TFFyê piştî maça Eyupsporê ceza li Amedsporê birî

TFFyê piştî maça Eyupsporê bi giştî 780 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê. Her weha 3 maç û 200 hezar lîre ceza li lîstikvanê Amedsporê Samuel Ballet birî.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) piştî maça Eyupsporê ceza dan Amedsporê.

Desteya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ji ber bûyerên nav qadê û valanehiştina pêpelûkan bi giştî 780 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê.

PFDK her wiha li lîstikvanê Amedsporê Samuel Ballet jî 3 maçan ceza û 200 hezar lîre cezayê pereyan birî. Qertên biletên elektronîk ên hinek alîgiran jî hatin blokekirin.

Ji bo Samuel Ballet 3 maç ceza û 200 hezar lîre

Ballet, beriya ku ji lîstikê bê derxistin li hemberî lîstikvanê tîma reqîb tevgerek kiribû. Ji ber vê yekê ji 3 maçan hat menkirin û 100 hezar lîre cezayê pereyan lê hat birîn. Yekser piştî wê, ji ber tevgerên wî yên li dijî werzişvaniyê yên piştî derxistinê, 100 hezar lîreyên din jî ceza girt. Bi vî awayî cezayê Ballet gihişt 200 hezar lîreyî.

PFDKyê, ji ber valanehiştina cihê pêpelûkan 500 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê. Ji ber bûyerên qadê yên ku alîgir bûn sedem jî 280 hezar lîre cezayê pereyan li tîmê hat birîn.

Bilet hatin blokekirin

Qertên biletên elektronîk ên temaşevanên li bloka hejmar 130î ya Trîbuna Jêr a Rojhilatê jî hatin blokekirin. Ev alîgir tevlî bûyerên qadê bûbûn. Alîgirên li vê blokê dê nikaribin maça bê ya ku Amedspor mazûvan e li trîbunê bişopînin.

PFDKyê ji ber ku di maça Amedspor û Konyasporê de valahiyên pêpelûkan ên li stadyumê vala nehatibûn hiştin, 350 hezar lîreyên Tirk (nêzikî 7 hezar dolaran) ceza li Amedsporê birîbû.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.