TFFyê piştî maça Eyupsporê ceza li Amedsporê birî

TFFyê piştî maça Eyupsporê bi giştî 780 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê. Her weha 3 maç û 200 hezar lîre ceza li lîstikvanê Amedsporê Samuel Ballet birî.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) piştî maça Eyupsporê ceza dan Amedsporê.

Desteya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ji ber bûyerên nav qadê û valanehiştina pêpelûkan bi giştî 780 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê.

PFDK her wiha li lîstikvanê Amedsporê Samuel Ballet jî 3 maçan ceza û 200 hezar lîre cezayê pereyan birî. Qertên biletên elektronîk ên hinek alîgiran jî hatin blokekirin.

Ji bo Samuel Ballet 3 maç ceza û 200 hezar lîre

Ballet, beriya ku ji lîstikê bê derxistin li hemberî lîstikvanê tîma reqîb tevgerek kiribû. Ji ber vê yekê ji 3 maçan hat menkirin û 100 hezar lîre cezayê pereyan lê hat birîn. Yekser piştî wê, ji ber tevgerên wî yên li dijî werzişvaniyê yên piştî derxistinê, 100 hezar lîreyên din jî ceza girt. Bi vî awayî cezayê Ballet gihişt 200 hezar lîreyî.

PFDKyê, ji ber valanehiştina cihê pêpelûkan 500 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê. Ji ber bûyerên qadê yên ku alîgir bûn sedem jî 280 hezar lîre cezayê pereyan li tîmê hat birîn.

Bilet hatin blokekirin

Qertên biletên elektronîk ên temaşevanên li bloka hejmar 130î ya Trîbuna Jêr a Rojhilatê jî hatin blokekirin. Ev alîgir tevlî bûyerên qadê bûbûn. Alîgirên li vê blokê dê nikaribin maça bê ya ku Amedspor mazûvan e li trîbunê bişopînin.

PFDKyê ji ber ku di maça Amedspor û Konyasporê de valahiyên pêpelûkan ên li stadyumê vala nehatibûn hiştin, 350 hezar lîreyên Tirk (nêzikî 7 hezar dolaran) ceza li Amedsporê birîbû.

Konferansa PENa Kurd: “Bêyî azadiya ziman aştî ava nabe”

Li Amedê bi beşdariya gelek nivîskar, helbestvan û rewşenbîran konferansa “Di pêvajoyên aştî û wekheviyê de rola wêje, ziman û rewşenbîran” dest pê kir.

Konferansa Wêje û Aştiyê ya ji aliyê PENa Kurd ve tê lidarxistin li Salona Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Li gel Serokê PENa navneteweyî Burhan Sonmez, Siyasetmedar Veysî Aktaş, hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, nivîskar û rewşenbîran, endamên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek kes tev li konferansê bûn.

Di destpêkê de Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PENa Kurd Omer Fîdan axaftina vekirinê pêk anî. Omer Fîdan got ku Tirkiye ne dewletek yek netew e û wiha got:

“Li Tirkiyeyê gelên sereke Kurd û Tirk in û divê ji bilî Kurd û Tirkan hemû gelê li ser vê axê xwe di makezagonan de bibînin. Divê hebûna zimanê Kurdî di her qadê were bikaranîn û bi awayek fermî cih li her derê bigire. Rewşenbîr û nivîskar divê her tim pênûsa xwe ji bo aştiyê bi kar bînin. Divê êdî siyasetmedar ji bo dijberiyê tevnegerin û ji bo aştiyek mayînde û bi rûmet tevbigerin.”

Omer Fîdan herî dawî spasiya xwe ji bo hemû kesên keda wan di lidarxistina konferansê de çêbûye kir.

Mizgîn Ronak: Di zindanan de wêjekarên mezin hene

Piştî Omer Fîdan, konfransê bi beşa Kursiya Vala berdewam kir. Di beşa Kursiya Vale de, Nivîskar Mizgîn Ronakê bal kişand ser nivîskar û hunermendên di zindanan de û got ku kursiyê Nûdem Dûrak, Ramazan Çeper û Sarya Mulkiye Dogan vale ye û em bang dikin ku werin û kursiyê xwe tije bikin.

Nivîskara Kurd Mizgîn Ronakê jî di axaftina xwe de bal kişand ser nivîskarên di zindanan de û got:

“Di zindanan de wêjekarên mezin hene û gelekî girîng e ku berhemên wan bigihîjin gel. Min pirtûka Bextiyar Elî di girtîgehê de xwendibû ku behsa têkoşîna Apê Cemşîd ê di bin şkenceya rejîma Îraqê de bû dikir. Di zindanan de gelek Apê Cemşîd hene. Ji bo ku wêjeya Kurdî bigihîje cihê ku heq dike divê em têkoşînê mezin bikin. Pêwîst e em berhemdariyeke di nav yekîtiyê de deynin holê.”

Îlhan Samî Çomak: Divê girtî bên berdan

Piştî Mizgîn Ronakê, Îlhan Samî Çomak axivî. Çomak got ku dema aştî tê gotin destpêkê hevalên di zindanê de tên bîra wî û wiha axivî:

“Dema ku destpêkê girtiyên me neyên berdan tu wateya vê pêvajoya aştiyê tuneye. Ji ber wê yekê divê beriya her tiştî hevalên me yên di zindanan de werin berdan û Hatîce Çakmak, Îbrahîm Oruç, Fatma Tokmak, Tevfîk Yaşli, Mahmût Yamalak, Selahattîn Demîrtaş kursiyên xwe yên vale tije bikin.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî di axavtina xwe de nivîskar û helbestvanên Kurd ên di dîrokê de cih girtine bi bîr anî û wiha axivî:

“Ez bi serfirazî dikarim bibêjim ku kaniya wêjeya Kurdî gelekî bi hêz e. Ez serkeftinê ji bo hemû helbestkar û nivîskarên welatê me dixwazim. Ez konferans di demekî gelekî girîng de tê lidarxistin. Aştî tenê li ser maseyê pêk nayê, aştî bi zimanan tê axaftin û divê ji bo aştî pêk were ziman û wêje neyê astengkirin. Bingeha aştiyê azadiya raman û derbirînê ye. Peyvên azad welatê azad ava dike û em ê xwediyê peyvên azad silav dikin. Ev konferans hêviya me ya aştiyê zêdetir dike û em ji bo hemû beşdarvanan spas dikin.”

“Bila êdî pênûs ji bo aştiyê binivîse“

Beşa yekemîn a konferansê bi panela bi mijara Ziman, Wêje û Mafên Gerdûnî di Pêvajoyên Aştiyê de bi pêşkêşkirina Nivîskar Dîba Keskîn dest pê kir. Serokê Giştî ya PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez got ku divê êdî pênûs ji bo aştiyê binivîse û wiha axivî:

“Rewşenbîr ew e ku li gel hunera xwe eleqeyekî nîşanî pirsgirêkên gel bide. Li her dera cîhanê dema krîzek derdikeve holê em rewşenbîr hewl didin li wir bin, ji bo çareseriya pirsgirêkê di nava tevgerê de bin. Aştî bi hêsanî nayê destxistin. Aştî niha di qonaxa destpêkê de ye. Helbet ji bo aştiya di navbera Kurd û Tirkan de demek dirêj û avêtina gavên girîng lazim e. Em ne rêxistinek siyasî ne lê parastina mafên ji ber rewşa siyasî hatine astengkirin dikin. Îro Kurdên bakurê Kurdistanê ber bi aştiyê ve diçin. Destpêkirina aştiyê gaveke mezin e, çareserkirina pirsgirêka Kurd gaveke mezintir. Divê gava derstpêkê girtiyên li zindanan werin berdan, gerîlayên sere çiyan bikevin nava siyaseta demokratîk, divê mafên ziman ên gelê Kurd were dayîn û tu astengî li pêşiya ziman nemîne. Bila êdî pênûs ji bo aştiyê binivîsin.”

“Azadiya zimanê Kurdî ji bo zimanê Tirkî ne talokeyek e“

Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî destpêka axaftina xwe de got ku azadiya zimanekî metirsiyê li ser zimanekî din nake û wiha got:

“Zimanê Kurdî azad bibe, astengiyê ji bo zimanê Tirkî dernaxe, çanda Kurdî azad bibe ev yek ji bo çanda Tirkî ne taloke ye. Mafê her welatî heye ku ji bo kar û barên dewletê zimanek an jî çend zimanan bike zimanên fermî. Lê ev yek nayê wê wateyê ku zimanên fermî çewisandinê li ser zimanên din ên li welatî tên axaftin pêk bîne. Hemwelatiyek Tirk divê tu dem ji axaftina zimanê Kurdî netirse, her wiha divê tu Kurd ji axaftina zimanê Kurdî fedî neke. Zimanê dayikê tenê ne alaveke ku em pê diaxivin. Zimanê ew e ku me dike em. Ji bo Kurdan ziman gelekî girîng e, ji ber ku bi sedan salan e tê qedexekirin lê li gel hemû astengiyan ziman astengî û sînor nasnekiri û xwe da jiyankirin.”

Veysî Aktaş: Rewşenbiriya civakî qels e

Siyasetmedar Veysî Aktaş di axavtina xwe de bal kişand ser rola rewşenbîran a li ser pêvajoyên aştiyê û wiha got:

“Bandora rewşenbiyê li ser civakê her wiha ya civakê jî li ser rewşenbiriyê heye. Divê rewşenbîr ji civakî qut nebe da ku bikaribe civakê fam bike. Di nava Kurd û Tirkan de têkiliya rewşenbiran a bi civakê re qels e. Dema mirov ji civakê dûr bike rewşeke elîtîst derdikeve holê û niha jî ev yek di rewşenbiriya me de hakim e. Em dikarin bibêjin ku ji ber vê yekê rewşenbiriya me neketiye nava pêvajoya. Dîlgirtina civaka tenê ne fîzîkî ye, her wiha dîlgirtin bi ramanî jî pêk tê. Divê rewşenbîrên me di vê pêvajoyê de, şer, hiqûq, jiyanek hevpar, aştî çi ye û bikaribin van ji civakê re bibêjin. Mixabin rewşenbiriya heyî vê yekê pêk nayîne ji bo pêvajoyê dûr disekine. Helbet hewldanek heye lê rewşenbîr rola xwe nalîzin. Di pêvajoyê de gotina wan tenê li ser şîroveyê maye.”

Veysî Aktaş diyar kir ku hin têgehên tên bikaranîn şaş tên destgirtin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Di vê pêvajoyê de têgeh şaş tên bikaranîn. Mînak em dibêjin, ‘Entegrasyona Demokratîk’ lê rewşenbîr tenê li ser entegrasyonê diaxivin, dixebitin û li ser wê peyvê şîroveyên xwe dikin. Di vir de têgeha girîng demokrasî ye lê piraniya kesan li ser peyva entegerasyonê radiwestin, ev yek şaş e. Ger civak li ser pirsgirêkên xwe bikaribe hûrbûnekî pêk bîne dikare li ser pirsgirêka xwe polîtîka jî bike. Li vir têkiliya siyaset û rewşenbîr çi ye divê baş were nirxandin. Dema rewşenbîr di çareserkirina pirsgirêkan de xwedî rol be wê demê xemla çareseriyê dikare bike. Dema rewşenbîr rola xwe nelîze wê demê siyasetmedar ber bi desthilatiyê ve diçin. Ji ber wê divê rewşenbîr di her mijarê de xwedî gotin be û gel aresteyî rastiyê bike.”

“Ji bo qonaxa nû hewceyî bi gavên demokratîk heye“

Veysî Aktaş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo pêvajo bigihêje qonaxa nû divê hin gavên demokratîk werin avêtin û wiha bi dawî kir:

“Weke hûn jî dizanin armanca vê pêvajoyê siyaseta demokratîk e. Heya niha bi şer me dixwest pirsgirêkê çareser bikin lê êdî ev yek dê bi siyaseta demokratîk çareser bibe. Ji bo vê yekê divê dewlet demokratîk bibe. Niha dewlet ne demokatîk e û ji bo pêvajo pêş bikeve dê hiqûqek defakto were bikaranîn. Niha tiştek li ser hiqûqê ava nebûye û hiqûqa nivîskî dê bi têkoşînê pêk were. Niha divê hin gav werin avêtin û em derbasî merheleya duyemîn bibin. Niha ji bo em derbasî merheleya nû bibin hin pirsgirêk tên jiyandin. Ji bo ku em derbasî merheleya duyemîn bibin divê hin gav werin avêtin û yek ji van jî rewşa Rêber Ocalan e. Piştî ku em derbasî merheleya duyemîn bûn wê demê her tişt dikeve ser milê siyaseta demokratîk. Kî xwe zêdetir bi rêxistin bike û xwe bide qebûlkirin ew ê xwe bide jiyandin jî.”

“Em ê bi pênûsa xwe aştiyê pêk bînin“

Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PENa Navneteweyî German Rojas diyar kir ku çeka rewşenbîran tenê pênûs e, her wiha ew ê bi pênûsa xwe aştiyê pêk bînin û wiha axivî:

“Bê guman bê wêje aştî pêk nayê. Dema em li cîhanê dinêrin gelek deveran wêjekar ji aliyê dîktatoran ve tên girtin. Ev yek jî nîşan dide ku bandora wêjeyê li ser azadî û aştiyê heye. Ez li hember tiştên hatine serê gelê Kurd pir êşiyame. Em niha di pêvajoyeke wiha de ne ku divê mirov pêtir rola wêjeyê ya li ser aştiyê bifikire. Ji ber ku wêje di têkiliyên mirovî de her tim hebûye û di pêvajoyên aştiyê de wêje divê cardin hebin. Divê baş bê zanîn ku çeka nivîskaran tuneye. Çeka me tenê pênûsa me ye û ev pênûs ji şer dûr e. Ez hêvî dikim ku hûn jî pênûsa xwe bikar bînin û bi pênûsê bikaribin hemû xewn û xeyalên xwe pêk bînin.”

Her wiha konferans bi danişîna 2yemîn a bi mijara ‘Rola Qada Navneteweyî, Siberoja Wekheviyê û Mafên Mirovan’ berdewam dike.

*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Welat, MA, Rûdaw

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Mijdarê eşkere kir

Lîstik dê di navbera 1 û 29ê Mijdarê de li Çand Amedê werin nîşandan.

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir.

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di meha Mijdarê de bi lîstikên, “Hişê min tevilhev bû, Jîn, Keçelok, Zembilfiroş, Medea, Xewna Şeveke Havînê, Serpêhatiyên Nîkoyê Şilbik û Destana Moraşînê” derkeve pêşberî şanohezan.

Lîstik dê di navbera 1 û 29ê Mijdarê de li Çand Amedê werin nîşandan.

DFG: Di meha Cotmehê de 20 rojnameger hatin desteserkirin

Li gorî rapora DFGyê di meha Cotmehê de 6 rojnameger hatine girtin, ji bo 8 rojnamegeran lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 3 rojnamegeran de jî doz hatiye vekirin.

Komeleya Rojnamgeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafên rojnamgeriyê ya meha Cotmeha 2026an eşkere kir.

DFGê da zanîn ku di meha Cotmehê de 20 rojnamger hatine desteserkirin û 6 rojnamger hatine girtin.

Komeleya Rojnamgeran a Dîcle Firatê destnîşan kir û got:

“Di rapora binpêkirina mafan a meha Cotmehê de ku ji aliyê me, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hatiye amadekirin, hatiye tespîtkirin ku 20 rojnameger hatine binçavkirin, 6 rojnameger hatine girtin, der barê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye meşandin û derbarê 3 rojnamegeran de doz hatiye vekirin. Di heman demê de bi ser avahiya saziyeke medyayê de hatiye girtin, mûameleya xerab li rojnamegerekê hatiye kirin û di du bûyeran de jî rê li ber şopandina nûçeyan a rojnamegeran hatiye girtin. Cezayên girtîgehê yên li rojnamegeran hatine birîn bi tevahî bûye 3 sal û 2 meh û 20 roj. Der barê du rojnamegeran de biryara hefsa malê hatiye dayîn. Heta 3yê Mijdara 2026an hejmara rojnamegerên di girtîgehan de 33 ye.”

Zext

DFGê bal kişand ser zextên li ser rojnamgeriyê û wiha domand:

“Ev dane nîşan didin ku zextên li ser rojnamegeran ne bûyerên ji rêzê û takekesî ne; tabloyeke wisa derdixin holê ku rasterast bandorê li kirina rojnamegeriyê, gihandina nûçeyan a ji bo raya giştî û mafê agahîgirtinê yê civakê dike.Di çarçoveya lêpirsîna fonê de rojnameger Îsmaîl Saymaz, Mûrat Agirel, Şaban Sevînç û Mûstafa Balci hatin binçavkirin; Şaban Sevînç û Mustafa Balci hatin girtin; der barê Murat Agirel de pêşî biryara hefsa malê hat dayîn lê piştre dîsa hat binçavkirin û girtin. Girtina nûçegihanê BîrGunê Îsmaîl Ari ya li ser giliya Serokê berê yê RTUKê Ebûbekîr Şahîn û girtina xwediyê malpera nûçeyan a herêmî Hasan Guraksû nîşan dide ku zexta darazê ya li ser rojnamegeran di qadên cuda de dewam dike.

Ceza

DFGê destnîşan kir ku di meha Cotmehê de gelek ceza li rojnamgeran hatiye birîn, dîsa gelek saziyên çapemeniyê hatine desteserkirin û ev yek hate gotin:

“Li Edîtora Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Degerê salek û 6 meh, li edîtorê berê yê rojnameya Yeni Yaşamê Osman Akin jî 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal der barê nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin. Di meha Cotmehê de zextên li ser saziyên medyayê gihiştin wê astê ku xebatên weşanê hatin rawestandin û qadên dîjîtal ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Di 14ê Cotmehê de bi ser avahiya Halk TVyê ya li Stenbolê de hat girtin, qeyim tayînî qenalê hate kirin û weşana wê hat rawestandin. Xwegihandina hesabên YouTube, X, Facebook, Instagram, TikTok û Telegramê yên qenalê hatin astengkirin; platforman ew hesab ji bo bikarhênerên li Tirkiyeyê asteng kirin. Malperên înternetê û hesabên medyaya dîjîtal ên saziyên medyayê yên wekî Ajansa Mezopotamya, Yenî Yaşam, Azadiya Welat, T24, bîanet, BîrGun, Kisa Dalga, Cûmhûriyet û Medyascope jî ji xwegihandinê re hatin astengkirin û bi mudaxaleyên platforman re rû bi rû man. Astengkirina malper û hesabê Xyê yên Ajansa Mezopotamyayê, sînordarkirina hesabên medyaya dîjîtal ên Yenî Yaşamê û astengkirina malpera wê ya di 31ê Cotmehê de bi awayekî berbiçav nîşan dide ku bi taybetî xebatên çapemeniya azad ên di qada dîjîtal de dibin hedef.”

Astengkirin

“Di meha Cotmehê de xwegihandina 231 naverokên medyaya dîjîtal û 22 nûçeyan hat astengkirin, 4 malper jî bi temamî hatin girtin. Ev pêkanîn nîşan didin ku sansur tenê bi rakirina hin nûçeyan sînordar nemaye; qenalên ku rojnameger û saziyên medyayê nûçeyên xwe pê digihînin raya giştî jî bûne hedef. Di meha Cotmehê de cezayên ku Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ve li saziyên weşanê birîn jî berdewam kirin. Ji ber nûçe û nirxandinên der barê lêpirsîna fonê de cezayê pereyan li SZC TV û Koza TVyê hat birîn; ji ber şîroveyên têkildarî girtina Mûrat Agirel jî Sozcu TV hat cezakirin. Di meha Cotmehê de bi giştî 7 biryarên qedexekirina weşanê hatin girtin.Binpêkirinên li dijî azadiya çapemeniyê tenê bi binçavkirin, girtin, doz û sansurê ve sînordar nînin. Pirsgirêkên aborî û ji kar derxistinên di sektora medyayê de jî rasterast bandorê li ewlehiya pîşeyî ya rojnamegeran û derfetên wan ên çêkirina nûçeyên serbixwe dikin.

162 rojnameger bêkar man

Di rapora meha Cotmehê de hat tomarkirin ku herî kêm 162 rojnameger bêkar mane. TELE2 Haberê ji ber ku nekarî heqê lîsansa weşanê ya RTUKê bide, weşana xwe bi dawî kir; Cem TVyê jî dawî li weşana xwe anî. Li Manşetizê ji ber derengketina mûçeyên rojnamegeran, razandina kartên xwarinê û girtina destûra têketina pergalê, 12 rojnameger ji kar hatin derxistin. Di nav saziyên Yenî Şafak, GZT û TVNETê de nêzîkî 100 kes ji kar hatin derxistin; ji Sozcuyê jî 50 xebatkar ji kar hatin avêtin. Daneyên meha Cotmeha 2026an radixin ber çavan ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên binçavkirin û girtin, weşanên saziyên nûçeyan tên rawestandin, qadên dîjîtal ji xwegihandinê re tên girtin û ewlehiya aborî ya xebatkarên medyayê her ku diçe lawaz dibe. Dema ku pêvajoyên darazê, cezayên îdarî, sansura dîjîtal û zextên aborî bi hev re werin nirxandin, tê dîtin ku qada xebatê ya rojnamegeriyê bi awayekî piralî tê tengkirin.

Sansur

Geşedaneke girîng a meha Cotmehê jî ew bû ku li hember van hemû êrişan, rojnamegeran di 24ê Cotmehê de li 10 bajaran çalakî li dar xistin. Meşên ku rojnamegeran di 24ê Cotmehê de li 10 bajaran pêk anîn, îradeya têkoşîna hevpar a saziyên pîşeyî û rojnamegeran a li dijî zextên ser azadiya çapemeniyê nîşan da. Li bajarên cuda hatina cem hev a rojnamegeran û bilindkirina dengê wan, girîngiya hevgirtina li dijî girtinan, sansurê û astengkirina xebatên pîşeyî careke din nîşan da. Ev meş didin xuyakirin ku têkoşîna azadiya çapemeniyê ne tenê ya rojnamegeran e; di heman demê de berpirsiyariya hevpar a her kesê ku mafê wergirtina agahiyan ê gel diparêze ye. Wekî DFG em careke din destnîşan dikin: rojnamegerî ne sûc e. Hedefgirtina rojnamegeran a ji ber nûçe û xebatên wan ên pîşeyî, rasterast mudaxaleyek e li ser mafê agahîgirtinê yê civakê. Rawestandina weşana saziyên çapemeniyê û astengkirina malper û hesabên wan ên medyaya dîjîtal, nîqaşa giştî û mafê bidestxistina agahiyan sînordar dike. Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku dawî li binçavkirin, girtin û pêvajoyên darazê yên li dijî rojnamegeran bê anîn; rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne werin berdan; astengiyên li ser malperên nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal werin rakirin û azadiya weşanê ya saziyên medyayê bikeve bin ewlehiyê.”

Peymana Mekkeyê li Meclîsê hat pesendkirin

Parlamentoya Tirkiyeyê, pêşnûmeyasaya têkildarî erêkirina Peymana Hevbeş a Parastinê ya Mekkeyê pejirand. Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û Pakistanê di meha Tebaxê Peymana Hevbeş a Parastinê ya Mekeyê îmze kiribûn.

Peymana ku di navbera Tirkiye, Pakistan û Siûdiyê de hatibû îmzekirin di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de bi 277 dengên erê li hemberî 118 dengên na hat pejirandin.
Ev peyman di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdiyê de hatibû îmzekirin. Peyman avakirina “mekanîzmaya hevbeş a parastin û ewlehiyê” ya di navbera her sê welatan de pêşbînî dike.

Li gorî vê peymanê, êrişeke çekdarî ya derve ya li ser aliyekî wekî ku li dijî hemû aliyan hatiye kirin tê hesibandin. Peyman her wiha pêşbînî dike ku alî ji bo parastina serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa hevdû hevkariyê bi pêş bixin û li hemberî gefên muhtemel bi hev re gavan bavêjin.

Peyman ji 16 madeyan pêk tê

Her weha Peyman ji 16 madeyan pêk tê û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Şazadeyê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bîn Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hatiye îmzekirin.

Di nava vê peymanê de madeyên krîtîk cih digirin. Li gorî peymanê, êrişa li ser her endamê vê hevalbendiyê dê wekî êrişa li ser her du welatên din jî bê dîtin.

Rayedar radigihînin ku Peymana Mekeyê bi temamî ji bo armancên parastinê ye û ti welatî nake armanc. Her sê welat di çarçoveya “mafê parastina rewa” yê madeya 51ê ya Peymannameya Neteweyên Yekbûyî (NY) de piştgiriyê didin welatê ku rastî êrişê hatiye. Di vê piştgiriyê de derfet û şiyanên leşkerî jî cih digirin.

Alî piştî ketina meriyetê heta 10 salên ewil nikarin ji peymanê derkevin. Piştî 10 salan jî tenê bi agahdarkirineke nivîskî ya herî kêm 3 mehan berê, dê karibin mafê xwe yê vekişînê bi kar bînin.

Îranê di mehekê de 5 Kurd bi dar ve kirin

Li Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê li Îranê di nava meha Cotmehê de herî kêm 5 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin, 64 Kurd hatine desteserkirin. Ji kesên desteserkirî jê 8 jin û 6 jî zarok in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê duh rapora xwe ya binpêkirina mafan a meha Cotmeha 2026an belav kir. Rêxistinê zanîn ku cezayê bidarvekirinê li 2 girtiyên Kurd hatiye birîn û li 21 kesan jî bi giştî 67 sal û 15 roj cezayê girtîgehê û 10 sal cezayê taloqkirî yê girtîgehê hatiye birîn. Her wiha ji bo kesekî ji wan cezayê 31 qamçiyan jî hat dayîn.

8 jin û 6 zarok hatin desteserkirin

Li gorî agahiyên Hengawê, di nav 64 Kurdên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin de 8 jin û 6 zarok hene. Hejmara herî zêde ya desteserkirinê bi 27 kesan li bajarê Sineyê û bi 25 kesan li bajarê Urmiyeyê hat tomarkirin.

Her weha li Îlamê 8 kes û li Kirmaşanê 2 kes hatin desteserkirin, li Tehran û bajarê Xorasana Bakur jî kesek hat desteserkirin.

Li gorî raporên Hengawê, rayedarên Îranê di meha Çiriya Pêşîn de li seranserê welêt herî kêm 85 girtî darve kirine ku ev rêje li gorî meha Îlonê bi rêjeya ji sedî 25an zêdebûnekê nîşan dide.

Ji 124 bûyerên desteserkirinê yên li seranserê welêt, 64 kes ji wan Kurd bûn. Hengawê ragihand ku ji 5 girtiyên Kurd ên hatine bidarvekirin 2 kes bi tohmetên pêwendîdarî madeyên hişbir û 3 kes jî bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatine mehkûmkirin.

Cezayê Werîşe Mûradiyê

Di nav kesên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn de girtiya siyasî ya Kurd a ji bajarê Sineyê Werîşe Mûradî jî heye.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê biryara berê betal kir, Şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê di nîvê meha Çiriya Pêşîn de careke din cezayê bidarvekirinê li Mûradiyê birî.

Mûradî bi tohmeta “endamtiya komeke serhildêr a bi çek” hat mehkûmkirin.

Êrişên li ser kolberan

Hengawê her wiha ragihand ku li nêzîkî bajarê Baneyê pasdarên sînor ên Îranê gule li kolberê Kurd Elî Meşhûrî reşandin û ew birîndar kir.

Kolber ew xebatkarên sînor in ku ji bo debara xwe li ser xetên çiyayî yên Rojhilatê kel û pelan vediguhêzin. Rêxistinê di meha Cotmehê de kuştina 4 jinên Kurd jî belge kir ku yek ji wan bi hinceta “namûsê” hatiye kuştin.

Di raporteke din a Hengawê ya li ser mafên jinan de hat destnîşankirin ku di heman mehê de li seranserê Îranê herî kêm 23 jin hatine kuştin, 16 çalakvanên jin hatine desteserkirin û herî kêm 8 ji wan Kurd bûn. Hengawê meha Îlonê ragihandibû ku 5 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin, 70 kes hatine desteserkirin û cezayê bidarvekirin an girtîgehê li 13 kesan hatiye birîn.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) jî di raporeke din a vê hefteyê de diyar kir ku di meha Çiriya Pêşîn de herî kêm 2 bidarvekirin, 44 desteserkirin û girtin rû dane û cezayê bidarvekirin an girtîgehê li 5 kesan hatiye birîn.

Li Tengava Hurmizê agir bi du tankerên petrolê ket

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku îro li Tengava Hurmizê agir bi du tankerên petrolê û keştiyeke kaşkirinê ketiye. Li gorî daxuyaniyê, ev bûyer piştî wê yekê rû da ku li başûrê tengavê mayîneke deryayê bi tankerekê ket.

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku îro li Tengava Hurmizê agir bi du tankerên petrolê û keştiyeke kaşkirinê ketiye.

Li gorî daxuyaniyê, ev bûyer piştî wê yekê rû da ku li başûrê tengavê mayîneke deryayê bi tankerekê ket.

Artêşa Pasdaran di daxuyaniyekê de eşkere kir ku tankereke petrolê dema xwestiye li başûrê Tengava Hurmizê di rêyeke qedexekirî re derbas bibe, mayîneke deryayê pê de teqiya û agir pê ket.

Her wiha tankereke din jî dema ku ji rêya avî derdiket agir pê ket. Piştre agir derbasî wê keştiya kişandinê bû ya ku ji bo alîkarî û vemirandina agir nêzîkî wê bûbû.

Ev bûyer di demekê de ye ku sibeha çarşemê jî Artêşa Pasdaran ragihandibû ku ji ber mayînan agir bi çar tankerên din ên petrolê ketiye û ew têk çûne. Her wiha wan dest daniye ser du keştiyên din jî.

Her weha Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku êvara sêşemê li beravên Omanê, 14 mîlan li bakurê rojhilatê devera Lîmayê, du mûşekên nenas li tankereke petrolê ketine.

UKMTOyê da zanîn ku di wê bûyerê de ti ziyana canî an jîngehî çênebûye.

*Çavkanî: Rûdaw

Ez û Gîtara Xwe: Albûma nû ya muzîkjen Sîmir Rûdan hat weşandin

Albûma sêyem a Sîmir Rûdan, ku bi kurdî muzîkê dike, “Ez û Gîtara Xwe” hat weşandin. Albûm ji 10 stranan pêk tê ku tenê bi gîtar û vokalê hatine tomarkirin.

Muzîkjen Sîmir Rûdan, albûma xwe ya sêyem Ez û Gîtara Xwe di 9ê Cotmehê de digihîne ber destê guhdarên xwe. Albûm ji deh stranên solo pêk tê. Albûm tenê bi gîtar û vokalê hatiye tomarkirin. Li gorî daxuyaniya albûmê, Rûdan amûrên din bi kar neaniye û gotin di plana pêşîn de hatine hiştin. Gîtar di stranan de ne tenê li pişt vokalê ye, ew bi vokalê re diçe û carinan cihê gotinê digire.

Navên stranan jî di albûmê de rêzeyekê pêk tînin. Li gorî daxuyaniyê, navê her stranê berdewamiya hevoka beriya xwe ye. Strana dawîn, Muzîk Heye, vê rêzeyê bi dawî dike.

Ji bo stranên di albûmê de, li vir bitikînin

Di hin beşên albûmê de dengê lerizî yê Rûdan û xişîna gîtarê tê bihîstin. Rûdan van tiştan bi teknîkên dîjîtal sererast nekiriye û tomar ji nû ve negirtiye. Albûm bi vî awayî “kêliya tomarkirinê” diparêze û li şûna “bêkêmasiya stûdyoyê” cih dide kêmasiyên xwerû.

Albûma yekem a Rûdan Bi Çîrokî, ji akordeonê heta saksafonê gerdûneke dengî ya berfireh ava kiribû. Di albûma wî ya duyem Kevî de ev xêz ber bi hilberîneke xurt a stûdyoyê ve çûbû ku bi formên cazê re hatibû hûnandin û bi partîsyonên basê geş bibû. Ez û Gîtara Xwe li hemberî qelebalixiya amûran û aranjeyên qat bi qat ên van her du albûman, wekî vekişîneke berbiçav e. Hunermend wan amûran bi temamî li derve dihêle û tenê bi deng û gîtara xwe aramiyekê saz dike. Mirov dibîne ku gava qatên hilberînê ji holê radibin, akûstîka xwezayî û deng dibin hêmanên sereke yên kompozîsyonê. Ez û Gîtara Xwe xwedî şêwazekî nerm û xwerû ye, aranjeyên berfireh û amûrên qelebalix li paş dihêle, xwe dispêre mînîmalîzmeke akûstîk.

Rêwîtiya Sîmir Rûdan a muzîkê

Albûma yekem a Sîmir Rûdan Bi Çîrokî ku gotin, muzîk û aranjeyên wê bi tevahî aîdê wî bûn, bi prodûksiyona Ayhan Orhuntaş ji aliyê Ütopya Müzikê vedi sala 2013an de hat weşandin. Ev berhem ji aliyê Hawar.netê ve wek albûma salê hat hilbijartin. Albûma wî ya duyem Kevî di sala 2019an de derket. Hunermend di sala 2024an de du xebatênbi navê Hê jî Digerim û Yekî Gotibû wek EP, di sala 2025an de stranên Sira Sibê, Fîncan, Reng Esmerê, Ez Berf im û Her Evîndarê Caran im wek single pêşkêşî guhdarên xwe kir. Rûdan, di sala 2026an de bi albûma xwe ya sêyem Ez û Gîtara Xwe derdikeve pêşberî guhdarên xwe.

Di Îlonê de enflasyona salane bûye ji sedî 29,73

Li gorî daneyên TUİKê di meha Îlonê de di xizmetên perwerdeyê de biha di mehekê de ji sedî 14,19 bilind bûye. Zêdebûna mehane ya di xwendina bilind de gihişt ji sedî 25,79an.


Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUİK), daneyên Endeksa Bihayên Xercdaran (TUFE) yên meha Îlona 2026an eşkere kirin.

Bihayên xercdaran di meha Îlonê de li gorî meha borî ji sedî 1,84 û li gorî heman meha sala par jî ji sedî 29,73 zêde bûn.

Zêdebûna di neh mehên destpêkê ên sala 2026an de ji sedî 24,32 e û enflasyon li gorî navgîna 12 mehan jî bû ji sedî 31,49. Navgîna 12 mehan di heman demê de sînorê zêdekirina kirêyan diyar dike.

Enflasyona salane di meha Tebaxê de ji sedî 31,51 bû. Bi vê yekê re, paşveketina di enflasyona salane de di meha Îlonê de jî berdewam kir.

Di nav komên sereke yên xerckirinê de zêdebûna herî bilind a mehane ya bihayan di meha Îlonê de di xizmetên perwerdeyê de hat dîtin. Bihayên perwerdeyê di mehekê de ji sedî 14,19 bilind bûn.

Piştî perwerdeyê; bi ji sedî 3,98an cil û berg û sol, bi sedî 3,40an sîgorta û xizmetên darayî, bi sedî 2,79an veguhastin û bi ji sedî 2,71ê jî xanî, av, elektrîk, xaz û sotemeniyên din hatin.

Di perwerdeyê de ji sedî 48,62 e

Di nav komên sereke yên xerckirinê de koma ku zêdebûna bihaya salane ya herî bilind tê de hatî tomarkirin, bi rêjeya ji sedî 48,62an xizmetên perwerdeyê bûn.

Piştî perwerdeyê; bi ji sedî 43,26an tenduristî, bi sedî 39,99an xanî, av, elektrîk, xaz û sotemeniyên din û bi sedî 35,10an jî veguhastin hat.

Zêdebûna bihaya salane di xwarin û vexwarinên bêalkol de ji sedî 27,62, di xizmetên xwaringeh û hewandinê de ji sedî 29,53, di vexwarinên bi alkol û hilberînên tûtinê de jî wekî ji sedî 31,60 hat tomarkirin.

Rêjeyên İTO, ENAG û Web TUFEyê

Li gorî daneyên ku Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (İTO) di 2ê Cotmehê de aşkere kirin, li bajêr bihayên perakende yên mehane bi rêjeya ji sedî 2,11 û bihayên bikomî ji sedî 1,96 bilind bûn. Zêdebûn li gorî heman meha sala par di bihayên perakende de bû ji sedî 33,55 û di bihayên bi komî de jî bû ji sedî 25,90.

Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê komek akademîsyen û lêkolîneran ve hatiye damezrandin, Endeksa Bihayên Xercdaran a mehane (E-TUFE) wekî ji sedî 2,10 pîva. ENAGê rêjeya zêdebûna 12 mehan a E-TUFEyê jî wekî ji sedî 46,61 eşkere kir.

Projeya lêkolînê ya çavkaniya vekirî Web TUFE ku armanc dike enflasyona xercdaran a Tirkiyeyê bi metodolojiyeke serbixwe û zelal bipîve, di meha Îlonê de ji sedî 2,29 zêde bû, ya salane daket ji sedî 31,95an.

*Çavkanî: bianet

Delîl Dîlanar dê li Amedê konserekê bide

Konser di 30ê Cotmedê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç (ÇandAmed) a Amedê pêk were. Konser wê saet di 20:00an de dest pê bike.

Hunermend Delîl Dîlanar dê bi Organîzasyona Sanatçayê re di 30ê Cotmehê de li Amedê konserekê li dar bixe.

Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar dê bi Organîzasyona Sanatçayê di 30ê Cotmedê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç (ÇandAmed) a li navçeya Bajarê nû ya Amedê konserekê li dar bixe. Konser wê saet di 20:00an de dest pê bike.

Organîzasyona Sanatçayê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev agahî parvekirin: “Hunermend Delîl Dîlanar li Amedê bi we re ye. Ji bo şeveke tejî stran, hest û kêfxweşiyê amade bin. Em ê di vê şeva taybet de, bi stranên xwe, bi kêfxweş î û coşeke mezin hev bibîn in.”

Muzîkhez dê karibin bîletan li ser platformên Passo û Bubiletê bistînin.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.