Abdullah Ocalan: Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf

Li gorî daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye û gotiye, “Biryardariya me ya ji bo avêtina gavên li ser bingehê ruhê banga 27ê Sibatê û çareserkirina pirsgirêkê di nav hiqûqa xwişk û biratiyê de berdewam dike.”

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Pervin Buldan, Mithat Sancar û Ozgur Faik Erol, piştî hevdîtina 5 saetan a di 20ê Tîrmehê de ku li Girava Îmraliyê bi Ocalan re kiribûn, daxuyaniyek dan.

Heyetê hevdîtina xwe ya herî dawî di 24ê Gulanê de bi Abdullah Ocalan re kiribû. Di wê hevdîtinê de jî nîqaşên li ser “qanûna çarçoveyê” hatibûn kirin.

Ocalan di 27ê Sibata 2025an de ji bo PKKê banga danîna çekan kiribû.

PKKê di Gulana 2025an de ragihandibû ku wan xwe fesix kiriye û di Tîrmeha 2025an de jî merasîmeke sembolîk a şewitandina çekan li dar xistibû.

Di peyama nû ya Ocalan de hatiye gotin ku “Êdî dema wê hatiye ku li gorî hesasiyetên her du aliyan zemînekî qanûnî bê amadekirin.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye û gotiye, “Piştî demeke dirêj me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Di civînê de mijarên; bûyerên siyasî yên li herêmê, avakirina civaka demokratîk, qonaxa heyî ya pêvajoya aştiyê û rê, rêbaz û şêweyê qanûna çarçoveyê bi berfirehî hate nirxandin.”

Li gorî daxuyaniyê Ocalan ev nirxandin kiriye:

“Biryardariya me dewam dike ku li gorî ruhê banga 27’ê Sibatê gavê biavêje û pirsgirêkê di nava hiqûqa xwişk û biratiyê de çareser bike. Em li ber wê qonaxê ne ku hevgirtin û tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk derbasî ser zemîneke hiqûqî bikin ku ev tifaq li Anatoliyê heqîqeteke dîrokî ye û di hemû qonaxên krîtîk de ji hev cuda nebû. Heqîqeta ‘Eger tu Kurd ji Tirk cuda bike Kurd namîne, eger tu rabe Tirk ji Kurd cuda bike Tirk namîne’ afirandina hiqûqa wekheviyê û jiyaneke hevpar ferz dike.

Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin ku hesasiyeta aliyan li ber çavan digire. Em zanibin ku vekirina vê rêyê ya bi sebir firsendeke dîrokî ye nêzîkatiyên ji rêzê, sivik, teng û xizmetê ji paşerojê re nakin biterikînin û bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Di çarçoveya rapora ku Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li TBMM’ê hate amade kir, ji bo pêvajoyeke qanûnî û hiqûqî destpê bike, ji bo şer û çek bi temamî ji dewrê bêne derxistin, ji bo rûpeleke nipînû bê vekirin çi ji destê kê tê divê bike.

Tifaqa Kurd-Tirk kevirê esasî yê paşeroja hevpar a Anatoliyê ye. Di her gava ku bê avêtin de divê em çanda vê xakê ji xwe re bikin esas. Pêkan e ku bi sererastkirinên qanûnî ev tifaq bi garantiya hiqûqî bê mayindekirin û li komareke demokratîk bi rengekî azad û wekhev bijîn. Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf.

Dîrok firsendekê dide me ku em jiyaneke hevpar ava bikin, di nava edalet û wekheviyê de rûpelekî nipînû vekin. Baweriya min tam e ku em ê bi hev re vê firsendê bi kar bînin, binirxînin.”

Di dawî ya daxuyaniyê de heyetê weha gotiye:

“Weke heyet em vê banga dîrokî ya Birêz Ocalan dîrokî dibînin û careke din destnîşan dikin ku em bi biryar in ku di serî de Meclîs bi hemû saziyên pêwendîdar re diyaloga çêker dewam bikin, pêvajoyê ji bo wergirtina encamê bi pêş ve bibin û li ser bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê bigihêjin çareseriyeke mayinde.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.