Li Îzmîrê di kargehê de teqîn çêbû: 6 kes mirin û 13 jî birîndar bûn

Li bajarê Îzmîrê di kargeheke hesin û polayê de teqînek çêbû û di encamê de 6 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn. Her wiha hat ragihandin ku 8karker di bin kavilên kargehê de mane.

Li bajarê Îzmîrê di kargeheke hesin û polayê de teqînek çêbû û di encamê de 6 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn. Bûyer îro derdora saet 12:00an li ser rêya Yenî Foçayê ya li navçeya Alîagayê ya Îzmîrê di kargeheke hesin û polayê de qewimî.

Her wiha hat ragihandin ku 8 karker di bin kavilên kargehê de mane. Li gorî agahiyan, di dema xebatê de teqînek çêbû û pişt re agir bi beşeke ji kargehê ket.

6 kes mirin û 13 kes birîndar bûn

Di encama teqînê de 6 kes mirin û 13 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê, hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar ji bo dermankirinê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Îzmîrê.

Walîtiya Îzmîrê derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:

“Li gorî encamên destpêkê 6 welatiyên me mirin û 13 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyên cuda yên herêmê. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo derxistina wan 8 welatiyên ku piştî teqînê di bin kavilan de mane bi awayekî bêrawestan didomin.”

Walîtiyê her wiha da zanîn ku ji bo ronîkirina hemû aliyên bûyerê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Yazar

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.