Ez û Gîtara Xwe: Albûma nû ya muzîkjen Sîmir Rûdan hat weşandin

Albûma sêyem a Sîmir Rûdan, ku bi kurdî muzîkê dike, “Ez û Gîtara Xwe” hat weşandin. Albûm ji 10 stranan pêk tê ku tenê bi gîtar û vokalê hatine tomarkirin.

Muzîkjen Sîmir Rûdan, albûma xwe ya sêyem Ez û Gîtara Xwe di 9ê Cotmehê de digihîne ber destê guhdarên xwe. Albûm ji deh stranên solo pêk tê. Albûm tenê bi gîtar û vokalê hatiye tomarkirin. Li gorî daxuyaniya albûmê, Rûdan amûrên din bi kar neaniye û gotin di plana pêşîn de hatine hiştin. Gîtar di stranan de ne tenê li pişt vokalê ye, ew bi vokalê re diçe û carinan cihê gotinê digire.

Navên stranan jî di albûmê de rêzeyekê pêk tînin. Li gorî daxuyaniyê, navê her stranê berdewamiya hevoka beriya xwe ye. Strana dawîn, Muzîk Heye, vê rêzeyê bi dawî dike.

Ji bo stranên di albûmê de, li vir bitikînin

Di hin beşên albûmê de dengê lerizî yê Rûdan û xişîna gîtarê tê bihîstin. Rûdan van tiştan bi teknîkên dîjîtal sererast nekiriye û tomar ji nû ve negirtiye. Albûm bi vî awayî “kêliya tomarkirinê” diparêze û li şûna “bêkêmasiya stûdyoyê” cih dide kêmasiyên xwerû.

Albûma yekem a Rûdan Bi Çîrokî, ji akordeonê heta saksafonê gerdûneke dengî ya berfireh ava kiribû. Di albûma wî ya duyem Kevî de ev xêz ber bi hilberîneke xurt a stûdyoyê ve çûbû ku bi formên cazê re hatibû hûnandin û bi partîsyonên basê geş bibû. Ez û Gîtara Xwe li hemberî qelebalixiya amûran û aranjeyên qat bi qat ên van her du albûman, wekî vekişîneke berbiçav e. Hunermend wan amûran bi temamî li derve dihêle û tenê bi deng û gîtara xwe aramiyekê saz dike. Mirov dibîne ku gava qatên hilberînê ji holê radibin, akûstîka xwezayî û deng dibin hêmanên sereke yên kompozîsyonê. Ez û Gîtara Xwe xwedî şêwazekî nerm û xwerû ye, aranjeyên berfireh û amûrên qelebalix li paş dihêle, xwe dispêre mînîmalîzmeke akûstîk.

Rêwîtiya Sîmir Rûdan a muzîkê

Albûma yekem a Sîmir Rûdan Bi Çîrokî ku gotin, muzîk û aranjeyên wê bi tevahî aîdê wî bûn, bi prodûksiyona Ayhan Orhuntaş ji aliyê Ütopya Müzikê vedi sala 2013an de hat weşandin. Ev berhem ji aliyê Hawar.netê ve wek albûma salê hat hilbijartin. Albûma wî ya duyem Kevî di sala 2019an de derket. Hunermend di sala 2024an de du xebatênbi navê Hê jî Digerim û Yekî Gotibû wek EP, di sala 2025an de stranên Sira Sibê, Fîncan, Reng Esmerê, Ez Berf im û Her Evîndarê Caran im wek single pêşkêşî guhdarên xwe kir. Rûdan, di sala 2026an de bi albûma xwe ya sêyem Ez û Gîtara Xwe derdikeve pêşberî guhdarên xwe.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.