Peymana Mekkeyê li Meclîsê hat pesendkirin

Parlamentoya Tirkiyeyê, pêşnûmeyasaya têkildarî erêkirina Peymana Hevbeş a Parastinê ya Mekkeyê pejirand. Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û Pakistanê di meha Tebaxê Peymana Hevbeş a Parastinê ya Mekeyê îmze kiribûn.

Peymana ku di navbera Tirkiye, Pakistan û Siûdiyê de hatibû îmzekirin di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de bi 277 dengên erê li hemberî 118 dengên na hat pejirandin.
Ev peyman di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdiyê de hatibû îmzekirin. Peyman avakirina “mekanîzmaya hevbeş a parastin û ewlehiyê” ya di navbera her sê welatan de pêşbînî dike.

Li gorî vê peymanê, êrişeke çekdarî ya derve ya li ser aliyekî wekî ku li dijî hemû aliyan hatiye kirin tê hesibandin. Peyman her wiha pêşbînî dike ku alî ji bo parastina serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa hevdû hevkariyê bi pêş bixin û li hemberî gefên muhtemel bi hev re gavan bavêjin.

Peyman ji 16 madeyan pêk tê

Her weha Peyman ji 16 madeyan pêk tê û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Şazadeyê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bîn Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hatiye îmzekirin.

Di nava vê peymanê de madeyên krîtîk cih digirin. Li gorî peymanê, êrişa li ser her endamê vê hevalbendiyê dê wekî êrişa li ser her du welatên din jî bê dîtin.

Rayedar radigihînin ku Peymana Mekeyê bi temamî ji bo armancên parastinê ye û ti welatî nake armanc. Her sê welat di çarçoveya “mafê parastina rewa” yê madeya 51ê ya Peymannameya Neteweyên Yekbûyî (NY) de piştgiriyê didin welatê ku rastî êrişê hatiye. Di vê piştgiriyê de derfet û şiyanên leşkerî jî cih digirin.

Alî piştî ketina meriyetê heta 10 salên ewil nikarin ji peymanê derkevin. Piştî 10 salan jî tenê bi agahdarkirineke nivîskî ya herî kêm 3 mehan berê, dê karibin mafê xwe yê vekişînê bi kar bînin.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.