Li Farqînê tabelaya bi navê Rojîn Kabaişê gulebaran kirin

Hevşaredarê Farqînê Kadri Esen, ji bo êrîşa li dijî tabelaya Parka Rojîn Kabaişê daxuyaniyek da û got, “Ev êrîş li dijî hemû jinan hatiye kirin”.

Li navçeya Farqîna Amedê, tabelaya li Parka Rojîn Kabaişê ji aliyê kes ango kesên nenas ve hat gulebarankirin. Di vê êrîşê de tabelaya ku bi wêneya Rojîn Kabaişê hatiye çêkirin zirar dît. Sazî û welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan.

Rojîn Kabaîş li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê xwendekar bû û dî 27ê Îlona 2024an de winda bûbû. Piştî 18 rojan cenazeyê Rojîn Kabaîş li qeraxa Behra Wanê hate dîtin. Mirina Kabaişê biguman bû û doza wê hê jî berdewam dike.

Têkildarî mijarê Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen bertek nîşan da û li ser hesabê xwe yê Xê ev peyam parve kir:

EV BI FARQÎNÊ NAKEVE

Êrîşa ku li Parqa me ya Rojîn Kabaîş li wêneyê jina ciwan Rojîn hatiye kirin di şexsê Rojîn de li hemû jinan hatiye kirin. Kes ango kesên vê êrîşê pêk anîne bi tundî şermezar dikim.

Divê ku rêz li jinan; kar û xebatên di encama têkoşîna jinan de li Rêveberiyên Herêmî tên kirin bê girtin.

Farqîn ne ev e, ev bi Farqînê nakeve!

Biryar bi yekdengî hatibû girtin

Navê parka navborî di 12ê Mijdara 2024an de, di Meclîsa Şaredariya Farqînê de bi biryara hevpar a hemû endamên meclîsê wekî “Parka Rojîn Kabaiş” hatibû diyarkirin.

Ev biryar li ser pêşniyara endamên meclîsê yên jin û bi armanca avakirina hişmendiyekê ya li dijî tundiya li dijî jinan hatibû rojevê; ji ber vê yekê navê parkê di meclîsê de bi yekdengî hatibû qebûlkirin.


Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.