PKK: “Heta Rêber Apo bi xwe pêvajoyê birêve nebe, ne mimkun e ku qanûna derdikeve were bicîanîn”

Rêveberiya Tevgerê derbarê qanûna ku derdikeve de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Weke ku me berê jî gelek caran diyar kiriye, em ê nêzîkatî û helwesta xwe ya bingehîn piştî dîtina qanûnê diyar bikin.”

Rêveberiya Tevgerê derbarê qanûna ku derdikeve û naveroka wê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêvebiriya Tevgerê diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekeve dewrê û pêvajoyê ew bi xwe bi rê ve nebe, biryarên hatine girtin û pêwîstiya qanûnan bê derxistin, nikare bi cih werin.

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê weha ye:

“Nîqaşên li ser qanûna kokê ku paşeroja gelên Tirkiyeyê eleqedar dike bi şêweyên cuda dewam dike û li nava raya giştî jî belav dibe. Dema mirov bala xwe didin ser nîqaşan û agahiyên ji çavkaniyên vekirî belav dibin, di mijara nêzîkatiya cidî ya li ser vê qanûnê de dikevin nava fikaran.

Rêber Apo di hevdîtina 20ê tîrmehê de destnîşan kiribû ku qanûna bê derxistin divê sivik, teng nebe, divê ne bi wî şêweyî be ku xizmetê ji siberojê re neke û li gorî hesasiyetên herdu aliyan bê amadekirin. Ji ber ku tê hêvîkirin ev qanûn ji bo bidawîkirina qutbûna sed salî ya navbera gelê Kurd û dewleta Tirk bibe gaveke girîng. Lewma girîng e qanûn xwedî wê taybetmendiyê be ku aştiyê ji xwe re bike armanc.

Weke ku li her devera cîhanê bû, aştî beriya her tiştî ji ziman dest pê dike. Ji bo rêxistineke ku xwe fesix kiriye û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kiriye bikaranîna têgehên ‘teror’, ‘rêxistina terorê’ ji destpêkê ve vê pêvajoya li ser siberoja gelên me dixe nava pirsgirêkan. Hîn ji destpêkê ve hesasiyet li ber çavan nayê girtin. Bi kurtasî ji bo pêvajo bi pêş ve biçe gelekî girîng e ku ziman, pênase û naverok li gorî armanca wê be.

Bêguman dema mijar çareserkirina şer be, gavên alî biavêjin divê maqûl û bicihanînê de bin. Rêber Apo û Tevgera me di vê mijarê de baldar e. Eger pêvajo wê ne mijûlkirin lê çareserî be, hingî nêzîkatî jî divê bi vî rengî be.

Weke Tevgera Azadiyê me destnîşan kir ku ji bo pêwîstiyên banga aştî û civaka demokratîk bi cih bê anîn divê Rêber Apo karibe bi rola xwe rabe. Me di her firsendê de anîn ziman ku ji bo vê jî divê statuya Rêber Apo diyar be û azadiya wî pêk were. Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê û vê pêvajoyê bi xwe bi rê ve nebe, nepêkan e ku biryarên hatine wergirtin û pêwîstiyên qanûna bê derxistin bi cih bêne anîn.

Di mijara statuya Rêber Apo de Devlet Bahçelî gotibû, divê bibe koordînatorê aştî û siyasîbûnê. Di nîqaşên li Îmraliyê de jî hatibû qebûlkirin ku Rêber Apo bibe koordînatorê aştî û siyasîbûnê, di bicihanîna qanûna bê derxistin de rola Rêber Apo hatibû diyarkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên vekirî hatin belavkirin, eger statuya Rêber Apo di qanûnê de li ber çavan neyê girtin, hîn ji destpêkê ve wê li pêşiya pratîkbûnê bibe asteng. Ji ber vê yekê girîng e ku statuya Rêber Apo zelal bibe ku muxatab û muzakerevanê sereke ye.

Li aliyê din, li gorî ruhê vê pêvajoyê nîne ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê di asta bêçekbûnê de bê nîşandan. Bilêvkirina qanûna kok an jî qanûna çarçoveyê tê wê wateyê ku piştî vê qanûnê wê qanûnên din bêne derxistin û gav bêne avêtin. Ji ber vê yekê eger bê destnîşankirin ku qanûna bê derxistin wê qanûna kokê be, pêvajo wê piştre bi qanûnên demokratîkbûnê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêvajo bê pêşvebirin, wê dilê gelên Tirkiyeyê rehet bibe û baweriya bi pêvajoyê zêde bike.

Weke ku me beriya niha gelek caran destnîşan kir, em ê nêzîkatiya xwe ya esasî piştî dîtina qanûnê diyar bikin. Bêguman eger qanûn erênî be em ê bêhtir teşwîq bikin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê di meha Sibatê ya 2025an de, bi banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kir. Her weha di Gulana 2025an de, PKKê kongreya xwe li dar xist û biryara hilweşandina rêxistinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ragihand. Di 11ê Tîrmeha 2025an de, weke temsîlî komeke endam û rêvebirên PKKê merasîmek li dar xist û çekên xwe şewitandin. Piştî vê li Meclîsê komîsyoneke taybet ji bo çavdêrîkirina pêvajoyê û derxistina qanûnan ava bû. Ev demeke lê bendê ne di çarçoveya pêvajoyê de qanûnek were derxistin.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.