Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê, ew qada herî mezin û bi prestîj a futbolê ye ku bi milyonan mirovên ji çar aliyê cîhanê tîne cem hev. Ev rêxistina mezin a ku di sala 1930an de dest pê kiriye û ji xeynî Şerê Cîhanê yê Duyemîn her çar salan carekê tê lidarxistin; ne tenê bi şampiyoniyan, her weha bi trajediyên li qadan rû dane, bi golên nayên jibîrkirin, rasthatinên balkêş û bi skandalên ku arasteya dîroka futbolê guhertine, tije ye.

Kaptanê tîma netewî yê Arjantînê Maradona, kûpaya şampinoyayê hildigire, 1986
Kûpaya Cîhanê ya ku îsal wê ji bo 23yemîn car bê lidarxistin, 11ê Hezîranê dest pê dike. Maçên îsal wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Kanada û Meksîkayê werin lîstin.
Di vê turnuvaya herî bi prestîj a futbola cîhanê de, wê serketiyê kûpayê di fînala 19ê Tîrmehê de diyar bibe. Kûpaya Cîhanê ya 2026an, berevajî turnuvaya çar sal berê ya li Qeterê ku 32 tîm beşdar bibûn, bi beşdariya 48 welatan wê bibe rêxistina herî berfireh a heta niha.
Li her sê welatan di 16 stadyuman de wê bi giştî 104 maç werin lîstin. Turnuva wê li 16 bajaran pêk bê; ji van 11 li DYAyê, sê li Meksîkayê û du jî li Kanadayê ne. Turnuvaya ku wê di navbera 11ê Hezîranê û 19ê Tîrmehê de bê lîstin, wê 39 rojan dewam bike û bi vî awayî wê bibe rêxistina herî dirêj di dîroka Kûpaya Cîhanê de.
Turnuvayên 2022yan 29 roj, yên 2014 û 2018an jî 32 rojan dewam kiribûn. Di qonaxa koman de ji 72 maçan 35 maç wê li gorî saeta Tirkiyeyê di navbera 02.00 û 07.00an de werin lîstin.
Her weha 12 maçên koman jî wê li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 22.00an de werin lîstin. Vê havînê çar welat wê yekem car di Kûpaya Cîhanê de cih bigirin.
Curaçaoya ji Karîbîpyanê, wê bibe welatê herî biçûk ê di dîroka turnuvayê de. Ew bi Almanya, Peravên Diranfîlê û Ekvadorê re di heman komê de ne. Ev girava ku 60 kîlometre dûrî peravên Venezuelayê ye, di sala 2010an de di nava Keyaniya Holandayê de statuya welatbûnê wergirt.
Destpêkirina şampiyonayê
Fikra Kûpaya Cîhanê, bi hewldanên Serokê FIFAyê yê wê demê Jules Rimet ket meriyetê. Ev yek, bi fikra Rimet a “rêxistineke futbolê ku hemû tîmên cîhanê bikaribin beşdar bibin û ji Olimpiyatan serbixwe be” dest pê kir û hat biryardayîn ku 2 sal piştî Olimpiyatên Holandayê yên 1928an, li Uruguayê were lîstin.
Di sala destpêkê de mafê her welatekî girêdayî FIFAyê hebû ku beşdar bibe. Lê ji Ewropayê tenê 4 û bi giştî jî 13 tîm beşdar bûn; welatên din ên Ewropayê bi hinceta dûrî û aboriyê nekarîn biçin. Ji ber vê jî tûra palaftinê çênebû. Mêvandar Uruguayê, Arjantîn 4-2 têk bir û kûpa qezenc kir. Atmosfera maçê gelekî aloz bû. Hakem, berî maçê ewlehiya canê xwe xwest û piştî ku ev yek pêk hat, wî qebûl kir maçê bi rê ve bibe.

Jules Rimet
Herdu turnuvayên piştre li Îtalya û Fransayê hatin lidarxistin û di herduyan de jî Îtalya bi ser ket. Turnuvaya 1934an, bi beşdariya Misirê bû yekemîn turnuva ku welatekî Afrîkî tê de cih girt.
Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ku bi milyaran mirovên ji çar aliyê cîhanê li dora gogekê dicivîne, ne tenê rêxistineke sporê ye, di heman demê de neynika dîroka siyasî û civakî ya sedsalên 20 û 21ê ye.
Di bin siya şer û siyasetê de
Salên destpêkê yên Kûpaya Cîhanê, ji atmosfera siyasî ya aloz a wê demê ne qut bûn. Kûpaya ku di 1934an de li Îtalyayê hat lidarxistin, veguherî qada pesndayîna siyaseta faşîzan. Uruguayê jî Ewropiyên ku nehatibûn turnuvaya berê boykot kir û tev li turnuvayê nebû. Di 1938an de turnuvaya li Fransayê di bin dengê pêlavên şer ê ku nêzîk dibû de hat lîstin. Bi dagirkirina Awusturyayê ya ji aliyê Hîtler ve, hejmara tîmên di turnuvayê de daket 15an. Ji ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di salên 1942 û 1946an de ev rêxistin nehat lidarxistin.
Yek ji wan demên herî balkêş ku siyaset daket qadê, di 1978an de li Arjantînê pêk hat. Di turnuvaya ku veguherîbû amûra propagandaya rejîma cuntayê de, demek dirêj hat axaftin ku efsaneyê Holandî Johan Cruyff ji bo şermezarkirina rewşa siyasî tev li kûpayê nebûye. Lê wî paşê eşkere kir ku ji ber hewldaneke revandinê ya li dijî malbata wî ew neçûye.
Di 1982yan de jî Serokê Federasyona Futbolê ya Kuweytê Şêx El Sabah, ji bo îtîrazkirina gola Fransayê daket qadê û gola wan bi hakem da betalkirin; bi vî rengî ew derbasî dîroka turnuvayê bû.
Trajediyên nayên jibîrkirin
Kêliyên herî dramatîk ên dîroka futbolê jî li ser vê dika hanê hatin nivîsandin. Di 1950yî de li Stadyuma Maracanã ya Brezîlyayê, li ber çavên nêzî 200 hezar temaşevanan gihîştina şampiyoniya Uruguayê, bû sedem ku li welatê mêvandar Brezîlyayê kesek dawî li jiyana xwe bîne û 3 kes jî krîza dil derbas bikin. Ev bûyer bi navê “Maracanazo” (Karesata Maracanayê) kete dîrokê.
Lê yek ji bûyerên herî bi êş piştî Kûpaya Cîhanê ya 1994an a DYA’yê rû da. Andres Escobar ê ku bi avêtina golê ya qeleya xwe bû sedema têkçûna Kolombiyayê, piştî vegeriya welatê xwe hat kuştin û vî tiştî cîhana futbolê bi kûrahî hejand.
Pêşhateyeke din a hejîner jî ew bû ku di 2014an de mêvandar Brezîlyayê, di nîvfînala ku li ber çavên temaşevanên xwe lîst de, 7-1 li hemberî Almanyayê têk çû û yek ji şokên herî giran ên dîroka kûpayê derbas kir.
Zayîna efsaneyan
Kûpaya Cîhanê, rêgezên futbolê û stêrkên wê ji nû ve afirandin. Di 1958an de Brezîlyayî Pele yê ku hîn 17 salî bû derket qadê û dîroka futbolê guhert. Di 1974an de Holandaya bi pêşengiya Johan Cruyff bi “Futbola Total” lîstik ji nû ve pênase kir. Di 1986an de jî Diego Armando Maradona, bi du golên ku avêtin Îngiltereyê mohra xwe li maçê xist. Yek ji wan gola wî ya bi fêlbazî avêtibû ango “Destê Xwedê” bû; ya din jî “Gola Sedsalê” bû ku wî ji nîvê qadê herkes çelîm kiribû û avêtibû.
Tiştên ku qaîdeyên futbolê guhertin
Geşedana futbolê ya di nava demê de, yekser bandor li turnuvayên Kûpaya Cîhanê jî kir. Rêxistin yekem car di 1954an de di televizyonê de hat weşandin. Di 1970yî de jî maç yekem car zindî û bi rengîn derketin ser ekranan. Guhertina lîstikvanan û bikaranîna kartên zer û sor, yekem car di turnuvaya Meksîkayê ya 1970yî de hatin bikaranîn. Karta sor a yekem di dîroka Kûpaya Cîhanê de, di sala 1974an de ji aliyê hakemê ji Tirkiyeyê Doğan Babacan ve, ji lîstikvanê Şîliyî Carlos Caszely re hat nîşandan.
Skandal
Di 1966an de berî turnuvaya li Îngiltereyê Kûpaya Jules Rimet hat dizîn. Kûpaya zêrîn çend roj bi şûn de li parkekê, ji aliyê kûçikê bi navê Pickles ve di nava rojnameyan de pêçandî hat dîtin.
Di 2006an de stêrka Fransayê Zinedine Zidane, di maça kariyera xwe ya dawî de (fînala Kûpaya Cîhanê) serî li lîstikvanê Îtalyan Marco Materazzi xist û bi qerta sor ji qadê derket. Di heman salê de maça di navbera Portekîz û Holandayê de hat lîstin ku tê de bi tevahî 16 qertên zer û 4 qertên sor hatin derxistin, weke maça herî tund a dîroka kûpayê derbasî qeydan bû.
Înada futbola pêxwas
Dîroka Kûpaya Cîhanê ne tenê dîroka yên beşdar bûne, di heman demê de dîroka wan kesan e jî ku ji ber sedemên balkêş nekarîne beşdar bibin. Tevî ku Hîndistanê mafê beşdarbûna turnuvaya sala 1950yan a li Brezîlyayê bi dest xistibû jî, ji ber ku daxwaza wan a bi pênxasî (lingên tazî) derketina maçan ji aliyê FIFAyê ve hat redkirin, wan biryara vekişîna ji turnuvayê da.
“Şerê 100 saetî”
Yek ji isbatên herî bi êş e ku futbol ne tenê lîstikek e… Bûyerên ku di maçên di navbera Honduras û El Salvadorê de di dema palaftinên Kûpaya Cîhanê ya Meksîkayê (1970) de rû dan, ji kontrolê derketin. Alozî ewqasî bilind bû ku, bi tevlîbûna artêşan re, di navbera herdu welatan de 100 saetan pevçûnên germ (çekdarî) qewimîn.
“Îtalyan nikarin têkevinê”
Turnuvaya 1962yan ku Şîliyê mêvandariya wê dikir, bû qada tundiyeke bêhempa. Tenê di 12 maçên destpêkê yên kûpayê de tam 37 futbolvan seqet bûn. Bi taybetî piştî maça di navbera mêvandar Şîlî û Îtalyayê de ku bi faulên sert derbas bû, krîz derbasî kolanan bû; esnafên li Şîliyê li ser camên dikanên xwe tabloyên “Îtalyan nikarin têkevinê” daliqandin.
Trajediya Cezayîrê
Li Spanyayê sala 1982yan, yek ji maçên dîroka Kûpaya Cîhanê ku herî zêde hat nîqaşkirin û bû sedema guherîna rêgezê hat lîstin. Almanyaya Rojava û Awusturya, di maçên xwe yên dawî yên komê de hatin hemberî hev. Serketina Almanan a 1-0 herdu tîman bi hev re ji komê derdixist û Cezayîra ku heman pûanê wê hebû ji turnuvayê diavêt. Gava maç tam bi vî skorî bi dawî bû, aliyê Cezayîrê bi mafdarî îtîraza şîkeyê (fêlbaziyê) kir, lê encam neguherî.
Lîstikvanê ku rutbeya “General”iyê wergirt
Di Kûpaya Cîhanê ya 1990î ya li Îtalyayê de, Kamerun weke yekemîn welatê Afrîkayê yê ku derket çaryek fînalê dîrok nivîsand. Yek ji mîmarên vê serketinê Roger Milla yê 38 salî, piştî herdu golên ku avêtin Romanyayê, li welatê xwe bi rengekî gelekî balkêş hat onorekirin û rutbeya “General”iyê dan wî.
Heta roja îro 22 turnuva hatin lidarxistin û tenê 8 welatên cuda karîn şabûna şampiyoniyê bijîn. Brezîlya (5), Îtalya û Almanya (her yek 4) dikişînin pêş; Arjantîn (3), Fransa û Uruguay (her yek 2), Îngiltere û Spanya jî her yek carekê kûpaya herî mezin a futbolê birin muzeyên xwe.
Amarên Kûpaya Cîhanê
Kûpaya Cîhanê ya 2026an – Formata Nû û Kom
- Mêvandar: DYA, Kanada, Meksîka
- Hejmara Tîman: 48 (Di Dîrokê De Yekem Car)
- Hejmara Koman: 12 Kom (Ji A’yê heta L’yê çar tîm)
- Tevahiya Hejmara Maçan: 104 Maç
Yekemînên Di Dîrokê De û Rekorên Tîman
- Yekemîn Kûpaya Cîhanê1930 (Uruguay)
- Yekemîn MaçFransa 4-1 Meksîka (13ê Tîrmeha 1930an)
- Yekemîn GolLucien Laurent (Fransa)
- Yekemîn ŞampiyonUruguay
- Yekemîn Qerta SorCarlos Caszely / Şîlî (1974 – Hakem: Doğan Babacan)
- Yekemîn Fînala bi Penaltiyan Bi Dawî BûyîBrezîlya 3-2 Îtalya (1994)
- Yekemîn Mêvandariya HevparJaponya û Koreya Başûr (2002)
| Kategorî | Xwediyê Rekorê | Amar |
|---|---|---|
| Tevahiya Hejmara Turnuvayan | Dîroka Kûpaya Cîhanê | 22 Turnuva |
| Welatê Herî Zêde Qezenc Kiriye | Brezîlya | 5 Caran |
| Tîma Herî Zêde Maç Qezenc Kiriye | Brezîlya | 70 Serketin |
| Welatê Herî Zêde Gol Avêtiye | Brezîlya | 229 Gol |
| Maça Bi Temaşevanên Herî Zêde | Brezîlya – Uruguay (1950) | Bi Texmînî +200.000 Kes |
| Maça Herî Bi Gol | Awusturya – Swîsre (1954) | Awusturya 7-5 Swîsre (12 Gol) |
| Welatê Herî Zêde Binketî | Meksîka | 25 Binketin |
| Tîma Herî Zêde Wekhev Maye | Îtalya | 21 Wekhevî |
| Welatê Herî Kêm Derketiye Maçan | Endonezya | Tenê 1 Turnuva (1938) |
Hejmarên Efsaneyan (Rekorên Kesane)
| Kategorî | Futbolvan | Rekora Hatiye Şikandin |
|---|---|---|
| Lîstikvanê Herî Zêde Derketiye Maçan | Lionel Messi (Arjantîn) | 26 Maç |
| Lîstikvanê Herî Zêde Gol Avêtiye (Bi Giştî) | Miroslav Klose (Almanya) | 16 Gol |
| Di Turnuvayekê De Yê Herî Zêde Gol Avêtiye | Just Fontaine (Fransa) | 13 Gol (1958) |
| Di Maçekê De Yê Herî Zêde Gol Avêtiye | Oleg Salenko (Rûsya) | 5 Gol (1994, li hemberî Kamerunê) |
| Gola Herî Lezgîn | Hakan Şükür (Tirkiye) | 10.8 Çirke (2002) |
| Lîstikvanê Herî Temenmezin | Essam El Hadary (Misir) | 45 Sal û 161 Roj (2018) |
| Lîstikvanê Herî Ciwan | Norman Whiteside (Îrlandaya Bakur) | 17 Sal û 41 Roj (1982) |
| Lîstikvanê Herî Ciwan ê Di Fînalê De Gol Avêtiye | Pele (Brezîlya) | 17 Salî (1958) |
| Qerta Sor a Herî Lezgîn | Jose Batista (Uruguay) | Çirkeya 56emîn (1986) |