Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ku di şerê dawî de DYA û Îsraîl di warê leşkerî de, lê Îran di warê stratejîk de bi ser ketiye. Valî her weha ji bo siyaseta kurdan got: “Sedsala 21ê nebû sedsala kurdan, serdema şerê çekdarî qediya. Divê kurd berê xwe bidin civaka sivîl.”

Foto: Niha+
Her çend di 17ê Hezîrana 2026an de DYA û Îran gihîştin rêkeftinekê ku li hev bikin, êrîş û pirsgirêkên ji ber şer rû dane, berdewam dike. Bi taybet jî ji ber rewşa Tengava Hurmuzê gelek caran şer û pevçûn rû didin û piştî vê rewşê Serokê DYAyê Donald Trump sefan li Îranê dixwe ku wan ji nav bibe.
Ev rewşa ku di 28ê Sibata 2026an de bi êrîşa Îsraîl û DYAyê ya li dijî Îranê dest pê kir, ne tenê li Îranê her weha hevsengiya li Rojhilata Navîn û welatên Kendavê jî guherand.
Di dema şer de Îsraîl û DYAyê êrîşî Îranê dikir û Îranê jî li beramberî wê êrîşî Qeter, Kuweyt, Erebistana Siûdiyê, baregehên DYAyê yên li Iraqê û çendîn welatên dikir.
Her weha hêzên kurdî yên Rojhilat ên baregehên wan li Herêma Kurdistanê bûn, di bin bombebarana Îranê de man.
Rêkeftina di navbera Îran û DYAyê de herî zêde balê dikişîne ser Tengava Hurmuzê. Li gorî şîroveyan ji ber vê rewşa Hurmuzê, DYA neçar maye ku li hev bike.
Prof. Dr. Abbas Valî jî balê dikişîne ser vê rewşê. Li gorî Valî di encama şer d e DYA û Îsraîl di warê leşkerî de bi ser ketin, lê di warê stratejîk û siyasî de Îran bi ser ket.
Abbas Valî rewşa kurdan a li Îranê jî nirxand û destnîşan kir ku “Di nava opozîsyona Îranê de, tenê hêza ku çekdar e û dikare çek bi kar bîne, opozîsyona Kurdî ye.”
Derbarê Abbas Valî de
Prof. Abbas Valî, teorîsyenekî siyasî yê kurd e ku ji Mehabada Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) ye û yek ji lêkolînerên herî pêşeng ên li ser nasname û neteweperweriya kurdî ye. Wî xwendina xwe li Tehran û Londonê kiriye û doktoraya xwe di beşa Sosyolojiya Dîrokî de ji Zanîngeha Londonê wergirtiye. Piştre li Zanîngeha Swanseayê û Zanîngeha Boğaziçiyê ya li Stenbolê ders dane. Her wiha ew serokê damezrîner ê Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê bû. Di nav berhemên wî de pirtûkên bi navê Essays on the Origins of Kurdish Nationalism (Gotarên li ser Kokên Neteweperweriya Kurdî) û Kurds and the State in Iran: The Making of Kurdish Identity (Kurd û Dewlet li Îranê: Afirandina Nasnameya Kurdî) cih digirin.
Piştî Îsraîl û DYAyê ya li ser Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû û di encama çendîn hevdîtinan roja 17ê Gulanê bi rêkeftinekê derbasî qonaxeke din bû. Dema em li naverok û dema peymanê dinêrin, gelo aliyên şer neçar bûn ku li hev bikin?
Ew ne peyman e. Bi zimanê Îngilîzî jê re dibêjin Memorandum of Understanding, ango hevtêgihiştin û lihevkirin. Wekî din ew ne peyman yan lihevkirineke fermî ye. Ew pevguhertina nameyan e. Nameyekê dinivîsin û îmze dikin, ew jî îmze dikin û dişînin, ya ku me xwend ev bû. Li vir hevtêgihiştin hebû. Li vir divê ez bibêjim ku her du alî, Amerîka û Îran, her çend di warê siyaseta derve de zexteke kêmtir li ser wan hebe jî, di warê siyaseta navxweyî de zexteke mezin li ser wan hebû.
Heke em behsa Îranê bikin, li Îranê qeyraneke sîstemî heye. Hem aborî, hem civakî, hem çandî û hem jî darayî. Lê pirsgirêka bingehîn û qeyrana sereke, qeyrana aborî û darayî ye. Pereyê wê tuneye, hikûmet hema bêje îflas kiriye û têk çûye. Loma pêwîstiya wan bi vê yekê hebû. Ji ber vê qeyrana aborî û darayî, Îranê nedikarî beşeke mezin a siyaseta ku jê re dibêjin Biopolitics ango siyaseta jiyana xelkê îdare bike. Ji ber ku pere û derfetên wê yên aborî tunebûn. Ev jî beşeke bingehîn bû, çimkî ditirsiya ku heke nikaribe di demdirêjiyê de vê yekê îdare bike, îhtîmaleke mezin hebû ku li navxwe serhildaneke din jî rû bide. Ji ber ku serhildana meha Çileyê pir mezin bû. Ev yek.
Diyar e Îran tûşî şerekî bibû, ketibû wî şerî lê beşeke mezin a bernameyên leşkerî, ewlehî û aborî yên Îranê têk çûbûn û hilweşiyabûn. Nedikarî bi vî rengî berdewam bike. Lê belê rewşa ketina Îranê ya nav vî şerî û dema sekinîna şer ji hev gelekî cuda bûn. Dema Îran ket şer merc cuda bûn, lê niha cuda ne. Sedema vê jî du tişt bûn. Yekem, Îranê karîbû berxwedanê bike. Berxwedan û parastineke mezin kir. Bêguman zirareke mezin jî dît. Gelek dever wêran bûn, pirên wan hilweşiyan, fabrîqe û kargeh têk çûn, lê berxwedana xwe kir.
Ya duyem jî ew bû ku Îranê di vî şerî de karîbû Tengava Hurmuzê bigire. Bi vê pêngavê, hesabên şer guherand. Anku ew hevtêgihiştina ku niha heye, li ser pirsgirêka bingehîn a vekirina Tengava Hurmuzê ye. Ev mesele beriya şer tunebû. Di dema şer de derket holê. Xaleke din jî ev e ku Amerîka dixwaze Îran qebûl bike û soz bide dê çeka etomî ango nukleerî çêneke. Ji xwe Îranê ji serî de wiha gotiye. Gotiye em nakin. Di serdema Obama de jî dema peymana wan hebû, Îranê qebûl kiribû ku parzûnkirina, dewlemendkirina uranyumê li dor %3.5ê be, anku ji %4ê kêmtir be. Lê dema di sala 2018an de Trump hat, ew rewş guherand, peyman xera kir û ya hikûmeta Obama têk bir. Wê demê Îranê dest bi parzûnkirina uranyumê kir. Heta ku gihand %60-65ê. Ev jî pir nêzîkî çêkirina bombeya etomî ye.
Niha Amerîka dixwaze ku ew uranyuma parzûnkirî ya nêzî 400-450 kîloyî ye, yan were jinavbirin, yan xestiya wê ango tîrbûna wê were kêmkirin. Yan jî wê bidin Rûsyayê an jî welatekî wek Fransayê daku ew vî karî bikin. Îran jî dibêje ev niha ne di destê min de ye. Ew di nav wan cihan de ye ku hatine bombekirin û heke were derxistin jî em nadin ku bibin derve, em ê bi xwe li vir çareser bikin. Ev gotina Îranê ye.

Prof. Dr. Abbas Valî, Foto: Niha+
Gotina DYAyê çi ye?
Amerîka di pileya yekem de dixwaze ku Tengava Hurmuzê were vekirin. Ji ber ku zexteke mezin li ser Amerîkayê heye. Nirxê petrolê zêde bûye, nirxê xurekê zêde bûye. Ne tenê li Amerîkayê, li Ewropa û her derê, heta li Tirkiyeyê jî nirxê benzînê û bilêtên balafiran biha bûne. Ev hemû biha bûn.
Ew dixwazin ev der were vekirin. Ya duyem jî dixwazin Îran qebûl bike ku dest ji parzûnkirina uranyumê berde, mesele ev e. Lê belê li ser Amerîkayê bi xwe jî zexteke mezin heye. Heke tê bîra we, dema Trump hat ser desthilatê, got “Ez ê bibim serokkomarekî ku şer nake”. Lê şerek da destpêkirin ku niha jî bi rengekî berdewam dike. Ji aliyekî din ve, ew şerê ku Trump kir, ji aliyê pêwîstiyên siyaseta Amerîkayê ve ne hewce bû. Lê beşeke mezin a wî şerî bi handana Îsraîlê bû, Îsraîlê ew neçar kir.
“İsrailê dixwest şer berfireh bibe“
Îsraîlê çi dixwest?
Dema ew şer dest pê kir, armancên Amerîka û Îsraîlê cuda bûn. Amerîkayê dixwest derbeyekê li Îranê bide, di warê leşkerî de wê qels bike û wê neçar bike ku şert û mercên Amerîkayê qebûl bike. Amerîkayê nedixwest rejîma Îranê were guherandin. Amerîkayê nedixwest şerekî demdirêj bi Îranê re bike, yan jî Îran wêran bibe û ji nav biçe. Ji ber ku berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê ji yên Îsraîlê gelekî cuda bûn. Amerîka li Rojhilata Navîn hêzeke mezin a herêmî ye. Li wir tenê mesele Îran nîne, di heman demê de divê berjewendiyên welatên erebî jî li ber çavan bigire.
Berjewendiyên welatên Erebî wek Misir, Erebistana Siûdî, Qeter û yên din. Îranê jî ev yek dizanibû, loma siyaseta Îranê di bingeh de ew bû ku dizanibû Amerîka şerekî sînordar dixwaze lê wê jî dixwest şer berfireh bike.

Kendava Hurmuzê, Foto: Wikipedia
Encama vî şerê mezin çi dibû?
Îranê di warê leşkerî de nikaribû Amerîkayê têk bibe, lê dikaribû li wan welatan bixe yên ku pêgehên leşkerî yên Amerîkayê li wan hene. Mînak li Behreyn, Urdin, Erebistana Siûdî û heta li Mesqet û Omanê. Ji ber vê yekê, Amerîka di vî warî de gelek hesas û xisarbar bû. Trump nedikarî vê yekê tehemûl bike. Ji ber ku yek tiştekî din hebû. Welatên Erebî her tim serdestiya Amerîkayê qebûl kiribûn. Pere dabûn Amerîkayê, veberhênan li wir kiribûn û di heman demê de parastina xwe xistibûn destê Amerîkayê. Lê dema Îranê êrîşî wan kir, Amerîkayê nedikarî wan biparêze û zirareke mezin gihişt wan.
“Îran niha gelekî bihêztir e“
Gelo ew hevsengiya li Kendavê û Rojhilata Navîn hebû piştî şerê Îranê guherî?
Belê, ew hevsengî niha di wî warî de guheriye: Îran niha li herêmê gelekî bihêztir e. Ji ber, nîşan da ku ew tenê welatek e ku dikare li hemberî Amerîka û Îsraîlê bisekine û şer bike. Her weha herêma stratejîk a Hurmuzê jî di bin kontrola wê de ye. Lê heke hûn bala xwe bidinê, berjewendiyên stratejîk ên Îsraîlê cuda bûn. Îsraîlê dixwest heta ku ji destê wê were rejîma Îranê biguherîne. Heke ev jî nebe, dixwest Îranê bi temamî wêran bike û wek Sûriyeyê lê bike. Piştî wê jî, projeya mûşekî ya Îranê, mûşekên balîstîk û krûz ji nav bibe. Şertê çaremîn ê Îsraîlê jî ew bû ku hêzên wekîl ango Proxy powers, ên wekî Heşdî Şeibî, Hizbullah û Hemasê ji nav bibe.
Ew hêz ji nav çûn?
Nexêr. Niha desthilata Îranê ev e ku bi Amerîkayê re danûstandinan dike. Û ew qas desthilata wê heye ku Lubnanê dixe rojeva siyasî ya danûstandinan. Lubnan ne beşek ji Îranê ye lê ji ber ku ev hêza Îranê heye, dikare Lubnanê bixe rojeva muzakereyan. Ev tiştekî wisa ye ku gelekî li dijî berjewendiyên Îsraîlê ye. Heke hûn bala xwe bidinê, ji destpêkê ve berjewendiyên stratejîk ên Îsraîlê û yên Amerîkayê li hev nedikirin. Dema şer dest pê kir, rast e di warê leşkerî de Amerîka û Îsraîl bi hev re bûn, lê armancên wan ên siyasî û stratejîk cuda bûn.

Dema J.D. Vance li benda heyeta Îranê ye, Foto: Nathan Howard-Pool/Getty Images
Di encama şer de ev cudabûn ji holê rabû yan di navbera armancên herdu dewletan de cudahî zêdetir bû?
Heta niha wisa lê hatiye ku J.D. Vance gefan li Îsraîlê dixwe. Ji aliyê Îranê ve jî, niha destûrê nadin ku kesek bibêje “Bimirê Amerîka”. Ev nîşan dide ku wan li hev kiriye. Anku di nav avahiya desthilatiya Îranê de derbeyeke nerm rû da. Ew derbeya nerm bû sedem ku hêzên xwedî desthilat di nav Supaya Pasdaran û beşek ji rêveberiyê de, bi Amerîkayê re li hev bikin. Heke hûn bala xwe bidinê, niha bi Amerîkayê re li hev dikin. Mînak Qalîbaf diçe Pekînê daku ji wan re bibêje “Me bi Amerîkayê re li hev kiriye, lê ev ne li dijî berjewendiyên we ye.” Loma, heke em li helwesta Îran û Amerîkayê binêrin, em ê paradoksekê bibînin: Amerîka û Îsraîl di warê leşkerî de bi ser ketin, lê di warê stratejîk û siyasî de Îran bi ser ket.
“Hêza Kurê Şah tunebû“
Dihate çaverêkirin ku piştî şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê bike, li nav Îranê xwepêşandan û serhildanek çêbibe daku rejîm hilweşe, lê ev çênebû. Çima çênebû? Çi bû asteng ku ev pêk nehat?
Erê, ew serhildan serhildaneke rastîn û waqihî bû, lê belê serkirdetiya wê tunebû. Ji ber ku ew serhildan ket bin bandora hêzên rastgir, bi taybetî jî monarşîst û paşatîxwazan. Kurê Şah derket û got “Herin qadan, ez ê piştgiriya we bikim.” Trump derket û got “Herin kolanan, şerê hêzên rejîmê bikin, ez ê rejîmê hilweşînim.” Xelk çû, lê alîkarî nehat.
Hêza Kurê Şah hebû ku bikeve nava karekî bi vî rengê?
Hêza Kurê Şah jî tunebû. Li vir rejîmê dizanibû ku ev serhildan gelekî girîng e. Ji aliyekî din ve, ev serhildan berovajî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”, xwedî nasnameyeke demokratîk nebû. Zêdetir armanca wan ew bû ku rejîmê hilweşînin û qala demokrasî û tiştên wisa nedikirin. Dema rejîma Îranê zanî ku destê Amerîka, Îsraîl û Kurê Şah di vê yekê de heye, bi hemû hêza xwe êrîş kir. Di nava 48 demjimêran de nêzîkî 50 hezar kes li Îranê kuştin. Heta Komelgeha Pizîşkî ya Îranê dibêje zêdetirî 65 hezar kes hatine kuştin.
Li vir tiştek heye. Ji ber ku Trump gotibû “Hûn herin, ez ê alîkariya we bikim”, piştî şer dest pê kir, Trump ji bo ku xwe biparêze derket dereweke din kir û got “Me çek da kurdan lê kurd nehatin”. Ev derew e. Di serî de, çek nehatin dayîn ji kurdan re. Ya duyem jî, opozîsyona ku wê demê li Îranê hebû, ne organîzekirî bû û rêxistinbûyîna wê tunebû. Tu yê çek bidî kê? Çek ne tiştek e ku tu bibî li kolanan dabeş bikî. Divê tu bidî rêxistinekê. Rêxistin jî tunebû. Rastgiran rêxistinbûyîn tunebû. Dibe ku rêxistinbûyîneke kêm a demokratxwazan hebûya, lê ew jî di wan şert û mercan de nebûn ku derkevin derve û biçek bibin û şerê rejîmê bikin. Sedema ku Trump ev got ev e: Di nava opozîsyona Îranê de, tenê hêza ku çekdar e û dikare çek bi kar bîne, opozîsyona kurdî ye.
Gelo kurdan çi kir di wê demê de?
Ji xwe çek nedabûn wan. Heta generalê wî demê li dijî Trump daxuyanî da û got “Çek nehatine dayîn ji kurdan re, çek çûne Başûr û di baregehên Amerîkayê de ne.” Du hefte berê, nûnerê wan Tom Barrack jî got “Me çek nedaye kurdan.” Ev dereweke mezin bû ku Trump ji bo xwe-parastinê kir.
Hêzên kurdan ên li Îranê çi diixwestin di dema vî şerî de?
Helwesta wan ev bû; bêguman kêfa wan dihat ku rejîm hilweşe, lê wan digot “Ev ne şerê me ye, em naxwazin beşdarî vî şerî bibin.” Ji ber ku baweriya wan bi armancên Amerîka û Îsraîlê tunebû. Gotina wan rast jî derket. Binêrin, niha Îran û Amerîkayê li hev kiriye û Îsraîl hema bêje ketiye perawêzê. Rast e Îsraîl dîsa vedigere cihê xwe, lê demekê dixwaze. Kurdan di vî warî de gotin em piştevaniya bombebarankirina Îranê nakin û ev karekî baş bû ku piştevaniya wê nekirin.
“Tenê bi şerê asmanî nabe“
Heke piştgirî bikirana wê çi bibûya?
Na axir, ji ber ku hêza parastina asmanî ya xelkê Îranê tunebû, xelk li bin bombebaranê de bû. Ne tenê Kurdistan, li hemû Îranê xelk ji wê bombebaranê aciz bû. Her kes, heta hemû stratejîstan jî dizanin ku rejîma Îranê bi bombebaranê nakeve. Di dîrokê de tu mînakek tuneye ku rejîmek tenê bi bombebaranê hilweşiyabe. Heke Amerîka û Îsraîl bi rastî jî bixwestana rejîmê hilweşînin, diviyabû artêşek bibirina Îranê. Hemû stratejîstan digot ku birina artêşek bo Îranê wekî xwekujiyê ye. Rûberê Îranê 1 mîlyon û 648 hezar kîlometreçargoşe ye, anku bi qasî tevahiya Ewropaya Rojava ye û 95 mîlyon nifûsa wê heye. Heke tu artêşê bibî wê herêmê, dê sed carî ji Iraqê xerabtir be û şer ji kontrolê derkeve. Erdnîgariya wê pir dijwar e. Dema ku êrîşî welatekî tê kirin, hestên neteweperestiyê yên gel radibin. Wek mînak di şerê Îran û Iraqê de. Îranê 8 salan şer kir, mîlyonek û nîv kes hatin kuştin, beşeke mezin a Xuzistan û Luristanê wêran bûn. Lê rejîm neket û bi ser ket. Amerîka û wê demê Sowyet bû, digotin dest bidin rejîma Saddam da ku li ser pêya bimîne. Stratejîstên Amerîkî dizanibûn ku Îsraîl tenê dikare di demdirêjiyê de şerê asmanî bike, lê nikare şerê bejayî bike. Ji ber ku artêşeke biçûk a Îsraîlê heye û welatekî pir biçûk e. 71-72 carî ji Îranê biçûktir e.
“Lihevkirina kurdan baş e lê têrê nake“
Rêkeftinek di navbera hêzên kurdî yên Rojhilat de çêbû. Çendîn partî û hêzên kurdî li hev kom bûn û ev rêkeftin îmze kirin. Bandora vê rêkeftina hêzên kurdî di dema şer de çawa bû û wê piştî şer çawa be?
Ew rêkeftin baş e, pîroz e. Ya ku dibêjin lazim e lê ne kafî ye. Ji ber ku ew rêkeftin binesazî, sazûmaneke operasyonel û pratîkî nîne. Min gelek û gelek caran gotiye ku rêkeftina wan divê binesazî û sazûmaneke operasyonel hebe. Cûreyek qonaxa operasyonel a yekgirtî ya leşkerî-siyasî hebe. Ev nîne. Heta yekgirtiya tiştekî din jî tune ye, yekgirtiya gotarê jî nîne. Nexwe lewma ew rêkeftina wan a niha wek rêxistineke gelek gelek lawaz e. Divê ew binesaziyeke leşkerî-siyasî hebe, divê berî her tiştî hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî hebe. Divê di warê fikrî û stratejîk de yekgirtî be. Divê beyannameyên ku didin, anku gotinên wan jî yekgirtî bin. Û ji hemûyan girîngtir, divê bernameyeke siyasî û stratejîk a yekgirtî jê re bê damezrandin ku hêzên siyasî li gorî wê tevbigerin. Ew vî karî nakin.
Ew şerê ku di destpêka sala 2026an de li Rojava pês hat û encamên ku li Rojava derket holê, dibe ku bandor li hêzên kurdî yên Rojhilat kiribe?
Ya ku li Rojava hat pêşiya kurdan, bi taybetî ji bo kurdên Rojhilat gelek girîng bû. Yek; Eger tu bi Amerîkayê re kar bikî, bi Amerîkayê re wekû hêzên Rojava kar bikî, tu divê bibî hevkarê Amerîkayê, ne di bin destê Amerîkayê de. Dûre li Rojava di pêwendiya bi Amerîkayê re, di karkirina bi Amerîkayê re tu cûre serbixwebûneke siyasî nebû.
Di leşkerî de jî nebû. Ji ber ku li wir jî dema ku çek dabûn wan, ew çek di bin kontrola Amerîkayê de bûn. Roja ku Amerîka ji wan re got na, çekên wan jî sekinandin.
We beriya niha behsa wê kir. Mijara çekan di pêvajoya şerê Îranê de jî ji bo kurdan hate rojevê.
Ji bo cara yekem, anku di dîroka Amerîkayê de, diyar e Amerîka gelek caran bi hêzên opozîsyonê re li cîhanê kar kiriye. Lê belê bi şêweyekî veşartî. Ew di bin kontrola CIAyê de bû, di kontrola dezgehên leşkerî yên veşartî de bû. Cara yekem bû ku li Rojava bi şêweyekî eşkere kar kir. Lê Rojava nekarî ji vê yekê sûdê werbigire. Anku ew şerê DAIŞê kir, diwanzdeh hezar kurd, gerîla di wî şerî de hatin kuştin. Lê nekarî kirdebûna xwe ya siyasî bi dest bixe. Ev yek gelekî girîng e. Li Rojhilat jî îhtîmal e Trump her ew yek dixwest. Dixwest kurdan wekî hêzeke taybet bikar bîne.
Nexşeyeke siyasî ya Amerîkayê ji bo kurdan nîne?
Na. Nexşeyeke siyasî nebû. Dema ku hat ew dem bû, Amerîka bi kurdan re kar dikir û bi ‘Heyet Tehrîr el-Şam’ê re jî kar dikir. Û ev yek ji kurdan re nedigot. Heger kurdan ew dem bizanîba, diviyabû helwesta xwe zelal bikirana. Eşkere bû Amerîka û bi taybetî Îngiltere, ji ber ev projeya Îngilîzan e, bi Tirkiyeyê re ew kar kirin. Di dawiyê de gotin fermo ev projeya me ye. Proje Amerîka û Îngiltereyê çêkirin. Ew karê Tirkiyeyê nebû. Tirkiyeyê tenê bikar dianîn. Anku proje, fikir, fikra stratejîk ya Amerîka û Îngiltereyê bû.
Piştî Şer dîzayna Rojhilata Navîn guherî
Gotineke berbelav e, tê gotin ku li Rojhilata Navîn dîzayneke nû heye. Li gor nêrîna we, dîzayneke nû heye li Rojhilata Navîn?
Ew dîzayn hebû, lê ev şerê Îranê ew dîzayn têk da. Niha her cûre dîzaynekê deynin, her cûre hevsengiyeke leşkerî û siyasî deynin, divê hesabê xwe li ser Îranê bikin. Anku wisa bû, wê demê hedef ew bû ku hegemonyaya Amerîkayê, Îsraîlê jî di nav de, ew hegemonyaya leşkerî bihêz bibe. Niha ew hesab nemaye. Anku wî şerî ev têk da. Yek tiştê ku gelek girîng e ew e ku, ew şerê ku hat kirin, sînordariya lîmîtên stratejîk ên hegemonyaya Amerîkayê li Rojhilata Navîn nîşan da. Ev dersa herî mezin e ku divê welat, bi taybetî kurd, werbigirin. Eger li Rojava kurdan di dema xwe de bi durzî û elewiyan re rêkeftin bikirana, bi wan re şer bikirana, ew enî wê neşikesta. Ew kar nekirin. Çimkî dema berevanî hebe, berxwedan hebe, dikarî hesaban biguherînî. Li Rojava hêza wan a leşkerî hebû. Gerîlayên wan hebû, gerîlayên mêr, gerîlayên jin, hemû tiştên wan hebû. Hingê hikûmeta Ahmed Şer xwe negirtibû. Lê belê wan deng nekir. Rûniştin û her tiştê ku Amerîkayê got qebûl kirin. Her tiştê ku Tom Barack ji wan re got “wisa bikin”, wan kir. Bi baweriya min kurdan li Rojava şaşiyeke stratejîk a mezin kir ku encamên wê ne tenê ji bo Rojava bû, encamên xirab ji bo Başûr jî hebûn û ji bo Rojhilat jî hebûn.
“Tirkiye dixwaze Mûsilê kontrol bike“
Piştî şerê li Rojava şîroveyek heye ku dibêjin dibe rewşa Başûr jî biguhere. Nêrîna we li ser vê çi ye?
Niha ew metirsî heye. Amerîka dixwaze wir jî navendî bike. Navendîkirin bi wê wateyê ye ku hikûmeta herêmê yan divê biçûk bibe, yan jî beşeke zêde ya hêzên xwe ji dest bide. Lê hikûmeta herêmê jî nikare. Ji ber ku ne yekgirtî ye. Eger hikûmeteke yekgirtî li herêmê hebûya, ew kar nedihat kirin. Ya rast ew e ku ne tenê Amerîka vî karî dike. Tirkiye jî li pişt e. Îhtîmaleke mezin, Tirkiye bi rastî bixwaze şert û mercek derkeve pêş ku wîlayeta Mûsilê û derdora wê bixe bin kontrola xwe. Amerîkaya Trump di warê stratejîk de xwedî fikreke gelek gelek qels e. Wek mînak, îraniyan di danûstandinan de kesên wisa şandibûn ku fikrên wan gelek baş bûn. Lê Amerîkayê kî şandibû? Jared Kushner şandibû bi (Steve) Witkoff re ku qet nizanin Rojhilata Navîn çi ye. Li Amerîkayê ew baskê rastgir ku Tom Barack jî wisa ye li ser kar e. Ew xwediyê nêrîneke nîjadperestane ye. Ew nîjadperestî wisa dibêje ku, demokrasî û wekhevî ji bo welatên Rojhilata Navîn nabe.
Dibêjin divê hikûmetên navendî yên otorîter li navendê ava bikin. Dixwazin vî tiştî li Sûriyeyê bikin. Heman karî dixwazin li Lubnanê bikin, heman karî dixwazin li Iraqê bikin û wisa dixwazin li Îranê jî bikin ku Îran bixwe xwedî hikûmeteke wisa otorîter e. Êdî ew projeya “Rojhilata Navîn a Nû” nema, niha divê projeyeke din deynin.
Li beramberî vê rewşê li Başûr kurd çi dikin?
Hêzên kurd li Başûr ne yekgirtî ne. Hêzên kurd li Başûr fikra wan a stratejîk nîne. Eger fikra wan a stratejîk hebûya, hêzên kurd li Başûr kontrola Kerkûkê nedidan tirkmenan. Kontrola Kerkûkê dan tirkmenan, anku qeder û kontrola Kerkûkê dan Tirkiyeyê.
Têkiliya YNK û Tirkiyeyê xirab bû.
Niha baş e.
Çima niha baş e?
Ji ber wê yekê ku Yekîtiya Nîştimanî ji ber hevrikiya bi Partî (PDK) û Hewlêrê re, çû nêzî Tirkiyeyê bû.
Lê belê berovajî têkiliya YNKyê ya PDK û Tirkiyeyê gelek baş bû.
Niha êdî ne wekî berê ye.
Çi guherî?
Ji ber ku rewşa li Iraqê derket pêş, Partî qels bû, hem di hikûmeta Bexdayê de hem jî li Kurdistanê qels bû. Niha YNK hem piştgiriya Îranê distîne hem jî piştgiriya Tirkiyeyê.
We li Başûr behsa rola Tirkiyeyê kir. Di dema şerê Îranê de Tirkiye xwediyê çi helwest û pozîsyonê bû?
Niha van rojan tiştek derket holê ku bi dîtina min mimkûn e rast be. Ew jî ew bû ku tê gotin Trump gotiye: “Heke me alîkarî neda kurdan, ji ber vê yekê bû ku Erdogan gef xwaribû, gotibû eger hûn wî karî bikin ez ê êrîşî Îsraîlê bikim.”
Bi şerê Îranê re gelek kesan êdî ev tişt bi dengekî bilind anî ziman. Li gorî kesên xwediyê vê nêrînê, wê Îsraîl û Tirkiye rojekê şerê hev bikin.
Ew îhtîmal hebû. Heta wê asta ku wan bitirsîne, Gotibû ez bi Îranê re na, bi Amerîkayê re şer nakim, lê belê êrîşî Îsraîlê dikim. Bi wê wateyê ku gava Îran ji Sûriyeyê derxînin, gava dixwazin Îranê ji Lubnanê derxînin, gava dixwazin Îranê ji Iraqê derxînin, ev hemû di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Tirkiyeyê li Sûriyeyê cihê Îranê tije kir. Eynî wî karî mimkûn e li Iraqê jî bike. Çimkî dixwazin Îranê ji Iraqê derxînin. Lê ev yek zehmet e, li Iraqê gelek zehmet e. Ji ber ku piranîya gelê Iraqê şîe ye û nifûza Îranê li wir heye. Nikarin vî karî bikin, bi zehmetiyeke mezin dikarin bikin. Wê şerekî mezin derkeve, Nexwe pirsgirêk ew e, vê carê Barzanî wekî berê nekarî bi asanî bi hêzên şîe re tifaqê bike, lê YNK kir. Ev e pirsgirêka esasî ye.
Rewşa gelê Îranê piştî şerê ji beriya şer baştir e yan xirabtivr e?
Gelek xirab bû. Vî şerî kirdebûna siyasî ya şoreşgeran û xelkê kêm kir. Berî şer, piştî Şoreşa Jîna Amînî, civaka sivîl li Îranê gelek radîkalîze bibû. Lê vî şerî ew yek gelek kêm kir. Niha xelk mijûlî pirsgirêkên ziyanên rojane ye. Anku bihabûn gelek zêde ye, xwarina nan, debara jiyanê gelek zehmet e. Di şert û mercekî wisa de, pratîka siyasî û kirdebûna siyasî ya xelkê kêm dibe. Vî şerî ev yek kêm kir.
Ji bo senaryoyên demên pêş ên li Rojhilata Navîn pêk bên, çi pêşbîniyên we hene?
Bi baweriya min li Rojhilata Navîn niha du hêzên esasî hene, yek Îsraîl e û ya din Îran e. Ez wisa difikirim ku bi van şert û mercên tê re derbas bûn û bi wê rewşa ku pêk hat û bi wê helwesta ku Tirkiyeyê, Misrê û yên din nîşan da, îhtîmala ku welatên Eerebî berê xwe bidin Îsraîlê û bibin endamê “Peymana Îbrahîm” gelekî kêm e. Gelek gelek kêm e. Ez difikirim ku welatên erebî dê hewl bidin zextê li Amerîkayê bikin û bibêjin “bi Îranê re li hev bike”, daku ewlekariyek li herêmê pêk bê û her wiha alîkariyê bikin ku guhertineke baştir li Îranê çêbibe. Da ku Îran aram bibe. Eger Îran aram bibe û neyê tehdîdkirin, wê demê ev herêm dikare bigihîje aramiyê.
“Kurd niha di rewşa xwe ya herî lawaz de ne“
Di vê senaryoyê de çi rol û pozîsyona kurdan heye? Çi dikeve para kurdan?
Di vê demê de, rewşa kurdan niha li Rojhilata Navîn ji her demê lawaztir û qelstir e. Di demekê de ku bîst sal berê dihat gotin ku wê “sedsala bîst û yekê bibe sedsala kurdan.” Lê sedsala bîst û yekê nebû sedsala kurdan. Wisa çêbû: Xeletiyên li Başûr gelek mezin bûn. Başûr nekarî hikûmeteke neteweyî ya yekgirtî ava bike. Li Başûr hikûmetek heye ku hikûmeteke eşîrî ye. Amerîka jî dizane, Tirkiye jî dizane, Îran jî dizane. Ew dizanin ku dijminatiya di navbera Barzanî û Talebanî de ji her tiştî zêdetir e. Başûr nekarîbû. Rojava jî, di wan şert û mercên ku derketin holê de nekarî çekan bi dest bixe. Rojhilat jî niha wisa ye. Kurd bi tenê, anku tenê kurd bixwe, nikarin karekî wisa bikin. Eger kar bikin, divê bi hêzên demokratîk ên Îranê re bikin. Lê ew jî ne amade ne hemû daxwazên kurdan qebûl bikin. Ji ber vê yekê divê kurd niha bi rastî di nêrîn û stratejiya xwe de vekolîneke stratejîk bikin.
Ew jî ev e ku niha derketiye holê, bi nêrîna min, stratejiya şerê çekdarî li Rojhilat rastî têkçûnê hat. Divê rêyeke din bigirin ber xwe, bizanibin ku dê çawa xwe kom bikin, çawa yekgirtinekê ava bikin û çawa bingeheke yekgirtinê di nav civaka sivîl a Kurdistanê de pêk bînin. Heqîqeta wê ew e ku eger guhertineke stratejîk li Kurdistana Rojhilat bê kirin, divê bêjin ku şerê çekdarî bi dawî bû. Ji ber ku şerê çekdarî stratejiyek e. Eger derfetên wê nemînin, ew stratejî nikare bidome. Niha ew derfet nemane.
Yek tiştekî din jî heye, niha teknolojiya leşkerî guheriye. Niha wek mînak li Bakur jî beşa herî zêde ya hêzên PKKyê di bin erdê de ne. Anku teknolojiya şer wisa ye. Niha Tirkiyeyê, nizanim çend hezar baregehên leşkerî hene. Gelek in. Ew baregeh hemû bi hev ve girêdayî ne. Ew şer şerê dronan e, şerê asmanî ye, ew şer ne şerê kalaşnîkovê ye. Lê şerê kurdan bi rastî şerê kalaşnîkovê ye. Ji ber wê, ji bo Rojhilat jî divê ev stratejî biguhere, anku divê tu bizanibî ku giraniya vê stratejiyê ji çiyê derbasî bajaran dibe. Anku ji çiyê diçe nav civaka sivîl. Lewma divê stratejiya kurdî fokusa xwe li ser wê yekê deyne ku çawa xwe li bajaran, li nava civaka sivîl bi cih bike. Baş e, kurd dibêjin hikûmeta Îranê hikûmeteke dîspotîk e, dikuje. Ev hemû rast in. Lê li çiyê man jî naçe ti cihî, li çiyê man nabe çareserî. Ev e. Dema ku stratejî tê guhertin, navenda kar û xebatê jî tê guhertin.



