JinMap: Li Stenbolê li şaredariyan ji bo jinan piştgiriya bi Kurdî nîne

Ji 59 Navendên Şêwirmendiyê yên Jinan ên IBB û 39 şaredareyên navçeyan tenê li du navçeyan bi kurdî xizmetê didin jinan, ew jî sînordar e. Ji ber vê rewşê Komeleya Dema Jinan sepaneke mobile ya bi navê JinMapê amade kir.

JinMap

Komeleya Dema Jinan, ji bo alîkarî û piştgiriya jinên kurd ên li Stenbolê bike, sepaneke mobile ya bi navê JinMapê amade kir. JinMap, dixwaze jinên kurd ên li Stenbolê dijîn, dema pêwîstî pê çêbibe, xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bigihînin mekanîzmayên tundkariya li ser jinan dibe.

Di nexşeyê de diyar dibe ku bê ka li ku kîjan navend hene û xizmetên wan çi ne. Her weha jin dikarin bibînin bê ka li van navendan alîkarî û piştgiriya bi kurdî heye yan na.

Ji ber ku li Stenbolê ev mekanîzma bi zimanê dayikê nayê dayîn, komeleyê ev sepan amade kir.

Ji Komeleya Dema Jinan Derya Aslanê pêvajoya amadekirina JinMapê, armanc ê bikaranîna wê ji Niha+ê re vegot.

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Dema Jinan, Derya Aslan

Komeleya Dema Jinan, di sala 202an de ango di dema pandemiyê de vebûye. Komek jinên Kurd, bi armanca piştgirîdayîna jinên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn û nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî xwe bigihînin mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê, ev komele saz kiriye. Di nava wan de sosyolog, psîkolog, xebatkarên civakî, parêzer, doktor, hemşîre û rojnameger hene. Komele, di serî de tundî, li ser gelek mijarên ku eleqedarî jinan in, li gel atolyeyan gelek çalakiyan jî li dar dixin. Her wiha di bûyerên weke tundiya mêran de tevlî pêvajoyên şopandina dozan dibe, daxuyaniyên çapemeniyê pêk tîne û bi rêxistinên din ên jinan re çalakiyan organîze dike û beşdarî çalakiyan dibe.

“Piştgiriya bi kurdî ji bo jinan tune bû”

Ji endamên desteya rêveberiya komeleyê Derya Aslanê diyar kir û got, ji ber li Stenbolê saziyên ku piştgiriya kurdî didin jinan nînin, wan komele ava kiriye:

“Stenbol metropoleke mezin e ku gelek koçberên ji Kurdistanê lê hene. Li vir rewşeke wisa hebû ku gelek jinên kurd ên li vir dijîn nedikarîn xwe bigihînin mekanîzmayên tundiyê. Nebûna saziyên civaka sivîl ên ku xizmeta duzimanî didin, di qada tundiyê de bi awayekî profesyonel dixebitin û piştgiriya kurdî didin jinan, sedema bingehîn bû ku em xistin nava tevgerê. Di vê qadê de em li Stenbolê saziya yekane ne. Dema ku me rêveberiya xwe ava kir, em bi wan jinan re derketin rê ku hişmendiya wan a jinê bilind e, paradîgmaya jinan pejirandine û di qada tundiyê de dixebitin. Ji ber, îdiayeke me ya afirandina qadekê hebû ku jinên kurd bikaribin xwe lê rihetir hîs bikin, kurdbûna tîma me ji bo me gelek girîng bû.”

Aslanê destnîşan kir ku wan xwestiye zemînekê ji bo jinên li stenbolê pir tên bêdengkirin biafirînin û bikaribin li wir behsa xwe bikin û bikaribin bibêjin ‘saziyeke min a bi zimanê min diaxive û dixwaze bi min re xebateke kolektîf bimeşîne heye”. Her weha diyar kir ku dema wan komele ava kiriye ji ber, li ser tundî an jî mafên huqûqî dane û lîteratureke kurdî tune bû, wan materyalên xwe bi pisporên zimanê kurdî re amade kirine. Komple hemû xebatên xwe bi du zimanan dikin.

Li gorî zanyariyên Aslanê dan, di serlêdanan de ew dibînin ku tundiya hêzên ewlekariyê, tundiya civakî, zexta ziman an jî tundiya dîjîtal gelek zêde ne. Wê qala girîngiya piştgirîdayîna bi kurdî ya ji bo jinan kir, ji ber ku dema van pêvajoyan dişopînin di darazê de, di nava hêzên ewlekariyê de an jî di jiyana rojane de rastî bertekeke mezin a li hemberî bikaranîna kurdî tên:

“Dema dayikek dixwaze mafê keça xwe ya hatiye qetilkirin bi kurdî biparêze, ji aliyê heyetê ve tê bêdengkirin û jê re tê gotin ‘Li vir zimanek tenê heye, ew jî tirkî ye. Em nikarin parastina te bi vî rengî bigirin’, ev yek mînakeke şênber a wê tundiya darazê ye ku em dijîn.”

Di şaredariyan de xizmeta bi kurdî tune ye

Komeleya Dema Jinan bi armanca şopandina polîtîkayên zimanê zikmakî yên rêveberiyên herêmî yên li Stenbolê lêkolîneke berfireh dimeşîne. Di encama vê xebatê de diyar dibe ku ji 59 Navendên Şêwirmendiya Jinan ên li 39 navçeyan tenê li diduyan xizmeta bi kurdî tê dayîn:

“Ji ber ku stargeha me tune ye, em neçar dimînin daxwazên piştgiriya civakî an jî yên stargehê yên ji me re tên, beralî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) an jî şaredariyên navçeyan bikin. Lê belê, daneyên fermî yên ku me di pêvajoya şopandinê de bi zehmetî bi dest xistin, nîşan da ku rewş gelek xirab e. Me planên çalakiya wekheviyê û belgeyên vîzyonê yên 59 Navendên Şêwirmendiya Jinan ên li 39 navçeyên Stenbolê nihêrî. Me dît ku derbarê xizmeta pirzimanî de tu îdiayên wan tune ne. Li bajarekî ku bi milyonan kurd lê dijîn, ji van 59 navendan tenê didu, Avcilar û Baxcilar, piştgiriyê bi kurdî didin. Her çend xeta ‘Alo Şiddet’ (Alo Tundî) ya ÎBByê îdia bike ku ew piştgiriya bi kurdî dide jî, gava ez bi xwe lê geriyam, min dît ku xizmeteke wiha tune ye û polîtîkayeke wan a baş ji bo jinên rastî tundiya piralî tên, tune ye.”

5 şaredarî hatin diyarkirin

JinMap

Ji ber ku di daneyên fermî de derbarê nifûsa kurdan de agahî tune ne, Komeleya Dema Jinan, ji lêkolînên saziyên civaka sivîl û şîrketên lêkolînê derdixe ku li Stenbolê herî kêm milyonek jinên kurd dijîn. Ji ber ku ÎBB û ji 39 şaredariyên navçeyan tenê du şaredarî xizmeta kurdî didin û ev hejmar nikare pêdiviya jinên kurd pêşwazî bike, ew biryarê digirin ku zincîreyek hevdîtinan pêk bînin:

“Piştî van tesbîtan, me analîza daneyanya me amade kiribû, bi xwe pêşkêşî şaredariyên Arnavutkoy, Beyoglu, Avcilar, Sancaktepe, Ataşehîr û ÎBByê kir ku nifûsa kurdan li van deran zêde ye. Me pêşniyarên polîtîkayên şênber ragihandin, wekî; li navendên şêwirmendiya jinan karkirina personelên pispor ên ku bi kurdî dizanin, peydakirina piştgiriya wergêran a ku 7/24 mirov dikare xwe bigihînê, dayîna perwerdeyên xizmeta bi zimanê zikmakî û amadekirina broşurên kurdî yên derbarê stargehan de. Her wiha me destnîşan kir ku qeydnekirina daneyên tundiyê yên derbarê jinên penaber an jî jinên kurd ên ji nasnameyên cuda yên etnîkî de pirsgirêkeke mezin e û me daxwaz kir ku ev dane werin qeydkirin.”

“Nebûna ziman sedema tundiya piralî ye”

Derya Aslanê got, “Dema ku jin hewl dide ji mekanîzmaya tundiyê derkeve, nebikarîna axaftina bi zimanê xwe, wê di saziyên dewletê de rastî tundiya piralî tîne û travmayê dubare dike.” Li gorî wê li edliyeyan piştgiriya wergêr ji bo vê yekê têr nake:

“Wergêr hebe jî gelek notên çewt tên girtin, çîrok vediguhere tiştekî din û jin nikare mafê xwe biparêze. Li nexweşxane û saziyên ewlekariyê qet wergêr tune ne. Jina ku diçe qereqolê, ji ber ku nikare derdê xwe vebêje, tê îknakirin û dubare tê şandin malê. Fatma Altinmakas a ku ji ber nekarî bi kurdî îfadeyê bide hat şandin malê û hat qetilkirin, mînaka herî bi êş a vê yekê ye. Çîrokên jinên ku dibêjin ‘Dema ez bi kurdî diaxivim ez ez im, lê gava min alîkarî xwest ji min hat payîn ku ez zimanê xwe ji bîr bikim. Ji bo başbûna min pêdiviya min bi kurdî hebû’, bi eşkereyî nîşan dide ku wergêr bi tenê têr nake, pêdiviya jinan bi mekanîzmayên serbixwe heye ku bikaribin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Dema ev yek bi polîtîkayên desthilatdariyê yên malbat-navendî ku jinê ji qada giştî dikişîne û mehkûmî malê dike re dibe yek, jin bêçare dimînin û neçar dimînin vegerin wî cihê lê rastî tundiyê hatine. Asta ziman, bi serê xwe tundiyeke nû diafirîne.”

Hesabên Xê yên ku ji bo mafên LGBTÎ+yan parvekirinan dikin, hatin astengkirin

Hat ragihandina ku li ser platforma medyaya civakî Xê, hesabên ku derbarê mafên LGBTÎ+yan de parvekirinan dikin, ji aliyê BTKyê ve hatin astengkirin.

Saziya Teknolojiyên Agahdariyê û Ragihandinê (BTK), li Tirkiyeyê hesabên Xê yên komeleyên LGBTÎ+yan û saziyên sivîl ên ku têkildarî mafên LGBTÎ+yan weşanan dikin, asteng kirin.

Platforma medyaya civakî Xê bi e-mailan biryara qedexekirinê ji saziyan re ragihand. Di nav saziyan de saziyên weke Komeleya 17ê Gulanê, GALADER, Genc LGBTÎ+, HEVÎ LGBTÎ+, LambdaÎstanbul, LÎSTAG, Muamma LGBTÎ+, Pembe Hayat, SPoD û Kirmizi Şemsiye hene.

Li gora nûçeya Kaos GLyê, hesabên hatine astengkirin parvekirinan li ser mafên LGBTÎ+yan dikin, çalakiyên Hefteya Rûmetê radigihînin û derbarê rêziknameyên dijî LGBTÎ+yan ên di 12emîn Pakêta Darazê de naverokan hildiberînin. Hejmara teqez a hesabên ku biryara astengkirinê ji bo wan hatî dayîn, hêj nayê zanîn.

Her weha hesabê Xê yê rojnameger û xêzkar Asli Alparê jî, bi hinceta parvekirineke ku peyva “LGBTΔ tê de derbas dibe, hatiye astengkirin.

Hesabên Xê yên Kaos GLyê bixwe jî, ji Hezîrana 2025an û vir ve li Tirkiyeyê hatiye astengkirin.

BTKyê daxwaza qedexekirina hesaban kir

Xê di e-mailên ji saziyan re şandine de diyar kiriye ku biryara astengkirina gihîştinê li ser daxwaza BTKyê hatiye girtin. Hat ragihandin ku ev biryar li ser bingeha xala 8/A ya Qanûna bi Hejmar 5651an (Qanûna Rêkûpêkkirina Weşanên Înternetê û Têkoşîna Dijî Sûcên Înternetê) hatiye girtin.

Daxuyaniya Xê

Xê di e-maila ku ji komeleyan re şandiye de diyar kir ku agahdarkirina bikarhêneran a derbarê daxwazên astengkirina gihîştinê de polîtîkaya şîrketê ye û weha gotiye:

“X di wê baweriyê de ye ku divê nêrînên bikarhêneran werin parastin û rêz lê were girtin. Ji ber vê yekê, gava ku ji saziyeke rayedar (wekî hêzên ewlehiyê an jî saziyeke dewletê) daxwazeke hiqûqî ya ji bo astengkirina gihîştinê ji me re bê, agahdarkirina bikarhênerên me polîtîkaya me ya bingehîn e.”

Sazî û komeleyên ku BTKê hesabên wan asteng kirine ev in:

“17 Mayıs Derneği, 7 Tepe 7 Renk, Ankara Feminist Gece Yürüyüşü, Ankara Kadın Platformu, Ankara Pride, Antalya Biz LGBTİ+, Aralık Feminist Kolektif, Arya’ya Ne Oldu İnisiyatifi, Aslı Alpar, Barış İçin LGBTİ+ İnisiyatifi, Cinsel Şiddetle Mücadele Derneği, Çatlak Zemin, Demir Leblebi, Ekmek ve Gül, EŞİK, Feminist Duyuru, Feminist Genç, Feminist Gündem, GALADER, Genç LGBTİ+ Derneği, HEVİ LGBTİ+ Derneği, İnsan Hakları Derneği, İstanbul Feminist Gece Yürüyüşü, İstanbul Pride, Kadının İnsan Hakları Derneği, Kadın Cinayetlerini Durduracağız Platformu, Kadın Savunma Ağı, Kadınlar Birlikte Güçlü, Kampüs Cadıları, Kaos GL, Kırmızı Şemsiye Cinsel Sağlık ve İnsan Hakları Derneği, Kırkyama Kadın Dayanışması, Kızıl Parti, Kuir AYBÜ, Kuir Baykuş, Kuir Tıp Öğrencileri Ağı, Kuşadası Renkli Güvercin LGBTİ+ İnisiyatifi, Lambdaİstanbul, Lavender, LİSTAG, MEF LGBTİ+, Mor Çatı Kadın Sığınağı Vakfı, Mor Dayanışma, Muamma LGBTİ+, Pembe Hayat, Pozitif Dayanışma, Queer Deer, Sosyalist Kadın Meclisleri, Sara Kolektif, SPoD, TİP LGBTİ+ Bürosu, Trans Pride İstanbul, Trans Yaşam Desteği, Velvele ve Yeni Demokrat Kadın.”

Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mezin bikin”

Di konferansê de hate destnîşankirin ku divê li dijî siyaseta hişmendiya patriyarkal bajarên azad, qadên azad bên afirandin û ji bo cîhaneke jin bikaribin lê bijîn divê têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê mezinkirin.

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma “Bi Îradeya Jinan Em Dibin Komun, Bi Rêveberiyên Herêmî Civaka Azad Dihûnin” li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl di nav de gelek jin tev li konferansê bûn.

Di konferansê de pankarta ‘Em Bi Jinê Komunan, Bi Rêveberiyên Xwecihî Civaka Azad Ava Dikin’ hate vekirin. Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li konferansê bûn. Konferans bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Jinan dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ berz kirin. Dûre sînevîzyona li ser Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hate nîşandan.

Neslîhan Şedal: “Divê bajarên azad bên afirandin”

Destpêkê Hevseroka Yekîtiya Şaredariyên Anatoliya Başûrrojhilat (GABB) Neslîhan Şedal axivî û ev tişt got: “Di dîrokê de jî her karê rêveberiyê û xwereveberiyê bi pêşengiya jinan hatiye avakirin. Civaka azad, civakeke vekirî, bi pêşengiya jinan hatiye birêvebirin. Lê hişmendiya baviksalar di her qad û mekanîzmayên rêveberiyê de, jin wekî jin, bi nirxên xwe û bi destketiyên xwe, hatiye tecrîdkirin. Em jî wekî hemû qadan, di qada rêveberiya xwecihî de jî di pêşengiya jinan de bi modeleke demokratîk, ekolojîk ya ku jinan diparêze û bi pergala hevserokatiyê, xwe di nav civakê de saz dikin, polîtîkayên bi hişmendiya azad diafirînin û dîsa van polîtîkayên me, bi awayekî xurt, xwe di nav civakê de saz dikin.”

Neslîhan Şedalê di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Helbet raperîna me, li dijî siyaseta hişmendiya baviksalar e. Em wekî jin dibêjin, bajarên azad, qadên azad, bi van polîtîkayên hişmendiya azad, divê bên afirandin. Em jî, li gorî vê erka ku di vê pêvajoyê de hatiye pêşiya me, di nav qadan de, di nav civakê de, em ê bi vê mebestê xwe saz bikin. Ev konferans di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelan Rêzdar Abdullah Ocalan daye destpêkirin de pêk tê. Ji ber vê yekê xwerêxistinkirin, polîtîkayên afirandin û sazkirina wê, divê ku li gorî vê bangawaziyê bibe. Ruhê wê jî, ruhê komûnal e, avakirina civaka demokratîk û civaka komûnal e. Ji ber wê ye ku armanca me ya herî zêde, civakîbûna vê bangawaziyê ye.”

Neslîhan Şedal xwest ku konferansa wan bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Bila konferans bibe wesîleya vekirina dergehên zindanan; bila bibe xwedî statubûna zimanê me û çanda me; bila bibe wesîleya naskirina îradeya jinan, naskirina îradeya gelan. Dîsa ji bo me serkeftî be. Ji bo her hevalek, em serkeftinê dixwazin.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar: “Têkoşîneke pir xurt a jinan heye”

Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku qada ku herî zêde divê aştî lê were parastin rêveberiyên herêmî ne û wiha axivî: “Siyaset li Tirkiyeyê êdî bi polîtîkayên li gorî ruhê demê re rû bi rû ye. Ma em dikarin vê yekê ji azadiya jinên Kurd û ji azadiya tevgera Kurd serbixwe bigirin dest? Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava têkoşîneke pir xurt a jinan heye ku pêşengiyê ji cîhaneke nû re dike. Sêdarên li Îranê, êrîşên DAIŞê yên li Rojava û hişmendiya serdest a mêr a li Tirkiyeyê; herî zêde jî meseleya rênedana vê pergalê ye ku dê jin pêşengiya wê bikin.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da û diyar kir ku ev pergala mêrsalar a ku çav berdaye mafê nafakaya jinan, dê biguherin û wiha got: “Ev têkoşîn, li dijî hişmendiya mêr binesaziya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Em xwedî li peywireke dîrokî derdikevin. Ji bo ku cîhaneke em bikarin lê bijîn divê em têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ mezin bikin. Bila aştî û azadî bi keda me hemûyan şîn bibe.”

*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Welat û MA

Înisiyatîfa Çi Bi Serê Aryayê Hat: “Rêvebiriya wargehê yek ji faîlan e”

“Înisiyatîfa Çi Bi Serê Aryayê Hat”, bi navê xwendekara trans Arya ya ku li wargeha TOBB ETUyê xwe kuştibû ava bûye. Însiyatîfê diyar kir ku xwekuştina transan encameke û weha got: “Em dubare dikin ku faîlên mirina transan; dewlet, sîstema malbatê û civaka ku dewletê transfobî tê de serdest kiriye.


“Înisiyatîfa Çi Bi Serê Aryayê Hat” ji aliyê aktîvîstên trans û LGBTÎ+yan ve ava bûye. Xwendekara trans Arya li wargeha zanîngeha TOBB ETUyê dima û xwe li wir kuşt. Însiyatîf derbarê mirina Aryayê de ji Niha+ê re axivî.

Arya ya xwendekara Zanîngeha Aborî û Teknolojiyê ya TOBBê (TOBB ETU), di 13ê Nîsana 2026an de li wargeha xwendekaran a ku lê dima, xwe kuşt. Hevalên wê û saziyên LGBTÎ+yan dabûn xuyakirin ku Arya wekî xwendekareke trans rûbirûyê zordarî û zextan maye; ji ber vê yekê daxwaz kiribûn ku bûyer were lêkolînkirin û mirina Aryayê biribûn rojeva meclîsê.

Endama înisiyatîfê SerenÊ diyar kir ku xwekuştina transan ne bûyerên mûnferît in, rasterast encameke polîtîkayên transfobîk ên dewletê ne. Serenê destnîşan kir ku ew naxwazin transeke din jî ber bi xwekuştinê ve were handan û serê vê bûyerê ji aliyê dewletê ve were nixumandin; her weha eşkere kir ku wan “Înisiyatîfa Çi Bi Serê Aryayê Hat” bi navê Arya û ji bo hemû rêhevalên xwe yên trans ên ku niha ne li cihê wan in, bi hev re ava kiriye:

“Em lubunya û jin, bi hewcedarî û daxwaza têkoşîneke birêxistinkirî ya li dijî nixumandina her qetilkirin û xwekuştina transan tijî ne. Ber bi xwekuştinê ve dehfandin û qetilkirina Arya, mîna her carê ku em her transeke/î winda dikin, ji bo me dîsa bû xaleke şikandinê.”

“Rêvebiriya wargehê yek ji faîlan e”

Li gora endama înisiyatîfê Serenê, Arya di wê heyamê de ku li wargehê dima, rûbirûyê zext û tacîzên giran bûbû. Seren weha got: “TOBB ETUyê, yekser piştî xwekuştina Aryayê û berî ku dozgerî bikeve nav liv û tevgerê, kelûpelên li jûra wargeha ya ku Arya lê dima tevlîhev kirine, bi lez û bez komkirine û ji malbata wê re şandine. Bêguman di rewşeke wusa de, gelek pirs tên bîra me. Bersiva ku ev pirs nîşan didin jî heman tişt e: Rêvebiriya wargeha TOBB ETUyê yek ji kiryaran e.”

Seren diyar kir ku agahiyên ku wan ji kesên nêzîkî Arya girtine hene; li gorî van agahiyan, dema ku Arya bi dilê xwe cil û bergan li xwe dike, fotografên wê tên kişandin û li ser van fotografan zextê Aryayê dikin. Serenê da zanîn ku midûra wargehê Semiha Akin gelek caran li malbata Arya geriyaye û ji wan re gotiye: “Vê/vî ji vir bibin, tevgerên wê/wî yên ecêb hene.”

Serenê destnîşan kir ku pêşniyaza Arya ya ji bo zêdekirina dirûşmeyên LGBTÎ+ li çalakiyeke ku li zanîngehê li dijî qetilkirina jinan hatibû organîzekirin jî, bi nerazîbûnê hatiye pêşwazîkirin: “Çûne ser Aryayê, ji aliyê xwendekaran ve rûbirûyê gef û heqaretan maye. Demeke kurt piştî vê yekê, ji aliyê komek xwendekarên li dibistanê ve hatiye derp kirin. Bêguman berpirsiyar nehatin cezakirin û hîn jî li dibistanê perwerdehiya xwe didomînin.”

“Xwekuştina transan ne sedem e, encam e”

Seren, xwekuştina transan ne wekî rûdaneke kesane, wekî berhema tûndkariyeke sîstematîk pênase kir û weha got: “Em dubare dikin ku faîlên mirina transan; dewlet, pergala malbatê û civak e ku dewletê transfobî tê de serdest kiriye. Trans ji kêliya ku ji dayik dibin ve li ser van axan tên tecrîdkirin: pêşî di nav malbatê de nikarin bihewirin, paşê xwediyên xaniyan wan nahewînin, paşê cihên kar, paşê kolan… û em dibînin ku rastiyeke ku tunebûna me dixwaze li pêşberî me radibe.”

Li gorî Serenê kêmbûna bûrs û krediya KYKyê ku 4000 TL ye, roj bi roj zehmetbûna destgehiştina hormonê û rêvebiriyên wargehan ên ku sîstema zayenda dualî ferz dikin û dema trans ji derveyî vê sîstemê derdikevin gef li wan dixwin û tacîzê li wan dikin, di serê wan şert û mercan de tên ku transan ber bi mirinê ve dehf didin. Serenê da zanîn ku ji ber vê yekê gelek sedemên xwekuştina transan hene û ev tişt anîn ziman:

“Mafê transan ê destgehiştina hormonê, her ku diçe bi polîtîkayên transfobîk û nefretê yên dewletê bêtir tê astengkirin û nayê gihîştin. Ji ber vê yekê, dema em li sedemên xwekuştina transan dikolin, bi dehan sedem derdikevin pêşberî me; her weha wekî ku jiyana me wek jiyan nayê hesibandin, wusa jî hewl didin me bidin bawerkerdin ku xwekuştina me jî bûyereke mûnferît e.

“Divê têkoşîna me bibe civakî”

Serenê diyar kir ku wan hêj dest bi hewldaneke hiqûqî nekiriye û destnîşan kir ku pêşîtiya wan ew e ku tiştên hatine serê Aryayê û proseya xwekuştina ku ew ber bi wê ve hatiye dehfandin bi raya giştî re parve bikin:

Pêşitiya me ew e ku em Aryayê, jiyana wê, nasnameya wê, tiştên ku hatine serê wê û proseya xwekuştina ku ew ber bi wê ve hatiye dehfandin bi raya giştî re parve bikin. Em dixwazin gav bi gav vê yekê bihûne û armanc dikin ku hemû beşên demokratîk xwedî li vê têkoşînê derkevin û bi me re bimeşin. Bêyî ku em xwe di nav sînorên hiqûqa serdest de heps bikin, helbet bi bikaranîna wê re jî, em dixwazin hesabê Aryayê bipirsin û edaletê wê ya rastîn pêk bînin.”

Seren destnîşan kir ku ew dikarin daxwazên xwe yên li dijî xwekuştina transan tenê bi têkoşînê bi dest bixin û axaftina xwe weha bi dawî kir:

“Divê em xwe, tiştên ku em dijîn, bi kurtasî derdê xwe ji civakê re vebêjin û balê bikişînin ser ku ji bilî têkoşîna bi hev re tu rêyeke din tune ye; her weha divê em bidin xuyakirin ku tiştên ku trans û lubunya dijîn, derdê her beşekî civakê ye. Divê têkoşîna me bibe ya hemû civakê û derdên me bibin hevpar.”

Budapeşt Pride: “Divê qanûnên li dijî kuîran bên betalkirin”

Bi dawîhatina rêveberiya Orbán re, serdemeke nû li Macaristanê dest pê kir. Lê belê bêdengiya Péter Magyar û Partiya Tisza ya ku di hilbijartinan de piraniya dengan bi dest xist, derbarê mafên LGBTI+yan de bûye sedema nîqaşan. Berdevka Budapeşt Prideê Johanna Majercsik got: ‘Daxwaza me ya herî lezgîn, vegerandina mafê kombûn û meşê ye.

Di hilbijartinên giştî yên 12ê Nîsanê de ku li Macaristanê hatin kirin, partiya rastgira tundrew Fidesz (Yekîtiya Hemwelatiyên Macar) a Viktor Orbán ku 16 sal in desthilatdar bû, hêza xwe winda kir. Péter Magyar û partiya wî TISZA (Partiya Rêz û Azadiyê) ku di destpêkê de nêzî Orbán bûn lê paşê ji Fideszê veqetiyan û bi serkeftineke mezin ji hilbijartinê derketin.

Li gorî encamên hilbijartinê, TISZAyê di parlementoya ku ji 199 endaman pêk tê de 138 kursî bi dest xistin. Bi 133 kursiyan TISZA bi tena serê xwe dikare destûra bingehîn biguhere.

Viktor Orbán ê ku heta têkçûna di hilbijartinên Nîsana 2026an de 16 salan Serokwezîrtiya Macaristanê kir, bi pêkanîna gelek yasa û polîtîkayên li dijî civaka LGBTI+yan ketibû rojevê.

Budapeşt Pride: “Meseleya herî lezgîn vegerandina mafê kombûnê ye”

Berdevka Budapeşt Pride Johanna Majercsik, piştî hilbijartinên Macaristanê daxwazên Budapeşt Prideê ragihand. Majercsik, hilweşîna desthilata 16 salî ya Viktor Orbán wekî rêyeke ku ber bi dewleta hiqûqê ve diçe pênase kir: “Bêyî mafên mirovan ku mafên LGBTQ+yan jî di nav de, demokrasiyeke adil û durust pêk nayê.”

Majercsik destnîşan kir ku bi piraniya sê parên ji du (2/3), hemû yasayên dijî LGBTI+yan ku ji aliyê hikûmeta Orbán ve hatine derxistin dikarin bên betalkirin:

‘Meseleya herî lezgîn, vegerandina mafê kombûn û xwepêşandanê ye. Ji ber ku em ê di 27ê Hezîranê de Meşa Rûmetê ya Budapeştê li dar bixin, ev rewş xwedî lezgîniyeke taybet e. Lê ji xeynî vê, hikûmeta berê gelek yasayên dijî kuiran derxistibûn û di destûra bingehîn de bi cih kiribûn. Piraniya van yasayan jî dikarin bên betalkirin”

“Em helwesta Magyar a derbarê mafên LGBTQ+yan de nizanin”

“Majercsik diyar kir ku di bernameya Partiya TISZAyê ya Péter Magyar de qet behsa civaka LGBTI+yan nayê kirin:

‘Di axaftinên xwe yên ji bo raya giştî de û wekî ku di civîna çapemeniyê ya navneteweyî ya 13ê Nîsanê de got, îfadeyên pir nezelal bikar tîne; dibêje: ‘Heta ku yasayan binpê nekin, her kes di hezkirina kesê/a ku dixwaze de azad e.’ Mixabin ji van gotinan nayê fêmkirin ka niyeta wî heye ku ji bo zewaca cotên hevzayend û mafê zarok-xwedîkirinê rêziknameyeke yasayî çêbike yan na. Her wiha, em der barê helwesta wî ya li ser guhertina nav û zayenda yasayî de jî tu tiştî nizanin.’

Majercsik destnîşan kir ku civaka LGBTI+ ya li Macaristanê niha di heman demê de tirs, rihetbûn, bêbawerî û hêviyê hîs dike. Sedemên van hestên tevlîhev jî wisa rêz kirin:

‘Di bernameya Partiya TISZAyê de behsa civaka LGBTQ+ nayê kirin, Péter Magyar di vê mijarê de nezelal dipeyive, her wiha sala par dema Viktor Orbán dixwest meşên Onurê qedexe bike, Magyar di wê demê de bêdeng mabû û dengê xwe ji bo LGBTQ+yan bilind nekiribû.

Tehamula mirovan êdî nema”

“Majercsik diyar kir ku sala par zêdetirî 300.000 kesî beşdarî Meşa Rûmetê ya li Budapeştê bûn; gava mirov vê bi hejmara 35.000 beşdarên meşên berê re bide ber hev, ev wekî rekora hemû deman tê hesibandin. Majercsik destnîşan kir ku hejmara beşdarên sala par bi awayekî zelal nîşan dide ku êdî tehamula mirovan li hemberî binpêkirina mafên wan nema ye:

Di sala 2025an de gel peyameke zelal da desthilatdaran ku êdî ew ê destûrê nedin hejandina mafên xwe yên bingehîn û îlan kirin ku mafê kombûnê aîdî her kesî ye. Meşa Rûmetê ya sala par, di rûxandina rejîma Orbán de roleke krîtîk lîst: Ew yek ji çalakiyên sereke bû ku mirov bi hejmareke pir mezin hatin cem hev da ku bibêjin êdî bes e û daxwaza guhertinê bikin.

Li Afganistanê 5 rapbêjên jin li dijî tundkariya mêran distirên

Me nûçeya AWNAyê (Afganistan Women’s News Agency) ya derbarê 5 rapbêjên jin de wergerand ku ev jin li dijî polîtîkayên dijminane yên li Afganistanê li ser jinan tên sepandin stranan distirên.

Li seranserê civaka kevneşopî ya Afganistanê ku pergaleke mêrsalar lê serdest e û jin wekî “çîna qels” tên hesibandin, hejmarek keçên vî welatî bi bilindkirina dengê xwe bêdengî şikandine û nerazîbûna xwe bi şêwaza “Rep”ê tînin ziman. Gelek kes ji ber tundiya deng û liv û tevgerên di vê şêwazê de, muzîka repê tenê ji bo mêran dibînin û ji bo keçan bi guncav nazanîn. Tevî vê yekê, keçên wekî Sunîta Elîzade, Zîba Hemîdî, Elîna Efgan, Sûsen Fîroz û Paradays Serwerî karibûn vê şêwazê bi kar bînin da ku peyvên xwe yên nebihîstî ji bo parastina mafên jinan ragihînin.

Sonîta Elîzade

Sonîta Elîzade di sala 1996an de li bajarê Heratê yê Afganistanê ji dayik bûye. Wê çend salan wek penaber li Elborza Îranê derbas kirine. Di sala 1996an de dest bi amadekirina muzîkê, lêdana gîtaran û stranbêjiyê kir. Di sala 2014an de di nav 166 rapbêjan de karibû xelata hezar dolarî bi dest bixe. Piştî wergirtina xelatê, bi rêya bûrseke xwendinê û bi alîkariya saziyeke xêrxwaziyê, derfeta xwendinê li eyaleta Utah a Amerîkayê ji bo wê hat peydakirin. Mijarên stranên wê Afganistan, siyaset, cudakarî li dijî penaberên Afgan ên li Îranê û pirsgirêkên jin û zarokan in.

Zîba Hemîdî

Zîba Hemîdî di sala 1997an de li bajarê Karaçî yê Pakistanê ji dayik bûye. Ew zêdetirî deh salan li Îranê wek penaber jiyaye û xwendina xwe li wir qedandiye. Şeş meh li Îranê perwerdeya muzîkê ditiye. Zîba êş û azarên gelê xwe di çarçoveya muzîka repê de tîne ziman.

Elîna Efxan

Elîna ku nasnavê “Efxan” bi kar tîne, li bajarê Mezarî Şerîfê ji dayik bûye. Ew 21 salî ye û xwendekara beşa Maf û Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Kabulê ye. Zêdetirî çar sal in ku repê dibêje û wê wekî amûreke protestoyê dibîne. Bi giştî 15 stranên wê hene û li kolanan gelek performansên nerazîbûnê pêşkêş kirine. Ew di sala 2016an de wek yekemîn keça Efxan beşdarî festîvala hunerî ya li Hindistanê bûye. Mijarên wê tundiya li dijî jinan, zarokên bêserperest û parastina mafên jinan in. Ew bi stranên wekî “Zan” (Jin), “Man Siyaset Nistam” (Ez Siyasetmedar Nînim) û “Keça Afgan” di nav xelkê de hat naskirin.

Sûsen Fîroz

Sûsen Fîroz wek yekemîn jinê rapbêj a Afganistanê tê pênasekirin. Ew kesayetiyek nîqaşbar e ku normên civakî û rolên kevneşopî yên jinan li Afganistanê dide ber pirsan. Malbata wê di sala 1990î de ji şer reviyan û 7 salan li Îranê û 3 salan li Pakistanê di kampên penaberan de jiyan. Piştî ketina Talîbanê, ew vegeriyan Afganistanê. Sûsenê di destpêkê de xalîçe çêdikirin, lê piştre berê xwe da lîstikvaniyê û bi destûra bavê xwe, Ebdulxefar Fîroz, dest bi repê kir. Yekemîn strana wê “Cîranên Me” (2012) li ser rewşa dijwar a penaberan bû. Ew ji ber hunera xwe gelek caran bi gefên kuştinê û êrîşên asîdê re rûbirû maye. Bavê wê her dem wek parêzvan û rêveber li gel wê diçe studyoyan.

Paradays Serwerî

Paradays Serwerî stranbêjeke 24 salî ye ku li bajarê Îsfehanê yê Îranê ji dayik bûye. Di 17 saliya xwe de vegeriya Heratê û piştre bi hevjînê xwe yê bi navê “Dayvers” re çû Tacîkistanê. Paradaysê wek rapbêjeke jin a Afganî, strana “Feryada Jinê” belav kir ku li ser medyaya civakî deng veda. Strana wê ya din a bi navê “Nalistan” li ser tundiya li dijî jinan e. Beşek ji strana wê wiha ye:

"Dengê min her dem tije êş e...Min xwest bibeziyam, li pişta min xistin, Min xwest bifikiriyam, li serê min xistin, Rûyê min bi navê Îslamê şewitandin, Pozê min ji bo tolhildanê birîn, Asîd rijandin ser dest û laşê min, Ez firotim, tenê ji ber ku ez jinek im..."

Ev gotinên Paradaysê di nav rêxistinên mafên jinan û çalakvanan de rastî baldarî û pêşwaziyeke mezin hatin.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.