Bernameya “Konseferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” aşkere bû

Konferans dê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê di 13-14ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Bernameya “Konferansa di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” a ku dê li Stenbolê di 13-14ê Hezîranê de bê lidarxistin diyar bû.

Konferans dê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ku li Bakirkoyê, navçeya Stenbolê ye were birêvebirin. Di konferansê de wê siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyen li ser mijarên weke pirsgirêka Kurd û veguherîna komarê bi axivin.

Kesên ku îmzeya wan li bin metna bangawaziya konferansê bûn ev in:

“Ahmet Tur, Alî Bayramoglû, Akin Bîrdal, Ayşegul Devecîoglû, Çîlem Kuçukkeleş, Dîba Keskîn, Dogu Ergîl, Ender Îmrek, Erdogan Aydin, Fadıl Bedirhaoglû, Fatma Bostan Unsal, Fazil Husnu Erdem, Ferhat Kentel, Gulten Kişanak, Îhsan Elîaçik, Julîde Kural, Kubal Kural, Levent Koker, Mehmet Bekaroglû, Mesut Yegen, Nuray Turkmen, Pakrat Estukyan, Riza Turkmen, Sureyya Karacabey, Şebnem Korur Fîncanci, Şukru Aslan, Cehap Coşkun, Yakin Erturk, Zeynep Alitok.”

Mijara sereke ya konferansê di sedsala duyemîn de avakirina komara demorkatîk e. Di çarçoveya vê sernavê de, raborî û pêşeroja pirsgirêka Kurd, pêşniyarên ji bo çaresiyê dê bên gotûbêjkirin. Herwiha dê hemwelatiya wekhev û pergalek demokratîk bê nîqaşkirin.

Bernameya konferansê weha ye:

13ê Hezîranê

Axêverên destpêkê: Gulten Kişanak û Riza Turmen

Axêverên vexwendî: Burhan Sonmez (Vekirina Pencerek bo Dadahtûyê)

Civîna Yekemîn

Çîroka Damezrîner a Komarê, Derfet û Ên Dervemayî

Moderator: Levent Koker

* Erdogan Aydin (Komarek Demokratîk Pêkan bû?)

* Hulya Osmanagaoglû ( Komar: Şoreşa Burjuwa, Têkoşîna Çandî, Tevgera Femînîst)

* Namık Kemal Dînç (Kêşeya Sedsalî: Kurd di Navberaq Îhya û Îmhayê de)

* Pakrat Estukyan (Di Avakirina Dahatûyê de Raboriya Dide Fikirîn)

Civîna Duyemîn

Tenêtiya Sedsalî: Neteweperestî, Bîr û Dabeşbûna Civakî

Moderator: Fatma Bostan Unsal

* Bekîr Agirdir (Gelo Em Dikarin Bêyî Ku Guh Bidên Hev, bi Hev re Bijîn?)

* Ferhat Kentel (Di Heman Raboriyê de Lê di Cîhanên Cuda de: Bîra Dabeşbûnê û Nelihevkirinê)

* Noémi Lévy-Aksu (Hevrûbûna bi Raboriyê re: Vegotina Dîrokî û yên Din ên Bîra Civakî)

* Serhun Al (Ji Asîmîlasyonê Ber Bi Entegrasyonê ve: Li Tirkiyeyê Hewldanên Hemwelatiya Berfireh û Nasnameya Neteweyî)

Civîna Sêyemîn

Pirsgirêka Kurd: Sedsala Nû ya Pirsgirêka Sed Salî

Moderator: Dogu Ergîl

* Alî Bayramoglu (Pirsgirêka Kurd, Serdemek Nû, Hevsengiyên Nû)

* Abbas Walî (Pirsgirêka Kurd, Ewlehiya Dewletê û Demokratîkbûna Pêvajoya Siyasî ya li Tirkiyeyê)

* Feyza Akinerdem (Vegotinên Nû Yên Pirsgirêka Kurd: Çîroka Jiyana Bi Hev re Çawa Tê Avakirin?)

* Mesut Yegen (Ji bo Çareseriyeke Rastîn: Ji bo Her Kesî Komar, Ji bo Her Kesî Demokrasî)

* Veysî Aktaş (Di Çareseriya Pirsgirêka Kurd de Entegrasyona Demokratîk û Avakirina Pêkvejiyanê)

Panel-Forum 1

Komara Kê, Pêşerojek çawa?

Moderator: Nuray Turkmen

* Îrfan Çagatay (Li Perava Komarê: Tecrûbeya Lazan û Hemwelatiya Demokratîk)

* Alî Duran Topuz (Li Dijî Hêviya Demokratîk, Restorasyona Hegemonîk)

* Huda Kaya (Ji Dîroka Zulmê Ber Bi Hestiyariya Kozmîk ve: Komara Çêker

* Levent Ayaşlioglû (Koçberbûna ji warê xwe, Pêkvejiyîn: Penaberî û Siyaseta Mafan)

* Îhsan Elîaçik (Ji Peymana Medîneyê Ber bi Komara Demokratîk be; Gelo Pêkvejiyan Pêkan e?)

14ê Hezîranê

Civîna Çaremîn

Ji Civakê Ber Bi Dewletê ve Derfetên Demokratîkbûnê

Moderator: Akin Bîrdal

* Şukru Aslan (Tevna Civakî ya Piralî ya ku bi Siyaseta Yekperest a Komarê Hatiye Tepisandin)

* Ruşen Seydaoglû (Rola Avaker a Jinan di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de)

* Mehmet Bekaroglû (Neteweperestî, Welatparêzî, Hemwelatî?)

* Ozgur Erol (Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Hiqûqî û Demokratîk)

Civîna Pêncemîn

Civakîkirina Demokrasî û Aştiyê

Moderator: Şebnem Korur Fîncanci

* Ahmet Faruk Unsal (Di Pêkanîna Aştiya Civakî de Tecrubeyên Salên 2013-2015 û 2024’an)

* Yuksel Genç (Zemîna Civakî ya Aştiyê: Siyasetên Bêewlehiyê û Avakirina Demokrasiyê bi Hev re)

* Cemal Salman (Ji Îdealê Ber bi Rastiyê ve di Sedsala Duyemîn de Komar û Elewî)

* Vahap Coşkun (Demokratîkkirn û Mutabeqeta Civakî)

Civîna Şeşemîn

Li Bin Heman Ezmanî: Pişgirtî, Rêxistinbûn û Demokrasiya Beşdar

Moderator: Çîlem Kuçukkeleş

* Ahmet Turk (Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Xwecîhî Ber bi Komara Demokratîk ve)

* Arîf Alî Cangi (Aştî bi Xwezayê re: Komara Demokratîk a Ekolojîk)

* Zulfiyet Yilmaz (Derfetên Beşdariya Demokratîk ji Xwecîhî Ber bi Navendê ve û Sînorên Hiqûqê)

* Bahadir Ozgur (Ked û Ekolojî: Ber bi Rêxistinbûneke Nû ve)

* Cuma ÇÎçek (Ji Bo Pêşerojekê Eko-Herêm: Nenavendîbûn û Siyaseta Hevbirrînê)

Panel-Forum 2

Komara Kê Ye, Pêşerojek çawa?

Moderator: Kuban Kural

* Neslîhan Acar (Karker Çawa ji Hemwelatiyê Hatin Derxistin?)

* Yildiz Tar (Tenêtiya Sedsalî: Azmûna Komarê ya bi Rastiya LGBTÎ+ re û di Sedsala Nû de Lêgerînên Çareseriyê)

* Dîba Keskîn (Di Pêşerojekê Çawa de Komara Demokratîk çi Sozan Dide Jinên Oldar?)

* Ayşe Gul Altinay (Bi Pişgiriya Cîhanî Hûnandina Aştiyê)

* Mehmet Ugur Korkmaz (Gelo “Cumhur” Komarê ji Ciwanan re Dihêle?)

Girtin: Parvekirina metna “Banga Demokratîk ji bo Sedsala Nû”

“Îranê şerê xwe li dijî azadîxwazan ranewestandiye”

Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ji ber li Îranê darvekirin û êrîşên li ser hêzên kurdî berdewam dikin bang li raya giştî ya navnetewî kir ku “zextên pirtir bixin ser rejîmê û pêwendiyên dîplomatîk ên li gel wê ragirin.”

Êrîşên Îranê yên li ser partiyên kurdî

Piştî şerê 28ê Sibatê yê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de, hevdîtinên agirbestê di navbera van hêzan de destpêkiribûn û di 7ê Nîsanê de agirbest hatibû ragihandin. Ev agirbest heta îro berdewam e.

Lê di demeke wiha de, rêveberiya dewleta Îranê, dest ji darvekirinên kurdan û mixalifên din ên rejîma Îranê û êrîşên li ser hêzên kurdî berdewam dikin..

Ji ber vê rewşê Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Dezgeha tepeserkirinê ya Komara Îslamî, ji bo veşartina şikestên xwe yên siyasî, leşkerî û ewlehiyê, pêleke nû ya îdamkirina girtiyên siyasî li Îranê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye.”

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDP-Î), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komela Xebatkarên Kurdistana Îranê û Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê (Xebat) di 22ê Sibata 2026an de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê damezrandin.

Hevpeymanî armanc dike ku ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê têbikoşe, mafê çarenivîsê yê gelê Kurd bi cih bîne û li Rojhilatê avahiyeke demokratîk û neteweyî saz bike ku xwe dispêre îradeya siyasî ya netewa Kurd.

Hevpeymanî di demeke wisa de ava bû ku Îranê navendên partiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi fûze û dronan dikir armanc. Hevpeymanî, hewldana dîrokî ya yekîtiyê ya tevgera siyasî ya Rojhilatê ku bi dehsalan perçebûyî ma, xurt û berbiçav dike. Partiya Komela ya di bin serokatiya Abdullah Mohtadî de, destpêkê neket nava hevpeymaniyê. Lê di 4ê Adara 2026an de beşdarî hevpeymaniyê bû.

Hevbendiyê darvekirin û êrîşên nû bi gotina “pêla nû ya tepeserî û zordariyê ya li dijî têkoşerên azadîxwaz bi taybetî di girtîgehan de” binav kir û got ku “ev ne bûyereke asayî ye û divî neyê hiştin ku wekî tiştekî normal bê dîtin. Ew îdam û kuştinên siyasî, komkujiyeke rêkxistî ne û ji bo hemûyan eşkere ye ku Komara Îslamî van îdaman ji bo tirsandina zêdetir a civakê û wekî mertalekê ji bo mayîna xwe ya di desthilatê de bi kar tîne.”

Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên li dijî partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û wiha berdewam kir:

“Tepeserkirin û îdamên di nava welat de û berdewamiya mûşekbarankirina partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, di demekê de zêdetir dibin ku rejîm li qada navneteweyî û di şer û aloziyên li gel Amerîka û Îsraîlê de rastî şikestên stratejîk û qelsbûna kûr a ewlehiyê bûye. Lewma, wekî her car, stûyê xwe li bin qeyranan kiriye û li derveyî welat bi afirandina aloziyan û li navxweyê welat jî bi kuştin û zordariya zêdetir hewl dide xwe rizgar bike.”

“Çeka tolhildanê ye”

Daxuyaniya Hevbendiyê bi van gotinan berdewam dike:

“Di heman demê de, berdewamiya tawanên Komara Îslamî, ew jî di dema agirbesteke demkî ya li gel Amerîka û Îsraîlê de, belgeyeke bêguman e ku rejîmê şerê xwe yê li dijî azadîxwazan, mafxwazan û neraziyên navxweyî ne tenê ranewestandiye, belkî hemû derfetan, bi taybetî vê agirbestê jî, ji bo jinavbirina fîzîkî ya neyarên xwe bi kar tîne.

Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê bawer dike ku bilindkirina darên sêdareyê ji bo kesên ku bi tohmetên bêbingeh ên “sîxûriyê” ji bo biyaniyan yan “şerê çekdarî” li dijî rejîmê hatine girtin, di rastiyê de çeka tolhildanê ye li dijî xelkê têkoşer û mafxwaz. Ev rejîma xwînmêj di hemû temenê xwe de hewl daye bi îdamkirina têkoşerên siyasî, berdêla têkoşîn û berxwedanê li dijî desthilata xwe ya hovane zêde bike û mafxwaziya neteweyên Îranê û bizavên siyasî û medenî bitewîne. Lewma divê civaka navneteweyî îdamkirina sedan girtiyan di salekê de li Îranê tenê wekî «binpêkirina mafên mirovan» nebîne; pêwîst e van kiryaran wekî “tawana şer” û “tawana li dijî mirovahiyê” nas bike û helwest û biryarên bi-kereste (pratîk) li dijî van cinayetên rejîmê hebin.

“Biryarên tund li dijî rejîmê derxin”

“Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê herwiha radigihîne ku her dîplomasî, her gotûbêj û her cure agirbestek li gel Komara Îslamî, eger pêşî li zordariya navxweyî ya li Îranê û îdaman û binpêkirina sîstematîk a mafên mirovan ji aliyê vê rejîmê ve negire, ne tenê dibe handan ji bo Komara Îslamî ku berdewam be li ser siyaseta kuştin û qirkirina xelkê azadîxwaz, lê derfetê ji bo dirêjkirina temenê wê rejîma xwînmêj û tepeserker jî çêdike.

Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê daxwazê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlamentoya Ewropayê û hikûmetên demokratîk dike ku ji bo rawestandina tawan û cinayetên Komara Îslamî, zextên pirtir bixin ser rejîmê û pêwendiyên dîplomatîk ên li gel wê ragirin. Herwiha pêwîst e pirsa tepeserkirina navxweyî ya li Îranê û îdaman bibe mijareke bingehîn di Encûmena Ewlehiyê ya NY de û biryarên tund li dijî rejîmê bên derxistin. Bêguman, eger berdêla îdaman û zordariya navxweyî li ser Komara Îslamî -çi siyasî û çi aborî- zêde nebe, reftar û siyaseta rejîmê li navxweyê welat nayê guhertin.

Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê herwiha daxwazê ji neteweyên Îranê û partî û aliyên siyasî yên opozîsyona Komara Îslamî dike ku bi yekrêzî û komxebatiya xwe ya di kiryarê de, polîtîkayên rejîmê paşve bixin. Em piştrast in ku xelkê Kurdistanê jî bi rêkxistina pirtir a rêzên xwe û bi têkoşîn û berxwedana xwe, wekî her car bersiva polîtîkayên rejîmê didin.”

Kûpaya Cîhanê dest pê dike: Amar û bûyerên balkêş

Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê, ew qada herî mezin û bi prestîj a futbolê ye ku bi milyonan mirovên ji çar aliyê cîhanê tîne cem hev. Ev rêxistina mezin a ku di sala 1930an de dest pê kiriye û ji xeynî Şerê Cîhanê yê Duyemîn her çar salan carekê tê lidarxistin; ne tenê bi şampiyoniyan, her weha bi trajediyên li qadan rû dane, bi golên nayên jibîrkirin, rasthatinên balkêş û bi skandalên ku arasteya dîroka futbolê guhertine, tije ye.

Kaptanê tîma netewî yê Arjantînê Maradona, kûpaya şampinoyayê hildigire, 1986

Kûpaya Cîhanê ya ku îsal wê ji bo 23yemîn car bê lidarxistin, 11ê Hezîranê dest pê dike. Maçên îsal wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Kanada û Meksîkayê werin lîstin.

Di vê turnuvaya herî bi prestîj a futbola cîhanê de, wê serketiyê kûpayê di fînala 19ê Tîrmehê de diyar bibe. Kûpaya Cîhanê ya 2026an, berevajî turnuvaya çar sal berê ya li Qeterê ku 32 tîm beşdar bibûn, bi beşdariya 48 welatan wê bibe rêxistina herî berfireh a heta niha.

Li her sê welatan di 16 stadyuman de wê bi giştî 104 maç werin lîstin. Turnuva wê li 16 bajaran pêk bê; ji van 11 li DYAyê, sê li Meksîkayê û du jî li Kanadayê ne. Turnuvaya ku wê di navbera 11ê Hezîranê û 19ê Tîrmehê de bê lîstin, wê 39 rojan dewam bike û bi vî awayî wê bibe rêxistina herî dirêj di dîroka Kûpaya Cîhanê de.

Turnuvayên 2022yan 29 roj, yên 2014 û 2018an jî 32 rojan dewam kiribûn. Di qonaxa koman de ji 72 maçan 35 maç wê li gorî saeta Tirkiyeyê di navbera 02.00 û 07.00an de werin lîstin.

Her weha 12 maçên koman jî wê li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 22.00an de werin lîstin. Vê havînê çar welat wê yekem car di Kûpaya Cîhanê de cih bigirin.

Curaçaoya ji Karîbîpyanê, wê bibe welatê herî biçûk ê di dîroka turnuvayê de. Ew bi Almanya, Peravên Diranfîlê û Ekvadorê re di heman komê de ne. Ev girava ku 60 kîlometre dûrî peravên Venezuelayê ye, di sala 2010an de di nava Keyaniya Holandayê de statuya welatbûnê wergirt.

Destpêkirina şampiyonayê

Fikra Kûpaya Cîhanê, bi hewldanên Serokê FIFAyê yê wê demê Jules Rimet ket meriyetê. Ev yek, bi fikra Rimet a “rêxistineke futbolê ku hemû tîmên cîhanê bikaribin beşdar bibin û ji Olimpiyatan serbixwe be” dest pê kir û hat biryardayîn ku 2 sal piştî Olimpiyatên Holandayê yên 1928an, li Uruguayê were lîstin.

Di sala destpêkê de mafê her welatekî girêdayî FIFAyê hebû ku beşdar bibe. Lê ji Ewropayê tenê 4 û bi giştî jî 13 tîm beşdar bûn; welatên din ên Ewropayê bi hinceta dûrî û aboriyê nekarîn biçin. Ji ber vê jî tûra palaftinê çênebû. Mêvandar Uruguayê, Arjantîn 4-2 têk bir û kûpa qezenc kir. Atmosfera maçê gelekî aloz bû. Hakem, berî maçê ewlehiya canê xwe xwest û piştî ku ev yek pêk hat, wî qebûl kir maçê bi rê ve bibe.

Jules Rimet

Herdu turnuvayên piştre li Îtalya û Fransayê hatin lidarxistin û di herduyan de jî Îtalya bi ser ket. Turnuvaya 1934an, bi beşdariya Misirê bû yekemîn turnuva ku welatekî Afrîkî tê de cih girt.

Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ku bi milyaran mirovên ji çar aliyê cîhanê li dora gogekê dicivîne, ne tenê rêxistineke sporê ye, di heman demê de neynika dîroka siyasî û civakî ya sedsalên 20 û 21ê ye.

Di bin siya şer û siyasetê de

Salên destpêkê yên Kûpaya Cîhanê, ji atmosfera siyasî ya aloz a wê demê ne qut bûn. Kûpaya ku di 1934an de li Îtalyayê hat lidarxistin, veguherî qada pesndayîna siyaseta faşîzan. Uruguayê jî Ewropiyên ku nehatibûn turnuvaya berê boykot kir û tev li turnuvayê nebû. Di 1938an de turnuvaya li Fransayê di bin dengê pêlavên şer ê ku nêzîk dibû de hat lîstin. Bi dagirkirina Awusturyayê ya ji aliyê Hîtler ve, hejmara tîmên di turnuvayê de daket 15an. Ji ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di salên 1942 û 1946an de ev rêxistin nehat lidarxistin.

Yek ji wan demên herî balkêş ku siyaset daket qadê, di 1978an de li Arjantînê pêk hat. Di turnuvaya ku veguherîbû amûra propagandaya rejîma cuntayê de, demek dirêj hat axaftin ku efsaneyê Holandî Johan Cruyff ji bo şermezarkirina rewşa siyasî tev li kûpayê nebûye. Lê wî paşê eşkere kir ku ji ber hewldaneke revandinê ya li dijî malbata wî ew neçûye.

Di 1982yan de jî Serokê Federasyona Futbolê ya Kuweytê Şêx El Sabah, ji bo îtîrazkirina gola Fransayê daket qadê û gola wan bi hakem da betalkirin; bi vî rengî ew derbasî dîroka turnuvayê bû.

Trajediyên nayên jibîrkirin

Kêliyên herî dramatîk ên dîroka futbolê jî li ser vê dika hanê hatin nivîsandin. Di 1950yî de li Stadyuma Maracanã ya Brezîlyayê, li ber çavên nêzî 200 hezar temaşevanan gihîştina şampiyoniya Uruguayê, bû sedem ku li welatê mêvandar Brezîlyayê kesek dawî li jiyana xwe bîne û 3 kes jî krîza dil derbas bikin. Ev bûyer bi navê “Maracanazo” (Karesata Maracanayê) kete dîrokê.

Lê yek ji bûyerên herî bi êş piştî Kûpaya Cîhanê ya 1994an a DYA’yê rû da. Andres Escobar ê ku bi avêtina golê ya qeleya xwe bû sedema têkçûna Kolombiyayê, piştî vegeriya welatê xwe hat kuştin û vî tiştî cîhana futbolê bi kûrahî hejand.

Pêşhateyeke din a hejîner jî ew bû ku di 2014an de mêvandar Brezîlyayê, di nîvfînala ku li ber çavên temaşevanên xwe lîst de, 7-1 li hemberî Almanyayê têk çû û yek ji şokên herî giran ên dîroka kûpayê derbas kir.

Zayîna efsaneyan

Kûpaya Cîhanê, rêgezên futbolê û stêrkên wê ji nû ve afirandin. Di 1958an de Brezîlyayî Pele yê ku hîn 17 salî bû derket qadê û dîroka futbolê guhert. Di 1974an de Holandaya bi pêşengiya Johan Cruyff bi “Futbola Total” lîstik ji nû ve pênase kir. Di 1986an de jî Diego Armando Maradona, bi du golên ku avêtin Îngiltereyê mohra xwe li maçê xist. Yek ji wan gola wî ya bi fêlbazî avêtibû ango “Destê Xwedê” bû; ya din jî “Gola Sedsalê” bû ku wî ji nîvê qadê herkes çelîm kiribû û avêtibû.

Tiştên ku qaîdeyên futbolê guhertin

Geşedana futbolê ya di nava demê de, yekser bandor li turnuvayên Kûpaya Cîhanê jî kir. Rêxistin yekem car di 1954an de di televizyonê de hat weşandin. Di 1970yî de jî maç yekem car zindî û bi rengîn derketin ser ekranan. Guhertina lîstikvanan û bikaranîna kartên zer û sor, yekem car di turnuvaya Meksîkayê ya 1970yî de hatin bikaranîn. Karta sor a yekem di dîroka Kûpaya Cîhanê de, di sala 1974an de ji aliyê hakemê ji Tirkiyeyê Doğan Babacan ve, ji lîstikvanê Şîliyî Carlos Caszely re hat nîşandan.

Skandal

Di 1966an de berî turnuvaya li Îngiltereyê Kûpaya Jules Rimet hat dizîn. Kûpaya zêrîn çend roj bi şûn de li parkekê, ji aliyê kûçikê bi navê Pickles ve di nava rojnameyan de pêçandî hat dîtin.

Di 2006an de stêrka Fransayê Zinedine Zidane, di maça kariyera xwe ya dawî de (fînala Kûpaya Cîhanê) serî li lîstikvanê Îtalyan Marco Materazzi xist û bi qerta sor ji qadê derket. Di heman salê de maça di navbera Portekîz û Holandayê de hat lîstin ku tê de bi tevahî 16 qertên zer û 4 qertên sor hatin derxistin, weke maça herî tund a dîroka kûpayê derbasî qeydan bû.

Înada futbola pêxwas

Dîroka Kûpaya Cîhanê ne tenê dîroka yên beşdar bûne, di heman demê de dîroka wan kesan e jî ku ji ber sedemên balkêş nekarîne beşdar bibin. Tevî ku Hîndistanê mafê beşdarbûna turnuvaya sala 1950yan a li Brezîlyayê bi dest xistibû jî, ji ber ku daxwaza wan a bi pênxasî (lingên tazî) derketina maçan ji aliyê FIFAyê ve hat redkirin, wan biryara vekişîna ji turnuvayê da.

“Şerê 100 saetî”

Yek ji isbatên herî bi êş e ku futbol ne tenê lîstikek e… Bûyerên ku di maçên di navbera Honduras û El Salvadorê de di dema palaftinên Kûpaya Cîhanê ya Meksîkayê (1970) de rû dan, ji kontrolê derketin. Alozî ewqasî bilind bû ku, bi tevlîbûna artêşan re, di navbera herdu welatan de 100 saetan pevçûnên germ (çekdarî) qewimîn.

“Îtalyan nikarin têkevinê”

Turnuvaya 1962yan ku Şîliyê mêvandariya wê dikir, bû qada tundiyeke bêhempa. Tenê di 12 maçên destpêkê yên kûpayê de tam 37 futbolvan seqet bûn. Bi taybetî piştî maça di navbera mêvandar Şîlî û Îtalyayê de ku bi faulên sert derbas bû, krîz derbasî kolanan bû; esnafên li Şîliyê li ser camên dikanên xwe tabloyên “Îtalyan nikarin têkevinê” daliqandin.

Trajediya Cezayîrê

Li Spanyayê sala 1982yan, yek ji maçên dîroka Kûpaya Cîhanê ku herî zêde hat nîqaşkirin û bû sedema guherîna rêgezê hat lîstin. Almanyaya Rojava û Awusturya, di maçên xwe yên dawî yên komê de hatin hemberî hev. Serketina Almanan a 1-0 herdu tîman bi hev re ji komê derdixist û Cezayîra ku heman pûanê wê hebû ji turnuvayê diavêt. Gava maç tam bi vî skorî bi dawî bû, aliyê Cezayîrê bi mafdarî îtîraza şîkeyê (fêlbaziyê) kir, lê encam neguherî.

Lîstikvanê ku rutbeya “General”iyê wergirt

Di Kûpaya Cîhanê ya 1990î ya li Îtalyayê de, Kamerun weke yekemîn welatê Afrîkayê yê ku derket çaryek fînalê dîrok nivîsand. Yek ji mîmarên vê serketinê Roger Milla yê 38 salî, piştî herdu golên ku avêtin Romanyayê, li welatê xwe bi rengekî gelekî balkêş hat onorekirin û rutbeya “General”iyê dan wî.

Heta roja îro 22 turnuva hatin lidarxistin û tenê 8 welatên cuda karîn şabûna şampiyoniyê bijîn. Brezîlya (5), Îtalya û Almanya (her yek 4) dikişînin pêş; Arjantîn (3), Fransa û Uruguay (her yek 2), Îngiltere û Spanya jî her yek carekê kûpaya herî mezin a futbolê birin muzeyên xwe.

Amarên Kûpaya Cîhanê

Kûpaya Cîhanê ya 2026an – Formata Nû û Kom

  • Mêvandar: DYA, Kanada, Meksîka
  • Hejmara Tîman: 48 (Di Dîrokê De Yekem Car)
  • Hejmara Koman: 12 Kom (Ji A’yê heta L’yê çar tîm)
  • Tevahiya Hejmara Maçan: 104 Maç

Yekemînên Di Dîrokê De û Rekorên Tîman

  • Yekemîn Kûpaya Cîhanê
    1930 (Uruguay)
  • Yekemîn Maç
    Fransa 4-1 Meksîka (13ê Tîrmeha 1930an)
  • Yekemîn Gol
    Lucien Laurent (Fransa)
  • Yekemîn Şampiyon
    Uruguay
  • Yekemîn Qerta Sor
    Carlos Caszely / Şîlî (1974 – Hakem: Doğan Babacan)
  • Yekemîn Fînala bi Penaltiyan Bi Dawî Bûyî
    Brezîlya 3-2 Îtalya (1994)
  • Yekemîn Mêvandariya Hevpar
    Japonya û Koreya Başûr (2002)
KategorîXwediyê RekorêAmar
Tevahiya Hejmara TurnuvayanDîroka Kûpaya Cîhanê22 Turnuva
Welatê Herî Zêde Qezenc KiriyeBrezîlya5 Caran
Tîma Herî Zêde Maç Qezenc KiriyeBrezîlya70 Serketin
Welatê Herî Zêde Gol AvêtiyeBrezîlya229 Gol
Maça Bi Temaşevanên Herî ZêdeBrezîlya – Uruguay (1950)Bi Texmînî +200.000 Kes
Maça Herî Bi GolAwusturya – Swîsre (1954)Awusturya 7-5 Swîsre (12 Gol)
Welatê Herî Zêde BinketîMeksîka25 Binketin
Tîma Herî Zêde Wekhev MayeÎtalya21 Wekhevî
Welatê Herî Kêm Derketiye MaçanEndonezyaTenê 1 Turnuva (1938)

Hejmarên Efsaneyan (Rekorên Kesane)

KategorîFutbolvanRekora Hatiye Şikandin
Lîstikvanê Herî Zêde Derketiye MaçanLionel Messi (Arjantîn)26 Maç
Lîstikvanê Herî Zêde Gol Avêtiye (Bi Giştî)Miroslav Klose (Almanya)16 Gol
Di Turnuvayekê De Yê Herî Zêde Gol AvêtiyeJust Fontaine (Fransa)13 Gol (1958)
Di Maçekê De Yê Herî Zêde Gol AvêtiyeOleg Salenko (Rûsya)5 Gol (1994, li hemberî Kamerunê)
Gola Herî LezgînHakan Şükür (Tirkiye)10.8 Çirke (2002)
Lîstikvanê Herî TemenmezinEssam El Hadary (Misir)45 Sal û 161 Roj (2018)
Lîstikvanê Herî CiwanNorman Whiteside (Îrlandaya Bakur)17 Sal û 41 Roj (1982)
Lîstikvanê Herî Ciwan ê Di Fînalê De Gol AvêtiyePele (Brezîlya)17 Salî (1958)
Qerta Sor a Herî LezgînJose Batista (Uruguay)Çirkeya 56emîn (1986)

Peymana petrolê: Stratejiya nû ya Iraqê û rewşa Herêma Kurdistanê

Bi êrişên DYAyê yên li ser Îranê re bazirganiya petrolê a li Tengava Hurmizê hat rawestandin. Piştî vê welatên herêmê berê xwe dan ser xeta Ceyhanê. Peymana 1973an a di navbera Enqere û Bexdayê de diqede. Iraq bi xeta “Besra-Hedîseyê”hewl dide rê li ber yekdestiya Tirkiyeyê bigire û dawî li desthilatdariya aborî ya serbixwe ya Herêma Kurdistanê jî bi bîne.

Peymana xeta boriyê ya petrola xav a di navbera Iraq û Tirkiyeyê ya sala 1973an ku herî dawî di sala 2010an de hatibû nûkirin, di 27ê Tîrmehê de bi dawî dibe. Tirkiyeyê di Tîrmeha 2025an de xwest vê peymanê bi fermî betal bike û ji wê demê ve pêşnûmeyeke alternatîf li ser maseyê danî ye. Kabîneya Iraqê niha destûr daye Wezareta Petrolê ku li ser peymaneke demdirêj dest bi danûstandinan bike. Her wiha hat diyarkirin ku babetên gotûbêjan tenê bi heqê derbasbûnê, qebareya radestkirinê û şertên teknîkî û bazirganî ve sînordar in.

Ev peyman di demekê de bi dawî dibe ku şandina enerjiyê ya li Kendavê di nava salên dawî de herî zêde ketiye tengasiyê (ango pir kêm bûye). Ji ber vê qeyranê, nûkirineke teknîkî ya asayî veguherî şerekî mezin û her alî hewl dide ku nexşeya hinardekirina petrola Iraqê li gorî berjewendiyên xwe saz bike.

Reqamên metirsîdar ên li Hurmizê rewşê bi zelalî nîşan didin. Berî ku Amerîka û Îsraîl di 28ê Sibatê de li Îranê bixin, rojane nêzî 70 keştiyên enerjî û sotemeniyê di tengavê re derbas dibûbûn. Lê ji meha Adarê ve ev hejmar dakeetiye binê 7 keştiyan û di meha Gulanê de jî di binê 6 keştiyan de ma. Iraqê di meha Nîsanê de di ser Hurmizê re tenê 10 milyon bermîl neft şand, ku ev reqam berî şer mehê nêzî 93 milyon bermîl bû. Ji ber vê yekê, benderên barkirinê yên Besrayê ku ev deh sal in hema hema hemû hinardekirina Iraqê li ser milê wan bû, niha veguherîne xaleke wisa ku heke tûşî kêşeyekê bibe, dikare hemû aboriya welat hilweşîne.

Ji ber vê yekê ye ku xeta bakur careke din girîng dibe. Hinardekirina petrolê a li ser Ceyhanê di meha Adarê de di çarçoveya peymana Bexda û Hewlêrê de ji nû ve dest pê kir. Di destpêkê de rojane nêzî 170 hezar bermîl petrol dihat şandin û dahata wê rasterast diçû xezîneya federal. Iraq niha li ser Ceyhanê rojê nêzî 200,000 bermîl petrolê veduguhêze û plan dike ku vê hejmarê bigihîne 500 hezar bermîlan.

Ji ber ku Iraqê di dadgeha navneteweyî de li dijî Tirkiyeyê bi ser ketibû, ev xeta boriyê di sala 2023an de hatibû girtin. Dadgehê ji ber firotina neqanûnî ya petrola Kurdistanê ya di navbera salên 2014 û 2018an de, 1,5 milyar dolar ceza li Tirkiyeyê birîbû.

Niha jî Bexda bi tu awayî naxwaze peymaneke nû ya wisa îmze bike ku mijarên weke xwediyê neftê kî ye?, kî wê bifroşe? û pere wê bi ku de biçe? nezelal bimînin. Iraq dixwaze van xalan bi temamî girê bide daku Hewlêr û Enqere nekaribin li pişta wê peymanên taybet di navbera xwe de çêbikin.

Enqere bixwe jî ne li pey nûkirineke hêsan e. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar çendîn caran destnîşan kir ku kapasîteya vê xetê nêzî 1,5 milyon bermîl e û tu carî bi tevahî nehatiye bikaranîn. Ew dibêje ku divê di her peymaneke nû de mekanîzmayek hebe ku misogeriya bikaranîna herî zêde bike. Ji bo gihîştina vê qebareyê, divê xet ber bi başûr, ango ber bi Besrayê ve were dirêjkirin, hîna ku hilberîna li bakur nikare vê boriyê tije bike.

Tirkiye vê daxwazê di çarçoveya “Rêya Geşepêdanê” ya mezin a ji Fawê heta Tirkiyeyê de dinirxîne; ev proje wekî korîdoreke enerjiyê ya ku li gel rê û rêyên hesinî, neft, gaz, petrokîmya, parzûnkirin û elektrîkê jî dihewîne, ji nû ve hatiye saz kirin. Pêşnûmeya ku Tirkiyeyê pêşkêş kiriye, ji transîta petrola xav pir wêdetir diçe û geşepêdana qadan, parzûnkirin, hilberîn û veguhastina elektrîkê û her weha termînala BOTAŞê ya li Ceyhanê jî digire nav xwe. Li aliyê din, şîrketa dewletê ya Tirkiyeyê TPAO, bi şîrketên mîna BP, ExxonMobil û Chevron re li ser warê hilberînê şirakatiyan ava dike û Bayraktar qadên petrolê yên Iraq û Kerkûkê wekî sereke nîşan dide.

Hesab û reqamên li pişt daxwaza Tirkiyeyê aşkere ne û nîqaş li ser wan nîne. Wezîrê Neftê yê Iraqê Basim Mihemed Xudeyr diyar dike ku hilberîna neftê ya li Kerkûkê rojê nêzî 380 hezar bermîl e. Lê belê piranîya vê neftê diçe parzûngehên navxweyî yên welat û tenê nêzî 250 hezar bermîl ji bo firotinê (hinardekirinê) dimîne. Heta ku Herêma Kurdistanê nefta xwe bide ser a Kerkûkê jî, nefta li bakurê welat herî zêde dibe rojê 650 hezar bermîl. Ev mîqdar jî pir kêm e û nagihîje wan 1,5 milyon bermîlên ku Tirkiye dixwaze di ser axa xwe re derbas bike û jê pere qezenc bike.

Petrola Kerkûkê têrê nake ku boriyeke Ceyhanê tije bibe, ji bo vê yekê tenê nefta Besrayê dikare bibe çare. Ev sedema sereke ye ku nîqaş êdî ne li ser nûkirina xeta kevin a Kerkûk-Ceyhanê ne, belkî li ser plankirina xeteke nû ya mezin a wekî Besra-Hedîse-Ceyhanê ne.

Amûra herî mezin a di destê Bexdayê de xeta boriyê ya Besra-Hedîseyê ye; Wezareta Petrolê vê xetê wekî “stûna pişta pergala hinardekirina bakur” dibîne. Serokwezîr Sûdanî di meha Nîsanê de ferman da ku saziyeke taybet di bin serokatiya mûsteşarê wezaretê de were avakirin daku vê projeyê bimeşîne. Ev gav li ser bingehê peymanên ku di Tebaxa 2024 û Kanûna 2025an de hatibûn îmzekirin, hat avêtin. Ji bo vê xetê ku bi tevahî wekî 5 milyar dolar tê texmînkirin, di çarçoveya peymana navbera Iraq û Çînê de ji bo îsal 1,5 milyar dolar hat veqetandin. Ev xet, dê bi rêya boriyeke 200 kîlometreyî ve girêdayî xeta Tirkiyeyê ya heyî bibe û her wiha neftê bide parzûngehên navxweyî yên li welat jî.

Piştî ku Iraqê ew sîstema veberhênanê ya ku mafê transîtê yê demdirêj dida şîrketên biyanî red kir, biryar da ku proje bi dravê dewletê û rasterast di bin kontrola Wezareta Petrolê de were çêkirin. Heke mebesta Tirkiyeyê ew be ku di bin navê veberhênanê de mafê xwedîtiyê li ser vê xetê bi dest bixe, ev rewş ji bo Iraqê xeteke sor e ku nayê qebûl kirin.

Aliyê herî bi fêde yê vê xeta Besra-Hedîseyê ew e ku neft dikare tê de ber bi çend aliyan ve biçe. Ji xala Hedîseyê, neft hem dikare ber bi bakur ve biçe Ceyhanê, hem jî di pêşerojê de ber bi peravên Sûriyeyê (Banyas û Tartûs) an jî ber bi Urdunê (Eqeba) ve were şandin. Mebest ne ew e ku ev proje dê sibe tavilê bikevin dewrê; nirxa wan a sereke ya niha ew e ku destê Bexdayê di warê polîtîk û aborî de bihêz dikin. Ev rewş derfetê dide Iraqê ku berî xet bi fîzîkî ava bibin jî, xwedî nexşeyeke ji alternatîfên cuda be.

Ev ew xal e ku nêzîkatiya Tirkiyeyê hewl dide ser biniqûmîne. Mebesta Bexdayê ne ew e ku Ceyhanê bixe şûna Hurmizê. Berevajî vê, ew hewl dide navendekê ava bike daku tu dergehek bi tenê nebe biryardarê dawî li ser nefta wê. Hebûna dergehekî Deryaya Spî di ser Sûriyeyê re û dergehekî Deryaya Sor di ser Urdunê re, dê bibin mertal li dijî wê girêdayîbûna ku Tirkiye hewl dide ava bike. Heke tu rîska li Tengava Hurmizê bînî û bi temamî li ser axa Tirkiyeyê kom bikî, cihêrengkirina rêyan tu wateya xwe namîne û Bexda pir baş bi vê dizane. Mebesta van vebijarkên rojava ne ew e ku dê hemû bi hev re werin çêkirin; mebest ew e ku her yek ji van alternatîfan, lîstika dewletên transît (ên ku neft di ser axa wan re derbas dibe) xira dike û nahêle tu kes bibe xwediyê kontrola yekdest li ser nefta Iraqê.

Li vê xalê ye ku berjewendiyên her du hikûmetan nêzî hev dibin, lê armancên wan hîn jî ji hev cuda ne. Her du alî jî dixwazin ku di ser Ceyhanê re nefteke pirtir biherike, loma peymanek di navbera wan de pir pêkan e. Lê belê, ferq her li vir e: Tirkiye dixwaze korîdora Ceyhanê mezin bike û nefta başûrê Iraqê bi axa xwe ve girê bide; lê Iraq dixwaze Ceyhanê bixe bin kontrola hikûmeta federal (Bexdayê) û dergehên din ên alternatîf jî zindî bihêle. Bi kurtasî, her du welat jî li ser heman boriyê bazarê dikin, lê her yek ji wan li pey qezenceke cuda ye.

Rewşa niha nîşan dide ku rûdawên li herêmê li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê dimeşin. Rast e, xeta wan a sala 2014’an ku rojane nêzî 900 hezar bermîl hildigire, ji bo demeke kurt hîn jî bikêr e. Lê belê, Bexda xeta Kerkûk-Fîşxabûrê ya 1,5 milyon bermîlî nû dike daku wekî xeteke federal a bypass (rêya daxistina alternatîf) bikar bîne. Piştî ku ev xet û projeya Besra-Hedîseyê bi dawî bibin, xeta Herêma Kurdistanê êdî nabe astengiyeke stratejîk di destê Hewlêrê de, belkî tenê dibe boriyeke girêdanê ya asayî.

Mebesta Bexdayê ne girtina boriya Kurdistanê ye. Armanca wê ya bingehîn ew e ku desthilatdariya bazirganî ya serbixwe ji destê Herêma Kurdistanê derxîne. Plana wan ev e: Tirkiye tenê bi Bexdayê re peymanan îmze dike, şîrketa dewletê SOMO neftê difroşe û hemû dahat jî rasterast diçe xezîneya dewleta federal. Bi vî awayî, boriya Kurdistanê dibe ku wekî binesaziyek fîzîkî di dewrê de bimîne, lê êdî nabe hîm û bingeha aboriyeke siyasî ya serbixwe û paralel.

Ne mecbûr e ku ev danûstandin bi awayekî teqez bibe “an lihevkirineke mezin an jî hilweşîna tam”. Her du alî dikarin peymana heyî hinekî din dirêj bikin; di vê rewşê de jî çeka herî mezin a di destê Tirkiyeyê de heqê derbasbûnê bixwe ye. Ew mekanîzmaya “misogerkirina bikaranîna tam” a ku Bayraktar her dem behs dike, nîşan dide ku heqê derbasbûnê dê bi qebareya neftê ve girêdayî be. Ango, dema ku nefta di boriyê re derbas dibe kêm be, dê heqê her bermîlekê bilindtir bibe yan jî şertê “bistîne an bide” ku tê de Iraq mecbûr e her bide, çi neftê bişîne çi neşîne bikeve dewrê. Lê dema ku Iraq soz bide ku boriyê tije bike, ev heq dê dakeve. Armanca vê bihayê ew e ku kêmbikaranîna boriyê ji bo Bexdayê biha rûnê û bi vî awayî Iraq neçar bibe ku nefta Besrayê bîne û bi vê xetê ve girê bide. Di plana Tirkiyeyê de, pirsa heqê transîtê û pirsa nefta Besrayê, di eslê xwe de yek pirs in.

Ji ber vê yekê, encamên ku di rastiyê de werin pêş, li ser sê xalan disekinin. Li aliyekî, dirêjkirineke teknîkî ya kurt heye; ev yek dihêle ku neft piştî 27’ê Tîrmehê jî biherike, heta ku bersiva pirsên mezin bête dîtin. Li navendê, nûkirineke li gorî qebareya neftê heye ku di nav re soza Iraqê ya ji bo dagirtina boriyê, di nav heqê transîtê (derbasbûnê) de tê bihakirin. Li aliyê din jî, pakêta korîdora enerjiyê ya tam heye ku Tirkiyeyê amade kiriye; ev pakêt derbasbûna neftê, geşepêdana qadên neftê, parzûnkirin, hilberîna elektrîkê û termînala Ceyhanê bi hev re girêdide.

Berjewendiya Iraqê di wê de ye ku peymana mafê derbasbûnê teng û sînordar bihêle. Ew naxwaze pakêta veberhênanê û ya binesaziyê bixe nava heman peymanê, her çend amade be ku di peymanên cuda de kar bide şîrketên tirk ên di warê parzûngeh û boriyan de. Rêyeke gav bi gav ango niha tenê lihevkirineke teng a li ser transîtê û paşê peymaneke berfirehtir ji bo Bexdayê pir bêtir guncan e, ne wekî ya ku Enqere dixwaze.

Sîstema peymanê çi dibe bila bibe, lihevkirineke ku berî dema diyarkirî were îmzekirin, sîstema kevin a berî sala 2023an paşve nayîne. Encama herî nêzîk û pêkan ev e: Xeta Ceyhanê wekî korîdoreke federal a di bin kontrola şîrketa SOMO û xezîneya Iraqê de vedegere; boriya Kurdistanê tenê wekî binesaziyeke fîzîkî tê qebûl kirin lê tu serxwebûneke wê ya siyasî û bazirganî namîne; Tirkiye jî garantiya qebareya neftê û mafê veberhênanê bi dest dixe, lê êdî nikare bibe xwediyê kontrola yekdest û herî mezin li ser nefta Iraqê.

Plana stratejîk a Bexdayê li ser vê baweriyê ava ye: Heke ew dergehên Sûriye û Urdunê wekî alternatîf her zindî bihêle, dê rê li ber Tirkiyeyê bigire û nehêle Ceyhan bibe mîna Tengava Hurmizê ya duyem; bi vî awayî Ceyhan tenê wekî korîdoreke asayî ya derbasbûnê dimîne.

*Çavkan: Ev nivîs ji malpera “The National Contextê” ji îngilizî bo kurdî hatiye wergerandin.

Di 3 rojên dawî de li Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê çi qewimî?

Li dijî biryara girtina Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê, xwendekar, akademîsyen û xebatkar sê roj in çalakî li dar dixistin. Duh bi şev dîsa bi biryara Serokomar, biryara girtina zanîngehê betal bû.

Ji çalakiya xwendekaran a Zanîngeha Bilgiyê

Di şeva 22ê Gulanê de bi biryara Serokomar Recep Tayyip Erdoğan Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê hate girtin. Biryar di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin lê ji xwendekar, akademîsyen û xebatkaran re tiştek nehatibû gotin. Piştî vê biryarê di nava kampusa zanîngehê de çalakiyên protestoyî dest pê kiribûn. Sê roj piştî girtina zanîngehê, uh bi şev dîsa bi biryareke din a Serokomariyê zanîngeh dîsa hate vekirin. Di van sê rojan de çi qewimî?

Roja yekem (22ê Gulanê)

Di 22ê Gulanê de bi şev di Rojnameya Fermî de biryara girtina Zanîngeha Bilgî ya Stenbolê hat weşandin. Ev biryara ku li gorî madeya 11an a pêvek a Qanûna Xwendina Bilind a bi hejmara 2547an hatiye dayîn, pêşbînî dike ku eger kêmasiyên di asta perwerde û hîndekariyê yên saziyên xwendina bilind ên ku ji aliyê weqfan ve hatine avakirin ji aliyê Desteya Xwendina Bilind (YÖK) ve werin tespîtkirin û tevî hişyariyan neyên sererastkirin, xebatên van saziyan ji aliyê YÖKê ve werin rawestandin.

YÖK û rêveberiya zanîngehê di saetên serê sibehê de daxuyanî dan ku dê tu mexdûriyet çênebe. Piştevaniya Xwendekaran a Zanîngeha Bilgiyê, piştî daxuyaniyê bi demeke kurt, diyar kir ku kartên xwarinê û sîgorteyên tenduristiyê yên taybet ên xebatkaran hatine betalkirin.

Xwendekar, akademîsyen û xebatkar, bi armanca protestokirina biryarê heman rojê di saet 14.00an de li Kampusa Santralê hatin cem hev. Ketina kampusê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi barîkatan hat astengkirin, deriyê dîrokî yê zanîngehê hat girtin. Hêzên ewlehiyê yên ku xwendekar girtin kampusê, di destpêkê de destûr nedan ku derçûyî têkevin kampusê. Lê paşê di navbera derçûyî û endamên sendîkayan de hevdîtin pêk hatin û di encamê de gelek kes karîbûn têkevin kampusê. Gelek sendîkayên wekî Sendîkaya Mamosteyên Dibistanên Taybet û Eğitim-SEN li kampusê bûn.

Xwendekar, akademîsyen û xebatkar meşiyan û çûn ber Rektoriyê. Li ber avahiyê daxuyaniyên çapemeniyê dan û piştre li kampusê çalakiya rûniştinê ya bêdem hat destpêkirin.

Xwendekaran ber bi êvarê ve forumek li dar xist. Piştî forumê her kesê li kampusê wê şevê li zanîngehê man. Di vê navberê de hevdîtin bi Rektoriyê re pêk dihatin. Di encama hevdîtinên bi Rektoriyê re, biryar hatin girtin ku ji bo xwendekarên dê bimînin cihê mayînê bê peydakirin, konê çalakiyan bê vekirin, destûr ji bo ketin û derketina xwarin/avê bê dayîn, xwendekarên li hundir dernekevin derve û piştî cejnê perwerdeya rûbirû berdewam bike.

Foto: Doğa Tekneci/Niha+

Roja duyem (23ê Gulanê)

Di saet 14.00an de hemû kes li kampusê civiya. Vê carê destûr nehat dayîn ku derçûyî û endamên sendîkayan têkevin hundir. Ji aliyê hêzên ewlehiya taybet ve lingê akademîsyenekî sendîkayî di derî de hat asêkirin. Di encama hevdîtinan de ew karîbûn bikevin hundir.

Xwendekaran bi armanca ku di nava sê rojan de dest deynin ser zanîngehê û wê bikin aîdê civakê û dest bi xebatên xwe bike, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Sloganên wekî “Bilgî ya me ye, wê ya me bimîne”, “Bilgî li vir e li cem dersdarên xwe ye”, “Bijî piştevaniya xwendekaran” hatin avêtin. Heta ber bi avahiya rektoriyê ve meşiyan û li ber avahiyê çalakiya rûniştinê û forum pêk hat. Di dema forumê de hin akademîsyenên ku axivîn û Rektor Ege Yazgan soz dan ku mafê her kesê di bin banê Zanîngeha Bilgî de wê bê parastin.

Akademîsyen û xwendekarên Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê konser dan. Xwendekaran şev dîsa li dibistanê derbas kirin.

Ber bi saetên şevê ve hejmara hêzên ewlehiyê û wesayîtên binçavkirinê yên li otoparka dibistanê bi awayekî berçav zêde bû. Ji saet 12ê şevê pê ve Rektor Ege Yazgan ragihandin ku kampus dê bi awayekî pratîkî bê girtin. Dema ku ketina xwendekar, akademîsyen û derçûyan hat qedexekirin, hat destnîşankirin ku dê xwarin û av ji derve neyê xistin û biryar bi awayekî pratîkî hatin bicihanîn.

Roja sêyem (24ê Gulanê)

Polîs û hêzên ewlehiya taybet destûr nedan ku xwendekar û xebatkar ji derve têkevin hundir. Kesên li derve, ji ser têlan re xwarin û xurek avêtin ji xwendekarên li hundir re.

Xwendekarên di hundirê kampusê de bi îşkenceyê hatin derxistin. Polîsan li dijî xwendekaran tundiya fîzîkî û gaza çavşewitandinê bi kar anî. Gelek xwendekarên ku birîndar bûn, bi rêya nûçegihanên ku nûçe dişopandin gotin ku wan îşkence dîtiye. Diyar bû ku rû, mil û lingên hin xwendekaran birîn bûne.

Piştî midaxeleya polîsan a li ser xwendekaran, di derdora saet 17.00an de xwendekar û xebatkar bi pankarta “Ji bo Bilgiyê li kornê bixe” bang li erebeyên ku di kolanê re derbas dibûn kirin. Piştî ku hemû kes bi zorê ji kampusê hat derxistin, çalakiya rûniştinê ya li ber dibistanê berdewam kir.

Di saetên şevê de di Rojnameya Fermî de biryareke nû ya Serokomar ha weşandin. Li gorî vê biryarê, girtina Zanîngeha Bilgiyê bi biryara Serokkomar ve hat paşvekişandin.

Serokê YÖKê Erol Özvar îro serê sibê (25ê Gulanê) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de derbarê mijarê de wiha got: “Biryara yekem, karekî hiqûqî yê neçarî bû ku diviya di çarçoveya mewzuata derbasdar de bihata cih. Lê belê, di çarçoveya raporên ku piştre hatin pêşkêşkirin û nirxandinên rewşa rojane de, Birêz Serokkomarê me, wekî her carê bi hesasiyet daxwazên xwendekar, malbat û xebatkarên zanîngeha me li ber çavan girtiye.”

Almanyayê rê li ber 35 hezar penaberan girtiye

Li gorî daxuyaniya saziya polîsan, di nava salekê de penaban zêdetirî 47 hezar caran hewl dane ku sînorê Almanyayê derbas bikin.

Foto: BMI

Li Almanyayê di nava salekê de bi kontrolên tund ên li ser sînoran rê li ber 35 hezar penaberan hatiye girtin.

Li ser kontrolên tund ên sînoran ên ku ev salek e li Almanyayê tên kirin, amarên nû hatin belavkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt par dema dest bi kar kir biryar dabû ku kontrol zêde bibin. Ev gav li gorî biryara nû ya Yekîtiya Ewropayê ya derbarê penaberan de hate avêtin.

Armanca sereke ya vê pêngavê, kêmkirina derbasbûna koçberan an jî penaberan û têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan e.

Zêdetirî hezar û 400 qeçaxçî hatin desteserkirin

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Federal a Almanyayê, ji Gulana 2025an ve nêzîkî 35 hezar kes li ser xeta sînor an jî di dema derbasbûna qeçax de hatine sekinandin û vegerandin.

Polîsan di vê demê de zêdetirî 47 hezar hewlên derbasbûna qeçax qeyd kirine. Di dema van kontrolan de hezar û 415 qeçaxçiyên mirovan hatine desteserkirin. Her wiha 8 hezar û 842 kesên ku biryara girtina wan hebû, hatin girtin û radestî dadgehan hatin kirin.

Hêzên Polîsên Federal ên ku ewlehiya sînoran diparêzin, her wiha navên hezar û 581 kesên radîkal jî qeyd kirine. Li gorî dîtina Hikûmeta Almanyayê ev encam nîşan didin ku kontrolên wan ên li dijî torên sûcan bi bandor in.

Amarên Sînor ên Almanyayê (2025-2026)

35.000 Kesên hatine vegerandin
47.000 Hewlên derbasbûnê
1.415 Qeçaxçiyên hatine girtin
Danasîna Operasyonel û Ewlehî
  • Girtinên bi ferman: 8.842 kesên ku biryara girtina wan hebû hatin desteserkirin.
  • Şopandina Radîkalizmê: Navên 1.581 kesên radîkal hatin qeydkirin.
  • Polîtîkaya Nû: Tenê daxwazên nexweş, jinên ducanî û kesên parastina taybet hewce dikin têne qebûlkirin.
  • Dema Guhertinê: Kontrolên sînoran dê di 12ê Hezîrana 2026an de bi pergala nû ya Yekîtiya Ewropayê re bêne nirxandin.
Çavkanî: Wezareta Karên Navxwe ya Federal a Almanyayê (BMI) / Amarên Gulan 2026

Şertên daxwaza penaberiyê girantir bûne

Almanyayê niha mercên daxwaza penaberiyê jî girantir kirine. Li gorî rêzikên nû, tenê daxwazên kesên nexweş, jinên ducanî yan jî yên ku pêwîstiya wan bi parastineke taybet heye hatine qebûlkirin. Daxwazên din yekser li ser sînor hatine redkirin.

Meha Nîsanê, hejmara daxwazên penaberiyê yên li Almanyayê li gorî par cara yekem kêm bûye. Ev yek li gorî rewşa giştî ya Ewropayê jî wisa ye.

Almanya li bendê ye ku bi pergala nû ya penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê re di dema bê de kontrolên sînoran hêdî hêdî rake ku dê 12ê Hezîrana 2026an dest pê bike.

Di rewşên asayî de, li welatên herêma Schengenê kontrolên sînoran nayên kirin. Lê Almanyayê ev çend sal bûn ku ev rêbaz bi awayekî demkî sînorên xwe kontrol dike.

ISIG: Di çar mehên destpêkê ên 2026an de 622 karker mirin e

Li gorî daneyên Meclîsa ISIGê di çar mehên destpêkê ên sala 2026an de 622 karker di dema karî de mirin e. Ji wan 39 jin, 28 koçber û 19 jî zarok in. Par di heman qonaxê de ev hijmar 625 bû.

Me daneyên çar mehên destpêkê ên sala 2026an ên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) berhev kirin.

Li gorî daneyên Meclîsê di çar mehên destpêkê ên sala 2026an de 622 karker di dema karkirinê de mirin e. Ji karkerên ku mirine jê 39 jin, 28 koçber û 19 jî zarok in. Ev jî tê wê wateyê ku rojane 5 karker mirin e.

Di heman qonaxa sala 2025an de ev hijmar 625 bû. Di tevahiya sala 2025an de 2 hezar û 105 karker di dema karkirinê de mirin e.

Karker di çar mehên destpêkê ên sala 2026an de herî zêde di beşên kar yên avahîsazî, çandinî, pîşesazî û xizmetê de mirin e.

Meh bi meh daneyên mirinên karkeran ên di dema karî de weha ye:

Kanûna Paşîn: 146 karker mirin

Kanûna Paşîn: 146 Karker Mirin
146 MIRINÊN GIŞTÎ
144 BÊ SENDÎKA
2 BI SENDÎKA
Li Gorî Sektoran
Pîşesazî: 67
Xizmet: 36
Avahîsazî: 31
Çandinî: 12
Zarok, Jin û Koçber
Zarok: 4
Jin: 6
Koçber: 4
*Karkerên koçber ji Sûriye, Iraq, Misir û Cezayîrê ne.

Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) di meha Kanûna Paşîn de herî kêm 146 karker di dema karkirinê de mirine.

Her weha li gorî sektoran di meha Kanûna Paşîn de 67 karker di sektora pîşesaziyê de, di sektora avahîsaziyê 31, di sektora çandiniyê de 12 û di sektora xizmetê de 36 karker mirine.

Her weha ji karkerên ku mirine tenê du jê endamên sendîkayê bûn. 144 karker bê sendika bûn.

Li meha Kanûnê de bajarên ku herî zêde karker lê mirine ev in:

Stenbol, Kocaelî, Denîzlî, Antalya, Aydin, Bursa, Amed, Dîlok, Îzmîr, Enqere, Erzîrom û Sakarya.

4 zarok, 6 jin û 4 koçber mirin

Di meha Kanûna Paşîn de ji 146 karkerên ku mirine jê herî kêm 4 zarok, 6 jin û 4 jî koçber bûn. Karkerên koçber ji Sûriye, Iraq, Misir û li Cezayîrê hatibûn.

Sibat: 126 karker mirin e

Rapora Sibatê: 126 Karker Mirin
126 MIRINÊN SIBATÊ
123 BÊ SENDÎKA
6 PENABER / KOÇBER
Li Gorî Sektoran
Pîşesazî: 49
Xizmet: 40
Avahîsazî: 30
Çandinî: 7
Zarok û Jin
Zarok: 2
Jin: 3
*Koçber ji Îran, Sûriye, Azerbaycan û Pakistanê bûn.
Bajarên Erdhejê: 296 Mirin

Ji 6ê Sibata 2023an vir ve mirinên di dema avahîsaziyê de:

Hatay: 51
Mereş: 37
Semsûr: 35
Meletî: 33
Amed: 32
Dîlok: 31
Riha: 30
Edene: 18
Xarpêt: 14
Bajarên din yên Sibatê: Denizli, Stenbol, Antalya, Erzîrom, Aydin, Zonguldak, Sêwas…

Li gorî rapora İSİG di meha Sibatê de herî kêm 126 karker di dema karkirinê de mirin e. Di meha Sibatê de di beşên kar yên pîşesazî, xizmet û avahîsaziyê de mirinên karkeran zêde bûne.

Li gorî sektoran di beşa pîşesaziyê de 49, xizmet 40, avahîsazî 30 û di beşa çandiniyê de jî 7 karker mirine.

Li bajarên ku herî zêde karker lê mirine ev in:

Denizli, İstanbul, Antalya, Erzîrom, Hatay, Aydin, Kocaeli, Zonguldak, Amasya, Ankara, Bursa, Manisa, Sakarya, Sêwas û Riha.

3 jin û 6 penaberên karker mirin

Di meha Sibatê de ji karkerên ku mirine jê herî kêm 2 zarok, 3 jin û 6 jî penaber/koçber bûn. Karkerên koçber ji Îran, Sûriye, Azerbaycan û li Pakistanê hatibûn.

Her weha ji karkerên ku mirine tenê yek jê endamên sendîkayê bû. 123 karker endamên tu sendîkayan nebûn.

296 karker li bajarên erdhejê mirine

Meclîsê di rapora Sibatê de cih daye karkerên ku li herêmên erdhejê mirine. Li gorî rapora Meclîsa ISIGê, ji 6ê Sibata 2023an vir ve li bajarên ku erdhej lê pêk hatiye, herî kêm 296 karker di dema sazkirina avahiyan de mirine. Ji wan 15 zarok û 22 koçber bûn.

Li gorî daneyên Meclîsê bajarên erdhejê hejmara herî zêde ya mirinan li Hatayê çêbûye:

Li Hatayê 51 karker, li Mereşê 37, li Semsûrê 35, li Meletiyê 33, li Amedê 32, li Dîlokê 31, li Rihayê 30, li Edeneyê 18, li Xarpêtê 14, li Osmaniyeyê 13 û li Kilîsê 2 karker mirine.

Adar: 148 karker mirin e

Rapora Adarê: 148 Karker Mirin
148 MIRINÊN ADARÊ
145 BÊ SENDÎKA
Li Gorî Sektoran
Pîşesazî: 56
Xizmet: 43
Avahîsazî: 28
Çandinî: 21
Zarok, Jin û Koçber
Jin: 16
Koçber: 15
Zarok (Hemû): 8
Ji zarokan 6 jê di bin 14 saliyê de bûn. Koçber ji welatên wekî Sûriye, Îran, Gurcistan û Afganistanê bûn.

Li gorî rapora İSİG di meha Adarê de herî kêm 148 karker di dema karî de mirin e.

Di meha Adarê de karker herî zêde di beşên avahîsazî, pîşesazî, xizmet û çandiniyê de mirin e.

Li gorî sektoran di beşa pîşesaziyê de 56, xizmet 43, avahîsazî 28 û di beşa çandiniyê de jî 21 karker mirine.

16 jin,15 koçber û 8 zarok mirin

Di meha Adarê de ji karkerên ku mirine jê herî kêm 16 jin, 15 penaber/koçber û 8 jî zarok bûn. Karkerên koçber ji Îran, Sûriye, Gurcistan, Kazakistan, Misir û Afganistanê hatibûn.

Ji zarokên mirine jê 6 temenê wan di navbera 0-14an de bû û 2 jî di navbera 15-17an de bû.

Her weha ji karkerên ku mirine tenê 3 jê endamên sendîkayê bûn. 145 karker endamên tu sendikayek nebûn.

Nîsan: 189 karker mirin e

Rapora Nîsanê: 189 Karker Mirin
Di Nîsanê de her roj 6 karker mirin!
189 MIRINÊN GIŞTÎ
176 BÊ SENDÎKA
13 BI SENDÎKA
Sektorên Herî Mirin lê Zêde
Pîşesazî: 59
Avahîsazî: 51
Çandinî: 41
Xizmet: 38
Karkerên Jin, Zarok û Koçber
Jin: 14
Zarok / Ciwan: 5
Penaber / Koçber: 3
3 zarok di koma 0-14 salî de bûn ku xebitandina wan qedexe ye.
Bajarên herî zêde mirin lê çêbûne:
Stenbol, Bursa, Enqere, Antalya, Burdur, Manisa, İzmir, Mereş, Kocaelî, Amed, Meletî, Sakarya, Bedlîs, Duzce, Mugla, Samsun, Aydin, Denizli, Dîlok, Giresun, Kayseri, Kirklareli, Konya, Mersin, Riha, Tekirdag û Uşak.

Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar di meha Adarê de herî kêm 189 karker di dema karkirinê de mirin e. Ev jî tê wê wateyê ku di Nîsanê de her roj 6 karker mirin e.

Di meha Nîsanê de karker herî zêde di beşên avahîsazî, pîşesazî û çandiniyê de mirin e.

Li gorî sektoran di beşa pîşesaziyê de 59, xizmet 38, avahîsazî 51 û di beşa çandiniyê de jî 41 karker mirine.

14 jin, 3 koçber û 5 zarok mirin

Di meha Nîsanê de ji kesên ku di dema karî de mirine, jê herî kêm 5 jê zarok/ciwan bûn. 3 ji van zarokan di koma temenê 0-14 salî de bûn ku bi qanûnî xebitandina wan qedexe ye. 2 ji wan jî di navbera 15-17 salî de bûn.

Di meha Nîsanê de ji karkerên ku mirine jê herî kêm 14 jin û 3 penaber/koçber bûn. Karkerên koçber ji Îran, Sûriye, Gurcistan, Kazakistan, Misir û Afganistanê hatibûn.

Ji zarokên mirine jê 6 temenê wan di navbera 0-14an de bû û 2 jî di navbera 15-17an de bû.

Ji karkerên ku mirine tenê 13 kes, endamên sendîkayê bûn. 176 karker jî bêyî sendîka dihatin xebitandin.

Li bajarên ku herî zêde karker lê mirine ev in:

Stenbol, Bursa, Enqere, Antalya, Burdur, Manisa, İzmir, Mereş, Kocaelî, Amed, Meletî, Sakarya, Bedlîs, Duzce, Mugla, Samsun, Aydin, Denizli, Dîlok, Giresun, Kayseri, Kirklareli, Konya, Mersin, Riha, Tekirdag û Uşak.

KCK: Gotina dibêje “avêtina gavên hiqûqî bi çekdanînê ve girêdayî ye’ ne rast e

Di yekem salvegera fesixkirina biryara PKKyê de rêveberiya KCKyê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: “Ew gotinên ku avêtina gavên hiqûqî ‘bi tespît û teyîtkirina danîna çekan ve girê didin’ rastiyê îfade nakin.”

Rêveberên KCKyê Sozdar Avesta û Mûstafa Karasû, Foto: ANFnews

Piştî ku Abdullah Ocalan di 27ê Sibaha 2025an de bang kir û xwest PKK xwe fesix bike, PKKyê di navbera 5 û 7ê Gulana 2025an de kongreyek li dar xist û biryara fesixkirinê da. PKKyê bi navê Rêveberiya Tevgera Apoyî di yekem salvegera vê kongreyê de civîneke çapemeniyê li dar list.

Rêveberên KCKyê Sozdar Avesta û Mûstafa Karasû, li nav sînorên Herêma Kurdistanê ev civîn li dar xist û ANFyê jî vîdeo û teksta vê civînê belav kir.

Di civînê de endama Desteya Rêveber a KCKyê Sozdar Avesta tekst bi kurdî, endamê Desteya Rêveber ê KCKyê Mûstafa Karasû jî bi tirkî xwend. Di tekstê de hatiye gotin ku, gotinên desthilata AKPyê û çapmeniya nêzî wê yên dibêjin “avêtina gavên hiqûqî ‘bi tespît û teyîtkirina danîna çekan ve girê didin’ rastiyê îfade nakin.”

Di daxuyaniyê de gavên ku piştî banga Ocalan a 27ê Sibatê û heta niha hatine avêtin, hatin diyarkirin û hate gotin: “Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve divê bi biryareke siyasî statuya Rêber Apo bê diyarkirin, dîsa ji bo ku siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve divê gavên qanûnî bêne avêtin. Bi temamî çek danîn û ketina nava siyaseta demokratîk bi avêtina gavên hiqûqî dibe. Ev rastî ji destpêka pêvajoyê heya niha ji hêla hemû derdoran ve tê zanîn.”

“Muzakerevanê sereke Ocalan e”

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye xwestin ku statuya Ocalan were diyarkirin: “Me, weke Tevgera Azadiya Kurd di kongreya xwe de ku PKK hate fesixkirin û li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî hate bi dawîkirin, biryar girt ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji hêla Rêber Apo ve bê meşandin. Sermuzakerevan û pêşengê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê li gorî vê rastiyê weke muxatabê esasî rewşa siyasî ya Rêber Apo diyar bibe û bikare xwe bigihîne şertên xebata azad. Ev pêvajo, tenê bi vî awayî dikare bi rengekî rast bê meşandin û encamê bi xwe re bîne. Di vê pêvajoyê de me tiştên pêwîst kirin, heya kes li bendê nebû ku em di vê astê de gavan biavêjin. Êdî ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk biçe encamê divê statuya Rêber Apo bê diyarkirin, gavên qanûnî û hiqûqî bêne avêtin. Xwestek û bendewariya gelê me jî, hêzên demokratîk û ya me jî ev e.”

Desthilatdar rexne kirin

Rêveberiya KCKyê destnîşan kiriye wan heta niha gelek gaz avêtine û desthilata AKPyê û medyaya nêzîkî wê rexne kirin: “Me her tim ji bo çareseriya siyasî-demokratîk, raya giştî ya Kurd amade kir û peyamên erênî dan gelên Tirkiyeyê, em di vê mijarê de hesas nêzîk bûn, lê hin berdevkên desthilat û çapemeniya nêzîkî desthilatê, amadekirina raya giştî li aliyekî, berevajî ji bo avakirina hest û fikrên neyînî kar kirin, helwest raber kirin. Nêzîkatiya neyînî ya li hemberî muxalefetê jî bûye sedem ku ji pêvajoyê re desteka civakî zêde nebe.”

Ji 27ê Sibata 2025an û heta niha çi qewimîn?

Rêveberiya KCKyê ji 27ê Sibata 2025an heta niha gavên ku wan avêtina niha rêz kirine:

“Rêber Apo di banga xwe ya 27’ê Sibata 2025an de şert û mercên ku PKKyê pêşxistine û sedemên wê danî holê. Rêbertî, girêdayî encama pêşketinên ku di nava 50 salan de derketine pêş ji PKKyê xwest ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bidawî bike. Tevgera me, piştî vê bangê 1’ê Adarê agirbesta yek alî ragihand.

Piştî vê bangê gelek derdor û şexsiyetan diyar kirin ku ew ê PKK li gorî vê tevnegere. PKK ya ku weke tevgera Rêbertî derketiye holê, PKK ya ku li ser xeta Rêbertî têdikoşe û bi pêş dikeve, di demeke kurt de kongreya xwe kom kir. PKKye bê teredût banga Rêbertî xiste pratîkê; di vê çarçoveyê de biryara fesixkirina PKKyê girt û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Di encamê de hate gotin ku ancax Rêber Apo dikare van biryaran têxe pratîkê û weke sermuzakerevan dikare pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne.

‘Rêber Apo bersiva erênî da banga Bahçelî’

Rêber Apo ji 1993yan heya roja me ya îro çendîn car agirbestên yek alî îlan kir, ku bikare bi awayekî demokratîk pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Ji bo vê pêşniyarên çareseriyê bi pêş xistiye, bi maqul-aqilan e nêzîk bûye ku li dinyayê heya niha nêzîkatiyek bi vî rengî nehatiye dîtin. Lê belê dewleta Tirk, ji ber ku wê demê xwediyê çareseriyeke polîtîk nebû ev hewildan bê encam man. Serokê Giştî yê MHP’ê û şirîkê desthilata heyî Devlet Bahçelî 22yê Cotmeha 2024an de bang kir. Rêber Apo jî bi îhtîmala ku ji nava dewletê îradeya çareseriyê bi pêş bikeve bersiveke erênî da vê bangê.

‘Ji bo pêşî li çareseriyê bê vekirin gavên mezin avêtin’

Tevgera me ya Azadiyê, ji ber ku ji hêza çareseriya Rêber Apo bawer dike biryarên wisa pir radîkal ên weke fesixkirina PKKyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî girt. Tenê gavên wiha mezin dikarin pêşiya çareseriyeke demokratîk vekin. Di vê mijarê de me xwest îrade û biryardariya xwe nîşan bidin. Ji ber vê Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat, 11ê Tîrmeha 2025an bi 30 hevalên me yên gerîla re çekên xwe şewitandin. Bi vî awayî hate ispatkirin ku dema şertên guncav ên siyasî bi gavên pêwîst ên hiquqî bêne avakirin, bi hezaran gerîla jî wê çekên xwe deynin. Ji xwe wê demê Devlet Bahçelî jî di vê çarçoveyê de axivî û got, diviyabû ew kesên ku çek şewitandine bi derxistina qanûnên pêwîst berê xwe bidana Tirkiyeyê. Devlet Bahçelî bi vî awayî vegera li Tirkiyeyê wê çawa bibe danîbû holê.

‘Me hêzên xwe yên çekdar vekişand’

Weke Tevgera Azadiyê, ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û ji bo bikarin îradeya xwe ya çareseriya siyasî-demokratîk deynin holê me hêzên xwe yên di nava sînorên Tirkiyeyê de derxistin derveyî sînor. Me li Herêmên Parastinê yên Medyayê hin mewziyên xwe jî ji ber şerekî gengaz vala kirin. Dîsa sala 2017an me hin rêveberên MÎTê yên dîl girtibûn, me ev kes jî teslîm kir.

Me ev gav hemû ji bo avêtina gavên siyasî û hiquqî avêt, ku bikarin xwe bigihînin çareseriya siyasî-demokratîk. Di vê pêvajoyê de li Îmraliyê bi Rêbertiya me re hin hevdîtin çêbûn û hin şehîdên me yên li Herêmên Parastina Medya hatin girtin. Derveyî van mijaran, heya niha wisa gaveke cudatir nehatiye avêtin.

‘Rapora Komisyonê neketiye pratîkê’

Komîsyona ku li meclîsê ava bû, me erênî dît. Lê belê pêvajoya amadekirina raporê pir dirêj ajot û raya giştî baş nehate amadekirin. Li gel ku muxatabê esasî Rêbertiya me ye û aliyê çareseriyê ye, di vê pêvajoyê de komîsyona meclîsê bi rêbertiya me re tenê carekê hevdîtin kiriye. Di encamê de komîsyona meclîsê raporek amade kir. Rexmî hemû kêmasiyên xwe jî ev rapor di pratîkê de dikare bandorên erênî bide çêkirin. Lê belê hîn jî feraset û pêşniyarên di raporê de pratîze nebûne. Ev jî wisa nîşan dide ku desthilat, bi awayekî rast û samîmî nêzî pêvajoya aştî û civaka demokratîk nabe.”

1ê Gulanê li Stenbolê: Li Mecîdiyekoyê 576 kes hatin desteserkirin

Piştî ku walîtiyê pîrozkirina 1ê Gulanê li qada Taksîmê û derdora wê qedexe kir, polîsan bi tundî mudaxaleyî sendîka û saziyên ku dixwestin bimeşin Taksîmê kir. Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ragihand ku herî kêm 576 kes hatine desteserkirin.

Gelek rêxistinên demokratîk, sendîka û saziyên sosyalîst xwestin ku di 1ê Gulanê de ber bi Taksîmê bimeşin. Lê li dijî vê daxwazê, Walîtiya Stenbolê êvara 30ê Nîsanê biryara qedexeyê da û gelek kolan û kûçeyên Beyoglûyê ji çûnûhatinê re girtin. Polîsan ji serê sibê ve Meydana Taksîmê jî di nav de; navçeyên Beyoglû, Şîşlî û Beşîktaşê dorpêç kirin.

Bi banga Înisiyatîfa 1ê Gulanê, rêxistinên çep/sosyalîst û sendîka, ji saet 10:00an û pê ve li meydanê Mecidiyekoyê dest bi kombûnê kirin.

Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de ragihand ku di 1ê Gulanê de li Stenbolê 17 jê zarok, 8 jê parêzer û 2 jê xebatkarên çapemeniyê, bi giştî 576 kes hatine desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 336 kes li Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê û 240 kes jî li Emniyeta Gayrettepeyê têne girtin. Hat destnîşankirin ku 47 kesên ku li ser Pira Boğazîçiyê hatine desteserkirin dê sibê sewqî edliyeyê bikin û 529 kes jî piştî girtina îfadeyên wan dê werin berdan.

Derdora saet 10.30an li Mecidiyekoyê mudaxaleya destpêkê li dijî sendîka û rêxistinan pêk hat. Polîsan bi tundî mudaxaleyî komên ku li ser rêya hawirdorê ya bin Viyaduka Mecidiyekoyê kom bûbûn, kir.

Di saet 10.45an de jî hin saziyên ku di nav Înisiyatîfa 1ê Gulanê de cih digirin, li ber Astoria AVMyê kombûn û ber bi meydana Mecidiyekoyê ve meşiyan. Kesên ku beriya bigihîjin meydanê rastî mudaxaleya hêzên taybet ên emniyetê hatin, sloganên “Taksîm sor e, dê sor bimîne” û “Bijî 1 Gulan” berz kirin.

Dema xebatkara Niha+’ê Doga Tekneciyê dîmenê mudaxaleya polîsan digirt, rastî tûndkariya polîsan hat. Polîsan telefona Tekneciyê avêtin erdê.

Kesên ku ji mudaxaleya polîsan dûr ketin, careke din li ser rêya meydana Mecidiyekoyê kom bûn. Polîsan çapemenî asteng kir û nehîştin dîmenan bikişîne û tevahiya koma ku li ser rêya meydanê kom bûbûn, dorpêç kirin.

Dora saet 11:15an, komeke din a ku ji ber Astoria AVM’yê ber bi meydana Mecidiyekoyê ve dimeşiya, gihişt koma di dorpêçê de û her du kom bûn yek. Piştre polîsan bi gazê êrişî koman kir.

Komên ku polîsan nehişt derkeve Taksîmê, piştî êrişê li kolan û sikakên Mecidiyekoyê belav bûn.

Piştre gelek rêxistin û sazî careke din li meydana Mecidiyekoyê kom bûn. Polîsan ev kom jî dorpêç kir.

Rojnameger Yusuf Çelik ê ku dorpêça polîsan dişopand, hat desteserkirin. Polîsan midaxaleya li dijî xebatkarên çapemeniyê domand.

Di dorpêçê de dirûşmên wekî “Bijî 1ê Gulanê” û “Her der Taksîm, her der berxwedan” hatin berzkirin. Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş, di nava dorpêçê de axaftinek kir. Polîsan kesên di nav dorpêçê de siwarî wesayîtên desteserkirinê kirin. Polîsan careke din mudaxaleyî xebatkarên çapemeniyê kir.

Lubunyayên ku li derveyî dorpêçê man, ji bo kesên hatine desteserkirin slogana “Rûmeta lubunyayan dê îşkenceyê têk bibe” berz kirin.

SIPRI: Lêçûnên leşkerî yên cîhanê di 10 salên dawî de ji sedî 41 zêde bûn

Li gorî daneyên SIPRIyê xercên leşkerî yên cîhanê ji sedî 2,9 zêde bûne û gihîştin 2 trilyon û 887 milyar dolarî. Welatên ku li herêmê herî zêde lêçûnên leşkerî kiriye bi 83,2 milyar dolarî Erebistana Siûdî ye û Îsraîl jî bi 48,3 milyar dolarî li pey wê tê. Yê Tirkiyeyê gîhîştiye 30 mîlyar dolarî.

Li gorî daneyên sala 2025an ên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navdewletî ya Stockholmê (SIPRI) ku bazirganiya fermî ya çekan a navneteweyî dişopîne; xercên leşkerî yên cîhanê ji sedî 2,9 zêde bûne û gihîştin 2 trilyon û 887 milyar dolarî. Ev asta herî bilind e ku SIPRIyê heta niha tomar kiriye û ev 11 sal in ku xercên leşkerî yên cîhanê li pey hev zêde dibin.

Li gorî rapora SIPRIyê ya Nîsana 2026an; xercên leşkerî yên cîhanê di 10 salên dawî de (2016-2025) ji sedî 41 zêde bûn. Rêjeya xercên leşkerî di nav dahata cîhanê de, di sala 2024an de ji sedî 2,4 bû, lê di 2025an de derket ji sedî 2,5an. Li cîhanê li serê her kesî 352 dolar xercê leşkerî dikeve.

Di raporê de hat diyarkirin ku; her çend xercên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kêm bûbin jî, ji ber bilindbûna herî zêde a li Ewropayê û zêdebûna li Asya û Okyanusyayê, xercên giştî yên cîhanî derketin jor. Heke em DYAyê hesab nekin, xercên leşkerî yên cîhanê di sala 2025an de ji sedî 9,2 zêde bûne.

Li Ewropayê ji sedî 14 zêde bûye

Li gorî SIPRIyê; di sala 2025an de xercên leşkerî li hemû herêman zêde bûne, tenê li parzemîna Amerîkayê kêm bûne. Zêdebûna herî balkêş li Ewropayê çêbû. Xerca leşkerî ya giştî ya welatên Ewropayê ji sedî 14 zêde bû û derket 864 milyar dolarî.

Ev, asta herî bilind e ku SIPRIyê heta niha ji bo Ewropayê tomar kiriye. Xercên li vê herêmê di navbera salên 2016 û 2025an de bûne du qat; rêjeya zêdebûnê wekî ji sedî 102 hat hesabkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku sedemên sereke yên vê zêdebûnê şerê Rûsya-Ûkraynayê ye; her wiha guman û nediyariya endamên NATOyê ya li ser garantiyên ewlehiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Lêçûnên leşkerî yên 29 endamên NATOyê yên li Ewropayê, di sala 2025an de gihişt 559 milyar dolarî. Li gorî rapora SIPRIyê, ji van welatan 22an lêçûnên xwe yên leşkerî bi kêmî ve derxistin ji sedî 2ê.

Li Ewropayê di zêdekirina xerciyên leşkerî de herî zêde Almanya, Polonya, Îtalya, Îspanya û Ûkrayna derketin pêş. Lêçûnên leşkerî yên Almanyayê ji sedî 24 zêde bûn û gihiştin 114 milyar dolarî; bi vî rengî Almanya di asta cîhanê de derket rêza çaremîn. Lêçûnên Polonyayê ji sedî 23, yên Îtalyayê ji sedî 20 û yên Îspanyayê jî ji sedî 50 zêde bûn. Lêçûnên leşkerî yên Ûkraynayê bi zêdebûneke ji sedî 20î gihişt 84,1 milyar dolarî.

XERCÊN LEŞKERÎ YÊN CÎHANÊ 2025 (SIPRI)

Di sala 2025an de pênc welatên ku herî zêde lêçûnên leşkerî kirine; DYA, Çîn, Rûsya, Almanya û Hindistan bûn. Lêçûnên van her pênc welatan bi giştî gihişt 1 trilyon û 686 milyar dolarî.

1.686 Trilyon $

Pênc welatên pêşîn

%58

Ji xercên giştî yên cîhanê

%80+

15 welatên pêşîn

5 welatên herî zêde lêçûn

DYA (954 milyar $)

Çîn (336 milyar $)

Rûsya (190 milyar $)

Almanya

Hindistan

Detayên sereke

  • DYA bi 954 milyar $ di rêza yekem de ye
  • Lêçûnên DYA ji sedî 7,5 kêm bûn
  • Çîn bi %7,4 zêde bû (336 milyar $)
  • Rûsya bi %5,9 zêde bû (190 milyar $)

Rûsya:

Lêçûnên leşkerî gihiştin ji sedî 7,5ê BNGyê.

Ev nîşan dide ku xercên leşkerî li cîhanê di destê hindik welatan de têne komkirin.

Çavkanî: SIPRI, 2026

Pênc welatên ku herî zêde xercî kirine

Di sala 2025an de pênc welatên ku herî zêde lêçûnên leşkerî kirine; DYA, Çîn, Rûsya, Almanya û Hindistan bûn. Lêçûnên van her pênc welatan bi giştî gihişt 1 trilyon û 686 milyar dolarî; ev jî ji sedî 58ê lêçûnên giştî yên cîhanê pêk tîne. Pişka 15 welatên pêşîn jî derket ji sedî 80yî.

DYA, bi lêçûneke 954 milyar dolarî cihê xwe yê di rêza yekem de parast, lê lêçûnên wê li gorî sala 2024an ji sedî 7,5 kêm bûn. Lêçûnên leşkerî yên Çînê bi rêjeya ji sedî 7,4 zêde bûn û bi texmînî gihiştin 336 milyar dolarî. Lêçûnên Rûsyayê jî ji sedî 5,9 zêde bûn û gihiştin 190 milyar dolarî; ev jî dibe ji sedî 7,5ê Berhema Navxweyî ya Gelemperî (BNG) ya Rûsyayê.

XERCÊN LEŞKERÎ YÊN CÎHANÊ 2025 (SIPRI)

Di sala 2025an de pênc welatên ku herî zêde lêçûnên leşkerî kirine; DYA, Çîn, Rûsya, Almanya û Hindistan bûn. Lêçûnên van welatan bi giştî gihişt 1 trilyon û 686 milyar dolarî.

1.686 Trilyon $
Pênc welatên pêşîn
%58
Ji xercên giştî yên cîhanê
%80+
15 welatên pêşîn

5 welatên herî zêde lêçûn

DYA (954 milyar $)
Çîn (336 milyar $)
Rûsya (190 milyar $)
Almanya
Hindistan

Detayên sereke

  • DYA bi 954 milyar $ di rêza yekem de ye
  • Lêçûnên DYA ji sedî 7,5 kêm bûn
  • Çîn bi %7,4 zêde bû (336 milyar $)
  • Rûsya bi %5,9 zêde bû (190 milyar $)

Rûsya:
Lêçûnên leşkerî gihiştin ji sedî 7,5ê BNGyê.

Ev nîşan dide ku xercên leşkerî li cîhanê bi awayekî girîng di destê hejmareke hindik welatan de têne komkirin.

Çavkanî: SIPRI, 2026

Tirkiye di rêza 18an de ye

Tirkiye, di lîsteya SIPRIyê de bi 30 milyar dolar xercê leşkerî, di sala 2025an de di cîhanê de di rêza 18an de cih girt. Xercên Tirkiyeyê li gorî sala 2024an ji sedî 7,2; li gorî sala 2016an jî ji sedî 94 zêde bûne. Li gorî daneyên SIPRIyê, rêjeya xercên leşkerî yên Tirkiyeyê di nav dahata wê ya neteweyî (GSYH) de di sala 2025an de bû ji sedî 1,9; para wê di nav xercên leşkerî yên cîhanê de jî wekî ji sedî 1 hat hesabkirin.

Xerckirina 30 milyar dolarî ya Tirkiyeyê ji bo çekan, dema ku li ser nifûsa wê ya 86 milyon û 92 hezar kesî tê hesibandin, tê wê wateyê ku li serê her kesî nêzîkî 375 dolar (nêzîkî 16 hezar û 900 TL) xerc hatiye kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku sedema zêdebûna lêçûnên Tirkiyeyê, ji bilî operasyonên leşkerî yên li Iraq, Somalî û Sûriyeyê, herî zêde veberhênanên ji bo pîşesaziya çekan a navxweyî ne. Li gorî SIPRIyê, çavkaniyên ku ji bo fona taybet a piştgiriya pîşesaziya çekan a Tirkiyeyê hatine veqetandin, di sala 2025an de li gorî sala berê wê ji sedî 25 zêde bûne; ev yek ji sedî 22yê lêçûnên leşkerî yên giştî yên Tirkiyeyê pêk tîne.

Di raporê de Tirkiye, di bin sernavê ‘Rojhilata Navîn’ de hat nirxandin. Li gorî SIPRIyê, lêçûnên leşkerî yên li Rojhilata Navîn di sala 2025an de bi texmînî gihiştine 218 milyar dolarî. Her çend rêjeya herêmî li gorî sala 2024an tenê ji sedî 0,1 zêde bûbe jî, di navbera salên 2016 û 2025an de ji sedî 36 bilind bûye. Welatê ku li herêmê herî zêde lêçûnên leşkerî kiriye bi 83,2 milyar dolarî Erebistana Siûdî ye û Îsraîl jî bi 48,3 milyar dolarî li pey wê tê.

XERCÊN LEŞKERÎ YÊN TIRKIYEYÊ 2025 (SIPRI)

Tirkiye, bi 30 milyar dolar xercê leşkerî, di sala 2025an de di cîhanê de di rêza 18an de cih girt. Xercên wê di salên dawî de bi awayekî girîng zêde bûne.

30 Mîlyar $
Xercê leşkerî (2025)
%7,2
Zêdebûn (2024–2025)
%94
Zêdebûn (2016–2025)

Daneyên sereke

  • Rêza cîhanê: 18
  • Rêjeya li GSYH: %1,9
  • Pişka di cîhanê de: %1

Li serê her kesî:
Nêzîkî 375 dolar (nêzîkî 16 hezar û 900 TL)

Sedemên zêdebûnê

  • Operasyonên leşkerî li Iraq, Sûriyeyê û Somalî
  • Veberhênanên li pîşesaziya çekan a navxweyî

Pîşesaziya çekan:
Fonên taybet di sala 2025an de ji sedî 25 zêde bûn û %22yê xercên giştî pêk anîn.

Rojhilata Navîn

Lêçûnên leşkerî yên herêmê gihiştin 218 milyar dolarî. Di navbera 2016–2025an de zêdebûn gihişt %36.

  • Erebistana Siûdî: 83,2 milyar $
  • Îsraîl: 48,3 milyar $

Çavkanî: SIPRI, 2026

“Barê leşkerî”

SIPRI, rêjeya lêçûnên leşkerî ya di nav GSYHyê de wekî “barê leşkerî” pênase dike. Di sala 2025an de ev rêje li seranserê cîhanê derket ji sedî 2,5î û ji sala 2009an û vir ve gihişt asta xwe ya herî bilind. Di asta herêmî de, barê leşkerî yê herî bilind bi rêjeya ji sedî 3,8î li Rojhilata Navîn û piştî wê jî bi rêjeya ji sedî 3,2yî li Ewropayê hat dîtin.

Sê welatên ku barê wan ê leşkerî herî giran e; Ûkrayna, Cezayîr û Îsraîl bûn. Ûkraynayê ji sedî 40, Cezayîrê ji sedî 8,8 û Îsraîlê jî ji sedî 7,8ê dahata xwe ji bo xercên leşkerî veqetandin. Di nexşeya cîhanê ya rapora SIPRIyê de; Rûsya bi rêjeya ji sedî 7,5, Erebistana Siûdî bi ji sedî 6,5, Azerbaycan bi ji sedî 6,5 û Ermenistan bi ji sedî 6,1 di nav komên ku barê wan ê leşkerî herî zêde de hatin nîşandan.

BARÊ LEŞKERÎ YÊN CÎHANÊ 2025 (SIPRI)

SIPRI, rêjeya lêçûnên leşkerî ya di nav GSYHyê de wekî “barê leşkerî” pênase dike. Di sala 2025an de ev rêje li seranserê cîhanê gihişt %2,5 û ji sala 2009an ve gihişt asta xwe ya herî bilind.

%2,5
Barê cîhanî
%3,8
Rojhilata Navîn
%3,2
Ewropa

Welatên herî bilind

Ûkrayna %40
Cezayîr %8,8
Îsraîl %7,8

Welatên din (barê bilind)

  • Rûsya: %7,5
  • Erebistana Siûdî: %6,5
  • Azerbaycan: %6,5
  • Ermenistan: %6,1

Ev daneyan nîşan dide ku hin welatên cîhanê beşekî mezin ji dahata xwe ji bo xercên leşkerî veqetandine.

Çavkanî: SIPRI, 2026

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.