JinMap: Li Stenbolê li şaredariyan ji bo jinan piştgiriya bi Kurdî nîne

Ji 59 Navendên Şêwirmendiyê yên Jinan ên IBB û 39 şaredareyên navçeyan tenê li du navçeyan bi kurdî xizmetê didin jinan, ew jî sînordar e. Ji ber vê rewşê Komeleya Dema Jinan sepaneke mobile ya bi navê JinMapê amade kir.

JinMap

Komeleya Dema Jinan, ji bo alîkarî û piştgiriya jinên kurd ên li Stenbolê bike, sepaneke mobile ya bi navê JinMapê amade kir. JinMap, dixwaze jinên kurd ên li Stenbolê dijîn, dema pêwîstî pê çêbibe, xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bigihînin mekanîzmayên tundkariya li ser jinan dibe.

Di nexşeyê de diyar dibe ku bê ka li ku kîjan navend hene û xizmetên wan çi ne. Her weha jin dikarin bibînin bê ka li van navendan alîkarî û piştgiriya bi kurdî heye yan na.

Ji ber ku li Stenbolê ev mekanîzma bi zimanê dayikê nayê dayîn, komeleyê ev sepan amade kir.

Ji Komeleya Dema Jinan Derya Aslanê pêvajoya amadekirina JinMapê, armanc ê bikaranîna wê ji Niha+ê re vegot.

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Dema Jinan, Derya Aslan

Komeleya Dema Jinan, di sala 202an de ango di dema pandemiyê de vebûye. Komek jinên Kurd, bi armanca piştgirîdayîna jinên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn û nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî xwe bigihînin mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê, ev komele saz kiriye. Di nava wan de sosyolog, psîkolog, xebatkarên civakî, parêzer, doktor, hemşîre û rojnameger hene. Komele, di serî de tundî, li ser gelek mijarên ku eleqedarî jinan in, li gel atolyeyan gelek çalakiyan jî li dar dixin. Her wiha di bûyerên weke tundiya mêran de tevlî pêvajoyên şopandina dozan dibe, daxuyaniyên çapemeniyê pêk tîne û bi rêxistinên din ên jinan re çalakiyan organîze dike û beşdarî çalakiyan dibe.

“Piştgiriya bi kurdî ji bo jinan tune bû”

Ji endamên desteya rêveberiya komeleyê Derya Aslanê diyar kir û got, ji ber li Stenbolê saziyên ku piştgiriya kurdî didin jinan nînin, wan komele ava kiriye:

“Stenbol metropoleke mezin e ku gelek koçberên ji Kurdistanê lê hene. Li vir rewşeke wisa hebû ku gelek jinên kurd ên li vir dijîn nedikarîn xwe bigihînin mekanîzmayên tundiyê. Nebûna saziyên civaka sivîl ên ku xizmeta duzimanî didin, di qada tundiyê de bi awayekî profesyonel dixebitin û piştgiriya kurdî didin jinan, sedema bingehîn bû ku em xistin nava tevgerê. Di vê qadê de em li Stenbolê saziya yekane ne. Dema ku me rêveberiya xwe ava kir, em bi wan jinan re derketin rê ku hişmendiya wan a jinê bilind e, paradîgmaya jinan pejirandine û di qada tundiyê de dixebitin. Ji ber, îdiayeke me ya afirandina qadekê hebû ku jinên kurd bikaribin xwe lê rihetir hîs bikin, kurdbûna tîma me ji bo me gelek girîng bû.”

Aslanê destnîşan kir ku wan xwestiye zemînekê ji bo jinên li stenbolê pir tên bêdengkirin biafirînin û bikaribin li wir behsa xwe bikin û bikaribin bibêjin ‘saziyeke min a bi zimanê min diaxive û dixwaze bi min re xebateke kolektîf bimeşîne heye”. Her weha diyar kir ku dema wan komele ava kiriye ji ber, li ser tundî an jî mafên huqûqî dane û lîteratureke kurdî tune bû, wan materyalên xwe bi pisporên zimanê kurdî re amade kirine. Komple hemû xebatên xwe bi du zimanan dikin.

Li gorî zanyariyên Aslanê dan, di serlêdanan de ew dibînin ku tundiya hêzên ewlekariyê, tundiya civakî, zexta ziman an jî tundiya dîjîtal gelek zêde ne. Wê qala girîngiya piştgirîdayîna bi kurdî ya ji bo jinan kir, ji ber ku dema van pêvajoyan dişopînin di darazê de, di nava hêzên ewlekariyê de an jî di jiyana rojane de rastî bertekeke mezin a li hemberî bikaranîna kurdî tên:

“Dema dayikek dixwaze mafê keça xwe ya hatiye qetilkirin bi kurdî biparêze, ji aliyê heyetê ve tê bêdengkirin û jê re tê gotin ‘Li vir zimanek tenê heye, ew jî tirkî ye. Em nikarin parastina te bi vî rengî bigirin’, ev yek mînakeke şênber a wê tundiya darazê ye ku em dijîn.”

Di şaredariyan de xizmeta bi kurdî tune ye

Komeleya Dema Jinan bi armanca şopandina polîtîkayên zimanê zikmakî yên rêveberiyên herêmî yên li Stenbolê lêkolîneke berfireh dimeşîne. Di encama vê xebatê de diyar dibe ku ji 59 Navendên Şêwirmendiya Jinan ên li 39 navçeyan tenê li diduyan xizmeta bi kurdî tê dayîn:

“Ji ber ku stargeha me tune ye, em neçar dimînin daxwazên piştgiriya civakî an jî yên stargehê yên ji me re tên, beralî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) an jî şaredariyên navçeyan bikin. Lê belê, daneyên fermî yên ku me di pêvajoya şopandinê de bi zehmetî bi dest xistin, nîşan da ku rewş gelek xirab e. Me planên çalakiya wekheviyê û belgeyên vîzyonê yên 59 Navendên Şêwirmendiya Jinan ên li 39 navçeyên Stenbolê nihêrî. Me dît ku derbarê xizmeta pirzimanî de tu îdiayên wan tune ne. Li bajarekî ku bi milyonan kurd lê dijîn, ji van 59 navendan tenê didu, Avcilar û Baxcilar, piştgiriyê bi kurdî didin. Her çend xeta ‘Alo Şiddet’ (Alo Tundî) ya ÎBByê îdia bike ku ew piştgiriya bi kurdî dide jî, gava ez bi xwe lê geriyam, min dît ku xizmeteke wiha tune ye û polîtîkayeke wan a baş ji bo jinên rastî tundiya piralî tên, tune ye.”

5 şaredarî hatin diyarkirin

JinMap

Ji ber ku di daneyên fermî de derbarê nifûsa kurdan de agahî tune ne, Komeleya Dema Jinan, ji lêkolînên saziyên civaka sivîl û şîrketên lêkolînê derdixe ku li Stenbolê herî kêm milyonek jinên kurd dijîn. Ji ber ku ÎBB û ji 39 şaredariyên navçeyan tenê du şaredarî xizmeta kurdî didin û ev hejmar nikare pêdiviya jinên kurd pêşwazî bike, ew biryarê digirin ku zincîreyek hevdîtinan pêk bînin:

“Piştî van tesbîtan, me analîza daneyanya me amade kiribû, bi xwe pêşkêşî şaredariyên Arnavutkoy, Beyoglu, Avcilar, Sancaktepe, Ataşehîr û ÎBByê kir ku nifûsa kurdan li van deran zêde ye. Me pêşniyarên polîtîkayên şênber ragihandin, wekî; li navendên şêwirmendiya jinan karkirina personelên pispor ên ku bi kurdî dizanin, peydakirina piştgiriya wergêran a ku 7/24 mirov dikare xwe bigihînê, dayîna perwerdeyên xizmeta bi zimanê zikmakî û amadekirina broşurên kurdî yên derbarê stargehan de. Her wiha me destnîşan kir ku qeydnekirina daneyên tundiyê yên derbarê jinên penaber an jî jinên kurd ên ji nasnameyên cuda yên etnîkî de pirsgirêkeke mezin e û me daxwaz kir ku ev dane werin qeydkirin.”

“Nebûna ziman sedema tundiya piralî ye”

Derya Aslanê got, “Dema ku jin hewl dide ji mekanîzmaya tundiyê derkeve, nebikarîna axaftina bi zimanê xwe, wê di saziyên dewletê de rastî tundiya piralî tîne û travmayê dubare dike.” Li gorî wê li edliyeyan piştgiriya wergêr ji bo vê yekê têr nake:

“Wergêr hebe jî gelek notên çewt tên girtin, çîrok vediguhere tiştekî din û jin nikare mafê xwe biparêze. Li nexweşxane û saziyên ewlekariyê qet wergêr tune ne. Jina ku diçe qereqolê, ji ber ku nikare derdê xwe vebêje, tê îknakirin û dubare tê şandin malê. Fatma Altinmakas a ku ji ber nekarî bi kurdî îfadeyê bide hat şandin malê û hat qetilkirin, mînaka herî bi êş a vê yekê ye. Çîrokên jinên ku dibêjin ‘Dema ez bi kurdî diaxivim ez ez im, lê gava min alîkarî xwest ji min hat payîn ku ez zimanê xwe ji bîr bikim. Ji bo başbûna min pêdiviya min bi kurdî hebû’, bi eşkereyî nîşan dide ku wergêr bi tenê têr nake, pêdiviya jinan bi mekanîzmayên serbixwe heye ku bikaribin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Dema ev yek bi polîtîkayên desthilatdariyê yên malbat-navendî ku jinê ji qada giştî dikişîne û mehkûmî malê dike re dibe yek, jin bêçare dimînin û neçar dimînin vegerin wî cihê lê rastî tundiyê hatine. Asta ziman, bi serê xwe tundiyeke nû diafirîne.”

Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mezin bikin”

Di konferansê de hate destnîşankirin ku divê li dijî siyaseta hişmendiya patriyarkal bajarên azad, qadên azad bên afirandin û ji bo cîhaneke jin bikaribin lê bijîn divê têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê mezinkirin.

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma “Bi Îradeya Jinan Em Dibin Komun, Bi Rêveberiyên Herêmî Civaka Azad Dihûnin” li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl di nav de gelek jin tev li konferansê bûn.

Di konferansê de pankarta ‘Em Bi Jinê Komunan, Bi Rêveberiyên Xwecihî Civaka Azad Ava Dikin’ hate vekirin. Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li konferansê bûn. Konferans bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Jinan dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ berz kirin. Dûre sînevîzyona li ser Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hate nîşandan.

Neslîhan Şedal: “Divê bajarên azad bên afirandin”

Destpêkê Hevseroka Yekîtiya Şaredariyên Anatoliya Başûrrojhilat (GABB) Neslîhan Şedal axivî û ev tişt got: “Di dîrokê de jî her karê rêveberiyê û xwereveberiyê bi pêşengiya jinan hatiye avakirin. Civaka azad, civakeke vekirî, bi pêşengiya jinan hatiye birêvebirin. Lê hişmendiya baviksalar di her qad û mekanîzmayên rêveberiyê de, jin wekî jin, bi nirxên xwe û bi destketiyên xwe, hatiye tecrîdkirin. Em jî wekî hemû qadan, di qada rêveberiya xwecihî de jî di pêşengiya jinan de bi modeleke demokratîk, ekolojîk ya ku jinan diparêze û bi pergala hevserokatiyê, xwe di nav civakê de saz dikin, polîtîkayên bi hişmendiya azad diafirînin û dîsa van polîtîkayên me, bi awayekî xurt, xwe di nav civakê de saz dikin.”

Neslîhan Şedalê di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Helbet raperîna me, li dijî siyaseta hişmendiya baviksalar e. Em wekî jin dibêjin, bajarên azad, qadên azad, bi van polîtîkayên hişmendiya azad, divê bên afirandin. Em jî, li gorî vê erka ku di vê pêvajoyê de hatiye pêşiya me, di nav qadan de, di nav civakê de, em ê bi vê mebestê xwe saz bikin. Ev konferans di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelan Rêzdar Abdullah Ocalan daye destpêkirin de pêk tê. Ji ber vê yekê xwerêxistinkirin, polîtîkayên afirandin û sazkirina wê, divê ku li gorî vê bangawaziyê bibe. Ruhê wê jî, ruhê komûnal e, avakirina civaka demokratîk û civaka komûnal e. Ji ber wê ye ku armanca me ya herî zêde, civakîbûna vê bangawaziyê ye.”

Neslîhan Şedal xwest ku konferansa wan bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Bila konferans bibe wesîleya vekirina dergehên zindanan; bila bibe xwedî statubûna zimanê me û çanda me; bila bibe wesîleya naskirina îradeya jinan, naskirina îradeya gelan. Dîsa ji bo me serkeftî be. Ji bo her hevalek, em serkeftinê dixwazin.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar: “Têkoşîneke pir xurt a jinan heye”

Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku qada ku herî zêde divê aştî lê were parastin rêveberiyên herêmî ne û wiha axivî: “Siyaset li Tirkiyeyê êdî bi polîtîkayên li gorî ruhê demê re rû bi rû ye. Ma em dikarin vê yekê ji azadiya jinên Kurd û ji azadiya tevgera Kurd serbixwe bigirin dest? Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava têkoşîneke pir xurt a jinan heye ku pêşengiyê ji cîhaneke nû re dike. Sêdarên li Îranê, êrîşên DAIŞê yên li Rojava û hişmendiya serdest a mêr a li Tirkiyeyê; herî zêde jî meseleya rênedana vê pergalê ye ku dê jin pêşengiya wê bikin.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da û diyar kir ku ev pergala mêrsalar a ku çav berdaye mafê nafakaya jinan, dê biguherin û wiha got: “Ev têkoşîn, li dijî hişmendiya mêr binesaziya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Em xwedî li peywireke dîrokî derdikevin. Ji bo ku cîhaneke em bikarin lê bijîn divê em têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ mezin bikin. Bila aştî û azadî bi keda me hemûyan şîn bibe.”

*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Welat û MA

Li Afganistanê 5 rapbêjên jin li dijî tundkariya mêran distirên

Me nûçeya AWNAyê (Afganistan Women’s News Agency) ya derbarê 5 rapbêjên jin de wergerand ku ev jin li dijî polîtîkayên dijminane yên li Afganistanê li ser jinan tên sepandin stranan distirên.

Li seranserê civaka kevneşopî ya Afganistanê ku pergaleke mêrsalar lê serdest e û jin wekî “çîna qels” tên hesibandin, hejmarek keçên vî welatî bi bilindkirina dengê xwe bêdengî şikandine û nerazîbûna xwe bi şêwaza “Rep”ê tînin ziman. Gelek kes ji ber tundiya deng û liv û tevgerên di vê şêwazê de, muzîka repê tenê ji bo mêran dibînin û ji bo keçan bi guncav nazanîn. Tevî vê yekê, keçên wekî Sunîta Elîzade, Zîba Hemîdî, Elîna Efgan, Sûsen Fîroz û Paradays Serwerî karibûn vê şêwazê bi kar bînin da ku peyvên xwe yên nebihîstî ji bo parastina mafên jinan ragihînin.

Sonîta Elîzade

Sonîta Elîzade di sala 1996an de li bajarê Heratê yê Afganistanê ji dayik bûye. Wê çend salan wek penaber li Elborza Îranê derbas kirine. Di sala 1996an de dest bi amadekirina muzîkê, lêdana gîtaran û stranbêjiyê kir. Di sala 2014an de di nav 166 rapbêjan de karibû xelata hezar dolarî bi dest bixe. Piştî wergirtina xelatê, bi rêya bûrseke xwendinê û bi alîkariya saziyeke xêrxwaziyê, derfeta xwendinê li eyaleta Utah a Amerîkayê ji bo wê hat peydakirin. Mijarên stranên wê Afganistan, siyaset, cudakarî li dijî penaberên Afgan ên li Îranê û pirsgirêkên jin û zarokan in.

Zîba Hemîdî

Zîba Hemîdî di sala 1997an de li bajarê Karaçî yê Pakistanê ji dayik bûye. Ew zêdetirî deh salan li Îranê wek penaber jiyaye û xwendina xwe li wir qedandiye. Şeş meh li Îranê perwerdeya muzîkê ditiye. Zîba êş û azarên gelê xwe di çarçoveya muzîka repê de tîne ziman.

Elîna Efxan

Elîna ku nasnavê “Efxan” bi kar tîne, li bajarê Mezarî Şerîfê ji dayik bûye. Ew 21 salî ye û xwendekara beşa Maf û Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Kabulê ye. Zêdetirî çar sal in ku repê dibêje û wê wekî amûreke protestoyê dibîne. Bi giştî 15 stranên wê hene û li kolanan gelek performansên nerazîbûnê pêşkêş kirine. Ew di sala 2016an de wek yekemîn keça Efxan beşdarî festîvala hunerî ya li Hindistanê bûye. Mijarên wê tundiya li dijî jinan, zarokên bêserperest û parastina mafên jinan in. Ew bi stranên wekî “Zan” (Jin), “Man Siyaset Nistam” (Ez Siyasetmedar Nînim) û “Keça Afgan” di nav xelkê de hat naskirin.

Sûsen Fîroz

Sûsen Fîroz wek yekemîn jinê rapbêj a Afganistanê tê pênasekirin. Ew kesayetiyek nîqaşbar e ku normên civakî û rolên kevneşopî yên jinan li Afganistanê dide ber pirsan. Malbata wê di sala 1990î de ji şer reviyan û 7 salan li Îranê û 3 salan li Pakistanê di kampên penaberan de jiyan. Piştî ketina Talîbanê, ew vegeriyan Afganistanê. Sûsenê di destpêkê de xalîçe çêdikirin, lê piştre berê xwe da lîstikvaniyê û bi destûra bavê xwe, Ebdulxefar Fîroz, dest bi repê kir. Yekemîn strana wê “Cîranên Me” (2012) li ser rewşa dijwar a penaberan bû. Ew ji ber hunera xwe gelek caran bi gefên kuştinê û êrîşên asîdê re rûbirû maye. Bavê wê her dem wek parêzvan û rêveber li gel wê diçe studyoyan.

Paradays Serwerî

Paradays Serwerî stranbêjeke 24 salî ye ku li bajarê Îsfehanê yê Îranê ji dayik bûye. Di 17 saliya xwe de vegeriya Heratê û piştre bi hevjînê xwe yê bi navê “Dayvers” re çû Tacîkistanê. Paradaysê wek rapbêjeke jin a Afganî, strana “Feryada Jinê” belav kir ku li ser medyaya civakî deng veda. Strana wê ya din a bi navê “Nalistan” li ser tundiya li dijî jinan e. Beşek ji strana wê wiha ye:

"Dengê min her dem tije êş e...Min xwest bibeziyam, li pişta min xistin, Min xwest bifikiriyam, li serê min xistin, Rûyê min bi navê Îslamê şewitandin, Pozê min ji bo tolhildanê birîn, Asîd rijandin ser dest û laşê min, Ez firotim, tenê ji ber ku ez jinek im..."

Ev gotinên Paradaysê di nav rêxistinên mafên jinan û çalakvanan de rastî baldarî û pêşwaziyeke mezin hatin.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.