Li Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê li Îranê di nava meha Cotmehê de herî kêm 5 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin, 64 Kurd hatine desteserkirin. Ji kesên desteserkirî jê 8 jin û 6 jî zarok in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê duh rapora xwe ya binpêkirina mafan a meha Cotmeha 2026an belav kir. Rêxistinê zanîn ku cezayê bidarvekirinê li 2 girtiyên Kurd hatiye birîn û li 21 kesan jî bi giştî 67 sal û 15 roj cezayê girtîgehê û 10 sal cezayê taloqkirî yê girtîgehê hatiye birîn. Her wiha ji bo kesekî ji wan cezayê 31 qamçiyan jî hat dayîn.
8 jin û 6 zarok hatin desteserkirin
Li gorî agahiyên Hengawê, di nav 64 Kurdên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin de 8 jin û 6 zarok hene. Hejmara herî zêde ya desteserkirinê bi 27 kesan li bajarê Sineyê û bi 25 kesan li bajarê Urmiyeyê hat tomarkirin.
Her weha li Îlamê 8 kes û li Kirmaşanê 2 kes hatin desteserkirin, li Tehran û bajarê Xorasana Bakur jî kesek hat desteserkirin.
Li gorî raporên Hengawê, rayedarên Îranê di meha Çiriya Pêşîn de li seranserê welêt herî kêm 85 girtî darve kirine ku ev rêje li gorî meha Îlonê bi rêjeya ji sedî 25an zêdebûnekê nîşan dide.
Ji 124 bûyerên desteserkirinê yên li seranserê welêt, 64 kes ji wan Kurd bûn. Hengawê ragihand ku ji 5 girtiyên Kurd ên hatine bidarvekirin 2 kes bi tohmetên pêwendîdarî madeyên hişbir û 3 kes jî bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatine mehkûmkirin.
Cezayê Werîşe Mûradiyê
Di nav kesên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn de girtiya siyasî ya Kurd a ji bajarê Sineyê Werîşe Mûradî jî heye.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê biryara berê betal kir, Şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê di nîvê meha Çiriya Pêşîn de careke din cezayê bidarvekirinê li Mûradiyê birî.
Mûradî bi tohmeta “endamtiya komeke serhildêr a bi çek” hat mehkûmkirin.
Êrişên li ser kolberan
Hengawê her wiha ragihand ku li nêzîkî bajarê Baneyê pasdarên sînor ên Îranê gule li kolberê Kurd Elî Meşhûrî reşandin û ew birîndar kir.
Kolber ew xebatkarên sînor in ku ji bo debara xwe li ser xetên çiyayî yên Rojhilatê kel û pelan vediguhêzin. Rêxistinê di meha Cotmehê de kuştina 4 jinên Kurd jî belge kir ku yek ji wan bi hinceta “namûsê” hatiye kuştin.
Di raporteke din a Hengawê ya li ser mafên jinan de hat destnîşankirin ku di heman mehê de li seranserê Îranê herî kêm 23 jin hatine kuştin, 16 çalakvanên jin hatine desteserkirin û herî kêm 8 ji wan Kurd bûn. Hengawê meha Îlonê ragihandibû ku 5 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin, 70 kes hatine desteserkirin û cezayê bidarvekirin an girtîgehê li 13 kesan hatiye birîn.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) jî di raporeke din a vê hefteyê de diyar kir ku di meha Çiriya Pêşîn de herî kêm 2 bidarvekirin, 44 desteserkirin û girtin rû dane û cezayê bidarvekirin an girtîgehê li 5 kesan hatiye birîn.



