Amarên Almanyayê nîşan didin ku nêzîkî 3 hezar û 500 xwendekar dersên kurdî werdigirin. Koordînatora Yekmalê Günay Darıcıyê bal kişand ser mafên zimanê zikmakî, pirsgirêkên di pratîkê de û amadekariyên xwe yên ji bo vekirina dibistaneke seretayî ya duzimanî.

Zaroxaneya Yekmalê, Foto: Yekmal
Li gorî amarên nefermî li Almanyayê nêzîkî milyon û nîv kurd dijîn. Ji ber ku di sîstema Almanyayê de kesên penaber an jî koçber li gorî welatên jê hatine tên tomarkirin, hejmareke zelal a kurdan nîne. Digel vê hejmarê li Almanyayê li heft herêman dersên zimanê kurdî bi awayekî fermî tên pêşkêşkirin û nêzîkî 3 hezar û 500 xwendekar beşdarî van dersan dibin. Her weha çend sazî hene ku kursên zimanê kurdî li dar dixin û beşek ji civakê li van deran dersên kurdî dibînin. Yekmal (Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê) yek ji van saziyan e.
Koordînatora Yekmalê Günay Darıcı, rewşa zimanê kurdî ya li dîasporayê û sîstema Almanyê nirxand û zanyarî derbarê saziya xwe de dan Niha+ê.
“Em ne reşbîn in”
Günay Darıcıyê di nirxandinên xwe yên derbarê zimanê kurdî û helwesta civaka dîasporayê de bal kişand ser potansiyela heyî. Wê diyar kir ku tevî astengî û asîmîlasyona dîrokî jî, civaka kurd ji xebatên perwerdeyê re vekirî ye û piştgiriyê dide projeyên biqelîte:
“Helbet em dizanin bi taybetî li ser kurdên Bakur asîmîlasyoneke pir zêde heye ku sed sal e berdewam dike. Her wiha kêmasiya me jî heye ku me bi salan têra xwe girîngî neda ziman û nasnameya xwe. Lê ez qet ne pesîmîst im, ez optîmîst im. Gava mirov karekî baş, biqelîte û pedagojîk derxe holê, malbatên kurd ên ji her çar parçeyan eleqeyeke mezin nîşan didin.”

Günay Darici
Darıcıyê destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta Alman a li hemberî ziman û nasnameya kurdî jî ber bi başiyê ve diguhere. Wê anî ziman ku berê kurd û kurdî qet nedihatin dîtin, kurdên ji Tirkiyeyê wekî tirk, yên ji welatên din wekî ereb û fars dihatin hesibandin. Lê îro, li baxçeyên zarokan û di xebatên perwerdeyê de kurdî wekî zimanekî serbixwe rêzê dibîne.
Di dibistanan de astengiya pergalê
Tevî van pêşketinên erênî, Darıcıyê kêmasiyeke mezin a qanûnî û statîstîkî jî bi bîr xist û diyar kir ku nasnameya kurdî hê jî bi awayekî fermî li Almanyayê nayê naskirin. Li Almanyayê eger 12 malbat daxwaz bikin, dewlet neçar e ku dersa zimanê zikmakî veke. Lê Darıcıyê bal kişand ser astengiyên di pratîkê de:
“Pergalê bi salan xwe wisa ava kiriye ku qaşo ‘hemû kesên ji Tirkiyeyê hatine, tirk in’. Di formên dibistanan de tirkî û erebî hene, lê kurdî tune ye. Ji xeynî vê, carinan malbatên tirkan ên nijadperest li dijî zarokên kurd cudakariyê dikin û hin rêveberiyên dibistanan jî ji ber ku naxwazin ‘zehmetî derkeve’, zimanê kurdî paşguh dikin.”
Li hemberî van astengiyan, Darıcıyê bang li malbatan kir: “Dema ku malbatên kurd bêjin ’em li malê bi kurdî diaxivin û em perwerdeya kurdî dixwazin’, ew derfet û maf di dibistanan de heye. Dema malbat xwedî li vî mafî derkevin, destê me û yê saziyên kurdî jî xurttir dibe.”
Derbarê Yekmalê de
Sazî di 9ê Gulana 1993yan de li Berlînê hat damezrandin. Ji ber zêdebûna daxwazan, di sala 2020an de rêziknameya xwe guherand û wekî “Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal” dest bi xebatên xwe di asta tevahiya Almanyayê de kir.
Niha li çar eyaletên Almanyayê (Berlîn, Nordrhein-Westfalen, Rheinland-Pfalz û Bremen) wekî hevkareke siyaset û hikûmetê dixebite. Navenda giştî ya saziyê li Berlînê ye. Li derdora 130 xebatkarên bi mûçe û bi giştî dora 220 kes bi wan re kar dikin. Xebatên Yekmalê ji aliyê Senatoya Berlînê, şaredarî û dewleta Almanyayê ve tên fînansekirin.
Komele gelek xizmet, piştgirî û înîsiyatîfan pêşkêşî civakê dike:
Akademiya Yekmalê (Yekmal Akademie gGmbH): Ev enstîtuya ku bi Yekmalê ve girêdayî ye, li ser pirzimaniyê pispor e. Akademî xizmetên wergera profesyonel pêşkêş dike, materyalên perwerdeyê amade dike û ezmûna ziman a standardkirî ya bi navê “TESTKURD”ê pêk tîne.
Xebatên Malbat û Şêwirmendiyê: Ji bo pirsgirêkên rojane û rewşên krîzê, piştgiriyê dide zarok, ciwan û malbatan. Di vê çarçoveyê de komên dêûbav-zarok, şêwirmendiya perwerdeyê, serdanên pedagojîk ên li malan û navendên hevdîtinê yên vekirî bi rê ve dibe. Niha 4 navendên malbatan û 2 baxçeyên zarokan ên duzimanî di bin sîwana Yekmalê de kar dikin. Her wiha beşeke wan a taybet li dijî nijadperestî û cudakariyê jî çalak e.
Perwerde û Kurs: Sazî ji bo pêşxistina zimanê zikmakî, ji bo zarokan “Dibistanên Şemiyê” organîze dike û ji bo mezinan jî di astên cuda de kursên zimanê kurdî (kurmancî, zazakî, soranî) li dar dixe.
Wê dibistana seretayî vekin
Li ser bingeha vê potansiyela civakî û tecrubeya saziyê, Yekmal niha amadekariya gava herî mezin a di warê perwerdeyê de dike. Koordînatora Yekmalê destnîşan kir ku wan di salên 2014 û 2016an de du baxçeyên zarokan vekiribûn û malbatan her tim daxwaza dibistanekê dikir. Li ser vê yekê, ji sala 2021ê ve projeya vekirina dibistaneke seretayî li Berlînê dane destpêkirin.
Dibistana nû dê li gorî qanûnên Berlînê bê avakirin û rasterast bi pergala perwerdeyê ya Almanya û Berlînê ve girêdayî be. Dibistan dê duzimanî be, Hemû dersên mîna zanîna jiyanê, spor û muzîkê dê him bi kurdî him jî bi almanî bên fêrkirin. Darıcı hêvî dike ku di pêşerojê de li kêleka kurmancî, perwerdeya soranî û zazakî jî li vê sîstemê bê zêdekirin.

Xebatên Yekmalê yên ji bo zarokan, Foto: Özgür Politika
Dixwazin lîseyekê jî vekin
Darıcıyê diyar kir ku di warê dersdaran de tu pirsgirêkên wan nînin, gelek dersdêrên ku li welêt xebitîne, zimanê kurdî baş dizanin û li Almanyayê fêrî almanî bûne, ji bo dersdayînê amade ne.
Perwerdeya li dibistanê dê di sala 2027an de dest pê bike. Ji ber ku komel serbixwe ye, dê di destpêkê de bi qasî 24 zarokan dest pê bikin û lêçûnên du salên destpêkê, mûçeyê dersdaran, kirê û tiştên din dê ji aliyê Yekmalê ve bên dayîn. Piştî du salan, eger serkeftî bibin, dê Senatoya Berlînê ji sedî 95ê mesrefan bigire ser milê xwe. Darıcıyê got, ew plan dikin ku piştî rûniştina dibistana seretayî, dixwazin Gymnasium ango lîseyê jî vekin û heman projeyê bibin bajarên din ên wekî Kölnê ku hejmara kurdan lê zêde ye.