Konser di 30ê Cotmedê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç (ÇandAmed) a Amedê pêk were. Konser wê saet di 20:00an de dest pê bike.

Hunermend Delîl Dîlanar dê bi Organîzasyona Sanatçayê re di 30ê Cotmehê de li Amedê konserekê li dar bixe.
Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar dê bi Organîzasyona Sanatçayê di 30ê Cotmedê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç (ÇandAmed) a li navçeya Bajarê nû ya Amedê konserekê li dar bixe. Konser wê saet di 20:00an de dest pê bike.
Organîzasyona Sanatçayê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev agahî parvekirin: “Hunermend Delîl Dîlanar li Amedê bi we re ye. Ji bo şeveke tejî stran, hest û kêfxweşiyê amade bin. Em ê di vê şeva taybet de, bi stranên xwe, bi kêfxweş î û coşeke mezin hev bibîn in.”
Muzîkhez dê karibin bîletan li ser platformên Passo û Bubiletê bistînin.


