Save the Children: 589 milyon zarok li herêmên şer dijîn

Li gorî rapora Save the Childrenê, di sala 2025an de li Afrîka û Rojhilata Navîn ji her pênc zarokan nêzîkî duyan li herêmên şer jiyane. Tenê li Afrîkayê ji sedî 44ê hemû zarokên cîhanê yên li herêmên şer cih digirin.

Save the Childrenê(Rêxistina Parastina Zarokan), rêzeraporên bi navê “Şerê li Dijî Zarokan Rawestînin” aşkere kirin. Li gorî raporê zarok herî zêde di sala 2025an de rûbirûyê şer bûne.

Di rapora herî nû ya rêzeraporên bi navê “Şerê li Dijî Zarokan Rawestînin” de hat eşkerekirin ku di sala 2025an de li cîhanê 589 milyon zarok li herêmên şer jiyane. Ev hejmar ji sala 1990î û vir ve, ku tomarkirina amaran dest pê kiriye, amara herî bilind e û ji du qatî zêdetirî hejmara giştî ya nîvê salên 1990î yên sedsala borî ye.

Birêvebirê Rêxistina Parastina Zarokan a Almanyayê Florian Westphal got: “Ji bo bi milyonan zarokan tirs, tundî û koçberî bûne beşek ji jiyana wan a rojane.” Westphal her wiha amaje pê kir ku divê ev amar ji bo civaka navneteweyî bibin “zengilekî hişyarkirinê”.

Herêmên şer yên ku zarok lê ne

Raporê nîşan da ku di sala 2025an de li parzemîna Afrîkayê û li Rojhilata Navîn ji her pênc zarokan nêzîkî duduyan li herêmên şer jiyane. Tenê li parzemîna Afrîkayê ji sedî 44ê wan hemû zarokên cîhanê hene ku li herêmên şer dijîn. Rêjeya zarokên ku li wê parzemînê rûbirûyî şer dibin di 15 salên borî de ji sê qatan zêdetir zêde bûye; di sala 2010an de ji sedî 12 bû, lê di sala 2025an de derketiye ji sedî 39an.

Li Rojhilata Navîn jî di sala 2025an de ji sedî 40,2yê zarokan li herêmên şer jiyane. Hejmara zarokên ku li herêmê di bin bandora şer de mane bi rêjeya nêzîkî ji sedî 29an zêde bûye; di sala 2024an de 52 milyon zarok bûn, di sala 2025an de derketiye 67 milyon zarokan.

Binpêkirin

Raporê amaje bi zêdebûna berbiçav a rêgiriya li gihîştina alîkariyên mirovî yên ji bo zarokan jî kir. Di sala 2025an de 8 hezar û 322 bûyerên piştrastkirî yên rêgiriya li alîkariyên mirovî hatine tomarkirin ku ev hejmar li gorî dehsaleke berê 16 qat zêde bûye (di sala 2015an de tenê 509 bûyer û di sala 2005an de tenê 8 bûyer hatibûn tomarkirin). Piraniya van bûyeran li Filistînê bi 5 hezar û 946 bûyeran hatine tomarkirin ku ev hejmar zêdetirî ji sedî 70yê hemû bûyerên tomarkirî yên cîhanê pêk tîne. Bi vî awayî, rêgirîkirina li alîkariyên mirovî piştî kuştin û kêmendamkirina zarokan bûye duyem binpêkirina herî berbelav.

Komkirina binpêkirinên 2025an

Li gorî lêkolînê, Neteweyên Yekbûyî bi giştî 38 hezar û 967 binpêkirinên giran ên li dijî zarokan ên sala 2025an piştrast kirine ku piştî amara rekor a sala 2024an (41 hezar û 763 binpêkirin) duyem amara herî bilind a salane ye. Zêdetirî nîvê van binpêkirinan tenê li sê deveran qewimîne ku ew jî Filistîn, Komara Demokratîk a Kongoyê û Nîjerya ne. Tenê li Filistînê 12 hezar û 449 binpêkirinên piştrastkirî hatine tomarkirin ku nêzîkî sêyeka hemû bûyerên li cîhanê ye.

Amarên herî berbiçav ên binpêkirinên sala 2025an ev in:

  • Li gorî raporê, di şer de 14 hezar û 224 zarok hatine kuştin an kêmendam bûne.
  • Di revandina zarokan de hejmareke rekor hatiye tomarkirin ku gihîştiye 5 hezar û 128 bûyeran.
  • Hezar û 787 bûyerên tundiya zayendî hatine tomarkirin (di dehsaleke borî de bi rêjeya ji sedî 71 zêde bûye û ji sedî 86ê bûyeran li herêmên şer ên Afrîkayê, bi taybetî li Kongo û Sûdanê qewimîne).
  • Êrişên li ser dibistan û nexweşxaneyan ji bo sala pêncan li ser hev zêde bûne û gihîştine 2 hezar û 930 bûyeran; bi 837 êrişan li ser axa Filistînê û 643 êrişan li Ukraynayê ji nîvî zêdetirî êrişên cîhanê pêk anîne.

Di dawiya raporê de Rêxistina Parastina Zarokan tekez kir: “Mafê zarokan heye ku dûrî tundiyê bijîn. Guhertina vê rewşê hewceyî biryareke siyasî ye ku ewlehiya zarokan bixe pêşiya karên xwe û her wiha hewceyî pêbendbûneke berdewam e ji bo rawestandina şerê li dijî zarokan.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.