JinMap: Li Stenbolê li şaredariyan ji bo jinan piştgiriya bi Kurdî nîne

Ji 59 Navendên Şêwirmendiyê yên Jinan ên IBB û 39 şaredareyên navçeyan tenê li du navçeyan bi kurdî xizmetê didin jinan, ew jî sînordar e. Ji ber vê rewşê Komeleya Dema Jinan sepaneke mobile ya bi navê JinMapê amade kir.

JinMap

Komeleya Dema Jinan, ji bo alîkarî û piştgiriya jinên kurd ên li Stenbolê bike, sepaneke mobile ya bi navê JinMapê amade kir. JinMap, dixwaze jinên kurd ên li Stenbolê dijîn, dema pêwîstî pê çêbibe, xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bigihînin mekanîzmayên tundkariya li ser jinan dibe.

Di nexşeyê de diyar dibe ku bê ka li ku kîjan navend hene û xizmetên wan çi ne. Her weha jin dikarin bibînin bê ka li van navendan alîkarî û piştgiriya bi kurdî heye yan na.

Ji ber ku li Stenbolê ev mekanîzma bi zimanê dayikê nayê dayîn, komeleyê ev sepan amade kir.

Ji Komeleya Dema Jinan Derya Aslanê pêvajoya amadekirina JinMapê, armanc ê bikaranîna wê ji Niha+ê re vegot.

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Dema Jinan, Derya Aslan

Komeleya Dema Jinan, di sala 202an de ango di dema pandemiyê de vebûye. Komek jinên Kurd, bi armanca piştgirîdayîna jinên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn û nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî xwe bigihînin mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê, ev komele saz kiriye. Di nava wan de sosyolog, psîkolog, xebatkarên civakî, parêzer, doktor, hemşîre û rojnameger hene. Komele, di serî de tundî, li ser gelek mijarên ku eleqedarî jinan in, li gel atolyeyan gelek çalakiyan jî li dar dixin. Her wiha di bûyerên weke tundiya mêran de tevlî pêvajoyên şopandina dozan dibe, daxuyaniyên çapemeniyê pêk tîne û bi rêxistinên din ên jinan re çalakiyan organîze dike û beşdarî çalakiyan dibe.

“Piştgiriya bi kurdî ji bo jinan tune bû”

Ji endamên desteya rêveberiya komeleyê Derya Aslanê diyar kir û got, ji ber li Stenbolê saziyên ku piştgiriya kurdî didin jinan nînin, wan komele ava kiriye:

“Stenbol metropoleke mezin e ku gelek koçberên ji Kurdistanê lê hene. Li vir rewşeke wisa hebû ku gelek jinên kurd ên li vir dijîn nedikarîn xwe bigihînin mekanîzmayên tundiyê. Nebûna saziyên civaka sivîl ên ku xizmeta duzimanî didin, di qada tundiyê de bi awayekî profesyonel dixebitin û piştgiriya kurdî didin jinan, sedema bingehîn bû ku em xistin nava tevgerê. Di vê qadê de em li Stenbolê saziya yekane ne. Dema ku me rêveberiya xwe ava kir, em bi wan jinan re derketin rê ku hişmendiya wan a jinê bilind e, paradîgmaya jinan pejirandine û di qada tundiyê de dixebitin. Ji ber, îdiayeke me ya afirandina qadekê hebû ku jinên kurd bikaribin xwe lê rihetir hîs bikin, kurdbûna tîma me ji bo me gelek girîng bû.”

Aslanê destnîşan kir ku wan xwestiye zemînekê ji bo jinên li stenbolê pir tên bêdengkirin biafirînin û bikaribin li wir behsa xwe bikin û bikaribin bibêjin ‘saziyeke min a bi zimanê min diaxive û dixwaze bi min re xebateke kolektîf bimeşîne heye”. Her weha diyar kir ku dema wan komele ava kiriye ji ber, li ser tundî an jî mafên huqûqî dane û lîteratureke kurdî tune bû, wan materyalên xwe bi pisporên zimanê kurdî re amade kirine. Komple hemû xebatên xwe bi du zimanan dikin.

Li gorî zanyariyên Aslanê dan, di serlêdanan de ew dibînin ku tundiya hêzên ewlekariyê, tundiya civakî, zexta ziman an jî tundiya dîjîtal gelek zêde ne. Wê qala girîngiya piştgirîdayîna bi kurdî ya ji bo jinan kir, ji ber ku dema van pêvajoyan dişopînin di darazê de, di nava hêzên ewlekariyê de an jî di jiyana rojane de rastî bertekeke mezin a li hemberî bikaranîna kurdî tên:

“Dema dayikek dixwaze mafê keça xwe ya hatiye qetilkirin bi kurdî biparêze, ji aliyê heyetê ve tê bêdengkirin û jê re tê gotin ‘Li vir zimanek tenê heye, ew jî tirkî ye. Em nikarin parastina te bi vî rengî bigirin’, ev yek mînakeke şênber a wê tundiya darazê ye ku em dijîn.”

Di şaredariyan de xizmeta bi kurdî tune ye

Komeleya Dema Jinan bi armanca şopandina polîtîkayên zimanê zikmakî yên rêveberiyên herêmî yên li Stenbolê lêkolîneke berfireh dimeşîne. Di encama vê xebatê de diyar dibe ku ji 59 Navendên Şêwirmendiya Jinan ên li 39 navçeyan tenê li diduyan xizmeta bi kurdî tê dayîn:

“Ji ber ku stargeha me tune ye, em neçar dimînin daxwazên piştgiriya civakî an jî yên stargehê yên ji me re tên, beralî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) an jî şaredariyên navçeyan bikin. Lê belê, daneyên fermî yên ku me di pêvajoya şopandinê de bi zehmetî bi dest xistin, nîşan da ku rewş gelek xirab e. Me planên çalakiya wekheviyê û belgeyên vîzyonê yên 59 Navendên Şêwirmendiya Jinan ên li 39 navçeyên Stenbolê nihêrî. Me dît ku derbarê xizmeta pirzimanî de tu îdiayên wan tune ne. Li bajarekî ku bi milyonan kurd lê dijîn, ji van 59 navendan tenê didu, Avcilar û Baxcilar, piştgiriyê bi kurdî didin. Her çend xeta ‘Alo Şiddet’ (Alo Tundî) ya ÎBByê îdia bike ku ew piştgiriya bi kurdî dide jî, gava ez bi xwe lê geriyam, min dît ku xizmeteke wiha tune ye û polîtîkayeke wan a baş ji bo jinên rastî tundiya piralî tên, tune ye.”

5 şaredarî hatin diyarkirin

JinMap

Ji ber ku di daneyên fermî de derbarê nifûsa kurdan de agahî tune ne, Komeleya Dema Jinan, ji lêkolînên saziyên civaka sivîl û şîrketên lêkolînê derdixe ku li Stenbolê herî kêm milyonek jinên kurd dijîn. Ji ber ku ÎBB û ji 39 şaredariyên navçeyan tenê du şaredarî xizmeta kurdî didin û ev hejmar nikare pêdiviya jinên kurd pêşwazî bike, ew biryarê digirin ku zincîreyek hevdîtinan pêk bînin:

“Piştî van tesbîtan, me analîza daneyanya me amade kiribû, bi xwe pêşkêşî şaredariyên Arnavutkoy, Beyoglu, Avcilar, Sancaktepe, Ataşehîr û ÎBByê kir ku nifûsa kurdan li van deran zêde ye. Me pêşniyarên polîtîkayên şênber ragihandin, wekî; li navendên şêwirmendiya jinan karkirina personelên pispor ên ku bi kurdî dizanin, peydakirina piştgiriya wergêran a ku 7/24 mirov dikare xwe bigihînê, dayîna perwerdeyên xizmeta bi zimanê zikmakî û amadekirina broşurên kurdî yên derbarê stargehan de. Her wiha me destnîşan kir ku qeydnekirina daneyên tundiyê yên derbarê jinên penaber an jî jinên kurd ên ji nasnameyên cuda yên etnîkî de pirsgirêkeke mezin e û me daxwaz kir ku ev dane werin qeydkirin.”

“Nebûna ziman sedema tundiya piralî ye”

Derya Aslanê got, “Dema ku jin hewl dide ji mekanîzmaya tundiyê derkeve, nebikarîna axaftina bi zimanê xwe, wê di saziyên dewletê de rastî tundiya piralî tîne û travmayê dubare dike.” Li gorî wê li edliyeyan piştgiriya wergêr ji bo vê yekê têr nake:

“Wergêr hebe jî gelek notên çewt tên girtin, çîrok vediguhere tiştekî din û jin nikare mafê xwe biparêze. Li nexweşxane û saziyên ewlekariyê qet wergêr tune ne. Jina ku diçe qereqolê, ji ber ku nikare derdê xwe vebêje, tê îknakirin û dubare tê şandin malê. Fatma Altinmakas a ku ji ber nekarî bi kurdî îfadeyê bide hat şandin malê û hat qetilkirin, mînaka herî bi êş a vê yekê ye. Çîrokên jinên ku dibêjin ‘Dema ez bi kurdî diaxivim ez ez im, lê gava min alîkarî xwest ji min hat payîn ku ez zimanê xwe ji bîr bikim. Ji bo başbûna min pêdiviya min bi kurdî hebû’, bi eşkereyî nîşan dide ku wergêr bi tenê têr nake, pêdiviya jinan bi mekanîzmayên serbixwe heye ku bikaribin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Dema ev yek bi polîtîkayên desthilatdariyê yên malbat-navendî ku jinê ji qada giştî dikişîne û mehkûmî malê dike re dibe yek, jin bêçare dimînin û neçar dimînin vegerin wî cihê lê rastî tundiyê hatine. Asta ziman, bi serê xwe tundiyeke nû diafirîne.”