didin, anku gotinên wan jî yekgirtî bin. Û ji hemûyan girîngtir, divê bernameyeke siyasî û stratejîk a yekgirtî jê re bê damezrandin ku hêzên siyasî li gorî wê tevbigerin. Ew vî karî nakin.

Ew şerê ku di destpêka sala 2026an de li Rojava pês hat û encamên ku li Rojava derket holê, dibe ku bandor li hêzên kurdî yên Rojhilat kiribe?

Ya ku li Rojava hat pêşiya kurdan, bi taybetî ji bo kurdên Rojhilat gelek girîng bû. Yek; Eger tu bi Amerîkayê re kar bikî, bi Amerîkayê re wekû hêzên Rojava kar bikî, tu divê bibî hevkarê Amerîkayê, ne di bin destê Amerîkayê de. Dûre li Rojava di pêwendiya bi Amerîkayê re, di karkirina bi Amerîkayê re tu cûre serbixwebûneke siyasî nebû.

Di leşkerî de jî nebû. Ji ber ku li wir jî dema ku çek dabûn wan, ew çek di bin kontrola Amerîkayê de bûn. Roja ku Amerîka ji wan re got na, çekên wan jî sekinandin.

We beriya niha behsa wê kir. Mijara çekan di pêvajoya şerê Îranê de jî ji bo kurdan hate rojevê.

Ji bo cara yekem, anku di dîroka Amerîkayê de, diyar e Amerîka gelek caran bi hêzên opozîsyonê re li cîhanê kar kiriye. Lê belê bi şêweyekî veşartî. Ew di bin kontrola CIAyê de bû, di kontrola dezgehên leşkerî yên veşartî de bû. Cara yekem bû ku li Rojava bi şêweyekî eşkere kar kir. Lê Rojava nekarî ji vê yekê sûdê werbigire. Anku ew şerê DAIŞê kir, diwanzdeh hezar kurd, gerîla di wî şerî de hatin kuştin. Lê nekarî kirdebûna xwe ya siyasî bi dest bixe. Ev yek gelekî girîng e. Li Rojhilat jî îhtîmal e Trump her ew yek dixwest. Dixwest kurdan wekî hêzeke taybet bikar bîne.

Nexşeyeke siyasî ya Amerîkayê ji bo kurdan nîne?

Na. Nexşeyeke siyasî nebû. Dema ku hat ew dem bû, Amerîka bi kurdan re kar dikir û bi ‘Heyet Tehrîr el-Şam’ê re jî kar dikir. Û ev yek ji kurdan re nedigot. Heger kurdan ew dem bizanîba, diviyabû helwesta xwe zelal bikirana. Eşkere bû Amerîka û bi taybetî Îngiltere, ji ber ev projeya Îngilîzan e, bi Tirkiyeyê re ew kar kirin. Di dawiyê de gotin fermo ev projeya me ye. Proje Amerîka û Îngiltereyê çêkirin. Ew karê Tirkiyeyê nebû. Tirkiyeyê tenê bikar dianîn. Anku proje, fikir, fikra stratejîk ya Amerîka û Îngiltereyê bû.

Piştî Şer dîzayna Rojhilata Navîn guherî

Gotineke berbelav e, tê gotin ku li Rojhilata Navîn dîzayneke nû heye. Li gor nêrîna we, dîzayneke nû heye li Rojhilata Navîn?

Ew dîzayn hebû, lê ev şerê Îranê ew dîzayn têk da. Niha her cûre dîzaynekê deynin, her cûre hevsengiyeke leşkerî û siyasî deynin, divê hesabê xwe li ser Îranê bikin. Anku wisa bû, wê demê hedef ew bû ku hegemonyaya Amerîkayê, Îsraîlê jî di nav de, ew hegemonyaya leşkerî bihêz bibe. Niha ew hesab nemaye. Anku wî şerî ev têk da. Yek tiştê ku gelek girîng e ew e ku, ew şerê ku hat kirin, sînordariya lîmîtên stratejîk ên hegemonyaya Amerîkayê li Rojhilata Navîn nîşan da. Ev dersa herî mezin e ku divê welat, bi taybetî kurd, werbigirin. Eger li Rojava kurdan di dema xwe de bi durzî û elewiyan re rêkeftin bikirana, bi wan re şer bikirana, ew enî wê neşikesta. Ew kar nekirin. Çimkî dema berevanî hebe, berxwedan hebe, dikarî hesaban biguherînî. Li Rojava hêza wan a leşkerî hebû. Gerîlayên wan hebû, gerîlayên mêr, gerîlayên jin, hemû tiştên wan hebû. Hingê hikûmeta Ahmed Şer xwe negirtibû. Lê belê wan deng nekir. Rûniştin û her tiştê ku Amerîkayê got qebûl kirin. Her tiştê ku Tom Barack ji wan re got “wisa bikin”, wan kir. Bi baweriya min kurdan li Rojava şaşiyeke stratejîk a mezin kir ku encamên wê ne tenê ji bo Rojava bû, encamên xirab ji bo Başûr jî hebûn û ji bo Rojhilat jî hebûn.

“Tirkiye dixwaze Mûsilê kontrol bike“

Piştî şerê li Rojava şîroveyek heye ku dibêjin dibe rewşa Başûr jî biguhere. Nêrîna we li ser vê çi ye?

Niha ew metirsî heye. Amerîka dixwaze wir jî navendî bike. Navendîkirin bi wê wateyê ye ku hikûmeta herêmê yan divê biçûk bibe, yan jî beşeke zêde ya hêzên xwe ji dest bide. Lê hikûmeta herêmê jî nikare. Ji ber ku ne yekgirtî ye. Eger hikûmeteke yekgirtî li herêmê hebûya, ew kar nedihat kirin. Ya rast ew e ku ne tenê Amerîka vî karî dike. Tirkiye jî li pişt e. Îhtîmaleke mezin, Tirkiye bi rastî bixwaze şert û mercek derkeve pêş ku wîlayeta Mûsilê û derdora wê bixe bin kontrola xwe. Amerîkaya Trump di warê stratejîk de xwedî fikreke gelek gelek qels e. Wek mînak, îraniyan di danûstandinan de kesên wisa şandibûn ku fikrên wan gelek baş bûn. Lê Amerîkayê kî şandibû? Jared Kushner şandibû bi (Steve) Witkoff re ku qet nizanin Rojhilata Navîn çi ye. Li Amerîkayê ew baskê rastgir ku Tom Barack jî wisa ye li ser kar e. Ew xwediyê nêrîneke nîjadperestane ye. Ew nîjadperestî wisa dibêje ku, demokrasî û wekhevî ji bo welatên Rojhilata Navîn nabe.

Dibêjin divê hikûmetên navendî yên otorîter li navendê ava bikin. Dixwazin vî tiştî li Sûriyeyê bikin. Heman karî dixwazin li Lubnanê bikin, heman karî dixwazin li Iraqê bikin û wisa dixwazin li Îranê jî bikin ku Îran bixwe xwedî hikûmeteke wisa otorîter e. Êdî ew projeya “Rojhilata Navîn a Nû” nema, niha divê projeyeke din deynin.

Li beramberî vê rewşê li Başûr kurd çi dikin?

Hêzên kurd li Başûr ne yekgirtî ne. Hêzên kurd li Başûr fikra wan a stratejîk nîne. Eger fikra wan a stratejîk hebûya, hêzên kurd li Başûr kontrola Kerkûkê nedidan tirkmenan. Kontrola Kerkûkê dan tirkmenan, anku qeder û kontrola Kerkûkê dan Tirkiyeyê.

Têkiliya YNK û Tirkiyeyê xirab bû.

Niha baş e.

Çima niha baş e?

Ji ber wê yekê ku Yekîtiya Nîştimanî ji ber hevrikiya bi Partî (PDK) û Hewlêrê re, çû nêzî Tirkiyeyê bû.

Lê belê berovajî têkiliya YNKyê ya PDK û Tirkiyeyê gelek baş bû.

Niha êdî ne wekî berê ye.

Çi guherî?

Ji ber ku rewşa li Iraqê derket pêş, Partî qels bû, hem di hikûmeta Bexdayê de hem jî li Kurdistanê qels bû. Niha YNK hem piştgiriya Îranê distîne hem jî piştgiriya Tirkiyeyê.

We li Başûr behsa rola Tirkiyeyê kir. Di dema şerê Îranê de Tirkiye xwediyê çi helwest û pozîsyonê bû?

Niha van rojan tiştek derket holê ku bi dîtina min mimkûn e rast be. Ew jî ew bû ku tê gotin Trump gotiye: “Heke me alîkarî neda kurdan, ji ber vê yekê bû ku Erdogan gef xwaribû, gotibû eger hûn wî karî bikin ez ê êrîşî Îsraîlê bikim.”

Bi şerê Îranê re gelek kesan êdî ev tişt bi dengekî bilind anî ziman. Li gorî kesên xwediyê vê nêrînê, wê Îsraîl û Tirkiye rojekê şerê hev bikin.

Ew îhtîmal hebû. Heta wê asta ku wan bitirsîne, Gotibû ez bi Îranê re na, bi Amerîkayê re şer nakim, lê belê êrîşî Îsraîlê dikim. Bi wê wateyê ku gava Îran ji Sûriyeyê derxînin, gava dixwazin Îranê ji Lubnanê derxînin, gava dixwazin Îranê ji Iraqê derxînin, ev hemû di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Tirkiyeyê li Sûriyeyê cihê Îranê tije kir. Eynî wî karî mimkûn e li Iraqê jî bike. Çimkî dixwazin Îranê ji Iraqê derxînin. Lê ev yek zehmet e, li Iraqê gelek zehmet e. Ji ber ku piranîya gelê Iraqê şîe ye û nifûza Îranê li wir heye. Nikarin vî karî bikin, bi zehmetiyeke mezin dikarin bikin. Wê şerekî mezin derkeve, Nexwe pirsgirêk ew e, vê carê Barzanî wekî berê nekarî bi asanî bi hêzên şîe re tifaqê bike, lê YNK kir. Ev e pirsgirêka esasî ye.

Rewşa gelê Îranê piştî şerê ji beriya şer baştir e yan xirabtivr e?

Gelek xirab bû. Vî şerî kirdebûna siyasî ya şoreşgeran û xelkê kêm kir. Berî şer, piştî Şoreşa Jîna Amînî, civaka sivîl li Îranê gelek radîkalîze bibû. Lê vî şerî ew yek gelek kêm kir. Niha xelk mijûlî pirsgirêkên ziyanên rojane ye. Anku bihabûn gelek zêde ye, xwarina nan, debara jiyanê gelek zehmet e. Di şert û mercekî wisa de, pratîka siyasî û kirdebûna siyasî ya xelkê kêm dibe. Vî şerî ev yek kêm kir.

Ji bo senaryoyên demên pêş ên li Rojhilata Navîn pêk bên, çi pêşbîniyên we hene?

Bi baweriya min li Rojhilata Navîn niha du hêzên esasî hene, yek Îsraîl e û ya din Îran e. Ez wisa difikirim ku bi van şert û mercên tê re derbas bûn û bi wê rewşa ku pêk hat û bi wê helwesta ku Tirkiyeyê, Misrê û yên din nîşan da, îhtîmala ku welatên Eerebî berê xwe bidin Îsraîlê û bibin endamê “Peymana Îbrahîm” gelekî kêm e. Gelek gelek kêm e. Ez difikirim ku welatên erebî dê hewl bidin zextê li Amerîkayê bikin û bibêjin “bi Îranê re li hev bike”, daku ewlekariyek li herêmê pêk bê û her wiha alîkariyê bikin ku guhertineke baştir li Îranê çêbibe. Da ku Îran aram bibe. Eger Îran aram bibe û neyê tehdîdkirin, wê demê ev herêm dikare bigihîje aramiyê.

“Kurd niha di rewşa xwe ya herî lawaz de ne“

Di vê senaryoyê de çi rol û pozîsyona kurdan heye? Çi dikeve para kurdan?

Di vê demê de, rewşa kurdan niha li Rojhilata Navîn ji her demê lawaztir û qelstir e. Di demekê de ku bîst sal berê dihat gotin ku wê “sedsala bîst û yekê bibe sedsala kurdan.” Lê sedsala bîst û yekê nebû sedsala kurdan. Wisa çêbû: Xeletiyên li Başûr gelek mezin bûn. Başûr nekarî hikûmeteke neteweyî ya yekgirtî ava bike. Li Başûr hikûmetek heye ku hikûmeteke eşîrî ye. Amerîka jî dizane, Tirkiye jî dizane, Îran jî dizane. Ew dizanin ku dijminatiya di navbera Barzanî û Talebanî de ji her tiştî zêdetir e. Başûr nekarîbû. Rojava jî, di wan şert û mercên ku derketin holê de nekarî çekan bi dest bixe. Rojhilat jî niha wisa ye. Kurd bi tenê, anku tenê kurd bixwe, nikarin karekî wisa bikin. Eger kar bikin, divê bi hêzên demokratîk ên Îranê re bikin. Lê ew jî ne amade ne hemû daxwazên kurdan qebûl bikin. Ji ber vê yekê divê kurd niha bi rastî di nêrîn û stratejiya xwe de vekolîneke stratejîk bikin.

Ew jî ev e ku niha derketiye holê, bi nêrîna min, stratejiya şerê çekdarî li Rojhilat rastî têkçûnê hat. Divê rêyeke din bigirin ber xwe, bizanibin ku dê çawa xwe kom bikin, çawa yekgirtinekê ava bikin û çawa bingeheke yekgirtinê di nav civaka sivîl a Kurdistanê de pêk bînin. Heqîqeta wê ew e ku eger guhertineke stratejîk li Kurdistana Rojhilat bê kirin, divê bêjin ku şerê çekdarî bi dawî bû. Ji ber ku şerê çekdarî stratejiyek e. Eger derfetên wê nemînin, ew stratejî nikare bidome. Niha ew derfet nemane.

Yek tiştekî din jî heye, niha teknolojiya leşkerî guheriye. Niha wek mînak li Bakur jî beşa herî zêde ya hêzên PKKyê di bin erdê de ne. Anku teknolojiya şer wisa ye. Niha Tirkiyeyê, nizanim çend hezar baregehên leşkerî hene. Gelek in. Ew baregeh hemû bi hev ve girêdayî ne. Ew şer şerê dronan e, şerê asmanî ye, ew şer ne şerê kalaşnîkovê ye. Lê şerê kurdan bi rastî şerê kalaşnîkovê ye. Ji ber wê, ji bo Rojhilat jî divê ev stratejî biguhere, anku divê tu bizanibî ku giraniya vê stratejiyê ji çiyê derbasî bajaran dibe. Anku ji çiyê diçe nav civaka sivîl. Lewma divê stratejiya kurdî fokusa xwe li ser wê yekê deyne ku çawa xwe li bajaran, li nava civaka sivîl bi cih bike. Baş e, kurd dibêjin hikûmeta Îranê hikûmeteke dîspotîk e, dikuje. Ev hemû rast in. Lê li çiyê man jî naçe ti cihî, li çiyê man nabe çareserî. Ev e. Dema ku stratejî tê guhertin, navenda kar û xebatê jî tê guhertin.

JinMap: Li Stenbolê li şaredariyan ji bo jinan piştgiriya bi Kurdî nîne

Ji 59 Navendên Şêwirmendiyê yên Jinan ên IBB û 39 şaredareyên navçeyan tenê li du navçeyan bi kurdî xizmetê didin jinan, ew jî sînordar e. Ji ber vê rewşê Komeleya Dema Jinan sepaneke mobile ya bi navê JinMapê amade kir.

JinMap

Komeleya Dema Jinan, ji bo alîkarî û piştgiriya jinên kurd ên li Stenbolê bike, sepaneke mobile ya bi navê JinMapê amade kir. JinMap, dixwaze jinên kurd ên li Stenbolê dijîn, dema pêwîstî pê çêbibe, xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bigihînin mekanîzmayên tundkariya li ser jinan dibe.

Di nexşeyê de diyar dibe ku bê ka li ku kîjan navend hene û xizmetên wan çi ne. Her weha jin dikarin bibînin bê ka li van navendan alîkarî û piştgiriya bi kurdî heye yan na.

Ji ber ku li Stenbolê ev mekanîzma bi zimanê dayikê nayê dayîn, komeleyê ev sepan amade kir.

Ji Komeleya Dema Jinan Derya Aslanê pêvajoya amadekirina JinMapê, armanc ê bikaranîna wê ji Niha+ê re vegot.

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Dema Jinan, Derya Aslan

Komeleya Dema Jinan, di sala 202an de ango di dema pandemiyê de vebûye. Komek jinên Kurd, bi armanca piştgirîdayîna jinên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn û nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî xwe bigihînin mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê, ev komele saz kiriye. Di nava wan de sosyolog, psîkolog, xebatkarên civakî, parêzer, doktor, hemşîre û rojnameger hene. Komele, di serî de tundî, li ser gelek mijarên ku eleqedarî jinan in, li gel atolyeyan gelek çalakiyan jî li dar dixin. Her wiha di bûyerên weke tundiya mêran de tevlî pêvajoyên şopandina dozan dibe, daxuyaniyên çapemeniyê pêk tîne û bi rêxistinên din ên jinan re çalakiyan organîze dike û beşdarî çalakiyan dibe.

“Piştgiriya bi kurdî ji bo jinan tune bû”

Ji endamên desteya rêveberiya komeleyê Derya Aslanê diyar kir û got, ji ber li Stenbolê saziyên ku piştgiriya kurdî didin jinan nînin, wan komele ava kiriye:

“Stenbol metropoleke mezin e ku gelek koçberên ji Kurdistanê lê hene. Li vir rewşeke wisa hebû ku gelek jinên kurd ên li vir dijîn nedikarîn xwe bigihînin mekanîzmayên tundiyê. Nebûna saziyên civaka sivîl ên ku xizmeta duzimanî didin, di qada tundiyê de bi awayekî profesyonel dixebitin û piştgiriya kurdî didin jinan, sedema bingehîn bû ku em xistin nava tevgerê. Di vê qadê de em li Stenbolê saziya yekane ne. Dema ku me rêveberiya xwe ava kir, em bi wan jinan re derketin rê ku hişmendiya wan a jinê bilind e, paradîgmaya jinan pejirandine û di qada tundiyê de dixebitin. Ji ber, îdiayeke me ya afirandina qadekê hebû ku jinên kurd bikaribin xwe lê rihetir hîs bikin, kurdbûna tîma me ji bo me gelek girîng bû.”

Aslanê destnîşan kir ku wan xwestiye zemînekê ji bo jinên li stenbolê pir tên bêdengkirin biafirînin û bikaribin li wir behsa xwe bikin û bikaribin bibêjin ‘saziyeke min a bi zimanê min diaxive û dixwaze bi min re xebateke kolektîf bimeşîne heye”. Her weha diyar kir ku dema wan komele ava kiriye ji ber, li ser tundî an jî mafên huqûqî dane û lîteratureke kurdî tune bû, wan materyalên xwe bi pisporên zimanê kurdî re amade kirine. Komple hemû xebatên xwe bi du zimanan dikin.

Li gorî zanyariyên Aslanê dan, di serlêdanan de ew dibînin ku tundiya hêzên ewlekariyê, tundiya civakî, zexta ziman an jî tundiya dîjîtal gelek zêde ne. Wê qala girîngiya piştgirîdayîna bi kurdî ya ji bo jinan kir, ji ber ku dema van pêvajoyan dişopînin di darazê de, di nava hêzên ewlekariyê de an jî di jiyana rojane de rastî bertekeke mezin a li hemberî bikaranîna kurdî tên:

“Dema dayikek dixwaze mafê keça xwe ya hatiye qetilkirin bi kurdî biparêze, ji aliyê heyetê ve tê bêdengkirin û jê re tê gotin ‘Li vir zimanek tenê heye, ew jî tirkî ye. Em nikarin parastina te bi vî rengî bigirin’, ev yek mînakeke şênber a wê tundiya darazê ye ku em dijîn.”

Di şaredariyan de xizmeta bi kurdî tune ye

Komeleya Dema Jinan bi armanca şopandina polîtîkayên zimanê zikmakî yên rêveberiyên herêmî yên li Stenbolê lêkolîneke berfireh dimeşîne. Di encama vê xebatê de diyar dibe ku ji 59 Navendên Şêwirmendiya Jinan ên li 39 navçeyan tenê li diduyan xizmeta bi kurdî tê dayîn:

“Ji ber ku stargeha me tune ye, em neçar dimînin daxwazên piştgiriya civakî an jî yên stargehê yên ji me re tên, beralî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) an jî şaredariyên navçeyan bikin. Lê belê, daneyên fermî yên ku me di pêvajoya şopandinê de bi zehmetî bi dest xistin, nîşan da ku rewş gelek xirab e. Me planên çalakiya wekheviyê û belgeyên vîzyonê yên 59 Navendên Şêwirmendiya Jinan ên li 39 navçeyên Stenbolê nihêrî. Me dît ku derbarê xizmeta pirzimanî de tu îdiayên wan tune ne. Li bajarekî ku bi milyonan kurd lê dijîn, ji van 59 navendan tenê didu, Avcilar û Baxcilar, piştgiriyê bi kurdî didin. Her çend xeta ‘Alo Şiddet’ (Alo Tundî) ya ÎBByê îdia bike ku ew piştgiriya bi kurdî dide jî, gava ez bi xwe lê geriyam, min dît ku xizmeteke wiha tune ye û polîtîkayeke wan a baş ji bo jinên rastî tundiya piralî tên, tune ye.”

5 şaredarî hatin diyarkirin

JinMap

Ji ber ku di daneyên fermî de derbarê nifûsa kurdan de agahî tune ne, Komeleya Dema Jinan, ji lêkolînên saziyên civaka sivîl û şîrketên lêkolînê derdixe ku li Stenbolê herî kêm milyonek jinên kurd dijîn. Ji ber ku ÎBB û ji 39 şaredariyên navçeyan tenê du şaredarî xizmeta kurdî didin û ev hejmar nikare pêdiviya jinên kurd pêşwazî bike, ew biryarê digirin ku zincîreyek hevdîtinan pêk bînin:

“Piştî van tesbîtan, me analîza daneyanya me amade kiribû, bi xwe pêşkêşî şaredariyên Arnavutkoy, Beyoglu, Avcilar, Sancaktepe, Ataşehîr û ÎBByê kir ku nifûsa kurdan li van deran zêde ye. Me pêşniyarên polîtîkayên şênber ragihandin, wekî; li navendên şêwirmendiya jinan karkirina personelên pispor ên ku bi kurdî dizanin, peydakirina piştgiriya wergêran a ku 7/24 mirov dikare xwe bigihînê, dayîna perwerdeyên xizmeta bi zimanê zikmakî û amadekirina broşurên kurdî yên derbarê stargehan de. Her wiha me destnîşan kir ku qeydnekirina daneyên tundiyê yên derbarê jinên penaber an jî jinên kurd ên ji nasnameyên cuda yên etnîkî de pirsgirêkeke mezin e û me daxwaz kir ku ev dane werin qeydkirin.”

“Nebûna ziman sedema tundiya piralî ye”

Derya Aslanê got, “Dema ku jin hewl dide ji mekanîzmaya tundiyê derkeve, nebikarîna axaftina bi zimanê xwe, wê di saziyên dewletê de rastî tundiya piralî tîne û travmayê dubare dike.” Li gorî wê li edliyeyan piştgiriya wergêr ji bo vê yekê têr nake:

“Wergêr hebe jî gelek notên çewt tên girtin, çîrok vediguhere tiştekî din û jin nikare mafê xwe biparêze. Li nexweşxane û saziyên ewlekariyê qet wergêr tune ne. Jina ku diçe qereqolê, ji ber ku nikare derdê xwe vebêje, tê îknakirin û dubare tê şandin malê. Fatma Altinmakas a ku ji ber nekarî bi kurdî îfadeyê bide hat şandin malê û hat qetilkirin, mînaka herî bi êş a vê yekê ye. Çîrokên jinên ku dibêjin ‘Dema ez bi kurdî diaxivim ez ez im, lê gava min alîkarî xwest ji min hat payîn ku ez zimanê xwe ji bîr bikim. Ji bo başbûna min pêdiviya min bi kurdî hebû’, bi eşkereyî nîşan dide ku wergêr bi tenê têr nake, pêdiviya jinan bi mekanîzmayên serbixwe heye ku bikaribin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Dema ev yek bi polîtîkayên desthilatdariyê yên malbat-navendî ku jinê ji qada giştî dikişîne û mehkûmî malê dike re dibe yek, jin bêçare dimînin û neçar dimînin vegerin wî cihê lê rastî tundiyê hatine. Asta ziman, bi serê xwe tundiyeke nû diafirîne.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.