Li gorî rapora Save the Childrenê, di sala 2025an de li Afrîka û Rojhilata Navîn ji her pênc zarokan nêzîkî duyan li herêmên şer jiyane. Tenê li Afrîkayê ji sedî 44ê hemû zarokên cîhanê yên li herêmên şer cih digirin.
Save the Childrenê(Rêxistina Parastina Zarokan), rêzeraporên bi navê “Şerê li Dijî Zarokan Rawestînin” aşkere kirin. Li gorî raporê zarok herî zêde di sala 2025an de rûbirûyê şer bûne.
Di rapora herî nû ya rêzeraporên bi navê “Şerê li Dijî Zarokan Rawestînin” de hat eşkerekirin ku di sala 2025an de li cîhanê 589 milyon zarok li herêmên şer jiyane. Ev hejmar ji sala 1990î û vir ve, ku tomarkirina amaran dest pê kiriye, amara herî bilind e û ji du qatî zêdetirî hejmara giştî ya nîvê salên 1990î yên sedsala borî ye.
Birêvebirê Rêxistina Parastina Zarokan a Almanyayê Florian Westphal got: “Ji bo bi milyonan zarokan tirs, tundî û koçberî bûne beşek ji jiyana wan a rojane.” Westphal her wiha amaje pê kir ku divê ev amar ji bo civaka navneteweyî bibin “zengilekî hişyarkirinê”.
Herêmên şer yên ku zarok lê ne
Raporê nîşan da ku di sala 2025an de li parzemîna Afrîkayê û li Rojhilata Navîn ji her pênc zarokan nêzîkî duduyan li herêmên şer jiyane. Tenê li parzemîna Afrîkayê ji sedî 44ê wan hemû zarokên cîhanê hene ku li herêmên şer dijîn. Rêjeya zarokên ku li wê parzemînê rûbirûyî şer dibin di 15 salên borî de ji sê qatan zêdetir zêde bûye; di sala 2010an de ji sedî 12 bû, lê di sala 2025an de derketiye ji sedî 39an.
Li Rojhilata Navîn jî di sala 2025an de ji sedî 40,2yê zarokan li herêmên şer jiyane. Hejmara zarokên ku li herêmê di bin bandora şer de mane bi rêjeya nêzîkî ji sedî 29an zêde bûye; di sala 2024an de 52 milyon zarok bûn, di sala 2025an de derketiye 67 milyon zarokan.
Binpêkirin
Raporê amaje bi zêdebûna berbiçav a rêgiriya li gihîştina alîkariyên mirovî yên ji bo zarokan jî kir. Di sala 2025an de 8 hezar û 322 bûyerên piştrastkirî yên rêgiriya li alîkariyên mirovî hatine tomarkirin ku ev hejmar li gorî dehsaleke berê 16 qat zêde bûye (di sala 2015an de tenê 509 bûyer û di sala 2005an de tenê 8 bûyer hatibûn tomarkirin). Piraniya van bûyeran li Filistînê bi 5 hezar û 946 bûyeran hatine tomarkirin ku ev hejmar zêdetirî ji sedî 70yê hemû bûyerên tomarkirî yên cîhanê pêk tîne. Bi vî awayî, rêgirîkirina li alîkariyên mirovî piştî kuştin û kêmendamkirina zarokan bûye duyem binpêkirina herî berbelav.
Komkirina binpêkirinên 2025an
Li gorî lêkolînê, Neteweyên Yekbûyî bi giştî 38 hezar û 967 binpêkirinên giran ên li dijî zarokan ên sala 2025an piştrast kirine ku piştî amara rekor a sala 2024an (41 hezar û 763 binpêkirin) duyem amara herî bilind a salane ye. Zêdetirî nîvê van binpêkirinan tenê li sê deveran qewimîne ku ew jî Filistîn, Komara Demokratîk a Kongoyê û Nîjerya ne. Tenê li Filistînê 12 hezar û 449 binpêkirinên piştrastkirî hatine tomarkirin ku nêzîkî sêyeka hemû bûyerên li cîhanê ye.
Amarên herî berbiçav ên binpêkirinên sala 2025an ev in:
Li gorî raporê, di şer de 14 hezar û 224 zarok hatine kuştin an kêmendam bûne.
Di revandina zarokan de hejmareke rekor hatiye tomarkirin ku gihîştiye 5 hezar û 128 bûyeran.
Hezar û 787 bûyerên tundiya zayendî hatine tomarkirin (di dehsaleke borî de bi rêjeya ji sedî 71 zêde bûye û ji sedî 86ê bûyeran li herêmên şer ên Afrîkayê, bi taybetî li Kongo û Sûdanê qewimîne).
Êrişên li ser dibistan û nexweşxaneyan ji bo sala pêncan li ser hev zêde bûne û gihîştine 2 hezar û 930 bûyeran; bi 837 êrişan li ser axa Filistînê û 643 êrişan li Ukraynayê ji nîvî zêdetirî êrişên cîhanê pêk anîne.
Di dawiya raporê de Rêxistina Parastina Zarokan tekez kir: “Mafê zarokan heye ku dûrî tundiyê bijîn. Guhertina vê rewşê hewceyî biryareke siyasî ye ku ewlehiya zarokan bixe pêşiya karên xwe û her wiha hewceyî pêbendbûneke berdewam e ji bo rawestandina şerê li dijî zarokan.”
Polîsan li avahiya Sozcuyê ya li Leventê lêgerîn kir., Seroka Desteya Rêveber a Sozcuyê Funda Tuncer Sidali û Rêveberê Giştî yê berê Asim Akgûl hatine desteserkirin.
Polîsan vê sibê bi ser Sozcu TVyê de girt. TMSFê ragihand ku ji bo Sozcu TV û sozcu.com.tr‘yê qeyûm hatiye tayînkirin.
Berê sibehê polîs ketin avahiya Sozcu TVyê ya li Stenbolê û dest bi lêgerînê kirin.
Li gorî agahiyan, TMSFyê (Fona Sîgortaya Mevdûatên Teserûfê) qeyûm danî sertelevîzyonê û polîsan Seroka Birêvebiriya Sozcu TVyê Funda Tuncer Sidali jî desteserkir.
Rojnameger û şîrovekarê Sozcu TVyê Îsmaîl Saymaz li ser tora civakî ragihand kuhêzên ewlehiyê ketine nava avahiya televîzyonê û birêvebiriya wir ketiye destêqeyûman.
“Qeyûm danîne ser televîzyon û malperê”
Parêzerê Koma Medyayê ya Sozcu TVyê Ersan Barkin ku wê demê li avahiyê bû, qalamijarê kir.
Barkin da zanîn ku heta niha qeyûm tenê danîne ser Sozcu TV û malpera Sozcuyê û got:
“Ev lêgerîn li ser wê dosyeyê tê kirin ku berê Dadgeha Bilind lêkolîn kiribû û biryar dabûku ti sûcek tê de nîne.”
Ozgur Ozel: Hûn dê ti carî nikaribin dengê vî gelî bibirin
Ketina nav televîzyonê û danîna qeyûman di qada siyasî de deng veda û bû sedemanerazîbûneke zêde.
Serokê Giştî yê YENÎ Partiyê Ozgur Ozel da zanîn ku êdî bêhna desthilatê li hemberîrexneyên herî biçûk û bihîstina rastiyan jî teng bûye û got:
“Heyf û mixabin ji wan kesên ku ji bo kursiyekî welat xistine vê rewşê. Em dê teqezrêyekê bibînin, em ne bêdeng dimînin, ne ditirsin û ne jî serî ditewînin. Hûn dê ti carînikaribin pêşî li bilindbûna deng û hewara vî gelî bigirin.”
“Derbeyeke eşkere ya li dijî demokrasiyê ye”
Her wiha Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu jî li hemberî vê pêngavê derketû ev bûyer wekî “derbeyeke eşkere ya li dijî demokrasî, hiqûq, dadperwerî û mafênûçegirtina gel” nirxand.
Dervîşoglu da zanîn ku ev hewldan bi ti sedemê nayê rewakirin û tekez kir ku dengêrastiyê nayê tepisandin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li dijî tayînkirina qeyimê li ser Sozcu TVyê li ser hesabên xwe yên medyaya dijital daxuyaniyekî nivîskî da û bertek nîşanî tayinkirina qeyim da.
Daxuyaniyê DFGê
“Sergirtina polîsan a ser Sozcu TVyê, binçavkirina rêveberên qanalê û tayînkirina qeyimê ser Sozcu TVyê bûyerekî nû ya xeleka polîtîkayên zextê yên li ser azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê ye. Di serdemeke ku zextên siyasî yên li ser rojnamegeriyê giran dibin de, hedefgirtina saziyeke medyayê û tayînkirina qeyim nayê qebûlkirin. Destwerdana li xwedî û rêveberiya saziyên medyayê, ne tenê li dijî mercên xebatê yên rojnamegeran e, her wiha li dijî mafê civakê yê agahdarbûnê û gihîştina agahiyan e.
Mudaxileyên li saziyên medya û rêveberên wan ne tenê li dijî rojnamegeriyê ye, li dijî mafê xwegihandina agahîgirtinê ya gel e. Mudaxileya ku bi TELE 1ê dest pê kir, bi HALK TVyê berdewam kir û îro jî bi Sozcu TVyê hate domandin, ev zext encama zîhniyeta ku azadiya çapemeniyê dike armanc e.
Em wekî Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê serdegirtina li ser Koma Medyayê ya Sozcu û tayînkirina qeyim şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku rêveberên hatine binçavkirin tavilê bên berdan, dev ji sepana qeyim bê berdan û ji prensîbên hiqûqa demokratîk ên ku azadiya çapemeniyê misoger dikin re rêz were girtin. Em ê li dijî zextên li ser rojnamegeran û saziyên medyayê, piştevaniyê mezintir bikin.”
DÎSK Basın-Îş û Sendîkaya Rojnemegeran a Tirkiyeyê (TGS) li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal bertek nîşanî tayînkirina qeyimê li ser Sozcu TVyê da.
“Qeyim tu carî nayê qebûlkirin“
Basin-Îş li ser hesabê xwe yê Xê derbarê qeyimê li ser Sozcu TVyê de bertek nîşan da û wiha got:
“Îro qeyim tayînî ser Sozcu TVyê hatiye kirin, li dijî azadiya çapemeniyê û mafê gel ê wergirtina nûçeyan darbeyekî giran e û tu carî nayê qebûlkirin. Ev biryar ne tenê bi sedema dengekî ji ekranê, lê di heman demê de ev yek bandorê li ser bi sedan kedkarên çapemeniyê dike. Di warê teknîkî de jî rojnemegeran ber bi rewşek nediyar ve dibe û tesîrek neyînî li wan dike. Di vê dema dijwar de em li gel kedkarên Sozcu TVyê ne. Em bang li hemû raya giştî dikin; divê xwedî li mafê agahîgirtinê û çapemeniyê derkeve.”
“Divê desthilat dest ji vê sepanê berde“
Sendîkaya Rojnemegeran a Tirkiyeyê jî diyar kir ku di pêla qeyiman bi Tele1 dest pê kir bi Halk TVyê berdewam kir û niha jî Sozcu TV hate desteserkirin û di parvekirina xwe de ev yek anî ziman:
“Ev êriş e û li ser wergirtina mafê gel ê agahîgirtinê ye. Mafê nûçegwergirtinê dike armanc. Qeyimên ku li ser kanalan tên bicihkirin rê li ber agahî girtina gel digire. Em bang li desthilatê dikin ku demildest dev ji sepanên xwe berde û rêzê li azadiya çapemeniyê û mafê gel yê wergirtina aghiyan bigire.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan ragihand ku şert û mercên xebata Abdullah Ocalan hatin guhertin û sekreteriya wî hatiye xurtkirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Parlamentoyê axivî.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku bêyî qanûna çarçoveyî jî girtiyên nexweş dikarin bên berdan û wiha got: “Êdî tehamûla me nemaye. Em bang li rayedaran dikin ku demildest girtiyên nexweş berdin. Îro jî li ber Wezareta Dadê çalakiya nobede dê be destpêkirin. Heta girtî bên berdan wê çalakî bidome.”
Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de Abdulvahap Aksoy ku piştî 30 salan di sala 2024an de hat berdan û duh jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî xwest.
“Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan“
Tuncer Bakirhan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got:
“Çend roj berê jî girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiya nexweş Newroz Bozkurt jî li nexweşxaneyê tê derman kirin. Teşhîsa nexweşiya pênceşêrê danîn ser girtiya nexweş Evîn Zapsû. Ji bo berdana girtiyê nexweş hewcehî bi qanûna çarçoveyî tine ye. Êdî tehamûla me nemaye. Em bang li rayedaran dikin ku demildest girtiyên nexweş berdin. Îro jî li ber Wezareta Dadê çalakiya nobede dê be destpêkirin. Êdî tehamûla kesî nemaye. Heta girtî bên berdan çalakî wê bidome.”
“Em ê siyasetmedarên Kurd biparêzin“
Tuncer Bakirhan bertek nîşanî desteserkirina Serokê PSKê Bayram Bozyel û siyasetmedarên din ên Kurd da û got ku fikir û ramanên me cuda bin jî ji bo me parastina wan rêgezek e û em vê binçavkirinê şermezar dikin. Tuncer Bakirhan bertek nîşanî tayinkirina qeyimê ser Sozcu TVyê jî da. Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina parêzerên endamên ÇHDê da û xwest dawî li sepanên li pêşiya demokrasiyê dibin asteng bê anîn.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Pêvajo bi îradeyeke mezin berdewam dike. Em vê pêvajoyê weke avakirina jiyana hevpar dibînin. Di pêkanîna aştiyê de tişta şaş taloqkirin e. Bêtehamûliya li dijî demokrasiyê ye. Rêveberiya Tevgerê helwesta xwe bi îradeyeke şênber nîşan da. Gotin, îradeya wan a çareseriyê tam e û heke dewlet gavên pêwist biavêje ew amade ne. Pêvajo bi çar merhaleyan pêk tê. Ya yekemîn bidawîkirina ji pevçûnan bû. Ev pêk hat. Ya din muzakere ye û ev jî pêk hat. Ya din jî çarçoveya hiqûqî ye. Ev jî tevî kêmasî û nebasiyan pêk hat û em di nav de ne. Ya din jî demokratîkbûyîn e û ev jî li pêş me ye.”
“Şertên xebata birêz Ocalan guherî“
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê qanûna çarçoveyî bikevê meriyetê û wiha pê de çû:
“Birêz Ocalan cihê xwe yê nû bû. Di şert û mercên xebata wî de guhertin hate kirin û sekreteriya wî hatiye xurtkirin. Em van agahiyan cara ewil parve dikin. Em jî dibêjin werin em siberoja Tirkiyeyê bi hev re binivisînin. Divê li şûna çekan hiqûq were bicihkirin. Em bi hev re di deriyê aştiyê de derbas bibin. Bila ev Meclis bibe meclisa çareseriya pirsgirêka sed salan. Me di hevdîtinê de bi birêz Numan Kurtulmuş re jî got mayindêbûna aştiyê bi demokrasiyê pêkan e û divê Komîsyona Meclisê tenê çavderiyê neke û piştgiriya civakîkirina aştiyê bike. Birêz Numan Kurtulmuş jî bi erênî nêzî rexne û peşniyarên me bû. Di vê pêvajoyê de niyeta me ji dil û baş e.”
“DEM Partî li gel karkeran e“
Tuncer Bakirhan diyar kir ku li Tirkiyeyê karker bi mirinê re rû bi rû ne û bertek nîşanî kedxwarina mirina karkeran da û got ku kî dibe sedema mirina karkeran, pereyên ku digirin jî bila wan heram be. Tuncer Bakirhan pirsa “Çima mirin her tim para karkeran e?” kir û karkerên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dan jî bi bîranî û got ku DEM Partî her tim li rex karkeran e.
Talankirina aboriyê û xwezayê
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bi gendeliya fonê hinek kes xwe dewlemend dikin û hinek jî nikarin debara xwe bikin û bertek nîşanî polîtîkayên desthilatê yên li ser aboriyê da. Tuncer Bakirhan bal kişand ser qirkirina xwezayê jî û got ku Tirkiye yek ji welatê ku herî zêde xwezayê talan dike ye.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, di 89emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşiya. Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryara darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, cihê gorên wan û cihê kesên windakirî ji raya giştî re werin eşkerekirin.
Di 15ê Mijdara 1937an de Seyîd Riza, ji Ûsifan Findiq Axayê kurê Kamer, ji Kureyşan Hesenê Îbrahîmê Qicî, ji Kureyşan Usenê Seydî, ji Demenan Hesen Axayê Civrail Axayê Arekê, ji Demenan Aliyê Mirzê Silî û Resik Usenê Seyîd Riza hatin darvekirin.
Di ser vê bûyerê re 89 sal derbas bûn. Tevî ku ewqas sal derbas bûn jî cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî nehat eşkerekirin; şopên komkujî, sirgûn û revandina bi darê zorê ya Terteleya Dêrsimê ya 1937-1938an, ji nifşekî derbasî nifşekî din bûn û heta roja îro hatin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, di 89emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê ABFê Mustafa Aslan, Hevberdevka Komisyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Parlementera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, Hevşaredarên Dêrsimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan ên ku qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin, Serokê Giştî yê DEDEFê Yaşar Gelîncîk û gelek welatî tev li meşê û bîranîna li Qada Seyîd Riza bûn.
Bîranîn bi vêxistina çirayan dest pê kir. Platformê bi kurdî û tirkî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku darvekirin bi awayekî neqanûnî hatine kirin û bang hat kirin ku biryara darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, cihê gorên wan û cihê kesên windakirî ji raya giştî re werin eşkerekirin.
Di destpêka bîranînê de Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku têkoşîn û berxwedana Seyîd Riza û hevalên wî îro jî berdewam dike û wiha got:
“Me û gelê me tînin rûbirûyê hev. Di vê pêvajoyê de li pêşiya me dibin asteng. Bila şehîdên me di gorên xwe de rehet razên; neviyên wan ala têkoşîna wan girtine û pêş ve dibin. Em biçin ku derê jî em ê vê ronahiyê bi xwe re bibin. Li ser vê axê gelek lîstik hatin lîstin lê heqîqeta vê erdnîgariyê neqediyaye. Ev ax ne mifteya siyasetê ye. Eger em xwedî li baweriya xwe derkevin, tu kes nikare li pêşiya me bisekine.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar xwest ku arşîvên terteleyê werin vekirin û derbarê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de jî diyar kir ku divê nasnameya gelan di nav pêvajoyê de were qebûlkirin û wiha domand:
“Wan ji 15ê Mijdarê heta niha siyaseta qirêj di her mal û xaniyî de meşand. Gelê me destûr neda van lîstikan û li ber xwe da. Sekna wan a serbilind ji bo me ronahî ye, têkoşîna wan ji bo me ronahî ye. Seyîd Riza çi got? Got ku: ‘Min bi derew û hîleyên we nekarî, ev ji min re bû ders. Lê min jî li ber we serî netewand, bila ev jî ji we re bibe derd.’ Gelê me jî wekî Seyîd Rizayan, li ber hîle û zilma wan serî netewand. Navê Dêrsimê nas bikin, heqîqetê bibînin. Bila tevahiya gelên Tirkiyeyê di zimanekî hevpar de bibin yek û em li ser aştiyê biaxivin.”
Piştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê ABFê Mustafa Aslan bal kişand ser wê yekê ku ji bo gihandina mîrasa Seyîd Riza û hevalên wî ya ji bo siberojê divê têkoşîneke zêdetir were meşandin û wiha got: “Îro bi destê hevkaran dixwazin baweriya me winda bikin. Divê em hişyar bin.”
“Divê rûbirûbûna dîrokî were pêkanîn“
Serokê Giştî yê DEDEFê Yaşar Gelîncîk destnîşan kir ku darvekirin beşek ji polîtîkayên dewletê yên li dijî hebûna dîrokî ne û wiha axivî: “Tevî ku 89 sal derbas bûn jî, me dev ji lêgerîna dadwerî û heqîqetê berneda. Divê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin eşkerekirin. Em qebûl nakin ku ev daxwaz hê jî nehatibe pêkanîn. Divê rûbirûbûna dîrokî were pêkanîn.”
Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temelli jî got ku tevî 89 sal derbas bûne jî cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî nehatiye eşkerekirin û wiha axivî: “Seyîd Riza dema ber bi sêdarê ve diçû di gotinên xwe de komar pênase kir. Banga xwe li komarê kir.”
Bîranîn piştî danîna gulan a li ser peykerê Seyîd Riza bi dawî bû.
Li bajarê Îzmîrê di kargeheke hesin û polayê de teqînek çêbû û di encamê de 6 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn. Her wiha hat ragihandin ku 8karker di bin kavilên kargehê de mane.
Li bajarê Îzmîrê di kargeheke hesin û polayê de teqînek çêbû û di encamê de 6 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn. Bûyer îro derdora saet 12:00an li ser rêya Yenî Foçayê ya li navçeya Alîagayê ya Îzmîrê di kargeheke hesin û polayê de qewimî.
Her wiha hat ragihandin ku 8 karker di bin kavilên kargehê de mane. Li gorî agahiyan, di dema xebatê de teqînek çêbû û pişt re agir bi beşeke ji kargehê ket.
6 kes mirin û 13 kes birîndar bûn
Di encama teqînê de 6 kes mirin û 13 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê, hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê birîndar ji bo dermankirinê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Îzmîrê.
Walîtiya Îzmîrê derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:
“Li gorî encamên destpêkê 6 welatiyên me mirin û 13 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyên cuda yên herêmê. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo derxistina wan 8 welatiyên ku piştî teqînê di bin kavilan de mane bi awayekî bêrawestan didomin.”
Walîtiyê her wiha da zanîn ku ji bo ronîkirina hemû aliyên bûyerê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Konferansa 31emîn a Aliyên Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) îro dest pê dike. Konferans dê heta 20ê Mijdarê berdewam bike.
Lijneya giştî ya vekirinê ya COP31ê, wê di saet 10.00î de li Salona Lijneya Giştî ya Anadoluyê ku li Qada EXPOyê ye, pêk were. Ev cara yekem e ku Tirkiye mazûvanî û serokatiya vê lûtkeyê dike.
Tê çaverêkirin ku 102 serokdewlet û serokwezîr beşdarî lûtkeyê bibin. Her wiha dê zêdetirî 300 wezîr jî tevlî lûtkeyê bibin.
Armanca sereke ya konferansê bicihanîna sozên gerdûnî ye. Ev soz ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê hatine dayîn. Di civînan de dê gelek mijarên girîng bên nîqaşkirin. Fînansekirina avhewayê, terikandina sotemeniyên fosîl û derbasbûna enerjiya paqij hinek ji van mijaran in. Her wiha dê mijara xwehevguncandina li gel krîza avhewayê jî bê nirxandin.
di roja destpêkê a konferansê de dê mijarên weke ewlehiya xurakê, çandinî, berhemdariya avê û bandorên guherîna avhewayê yên li ser tenduristiyê bên gotûbêjkirin.
Her weha di çalakiyên din ên rojê de, veguherîna enerjiyê ya edil, fînansekirina avhewayê, veguherîna torên ceyranê û erkên dewletan ên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî ya avhewayê de dê werin nîqaşkirin.
Lûtkeya Rêberên Cîhanê jî dê 11 û 12ê Mijdarê pêk bê.
Serokatiya Tirkiyeyê
Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum serokatiya lûtkeyê dike.
Konferans îro bi beşdariya serokdewlet, birêvebirên payebilind, nûnerên saziyên sivîl û akademîsyenan dest pê dike. Ev lûtke cara yekem sala 1995an li Berlînê hatibû lidarxistin. Welatên peymanê her sal ji bo nirxandina bipêşketinan û dîtina çareseriyên hevpar li hev dicivin.
Di 10 xalan de Lûtkeya COP31ê
1.Mazûvanî û serokatiya Tirkiyeyê
Tirkiye cara yekem e mazûvaniya lûtkeya COPê dike. Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Murat Kurum serokê COP31ê ye.
2. Beşdariya 102 serokdewletan
Li gorî daxuyaniya Murat Kurum, beşdariya 102 serokdewlet û serokwezîran misoger bûye. Tê pêşbînîkirin ku derdora 300 wezîr jî beşdar bibin.
3. Hevkariya Tirkiye û Awistralyayê
Tirkiye mazûvanî û serokatiya giştî ya lûtkeyê dike. Lê Awistralya dê serokatiya dan û standinên fermî bike. Wezîrê Guherîna Avhewayê û Enerjiyê yê Awistralyayê Chris Bowen dê van dan û standinan bi rê ve bibe.
4. Lûtkeya Rêberên Cîhanê (11-12ê Çiriya Paşîn)
Serokdewlet û serokwezîr dê sozên xwe yên neteweyî pêşkêş bikin. Her wiha ew dê pêşniyarên çareseriyê yên ji bo rûbirûbûna krîza avhewayê bînin zimên.
5. Armanca sînordarkirina 1,5 pileyî
Pêkanîna armanca Peymana Avhewayê ya Parîsê ya ji bo rawestandina bilindbûna germahiya gerdûnî di 1,5 pileyî de, dê bibe yek ji xalên herî girîng ên dan û standinan.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, eger hemû sozên niha bi temamî bi cih bên jî germahî dê dîsa zêde bibe. Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya sedsalê germahiya cîhanê bi qasî 2,6 pileyî zêde bibe.
6. Fînansekirina avhewayê
Dabînkirina fînansmanê ji bo welatên li jêr pêşketinê yek ji mijarên herî krîtîk e. Armanc ew e ku ev welat karibin xwe li gorî guherîna avhewayê biguncînin, xwe ji karesatan biparêzin û berê xwe bidin enerjiya paqij.
7. Terikandina sotemeniyên fosîl
Kêmkirina bikaranîna komir, petrol û xaza xwezayî wê bi berfirehî bê gotûbêjkirin.
Her wiha zêdekirina veberhênanên enerjiya nûjenbar û çawaniya derbasbûna enerjiya paqij jî dê werin nîqaşkirin.
8. Rojeva çalakiyan a Tirkiyeyê ji bo 2035an
Armancên Tirkiyeyê yên ji bo sala 2035an eşkere ne. Armanc ew e ku rêjeya elektrîkkirina gerdûnî bigihîje ji sedî 35an. Her wiha daxistina çêbûna bermayiyan ji bo nîvî di nav planan de ye.
Kêmkirina xerckirina enerjiyê di avahiyan de bi kêmanî ji sedî 25 û bilindkirina bikaranîna materyalên dubare di hilberînê de ji sedî 15, xalên din ên girîng in.
Her wiha zêdekirina pratîkên çandiniyê yên ku li hemberî avhewayê berxwedêr in û belavkirina Mekanîzmaya Pira Cîbicîkirina Avhewayê ji bo projeyên veberhênanê di nav armancan de ne.
9. Qada 1,1 milyon metreçargoşeyî û 2 milyon serdanker
Tirkiye dê di çarçoveya COP31ê de 20 rojan mazûvaniya nêzîkî 1,5-2 milyon serdankeran bike. Ji bo vê yekê li Antalyayê qadeke 1,1 milyon metreçargoşeyî hat amadekirin.
Çalakî dê li Herêma Şîn û Herêma Kesk pêk werin. Ji bo çûn û hatinê jî dê 630 otobusên hawîrdorparêz û kêm-emîsyon bên bikaranîn.
10. Tedbîrên berfireh ên ewlehiyê
Ji bo parastina ewlehiya lûtkeyê li Antalyayê 27 hezar û 957 xebatkarên polîs, cendirme û ewlekariya peravan hatin erkdarkirin.
Di nav amadehiyan de 5 balafir, 7 wesayîtên deryayî û 26 wesayîtên zirxpoş hene. Her wiha 12 TOMA û gelek wesayît û motosîkletên bejahiyê cih digirin.
Lûtkeya Avhewayê ya Gelan
Di heman rojên COP31ê de, dê li Antalyayê “Lûtkeya Avhewayê ya Gelan” jî pêk bê. Lûtkeya Avhewayê a Gelan di 14ê Mijdarê Roja Çalakiya Cîhanî de dê bi mîtîngek dest pê bike.
Organîzatorên wê dibêjin ev lûtke didomiya hevdîtinên Glasgow û Belemê ye û ew dê dengê jin, karker, gundî û jîngehparêzan bike yek. Rêxistinên wekî Greenpeace, Yekîtiya Bijîşkên Tirk, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û sendîkayên girêdayî DÎSKê piştgiriyê didin vê lûtkeyê.
Paşê dê roj bi roj li ser mijarên mîna mafên xwezayê, enerjiya bêfosîl, demokrasî, aştî û serweriya xwirekê bisekinin. Saziyên sivîl û sendîka dê li ser bedela veguherînê, pirsgirêka bermayiyan, zererên şer ên li ser jîngehê û bandora krîza avhewayê ya li ser tenduristiyê nîqaşan bikin.
Lûtkeya gelan di civînan de dê sernavên weke rawestandina mekanizmaya kedmijiyê, birîna enerjiya sîstemê, bêçekkirina parêzvanên pergal û zîhniyeta mîlîter û avakirina sîstemekî xurakê ku li dijî çandiniyê endusturiyel bixin rojevê.
Bernameya Lûtkeya Avhewayê ya Gelan
Di navbera 12-14ê Mijdarê de, bi banga Sendikayên ji bo Demokrasiya Enerjiyê (TUED), sendikayên navneteweyî û herêmî ji bo mijarên weke derketina ji sotemeniyên fosîl, mafên karkeran, xizaniya enerjiyê, polîtîkayên enerjiyê yên giştî, demokrasiya enerjiyê û veguherîna adil dê ii Meclisa Kedê bicivin.
Di Roja Çalakiya Cîhanî de ku di 14ê Mijdarê de ye, bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê, dê bi beşdariya tevgerên civakî yên ji Tirkiyeyê û gelek parzemînan mîtîngekî mezin bê lidarxistin.
Di navbera 15-18ê Mijdarê de, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên berxwedanê yên herêmî, sendika û rêxistinên jin û ciwanan ên ji çar aliyên cîhanê dê li li Navenda Kongreyê ya Mîmar Sînan bicivin û sedemên sîstematîkî yên krîza avhewayê û pêşniyarên çareseriyê yên gelan dê werin gotûbêjkirin. Her sibehê piştî rûniştinên hevpar ên sê saetî, dê panel, atolye, forum û gotûbêjên tematîk ên hevdem werin lidarxistin.
15ê Mijdarê Yekşem: Mafên Xwezayê yên li Dijî Wêranbûnên Ekolojîk
16ê Mijdarê Duşem: Derketina ji Sotemeniyên Fosil û Demokrasiya Enerjiyê
17ê Mijdarê Sêşem: Demokrasî, Antî-Mîlîtarîzm û Aştî
18ê Mijdarê Çarşem: Serweriya Xurakê û Agroekolojî
TFFyê piştî maça Eyupsporê bi giştî 780 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê. Her weha 3 maç û 200 hezar lîre ceza li lîstikvanê Amedsporê Samuel Ballet birî.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) piştî maça Eyupsporê ceza dan Amedsporê.
Desteya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ji ber bûyerên nav qadê û valanehiştina pêpelûkan bi giştî 780 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê.
PFDK her wiha li lîstikvanê Amedsporê Samuel Ballet jî 3 maçan ceza û 200 hezar lîre cezayê pereyan birî. Qertên biletên elektronîk ên hinek alîgiran jî hatin blokekirin.
JiboSamuelBallet3maçcezaû200hezarlîre
Ballet, beriya ku ji lîstikê bê derxistin li hemberî lîstikvanê tîma reqîb tevgerek kiribû. Ji ber vê yekê ji 3 maçan hat menkirin û 100 hezar lîre cezayê pereyan lê hat birîn. Yekser piştî wê, ji ber tevgerên wî yên li dijî werzişvaniyê yên piştî derxistinê, 100 hezar lîreyên din jî ceza girt. Bi vî awayî cezayê Ballet gihişt 200 hezar lîreyî.
PFDKyê, ji ber valanehiştina cihê pêpelûkan 500 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê. Ji ber bûyerên qadê yên ku alîgir bûn sedem jî 280 hezar lîre cezayê pereyan li tîmê hat birîn.
Bilethatinblokekirin
Qertên biletên elektronîk ên temaşevanên li bloka hejmar 130î ya Trîbuna Jêr a Rojhilatê jî hatin blokekirin. Ev alîgir tevlî bûyerên qadê bûbûn. Alîgirên li vê blokê dê nikaribin maça bê ya ku Amedspor mazûvan e li trîbunê bişopînin.
PFDKyê ji ber ku di maça Amedspor û Konyasporê de valahiyên pêpelûkan ên li stadyumê vala nehatibûn hiştin, 350 hezar lîreyên Tirk (nêzikî 7 hezar dolaran) ceza li Amedsporê birîbû.
Li Amedê bi beşdariya gelek nivîskar, helbestvan û rewşenbîran konferansa “Di pêvajoyên aştî û wekheviyê de rola wêje, ziman û rewşenbîran” dest pê kir.
Konferansa Wêje û Aştiyê ya ji aliyê PENa Kurd ve tê lidarxistin li Salona Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Li gel Serokê PENa navneteweyî Burhan Sonmez, Siyasetmedar Veysî Aktaş, hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, nivîskar û rewşenbîran, endamên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek kes tev li konferansê bûn.
Di destpêkê de Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PENa Kurd Omer Fîdan axaftina vekirinê pêk anî. Omer Fîdan got ku Tirkiye ne dewletek yek netew e û wiha got:
“Li Tirkiyeyê gelên sereke Kurd û Tirk in û divê ji bilî Kurd û Tirkan hemû gelê li ser vê axê xwe di makezagonan de bibînin. Divê hebûna zimanê Kurdî di her qadê were bikaranîn û bi awayek fermî cih li her derê bigire. Rewşenbîr û nivîskar divê her tim pênûsa xwe ji bo aştiyê bi kar bînin. Divê êdî siyasetmedar ji bo dijberiyê tevnegerin û ji bo aştiyek mayînde û bi rûmet tevbigerin.”
Omer Fîdan herî dawî spasiya xwe ji bo hemû kesên keda wan di lidarxistina konferansê de çêbûye kir.
Mizgîn Ronak: Di zindanan de wêjekarên mezin hene
Piştî Omer Fîdan, konfransê bi beşa Kursiya Vala berdewam kir. Di beşa Kursiya Vale de, Nivîskar Mizgîn Ronakê bal kişand ser nivîskar û hunermendên di zindanan de û got ku kursiyê Nûdem Dûrak, Ramazan Çeper û Sarya Mulkiye Dogan vale ye û em bang dikin ku werin û kursiyê xwe tije bikin.
Nivîskara Kurd Mizgîn Ronakê jî di axaftina xwe de bal kişand ser nivîskarên di zindanan de û got:
“Di zindanan de wêjekarên mezin hene û gelekî girîng e ku berhemên wan bigihîjin gel. Min pirtûka Bextiyar Elî di girtîgehê de xwendibû ku behsa têkoşîna Apê Cemşîd ê di bin şkenceya rejîma Îraqê de bû dikir. Di zindanan de gelek Apê Cemşîd hene. Ji bo ku wêjeya Kurdî bigihîje cihê ku heq dike divê em têkoşînê mezin bikin. Pêwîst e em berhemdariyeke di nav yekîtiyê de deynin holê.”
Îlhan Samî Çomak: Divê girtî bên berdan
Piştî Mizgîn Ronakê, Îlhan Samî Çomak axivî. Çomak got ku dema aştî tê gotin destpêkê hevalên di zindanê de tên bîra wî û wiha axivî:
“Dema ku destpêkê girtiyên me neyên berdan tu wateya vê pêvajoya aştiyê tuneye. Ji ber wê yekê divê beriya her tiştî hevalên me yên di zindanan de werin berdan û Hatîce Çakmak, Îbrahîm Oruç, Fatma Tokmak, Tevfîk Yaşli, Mahmût Yamalak, Selahattîn Demîrtaş kursiyên xwe yên vale tije bikin.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî di axavtina xwe de nivîskar û helbestvanên Kurd ên di dîrokê de cih girtine bi bîr anî û wiha axivî:
“Ez bi serfirazî dikarim bibêjim ku kaniya wêjeya Kurdî gelekî bi hêz e. Ez serkeftinê ji bo hemû helbestkar û nivîskarên welatê me dixwazim. Ez konferans di demekî gelekî girîng de tê lidarxistin. Aştî tenê li ser maseyê pêk nayê, aştî bi zimanan tê axaftin û divê ji bo aştî pêk were ziman û wêje neyê astengkirin. Bingeha aştiyê azadiya raman û derbirînê ye. Peyvên azad welatê azad ava dike û em ê xwediyê peyvên azad silav dikin. Ev konferans hêviya me ya aştiyê zêdetir dike û em ji bo hemû beşdarvanan spas dikin.”
“Bila êdî pênûs ji bo aştiyê binivîse“
Beşa yekemîn a konferansê bi panela bi mijara Ziman, Wêje û Mafên Gerdûnî di Pêvajoyên Aştiyê de bi pêşkêşkirina Nivîskar Dîba Keskîn dest pê kir. Serokê Giştî ya PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez got ku divê êdî pênûs ji bo aştiyê binivîse û wiha axivî:
“Rewşenbîr ew e ku li gel hunera xwe eleqeyekî nîşanî pirsgirêkên gel bide. Li her dera cîhanê dema krîzek derdikeve holê em rewşenbîr hewl didin li wir bin, ji bo çareseriya pirsgirêkê di nava tevgerê de bin. Aştî bi hêsanî nayê destxistin. Aştî niha di qonaxa destpêkê de ye. Helbet ji bo aştiya di navbera Kurd û Tirkan de demek dirêj û avêtina gavên girîng lazim e. Em ne rêxistinek siyasî ne lê parastina mafên ji ber rewşa siyasî hatine astengkirin dikin. Îro Kurdên bakurê Kurdistanê ber bi aştiyê ve diçin. Destpêkirina aştiyê gaveke mezin e, çareserkirina pirsgirêka Kurd gaveke mezintir. Divê gava derstpêkê girtiyên li zindanan werin berdan, gerîlayên sere çiyan bikevin nava siyaseta demokratîk, divê mafên ziman ên gelê Kurd were dayîn û tu astengî li pêşiya ziman nemîne. Bila êdî pênûs ji bo aştiyê binivîsin.”
“Azadiya zimanê Kurdî ji bo zimanê Tirkî ne talokeyek e“
Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî destpêka axaftina xwe de got ku azadiya zimanekî metirsiyê li ser zimanekî din nake û wiha got:
“Zimanê Kurdî azad bibe, astengiyê ji bo zimanê Tirkî dernaxe, çanda Kurdî azad bibe ev yek ji bo çanda Tirkî ne taloke ye. Mafê her welatî heye ku ji bo kar û barên dewletê zimanek an jî çend zimanan bike zimanên fermî. Lê ev yek nayê wê wateyê ku zimanên fermî çewisandinê li ser zimanên din ên li welatî tên axaftin pêk bîne. Hemwelatiyek Tirk divê tu dem ji axaftina zimanê Kurdî netirse, her wiha divê tu Kurd ji axaftina zimanê Kurdî fedî neke. Zimanê dayikê tenê ne alaveke ku em pê diaxivin. Zimanê ew e ku me dike em. Ji bo Kurdan ziman gelekî girîng e, ji ber ku bi sedan salan e tê qedexekirin lê li gel hemû astengiyan ziman astengî û sînor nasnekiri û xwe da jiyankirin.”
Veysî Aktaş: Rewşenbiriya civakî qels e
Siyasetmedar Veysî Aktaş di axavtina xwe de bal kişand ser rola rewşenbîran a li ser pêvajoyên aştiyê û wiha got:
“Bandora rewşenbiyê li ser civakê her wiha ya civakê jî li ser rewşenbiriyê heye. Divê rewşenbîr ji civakî qut nebe da ku bikaribe civakê fam bike. Di nava Kurd û Tirkan de têkiliya rewşenbiran a bi civakê re qels e. Dema mirov ji civakê dûr bike rewşeke elîtîst derdikeve holê û niha jî ev yek di rewşenbiriya me de hakim e. Em dikarin bibêjin ku ji ber vê yekê rewşenbiriya me neketiye nava pêvajoya. Dîlgirtina civaka tenê ne fîzîkî ye, her wiha dîlgirtin bi ramanî jî pêk tê. Divê rewşenbîrên me di vê pêvajoyê de, şer, hiqûq, jiyanek hevpar, aştî çi ye û bikaribin van ji civakê re bibêjin. Mixabin rewşenbiriya heyî vê yekê pêk nayîne ji bo pêvajoyê dûr disekine. Helbet hewldanek heye lê rewşenbîr rola xwe nalîzin. Di pêvajoyê de gotina wan tenê li ser şîroveyê maye.”
Veysî Aktaş diyar kir ku hin têgehên tên bikaranîn şaş tên destgirtin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Di vê pêvajoyê de têgeh şaş tên bikaranîn. Mînak em dibêjin, ‘Entegrasyona Demokratîk’ lê rewşenbîr tenê li ser entegrasyonê diaxivin, dixebitin û li ser wê peyvê şîroveyên xwe dikin. Di vir de têgeha girîng demokrasî ye lê piraniya kesan li ser peyva entegerasyonê radiwestin, ev yek şaş e. Ger civak li ser pirsgirêkên xwe bikaribe hûrbûnekî pêk bîne dikare li ser pirsgirêka xwe polîtîka jî bike. Li vir têkiliya siyaset û rewşenbîr çi ye divê baş were nirxandin. Dema rewşenbîr di çareserkirina pirsgirêkan de xwedî rol be wê demê xemla çareseriyê dikare bike. Dema rewşenbîr rola xwe nelîze wê demê siyasetmedar ber bi desthilatiyê ve diçin. Ji ber wê divê rewşenbîr di her mijarê de xwedî gotin be û gel aresteyî rastiyê bike.”
“Ji bo qonaxa nû hewceyî bi gavên demokratîk heye“
Veysî Aktaş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo pêvajo bigihêje qonaxa nû divê hin gavên demokratîk werin avêtin û wiha bi dawî kir:
“Weke hûn jî dizanin armanca vê pêvajoyê siyaseta demokratîk e. Heya niha bi şer me dixwest pirsgirêkê çareser bikin lê êdî ev yek dê bi siyaseta demokratîk çareser bibe. Ji bo vê yekê divê dewlet demokratîk bibe. Niha dewlet ne demokatîk e û ji bo pêvajo pêş bikeve dê hiqûqek defakto were bikaranîn. Niha tiştek li ser hiqûqê ava nebûye û hiqûqa nivîskî dê bi têkoşînê pêk were. Niha divê hin gav werin avêtin û em derbasî merheleya duyemîn bibin. Niha ji bo em derbasî merheleya nû bibin hin pirsgirêk tên jiyandin. Ji bo ku em derbasî merheleya duyemîn bibin divê hin gav werin avêtin û yek ji van jî rewşa Rêber Ocalan e. Piştî ku em derbasî merheleya duyemîn bûn wê demê her tişt dikeve ser milê siyaseta demokratîk. Kî xwe zêdetir bi rêxistin bike û xwe bide qebûlkirin ew ê xwe bide jiyandin jî.”
“Em ê bi pênûsa xwe aştiyê pêk bînin“
Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PENa Navneteweyî German Rojas diyar kir ku çeka rewşenbîran tenê pênûs e, her wiha ew ê bi pênûsa xwe aştiyê pêk bînin û wiha axivî:
“Bê guman bê wêje aştî pêk nayê. Dema em li cîhanê dinêrin gelek deveran wêjekar ji aliyê dîktatoran ve tên girtin. Ev yek jî nîşan dide ku bandora wêjeyê li ser azadî û aştiyê heye. Ez li hember tiştên hatine serê gelê Kurd pir êşiyame. Em niha di pêvajoyeke wiha de ne ku divê mirov pêtir rola wêjeyê ya li ser aştiyê bifikire. Ji ber ku wêje di têkiliyên mirovî de her tim hebûye û di pêvajoyên aştiyê de wêje divê cardin hebin. Divê baş bê zanîn ku çeka nivîskaran tuneye. Çeka me tenê pênûsa me ye û ev pênûs ji şer dûr e. Ez hêvî dikim ku hûn jî pênûsa xwe bikar bînin û bi pênûsê bikaribin hemû xewn û xeyalên xwe pêk bînin.”
Her wiha konferans bi danişîna 2yemîn a bi mijara ‘Rola Qada Navneteweyî, Siberoja Wekheviyê û Mafên Mirovan’ berdewam dike.
Lîstik dê di navbera 1 û 29ê Mijdarê de li Çand Amedê werin nîşandan.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di meha Mijdarê de bi lîstikên, “Hişê min tevilhev bû, Jîn, Keçelok, Zembilfiroş, Medea, Xewna Şeveke Havînê, Serpêhatiyên Nîkoyê Şilbik û Destana Moraşînê” derkeve pêşberî şanohezan.
Lîstik dê di navbera 1 û 29ê Mijdarê de li Çand Amedê werin nîşandan.
Li gorî rapora DFGyê di meha Cotmehê de 6 rojnameger hatine girtin, ji bo 8 rojnamegeran lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 3 rojnamegeran de jî doz hatiye vekirin.
Komeleya Rojnamgeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafên rojnamgeriyê ya meha Cotmeha 2026an eşkere kir.
DFGê da zanîn ku di meha Cotmehê de 20 rojnamger hatine desteserkirin û 6 rojnamger hatine girtin.
Komeleya Rojnamgeran a Dîcle Firatê destnîşan kir û got:
“Di rapora binpêkirina mafan a meha Cotmehê de ku ji aliyê me, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hatiye amadekirin, hatiye tespîtkirin ku 20 rojnameger hatine binçavkirin, 6 rojnameger hatine girtin, der barê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye meşandin û derbarê 3 rojnamegeran de doz hatiye vekirin. Di heman demê de bi ser avahiya saziyeke medyayê de hatiye girtin, mûameleya xerab li rojnamegerekê hatiye kirin û di du bûyeran de jî rê li ber şopandina nûçeyan a rojnamegeran hatiye girtin. Cezayên girtîgehê yên li rojnamegeran hatine birîn bi tevahî bûye 3 sal û 2 meh û 20 roj. Der barê du rojnamegeran de biryara hefsa malê hatiye dayîn. Heta 3yê Mijdara 2026an hejmara rojnamegerên di girtîgehan de 33 ye.”
Zext
DFGê bal kişand ser zextên li ser rojnamgeriyê û wiha domand:
“Ev dane nîşan didin ku zextên li ser rojnamegeran ne bûyerên ji rêzê û takekesî ne; tabloyeke wisa derdixin holê ku rasterast bandorê li kirina rojnamegeriyê, gihandina nûçeyan a ji bo raya giştî û mafê agahîgirtinê yê civakê dike.Di çarçoveya lêpirsîna fonê de rojnameger Îsmaîl Saymaz, Mûrat Agirel, Şaban Sevînç û Mûstafa Balci hatin binçavkirin; Şaban Sevînç û Mustafa Balci hatin girtin; der barê Murat Agirel de pêşî biryara hefsa malê hat dayîn lê piştre dîsa hat binçavkirin û girtin. Girtina nûçegihanê BîrGunê Îsmaîl Ari ya li ser giliya Serokê berê yê RTUKê Ebûbekîr Şahîn û girtina xwediyê malpera nûçeyan a herêmî Hasan Guraksû nîşan dide ku zexta darazê ya li ser rojnamegeran di qadên cuda de dewam dike.
Ceza
DFGê destnîşan kir ku di meha Cotmehê de gelek ceza li rojnamgeran hatiye birîn, dîsa gelek saziyên çapemeniyê hatine desteserkirin û ev yek hate gotin:
“Li Edîtora Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Degerê salek û 6 meh, li edîtorê berê yê rojnameya Yeni Yaşamê Osman Akin jî 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal der barê nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin. Di meha Cotmehê de zextên li ser saziyên medyayê gihiştin wê astê ku xebatên weşanê hatin rawestandin û qadên dîjîtal ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Di 14ê Cotmehê de bi ser avahiya Halk TVyê ya li Stenbolê de hat girtin, qeyim tayînî qenalê hate kirin û weşana wê hat rawestandin. Xwegihandina hesabên YouTube, X, Facebook, Instagram, TikTok û Telegramê yên qenalê hatin astengkirin; platforman ew hesab ji bo bikarhênerên li Tirkiyeyê asteng kirin. Malperên înternetê û hesabên medyaya dîjîtal ên saziyên medyayê yên wekî Ajansa Mezopotamya, Yenî Yaşam, Azadiya Welat, T24, bîanet, BîrGun, Kisa Dalga, Cûmhûriyet û Medyascope jî ji xwegihandinê re hatin astengkirin û bi mudaxaleyên platforman re rû bi rû man. Astengkirina malper û hesabê Xyê yên Ajansa Mezopotamyayê, sînordarkirina hesabên medyaya dîjîtal ên Yenî Yaşamê û astengkirina malpera wê ya di 31ê Cotmehê de bi awayekî berbiçav nîşan dide ku bi taybetî xebatên çapemeniya azad ên di qada dîjîtal de dibin hedef.”
Astengkirin
“Di meha Cotmehê de xwegihandina 231 naverokên medyaya dîjîtal û 22 nûçeyan hat astengkirin, 4 malper jî bi temamî hatin girtin. Ev pêkanîn nîşan didin ku sansur tenê bi rakirina hin nûçeyan sînordar nemaye; qenalên ku rojnameger û saziyên medyayê nûçeyên xwe pê digihînin raya giştî jî bûne hedef. Di meha Cotmehê de cezayên ku Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ve li saziyên weşanê birîn jî berdewam kirin. Ji ber nûçe û nirxandinên der barê lêpirsîna fonê de cezayê pereyan li SZC TV û Koza TVyê hat birîn; ji ber şîroveyên têkildarî girtina Mûrat Agirel jî Sozcu TV hat cezakirin. Di meha Cotmehê de bi giştî 7 biryarên qedexekirina weşanê hatin girtin.Binpêkirinên li dijî azadiya çapemeniyê tenê bi binçavkirin, girtin, doz û sansurê ve sînordar nînin. Pirsgirêkên aborî û ji kar derxistinên di sektora medyayê de jî rasterast bandorê li ewlehiya pîşeyî ya rojnamegeran û derfetên wan ên çêkirina nûçeyên serbixwe dikin.
162 rojnameger bêkar man
Di rapora meha Cotmehê de hat tomarkirin ku herî kêm 162 rojnameger bêkar mane. TELE2 Haberê ji ber ku nekarî heqê lîsansa weşanê ya RTUKê bide, weşana xwe bi dawî kir; Cem TVyê jî dawî li weşana xwe anî. Li Manşetizê ji ber derengketina mûçeyên rojnamegeran, razandina kartên xwarinê û girtina destûra têketina pergalê, 12 rojnameger ji kar hatin derxistin. Di nav saziyên Yenî Şafak, GZT û TVNETê de nêzîkî 100 kes ji kar hatin derxistin; ji Sozcuyê jî 50 xebatkar ji kar hatin avêtin. Daneyên meha Cotmeha 2026an radixin ber çavan ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên binçavkirin û girtin, weşanên saziyên nûçeyan tên rawestandin, qadên dîjîtal ji xwegihandinê re tên girtin û ewlehiya aborî ya xebatkarên medyayê her ku diçe lawaz dibe. Dema ku pêvajoyên darazê, cezayên îdarî, sansura dîjîtal û zextên aborî bi hev re werin nirxandin, tê dîtin ku qada xebatê ya rojnamegeriyê bi awayekî piralî tê tengkirin.
Sansur
Geşedaneke girîng a meha Cotmehê jî ew bû ku li hember van hemû êrişan, rojnamegeran di 24ê Cotmehê de li 10 bajaran çalakî li dar xistin. Meşên ku rojnamegeran di 24ê Cotmehê de li 10 bajaran pêk anîn, îradeya têkoşîna hevpar a saziyên pîşeyî û rojnamegeran a li dijî zextên ser azadiya çapemeniyê nîşan da. Li bajarên cuda hatina cem hev a rojnamegeran û bilindkirina dengê wan, girîngiya hevgirtina li dijî girtinan, sansurê û astengkirina xebatên pîşeyî careke din nîşan da. Ev meş didin xuyakirin ku têkoşîna azadiya çapemeniyê ne tenê ya rojnamegeran e; di heman demê de berpirsiyariya hevpar a her kesê ku mafê wergirtina agahiyan ê gel diparêze ye. Wekî DFG em careke din destnîşan dikin: rojnamegerî ne sûc e. Hedefgirtina rojnamegeran a ji ber nûçe û xebatên wan ên pîşeyî, rasterast mudaxaleyek e li ser mafê agahîgirtinê yê civakê. Rawestandina weşana saziyên çapemeniyê û astengkirina malper û hesabên wan ên medyaya dîjîtal, nîqaşa giştî û mafê bidestxistina agahiyan sînordar dike. Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku dawî li binçavkirin, girtin û pêvajoyên darazê yên li dijî rojnamegeran bê anîn; rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne werin berdan; astengiyên li ser malperên nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal werin rakirin û azadiya weşanê ya saziyên medyayê bikeve bin ewlehiyê.”