Kirmanckî / Zazakî wekî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ji aliyê UNESCOyê ve di beşa “ziman ûzaravayên di bin metirsiya windabûnê de” hatiye destnîşankirin.

Akademîsyenê Kurd ku xelkê Amedê ye, Îlyas Akman di warê Ziman û Wêjeya Kirmanckî/Zazakî de payeya profesoriyê wergirt û bi vê serkeftina xwe ya mezin, li seranserê cîhanê bû profesorê yekem ê zaravayê Kirmanckî.
Ev gava girîng, ji bo Kirmanckiya ku di lîsteya zimanên di bin metirsiya windabûnê deye, wekî qonaxeke dîrokî hat dîtin.
Kirmanckî wekî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ji aliyê UNESCOyê ve di beşa “ziman ûzaravayên di bin metirsiya windabûnê de” hatiye destnîşankirin.
Li gorî pisoran ve di nava şert û mercên wiha hesas de, derketina profesorekî di vî warîde ji bo parastin û bipêşvebirina zaravayê Kirmanckî wekî derfeteke mezin tê nirxandin.
Li gorî nûçeya Rûdawê wergirtina payeya profesoriyê ya di warê Kirmanckiyê de, hem di qada akademîk hemjî di nav civakê de deng veda û bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Derbarê Prof. Dr. Îlyas Akmanî de
Îlyas Akman li Amedê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Tirkîqedandiye û pişt re master û doktoraya xwe jî li heman zanîngehê biriye serî.
Piştî qedandina xwendina xwe ya bilind, wî biryareke girîng da û hemû lêkolîn ûxebatên xwe yên akademîk bi giştî ber bi ziman, wêje û çanda Kirmanckî ve arastekirin.
Prof. Dr. Îlyas Akman bi salan e li ser zimannasî, rêziman û wêjeya Kirmanckî xebatênberfireh kiriye.
Ew bi van xebatên xwe yên zanistî hewl daye ku standardîzasyona zaravayê Kirmanckîbi pêş bixe û berhemên giranbiha ji bo nifşên nû bihêle.
Bi wergirtina vê payeyê tê pêşbînîkirin ku li zanîngehan eleqe û lêkolînên ji bo beşaZiman û Wêjeya Kirmanckî zêdetir bibin.
Vê serkeftina Prof. Dr. Îlyas Akman ji aliyê akademîsyen û rewşenbîrên Kurd ve wekîdestpêkeke nû û geş a ji bo qada akademîk a Kurdî û bi taybetî jî ji bo Kirmanckî hatşîrovekirin.