Rêveberiya Tevgerê: “Li pêşiya azadiya Rêber Apo tu astengî nemane”

Rêveberiya Tevgerê diyar kir ku li gel vekişandina hêzên li nava sînorên Tirkiyeyê ku ne rîsk bûn, wan 4 tunel û çeperên li Metînayê vala kirine û wiha got: “Li pêşiya azadiya Rêber Apo û qanûnên azadiyê êdî tu astengî û hincet nemane.”


Rêveberiya Tevgerê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rojeva dawî de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat bi 30 hevalan di 11ê Tîrmeha 2025an de weke sembola îradeya bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê, çek şewitandin û bi vî awayî guherîna me ya stratejîk bi şênberî hate nîşandan û weha hate gotin:

“Di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re 2 sal derbas bûn ku 23yê Cotmeha 2024an bi bersiva Rêber Apo ya ji bo Devlet Bahçelî dest pê kir ku Rêber Apo gotibû, hêza min heye ku şer bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî. Rêber Apo di nava van 2 salan de gelekî hewl da û pêvajo gihand vê astê.

Bi banga 27ê Sibata 2025an a Rêber Apo re Tevgera me rawestandina şer îlan kir. Bi Kongreya 12yemîn re ku di navbera 5-7ê Gulanê de lidar xist PKK fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê anî. Di kongreyê de biryar da ku divê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi her alî ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Bi vî rengî dilsoziya bi îradeya çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd careke din hate destnîşankirin ku Rêber Apo di sala 1993yan de da destpêkirin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat bi 30 hevalan di 11ê Tîrmeha 2025an de weke sembola îradeya bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê, çek şewitandin. Bi vî awayî guherîna me ya stratejîk bi şênberî hate nîşandan.

Piştî biryara me ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî gerîlayên ku li pey hev ji nava sînorên Tirkiyeyê hatin kişandin, di 26ê Cotmeha 2025an de bi endamê Konseya Reveber a KCKê hevalê Sabrî Ok re bi dilsoziya bi têkoşîna siyasî demokratîk a bi bidawîkriina têkoşîna çekdarî ji raya giştî re eşkere kirin. Rêber Apo û Tevgera me gelek caran bi daxuyaniyan bi zimanekî eşkere ragihandin ku li ser bingeha demokratîkbûnê ew çareseriya pirsgirêka Kurd tercîh dikin. Gelê Kurd, raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê ev helwesta Tevgera me rast dîtin û piştgiriya wê kirin. Destnîşan krin ku helwesta Rêber Apo û PKKê wê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn serdemeke nû bide destpêkirin. Li Tirkiyeyê 2 sal in qet şer naqewime, ciwanek bi tenê yê Tirk û Kurd jiyana xwe ji dest nade. Ev rewş bi serê xwe qedir û qîmeta pêvajoya aştî û civaka demokratîk radixe pêş çavan.

Ne tenê Kurd, her kesên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, baweriya xwe bi wê aniye ku bi serketina pêvajoyê re wê gelên Tirkiyeyê hemû qezenc bikin. Ji ber ku dîtin pirsgirêka Kurd a ku nehatiye çareserkirin çavkaniya pirsgirêkan hemûyan e. Ji herdu aliyan bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo şer bi trîlyonan dolar hate xerckirin. Ne tenê di polîtîkaya hundirîn de her wiha di polîtîkaya derve de jî ev yek bûye aliyê lawaz ê dewleta Tirk. Ya herî xerab jî qutbûna navbera gelên Kurd û Tirk e ku nêzî hezar sal in weke cîranê hev bi hev re ne. Dijberî û qutbûneke ku bi sedan salan di tu serdemê de nehatiye dîtin, kete navbera Kurdan û dewleta Tirk. Armanc ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk ew e ku vê dijberiyê û şerê çekdarî bi dawî bike, bi entegrasyona demokratîk re dawî li qutbûna pir alî ya navbera Tirkiye û Kurdan bîne.

Rêber Apo ev çareserî ne tenê weke tercîheke polîtîk xist rojevê. Bi Manîfestoya Civaka Demokratîk û danezana entegrasyona demokratîk û komara demokratîk hîmên bingehîn ên teorîk û îdeolojîk jî danî. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşvebirina pêvajoyê îradeyeke xurt û hewldaneke mezin nîşan da. Tevgera me ya azadiyê jî li gorî pêwîstiyên vê pêvajoya ku Rêberê me dimîne tevgeriya.

Di nava atmosfereke civakî û siyasî de ku bi îradeya Rêber Apo û gavên Tevgera me afirî, li meclîsê di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de komîsyonek hate avakirin. Vê komîsyonê bi gelek kes û derdorên civakî re hevdîtin kir ku piraniya partiyên siyasî endam dan vê komîsyonê. Komîsyonê hevdîtin bi Rêber Apo re kir û raporek amade kir. Li gel kêmasî û şaştiyên xwe yên cidî jî komîsyona li meclîsê hate avakirin têkildarî pirsgirêka Kurd raporek amade kir. Di vê raporê de heta astekê hate destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên çekdarî nikare bê çareserkirin, pirsgirêk bi demokratîkbûnê dikare çareser bibe. Lewma weke asta destpêkê îşaret bi hin gavan kir ku îradeya siyasî dikare biavêje. Lê belê îradeya siyasî hem ev gav neavêt hem jî di mijara demokratîkbûnê de neket nava tu hewldanan.

Rêber Apo derxistina qanûneke çarçoveyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk bûnê gelekî girîng dît ku weke qanûna kokê jî bilêv kir. Di hevdîtinê bi dewletê hemûyan re li ser girîngiya vê sekinî. Di vê çarçoveyê de diyar kir ku piştî derxistina qanûna çarçoveyê divê qanûnên azadiyê bêne derxistin û her firsendê girîngiya vê yekê destnîşan kir.

Lê belê qanûna çarçoveyê ya hate amadekirin ne li gorî çarçoveya ku Rêber Apo diyar kiribû. Tevgera me ya azadiyê jî nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser vê qanûna çarçoveyê hem ji navbeynkarên navbera me û dewletê, hem jî bi rêya çavkaniyên vekirî bilêv kir. Ev nêrîn û pêşniyar bi esasî li ber çavan nehate girtin. Rêber Apo weke koordînatorê aştî û siyasîbûnê; ji bo karibe di nava mercên azad de kar bike û bi rola xwe rabe, ev qanûn weke gava destpêkê ya hezar gavî nirxand. Tevgera me jî ji ber ku derketina qanûnê ji naveroka mercên siyasî yên heyî cudatir girîng dît, helwesteke dijber nîşan neda. Lê belê destnîşan kir ku qanûn bi rengekî cidî xwedî pirsgirêkan e. Ji ber ku qanûnê Rêberê me û rêveberiya Tevgera Azadiyê li derve hişt û bi vî rengî hîn ji destpêkê ve kete rewşeke zehmet a bicihanînê û bê wate. Weke qanûneke ku îpotek danî ser îradeya meclîsê cihê xwe li nava dîrokê girt ku meclîs ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bibe platformeke bingehîn.

Desthilatdariya AKPê piştî vê qanûnê tu gav neavêt. Di dema amadekirina qanûnê de li gel ku rayedarên dewletê soz dan ku Rêberê me di serî de rojnamevan wê karibe bi gelek derdoran re hevdîtinan bike, di vê mijarê de jî gav nehate avêtin. Ji bilî hevdîtina Îmrali-Heyeta DEM Partiyê tecrîda li ser Rêber Apo dewam kir. Tevgera me ya Azadiyê li gel vê yekê jî, ji bo desthilatdariya AKPê êdî tu bahaneyan nebîne û ji nêzîkatiya kêm a li pêvajoyê re neke hincet, hemû hêzên me yên li nava Tirkiyeyê yên ku tu rîska xwe ya şer tune bû, beriya bi çend rojan bi temamî vekişandiye. Her wiha me 4 tunelên şer û çeperên li Metînayê yên li rojavayê Zapê, li gel ku dûrî sînor e û li ser dewleta Tirk ne gef e, heman rojan vala kir. Bi kurtasî me hemû hêzên xwe yên çekdar ên li nava sînorên Tirkiyeyê û li deverên ku nêzî sînorê Tirkiyeyê vekişandiye. Bi vî rengî hemû pêwîstiyên ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê û stratejiya me ya têkoşîna siyasî demokratîk bi temamî hatine bicihanîn.

Dewleta Tirk êdî bi tu awayî nikare qala gefeke çekdarî ya li ser Tirkiyeyê bike. Weke Tevgera Azadiyê me gavên welê avêt ku di çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî de li devereke din a cîhanê nayê dîtin. Eger wate û qîmeta van gavan neyê zanîn, di serî de azadiya Rêberê me di mijara qanûnên azadiyê de gav neyên avêtin, ev yek wê bê wê wateyê ku dewleta Tirk polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî dewam dike.

Nêzîkatiya li Rêber Apo û pêkhatina mercên azad ên karkirin û jiyanê yên Rêber Apo bêyî astengiyan, wê bibe nîşaneya nêzîkatiya desthilatdariya AKPê ya li pêvajoyê. Eger di vê mijarê de bêyî derengmayînê gav neyê avêtin, wê fikar û gumanên li nava gelê me û Tevgera me ya Azadiyê ya têkildarî pêvajoyê piştrast bibe, ev jî bi her awayî wê bandorê li helwestan bike. Avaniya me ya rêxistinê beriya her tiştî li ser bingeha nêzîkatiya li Rêber Apo nêzî pêvajoyê dibe. Ji ber ku nêzîkatiya li Rêber Apo weke nêzîkatiya li gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd dibîne.

Li pêşiya azadiya Rêber Apo û gavên ji bo qanûnên azadiyê tu astengî û tu hincet nemaye. Eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd a 100 salî ne bi rêya çekê, lê li ser bingeha demokratîkbûnê çareser bike, wê demê ji bo pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê gavên pêwîst bêyî derengketinê biavêje. Pirsgirêka 100 salî ya Tirkiyeyê gelekî girîng e ku nabe li gorî hilbijartinê û polîtîkayên navxweyî yên rojane bê nirxandin. Ne pirsgirêka partiyekê ye, pirsgirêka gelên Tirkiyeyê û hêzên siyasî hemûyan e. Eger desthilatdariya AKPê dibêje, ez ê vê pêvajoyê li demê belav bikim, Tevgera Azadiyê ya Kurd lawaz bikim û di vê mijarê de polîtîkaya berê dewam bikim, ev yek wê bibe şaştiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê. Ev ê bê wateya têkbirina polîtîkayên Rêber Apo û Tevgera me yên ji bo berjewendiyên gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Bi vî rengî wê nebaşiyeke gelekî mezin li gelên Tirkiyeyê bike. Ji bo rewşeke bi vî rengî dernekeve holê, me bi berpirsyariyeke mezin hewl dan erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Eger ev nêzîkatiya Rêber Apo û Tevgera me rast neyê fêhmkirin, her wiha weke lawaziyekê bê dîtin, ji bilî nêzîkatiyeke polîtîk a sivik wê ev yek neyê tu wateyê. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji vê nêzîkatiyê berde, her wiha bang li gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û welatparêzên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo bi berpirsyariyê rabin. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêka partiyekê û desthilatdariyê nîne. Pirsgirêka paşerojeke demokratîk û jiyana azad a gelên Tirkiyeyê ye. Eger pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê weke pirsgirêkek navbera AKPê û Tevgera Azadiyê bê dîtin, ev yek wê bê wateya nedîtina rastiyê. Pirsgirêkên ku gelên Tirkiyeyê jê gilî û gazinan dikin û dixwazin bêne çareserkirin, hemû ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê yekê divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bi rengekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin. Ji bo hêzên civakî û tevahiya gelên Tirkiyeyê wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye astengiyên li peşiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji holê rakin û bikin ku pêvajoya ji bo gelên Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye bi ser bikeve.”


*Çavkanî: Ajansa Welat

ÎSÎG: Di Îlonê de herî kêm 226 karker mirine

Li gorî rapora ISIGê di 9 mehên destpêkê yên sala 2026an de herî kêm hezar û 736 karker di dema karkirinê de mirin e.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora xwe ya Îlona 2026an weşand. Li gorî raporê di meha Îlonê de 226 karker mirine.

Her weha Meclîsa ISIGê destnîşan kiriye ku di 9 mehên destpêkê yên sala 2026an de herî kêm hezar û 736 karker di dema karî de mirine.

Li gorî vê di meha Kanûna Paşîn de 155, di Sibatê de 129, di Adarê de 151, di Nîsanê de jî 190, di meha Gulanê de 214, di Hezîranê de 228, di Tîrmehê de 216 û di Tebaxê de 227 karker di dema karî de mirin e.

Ji karkerên ku mirine jê 79 di sektora pîşesaziyê de, 54 di sektora avahîsaziyê de, 48 jî di sektora xizmetguzariyê û 45 di beşa çandiniyê de dixebitîn.

Her weha 7 ji wan endamên sendîkayekê bûne û 219 karker endamê sendîkayan nebûn.

Ji 226 karkerên ku di dema karkirinê de mirine jê 21 jin û 14 jî koçber bûn.

Li gorî raporê ji 226 karkerên di vê mehê de mirine jê 8 zarok in. Ji wan 5 zarok temenê wan di bin 14î de bû û sê jî di navbera 15 û 17an de bûn.

Mirina sê zarokan di sektora çandiniyê de û yên din jî di sektorên xurek, tekstîl, metal û avahîsaziyê de pêk hat.

Di neh mehên destpêkê ên sala 2026an de 66 zarok di dema karkirinê de mirine.

MKG: Herî kêm 810 platformên medyaya civakî hatine astengkirin

MKGê rapora xwe ya meha Îlonê aşkere kir. Li gorî raporê di meha Îlonê de 4 malper hatine girtin û 15 nûçe hatine astengkirin. 3 rojnamegerên jin hatine desteserkirin û 2 rojnameger jî hatine girtin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Îlona 2026an li ser platformên xwe yên medyaya dijital parve kir. MKGê, di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadê, şert û mercên xebatê yên ji bo rojnamegerên jin û sansura li ser çapemeniyê.

MKGê diyar kir ku di meha Îlonê de zext bi awayên cûr bi cûr li ser rojnamegerên jin berdewam kirin û wiha got:

“Lêpirsîn û dozên li dijî çalakiyên rojnamegeriyê, astengiyên li pêşiya nûçeyan, binçavkirin û girtin, gef û êrîş û sansura dîjîtal qada xebatê ji bo rojnamegeran teng kir. Geşedanên di tevahiya mehê de nîşan dan, raporên nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê wekî bingehek ji bo tawanbarkirinê têne bikaranîn. Darizandinên bi salane berdewam dikin, dozên nû tên vekirin û berdewama biryarên girtinê nîşan dide ku zexta darazê ya li ser rojnamegeran domdar bûye. Astengiyên li qadê şert û mercên xebatê ji bo rojnamegeran jî dijwar kirin. Destwerdana li ser nûçeyan, dûrxistina rojnamegeran a ji qadê, gef û êrîşan nîşan dan ku gihiştina nûçeyan her diçe bi sînordar dibe. Di meha Îlonê de, qada dîjîtal jî yek ji wan deveran bû ku zext lê zêde bûn. Xwegihandina platformên medya dîjîtal ên gelek koman, rojnameger, sazî û dezgehên medyayê, rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan, hate astengkirin. Bi vê yekê di heman demê de xwegihandina raya giştî ya dezgehên agahdariyê jî hatin sînordarkirin.”

MKGê di berdewamiya raporê de bi lêv kir ku zextên li ser rojnamegeran li cihên kar jî berdewam kir. MKGê da zanîn ku ji kar derxistin, mobîng û şert û mercên bêewle zêde bûne û hebûna jinan a di qada çapemeniyê de zehmet bûye û wiha hate gotin:

“Bûyerên meha Îlonê nîşan didin ku dema rojnameger nûçeyan çêdikin, li qadê dixebitin, di pêvajoyên darazê de û li qada dîjîtal di bin zextê de ne. Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamegeran nikarin ji azadiya çapemeniyê û mafê raya giştî yê agahdarkirinê cûdatir bên nirxandin. Divê darizandin û çavtirsandina rojnamegeran a ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, astengkirina weşana nûçeyên wan û girtina platformên wan ên dîjîtal bi dawî bibe. Divê rojnamegerên girtî werin berdan û hemû astengiyên li pêşiya xebatên rojnamegeran werin rakirin.”

Daneyên Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger a Îlona 2026an

Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin: 3
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin: 2
Rojnamegerên hatin binçavkirin: 3
Rojnamegerên hatin girtin: 2
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man: 1
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 1
Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin: 3
Binpêkirina mafên rojnamegeran ên li girtîgehan: 1

Binpêkirina mafên raman û azadiya ramanê ya rojnamegeran

Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin: 3
Rojnamegerên hatin cezakirin: 2
Cezayê hepsê: 6 sal û 5 meh 24 roj
Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayê 14
Hejmara kesan 36
Hejmara rojnamegrên girtî: (Ji 1ê Îlona 2026an heta niha) 9

Binpêkirina mafên aborî/civakî ya jinên rojnameger

Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin: 3

Astengiyên li ser înternet/medyaya dîjîtal

Sîteyên hatine girtin: 4
Platfromên Medyaya Dîjîtal ên Hatine Astengkirin: Herî kêm 810
Nûçeyên hatine astengkirin: 15

Lîsteya rojnamegerên girtî:

1. Derya Okatan – Rojnameger

2. Hatice Duman – Midûra Karên Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

3. Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

4. Ozden Kinik – Xebatkara TRTyê

5. Oya Lale Ozan Arslan – Rojnameger

6. Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê

7. Songul Yucel – Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê

8. Fatma Sibel Gurcihan – Rojnameger

9. Îrem Delice – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê

10. Tugba Tekerek – Rojnameger

Di cîhanê de yekem profesorê Kirmanckiyê Îlyas Akman e

Kirmanckî / Zazakî wekî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ji aliyê UNESCOyê ve di beşa “ziman ûzaravayên di bin metirsiya windabûnê de” hatiye destnîşankirin.

Akademîsyenê Kurd ku xelkê Amedê ye, Îlyas Akman di warê Ziman û Wêjeya Kirmanckî/Zazakî de payeya profesoriyê wergirt û bi vê serkeftina xwe ya mezin, li seranserê cîhanê bû profesorê yekem ê zaravayê Kirmanckî.

Ev gava girîng, ji bo Kirmanckiya ku di lîsteya zimanên di bin metirsiya windabûnê deye, wekî qonaxeke dîrokî hat dîtin.

Kirmanckî wekî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ji aliyê UNESCOyê ve di beşa “ziman ûzaravayên di bin metirsiya windabûnê de” hatiye destnîşankirin.

Li gorî pisoran ve di nava şert û mercên wiha hesas de, derketina profesorekî di vî warîde ji bo parastin û bipêşvebirina zaravayê Kirmanckî wekî derfeteke mezin tê nirxandin.

Li gorî nûçeya Rûdawê wergirtina payeya profesoriyê ya di warê Kirmanckiyê de, hem di qada akademîk hemjî di nav civakê de deng veda û bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Derbarê Prof. Dr. Îlyas Akmanî de

Îlyas Akman li Amedê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Tirkîqedandiye û pişt re master û doktoraya xwe jî li heman zanîngehê biriye serî.

Piştî qedandina xwendina xwe ya bilind, wî biryareke girîng da û hemû lêkolîn ûxebatên xwe yên akademîk bi giştî ber bi ziman, wêje û çanda Kirmanckî ve arastekirin.

Prof. Dr. Îlyas Akman bi salan e li ser zimannasî, rêziman û wêjeya Kirmanckî xebatênberfireh kiriye.

Ew bi van xebatên xwe yên zanistî hewl daye ku standardîzasyona zaravayê Kirmanckîbi pêş bixe û berhemên giranbiha ji bo nifşên nû bihêle.

Bi wergirtina vê payeyê tê pêşbînîkirin ku li zanîngehan eleqe û lêkolînên ji bo beşaZiman û Wêjeya Kirmanckî zêdetir bibin.

Vê serkeftina Prof. Dr. Îlyas Akman ji aliyê akademîsyen û rewşenbîrên Kurd ve wekîdestpêkeke nû û geş a ji bo qada akademîk a Kurdî û bi taybetî jî ji bo Kirmanckî hatşîrovekirin.

Li Sûriyeyê dersa Kurdî kete dibistanan

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke nû îmze kir. Li gorî vê biryarê, zimanê kurdî weke zimanekî niştimanî tê qebûlkirin.

Dibistaneke li Rojavayê, Foto: ANHA

Li gorî biryara Wezîrê Perwerdeyê, zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî li tevahiya Sûriyeyê tê qebûlkirin û wê di hemû qonaxên xwendinê de bibe beşek ji mufredata fermî.

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi biryareke fermî xwendina zimanê kurdî li dibistanên dewletê û taybet ên li herêmên ku kurd lê dijîn qebûl kir.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke nû îmze kir. Li gorî vê biryarê, zimanê kurdî weke zimanekî niştimanî tê qebûlkirin.

Di biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku armanca vê gavê parastina mafên çandî û zimanî û xurtkirina cihêrengiya çandî ye. Li gorî xala duyê ya biryarê, xwendekar wê heftane 3 dersên zimanê kurdî bibînin.

Ev ders wê li gel zimanên erebî û ingilîzî werin dayîn û notên zimanê kurdî jî wê liser nota giştî ya dawiya salê werin hesabkirin.

Tevî vê, heftane derseke çalakiyan jî wê bi zimanê kurdî bê dayîn.

Ji bo qonaxa derbasbûnê hêsankarî

Wezareta Perwerdeyê ji bo sala yekem a xwendinê hêsankariyek jî ragihand. Xwendekar dikarin di sala yekem de dersên civaknasî, dîrok, erdnîgarî û felsefeyê li gorî dilê xwe bi erebî an jî bi kurdî bixwînin.

Lê ev mafê hilbijartinê dê tenê ji bo sala yekem a piştî derketina biryarê derbasdar be.

Navenda Niştimanî ya Bipêşxistina Mufredatê hat erkdarkirin ku mufredata zimanê kurdî ji bo hemû qonaxan amade bike.

Şertên ji bo dersdaran

Di xala sêyem a biryarê de mercên ji bo dersdarên ku wê zimanê kurdî bidin hatin eşkerekirin.

Birêvebiriya Perwerdeyê hat erkdarkirin ku kadroyên pêwîst dabîn bike.

Kesên ku zanîngeh an jî peymangehên dersdariyê qedandine û bi kurdî baş dizanin dikarin bibin dersdar.

Di rewşên pêwîst de, kesên ku lîse qedandine û bi kurdî baş dizanin jî dikarin werin erkdarkirin.

Lê belê, ji bo hemû berbijêran şert e ku di ezmûnên nivîskî û devkî yên zimanê kurdî de bi ser bikevin.

Di dema Baasê de qedexe bû

Di serdema rêveberiya Baasê de kurdî bi her awayî qedexe bû. Li dibistanan, li saziyê dewletê kes nikarîbû bi kurdî biaxive. Bi çendîn biryar û qanûnan kurdî ji kar û barên fermî hatibûn derxistin.

Bi vê biryarê re kurdî cara pêşiyê dikeve sîstema perwerdeyê ya fermî. Serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şer’ demeke beê biryarnameyek bi hejmara 13ê weşandibû û kurdî weke zimanê “netewî” binav kiribû. Ev gav yek ji gavên pêvajoya entegrasyona rêveberiya xweser û HSDyê ya bi rêveberiya Şamê re ye ku sal û nîv in berdewam dikin.

Karkerek mir, 12 karker birîndar bûn

Li Enqereyê kaneke madenê hilweşiya

Li Çayirhana Ankarayê, di Nîsana 2025an de jî heman kana madenê hilweşiyabû û di encamê de 14 karker birîndar bûbûn.

Li navçeya Beypazariyê ya bajarê Enqereyê li qada xebatê ya Şirketa Enerjiyê ya Çayirhanê qezayeke madenê rû da û karkerek mir û 12 karker jî birîndar bûn. Ji wan rewşa 4 karkeran giran e.

Walitita Enqereyê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku 20 karker birîndar bûne û karkerek jî miriye.

Walîtiyê eşkere kir ku bûyer doh danê êvarê li taxa Hirkatepeyê qewimiye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li gorî tespîtên ewil, li pişt qada xebatê ban herifiye û ji ber zextê karker li derdorê belav bûne. Tîmên cendirme, ewlehî, agirvemirandin, AFAD, UMKE û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. 15 ambulansan birîndar veguhastin nexweşxaneyan. Ji bûyerê 20 welatiyên me bandor bûn û karkerekî madenê mir. Tedawiya birîndaran berdewam dike.”

Walîtiyê her wiha da zanîn ku li ser sedema qezayê dest bi lêpirsînekê hatiye kirin.

Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Beypazariyê Selahattîn Biçak li ber nexweşxaneyê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku birîndarên ku gihîştine nexweşxaneyê li serê xwe ne û rewşa wan tê şopandin.

Li Çayirhana Ankarayê, di Nîsana 2025an de jî heman kana madenê hilweşiyabû û di encamê de 14 karker birîndar bûbûn.

Yasa di Rojnameya Fermî de weşiya

Erdoğan “yasaya çarçoveyê” îmze kir

Serokomar Erdoğan pişti yasa îmze kir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand. Erdoğan bibîr xist ku yase bi dengê 467 parlamenterin hatiye pejirandin û got, bila li ser xêrê be. Piştî ku Erdoğan îmze kir, li gorî yasayê divê Lijneyek were avakirin. Ev lijne wê di 24ê Tebaxê de civîna xwe ya yekem pêk bîne.

Serokomar Recep Tayyip Erdoğan, Foto: X

Serokomar Recep Tayyip Erdoğan, yasaya bi navê “Yasaya Derbarê Piştevaniya Netewî û Bihêzkirina Hevgirtina Civakî de” îmze kir ku di nava civakê de jê re “yasaya çarçoveyê” tê gotin. Piştî ku Erdoğan yasa îmze kir, yasa di Rojnameya Fermî de weşiya.

Di 2024an de Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Parlamentoyê çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê silav li wan kiribû û bi destên wan girtibû. Paşê jî di hin civînên koma partiye xwe de bang li Abdullah Ocalan kiribû û xwestibû PKKyê fesx bike û dest ji çıkan berde. Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bersiva banga Bahçelî dabû û gotibû ew PKKyê fesx dikin û dest ji çekan berdidin. Pêvajoya navborî bi vî rengî heta roja me hatibû.

Paşê bi tevlêbûn partiyên li Parlamentoyê komîsyonek bi navê Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê hatibû avakirin. Komîsyon piştî çendîn civînan, çûbû li Girtîgeha Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan kiribû û paşê jî raporeke hevbeş ji bo pêvajoyê amade kiribû.

Yasaya navborî jî di encama vê pêvajoyê de hatibû amadekirin û li Meclîsê bi dengê 467 parlamenterin hatibû pejirandin.

Ev yasa piştî ku Saziya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) “tespît û teyît bike ku PKKyê xwe fesx kiriye û çekên xwe danîne” wê bikeve meriyetê.

Li gorî hin nirxandinan, çav li rê ye ku ev pêvajo di meha Îlonê yan jî meha Çiriya Pêşiyê de pêk bê. Paşê jî siyasetmedarên kurd ji gelek deveran, gerîlayên PKKyê ji çiyayan werin û girtiyên siyasî ji girtîgehan serbest bibin.

Erdoğan spasiyên xwe pêşkêş kirin

Serokomar Erdoğan pişti yasa îmze kir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand. Erdoğan bibîr xist ku yase bi dengê 467 parlamenterin hatiye pejirandin û got, bila li ser xêrê be.

Erdoğan di peyama xwe de pejirandina yasayê ya li Meclîsê bi gotina “mînaka lihevkirineke dîrokî” binav kir û diyar kir ku ji bo dahatûyeke biaram, biewle û bihizûr a Tirkiyeyê gaveke girîng e.

Erdoğan ji bo ku beşdarî pêvajoyê bûne destpêkê spasiyeke taybet li hevkarê Rêkeftina Komarî Serokê MHPyê Devlet Bahçelê, koma MHPyê û Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş kir.

Her weha spasiyên xwe pêşkêşî parlamenterên koma AKPyê, parlamenterên di nava partiyên siyasî yên cuda de digrin jî kir.

Erdoğan di peyama xwe de diyar kir ku pêvajo wê li gorî rêya yasa jê re daniye bi rê ve bibin.

Lijne wê di 24ê Tebaxê de bicive

Li gorî yasayê, divê Lijneyeke ji Wezîrê Dadê, Wezîrê Karûbarên Navxweyî, Wezîrê Karûbarên Derve, Wezîrê Berevaniyê ya Netewî, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê, Serokê Rêxistina Istixbaratê ya Netewî û Sekreterê Giştî yê Saziya Ewlehiya Netewî pêk bê ku Serokê wê dê alîkarê Serokwezîr be. Lijne dikare komîsyonan di bin xwe de ava bike û nûnerên wezaret, sazî û yên peywendîdar wezîfedar bike.

Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û diyar kir ku piştî weşandina yasayê ya di Rojnameya Fermî de, avabûna Lijneyê jî fermî bûye û ew ê di 24ê Tebaxê de civîna xwe ya yekem li dar bixin.

Piştî ku Saziya Ewlekariya Netewî biryar da û got ku rêxistinê xwe fesx kiriye û çek berdaye û ev biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin, Sazî wê li gorî armancê rewşê binirxîne. Lijne ger pêwîst bibîne dikar di yasayan de guhertinên edlî, îdarî û yasayî pêk bên.

7 şaredar û 3 parlamenter tevlî AKPê bûn

Parlamenterê Îzmirê Mustafa Bilici, Parlamenterê Aydinê Omer Karakaş, Parlamenterê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurban û 7 serokên şaredariyan tevlî AKPê bûn.

Bernameya Salvegera 25emîn a Damezrandina AK Partiyê hat lidarxistin. Di bernameyê de hinek 3 parlamenter û 7 şaredar tevlî AKPê bûn.

Serokkomar û Serokê Gişrî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan rozêtên partiyê bi wan kesên nû ve kirin.

Parlamenterên ku tevlî AKPê bûn ev in:

Parlamenterê Îzmirê Mustafa Bilici, Parlamenterê Aydinê Omer Karakaş û Parlamenterê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurban in.

Her weha 7 serokên şaredariyan jî derbasî AK Partiyê bûn.

Şardarên ku tevlî AK Partiyê bûne ev in:

Serokê Şaredariya Golbaşiyê Yakup Odabaşi, Serokê Şaredariya Kahramankazanê Eyup Çirpanioglu, Serokê Şaredariya Tavşanliya Kutahyayê Alî Kemal Derîn û Serokê Şaredariya Domaniça Kutahyayê Engîn Uysal. Her wiha Hevseroka Şaredariya navçeya Hezexê ya Şirnexê Turkan Kayir, Serokê Şaredariya Hayraboluyê yê Tekirdagê Tuncer Başoglu û Serokê Şaredariya Eceabata Çanakkaleyê Saîm Zîleli.

Pêvajoya îxrackirina Kayirê ji DEM partiyê

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 19ê Kanûna Paşîn a 2024an de ragihandibû ku Hevşaredara Hezex a Şirnexê Turkan Kayir ji partiyê hatiye îxrackirin.

Daxuyanî bi sernavê “Îradeya xelkê Hezexê ya ku jiyana azad ava kirî bila ji gelê Hezexê re bê hiştin” parve kir. Di daxuyaniyê de hatibû bibîrxistin ku xelkê Hezexê di hilbijartinê de bi rêjeyeke ji sedî 71,27 bi ser ketiye û wiha hatibû gotin:

“Gelê me îradeya xwe bi eşkereyî nîşan da. Rêgeza me ya sereke ew bû ku texrîbata qeyûman di 8 salan de çêkirî ji holê rakin lê hin kesan hewl dan vê texrîbatê bidomînin. Hin kesên nirxên têkoşîna me ya demokratîk û rêgezên me tune hesibandin, yên xizmeta ji bo gel ji xwe re esas negirtin, yên îradeya hilbijêran tune hesibandin, li dijî zîhniyeta partiya me tevgeriyayîn û hewl dan bi rêya têkiliyên hevaltiyê şaredariyê birêve bibin, mixabin di van 8 mehan de hatin tespîtkirin. Partiya me demekî dirêj hewl da meseleyê çareser bike lê ev hewl dan tune hatin hesibandin û di van nêzikatiyên xwe de israr kirin. Lewma jî Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir sewqî Lijneya Disiplînê ya Navenda DEM Partiyê; endamê Meclisa Şaredariyê Ekrem Şîmşek jî sewqî Lijneya Disiplînê ya DEM Partiyê ya Şirnexê hate kirin. Di encama nirxandinan de biryar hate dayin ku Kayir û Şîmşek ji partiyê bên îxrackirin.

Em careke din soz didin ku dê têkoşîna me ya li dijî kesên nirxên gelê me ji bo menfaetên xwe yên şexsî bi kar tînin bidome. Tevî endamên Meclisê dê berteka me ya demokratîk û muxalefeta me ya di Meclisa Şaredariya Hezexê de bidome û em ê li gel gelê xwe tevbigerin. Qedr û qîmeta kesên pişta xwe dane gel tu caran nebûye û dê nebe jî. Tekane daxwaza xelkê Hezexê ew e ku ji meqamên xwe îstîfa bikin. Îradeya xelkê Hezexê ya ku jiyana azad ava kirî bila ji gelê Hezexê re bê hiştin.”

Lêgerîna li edaletê dewam dike

33 salên bêcezatiya Qetlîama Dîgorê

Di 14ê Tebaxa 1993an de li navçeya Dîgorê ya Qersê, li dijî ferzkirina cerdevaniyê, serdegirtinên gundan, binçavkirinan û zextên li herêmê, çalakiyeke protestoyî pêk hatibû. Tîmên taybet gule li hezaran kesên ku dimeşiyan reşandin. 17 kes hatin kuştin ku şeş ji wan zarok bûn. Li gorî daxuyaniyên fermî 63 birîndar bûn. Di doza hat vekirin de heşt polîsan beraat kirin. Tirkiyeyê jî piştî çendîn salan li pêşberî Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) ji ber bûyera li Dîgorê berpirsiyariya xwe qebûl kir.

Li cihê Qetlîama Dîgorê lê pêk hatibû, bernameyeke yadkirinê pêk hatibû, 2025, Foto:MA

Di 14ê Tebaxa 1993an de xelkê gundên girêdayî navçeya Dîgorê ya Qersê, li dijî zextên ku bi salan e berdewam dikirin, ber bi navenda navçeyê ve dest bi meşê kiribûn.

Mirovên ku ji gundên cuda hatibûn ba hev û dixwestin serdegirtinên malan, binçavkirin û ferzkirina cerdevaniyê bi dawî bibin, li dora gundê Qoçakoyê kom bûn. Koma ku ji hezaran kesan pêk dihat, nêzîkî du kîometreyan nêzî Dîgorê hate sekinandin. Piştî demekê, polîsan gule li wan reşandin. Di encamê de 17 kes hatin kuştin. Ji van şeş kes zarok bûn.

Li gorî daxuyaniya fermî 63 kes jî birîndar bûn. Lê belê şahid û hin vegotinên wê serdemê diyar dikin ku hejmara birîndaran gelekî ji vê zêdetir bû. Hin sahiden destnîşan kirin ku ji ber tirs û zextê gelek birîndaran serî li nexweşxaneyan neda bû.

33 sal di ser Qetlîama Dîgorê re derbas bûn. Lê belê lêgerîna edaletê ya ji ber vê qetlîamê hîn jî dewam dike.

“`html

Kesên di dema Komkujiya Dîgorê de hatin kuştin

Di 14ê Tebaxa 1993an de, dema meşa li Dîgorê 17 kes hatin kuştin jiyana:

17 Kes
01 Gülcan Çağdavul (8 salî)
02 Selvi Çağdavul (14 salî)
03 Yeter Kerenciler (13 salî)
04 Necla Geçener (14 salî)
05 Zarife Boylu (15 salî)
06 Erdal Buğan (17 salî)
07 Zeynep Çağdavul (19 salî)
08 Hacer Hacıoğlu (20 salî)
09 Suna Çidemal (21 salî)
10 Fatma Parlak (22 salî)
11 Faruk Aydın (27 salî)
12 Cemil Özvarış (39 salî)
13 Gıyasettin Çalışçı (41 salî)
14 Hasan Çağdavul (43 salî)
15 Süleyman Taş (47 salî)
16 Tütiye Talan (66 salî)
17 Nurettin Orun (80 salî)

Agahiyên nav û temenê kesên jiyana xwe ji dest dane li gorî qeydên fermî û belgeyên dozê yên derbarê komkujiyê de hatine rêxistinkirin.

Sê sal şûnde doz hat vekirin

Piştî qetlîamê lêpirsîn hat destpêkirin. Parlamenterê wê demê yê SHPê yê Qersê Mahmut Alınak û hevalên wî raporek amade kirin. Ev rapor pêşkêşî Serokê Meclisê Husamettîn Cindoruk kirin. Piştî ku rapor bi rêya Wezareta Dadê gihîşt Serdozgeriya Komarê ya Qersê, pêvajoya darizandinê bi pêşve çû.

Lêpirsîna amadekariyê nêzî sê salan dewam kir. Di sala 1996an de derbarê heşt polîsên li Rêveberiya Ewlehiyê ya Qersê dixebitîn de bi îdiaya “kuştina bi qesdî” û “hewldana kuştina bi qesdî” doz hat vekirin.

Polîsên tawanbar di parastinên xwe de îdia kirin ku ji nava komê gule li wan reşandine û roketatar hatiye bikaranîn.

Lê belê hate diyarkirin ku di lêkolînên cihê bûyerê de, ji bilî kovikên vala yên aîdî çekên ku polîsan bi kar anîne, ti delîlek derbarê roketatarek an çekeke din de ku van îdiayan piştrast bike nehatiye dîtin. Di raporên saziyên mafên mirovan ên wê demê de jî bal hat kişandin li ser van nakokiyên di nava dosya dozê de. Tevî vê yekê jî piştî si salan darizandin devam kir, polîsên tawanbar beraat kirin.

Bi hinceta “parastina rewa” beraat kirin

Piştî zêdetirî 40 danişînan, Dadgeha Cezayê Giran a Qersê di 24ê Sibata 2006an de derbarê heşt polîsan de bi hinceta “parastina rewa” biryara beraatê da.

Bi vî awayî di bûyera ku 17 kes lê hatibûn kuştin û bi dehan kes birîndar bûn de, xebatkarên ewlehiyê yên ku wekî tawanbar dihatin darizandin, bêyî ku bi berpirsiyariya cezayî re rû bi rû bimînin xwe rizgar kirin.

Tabloya ku di dosyaya Dîgorê de derket holê, piştî çendîn salan ji aliyê parêzeran ve jî bi awayekî tund hate rexnekirin. Yek ji parêzerên dozê Kahraman Ozçagin diyar dike ku darizandin bi navberên dirêj dewam kiriye, daxwazên wan ên ji bo guhdarkirina gelek şahidan nehatine qebûlkirin û di hiqûqa navxweyî de girtina encamekê ne mimkûn xuya dike.

Li gorî Ozçagin yek ji kêmasiyên herî girîng ên dosyayê ew bû ku kesên şahidên rasterast ên bûyerê bûn, ji aliyê dadgehê ve bi têra xwe nehatine guhdarîkirin.

Tirkiyeyê li DMMEyê berpirsiyarî girt ser xwe

Piştî ku polîsên tawanbar li Tirkiyeyê beraat kirin, hin malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) dan.

Di serlêdanan de bi taybetî binpêkirina mafê jiyanê, nekirina lêpirsîneke bibandor û û dirêjiya darizandinê hatin rojevê.

Di pêvajoya DMMEyê de Tirkiyeyê rêya çareseriya dostane hilbijart. Li gorî nûçeya bianetê ya ku di sala 2007an de hatibû weşandin û cih dabû daxuyaniyên parêzerê wê demê Tahir Elçî, Tirkiyeyê berpirsiyariya xwe ya derbarê bûyera li Dîgorê de qebûl kir, derbarê parastina mafê jiyanê û meşandina lêpirsîneke bi bandor de misogerî da.

Her çend polîsên tawanbar li Tirkiyeyê beraat kirin, Tirkiyeyê di pêvajoya Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê de berpirsiyarî girt ser xwe.

Lê belê pêvajoya DMMEyê bi cezakirina xebatkarên ewlehiyê yên ku di qetlîamê de gule reşandibûn bi dawî nebû. Tazminat dan malbatan. Ji aliyê faîlan ve bêcezatiyê dewam kir.

“Ji mirinê mezintir êş e”

Her çend dosya dozê ji bo şahidên Qetlîama Dîgorê girtî be jî, 14ê Tebaxa 1993an nehatiye girtin.

Qasim Çagdavûl, di hevpeyvîneke ku çendîn sal berê dabû de dema behsa zexta li gundan û ferzkirina cerdevaniyê dikir, got ku meş li dijî van zextan pêk hatibû.

Li gorî vegotina Çagdavûl dema bi hezaran kes ber bi Dîgorê ve diçûn tankan pêşiya rê girtin, tîmên taybet li mevziyan bûn û li ser komê gule hatin reşandin. Çagdavûl anî ziman ku wî di wê rojê de xwişka xwe û xizmên xwe winda kirine:

“Mirin nîne, ew êşê bi salan hilgirtin ji mirinê mezintir êşek e.”

“Di rojekê de vegeriya roja meşherê”

Zahir Serbest ê ku ji qetlîamê bi birîndarî xelas bûbû jî, çendîn sal bi şûnde tiştên ku jiyabû vegot.

Serbest got ku di dema meşê de gule li lingê wî ketiyê, piştî wê jî hatiye desteserkirin û 17 rojan li yekîneyeke leşkerî hatiye ragirtin.

Li gorî vegotina Serbest di dema qetlîamê de li qada ku birîndar lê bûn jî dengê çekan dewam kiriye.

33 sal şûnde heman bîr

Suna Karataş a ku di dema qetlîamê de 15 salî bû, di sala 2026an de behsa şahidiya xwe kiriye û ew rojê wekî “cihê qiyametê” bi bîr aniye.

Karataş anî ziman ku di dema meşê de li ser mirovan gule hatin reşandin, mirov reviyan û behsa tiştên ku li cihê birîndaran lê bûn kir.

Karataşê gotiye ku serdegirtinên li ser gundan dewam kirin, mirov hatin binçavkirin û gelek kes neçar ma ku cihên ku lê dijîn biterikînin.

Qetlîama Dîgorê wê ji nû ve bê vekirin?

Wezîrê Dadê Akın Gürlek di 25ê Nîsana 2026an de gotibû ku di nava Rêveberiya Giştî ya Karên Cezayî de Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Failên wan Nediyar hatiye avakirin û li 75 bajaran bi 638 dosyayî û derbarê 693 mexdûran de lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Wezîr di daxuyaniyên xwe yên din de ragihand ku di encama lêkolîna ji nû ve ya hin dosyayên kuştinên failên wan nediyar de kuştin hatine ronîkirin.

Lê belê derbarê wê yekê de ku hîn agahiyeke Celal a li ber çavê raya giştî nîne ku ka wê Qetlîama Dîgorê bikeve nava vê çarçoveya lêkolînê de an na.

Parêzerê dosyayê Kahraman Ozçagin jî ji ber vê yekê diyar dike ku dixwaze bi serlêdana li Wezaretê fêr bibe ka Dîgor di nava wê lîsteyê de heye an na.

Ozçagin wiha gotiye:

Li gorî parêzer ji bo rûbirûbûneke rasteqîn ne bes e ku tenê mekanîzmayên darizandina heyî bêne xebitandin, divê arşîvên dewletê bêne vekirin û Komîsyoneke Rastiyê ya serbixwe bê avakirin.

Pêşnûmeya “qanûna çarçoveyî” li Meclîsê hat qebûlkirin

Pêşnûmeya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” bi 467 dengên erê, 87 dengên na û 7 dengên bêalî hat qebûlkirin. Meclîs ket betlaneyê.

Pêşnûmeya bi navê “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” ya weke “qanûna çarçoveyî” tê zanîn piştî li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat nîqaşkirin. Pêşnûme bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Pêşniyaryasaya bi 467 dengên erê, 87 dengên nexêr û 7 dengên bêalî hat qebûlkirin.

Li gorî tabloya fermî ya dengdana vekirî, di nav mixalefetê de encama herî balkêş ji nav Partiya NÛ derketiye holê.

Partiyê parlamenterên xwe azad kirin, 54 parlamenterên wê dengê “na”, 35 parlamenteran jî dengê “erê” dan. Her 29 parlamenterên ÎYÎ Partiyê li dijî yasayê derketin. Ji CHPyê jî 2 parlamenteran dengê “na” û 29 parlamenteran dengê “erê” dan.

Li gorî encamên dengdana vekirî ya Parlamentoyê ya di ser asta partiyan de, 561 parlamenter beşdarî dengdanê bûne.

Ji 592 parlamenterên li Parlamentoyê, jê 31 beşdarî dengdanê nebûn.

Partiya NÛ

Partiya NÛ, ji bo Qanûna Çarçoveyê biryareke mecbûrî wernegirt û parlamenterên xwe serbest hiştin. Di encama dengdanê de 35 parlamenteran dengê “erê”, 54 parlamenteran dengê “na” dan û 2 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn.

Bi vî awayî di nav Partiya NÛ ya xwedî 91 parlamenteran de, piraniya komê li dijî rewşa heyî ya pêşnûmeyê derket.

Beriya dengdanê jî di nava partiyê de nerînên cuda deng vedabû; navên wekî Cemal Engînyurt, Mahmut Tanal, Sureyya Oneş Derîcî û Îbrahîm Arslan ragihandibû ku ew dê dengê “na” bidin.

Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel jî di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî de wiha gotibû:

“Mafê me yê herî zêde heye ku em ji vê yasayê re bêjin ‘na’ lê yên ku vî mafî naxin pêşiya mafê aştiyê yê vî gelî jî em in.”

ÎYÎ Partiyê

Li gorî girtenameya Parlamentoyê, her 29 parlamenterên ÎYÎ Partiyê dengê “na” da. Ji vê partiyê ti parlamenterî dengê “erê” yan “bêalî” neda û kesekî ku beşdar nebe jî nebû.

Gava ku 54 dengên na yên Partiya NÛ û 29 dengên na yên ÎYÎ Partiyê bi hev re bên nirxandin, tê dîtin ku ji 87 dengên na, 83 deng ji van her du partiyan hatine.

CHP

Di dengdanê de encameke din a balkêş jî li CHPyê pêk hat. Di CHPya xwedî 45 parlamenteran de, 29 parlamenteran dengê “erê” û 2 parlamenteran dengê “na” da; 14 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn.

Bi vî awayî beşa herî mezin a CHPyê piştgirî da verastkirinê lê du parlamenterên wan li dijî yasayê derketin.

Li gorî tabloya fermî, dengên “na” wiha belav bûn: Partiya NÛ 54, ÎYÎ Partî 29, CHP 2, parlamenterên serbixwe 1, Partiya Demokrat 1.

Bi vî awayî bi giştî hejmara dengên “na” gihîşt 87an.

Partiya Jinûve Refahê

Serokê Giştî yê Partiya Jinûve Refahê (Yenîden Refah) ya Fatîh Erbakan, beriya dengdanê ragihandibû ku dê partiya wî ji bo pêşniyaryasayê dengê bêalî bide.

Encamên Parlamentoyê nîşan da ku vê daxuyaniyê bi heman awayî di koma partiyê de cih girtiye. Her çar parlamenterên wan jî dengê “bêalî” da.

Di Partiya Rêya Nû de jî 3 parlamenter “bêalî” man, 16 parlamenterên partiyê dengê “erê” da û parlamenterek jî beşdarî dengdanê nebû. Bi vî awayî bi giştî hejmara dengên “bêalî” bû 7.

Dabeşkirina dengê partiyan

AK Partî: 268 erê, 9 kes beşdar nebûn

DEM Partî: 55 erê, 1 kes beşdar nebû

MHP: 44 erê, 2 kes beşdar nebûn

Ji van her sê partiyan ti parlamenterî dengê “na” yan jî “bêalî” neda.

Dengên partiyên siyasî yên biçûktir jî bi piranî ji bo erêkirinê bûn.

Ji Partiya Rêya Nû 16, ji serbixweyan 7, ji HUDA PARê 4, ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) 3, ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 2, ji Partiya Kedê (EMEP) 2, ji Partiya Çep a Demokratîk (DSP) 1 û ji Partiya Saadetê jî parlamenterekî dengê “erê” da.

Li gorî tabloya dengdana vekirî ya Parlamentoyê, bi giştî 31 parlamenter beşdarî dengdanê nebûne.

Li gorî partiyan dabeşbûna kesên ku beşdar nebûne jî wiha ye: CHP 14, AK Partî 9, Partiya NÛ 2, MHP 2, serbixwe 2, DEM Partî 1 û Rêya Nû 1.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.