Borekçiyekî Kurd li Frankfurtê: “Kürt böreği” yan “Küt böreği”?

Çîroka Yusuf Dağlayanê ku li Îzmîtê ji ber peyva “Kürt böreği” hatiye dadgehkirin, li Frankfurta Almanyayê, li dikaneke borekan berdewam dike.

Foto: Ferid Demirel

Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê dikaneke borekan a bi navê Frankfurt Börekçilik heye. Dikan li ser Battonstrasse û Langestrasse, li cihê ku herdu kolan digihêjin hev e. Navê xwediyê dikanê Yusuf Dağlayan e û ew bi xwe xelkê Çewligê ye. Çîroka Yusuf Dağlayan mînakeke balkêş e ji nîqaşên derbarê Kurdan û borega Kurdan a li Tirkiyeyê.

Li Frankfurtê, rojekê ez li cihekî vekirî digeriyam ku taştêyekê lê bixwim. Li serê kolanê min dikanek dît ku li se wê Frankfurt Börekçilik dinivîsand. Min derî vekir û ketim hundir. Digel ku serê sibê bû, li dikanê kesek nebû. Mêrek li pişt dezgeh sekinî bû. Min ji xwe re got ev mêrê porê wî weşiyayî, zikê wî mezin û navsere hebe nebe wê xwediyê dikanê be. Dema dît ez ketim hundir bi Almanî bixêrhatina min kir.

Me li ser lingan li hev pirsî. Ji min re got ew ji Çewligê ye. Min ji xwe re börek xwest û ez çûm li ser maseyekê rûniştim. Yusuf Dağlayanê ku li pişt dezgehî karê xwe qedand, hate li beramberî min rûnişt. Ji min re got navê wî Yusuf e û behsa çîroka xwe kir. Wan rojan dîsa mijara Kürt Böreği û “Küt Böreği” li Tirkiyeyê di rojevê de bû. Piştî ewqas salan li Tirkiyeyê hinek derdor rabûn û gotin navê wê boregê ne Kurd e lê Kut e. Min ev tişt ji Yusuf Dağlayan re pirsî. Ka ew çi difikire. Wî ji min re behsa serpêhatiyeke xwe kir ku di sala 1987an de li Îzmîta Tirkiyeyê di ser serê wî re derbas bûye. Di wê salê de wî li Îzmîtê dikaneke borekan vekiriye û li ser jî Kürt böreği nivîsiye. Ji ber vê nivîsê doz lê vebûye.

Dema wî behsa vê serpêhatiyê kir, meraqa min zêde bû û min destûr jê xwest ku ez dengê wî qeyd bikim û paşê vê serpêhatiyê bikim nivîs. Wî destûr da û min pê li bişkoka cîhaza xwe ya dengqeydkirinê kir:

Navê min Yusuf Dağlayan e. Ez ji gundikê Baxkiyan ê me. Girêdayî gundê Bileceyê ye. Gund di navbera Gexî û Pulumurê de ye. Du nikarî bibêjî Çewlik e. Gexî bi Dêrsimê me ve girêdayî ye. Piştî 1948ê bi Çewligê ve girê didin. Pulumur û Dêrsîmê bêhtir nêzîktirî me ne. Bakioğlu kalikên me ne. Em bi Kurdî dibêjin Silê Baqî. Ez di sala 1982yan de hatim girtin. Îşkence li min kirin. Di 12ê Îlonê de. Him ez him jî bavê min. Wê gavê dawa çep û rast hebû. Beriya PKKyê. Birayê min xwendekar bû. Ji ber ew reviya ji derveyî welêt, dewletê zext li me kir. Me bir hundir. Ji ber wê ez neçar mam di sala 1984an de bêm Îzmîtê. Min kar mar peyda nekirin. Min dest pê kir û li ber febrîqeya Sekayê tebleyek danî û borek firotin.

Pereyê me nebû. Bi tenê borek hebû. Me Kürt böreği çêkir. Roja destpêkê li min dan. Gotin tu nikarî tebleya xwe li vir deynî, nikarî bifiroşî. Roja piştî wê me şerekî giran kir. Em neçar man me kêr bikar anî. Paşê ew der kete destê me. 10 hazar kes derdiketin, 10 hazar kes dikedin. Ew der mezintirîn fabrîkeya qaxizan bû. Paşê me karê xwe mezin kir, me dikanek vekir. 5 tebleyên me û cihê çêkirina börekin vekir.”

Dema sohbeta me dewam dikir, yek kete hundir. Silav li Yusuf Dağlayanî kir. Hat li ser masaya me rûnişt. Nasê hev bûn. Rûnişt û tevlî sohbeta me bû.

Yusuf devam kir.

Li Îzmîtê jê navê Kürt Yusuf lê dikin. Ew behsa sala 1987an dike. Piştî vekirina dikanê bi çendakî, dadgeh dişîne dû wî:

“Ez çûm dadgehê. Dadwer got, te çima li ser tebleyê û di menuyê de Kürt böreği nivîsiye. Min got, gundiyekî me heye navê wî Mihemed e. Çûye Stenbolê. Em Kurdên Elewî her sala nû perxeyê çêdikin. Ji bo Xizir. Ev bi don e. Didin xelkê. Misilman qurbanan serjê dikin. Em jî vê çêdikin. Ji min re got hûn cudaxwaz in. Min got, Laz böreği heye, Çerkes heye, Boşnak heye, çima Kürt böreği nebe?”

Foto: Ferid Demirel

Yusuf Dağlayan dîsa vegeriya ser çîroka Mihemedê Kurd ê borekçî ku li dadgehê jî vegotibû. Ew Mihemedê ku di van salên dawiyê de ji ber gûrbûna nîqaşa Kürt böreği, dîsa navê wî bûye rojev:

“Mihemed Kurd bû. Çûye Stenbolê. Feqîr bûye. Bi keştiyê çûye Kasımpaşayê. Li wir hemaltî kiriye. Li malê ji xwe re perxe çêkiriye da ku bixwe. Li ber Pira Galatayê. Mirov hatine li xwarina wî nêrîne. Pere dane wî kilora wî jê stendine. Yê hatiye pere daye wî û kilora wî biriye. Ew birçî maye. Neheriye ku gelek pereyên wî çêbûne. Paşê çûye dîsa perxe çêkiriye û vê carê firotiye. Sed du sed heb firotine. Dîtiye ku ji pereyên hemaltiyê zêdetir qezenc dike. Dest pê kiriye û kilor li wir firotiye. Paşê ew dikana yekî Trabzonî kirê kiriye. Ew dikana ku hîna li Karakoyê ye. Paşê li bir firneyek jê çêkiriye. Ew bi xwe ji zû de ye miriye. Navê wî Mihemedê Kurd e. Xelkê jê re digot Rengo. Beriya niha bi 250 salî.”

Dema wî behsa vê çîrokê kiriye û xwe parastiye, dadwerî 10 deqîqe navber daye. Piştî wê jî jê re gotiye, “Tu dikarî biçî” û ew serbest kiriye. Lê piştî 4-5 mehan careke din bang lê kirine:

“Ez careke din çûm. Wê carê dadwerekî din hebû. Ji min re got, tu cudaxwazî. Li ser erebeya te kesk û sor û zer heye. Ev rengên cudaxwaz in. Propagandaya PKKyê ye. Min jî got, wisa nebêje. Min got, ger ev reng cudaxwaz bin, ji Trakyayê ta Qersê, ji Trabzonê ta Antalya û Îzmîrê ma dewlet jî cudaxwaz e?” Got “Çawa?” Min got, min li her derê lembeyên trafîkê dîtin, min got ev reng gelekî xweşik in û ew reng li ser dikana xwe danîn. Ger ez cudaxwaz bim, dewlet jî cudaxwaz e. Ji min re got, tu dikarî biçî. Dosya girtin. Lê paşê em hatin girtin.”

Kürt Yusuf heta sala 1993yê karê borekcîtiyê dewam dike. Di sala 1993yê de ji ber dozên siyasî operasyonekê li dijî wî pêk tînin. Ew jî direve û pênc mehan firar dimîne.

Berê xwe dide Ewropayê. 15 hezar markan dide û diçe Bûlgaristanê. Ji wir derbasî Romanya, paşê Macaristan û Awistiryayê dibe. Her cihê ku diçeyê, li gorî gotina wî beşdarî nava xebatên siyasî dibe. Dema derbasî Almanyayê dibe, li ser otobanê tê girtin.

Foto: Ferid Demirel

Di sala 1994an de vê carê li Almanyayê li rawestgeha trênan ji xwe re dikaneke börekin vedike:

“Yekî bi navê Şükrü hebû ji Meletiyê bû. Li paş Bahnhofê restoranteke wî hebû. Li pêş wê av û ava fêkiyan û tiştên vexwarinê difirotin. Li paş wê cihekî wî yê biçûk hebû. Firneyeke wî li wir bû. Lê ew naxebitîne. Min got Şükrü, pereyê min nîne. Ez birî me. Pere bi min re nîne. Min got, wir bi kirê bide min. Sê meh bûne ku ez hatime Almanyayê. Min îltîca kiriye. Got temam. 2 hezar û 500 mark ji min west. Min çû, kelûpel kirîn. Rohn, ard û sinî. Kesekî ji Erzeromê hebû. Min borek birin li dikana wî danîn. Paşê ez ketin karê çêkirina lehmecûnan. Min cihekî mezintir kirê kir. Min di 5 mehan de 150 hezar mark derxistin. Lê ez qaçax im. Li Tirkiyeyê li min digerin. Min di mehê de 60 70 hazar mark derdixistin. Ji salekê zêdetir min milyon û 200 hazar mark kom kirin.”

Çîroka Kürt Yusuf li vir naqede. Li Almanyayê tiştên nehatine serê wî nîne. Ew niha li dikana xwe ya Frankfurtê behsa serpêhatiyên xwe dike û roja xwe dibuhirîne.

MKG – DFG: “Em ê têkoşîna rojnamevanan berfireh bikin”

MKG û DFGyê ji bo 6ê Nîsanê “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” daxuyaniyek weşand û got ku zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.

Rojnamegerên ku hatine kuştin: Nazim Daştan, Cihan Bilgin, Hakan Tosun

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo 6ê Nîsanê “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” daxuyaniyeke hevbeş weşand. Herdu saziyan di daxuyaniyê de dîroka rojnamegerên hatine kuştin a li Tirkiyeyê bibîrxistine û gotine ku “erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin.”

Daxuyaniya saziyan a derbarê 6ê Nîsanê “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” de wiha ye:


“6ê Nîsanê wekî roja bibîranîna rojnamevanên ku li Tirkiyeyê ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hatine kuştin, hatiye îlankirin. Ev dîrok ji ber rojnamevan û nivîskar Hesen Fehmî Beg di 6ê Nîsana 1909an de li ser Pira Galatayê hatiye kuştin, hatiye hilbijartin. Komeleya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) di sala 1997an de 6ê Nîsanê wekî "Roja Rojnamevanên Şehîd" destnîşan kir. Lê belê di sala 2005an de, navê vê rojê wekî “Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin" hat guhertin.

6ê Nîsanê roja bibîranîna rojnamegerên hatine kuştin e. Ev rojnameger ji ber li dû heqîqetê bûn hatine kuştin. Rojnamegerên ji ber rastî derxistin holê, ji ber bûn dengê gel û ji ber tarîtî teşhîr kirin hatin kuştin, wê her tim di hafizaya têkoşîna çapemeniya azad de bijîn. Em di şexşê rojnamegerên hatine kuştin de dîsa bi bîr dixin ku bi rojnamegerên hat xwestin pênûsa wan bên şikandin, diheman demê de hat xwestin heqîqet jî bêdeng bê hiştin. Lêbelê zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.

Kesên li ser vê axê, li pey rastiyê çûne her tim bedel dane, lê wan qet dev ji rastiyê bernedane. Îro, em hemû rojnamevanên ku hatine kuştin bi rêz û bi minet bi bîrtînin. Mîrata wan, berxwedana wan û têkoşîna wan a ji bo rastiyê rêya me ronî dikin. Pênûsên rojnamevanên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bibîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin.

Kurdan çekên DYAyê hilgirtin? PJAKê bersiv da

PJAK û PDKIyê di daxuyaniyên cuda de diyar kirin ku daxuyaniya Trump ne rast e.

Li gorî nûçeya ku di 5ê Nîsana 2026an de li hatiye weşandin, Serokê DYAyê Donald Trump gotiye, “Piştî xwenîşandanên Îranê, me bi ser kurdan çek şandin. Ez dibêm kurdan ji bo xwe çek birin.”

Me weke nihaplusê ev gotinên Donald Trump ji Endamê Komîteya Karûbarên Derve yê PJAKê Zegrûs Enderyarî re pirsî. Enderyarî got ku “Derbarê vê mijarê de tu agahiyê me nîne, çiqas rast e an na. Wek PJAK ti pêwendiyeke bi wî awayî di naverbera me û DYAyê de nebûye.”

Li ser pirsa ku gelo dibe Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê (CPFIK) ev têkilî danîbe? Wî got, “Na weke hevpeymanî jî tiştek wisa tuneye.”

PDKIyê jî piştrast nekir

Di vê navberê de Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) yê DYAyê Hejar Berenjî jî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê şexsî yê Xê peyamek belav kir û got ku, ““Em weke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, zanyariyên di Fox Newsê de hatine belavkirin, bi rengekî tekez red dikin. Ew îdiayên ku dibêjin me ji rêveberiyekê çek wergirtine, şaş in û rastiyê nîşan nadin.”

Trump berê jî behsa kurdan kiribû

Piştî di 28ê Sibatê de êrîş li dijî Îranê pek hatin bi çend rojan, di 5ê Adarê de Trump got ku, “Ger kurd bjxwazin êrîşî İranê bikin, bila bikin. Ger vê bikin, wê gelekî baş be.”

Lê di 8ê Adarê de diyar kiribû ku “Em û kurd dostên hev ên baş in. Lê em naxwazin şer ji niha tevlihevtir bikin. Min biryar da ku kurd nekevin wir.”

JES wê li Gimgim û Kanîreşê jiyanê têk bibe

Projeyên JESê yên ku şîrketa Ignîsê ya amerîkayî wê li Gimgima Mûşê û Kanîreşa Çewlikê çêbike, dê tevî jiyana mirovan, jiyana ajalan û ya zindîwerên din têk bibe.

Şîrketa bi navê IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş. ya amerîkayî, wê li Gimgima Mûşê û Kanîreşa Çewlikê projeyên Santralên Enerjiyê yên Jeotermal (JES) çê bikin. Dema ev proje dest pê bikin û temam bibin, wê jiyana xwezayî li 22 gundan bikeve bin xetereyê. Pispor û gelê herêmê diyar dikin ku ger ev proje pêk bên, ne tenê jiyana mirovan, ya ajalan û xweza jî wê têk biçe.

Dema JES çêbibin wê vê jiyana ku li jê di fotoyan de diyar dibe, têk bibin:

Qasiman / Gimgim

Arpîran /Kanîşer

Kanîreş

Karxapazarî

Badan /Gimgim

Onpinar /Gimgim

Zozanên Karxapazariyê

Goşkar /Gimgim

Qasiman /Gimgim


*Alev Yilmaza ji Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ev fotograf ji bo nihaplusê şandin.

ÎHD: Dema ‘xwenîşandanên Rojava’ gelek maf hatin binpêkirin

Li gorî rapora ÎHDyê, bi kêmanî 930 kes bi hinceta ku beşdarî xwenîşandanan bûne yan jî derbarê mijarê de li ser medyaya civakî hin peyam nivîsandine, hatine desteserkirin. Yek jê rojnameger, 32 jê zarok bi kêmanî 123 kes hatin girtin.

Foto: Adnan Bilen/MA, Di dema ‘xwenîşandanên Rojava’ de tundkariya polîsan

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê binpêkirinên mafan ên di dema “xwenîşandanên ji bo Rojava’ de raporek amade kir. Rapor behsa wan binpêkirinan dike ku di navbera 6ê Kanûna Paşiyê û 12ê Sibata 2026an de li kêmanî 22 bajaran pêk hatine. Di 6ê Kanûna Paşiyê de rêveberiya demkî ya Şamê li Sûriyeyê, êrîşî herdu taxên kurdan ên li Helebê kiribûn û paşê ev êrîş li tevahiya Rojava belav bûbûn. Li dijî van êrîşan li Tirkiyeyê gelek çalakiyên protestoyî pêk hatibûn.

Navenda Dokumantasyonan a ÎHDyê ev rapor ji daneyên vekirî û nûçeyên çapemeniyê û her weha raporên çavdêriyê yên şaxên ÎHDyê berhev kiriye.

Li gorî rapora ÎHDyê, bi kêmanî 930 kes bi hinceta ku beşdarî xwenîşandanan bûne yan jî derbarê mijarê de li ser medyaya civakî hin peyam nivîsandine, hatine desteserkirin. Yek jê rojnameger, 32 jê zarok bi kêmanî 123 kes hatin girtin.

Hin binpêkirinên ku di raporê de hene ev in:

  • Bi kêmanî li 22 bajaran, polîs û leşkeran midaxele li zêdetirî 70 çalakiyên aştiyane kirin. Hevşaredar, mafparêz, rêveberên sendîka û saziyên pîşeyî, rojnameger û barok jî di nar de gelek kes hatin desteserkirin.
  • Di dema midaxeleyan de gaza rondikrij û hin tiştên din ên kimyewî, guleyên plastîk û ava şid jî hate bikaranîn. Polîs û leşkeran gelek caran tundkariya fizîkî kirin û kesên hatin desteserkirin destên wan li paş wan hatin qeydkirin.
  • Walîtiyan li 3 bajaran (Riha, Mêrdîn û Amedê) hemû cûre çalakî û bername ji bo çendîn demen qedexe kirin.
  • Li Mêrsînê, kesekî sivîl ji bo gefê li xwenîşandanan bixwe, bêserûber gule reşand. Di encama vê bûyerê de kesek mir. Polîsan 4 jê rojnameger, bi kêmanî 5 kes birîndar kirin.
  • Bi kêmanî 930 kes hinceta ku beşdarî xwenîşandanan bûne yan jî derbarê mijarê de li ser medyaya civakî hin peyam nivîsandine, hatine desteserkirin. Yek jê rojnameger, 32 jê zarok bi kêmanî 123 kes hatin girtin.
  • Li gelek kesan hem di dema xwenîşanan de hem jî di dema desteserkirin û pêvajoya girtinê de îşkence hate kirin.

Rojnameger hatin astengkirin

  • Herî kêm 8 rojnameger di dema şopandina bûyeran de hatin desteserkirin. Rojnameger Nedîm Orûç hate girtin.
  • Ajansa Mezopotamya, Jinnews, ETHA, Yeni Yaşam, Ajansa Welat jî di nav de hesabên medyaya civakî û malperên wan ên înternetan zêdetirî 40 caran hatin girtin. Bi sedan hesabên medyaya civakî hatin astengkirin.
  • Piştî ku di dema êrîşan de li Sûriyeyê, HTŞ û komên çekdar ên pê re ne, guliyên şervanên jin jêkirin û ev tişt li ser medyaya civakî par ve kirin, gelek kesan ji bo nerazîbûnê, guliyên xwe hûnandin û vîdeoyên xwe li ser medyaya civakî parve kirin. Ji ber van vîdeoyan 2 jê zarok 4 kes hatin desteserkirin. Zarokek hate girtin. Ji ber ku bi heman armancê vîdeoyek weşand, Saziya Disîplînê ya Futbola Profesyonel cezayên îdarî li serokê kluba Amedsporê û lîstikvan Çekdar Orhan birî.
  • Bi kêmanî 46 kesên ji welatên din in, dersînor kirin.

The Telegraph: Talabaniyan nehişt ku Kurd bikevin şer

Li gorî rojnameyê, Bafil û Qubad Talabanî dikarin bi hemû aliyan re biaxivin û naxwazin şer ber bi Iraqê ve belav bibe.

Bafil û Qubad Talabanî / Pukmedia

Rojnameya Ingilîzî ya The Telegraphê analîzek derbarê pozisyona Bafil û Qubad Talabanî ya di dema şerê Îranê de weşand.

Li gorî vê analîzê, Talabiniyan nehiştiye ku Kurd li Îranê bike vin nava şer.

Nûçegihana The Telegraphê Sophia Yanê ji Silêmaniyê ev analîz nivîsandiye.

Yanê di analîza xwe de dibêje, “Bafil Talabanî û Qubad Talabanî, di navenda gotegotên operasyoneke bejayî ya ji Iraqê ber bi Îranê ve de ne.”

Nûçegihana rojnameyê behsa çend bûyerên ku di rojên destpêkê yên şerê Îranê de qewimîne dike. Yek ji wan, Trump di roja duyem a êrîşan de hatibû gotin ku bi serokên Kurdan ên Iraqê re axiviye. Paşê derketibû holê ku yek ji wan Serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî ye. Li gorî îdiayan, Trump ji Talabanî xwestiye Kurd beşdarî şer bibin. Ji xwe di 5ê Adarê de derket û got ku “Wê gelek baş bibe ku vî tiştî bikin. Ez ê bi temamî piştgiriyê bidim.”

Lê nûçegîhana The Telegraphê dibêje ku ev îdia ne rast in.” Vê jî dispêre daxuyaniya Bafil Talabanî ya piştî daxuyaniya Trump bi rojekê. Talabanî di 6ê Adarê de bi Fox Newsê re axivî bû û gotibû, “Divê Kurdistan bibe pirek, ne ada şer. Kurd him hevalbendên we ne hem jî cîranên Îranê ne. Em dikarin rolekî bilîzin ku ji bo alozî kêm bibe.”

“Talabaniyan roleke krîtîk lîst”

Yanê di nûçeya xwe de behsa rola Talabaniyan kiriye û gotiye, ew dikarin bi DYA, Îsraîl û Îranê re biaxivin, her weha rasterast têkiliya wan a bi komên Kurdan re heye û hewl didin aloziya li herêmê kêm bikin. Di berdewamiyê de jî dixwazin şer ber bi Iraqê ve neyê.

DFG: Di Adarê de jî zext li rojnamegeran bûne

Li gorî rapora DFGê di Adarê de 6 rojnameger hatine desteserkirin. Her weha bi girtinên dawî re hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 31 kesan.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û binpêkirinên li ser saziyên ragihandinê ya meha Adarê eşkere kir. Di raporê de zextên giran ên li ser çapemeniyê xwe radixe ber çavan.

Di raporê de hat diyarkirin ku di mehekê de 6 rojnameger hatine desteserkirin û bi girtinên dawî re hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 31 kesan. DFGê destnîşan kir ku daraz û “Qanûna Dezenformasyonê” veguheriye amûreke zextê.

‘Adar, ji bo azadiya çapemeniyê bûye meheke tarî’

Di raporê de hat diyarkirin ku meha Adarê ji bo azadiya raman û çapemeniyê bûye meheke tarî. DFGê bal kişand ser girtina rojnamegeran û ev agahî parve kirin: “Piştî ku di meha Sibatê de 6 rojnameger hatin girtin, di meha Adarê de jî 6 rojnameger hatin binçavkirin.Ji van rojnamegeran, 2 jê bi hinceta nûçeyên xwe hatin girtin. Di 15ê Adarê de rojnameger Bîlal Ozcan û di 21’ê Adarê de nûçegîhanê rojnameya BîrGunê Îsmaîl Ari, bi îdiaya ‘belavkirina agahiyên şaş’ hatin girtin.

‘Di pîrozbahiyên Newrozê de qedexeyên dijîtal derketin pêş’

Di raporê de hat gotin ku “Qanûna Dezenformasyonê” li ser xebatên rojnamegeriyê wekî amûreke tirsandinê tê bikaranîn. DFGê destnîşan kir ku şolîtiya di qanûnê de dibe sedem ku rojnameger ji pratîka nûçeyan werin dûrxistin û ev yek rasterast mudaxileyî mafê agahdarkirina civakê ye. DFGê di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadên Newrozê û wiha got: “Rojnamegerên ku xwestin doza Ekrem Îmamoglu bişopînin hatin astengkirin. Di 19ê Adarê de rojnamegerên ku xwestin çalakiya li Saraçhaneyê bişopînin rastî tundiya polîsan hatin. Li aliyê din meşa ‘Ji Rojnamegeran re Azad’ ku li dijî zextên li ser rojnamegeran, xwestin bê lidarxistin, hat astengkirin. Ev jî nîşan dide ku mafê îfadeyê û mafê kombûn û daxuyaniyê tê astengkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de ku bi coşeke mezin derbas bû lê qedexeyên dijîtal derketin pêş.

Êrişên li ser çapemeniya azad di qada dîjîtal de berdewam kir

Di meha Adarê de êrişên li ser saziyên çapemeniya azad di qada dîjîtal de jî berdewam kirin. Li gorî raporê: “Hesabên Xê yên Yenî Yaşam, Jinnews û Ajansa Welat hatin astengkirin. Hesabê medya dîjîtal ê Ajansa Mezopotamya hat girtin. Di mehekê de bi giştî 53 hesab û 75 naverokên nûçeyan hatin astengkirin.

‘Hejmara rojnamegerên girtî gihiştiye 31 kesan’

DFGê di dawiya raporê de daneyên der barê dozên li dijî rojnamegeran de parve kir û cih da van agahiyan: “Der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Li dijî 5 rojnamegeran doz hat vekirin. 24 rojnameger hatin darizandin. Li 3 rojnamegeran bi giştî 9 sal û mehek cezayê hepsê hat birîn. Dema bi giştî bê nirxandin, di Adara 2026an de, tê dîtin ku xebatên rojnamegeran bi awayekî cîdî hatiye astengkirin û mafê azadiya şopandina nûçeyan hatiye binpêkirin. Rojnameger rastî astengiyên fîzîkî hatine, hatine binçavkirin û girtin. Hesabên medya dijîtal hatine astengkirin. Bi piralî û bi rêk û pêk azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin. Ev nîşan dide ku azadiya çapemeniyê û mafê darizandinê di qata neteweyî û navneteweyî de pir paş ketiye. Bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihiştiye 31 kesan. Ev rewş û tabloya tundiya li ser çapemeniyê radixe ber çavan.”

Bila Cejna Akîtuyê pîroz be!

Îro Cejna Akîtoyê ango sersala nû ya Babilî (6776) ye ku tê wateya hatina biharê. Asûr, Suryan û Keldan di her 1ê Nîsanê de cejna Akîtû pîroz dikin.

Bila Cejna Akîtû a gelên Asûr, Keldan û Sûryaniyan pîroz be!

Di salnameya Aşûriyan de cejna Akîtû di 1ê Nîsanê de tê pîrozkirin û merasîmên pîrozbahiyan çend rojan berdewam dikin. Di şaristaniyên kevnar de pîrozbahiyên cejna Akîtû 12 rojan didomin. Di her rojekê de merasîmên taybet ku sembola jiyaneke nû û serkeftina li hember tarîtiyê ne, têne lidarxistin.

Roja 1ê Nîsanê gelên Asûr, Suryan û Keldan li herêmên ku lê dijîn, cejna Akîtû pêşwazî dikin. Li stargehên Mezopotamyayê merasîmên olî li dar dixin. Di merasîman de diyar dikin ku qencî li hember kaos û şer bi ser dikeve. Suryan, Keldan û Asûrî bi rêya cejna Akîtû çanda xwe diparêzin.

Di cejnê de malbat xwarinên xwe yên kevnar amade dikin û li hev kom dibin û bi hev re xwarinê dixwin.

Cejna Akîtû ku weke yek ji cejnên herî kevn ên cîhanê tê qebûlkirin, li xaka berhemdar a Mezopotamyayê destpê kir, hezaran salî ji aliyê şaristaniyên cuda ve hate pîrozkirin û bi vî rengî gihîşt vê serdemê.

Ev cejna ku tê wateya hatina biharê, geşbûna xwezayê û destpêkirina sala nû, bi taybetî ji bo civakên Asûrî, Suryanî û Keldanî nîşaneya nasnameyeke çandî ye.

Mezopotamya û Akîto

Cejna Ekîto digihêje heta Sumeran ku yek ji şaristaniyên herî kevn ên dîrokê ye. Ekîto ji festîvala Zagmûkê destpê kir ku bi Sumerî tê wateya destpêka salê. Piştre di nava şaristaniyên Akad, Babîl û Asûran de hate pêşvebirin û veguherî kevneşopiyeke welê ku weke ekînoya biharê (dawiya adar, destpêka nîsanê) tê pîrozkirin. Ev cejna ku girêdayî jiyana civakên çandinî yên Mezopotamyayê destpê kir, bi armanca pîrozkirina destpêka çandiniya zad û jinûve geşbûna xwezayê dihate lidarxistin.

Li Babîlê Ekîto festîvalek bû ku 12 rojan dewam dikir û di roja destpêkê ya meha Nîsanê de jî digihîşt asta herî bilind. Di vê demê de ‘Destana Enûma Elîş’ ya xwedayê sereke yê Babîlê Mardûk li perestgehan dihate xwendin, bi rîtuelan pergala gerdûnê ji nû ve dihate zindîkirin. Qral li pêşberî xwedayan lêborîn bi navê gel dixwestin, li perestgehan dua dihate kirin û peykerên xweda li perestgeha Ekîto (Bît Akîtî) ya li kêleka çem dihate bicihkirin. Ev merasîm nîşaneya wê yekê bûn ku xweda ji alema binê erdê derdiket û bi biharê re vedigeriya ser rûyê erdê.

Li nava Asûran jî festîval ji bo rûmeta xwedayê şer Aşûr dihate pîrozkirin. Li derveyî sûrên bajêr li ‘Malên Ekîto’ yên taybet merasîm dihatin lidarxistin.

Cejna Ekîto piştî hilweşîna şaristaniyên Mezopotamyayê jî dewam kir. Di serdemên Împaratoriya Seleukos (BZ 312-63) û Împaratoriya Roma pîrozbahiyan dewam kirin. Mînak Împaratorê Romayê Elagabalus ê bi eslê xwe ji Sûriyeyê (PZ 218-222) ev cejn gihand Îtalyayê û bi navê Xweda Elagabal pîrozbahî lidar xist. Lê belê belavbûna Xiristiyaniyê û tevlîheviya siyasî ya li Mezopotamyayê belavbûna Ekîto hinekî rawestand. Li gel vê yekê jî civakên Asûrî, Suryanî û Keldanî ev kevneşopiya qedîm ji bîr nekirin. Ev civakên ku ji gelên xwecihî yên Mezopotamyayê ne, Ekîto weke cejna biharê û sala nû parastin.

Lê belê di sedsala 20’î de bi taybetî jî ji ber Qirkirina Seyfo ya 1915 û şerê li Rojhilata Navîn Asûrî, Keldanî û Suryanî neçar man ku bi giranî ji vê xakê koç bikin. Vê dîasporayê sînorên cografî yê Ekîto berfireh kir û ruhê cejnê gihand asteke gerdûnî. Li Tirkiyeyê Cejna Ekîto li nava civaka Suryanî weke kevneşopiyekê ma ku salên dûr û dirêj bi bêdengî bê pîrozkirin. Di sedsala 20’î de bi hinceta ‘ewlekariyê’ destûr nehate dayin ku bi rengekî fermî bê pîrozkirin û ev cejn bi giranî li nava malan, yan jî li nava civatên biçûk bi rengekî veşartî hate pîrozkirin.

Akîto, Sembola hêviyê ye

Di serdema heyî de Cejna Ekîto ji aliyê gelên Asûrî, Keldanî û Suryanî ve li çar aliyên cîhanê bi coş tê pîrozkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman coşê tê pêşwazîkirin. Pîrozbahî berevajî festîvalên ji 12 rojan ên dema antîk, bi giranî rojekê tê kirin. Di vê cejnê de mirov 1’ê Nîsanê li hev kom dibin û geşbûna xwezayê silav dikin. Kincên neteweyî yên kevneşop li xwe dikin, bi zimanê xwe yê dayikê distirên, govendê digerînin û li qadên xwezayî şahiyan lidar dixin.

Li hin herêman jî jin ji kulîlkan çelengê çêdikin û bi deriyê mala xwe ve dikin. Ev kevneşopiya ku weke ‘Deqna Nîssan’ (Riyê Nîsanê) jî tê naskirin, nîşaneya berhemdariya biharê ye. Ekîto nîşaneya hêvî û piştevaniya civakî ye. Li gel şerê li Rojhilata Navîn jî hêzeke ku gelan dike yek.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Ekîto weke betlaneya fermî nas dike. Beriya cejnê amadekarî ji aliyê Partiya Yekîtiya Suryanî ve tê birêxistinkirin. Di nava van amadekariyan de diyarkirina bernameyên çalakiyan, xemilandina qadan, birêxistinkirina qadên pîrozbahiyê yên giştî hene. Ekîto wê îsal di 1ê Nîsanê de li gundê Girşêran ê Tirbespiyê, gundê Werdiyat ê Til Temirê û gundê Hekmiyê yê Dêrikê bê pîrozkirin.

*Fotograf: ANHA

Li Afganistanê 5 rapbêjên jin li dijî tundkariya mêran distirên

Me nûçeya AWNAyê (Afganistan Women’s News Agency) ya derbarê 5 rapbêjên jin de wergerand ku ev jin li dijî polîtîkayên dijminane yên li Afganistanê li ser jinan tên sepandin stranan distirên.

Li seranserê civaka kevneşopî ya Afganistanê ku pergaleke mêrsalar lê serdest e û jin wekî “çîna qels” tên hesibandin, hejmarek keçên vî welatî bi bilindkirina dengê xwe bêdengî şikandine û nerazîbûna xwe bi şêwaza “Rep”ê tînin ziman. Gelek kes ji ber tundiya deng û liv û tevgerên di vê şêwazê de, muzîka repê tenê ji bo mêran dibînin û ji bo keçan bi guncav nazanîn. Tevî vê yekê, keçên wekî Sunîta Elîzade, Zîba Hemîdî, Elîna Efgan, Sûsen Fîroz û Paradays Serwerî karibûn vê şêwazê bi kar bînin da ku peyvên xwe yên nebihîstî ji bo parastina mafên jinan ragihînin.

Sonîta Elîzade

Sonîta Elîzade di sala 1996an de li bajarê Heratê yê Afganistanê ji dayik bûye. Wê çend salan wek penaber li Elborza Îranê derbas kirine. Di sala 1996an de dest bi amadekirina muzîkê, lêdana gîtaran û stranbêjiyê kir. Di sala 2014an de di nav 166 rapbêjan de karibû xelata hezar dolarî bi dest bixe. Piştî wergirtina xelatê, bi rêya bûrseke xwendinê û bi alîkariya saziyeke xêrxwaziyê, derfeta xwendinê li eyaleta Utah a Amerîkayê ji bo wê hat peydakirin. Mijarên stranên wê Afganistan, siyaset, cudakarî li dijî penaberên Afgan ên li Îranê û pirsgirêkên jin û zarokan in.

Zîba Hemîdî

Zîba Hemîdî di sala 1997an de li bajarê Karaçî yê Pakistanê ji dayik bûye. Ew zêdetirî deh salan li Îranê wek penaber jiyaye û xwendina xwe li wir qedandiye. Şeş meh li Îranê perwerdeya muzîkê ditiye. Zîba êş û azarên gelê xwe di çarçoveya muzîka repê de tîne ziman.

Elîna Efxan

Elîna ku nasnavê “Efxan” bi kar tîne, li bajarê Mezarî Şerîfê ji dayik bûye. Ew 21 salî ye û xwendekara beşa Maf û Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Kabulê ye. Zêdetirî çar sal in ku repê dibêje û wê wekî amûreke protestoyê dibîne. Bi giştî 15 stranên wê hene û li kolanan gelek performansên nerazîbûnê pêşkêş kirine. Ew di sala 2016an de wek yekemîn keça Efxan beşdarî festîvala hunerî ya li Hindistanê bûye. Mijarên wê tundiya li dijî jinan, zarokên bêserperest û parastina mafên jinan in. Ew bi stranên wekî “Zan” (Jin), “Man Siyaset Nistam” (Ez Siyasetmedar Nînim) û “Keça Afgan” di nav xelkê de hat naskirin.

Sûsen Fîroz

Sûsen Fîroz wek yekemîn jinê rapbêj a Afganistanê tê pênasekirin. Ew kesayetiyek nîqaşbar e ku normên civakî û rolên kevneşopî yên jinan li Afganistanê dide ber pirsan. Malbata wê di sala 1990î de ji şer reviyan û 7 salan li Îranê û 3 salan li Pakistanê di kampên penaberan de jiyan. Piştî ketina Talîbanê, ew vegeriyan Afganistanê. Sûsenê di destpêkê de xalîçe çêdikirin, lê piştre berê xwe da lîstikvaniyê û bi destûra bavê xwe, Ebdulxefar Fîroz, dest bi repê kir. Yekemîn strana wê “Cîranên Me” (2012) li ser rewşa dijwar a penaberan bû. Ew ji ber hunera xwe gelek caran bi gefên kuştinê û êrîşên asîdê re rûbirû maye. Bavê wê her dem wek parêzvan û rêveber li gel wê diçe studyoyan.

Paradays Serwerî

Paradays Serwerî stranbêjeke 24 salî ye ku li bajarê Îsfehanê yê Îranê ji dayik bûye. Di 17 saliya xwe de vegeriya Heratê û piştre bi hevjînê xwe yê bi navê “Dayvers” re çû Tacîkistanê. Paradaysê wek rapbêjeke jin a Afganî, strana “Feryada Jinê” belav kir ku li ser medyaya civakî deng veda. Strana wê ya din a bi navê “Nalistan” li ser tundiya li dijî jinan e. Beşek ji strana wê wiha ye:

"Dengê min her dem tije êş e...Min xwest bibeziyam, li pişta min xistin, Min xwest bifikiriyam, li serê min xistin, Rûyê min bi navê Îslamê şewitandin, Pozê min ji bo tolhildanê birîn, Asîd rijandin ser dest û laşê min, Ez firotim, tenê ji ber ku ez jinek im..."

Ev gotinên Paradaysê di nav rêxistinên mafên jinan û çalakvanan de rastî baldarî û pêşwaziyeke mezin hatin.

Abdullah Ocalan: Ji pêvajoyê veger êdî ne mimkun e

Ocalan: “Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî derbas dibin.”

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27ê Adarê de bi Abdullah Ocalan re civiya.

Şandeya Îmraliyê ji Cîgira Serokê Meclisê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk te.

DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da. Partiyê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye û weha gotiye:

Di 27ê Adara 2026an de, di çarçoveya hevdîtinên me yên bi Birêz Abdullah Ocalan re, me li Girava Îmraliyê civînek li dar xist. Vê hevdîtinê bi awayekî zelal nîşan da ku pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng. Di vê astê de, hat destnîşankirin ku rêya çareseriyê mijareke piralî ye ku hewceyê nirxandina danûstandinan, îradeya demokratîk û berpirsyariya dîrokî ye.

Erk û berpirsyariya dîrokî ya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku xebata piştî Rapora Komîsyonê bêyî ku bê dirêjkirin divê bigihîje çarçoveyeke qanûnî ya berfireh û tevahî. Di nirxandinên lijneya me de, nêrîneke hevpar derket holê, ji bo ku derfetên dîrokî ji dest me neçin û îradeya rasteqîne ya çareseriyê bi ser bikeve, divê rêyên diyalogê vekirî bin û siyaseta demokratîk bê xurtkirin. Careke din hat diyarkirin ku civaka demokratîk ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê dijîn temînata siberojê ye. Em bawer dikin ku her kesê ku vê pêvajoyê rast fêm bike û bi berpirsyarî nêzîk bibe, ne tenê îro di heman demê de di siberoja me ya hevpar de jî dê bi ser bikeve.”

DEM Partiyê peyama Ocalan a têkildarî hevdîtinê parve kir. Peyama Ocalan weha ye:

“Divê em bi awayekî teng nêzîkî vê pirsgirêka mezin nebin ku em hewl didin çareser bikin. Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn planên hegemonîk ên kûr hene. Her çend ligel rewşa xedar a li Sûriyeyê hin pêşketinên erênî hebin jî, niha şerê bi Îranê re di rojevê de ye. Piştî şerê bi Îranê re sê xet derketine holê. Ya yekemîn xeta DYA-Îsraîlê ye. Ya duyemîn bi pêşengiya Brîtanyayê xeta hin hêzên navneteweyî û herêmî ye ku armanca wan parastina statuya heyî ye. Ya sêyemîn xeta demokrasî û jiyana hevbeş e ku em bi rêya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê xetê diparêzin. Geşedanên li Îranê careke din nîşan da ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin mafdar û girîng e.

“Em çareseriya xwe li ser xeta Anatolya-Mezopotamyayê ava dikin. Têkiliya Anatolya-Mezopotamyayê xwedî rehên dîrokî yên kûr e. Yekemîn peymana aştiyê ya mezin di dîrokê de Peymana Kadeşê ye ku di navbera Hîtît û Misriyan de çêbû. Dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn a çar hezar salîn nîşan daye ku ewlehiya Anatolyayê bi Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ve girêdayî ye. Entegrasyona demokratîk tê wateya beşdarbûna çanda Mezopotamyayê wekî hebûneke demokratîk.

“Tu pirsgirêka me bi Komarê re tuneye. Pirsgirêka rastîn ev e ku Komar ne demokratîk e. Demokrasî tekane çareserî ye ku dikare Komarê xurt bike.

“Divê nîşankirina şaşî, zêdegavî û meylên dij-demokratîk ên civak û welatan ên di dîrokê de, wekî dijberiya pîroziyan neyê dîtin. Divê bê gotin ku parastina rêbazên asîmîlasyonîst ya bi baweriyeke pozîtîvîst, kirasekî teng e ku li welêt hatiye kirin.
“Weke ku min di banga xwe ya 27ê Sibatê de diyar kir, serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Vegera bo rabirdûyê êdî ne mimkun e. Pêvajoya ku em tê de ne, bi Komara Demokratîk re veguheztinek ber bi aştiyê ye. Ev pêvajoya ku em hêvî dikin bi ser bikeve, Komar dê du qat bihêztir be. Civaka demokratîk bi giranî bi çareseriyeke wisa ve girêdayî ye. Divê em têgihîştineke kolektîf û sivîl pêş bixin ku têkiliya di navbera Kurdan û dewletê de bi awayekî erênî saz bike. Divê dewlet jî bibîne ku tu çalakiyeke wêranker an tu gefên ewlehiyê tunene.

“Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî derbas dibin.

Di vê xalê de ez girîngiyê didim ku bi rêbazên guncav bigihîjim tevahiya raya giştî da ku ramanên min ên derbarê pêvajoyê de bi awayekî rast bên fêmkirin.

“Çareseriya entegrasyona demokratîk li ser bingeha feraseteke civakparêz hatiye avakirin. Ji bo çareseriya civakparêz, demokratîkkirina avahiyên civakî bi awayekî tevahî û kolektîf hewce ye.”

Bi rêzdarî,
Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê

31 Adar 2026

(FD)

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.