“Mezinkirina lêgerîna Kurdan a ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e.“

Lijneya Giştî ya 24emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku dê du rojan berdewam bike, li bajarê Venlo yê Hollandayê dest pê kir. Lijne bi dirûşma “Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk” tê lidarxistin.
Zêdetirî 300 delegeyan beşdarî lijneyê bûn ku tê de ji hemû beşên Kurdistanê û ji dervayî welat siyasetmedar, nûnerên saziyan, rewşenbîr û nivîskar hatine cem hev. Civîn bi xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb û rêzgirtinê dest pê kir. Piştî vê yekê, Hevserokên KNKê Ahmet Karamus û Zeyneb Murad axaftina vekirinê kirin.
Her weha Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî peyamek ji 24emîn Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re şand.
Ocalan di peyama xwe de destnîşan kir ku her nîqaşek ku li ser paşeroj, yekîtiya neteweyî, mafên demokratîk û vîna hevpar a gelê Kurd tê kirin, di meşa dîrokî ya gelê me de xwedî cihekî girîng e.
Her weha Abdullah Ocalan diyar kir ku berî her tiştî, pêşxistina çanda diyalog, guftûgo û xebata hevpar di navbera Kurdan de erkekî dîrokî ye.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
“Welatparêzên hêja, nûnerên qedirbilind, mêhvanên birûmet;
Berî her tiştî ez 24emîn Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi hestên xwe yên herî ji dil silav dikim û vê hevdîtina we ya bi wate û 27 saliya KNKê pîroz dikim. Di avakirin û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de, min jî ji aliyê xwe ve ked da û piştgirî lê kir. Li zindanê be jî, gorî derfetan, min xebata we şopand û dem dem jî pêşniyarên xwe ji we re şandin.
Her nîqaşek ku li ser paşeroj, yekîtiya neteweyî, mafên demokratîk û vîna hevpar a gelê Kurd tê kirin, di meşa dîrokî ya gelê me de xwedî cihekî girîng e.
Gelê Kurd îro di qonaxeke pir girîng a dîroka xwe de derbas dibe. Kurdên ku bi sedsalan rûbirûyê polîtîkayên înkar, tunekirin, parçekirin û bêstatûbûnê hatin hiştin, bi berdêlên mezin vîna xwe ya azadiyê parastin, şiyana xwe ya siyasî pêş xistin û bûn yek ji dînamîkên civakî yên herî girîng ên Rojhilata Navîn. Êdî ne pêkan e ku mirov qala hevkêşeyeke Rojhilata Navîn bike ku tê de Kurd neyên hesibandin û vîna wan tune bê zanîn.
Ev rastî ji bo Kurdan berpirsiyariyên nû jî tîne. Berî her tiştî, pêşxistina çanda diyalog, guftûgo û xebata hevpar di navbera Kurdan de erkekî dîrokî ye. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan ne armanceke ku tenê tevgerek, partiyek an jî aliyekî siyasî bi tena serê xwe pêk bîne. Ev yekîtî dikare bi keda hevpar a hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û dînamîkên civakî yên Kurd ava bibe.
Yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan, ne pejirandina cudahiyan e; berevajî vê, gihîştina cudahiyan e li ser zemîneke demokratîk. Armanc ne yekdengî ye, armanc ew e ku mirov di mijarên neteweyî yên hevpar de vîneke hevpar nîşan bide. Pêşxistina helwesteke hevpar di mijarên sereke yên ku berjewendiyên gelê me de ne, rênedana bikaranîna Kurdan a li dijî hev û parastina destkeftiyên neteweyî bi hişmendiyeke hevpar, divê di nav prensîbên bingehîn ên yekîtiyê de bin.
Ji ber vê yekê, pêşxistina pêvajoyeke berfireh a diyalog û muzakereyê di navbera Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e. Rêya derbaskirina xeyîdandin û veqetînên borî ne şer e; axaftin, nîqaşkirin û dîtina çareseriyên hevpar e. Fikra kongreyeke neteweyî ya demokratîk jî divê wekî îfadeya saziyî ya vê hewceyiyê bê dîtin.
Ligel vê yekê, pêşeroja gelê Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî ve girêdayî nîn e, di heman demê de bi têgihîştina civaka demokratîk ve jî girêdayî ye. Nêrîna civaka demokratîk esas digire ku pirsgirêk ne bi şer û tundûtûjiyê, belê bi siyaset, hiqûq û guftûgoya demokratîk çareser bibin. Ev nêrîn wekheviya gelan, demokrasiya herêmî, rêxistinbûna azad û jiyana hevpar diparêze.
Hilbijartina dîrokî ya li pêşiya gelê Kurd tenê nîqaşeke statûyê nîn e. Mijara sereke ew e ku dê jiyaneke civakî ya çawa bê avakirin. Têgihîştina civaka demokratîk, azadiya gelê me bi azadiya gelên din re dinirxîne; armanca wê ne şer e jiyana hevpar e, ne parçekirin e yekîtiya demokratîk e.
Tişta ku îro pêdiviya me pê heye; ruhê yekîtiya neteweyî ya bihêz di navbera Kurdan de, piştevaniya demokratîk bi gelên Rojhilata Navîn re û dîtineke hevpar a paşerojê ye ku li ser bingeha azadiyê ava bibe. Ji ber vê yekê, mezinkirina lêgerîna Kurdan a ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e.
Bi van hest û ramanan ez civîna we careke din silav dikim û hêvî dikim ku nîqaş û encamên ku dê derkevin holê, xizmeta yekîtî, azadî û paşeroja demokratîk a gelê me bikin.
Ez serkeftinê dixwazim û hemû beşdaran bi rêz silav dikim.”
Derbarê KNKê de

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) hevpeymaniya partî û rêxistinên civaka sivîl ên ji Kurdistanê û diyasporaya kurdan de ku di 24ê gulana 1999an de di civîneke giştî de bi amadebûna 700 nûner û mêvanên kurd û biyanî li bajarê Amsterdam a paytexta Holendayê, bi navê KNK, Kongra Neteweyî ya Kurdistan hatiye avakirin.
Erka kongreyê ya sereke pêşxistina yekîtiya neteweyî yê di navbera gelê Kurd û di asta navneteweyî de nûnertiya berjewendiyên gelê Kurd dike. Navenda KNKê li Brukselê ye û ofîsên KNKê li Hewlêr (Herêma Kurdistanê) û Qamişlo (Rojavayê) hene.
Kongreya KNKê di 26ê Gulana sala 1999an de di civîna damezrandina rêxistinê de hatiye pejirandin û zanyar Îsmet Şerîf Wanlî wekê serokê yekem hatibû ragihandin. Peymana kongreyê herî dawî di civîna nehan de ku di Kanûna sala 2008an de hatiye lidarxistin, hatiye guhertin.
Di salên dawî de konferansên ku ji aliyê komê ve hatine lidarxistin, daxwaza kongreyê ji nû ve dubare kirin ku nasnameya neteweyî ya kurdan were naskirin.
361 kes ku gelek ji wan nûnertiya rêxistinên ji Kurdistanê û diasporaya kurd dikin bi fermî wekê endamên KNKê hatine diyar kirin. Bi tevahî KNK ji zêdetirî 70 partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên ji her beşên Kurdistanê û diasporayê pêk hatiye. Konseya rêveberiyê dezgeha herî bilind ê KNKê ye. Endamên konseyê ji aliyê civata giştî ya KNKê ve ji bo demek du salan têne hilbijartin.



