DFG: Di meha Cotmehê de 20 rojnameger hatin desteserkirin

Li gorî rapora DFGyê di meha Cotmehê de 6 rojnameger hatine girtin, ji bo 8 rojnamegeran lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 3 rojnamegeran de jî doz hatiye vekirin.

Komeleya Rojnamgeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafên rojnamgeriyê ya meha Cotmeha 2026an eşkere kir.

DFGê da zanîn ku di meha Cotmehê de 20 rojnamger hatine desteserkirin û 6 rojnamger hatine girtin.

Komeleya Rojnamgeran a Dîcle Firatê destnîşan kir û got:

“Di rapora binpêkirina mafan a meha Cotmehê de ku ji aliyê me, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hatiye amadekirin, hatiye tespîtkirin ku 20 rojnameger hatine binçavkirin, 6 rojnameger hatine girtin, der barê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye meşandin û derbarê 3 rojnamegeran de doz hatiye vekirin. Di heman demê de bi ser avahiya saziyeke medyayê de hatiye girtin, mûameleya xerab li rojnamegerekê hatiye kirin û di du bûyeran de jî rê li ber şopandina nûçeyan a rojnamegeran hatiye girtin. Cezayên girtîgehê yên li rojnamegeran hatine birîn bi tevahî bûye 3 sal û 2 meh û 20 roj. Der barê du rojnamegeran de biryara hefsa malê hatiye dayîn. Heta 3yê Mijdara 2026an hejmara rojnamegerên di girtîgehan de 33 ye.”

Zext

DFGê bal kişand ser zextên li ser rojnamgeriyê û wiha domand:

“Ev dane nîşan didin ku zextên li ser rojnamegeran ne bûyerên ji rêzê û takekesî ne; tabloyeke wisa derdixin holê ku rasterast bandorê li kirina rojnamegeriyê, gihandina nûçeyan a ji bo raya giştî û mafê agahîgirtinê yê civakê dike.Di çarçoveya lêpirsîna fonê de rojnameger Îsmaîl Saymaz, Mûrat Agirel, Şaban Sevînç û Mûstafa Balci hatin binçavkirin; Şaban Sevînç û Mustafa Balci hatin girtin; der barê Murat Agirel de pêşî biryara hefsa malê hat dayîn lê piştre dîsa hat binçavkirin û girtin. Girtina nûçegihanê BîrGunê Îsmaîl Ari ya li ser giliya Serokê berê yê RTUKê Ebûbekîr Şahîn û girtina xwediyê malpera nûçeyan a herêmî Hasan Guraksû nîşan dide ku zexta darazê ya li ser rojnamegeran di qadên cuda de dewam dike.

Ceza

DFGê destnîşan kir ku di meha Cotmehê de gelek ceza li rojnamgeran hatiye birîn, dîsa gelek saziyên çapemeniyê hatine desteserkirin û ev yek hate gotin:

“Li Edîtora Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Degerê salek û 6 meh, li edîtorê berê yê rojnameya Yeni Yaşamê Osman Akin jî 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal der barê nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin. Di meha Cotmehê de zextên li ser saziyên medyayê gihiştin wê astê ku xebatên weşanê hatin rawestandin û qadên dîjîtal ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Di 14ê Cotmehê de bi ser avahiya Halk TVyê ya li Stenbolê de hat girtin, qeyim tayînî qenalê hate kirin û weşana wê hat rawestandin. Xwegihandina hesabên YouTube, X, Facebook, Instagram, TikTok û Telegramê yên qenalê hatin astengkirin; platforman ew hesab ji bo bikarhênerên li Tirkiyeyê asteng kirin. Malperên înternetê û hesabên medyaya dîjîtal ên saziyên medyayê yên wekî Ajansa Mezopotamya, Yenî Yaşam, Azadiya Welat, T24, bîanet, BîrGun, Kisa Dalga, Cûmhûriyet û Medyascope jî ji xwegihandinê re hatin astengkirin û bi mudaxaleyên platforman re rû bi rû man. Astengkirina malper û hesabê Xyê yên Ajansa Mezopotamyayê, sînordarkirina hesabên medyaya dîjîtal ên Yenî Yaşamê û astengkirina malpera wê ya di 31ê Cotmehê de bi awayekî berbiçav nîşan dide ku bi taybetî xebatên çapemeniya azad ên di qada dîjîtal de dibin hedef.”

Astengkirin

“Di meha Cotmehê de xwegihandina 231 naverokên medyaya dîjîtal û 22 nûçeyan hat astengkirin, 4 malper jî bi temamî hatin girtin. Ev pêkanîn nîşan didin ku sansur tenê bi rakirina hin nûçeyan sînordar nemaye; qenalên ku rojnameger û saziyên medyayê nûçeyên xwe pê digihînin raya giştî jî bûne hedef. Di meha Cotmehê de cezayên ku Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ve li saziyên weşanê birîn jî berdewam kirin. Ji ber nûçe û nirxandinên der barê lêpirsîna fonê de cezayê pereyan li SZC TV û Koza TVyê hat birîn; ji ber şîroveyên têkildarî girtina Mûrat Agirel jî Sozcu TV hat cezakirin. Di meha Cotmehê de bi giştî 7 biryarên qedexekirina weşanê hatin girtin.Binpêkirinên li dijî azadiya çapemeniyê tenê bi binçavkirin, girtin, doz û sansurê ve sînordar nînin. Pirsgirêkên aborî û ji kar derxistinên di sektora medyayê de jî rasterast bandorê li ewlehiya pîşeyî ya rojnamegeran û derfetên wan ên çêkirina nûçeyên serbixwe dikin.

162 rojnameger bêkar man

Di rapora meha Cotmehê de hat tomarkirin ku herî kêm 162 rojnameger bêkar mane. TELE2 Haberê ji ber ku nekarî heqê lîsansa weşanê ya RTUKê bide, weşana xwe bi dawî kir; Cem TVyê jî dawî li weşana xwe anî. Li Manşetizê ji ber derengketina mûçeyên rojnamegeran, razandina kartên xwarinê û girtina destûra têketina pergalê, 12 rojnameger ji kar hatin derxistin. Di nav saziyên Yenî Şafak, GZT û TVNETê de nêzîkî 100 kes ji kar hatin derxistin; ji Sozcuyê jî 50 xebatkar ji kar hatin avêtin. Daneyên meha Cotmeha 2026an radixin ber çavan ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên binçavkirin û girtin, weşanên saziyên nûçeyan tên rawestandin, qadên dîjîtal ji xwegihandinê re tên girtin û ewlehiya aborî ya xebatkarên medyayê her ku diçe lawaz dibe. Dema ku pêvajoyên darazê, cezayên îdarî, sansura dîjîtal û zextên aborî bi hev re werin nirxandin, tê dîtin ku qada xebatê ya rojnamegeriyê bi awayekî piralî tê tengkirin.

Sansur

Geşedaneke girîng a meha Cotmehê jî ew bû ku li hember van hemû êrişan, rojnamegeran di 24ê Cotmehê de li 10 bajaran çalakî li dar xistin. Meşên ku rojnamegeran di 24ê Cotmehê de li 10 bajaran pêk anîn, îradeya têkoşîna hevpar a saziyên pîşeyî û rojnamegeran a li dijî zextên ser azadiya çapemeniyê nîşan da. Li bajarên cuda hatina cem hev a rojnamegeran û bilindkirina dengê wan, girîngiya hevgirtina li dijî girtinan, sansurê û astengkirina xebatên pîşeyî careke din nîşan da. Ev meş didin xuyakirin ku têkoşîna azadiya çapemeniyê ne tenê ya rojnamegeran e; di heman demê de berpirsiyariya hevpar a her kesê ku mafê wergirtina agahiyan ê gel diparêze ye. Wekî DFG em careke din destnîşan dikin: rojnamegerî ne sûc e. Hedefgirtina rojnamegeran a ji ber nûçe û xebatên wan ên pîşeyî, rasterast mudaxaleyek e li ser mafê agahîgirtinê yê civakê. Rawestandina weşana saziyên çapemeniyê û astengkirina malper û hesabên wan ên medyaya dîjîtal, nîqaşa giştî û mafê bidestxistina agahiyan sînordar dike. Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku dawî li binçavkirin, girtin û pêvajoyên darazê yên li dijî rojnamegeran bê anîn; rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne werin berdan; astengiyên li ser malperên nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal werin rakirin û azadiya weşanê ya saziyên medyayê bikeve bin ewlehiyê.”

MKG – DFG: “Em ê têkoşîna rojnamevanan berfireh bikin”

MKG û DFGyê ji bo 6ê Nîsanê “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” daxuyaniyek weşand û got ku zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.

Rojnamegerên ku hatine kuştin: Nazim Daştan, Cihan Bilgin, Hakan Tosun

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo 6ê Nîsanê “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” daxuyaniyeke hevbeş weşand. Herdu saziyan di daxuyaniyê de dîroka rojnamegerên hatine kuştin a li Tirkiyeyê bibîrxistine û gotine ku “erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin.”

Daxuyaniya saziyan a derbarê 6ê Nîsanê “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” de wiha ye:


“6ê Nîsanê wekî roja bibîranîna rojnamevanên ku li Tirkiyeyê ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hatine kuştin, hatiye îlankirin. Ev dîrok ji ber rojnamevan û nivîskar Hesen Fehmî Beg di 6ê Nîsana 1909an de li ser Pira Galatayê hatiye kuştin, hatiye hilbijartin. Komeleya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) di sala 1997an de 6ê Nîsanê wekî "Roja Rojnamevanên Şehîd" destnîşan kir. Lê belê di sala 2005an de, navê vê rojê wekî “Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin" hat guhertin.

6ê Nîsanê roja bibîranîna rojnamegerên hatine kuştin e. Ev rojnameger ji ber li dû heqîqetê bûn hatine kuştin. Rojnamegerên ji ber rastî derxistin holê, ji ber bûn dengê gel û ji ber tarîtî teşhîr kirin hatin kuştin, wê her tim di hafizaya têkoşîna çapemeniya azad de bijîn. Em di şexşê rojnamegerên hatine kuştin de dîsa bi bîr dixin ku bi rojnamegerên hat xwestin pênûsa wan bên şikandin, diheman demê de hat xwestin heqîqet jî bêdeng bê hiştin. Lêbelê zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.

Kesên li ser vê axê, li pey rastiyê çûne her tim bedel dane, lê wan qet dev ji rastiyê bernedane. Îro, em hemû rojnamevanên ku hatine kuştin bi rêz û bi minet bi bîrtînin. Mîrata wan, berxwedana wan û têkoşîna wan a ji bo rastiyê rêya me ronî dikin. Pênûsên rojnamevanên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bibîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin.

DFG: Di Adarê de jî zext li rojnamegeran bûne

Li gorî rapora DFGê di Adarê de 6 rojnameger hatine desteserkirin. Her weha bi girtinên dawî re hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 31 kesan.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û binpêkirinên li ser saziyên ragihandinê ya meha Adarê eşkere kir. Di raporê de zextên giran ên li ser çapemeniyê xwe radixe ber çavan.

Di raporê de hat diyarkirin ku di mehekê de 6 rojnameger hatine desteserkirin û bi girtinên dawî re hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 31 kesan. DFGê destnîşan kir ku daraz û “Qanûna Dezenformasyonê” veguheriye amûreke zextê.

‘Adar, ji bo azadiya çapemeniyê bûye meheke tarî’

Di raporê de hat diyarkirin ku meha Adarê ji bo azadiya raman û çapemeniyê bûye meheke tarî. DFGê bal kişand ser girtina rojnamegeran û ev agahî parve kirin: “Piştî ku di meha Sibatê de 6 rojnameger hatin girtin, di meha Adarê de jî 6 rojnameger hatin binçavkirin.Ji van rojnamegeran, 2 jê bi hinceta nûçeyên xwe hatin girtin. Di 15ê Adarê de rojnameger Bîlal Ozcan û di 21’ê Adarê de nûçegîhanê rojnameya BîrGunê Îsmaîl Ari, bi îdiaya ‘belavkirina agahiyên şaş’ hatin girtin.

‘Di pîrozbahiyên Newrozê de qedexeyên dijîtal derketin pêş’

Di raporê de hat gotin ku “Qanûna Dezenformasyonê” li ser xebatên rojnamegeriyê wekî amûreke tirsandinê tê bikaranîn. DFGê destnîşan kir ku şolîtiya di qanûnê de dibe sedem ku rojnameger ji pratîka nûçeyan werin dûrxistin û ev yek rasterast mudaxileyî mafê agahdarkirina civakê ye. DFGê di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadên Newrozê û wiha got: “Rojnamegerên ku xwestin doza Ekrem Îmamoglu bişopînin hatin astengkirin. Di 19ê Adarê de rojnamegerên ku xwestin çalakiya li Saraçhaneyê bişopînin rastî tundiya polîsan hatin. Li aliyê din meşa ‘Ji Rojnamegeran re Azad’ ku li dijî zextên li ser rojnamegeran, xwestin bê lidarxistin, hat astengkirin. Ev jî nîşan dide ku mafê îfadeyê û mafê kombûn û daxuyaniyê tê astengkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de ku bi coşeke mezin derbas bû lê qedexeyên dijîtal derketin pêş.

Êrişên li ser çapemeniya azad di qada dîjîtal de berdewam kir

Di meha Adarê de êrişên li ser saziyên çapemeniya azad di qada dîjîtal de jî berdewam kirin. Li gorî raporê: “Hesabên Xê yên Yenî Yaşam, Jinnews û Ajansa Welat hatin astengkirin. Hesabê medya dîjîtal ê Ajansa Mezopotamya hat girtin. Di mehekê de bi giştî 53 hesab û 75 naverokên nûçeyan hatin astengkirin.

‘Hejmara rojnamegerên girtî gihiştiye 31 kesan’

DFGê di dawiya raporê de daneyên der barê dozên li dijî rojnamegeran de parve kir û cih da van agahiyan: “Der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Li dijî 5 rojnamegeran doz hat vekirin. 24 rojnameger hatin darizandin. Li 3 rojnamegeran bi giştî 9 sal û mehek cezayê hepsê hat birîn. Dema bi giştî bê nirxandin, di Adara 2026an de, tê dîtin ku xebatên rojnamegeran bi awayekî cîdî hatiye astengkirin û mafê azadiya şopandina nûçeyan hatiye binpêkirin. Rojnameger rastî astengiyên fîzîkî hatine, hatine binçavkirin û girtin. Hesabên medya dijîtal hatine astengkirin. Bi piralî û bi rêk û pêk azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin. Ev nîşan dide ku azadiya çapemeniyê û mafê darizandinê di qata neteweyî û navneteweyî de pir paş ketiye. Bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihiştiye 31 kesan. Ev rewş û tabloya tundiya li ser çapemeniyê radixe ber çavan.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.