Serokomar Erdoğan pişti yasa îmze kir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand. Erdoğan bibîr xist ku yase bi dengê 467 parlamenterin hatiye pejirandin û got, bila li ser xêrê be.

Serokomar Recep Tayyip Erdoğan, Foto: X
Serokomar Recep Tayyip Erdoğan, yasaya bi navê “Yasaya Derbarê Piştevaniya Netewî û Bihêzkirina Hevgirtina Civakî de” îmze kir ku di nava civakê de jê re “yasaya çarçoveyê” tê gotin. Piştî ku Erdoğan yasa îmze kir, yasa di Rojnameya Fermî de weşiya.
Di 2024an de Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Parlamentoyê çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê silav li wan kiribû û bi destên wan girtibû. Paşê jî di hin civînên koma partiye xwe de bang li Abdullah Ocalan kiribû û xwestibû PKKyê fesx bike û dest ji çıkan berde. Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bersiva banga Bahçelî dabû û gotibû ew PKKyê fesx dikin û dest ji çekan berdidin. Pêvajoya navborî bi vî rengî heta roja me hatibû.
Paşê bi tevlêbûn partiyên li Parlamentoyê komîsyonek bi navê Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê hatibû avakirin. Komîsyon piştî çendîn civînan, çûbû li Girtîgeha Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan kiribû û paşê jî raporeke hevbeş ji bo pêvajoyê amade kiribû.
Yasaya navborî jî di encama vê pêvajoyê de hatibû amadekirin û li Meclîsê bi dengê 467 parlamenterin hatibû pejirandin.
Ev yasa piştî ku Saziya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) “tespît û teyît bike ku PKKyê xwe fesx kiriye û çekên xwe danîne” wê bikeve meriyetê.
Li gorî hin nirxandinan, çav li rê ye ku ev pêvajo di meha Îlonê yan jî meha Çiriya Pêşiyê de pêk bê. Paşê jî siyasetmedarên kurd ji gelek deveran, gerîlayên PKKyê ji çiyayan werin û girtiyên siyasî ji girtîgehan serbest bibin.
Erdoğan spasiyên xwe pêşkêş kirin
Serokomar Erdoğan pişti yasa îmze kir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand. Erdoğan bibîr xist ku yase bi dengê 467 parlamenterin hatiye pejirandin û got, bila li ser xêrê be.
Erdoğan di peyama xwe de pejirandina yasayê ya li Meclîsê bi gotina “mînaka lihevkirineke dîrokî” binav kir û diyar kir ku ji bo dahatûyeke biaram, biewle û bihizûr a Tirkiyeyê gaveke girîng e.
Erdoğan ji bo ku beşdarî pêvajoyê bûne destpêkê spasiyeke taybet li hevkarê Rêkeftina Komarî Serokê MHPyê Devlet Bahçelê, koma MHPyê û Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş kir.
Her weha spasiyên xwe pêşkêşî parlamenterên koma AKPyê, parlamenterên di nava partiyên siyasî yên cuda de digrin jî kir.
Erdoğan di peyama xwe de diyar kir ku pêvajo wê li gorî rêya yasa jê re daniye bi rê ve bibin.