UNICEF: Li seranserê cîhanê 138 mîlyon zarokên karker hene

UNICEF û ILO: “Li seranserê cîhanê nêzîkî 138 milyon zarok dixebitin. Ji wan 59 milyon keç û 78 milyon jî kur in. Nêzîkî 54 milyon zarok jî di karên xeternak de têne xebitandin.”


Li gorî daneyên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), nifûsa cîhanê ji 8,3 milyarî derbas bûye û nêzîkî 2,4 milyar ji vê nifûsê zarok û ciwanên di bin 18 salî de ne. Lê belê, şert û mercên jiyana van zarokan li seranserê cîhanê ne wekhev in.

Her çend Neteweyên Yekbûyî 20ê Mijdarê bi fermî wekî “Roja Mafên Zarokan a Cîhanê” qebûl bike jî, Roja 1ê Hezîranê bi taybetî li Ewropaya Rojhilat, Asyaya Navîn û hinek herêmên din ên Asyayê wekî rojeke herî pîroz û navdar a ji bo parastina mafên zarokan tê destnîşankirin.

Li gel van pîrozbahiyên navneteweyî, raporên saziyên cîhanî radixin ber çavan ku bi milyonan zarok hîn jî di bin bandora giran a şer, xizanî, keda bi darê zorê, koçberiya neçarî û bêparbûna ji mafê perwerdehiyê de ne. Ev nifûsa li şûna ku di hawîrdorên perwerdehî û lîstikê de cih bigire, neçar dimîne ku di şert û mercên neewle yên wekî kolan û kampên penaberan de jiyana xwe bidomîne.

Di encamê de, di navbera zarokên ku xwedî derfetên pêşkeftî yên teknolojî, perwerde û tenduristiyê ne û yên ku di nav lepên tundkarî, kêmasiya xwarinê, şer û cudakariyê de rû bi rûyê krîzên hebûnî dibin, asîmetriyeke kûr a gerdûnî heye. Ev rewş dibe sedem ku beşeke mezin a zarokan ji maf û xizmetguzariyên herî bingehîn ên tenduristî û perwerdehiyê bêpar bimînin.”

Zarokên karker

Li gorî daneyên hevbeş ên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Navneteweyî ya Kar (ILO), li seranserê cîhanê nêzîkî 138 milyon zarok dixebitin. Ji van zarokan 59 milyon keç û 78 milyon jî kur in. Nêzîkî 54 milyon zarok di karên xeternak de têne xebitandin; ev kar hem tenduristiya wan a laşî û derûnî dixe bin rîskê, hem jî rê li ber perwerdehiya wan digire.

Her çend keda zarokan di 20 salên dawî de hinekî kêm bûbe jî, rêxistinên navneteweyî dibêjin ev pêşketin hîn têrê nake. Di sala 2000î de, nêzîkî 246 milyon zarok li seranserê cîhanê dihatin xebitandin û 171 milyon ji wan di karên xeternak de bûn.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Navneteweyî ya Kar, Gilbert Houngbo teqez dike ku heta hikûmet di warê perwerdehiyê, parastina civakî û kêmkirina xizaniyê de veberhênanên cidî nekin, di demek nêz de jihevrakirina keda zarokan ne gengaz e.

Li gorî raporên navneteweyî, sektora çandiniyê qada yekem e ku herî zêde keda zarokan lê tê bikaranîn. Piştî çandiniyê; sektora xizmetguzariyê, atolyeyên piçûk, kargehên nefermî û firotkarên kolanan tên. Pispor teqez dikin ku ji ber xebata demdirêj, ev zarok ji perwerdehiya birêkûpêk bêpar dimînin û ev rewş çerxa xizaniyê di navbera nifşan de didomîne.

Şer û koçberî

Şer û pevçûnên çekdarî di nav faktorên herî xeternak de ne ku ewlehiya zarokan herifînin. Bi milyonan zarokan mal, dibistan û malbatên xwe winda kirine û li kampên penaberan asê mane.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û UNICEF diyar dikin ku şer, bêewlehî, birçîbûn û koçberiya bi zorê, ne tenê zirarê dide laşê zarokan, di heman demê de tenduristiya wan a derûnî jî xira dike. Li gorî pisporan, zarokên li herêmên şer mezin dibin, bêtir rû bi rûyê fikar (anaksiyete), depresyon û nexweşiyên psîkolojîk dibin û piranî neçar dimînin ku dev ji dibistanê berden.

Li Îranê keda zarokan bûye pirsgirêkeke civakî

Karkirina zarokan di salên dawî de li Îranê rû bi rûyê krîzeke civakî ya mezin bûye. Her çend statîstîkên fermî û rast di destan de nebin jî, tê texmînkirin ku bi sed hezaran zarok rasterast an nerasterast di nav bazara kar de ne.

Xizanî, jiyana li dervayî bajaran (periferî), koçberî, bêkariya dêûbavan û krîzên aborî sedemên sereke yên vê rewşê ne. Ev zarok bi gelemperî di karên nefermî mîna firotina li ser kolanan, berhevkirina bermayiyan (zibil) û di atolyeyên piçûk de dixebitin. Pispor balê dikişînin ser ku her ku krîza aborî kûrtir bibe, rîska zêdebûna hejmara zarokên karker jî pirtir dibe.

Zewaca zarokan

Li gel keda zarokan, zewaca di temenê piçûk de jî pirsgirêkeke din a giran a mafên mirovan e. Zewaca zû dibe sedem ku keç neçar bimînin dev ji dibistanê berdin, derfetên wan ên civakî bên sînordarkirin û rû bi rûyê şideta fîzîkî û psîkolojîk bibin.

Li gorî daneyên navneteweyî, li Îranê nêzîkî sedî 16,7’ê jinên di navbera 20-24 salî de, berî ku bigihîjin 18 saliya xwe zewicîne. Pispor dibêjin ev zewacên zû, bi taybetî ji bo keçan, derfetên perwerde, serxwebûn û beşdariya civakî ji holê radikin û xizaniyê wekî mîrat li dû xwe dihêlin.

Cudahiya dîjîtal

Her ku cîhan bi lez ber bi teknolojiyên nû û hişê çêkirî ve diçe, valahiya di navbera zarokên xwedî derfet û yên bêderfet de hîn kûrtir dibe. Li aliyekî hin zarok bi hêsanî digihêjin amûrên pêşkeftî, înternet û perwerdehiya dîjîtal; li aliyê din bi milyonan zarok ji derfetên herî bingehîn ên dibistanê jî bêpar in. Rêxistinên navneteweyî hişyar dikin ku ev newekheviya dîjîtal dê di pêşerojê de şeqên civakî û aborî hîn mezintir bike.

Pêşeroja cîhanê bi zarokan ve girêdayî ye

Roja Zarokan a Cîhanê ya îsal careke din tîne bîra mîrovahiyê ku kalîteya jiyana zarokan ne tenê mijareke mirovî ye, lê di heman demê de rasterast bi pêşeroja aborî, civakî û siyasî ya cîhanê ve girêdayî ye.

Perwerde, tenduristî û ewlehiya 2,4 milyar zarokan, dê rêça pêşkeftina dehsalên pêş me diyar bike. Lê belê, heta ku bi milyonan zarok di nav lepên şer, xizanî, keda bi darê zorê û cudakariyê de bin, dabînkirina mafên zarokan dê wekî pirsgirêkeke mezin a gerdûnî li pêşiya me bisekine. Her zarokek, bêyî ku li ku derê hatiye dinyayê, xwedî kîjan zayend, netewe yan rewşa aborî be; mafê wî/wê heye ku di bin ewlehiyê de bijî, perwerde bibe û paşeroja xwe bi xwe ava bike.

Li Tirkiyeyê 414 hezar girtî hene


Li girtîgehan 207 jê zarokên keç, 4 hezar û 524 zarok hene ku temenê wan di navbera 12 û 18yan de ne. Li ba 19 hazar û 809 girtiyên jin, 891 patik tevî dêyên xwe dimînin ku temenên wan di navbera 0 û 6an de ne.

Li gorî daneyên Nîsana 2026an ên ku Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Girtîgehan de (CİSST) aşkere kirine, li Tirkiyeyê di 403 girtîgehan de li ser hev 414 hezar û 401 girtî hene ku kapasîteya van girtîgehan 304 hazar û 956 e. 116 hazar ji wan li girtîgehên vekirî, 298 hazar û 335 girtî jî li yên din dimînin.

CİSST · Nîsana 2026an · Sîstema Girtîgehên Tirkiyeyê
Li Girtîgehên Tirkiyeyê Krîza Kapasîteyê
Li gorî daneyên fermî yên ku CİSST aşkere kirine hatiye amade kirin
403 Hejmara Girtîgehan
414.401 Tevahiya Girtiyan
Kapasîte: 304.956
+%35,9 Zêdebûna Dagirtiyê
109.445 kes ji kapasîteyê zêdetir
Kapasîte — Rêjeya Dagirtiyê
Kapasîteya Fermî: 304.956 Heyî: 414.401
Gava kapasîte tijî bibe %100 %135,9 — ji bo her 100 cihî 136 girtî
116.066 Li Girtîgehên Vekirî %28,0
298.335 Li Girtîgehên Girtî %72,0
Rewşa Hiqûqî
351.887
Hikumxwur (%84,9)
62.514
Hê ceza li wan nehatine birîn (%15,1)
Komên Taybet
19.809 Girtiyên jin
891 Pitikên bi dêyên xwe re dimînin (0–6 salî)
4.524 Zarokên girtî (12–18 salî) — 207 jê keç in
6.638 Girtiyên di ser 65 salî re
14.276 Girtiyên biyanî
200 Girtiyên LGBTİ+
Girtiyên Kêmendam
476
Li girtîgehan girtiyên kêmendam hene. Dabeşbûna li gorî cureyên astengiyê li jêr tê nîşandan.
252 Astengiya Ortopedîk
96 Astengiya Dîtinê
68 Astengiya Bihîstinê
34 Astengiya Axaftinê
26 Bihîstin + Axaftin
Perwerde û Karê Pîşeyî (Daneyên 2025an)
77.014
Girtiyên perwerdeya xwe li girtîgehê didomînin
58.500
Girtiyên bi sîgorte karên pîşeyî dikin
Heqê Îaşeyê yê Rojane (2025)
144 ₺
Ji bo girtî, hikumxwur û xebatkarên girtîgehan
275 ₺
Ji bo zarokên girtî; pitikên bi dêyên xwe re dimînin û dêyên hamile
Çavkanî: CİSST (Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Girtîgehan de) — Daxuyaniya Nîsana 2026an; li ser bingeha daneyên fermî hatiye amade kirin NihaPLUS · Nîsan 2026

Komple daneyan ji çavkaniyên fermî werdigire û li gorî van daneyan, ji van girtiyan 351 hazar û 887 jê hikumxwur in, 62 hazar û 514 jî hê ceza li wan nehatine birîn. 200 jê LGBTI+, 14 hezar û 276 jê girtiyên biyanî ne. 34 girtî lal in, 96 nebînin, 68 nabihîzin û 252 ji wan jî astengiyên wan ên ortopedîk hene. Li ser hev hejmara girtiyên kêmendam 476 in.

Temenê 6 hezar û 638î di ser 65î re ye. Li gorî hejmara ku herî dawî di sala 2025an de hatibû aşkerekirin, 77 hazar û 14 girtî perwerdeya xwe li girtîgehan dewam dikin, 58 hazar û 500 girtî jî bi sîgorte karên xwe yên pîşeyî dikin.

Li girtîgehan 207 jê zarokên keç, 4 hezar û 524 zarok hene ku temenê wan di navbera 12 û 18yan de ne. Li ba 19 hazar û 809 girtiyên jin, 891 patik tevî dêyên xwe dimînin ku temenên wan di navbera 0 û 6an de ne.

Li gorî daneyên Komeleyê, di sala 2025an de heqê îaşeyê ji bo girtî û hikumxwaran û xebatkarên girtîgehan 144 TL bû. Ji bo zarokan 275 TL û ji bo pitikên bi dêyên xwe re dimînin jî her weha 275 TL bû.