Li gorî rapora ISIGê di 9 mehên destpêkê yên sala 2026an de herî kêm hezar û 736 karker di dema karkirinê de mirin e.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora xwe ya Îlona 2026an weşand. Li gorî raporê di meha Îlonê de 226 karker mirine.
Her weha Meclîsa ISIGê destnîşan kiriye ku di 9 mehên destpêkê yên sala 2026an de herî kêm hezar û 736 karker di dema karî de mirine.
Li gorî vê di meha Kanûna Paşîn de 155, di Sibatê de 129, di Adarê de 151, di Nîsanê de jî 190, di meha Gulanê de 214, di Hezîranê de 228, di Tîrmehê de 216 û di Tebaxê de 227 karker di dema karî de mirin e.
Ji karkerên ku mirine jê 79 di sektora pîşesaziyê de, 54 di sektora avahîsaziyê de, 48 jî di sektora xizmetguzariyê û 45 di beşa çandiniyê de dixebitîn.
Her weha 7 ji wan endamên sendîkayekê bûne û 219 karker endamê sendîkayan nebûn.
Ji 226 karkerên ku di dema karkirinê de mirine jê 21 jin û 14 jî koçber bûn.
Li gorî raporê ji 226 karkerên di vê mehê de mirine jê 8 zarok in. Ji wan 5 zarok temenê wan di bin 14î de bû û sê jî di navbera 15 û 17an de bûn.
Mirina sê zarokan di sektora çandiniyê de û yên din jî di sektorên xurek, tekstîl, metal û avahîsaziyê de pêk hat.
Di neh mehên destpêkê ên sala 2026an de 66 zarok di dema karkirinê de mirine.


