Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke nû îmze kir. Li gorî vê biryarê, zimanê kurdî weke zimanekî niştimanî tê qebûlkirin.

Dibistaneke li Rojavayê, Foto: ANHA
Li gorî biryara Wezîrê Perwerdeyê, zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî li tevahiya Sûriyeyê tê qebûlkirin û wê di hemû qonaxên xwendinê de bibe beşek ji mufredata fermî.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi biryareke fermî xwendina zimanê kurdî li dibistanên dewletê û taybet ên li herêmên ku kurd lê dijîn qebûl kir.


Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke nû îmze kir. Li gorî vê biryarê, zimanê kurdî weke zimanekî niştimanî tê qebûlkirin.
Di biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku armanca vê gavê parastina mafên çandî û zimanî û xurtkirina cihêrengiya çandî ye. Li gorî xala duyê ya biryarê, xwendekar wê heftane 3 dersên zimanê kurdî bibînin.
Ev ders wê li gel zimanên erebî û ingilîzî werin dayîn û notên zimanê kurdî jî wê liser nota giştî ya dawiya salê werin hesabkirin.
Tevî vê, heftane derseke çalakiyan jî wê bi zimanê kurdî bê dayîn.
Ji bo qonaxa derbasbûnê hêsankarî
Wezareta Perwerdeyê ji bo sala yekem a xwendinê hêsankariyek jî ragihand. Xwendekar dikarin di sala yekem de dersên civaknasî, dîrok, erdnîgarî û felsefeyê li gorî dilê xwe bi erebî an jî bi kurdî bixwînin.
Lê ev mafê hilbijartinê dê tenê ji bo sala yekem a piştî derketina biryarê derbasdar be.
Navenda Niştimanî ya Bipêşxistina Mufredatê hat erkdarkirin ku mufredata zimanê kurdî ji bo hemû qonaxan amade bike.
Şertên ji bo dersdaran
Di xala sêyem a biryarê de mercên ji bo dersdarên ku wê zimanê kurdî bidin hatin eşkerekirin.
Birêvebiriya Perwerdeyê hat erkdarkirin ku kadroyên pêwîst dabîn bike.
Kesên ku zanîngeh an jî peymangehên dersdariyê qedandine û bi kurdî baş dizanin dikarin bibin dersdar.
Di rewşên pêwîst de, kesên ku lîse qedandine û bi kurdî baş dizanin jî dikarin werin erkdarkirin.
Lê belê, ji bo hemû berbijêran şert e ku di ezmûnên nivîskî û devkî yên zimanê kurdî de bi ser bikevin.
Di dema Baasê de qedexe bû
Di serdema rêveberiya Baasê de kurdî bi her awayî qedexe bû. Li dibistanan, li saziyê dewletê kes nikarîbû bi kurdî biaxive. Bi çendîn biryar û qanûnan kurdî ji kar û barên fermî hatibûn derxistin.
Bi vê biryarê re kurdî cara pêşiyê dikeve sîstema perwerdeyê ya fermî. Serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şer’ demeke beê biryarnameyek bi hejmara 13ê weşandibû û kurdî weke zimanê “netewî” binav kiribû. Ev gav yek ji gavên pêvajoya entegrasyona rêveberiya xweser û HSDyê ya bi rêveberiya Şamê re ye ku sal û nîv in berdewam dikin.


