Bi dawîhatina rêveberiya Orbán re, serdemeke nû li Macaristanê dest pê kir. Lê belê bêdengiya Péter Magyar û Partiya Tisza ya ku di hilbijartinan de piraniya dengan bi dest xist, derbarê mafên LGBTI+yan de bûye sedema nîqaşan. Berdevka Budapeşt Prideê Johanna Majercsik got: ‘Daxwaza me ya herî lezgîn, vegerandina mafê kombûn û meşê ye.

Di hilbijartinên giştî yên 12ê Nîsanê de ku li Macaristanê hatin kirin, partiya rastgira tundrew Fidesz (Yekîtiya Hemwelatiyên Macar) a Viktor Orbán ku 16 sal in desthilatdar bû, hêza xwe winda kir. Péter Magyar û partiya wî TISZA (Partiya Rêz û Azadiyê) ku di destpêkê de nêzî Orbán bûn lê paşê ji Fideszê veqetiyan û bi serkeftineke mezin ji hilbijartinê derketin.
Li gorî encamên hilbijartinê, TISZAyê di parlementoya ku ji 199 endaman pêk tê de 138 kursî bi dest xistin. Bi 133 kursiyan TISZA bi tena serê xwe dikare destûra bingehîn biguhere.
Viktor Orbán ê ku heta têkçûna di hilbijartinên Nîsana 2026an de 16 salan Serokwezîrtiya Macaristanê kir, bi pêkanîna gelek yasa û polîtîkayên li dijî civaka LGBTI+yan ketibû rojevê.
Budapeşt Pride: “Meseleya herî lezgîn vegerandina mafê kombûnê ye”
Berdevka Budapeşt Pride Johanna Majercsik, piştî hilbijartinên Macaristanê daxwazên Budapeşt Prideê ragihand. Majercsik, hilweşîna desthilata 16 salî ya Viktor Orbán wekî rêyeke ku ber bi dewleta hiqûqê ve diçe pênase kir: “Bêyî mafên mirovan ku mafên LGBTQ+yan jî di nav de, demokrasiyeke adil û durust pêk nayê.”
Majercsik destnîşan kir ku bi piraniya sê parên ji du (2/3), hemû yasayên dijî LGBTI+yan ku ji aliyê hikûmeta Orbán ve hatine derxistin dikarin bên betalkirin:
‘Meseleya herî lezgîn, vegerandina mafê kombûn û xwepêşandanê ye. Ji ber ku em ê di 27ê Hezîranê de Meşa Rûmetê ya Budapeştê li dar bixin, ev rewş xwedî lezgîniyeke taybet e. Lê ji xeynî vê, hikûmeta berê gelek yasayên dijî kuiran derxistibûn û di destûra bingehîn de bi cih kiribûn. Piraniya van yasayan jî dikarin bên betalkirin”
“Em helwesta Magyar a derbarê mafên LGBTQ+yan de nizanin”
“Majercsik diyar kir ku di bernameya Partiya TISZAyê ya Péter Magyar de qet behsa civaka LGBTI+yan nayê kirin:
‘Di axaftinên xwe yên ji bo raya giştî de û wekî ku di civîna çapemeniyê ya navneteweyî ya 13ê Nîsanê de got, îfadeyên pir nezelal bikar tîne; dibêje: ‘Heta ku yasayan binpê nekin, her kes di hezkirina kesê/a ku dixwaze de azad e.’ Mixabin ji van gotinan nayê fêmkirin ka niyeta wî heye ku ji bo zewaca cotên hevzayend û mafê zarok-xwedîkirinê rêziknameyeke yasayî çêbike yan na. Her wiha, em der barê helwesta wî ya li ser guhertina nav û zayenda yasayî de jî tu tiştî nizanin.’
Majercsik destnîşan kir ku civaka LGBTI+ ya li Macaristanê niha di heman demê de tirs, rihetbûn, bêbawerî û hêviyê hîs dike. Sedemên van hestên tevlîhev jî wisa rêz kirin:
‘Di bernameya Partiya TISZAyê de behsa civaka LGBTQ+ nayê kirin, Péter Magyar di vê mijarê de nezelal dipeyive, her wiha sala par dema Viktor Orbán dixwest meşên Onurê qedexe bike, Magyar di wê demê de bêdeng mabû û dengê xwe ji bo LGBTQ+yan bilind nekiribû.
Tehamula mirovan êdî nema”
“Majercsik diyar kir ku sala par zêdetirî 300.000 kesî beşdarî Meşa Rûmetê ya li Budapeştê bûn; gava mirov vê bi hejmara 35.000 beşdarên meşên berê re bide ber hev, ev wekî rekora hemû deman tê hesibandin. Majercsik destnîşan kir ku hejmara beşdarên sala par bi awayekî zelal nîşan dide ku êdî tehamula mirovan li hemberî binpêkirina mafên wan nema ye:
Di sala 2025an de gel peyameke zelal da desthilatdaran ku êdî ew ê destûrê nedin hejandina mafên xwe yên bingehîn û îlan kirin ku mafê kombûnê aîdî her kesî ye. Meşa Rûmetê ya sala par, di rûxandina rejîma Orbán de roleke krîtîk lîst: Ew yek ji çalakiyên sereke bû ku mirov bi hejmareke pir mezin hatin cem hev da ku bibêjin êdî bes e û daxwaza guhertinê bikin.