MKG: Herî kêm 810 platformên medyaya civakî hatine astengkirin

MKGê rapora xwe ya meha Îlonê aşkere kir. Li gorî raporê di meha Îlonê de 4 malper hatine girtin û 15 nûçe hatine astengkirin. 3 rojnamegerên jin hatine desteserkirin û 2 rojnameger jî hatine girtin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Îlona 2026an li ser platformên xwe yên medyaya dijital parve kir. MKGê, di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadê, şert û mercên xebatê yên ji bo rojnamegerên jin û sansura li ser çapemeniyê.

MKGê diyar kir ku di meha Îlonê de zext bi awayên cûr bi cûr li ser rojnamegerên jin berdewam kirin û wiha got:

“Lêpirsîn û dozên li dijî çalakiyên rojnamegeriyê, astengiyên li pêşiya nûçeyan, binçavkirin û girtin, gef û êrîş û sansura dîjîtal qada xebatê ji bo rojnamegeran teng kir. Geşedanên di tevahiya mehê de nîşan dan, raporên nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê wekî bingehek ji bo tawanbarkirinê têne bikaranîn. Darizandinên bi salane berdewam dikin, dozên nû tên vekirin û berdewama biryarên girtinê nîşan dide ku zexta darazê ya li ser rojnamegeran domdar bûye. Astengiyên li qadê şert û mercên xebatê ji bo rojnamegeran jî dijwar kirin. Destwerdana li ser nûçeyan, dûrxistina rojnamegeran a ji qadê, gef û êrîşan nîşan dan ku gihiştina nûçeyan her diçe bi sînordar dibe. Di meha Îlonê de, qada dîjîtal jî yek ji wan deveran bû ku zext lê zêde bûn. Xwegihandina platformên medya dîjîtal ên gelek koman, rojnameger, sazî û dezgehên medyayê, rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan, hate astengkirin. Bi vê yekê di heman demê de xwegihandina raya giştî ya dezgehên agahdariyê jî hatin sînordarkirin.”

MKGê di berdewamiya raporê de bi lêv kir ku zextên li ser rojnamegeran li cihên kar jî berdewam kir. MKGê da zanîn ku ji kar derxistin, mobîng û şert û mercên bêewle zêde bûne û hebûna jinan a di qada çapemeniyê de zehmet bûye û wiha hate gotin:

“Bûyerên meha Îlonê nîşan didin ku dema rojnameger nûçeyan çêdikin, li qadê dixebitin, di pêvajoyên darazê de û li qada dîjîtal di bin zextê de ne. Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamegeran nikarin ji azadiya çapemeniyê û mafê raya giştî yê agahdarkirinê cûdatir bên nirxandin. Divê darizandin û çavtirsandina rojnamegeran a ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, astengkirina weşana nûçeyên wan û girtina platformên wan ên dîjîtal bi dawî bibe. Divê rojnamegerên girtî werin berdan û hemû astengiyên li pêşiya xebatên rojnamegeran werin rakirin.”

Daneyên Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger a Îlona 2026an

Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin: 3
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin: 2
Rojnamegerên hatin binçavkirin: 3
Rojnamegerên hatin girtin: 2
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man: 1
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 1
Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin: 3
Binpêkirina mafên rojnamegeran ên li girtîgehan: 1

Binpêkirina mafên raman û azadiya ramanê ya rojnamegeran

Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin: 3
Rojnamegerên hatin cezakirin: 2
Cezayê hepsê: 6 sal û 5 meh 24 roj
Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayê 14
Hejmara kesan 36
Hejmara rojnamegrên girtî: (Ji 1ê Îlona 2026an heta niha) 9

Binpêkirina mafên aborî/civakî ya jinên rojnameger

Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin: 3

Astengiyên li ser înternet/medyaya dîjîtal

Sîteyên hatine girtin: 4
Platfromên Medyaya Dîjîtal ên Hatine Astengkirin: Herî kêm 810
Nûçeyên hatine astengkirin: 15

Lîsteya rojnamegerên girtî:

1. Derya Okatan – Rojnameger

2. Hatice Duman – Midûra Karên Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

3. Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

4. Ozden Kinik – Xebatkara TRTyê

5. Oya Lale Ozan Arslan – Rojnameger

6. Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê

7. Songul Yucel – Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê

8. Fatma Sibel Gurcihan – Rojnameger

9. Îrem Delice – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê

10. Tugba Tekerek – Rojnameger

Yazar

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.