Lûtkeya Avhewayê COP31 a fermî îro dest pê dike

Konferansa 31emîn a Aliyên Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) îro dest pê dike. Konferans dê heta 20ê Mijdarê berdewam bike.

Lijneya giştî ya vekirinê ya COP31ê, wê di saet 10.00î de li Salona Lijneya Giştî ya Anadoluyê ku li Qada EXPOyê ye, pêk were. Ev cara yekem e ku Tirkiye mazûvanî û serokatiya vê lûtkeyê dike.

Tê çaverêkirin ku 102 serokdewlet û serokwezîr beşdarî lûtkeyê bibin. Her wiha dê zêdetirî 300 wezîr jî tevlî lûtkeyê bibin.

Armanca sereke ya konferansê bicihanîna sozên gerdûnî ye. Ev soz ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê hatine dayîn. Di civînan de dê gelek mijarên girîng bên nîqaşkirin. Fînansekirina avhewayê, terikandina sotemeniyên fosîl û derbasbûna enerjiya paqij hinek ji van mijaran in. Her wiha dê mijara xwehevguncandina li gel krîza avhewayê jî bê nirxandin.

di roja destpêkê a konferansê de dê mijarên weke ewlehiya xurakê, çandinî, berhemdariya avê û bandorên guherîna avhewayê yên li ser tenduristiyê bên gotûbêjkirin.

Her weha di çalakiyên din ên rojê de, veguherîna enerjiyê ya edil, fînansekirina avhewayê, veguherîna torên ceyranê û erkên dewletan ên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî ya avhewayê de dê werin nîqaşkirin.

Lûtkeya Rêberên Cîhanê jî dê 11 û 12ê Mijdarê pêk bê.

Serokatiya Tirkiyeyê

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum serokatiya lûtkeyê dike.

Konferans îro bi beşdariya serokdewlet, birêvebirên payebilind, nûnerên saziyên sivîl û akademîsyenan dest pê dike. Ev lûtke cara yekem sala 1995an li Berlînê hatibû lidarxistin. Welatên peymanê her sal ji bo nirxandina bipêşketinan û dîtina çareseriyên hevpar li hev dicivin.

Di 10 xalan de Lûtkeya COP31ê

1.Mazûvanî û serokatiya Tirkiyeyê

Tirkiye cara yekem e mazûvaniya lûtkeya COPê dike. Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Murat Kurum serokê COP31ê ye.

2. Beşdariya 102 serokdewletan

Li gorî daxuyaniya Murat Kurum, beşdariya 102 serokdewlet û serokwezîran misoger bûye. Tê pêşbînîkirin ku derdora 300 wezîr jî beşdar bibin.

3. Hevkariya Tirkiye û Awistralyayê

Tirkiye mazûvanî û serokatiya giştî ya lûtkeyê dike. Lê Awistralya dê serokatiya dan û standinên fermî bike. Wezîrê Guherîna Avhewayê û Enerjiyê yê Awistralyayê Chris Bowen dê van dan û standinan bi rê ve bibe.

4. Lûtkeya Rêberên Cîhanê (11-12ê Çiriya Paşîn)

Serokdewlet û serokwezîr dê sozên xwe yên neteweyî pêşkêş bikin. Her wiha ew dê pêşniyarên çareseriyê yên ji bo rûbirûbûna krîza avhewayê bînin zimên.

5. Armanca sînordarkirina 1,5 pileyî

Pêkanîna armanca Peymana Avhewayê ya Parîsê ya ji bo rawestandina bilindbûna germahiya gerdûnî di 1,5 pileyî de, dê bibe yek ji xalên herî girîng ên dan û standinan.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, eger hemû sozên niha bi temamî bi cih bên jî germahî dê dîsa zêde bibe. Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya sedsalê germahiya cîhanê bi qasî 2,6 pileyî zêde bibe.

6. Fînansekirina avhewayê

Dabînkirina fînansmanê ji bo welatên li jêr pêşketinê yek ji mijarên herî krîtîk e. Armanc ew e ku ev welat karibin xwe li gorî guherîna avhewayê biguncînin, xwe ji karesatan biparêzin û berê xwe bidin enerjiya paqij.

7. Terikandina sotemeniyên fosîl

Kêmkirina bikaranîna komir, petrol û xaza xwezayî wê bi berfirehî bê gotûbêjkirin.

Her wiha zêdekirina veberhênanên enerjiya nûjenbar û çawaniya derbasbûna enerjiya paqij jî dê werin nîqaşkirin.

8. Rojeva çalakiyan a Tirkiyeyê ji bo 2035an

Armancên Tirkiyeyê yên ji bo sala 2035an eşkere ne. Armanc ew e ku rêjeya elektrîkkirina gerdûnî bigihîje ji sedî 35an. Her wiha daxistina çêbûna bermayiyan ji bo nîvî di nav planan de ye.

Kêmkirina xerckirina enerjiyê di avahiyan de bi kêmanî ji sedî 25 û bilindkirina bikaranîna materyalên dubare di hilberînê de ji sedî 15, xalên din ên girîng in.

Her wiha zêdekirina pratîkên çandiniyê yên ku li hemberî avhewayê berxwedêr in û belavkirina Mekanîzmaya Pira Cîbicîkirina Avhewayê ji bo projeyên veberhênanê di nav armancan de ne.

9. Qada 1,1 milyon metreçargoşeyî û 2 milyon serdanker

Tirkiye dê di çarçoveya COP31ê de 20 rojan mazûvaniya nêzîkî 1,5-2 milyon serdankeran bike. Ji bo vê yekê li Antalyayê qadeke 1,1 milyon metreçargoşeyî hat amadekirin.

Çalakî dê li Herêma Şîn û Herêma Kesk pêk werin. Ji bo çûn û hatinê jî dê 630 otobusên hawîrdorparêz û kêm-emîsyon bên bikaranîn.

10. Tedbîrên berfireh ên ewlehiyê

Ji bo parastina ewlehiya lûtkeyê li Antalyayê 27 hezar û 957 xebatkarên polîs, cendirme û ewlekariya peravan hatin erkdarkirin.

Di nav amadehiyan de 5 balafir, 7 wesayîtên deryayî û 26 wesayîtên zirxpoş hene. Her wiha 12 TOMA û gelek wesayît û motosîkletên bejahiyê cih digirin.

Lûtkeya Avhewayê ya Gelan

Di heman rojên COP31ê de, dê li Antalyayê “Lûtkeya Avhewayê ya Gelan” jî pêk bê. Lûtkeya Avhewayê a Gelan di 14ê Mijdarê Roja Çalakiya Cîhanî de dê bi mîtîngek dest pê bike.

Organîzatorên wê dibêjin ev lûtke didomiya hevdîtinên Glasgow û Belemê ye û ew dê dengê jin, karker, gundî û jîngehparêzan bike yek. Rêxistinên wekî Greenpeace, Yekîtiya Bijîşkên Tirk, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û sendîkayên girêdayî DÎSKê piştgiriyê didin vê lûtkeyê.

Paşê dê roj bi roj li ser mijarên mîna mafên xwezayê, enerjiya bêfosîl, demokrasî, aştî û serweriya xwirekê bisekinin. Saziyên sivîl û sendîka dê li ser bedela veguherînê, pirsgirêka bermayiyan, zererên şer ên li ser jîngehê û bandora krîza avhewayê ya li ser tenduristiyê nîqaşan bikin.

Lûtkeya gelan di civînan de dê sernavên weke rawestandina mekanizmaya kedmijiyê, birîna enerjiya sîstemê, bêçekkirina parêzvanên pergal û zîhniyeta mîlîter û avakirina sîstemekî xurakê ku li dijî çandiniyê endusturiyel bixin rojevê.

Bernameya Lûtkeya Avhewayê ya Gelan

  • Di navbera 12-14ê Mijdarê de, bi banga Sendikayên ji bo Demokrasiya Enerjiyê (TUED), sendikayên navneteweyî û herêmî ji bo mijarên weke derketina ji sotemeniyên fosîl, mafên karkeran, xizaniya enerjiyê, polîtîkayên enerjiyê yên giştî, demokrasiya enerjiyê û veguherîna adil dê ii Meclisa Kedê bicivin.
  • Di Roja Çalakiya Cîhanî de ku di 14ê Mijdarê de ye, bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê, dê bi beşdariya tevgerên civakî yên ji Tirkiyeyê û gelek parzemînan mîtîngekî mezin bê lidarxistin.
  • Di navbera 15-18ê Mijdarê de, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên berxwedanê yên herêmî, sendika û rêxistinên jin û ciwanan ên ji çar aliyên cîhanê dê li li Navenda Kongreyê ya Mîmar Sînan bicivin û sedemên sîstematîkî yên krîza avhewayê û pêşniyarên çareseriyê yên gelan dê werin gotûbêjkirin. Her sibehê piştî rûniştinên hevpar ên sê saetî, dê panel, atolye, forum û gotûbêjên tematîk ên hevdem werin lidarxistin.
  • 15ê Mijdarê Yekşem: Mafên Xwezayê yên li Dijî Wêranbûnên Ekolojîk
  • 16ê Mijdarê Duşem: Derketina ji Sotemeniyên Fosil û Demokrasiya Enerjiyê
  • 17ê Mijdarê Sêşem: Demokrasî, Antî-Mîlîtarîzm û Aştî
  • 18ê Mijdarê Çarşem: Serweriya Xurakê û Agroekolojî

Ji bo bernameyê bitikîne

Yazar

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.