Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan ragihand ku şert û mercên xebata Abdullah Ocalan hatin guhertin û sekreteriya wî hatiye xurtkirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Parlamentoyê axivî.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku bêyî qanûna çarçoveyî jî girtiyên nexweş dikarin bên berdan û wiha got: “Êdî tehamûla me nemaye. Em bang li rayedaran dikin ku demildest girtiyên nexweş berdin. Îro jî li ber Wezareta Dadê çalakiya nobede dê be destpêkirin. Heta girtî bên berdan wê çalakî bidome.”
Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de Abdulvahap Aksoy ku piştî 30 salan di sala 2024an de hat berdan û duh jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî xwest.
“Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan“
Tuncer Bakirhan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got:
“Çend roj berê jî girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiya nexweş Newroz Bozkurt jî li nexweşxaneyê tê derman kirin. Teşhîsa nexweşiya pênceşêrê danîn ser girtiya nexweş Evîn Zapsû. Ji bo berdana girtiyê nexweş hewcehî bi qanûna çarçoveyî tine ye. Êdî tehamûla me nemaye. Em bang li rayedaran dikin ku demildest girtiyên nexweş berdin. Îro jî li ber Wezareta Dadê çalakiya nobede dê be destpêkirin. Êdî tehamûla kesî nemaye. Heta girtî bên berdan çalakî wê bidome.”
“Em ê siyasetmedarên Kurd biparêzin“
Tuncer Bakirhan bertek nîşanî desteserkirina Serokê PSKê Bayram Bozyel û siyasetmedarên din ên Kurd da û got ku fikir û ramanên me cuda bin jî ji bo me parastina wan rêgezek e û em vê binçavkirinê şermezar dikin. Tuncer Bakirhan bertek nîşanî tayinkirina qeyimê ser Sozcu TVyê jî da. Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina parêzerên endamên ÇHDê da û xwest dawî li sepanên li pêşiya demokrasiyê dibin asteng bê anîn.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Pêvajo bi îradeyeke mezin berdewam dike. Em vê pêvajoyê weke avakirina jiyana hevpar dibînin. Di pêkanîna aştiyê de tişta şaş taloqkirin e. Bêtehamûliya li dijî demokrasiyê ye. Rêveberiya Tevgerê helwesta xwe bi îradeyeke şênber nîşan da. Gotin, îradeya wan a çareseriyê tam e û heke dewlet gavên pêwist biavêje ew amade ne. Pêvajo bi çar merhaleyan pêk tê. Ya yekemîn bidawîkirina ji pevçûnan bû. Ev pêk hat. Ya din muzakere ye û ev jî pêk hat. Ya din jî çarçoveya hiqûqî ye. Ev jî tevî kêmasî û nebasiyan pêk hat û em di nav de ne. Ya din jî demokratîkbûyîn e û ev jî li pêş me ye.”
“Şertên xebata birêz Ocalan guherî“
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê qanûna çarçoveyî bikevê meriyetê û wiha pê de çû:
“Birêz Ocalan cihê xwe yê nû bû. Di şert û mercên xebata wî de guhertin hate kirin û sekreteriya wî hatiye xurtkirin. Em van agahiyan cara ewil parve dikin. Em jî dibêjin werin em siberoja Tirkiyeyê bi hev re binivisînin. Divê li şûna çekan hiqûq were bicihkirin. Em bi hev re di deriyê aştiyê de derbas bibin. Bila ev Meclis bibe meclisa çareseriya pirsgirêka sed salan. Me di hevdîtinê de bi birêz Numan Kurtulmuş re jî got mayindêbûna aştiyê bi demokrasiyê pêkan e û divê Komîsyona Meclisê tenê çavderiyê neke û piştgiriya civakîkirina aştiyê bike. Birêz Numan Kurtulmuş jî bi erênî nêzî rexne û peşniyarên me bû. Di vê pêvajoyê de niyeta me ji dil û baş e.”
“DEM Partî li gel karkeran e“
Tuncer Bakirhan diyar kir ku li Tirkiyeyê karker bi mirinê re rû bi rû ne û bertek nîşanî kedxwarina mirina karkeran da û got ku kî dibe sedema mirina karkeran, pereyên ku digirin jî bila wan heram be. Tuncer Bakirhan pirsa “Çima mirin her tim para karkeran e?” kir û karkerên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dan jî bi bîranî û got ku DEM Partî her tim li rex karkeran e.
Talankirina aboriyê û xwezayê
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bi gendeliya fonê hinek kes xwe dewlemend dikin û hinek jî nikarin debara xwe bikin û bertek nîşanî polîtîkayên desthilatê yên li ser aboriyê da. Tuncer Bakirhan bal kişand ser qirkirina xwezayê jî û got ku Tirkiye yek ji welatê ku herî zêde xwezayê talan dike ye.



