Li Amedê Rojnamegerî: Tu her wiha ji tiştên te nenivîsandine jî berpirsiyar î

Rojnameger Veysi Polat, Öznur Değer, Murat Bayram û Faruk Balıkçı bi salan e li Amedê di bin her cure zextan de dixebitin, sînor û zehmetiyên rojnamegeriya li bajêr nirxandin.

Çavkanî: DFG

Belgefilma 140journosê ya bi navê “Şeytantepe” ku li ser kuştina Narin Güran hatiye amadekirin, nîqaşên kevin ên derbarê zor û zehmetiyên rojnamegeriya li Amedê de careke din geş kirin.

Di salên 1990î de li Amed û herêmê, rojnameger bûn qurbaniyên kuştinên “kiriyar nediyar”, hatin desteserkirin, îşkencekirin û girtin; belavkirina rojnameyan hat qedexekirin. Di salên 2000î de her çend kuştinên “kiriyar nediyar” mîna berê nebin jî, vê carê bi destê daraz û hêzên ewlehiyê karê rojnamegeran hat astengkirin. Bi girtin, sirgûn û hepsên malê rojnameger ji pîşeya xwe hatin dûrxistin; radyo, TV û malper hatin girtin û bi sedan rojnameger bêkar man.

Veysi Polat: Rastiya li qadê hişk e

Veysi Polat di sala 1991ê de li Amedê dest bi rojnamegeriyê kiriye. Ew û xalê wî Hafız Akdemir (nûçegihanê Özgür Gündemê) bi hev re rastî êrîşeke çekdarî hatin. Di sala 1992an de neçar ma biçe Stenbolê. Piştî 21 salan vegeriya Amedê û saziya nûçeyan a herêmî Aborî ava kir.

Veysi Polat (Yê mîkrofon di dest te)

Polat diyar kir ku polîtîkayên ewlehiyê, daraz, hesasiyetên civakî û dînamîkên herêmî qada tevgera rojnamegeran pir teng dike:

“Li bajarekî ku pirsgirêka Kurd rasterast bandorê lê dike, divê tu li ser her nûçeyê çend caran bifikirî û her hevokê bipîvî. Tu ne tenê ji tiştên te nivîsandine, ji tiştên te nenivîsandine jî berpirsiyar î.”

Polat ferqa navbera Amed û bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi “giraniya pîşeyê” pênase dike û got ku bi guherîna cografyayê re rîsk û barê rojnamegeriyê jî diguhere.

Nûçeya ji herêmê tê, çawa tê guhertin?

Li gorî baweriya Polat agahiyên ji herêmê diçin navendê (Stenbol/Enqere), di parzûnên polîtîk û îdeolojîk re derbas dibin û tên guhertin: “Nexasim di medyaya navendî de, refleksa ‘zerar nedana têkiliya bi desthilatdariyê re’ dibe asteng ku nûçe wekî xwe were dayîn. Ev jî dibe sedema sansureke eşkere an jî ‘perdekirineke’ sofîstîke.”

Polat mînaka kaşkirina cenazeyê Hacı Lokman Birlik bi bîr anî û diyar kir ku medyaya navendî rastiyên herî rût ên herêmê yan nerm dike yan jî bi temamî winda dike.

Doza Narin Güran: Berî hemû kesî weşandina nûçeyê ne girîng e

Polat destnîşan kir ku heger bûyereke mîna ya Narinê li Stenbolê çêbibûya, dê herikîna nûçeyan kontrolkirî û birêxistin bimeşiya. Lê li Amedê torên têkiliyan (belavkirina agahiyan ji aliyê polîs û darazê ve bi rengekî nepen) ji refleksên rojnamegeriyê bêtir derketin pêş: “Agahiyên ku parçe bi parçe tên serviskirin, li şûna ku civakê ronî bikin, zêdetir ji bo arastekirina raya giştî xizmetê dikin. Ya girîng ne nûçegihaniya herî bilez e, ya herî rast e.”

Öznur Değer: Amed qedera nivîsandî vediguherîne têkoşînê

Öznur Değer beriya 6 salan li Amedê dest bi pîşeya xwe kir. Ji bo wê, rojnamegeriya li vir tê wateya derxistina çîrokan ji nav polîtîkayên “şerê taybet”.

Değerê got ku Amed her çend tê xwestin ku sosyolojiya wê were guhertin jî, bajarekî têra xwe polîtîk e:

“Ji zarokên kaxezan kom dikin heta Dayikên Aştiyê, ji malbatên li ber girtîgehan heta jinên ku ji bo ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tên girtin… vir her bi awayekî din ‘yê din’ e.”

Öznur Değer

Değerê bal kişand ku wekî rojnamegerên jin, ew her tim di navbera emniyet, dadgeh û girtîgehê de ne. Her wiha got ku li qadê rojnamegerên ku herî zêde ji aliyê polîsan ve tên astengkirin jin in. Derbarê doza Narinê de jî niha axivî: “Medyaya ku li Amedê şev û roj li pey magazînê bû, heger ev bûyer li Stenbolê bûya dê li ser kujeran bisekinîna.”

Murat Bayram: Polîsên ku tenê bi rojnamegeran re mijûl dibin hene

Murat Bayram ê rêveberê Botan Internationalê ye, diyar ku li Amedê tu bixwazî nexwazî nasnameyeke te ya polîtîk ava dibe. Hem hikûmet hem jî komên civakî yên kurd te wekî amûreke propagandayê dibînin.

Murat Bayram

Bayram diyar kir ku zext li Amedê pir eşkere ne:

“Li Stenbolê tu dikarî di nav qelebalixê de winda bibî. Lê li Amedê komeke taybet a polîsan heye ku her rojnamegerî bi nav û nîşan nas dike û wan dişopîne.”

Bayram her wiha behsa pirsgirêka zimanê kurdî di medyayê de kir. Wî got ku Saziya Îlanên Çapemeniyê (BİK) û Google Ads piştgiriyê nadin kurdî û nûçegihanên kurdî mîna ku bi dildarî bixebitin tên dîtin û keda wan a aborî nayê dayîn.

Faruk Balıkçı: Di medyaya herêmî de tu di ‘metbexê’ de yî

Faruk Balıkçı ku di gelek saziyên neteweyî û navneteweyî de xebitiye, Amedê wekî “navenda herêmê” dibîne. Li gorî wî, rojnamegerên li vir ji ber şerên li Iraq û Sûriyeyê bûne “nûçegihanên şer”.

Faruk Balıkçı

Balıkçı ferqa navbera medyaya herêmî û ya neteweyî wiha tîne ziman:

“Di medyaya neteweyî de navend (Stenbol) nûçeyê teşe dide. Lê di medyaya herêmî de tu di metbexa kar de yî. Tiştê tu dibînî, tu dikarî bi azadî û bi dilê xwe binivîsî.”

Bendav û HES bîra civakî çawa têk dibin?

Li bajarên Kurdistanê projeyên bendav û HESan (Santralên Hîdroelektrîk) yên bîra civakî û qadên jiyanê talan dikin, ji bo gel û zindewerên herêmê hê jî wekî metirsiyeke mezin in.

Bendav û HES Hafizeya Civakî Çawa Tune Dikîn?

Bendav û HES Çi Ne?

Bendav pêşiya avê digirin û golên çêkirî ava dikin. HES jî hêza herikîna vê avê ji bo elektrîkê bi kar tînin. Ev pêvajo herikîna xwezayî ya çeman û ekosîstemê ji kokê ve diguherîne.

Paşxaneya Polîtîk

Bendav wekî parçeyek ji polîtîkayên ewlehiyê tên bikaranîn. Di çarçoveya GAPê de li ser Dîcle û Firatê “bendavên ewlehiyê” hatin çêkirin û qadên jiyanê yên xelkê hatin talankirin.

Rastiya Aborî

Elektrîka hilberandî ji bajarên rojava re tê şandin. Ji bo gelê herêmê feydeyek tune ye; berevajî vê, ji ber guherîna germî û baranê, herêm xizantir dibe.

Dorpêça li ser Çemên Sereke

Hewzeya Çemê Firatê
50 Bendav bi giştî
Keban → Karakaya → Atatürk → Bîrecîk → Karkamış
Hewzeya Çemê Dîcleyê
41 Bendav bi giştî
Ilısu → Kralkızı → Dîcle → Cizîr

Encamên Talanê

  • Herikîna xwezayî ya çeman tê birîn û av nagihîje hewzeyên jêrîn.
  • Sîstema baranê û rêjeya şilîbûnê (nem) diguhere.
  • Rejîma germî û bayê xira dibe, hişkesalî bi lez zêde dibe.
  • Hevsengiya ekosîstemê hildiweşe û hafizeya civakî tê talankirin.

Nimûneyên Balkêş ên Hilweşînê

Heskîf (Ilısu)
12 hezar sal dîrok hate tunekirin. 199 gund man bin avê û 15 hezar kes koçber bûn.
Semsûr (Atatürk)
34 gund û Bajarê Antîk ê Samsatê yê serdema Neolîtîk man bin avê.
Zîlan (Wan)
Bi projeyên HESê çavkaniyên ava Gola Wanê zirar dîtin û cureyên endemîk winda dibin.
Şax (Şirnex)
Gundê Şaxê yê ku di salên 90î de hatibû şewitandin, niha bi projeya HESê tê binavkirin.
Hewzeya Farqînê
Di xebatên bendavê de teqandinan zirar da Pira Kevir a dîrokî û 50 gund di bin rîskê de ne.
Kasrik (Cizîr)
Geliyê Kasrikê yê ku Gabar û Cûdî ji hev vediqetîne, dê bi bendava nû bibe bin av.

Projeyên Nû û Rewşa Niha

Piştî 2015an: 89 HES û 28 projeyên bendavan hatin destpêkirin.
Rêjeya ÇEDê: %99ê projeyan raporên erênî digirin.
Sala 2026an: Li Çewlîg û Erziromê 4 projeyên nû hatin pejirandin.
Çavkanî: Yeşil Gazete, Yeni Yaşam; Sönmez, M. E. (2012). Barajların Mekân Üzerindeki Olumsuz Etkileri. Gaziantep Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi.
Înfografî ji bo nihaplus hatiye amadekirin.

Santralên Jeotermal çi ne?

Her çend santralên enerjiyê yên jeotermal, ji bo dabînkirina enerjiyê bin jî, lê bandoreke wan a neyênî li ser jiyana ekolojîk heye.

JES görseli

Dîmena Santraleke Enerjiya Jeotermal (SEJ).

Santralên Enerjiya Jeotermal (SEJ) û Bandorên Wan Ên Ekolojîk

Enerjiya Jeotermal Çi Ye?

Enerjiya jeotermal, derxistina av û buhara germ a di kûrahiya qatên erdê de ye ku ji bo hilberîna enerjiyê tê bikaranîn.

Enerjî Çawa Tê Hilberîn?

Herikbara germ a ku bi bîrên sondajê yên kûr tê derxistin, turbînan dizivirîne û hilberîna elektrîkê pêk tîne.

Rîska Ekolojîk

Herikbara jeotermal dikare arsenîk, bor û cureyên metalên giran di nav xwe de bihewîne. Ger ev herikbar tevlî xwezayê bibe, bandoreke xerab li ser çavkaniyên avê û axê dike. Her wiha metalên giran û gazên di vê herikbarê de dibin sedema qirêjiya hewayê.

Rîska erdhejê: Qadên jeotermal piranî li nêzî xetên fayê yên aktîf tên avakirin. Xebatên sondajê û veguhastina herikbarê ya ji bo binê erdê, di hin rewşan de dikare mîkro-erdhejan derpêş bike. Ev rewş wekî “sîsmîsiteya hatiye handan” tê binavkirin.

Maddeyên ku di Herikbarên SEJê de Hene

As
Arsenîk
Hg
Cîwa
B
Bor
CO₂
Karbon dîoksît
H₂S
Hîdrojen sulful

Zincîra Bandora Projeyên SEJê

Sondaj
Bîrên kûr ên ji bo enerjiya jeotermal, bi tevlîkirina kîmyewiyan dikarin bandorê li jeolojiya bin erdê û ekosîstemên avê bikin. Her wiha, rijandina ava bermayî ya germ bo nav çeman, konsantrasyona mîneralan diguhere.
Ava Bin Erdê
Di rewşên ku herikbara jeotermal derkeve ser rûyê erdê an jî operasyona reenjeksiyonê bi ser nekeve, ava bin erdê qirêj dibe.
Çandinî
Guherîna kalîteya avê û bandora kîmyewî ya li ser axê, hilberîna çandiniyê kêm dike. Li parêzgehên Egeyê baxçeyên hejîran û zeytunan zirarê dibînin.
Ajaldarî
Lawazbûna çandiniyê bandorê li hilberîna alif (êm) dike. Li bajarên Kurdistanê ku ajaldarî çavkaniya sereke ya debarê ye, ev yek qadeke hesas e.
Jiyana Gundewarî
Lawazbûna çandinî û ajaldariyê bandorê li aboriya gundan dike. Ji ber gaz û metalên giran, nexweşiyên wekî penceşêrê zêde dibin û xelk neçarî koçberiyê dibe.
Biyo-pirrengî
Berfirehbûna qadên santralan û rijandina herikbarên jeotermal dibe sedema perçebûna jîngehên xwezayî û tunebûna cureyên endemîk.

Qadên SEJê yên li ser Xetên Fayê

Qadên enerjiya jeotermal piranî li ser xetên fayê pêk tên. Ev şikestek derketina ava germ a bin erdê hêsan dikin. Piraniya projeyên SEJê li herêmên ku rîska erdhejê lê bilind e hatine avakirin.

Bîra sondajê ya SEJ Bîra sondajê ya SEJ Xeta fayê ya aktîf Rûyê axê Qata erdê

Li herêmên bi rîsk, dibe ku tesîs û borî biteqin. Di dema erdhejan de dibe ku ava bermayî ya jeotermal bi rengekî bêkontrol derkeve derve.

SEJ → Ax → Berhemdarî → Têkiliya Koçberiyê

Li herêmên gundewarî, ev projeyên enerjiyê ne tenê bandorê li hawirdorê, lê li aboriya herêmî jî dikin. Nexasim li herêmên Kurdistanê, guherînên aborî û civakî wekî berdewamiya polîtîkayên dagirkeriyê têne dîtin.

Xebatên SEJê
Bîrên sondajê û qadên santralê li ser herêmên berfireh belav dibin.
Ax û Av
Guherînên di pergalên ava bin erdê de bandorê li zeviyên çandiniyê û xwarinê dikin.
Berhemdariya Berheman
Li Aydinê hejîr û zeytun di rîskê de ne. Li bajarên Kurdistanê jî mêrg û ajaldarî zirarê dibînin.
Koçberiya Gundewarî
Lawazbûna debarê (çandinî û ajaldarî) koçberiyê lezdartir dike.

Projeyên SEJê Çawa Pêş Dikevin?

1. Destûra Lêgerînê: Şîrket ji walîtiyan destûra lêgerîna çavkaniyan digirin.
2. Sondaj: Bîrên kûr tên kolandin.
3. Pêvajoya ÇEDê: Rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) tê amadekirin.
4. Destûrên Erdê: Ji bo bikaranîna ji derveyî çandiniyê destûr tê girtin.
5. Desteserkirin: Bi biryara Serokkomariyê erdên taybet tên desteserkirin.
6. Avakirina Santralê: Hilberîna enerjiyê dest pê dike.

SEJ li Tirkiyeyê li Kîjan Herêman Zêde Ne?

  • Herêma Egeyê: Aydîn, Denîzlî û Manîsa navendên sereke ne.
  • Anatoliya Navîn: Konya û Nevşehîr di nav qadên lêgerînê de ne.
  • Bajarên Kurdistanê: Li derdora Mûş û Bîngolê di van salên dawî de projeyên nû ketine rojevê.

Qada SEJ a Kızıldereyê Çiqas Mezin e?

Qada jeotermal a Kızıldereyê nêzî 528 hektar e. Ev qad wekî 739 qadên futbolê berfireh e.

Statîstîkên SEJê li Tirkiyeyê

  • Li seranserê Tirkiyeyê nêzî 71 santralên jeotermal hene.
  • 46 heb ji van li Aydînê ne.
  • Qada lêgerînê ya li Tokatê nêzî 36 hezar hektar e.
Projeyên enerjiya jeotermal ji aliyê gelê herêmî ve bi nerazîbûn têne pêşwazîkirin. Ji ber zirara li ser çandinî, av û zindeweran, gelê herêmî û rêxistinên ekolojiyê têkoşîna hiqûqî û berxwedanê dimeşînin. Lewma, li gelek herêman pirsiyara “Gelo ev veberhênan ji bo berjewendiya gel in?” berdewam dike.



Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.